Me îro silavek da gorra hevalekî pir ezîz !
Zinare Xamo
Me îro silavek da gorra hevalekî pir ezîz !
17 sal pir zû derbas bûn.  Mehmet Aslan Kaya 17 sal berê di rojeke wiha da di 51 saliya xwe da ji nişka ve, bêyî ku kesî nerehet bike, bêyî ku haya kesî pê xe wek çirayek&ecir...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (616)


Mirinê pir zû tu ji nav me bir lê navê te nemir e

Mirinê pir zû tu ji nav me bir lê navê te nemir e
Min got pismam sal zû dibuhirin, 16 sal derbas bûn. Hemû dost û hevalên te, zarokên te dersa matamatîkê dida wan, xortên te alîkariya wan dikirin hemû mezin bûne û di civat...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1763)


Xusûsîyetên Rojhilata Nêzîk
admin
Xusûsîyetên Rojhilata Nêzîk
Di sîyeseta Kurdistanê de du problemên esasî hene. Yek jê, taleba desthilatîya navendî lawaz e, taleba jêr desthelatîye, bi tirkî ”alt îktîdar” ew taleb xurt e. L&eci...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1850)


Serxwebûna Kurdistanê
admin
Serxwebûna Kurdistanê
Sîyeseta partî, rêxîstin,saziyên bakurê Kurdistanê dev ji hedefa serixwebûnê berda ye. Ji delva hedefênserxwebûnê, otonomî, federalî an demokrasî te parastin. D...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2124)


Qirîza Dewleta Tirk
admin
Qirîza Dewleta Tirk
Reyadarên vê dewletê, hertim dibêjin pirsgirêka me pirsgirêka hebûn û nebûna dewletê ye. Rast e. Yalçin Kuçuk dibeje ”em nekevin Musulê dê Diyarbekir ji des...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2431)


Kutilkên diya min, qeyda Fuad Onen û biyopolîtîka Foucault
Ferzan ŞÊR
Bîranîneke Fuad Onen ji bo fahmkirina kolonyalîzma biyopolîtîkî ya tirkan di warê teorî û pratîkê de bi awayekî xwezayî destnîşan dike. Ger ez neqil bikim ew ê ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1969)


Helwest û çalakî
Fevzi Namli
Di rewşek weha de gava li Amedê, Cizîrê, Şirnex, Silopya, Hezex, Nisêbîn, Gever û Dêrikê êrîşên hovana yên dewleta dagirker li ser gelê kurd berdewam dikin. Di heman dem&ec...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2047)


   «   [1]  2  3  4  5  6  7  »      
  
18

Dîwana birêz!
Jin û mêrên hêja!
Hevalên xwoşewîst!
Ji bona we hemîyan silav û rêz.

Hevalên hêja, dîwan bi israr daxwaz dike, ku pêşnîyazîyên konkret hebin. Helbet mafê dîwanê heye, lê çi heye, ku bona paşeroja Gruba Xebatê ya Kurd a Neteweyî ya Demokratîk (GXKND), taybetî li ser modêla rêxistin kirinê ya Grubê ronahîyek tune ye. Ne li vira tenê, herweha, bi qasî min şopand, ji nûçeyên ku di medyaya Kurdî da derçûn û ji yên derdiçin dixuye, ku gelo GXKND dê ji îro şûnda bi çi avayî karê xwe bidomîne, hêna jî ne eşkere ye. Ew rewş, ji civînên ku li welêt û li Tirkîyê têne kirin jî, wisa tête fam kirin.
Ji dest vê ye, ku li vira pêşniyaz kirina modelekê, dê ewqas ne hêsa be, lê çi heye ku mirov dikane çarçoweya vê modelê biçespîne û rêgezên ku dê sîyaset û bizavek wisa çarçowe bike, bi rêzke. Ez dixwazim bi çend xalan, ku divê di çespandina sîyaset û bizava GXKNDê da jê balkêş bin, rave bikim.
1. Divê bîr û bawerîyên me û lebata ku emê biçespînin, him di nav xwe da û him jî bi dinyaya îro ve ahengdar be, lihevhatî be. Îro dinya di nav guhertinekê da ye û ev, berve paşerojê, berve dahûtîyek nuh viz dibe, lê pirr mixabin em gellekî bi paşve mane. Ango bi kurtî, divê sîyaset û bizava me, ne li dijî vê rastîya gerdunî be, divê lêhatî be.
2. Divê em şert û mercên herêmê jî bidin ber cavên xwe, pirr bi vekirî dixûye ku herêma Rojhilata Navîn di nav pêvejoyekî jandayî ya demokratîze bûnê da ye. Zû, an jî dereng, bêşik herêm dê di armancê xwe ya demokrastîze bûnê da bi serkeve. Îhtimala ku li hinek welatan bona kurte demekê rejîmên dîktatorî, rêvebirên totalîter, an jî hikûmetên otorîter werin ser desthilatîyê, lê bila em zanibin, ku dahûtîya birêvebirên wisa tune ye, rojek ne dûr ewê birûxin û pêvejoya demokratîze bûnê dê bi serkeve. Sîyaset û bizava ku emê bimeşînin divê ji vê rastîyê dûr nekeve.

