Mirinê pir zû tu ji nav me bir lê navê te nemir e

Mirinê pir zû tu ji nav me bir lê navê te nemir e
Min got pismam sal zû dibuhirin, 16 sal derbas bûn. Hemû dost û hevalên te, zarokên te dersa matamatîkê dida wan, xortên te alîkariya wan dikirin hemû mezin bûne û di civat...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (793)


Xusûsîyetên Rojhilata Nêzîk
admin
Xusûsîyetên Rojhilata Nêzîk
Di sîyeseta Kurdistanê de du problemên esasî hene. Yek jê, taleba desthilatîya navendî lawaz e, taleba jêr desthelatîye, bi tirkî ”alt îktîdar” ew taleb xurt e. L&eci...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (952)


Serxwebûna Kurdistanê
admin
Serxwebûna Kurdistanê
Sîyeseta partî, rêxîstin,saziyên bakurê Kurdistanê dev ji hedefa serixwebûnê berda ye. Ji delva hedefênserxwebûnê, otonomî, federalî an demokrasî te parastin. D...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1060)


Qirîza Dewleta Tirk
admin
Qirîza Dewleta Tirk
Reyadarên vê dewletê, hertim dibêjin pirsgirêka me pirsgirêka hebûn û nebûna dewletê ye. Rast e. Yalçin Kuçuk dibeje ”em nekevin Musulê dê Diyarbekir ji des...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1332)


Kutilkên diya min, qeyda Fuad Onen û biyopolîtîka Foucault
Ferzan ŞÊR
Bîranîneke Fuad Onen ji bo fahmkirina kolonyalîzma biyopolîtîkî ya tirkan di warê teorî û pratîkê de bi awayekî xwezayî destnîşan dike. Ger ez neqil bikim ew ê ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1303)


Helwest û çalakî
Fevzi Namli
Di rewşek weha de gava li Amedê, Cizîrê, Şirnex, Silopya, Hezex, Nisêbîn, Gever û Dêrikê êrîşên hovana yên dewleta dagirker li ser gelê kurd berdewam dikin. Di heman dem&ec...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1296)


Kurdȇn Ȇzdȋ ȗ Qetlyama Ermeniya / Para duda
Eskerê Boyik
Kurdȇn Ȇzdȋ ȗ Qetlyama Ermeniya / Para duda
… Ferman. Gava vê peyvê dibêjin evdên Ȇzdî bi tirs û saw, bê hemdê xwe neheqî, kuștin û kokbirya civaka xwe bîr tinin. Xûn ji wê peyva xezeb diniqite. Ferman yan&eci...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3228)


   «   [1]  2  3  4  5  6  7  »      
  
22

Birêz Fuad Onenî ray, raman û serpêhatiyên xwe di du pirtûkan de nivisandî ye. Di vê bawerîyê de me, ku meqale û pirtûkên wisa, yên jiyan û tekoşîna gel ya di dîlimên cuda de ya dîrokê, pêwiste ji bo zelaliya dîroka me ya di demê nêz de, ji bo siyasetek nûjen û zanistayî û ji bo perspektîvên pêjderojan.
 
Dagîrker û kolonîyalîstên welatê me dabeş kirinin, ji bo em di derheqa jiyan, civak, çand, dîrok û zimanê xwe de, tecrûbeyên xwe, wek sermîyanekî giranbiha, negihêjînin cîlê nû, çi ji destên wan tên, texsîr nakin. Armanceke wan heye; ew jî ev e: Gelê kurd bê kok û bê reh bihêlin. Lê lome ji dijminan nabe; divê em defretan nede wan da ku poitikeya wan a koloniyalîstî hêsan nebe... 
 
Gelên ji pajderojên xwe ne agahdar bin, nikanin hevîyan ji pêjde rojên xwe jî bikin. Em nikarin pajderojên xwe biguherînin, lê em dikarin hevdema xwe fermbivin û di derheqa pêjde rojên xwe de bipojinin.
 
Ji bo cîlên nû, projên pêjderojên xwe bi şêwakî, zanistayî, tekûz û yekgirtî pêkbînin, divê di destên wan de dîroka pajderojên wan jî hebin. Pirtûk û nivîsandin ên di derheqa wextekî de, cîhekî de,yan bûyerekê de yan jî pêvajokekê de bên nivîsandin; cîlên pêjderojên jî dikanin di universîta de, di zanîngehan de tez û lêkolînên xwe di derheqa bûyerên cûda de, bi şewakî zanistayî binivîsînin û ji bo pêjderojan pêşniyar û projên xwe pêşkêş bikin. Gelo cîlên berî me yên di berxwedana Dersîmê, Zîlanê, Şex Saîdê nemirî, mêrxasên 49an ûhw bi şewakî berferehî binivîsandina û wek mîras ji me, cîlên 60î, 70î, re bihiştina, wê tekoşîna 70î çawa ba, yên dema 70yî binivîsandina, wê tekoşîna 80yî çawa ba? Bê gûman mirov nikare bersîvek sedîsed serast bide, lê dîsa gûman ji vê yekê nîne ku çewtîtêyên dibûn wê gelek ji wan nebûnan. Gelek caran tekoşîna gelê me bi tecrûbeyên ji mistewa pir nizim, dîsa destpê kirine, ew tekoşîn gîhaştiye mistewakê, piştî neserfketina tekoşînê, pêşengên pêvajokê yan hatinin kuştin, an hatinin girtin, an surgûn bûnin, an jî di jiyana xwe ya şexsî de bê deng manin, serpêhatî, û tecrûbeyên xwe nenivîsîndinin û  bi vê şewê, têkilyên di navbera doh û îro de hatinin birîn. Gelo mirov bêje em kurd di nivîsandi de bêkêrin, lawazin û teralin, wê çewt be?
 