3. Pêwîst e ku em pêvejoya endamtîya Tirkîyê ya YEê jî bi nîzikve bişopînin û guhertinên li Tirkîyê, bi berpêçûnek rast binirxînin. Sîyaset û bizava ku vê rastîyê nebîne, îhtimala ku şaşîyê bike herdem heye. Helbet ne sîyaset û helwestek rast e, ku em ji Tirkan zêdetir, bona endamtîya Tirkîyê hewl bidin û xeletî û ne jidilbûna Tirkîyê veşêrin. Berî her tiştî ev, nabe hewldanek sincî (exlaqî), lê bêşik emê bixwazin ku bi qasî ev dewlet demokratîze dibe, bila di pêvejoya endamtîyê da jî navber (mesafe) bistîne. Divê sîyaseta me ji vê re balkêş be.
4. Destketî û rewşa başûrê Kurdistanê jî dê li ser sîyaset û bizava bêye çespandin tesîr bike. Li bakurê welêt, her kîjan partî û grup bixwazin bikevin nav kar û barekî sîyasî, hewce ye ku rewşa Başûr jî bi nizîk ve bidin ber cavên xwe. Ev naye wê wate yê, ku li Bakurê welêt bila tu karên sîyasî û lebatek aktîf nemeşe. Berevacî, divê bêtir bête kirin û ez dixwazin sebaret bi vê mijarê, bala we bikşînim ser xelet dîtinekê.
Gelî hevalan, li gellek cîyan, di gellek civînan da hinek hevalên me, jiber dil baqişîya xwe herdem bal dikşînin ser kar û barên sîyasî, ku ew bila bona rewşa Başûrê welêt bi hesasî bête kirin. Helbet divê her Kurd vê rastîyê tu caran jibîr neke, lê carina wisa tê gotin, wekî ku li bBakurê welêt karekî sîyasî bête kirin, ji ber zordestîya dagirkeran ewê zirarê bide Başûrê welêt. Na hevalên hêja, ev ne dîtinek rast e. Bila em zanibin, ku parastina destketîyên Başûrê welêt, bi hêz bûna sîyaset û bizava neteweyî li bBakurê welêt e. Herweha li parçeyên din jî, lê taybetî li Bakurê welêt. Roja ku bi sed hezaran leşker bona êriş bibin ser Başûrê welêt, seranserî bakurê Kurdistanê derbas dikin û heta sînora Başûr derin û li rastî tu helwestên dijber jî nayen, rewşek wisa tu caran li kêrî Başûrê welêt naye. Tank, top û cemseyên arteşa Tirk dikevin ser rîyan û heta sînora Başûr bi avekî konwoy diçin, lê ji kesekî dengekî dijber dernakeve, ev nabe. Bona vê jî, divê di bakurê Kurdistanê da sîyaset û bizavek bihêz, ya neteweyî, ya sîwîl û bêçek bête tevger kirin.
5. Piştê vana, ezê qala pêkerekî din bikim, ev jî bi mebesta kurte demê ye. Sala tê, li Tirkîyê du hilbijartin dê pêk werin. Yek bona serokkamîrî, bi ya din jî parlementoya Tirk tê hilbijartin. Hilbijartina serokkarî jî girîng e, ji ber ku ev dikane bibe sebeba alozîya vî welatî, daku arteş dixwaze vê hilbijartinê bona desthilatîya xwe bikar bîne. Encax, hilbijartina parlementoyê bona me hê girîng e, ji ber ku berajê di Zagona Hijbijartinê Ya Tirkîyê da bi tenê bona Kurda hatiye bicî kirin, ev asteng kirina partîyên Kurdî ye. Li Bakurê welêt bi tenê Partîya Civaka Demokratîk rêjeyek nizikî ji %6 distîne, berajê hilbijartinê jî ji %10 e û wisa dixıye, ku beraj dê danekeve. Herweha bi guhertinekê din, hijbijartina berendamên serbixwe jî hate asteng kirin, wekî berê ne hêsa ye. Peva vê rewşê jî, PCD ji partî û grubên Kurd dûr disekine. Heçku, heta ku ev bi partî û grubên Kurd ve nekeve nav pêywendî û hevkarîyê, hizmeta pêk anîna Blokekî Sîyasî ya Kurdistanî neke, di hilbijartinan da bi ser nakeve. Lewra, wekî ew hêvîdar in, tu partîyên Tirka bi wana ve nakevin nav hevkarîyek sîyasî. Wisa dixuye, ku di hilbijartina tê da PCD dê carek din rastî rastîya sîyaseta Tirkîyê bê. Ji ber vê ye, ku divê GXKND bala xwe bide hilbijartina tê û li gel PCD û Gruba Kurdên Azad pêywendîyên xwe qût neke, lewra ev bona dahûtîya sîyaseta bakurê Kurdistanê pêwîst e.
Ev xalên ku hatin birêz kirin, bona çespandina sîyaset û bizava Grubê girîng in. Lê nuha ez dixwazim cend tiştên din jî bêjim.
Ewil divê em bersiva pirsa, gelo em têkoşînek çawa difikirin, bidin. Ev, pirsek gellek girîng e. Bi ya min, ne hewceyî gotûbêjek li ser ku divê ev têkoşînek bêçek û sîwîl be, bête kirin. Ango, wekî “berxwedana sîwîl” bi nav dibe. Û divê em zanibin, ku berî her tiştî li bakurê Kurdistanê pêdivîya berxwedanek sîwîl heye û hewceye rojek pêşda ev bibe girseyî. Armanc, divê tevger kirina berxwedanek sîwîl be. Eger wisa be, vêcarê armazên ku emê hilbijêrin, ango modela ku emê bipejirînin jî divê xizmeta vî armancî bike.
Sazîyekî hilbijartî, wekî kongre an jî meclîs îro nabe. Ji ber ku tevgera bakurê Kurdistanê, ango grub û partî bi qasî ku bi hevra kanibin sazîyekî neteweyî, temsîlî û hilbijartî damezrînin, pirr mixabin hêna ne di nav hevkarîyek wisa da ne. Ewil, divê ev konax bidestkeve. Ji ber ye, divê GXKND ji damezrandina sazîyekî temsîlî û hilbijartî a nuha dûr bisekine, lê belê dikane bike armancê xwe.
Du, bê qeyd û şert, divê navenda giştî ya rêxistina ku têye fikirîn li Amedê be. Ne hewce ye, ku ez bêjim, lê dîsa jî divê ez bînim bîra we ku, ji îro şûnda divê navenda sîyaseta Kurdî Kurdistan be, hêza sîyasîya Kurd ji Kurdistanê derkeve û xwe bigihîne Tirkîyê û dinyayê. Ne ji Enqerê here Kurdistanê, ne ji Ewrupa here Kurdistanê, berevacî divê ji Kurdistanê here Enqerê, ji Kurdistanê derkeve xwe bigihîne dinyayê.
Tevger, ne hewece ye ku navekî dirêj lixwe ke. Navekî kurt û ku ewê baş têye fam kirin, bila bibe. Dibêjin, Gruba Xebat a Kurd ya Neteweyî û Demokratîk, ev navekî dirêj e û di hinek navan da peyva “yekbûyî” heye. Ne hewce ye, ku navekî wisa dirêj bikar bîne. Bo mînak, dema ku “neteweyî” bête gotin, ev wateya yekbûyî jî diparêze. Ji dest vê ye, nav dikane bibe “Tevgera Xebata Neteweyî.” Ewqas bes e.
Heta min pêşnîyazîyek din heye. Ez rêxistin û hevkarîya kes, grub û partîyan yên bi mebesta karekî neteweyî, wekî darekê dibînim. Wekî Dara Berû yê. Dara Berû bifikirin, gulîyên wê hene, qurma wê heye û reh û riçikên wê hene. Hemî xizmeta hêz bûna darê dikin. Reh, riçik û gulî hemî ne wekî hev in, ji wana hinek kurt in, hinek hê dirêj in, hinek jar û zirav in, hinek jî xurt û qalin in, lê gulî bi pêlên xwe tîrojên rojê, reh û riçik bi zilên xwe ji axê avê û mîneralan distînin û xizmeta xurt bûna darê dikin. Qurmê darê tevger e û ew jî xizmeta doza neteweyî dike. Ji ber vê pêşnîyazîyek min heye, ez dixwazin navekî nuh û şîrin bêjim. Bila navê tevgerê bibe “Tevgera Dara Berû” yê. An jî, “Îtifaqa Dara Berû” yê. Herweha, Dara Berûyê taybetîyek xwe ya din jî heye, rêlên li Kurdistanê ji %90 Berû ye.
Ez dixwazim li ser dîaspora jî bi kurtî cend tiştan bêjim.
Bi ya min sê hêlên ku ji dîaspora derfet bi destkevin hene.
Dîaspora dikane karê dîplomasîyê bimeşîne, li gel hêzên sîyasî û sazîyên navneteweyî, yên welatên din peywendî pêk bîne.
Dîsa dîaspora dikane alîkarîya aborî bike. Him ev dikane wekî kampanya û him jî wekî hatinek biîstikrar bi mehane bibe. Herweha dîaspora dikane bi gelê dîaspora ve peywendî damezrîne û gel bona doza miletê Kurd tevger bike, karê civakî û çandî bimeşîne.
Carek din bona we hemîyan silav û rêz.
http://www.nasname.com
(*) Ev axaftin jixweber hat kirin, paşê hat nivisîn. 12/18/2006
Posted in: Kurdi

Comments

There are currently no comments, be the first to post one!

Post Comment

Name (required)

Email (not required)

Website

CAPTCHA image
Enter the code shown above:

  
Barzani bir kez daha Bağdat’a dönerken…
Fehim Taştekin
İşin doğrusu, Kürtler hükümet oluşumunda öyle bir konuma geldi ki hem Iraklı rakip güçler hem de birbirine karşı nüfuz savaşı veren İran ve ABD, Barzani’yi bir an önce Bağdat’ta görmek istiyo...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (46)


Bu cehenneme ateş lazım!
Fehim Taştekin
Türkiye birkaç gündür Kobani ve Tel Ebyad’a top atışları yaparak nabız yokluyor. Bu, biraz Suriye sahnesindeki uluslararası güçlere yönelik ciddiyet gösterisi, biraz müdahaleye gerekçe yar...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (74)


X-large'tan X-small'a: Çaresizliğin hikâyesi
Fehim Taştekin
Malum Türkiye, 2014 sonrasında IŞİD’e karşı savaşta ABD’nin Kürtlerle kurduğu ortaklığı önleyemedi. Ankara’nın istediği ABD’nin TSK ve müttefik milis güçleriyle birlikte hareket etmesiydi. Şimdi...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (75)


Rus Ruleti ve Kürtlere Göz Koyan Katil Sürüleri!
Dursun Ali Küçük
Esad, öldüğü ve bittiği halde Kürtlere hiç bir şey vermez. İran ve TC içinde bu geçerli... ABD ve koalisyon Cenevre'de Kürtlerinde temsili için yol vermeli ve Kürtler bunu zorlamalıdır... E...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (74)


Bir rehineden, bir suçtan lütuf devşirmek
Fehim Taştekin
Bu alışverişin ‘al’ı papaz, ya ‘ver’i? Doğrusu Erdoğan geçen Temmuz’da öne sürülen Halk Bankası eski yöneticisi Hakan Atilla’ın iadesi ile bankaya yönelik olası cezanın müzakere...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (88)


Brunson pazarlığında ‘Fırat’ın Doğusu’ var mı?
Fehîm Işik
Türkiye ve Rusya, Suriye’ye ilişkin pazarlıklarda ABD’den istediklerini alabilmiş değiller. Bu nedenle ortak söylemlerle ABD’yi köşeye sıkıştırmanın hesabını yapıyorlar. Ayrıca Suriye yönetiminin MSD ile gör...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (85)


Kürtler Bağdat’a dönerken…
Fehim Taştekin
Barzani, referandum gecesi “Yarım asırdır savaşıyorum. Halkımla birlikte kitlesel ölümlerden, sürgünlerden, kimyasal katliamlardan geçtim” diyordu. Başarılı geçen referandumla birlikte uzun soluklu mü...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (113)


   «   [1]  2  3  4  5  6  7  8  9  10  »      
DESTPÉK      Tarix-belge      TEVKURD      Aslan Kaya -Baz      Fuad Önen      Media