Ji bo dîsa ew têkiliyan di navbera doh û îro de neyên birîn, divê kes/ên di demeke de di nava tekoşîna azadîyê de cîh sitendi bin, serpehatî û ramanên xwe binivîsînin da ku wan bi xwe re nebin gorê. Bi xwe gelek ji me yê di dema 60 û 70:yî de têkoşînin, êdî hêdî hêdî ji nav me koç dikin, ew mîrasê giranbiha bi xwe re dibin. Em ji bîrnekin, tekoşîna her kesî, beşek ji beşî mîrasê gelê kurd e; her çuqas kesan tekoşîn danin, lê ew sedî sed ne xwedîyê vî mîrasî ne. Dema mirov ne xwedî bin, divê mirov mîrasê gel li wî wergerîne.
 
Me tecrûbe û serpihatiyên xwe, ji bav û kalên xwe qerz kirine, lê xwedîyên wan zarok û neviyên me ne.  Ji ber vê yekê, bîranîn û biyografên wek ên Fuadî, hêjan û giranbiha ne. Kes û dezgahên di pêvajokên biyograf û bîranînên de ya di derheqa dîlêmên demekê de, têkildarbin, wazîfe dikevin ser milên wan, ku ew jî tiştên nivîskar/axafger kêm hiştiye, çewt aniye ziman, yan jî jibîrkirîye; wan kemasî û çewtîtiyan rast û tekûz bikin û tiştên hatin jibîrkirin ser zêde bikin; bê mirov hevdu biêşînin an jî çewtîtî û kemasiyan bikin, pirsgirêkan şexsi û şexsiyetê.  Bi kurtayî dive raman û kesayetî ji hevdu bê cûdakirin.
 
Cara yekem min navê Fuadî ni mintînga ya Mêrdînê bihîst, ez neşaş bim, di sala 1976an bû, axavwanê mitîngê Fuad bû. Wî bi van bêjanan dest bi axavtina xwe kir: ”Em neviyên, şex Saîd, Seyid Riza û Qazî Muhammed in!...” Hîn jî ev bêjên wî di guhên min de dikin çinginî. Wan bêjan tesîrek mezin li ser min hişti ne. Cara her paşîn jî kerwanên me li binxetê li hev rast hat. Bi xwe ez şahidê beşek ji jiyana wi û hevalên wî ya li binxetê ye ya ku wi di pirûn xwe de nivisandi ye…
 
 
Min her du pirtûkên birêz Fuat Onenî “Ray Raman û Bîranîn” û “Jiyan û helwest” di navbera çend rojan de xwend. Xwendina wan hêsan bû, bi zimanekî rojane hatibûn nivîsandin, ji ber vê yekê xwendina wan, bi herikandin bûn. Em hêla rast nivîsê û karanînan hinek bêjan deynin hêlekê, ji zimanê pirtûkan behn û tama Dêrika Çayê mazî, bêvil û devê mirovan dadigre. Devok xur dêrikî ye. Bi ya bin behna herêma ji nivîsandinê bê, ne çewte, lê divê mirov ji têkilyên di navbera dever û standarta ziman de agahdar be…
 
Birêz Fuadî ramanên xwe bi zimanekî nepir kompleks pêşkêş kirîye. Wek Albert Einstein dibêje, hemû divê qasî dibe wisa basît be, lê lê ne ji xwe basîtir be. Nivîskarê herdu pirtûkan, nerînên xwe bi şêwakî basît qasî jê bê famkirin anîye ziman, bê ku têgehên xwe bê naverok bike.
 
Di cureyê nivisdandinê de tevliheviyak heye, ew hem hevpeyivîn e, hem jî xwebiyografî ye. Di wê cura nivîsandinê de henek pirsgirêk derdikevin holê. Dema hevpayvîn be, ew kes/ên hevpayvînê dike/dikin, di pêvajok û çarçewa nivîsandinê de deshildarin, axavgêr gorî pirsan, ramanên xwe tîne ziman, zêde defretê wî/wê tune ye ku çavkanîn, fakt û ramanên xwe destnîşan bike. Tiştên di wê wextê de bê bîra wî/wê dibêje, bê dikanibe, bixemilîne û ji wan nerînên xwe şaxa berde, wisa xwe îfade dike. Di nivîsandina xwebiyografî de defretên mirov heye ku mirov fakt û ramanên xwe bi rêkûpek bîne ziman û çavkanîyen xwe bi dûhev rêz bike. Nivîskar bi xwe deshildarê çarçewê û pêvajoka raman û nivîsandinê ye.
 
Piştî min herdu pirtûkên birêz Fuadî xwendin, min xwebiyografîya Edward W. Said, bi navê  ‘Bê mal (îqametgeh)’, xwend. Nivîskarê pirtûka xwebiyografiya Edward Said, ew bi xwe bû. Ji bo min Fuad û Edward Said bi gelek şêwên cûda, dişibin hev. Herdu jî ji malbatên halxweş tên. Zarokiya herduyan di bin nîre dagirkeriyakoloniyalîstîye de dibihure, zimanên wan ên zikmakî ne desthildarin, di dibistanan de zimanên biyaniyan dixwendinin, çandiyên malê, ji çandiyan desthildaran cuda ne, herdu jî xwe di nava nasnama biyaniyan de, xwe biyanî dibînin, heta navê wan bi pirsgirêkin.
 
Edward Said têkilyê navê xwe û paşnavê xwe nikane fambike û li malê navê Fuad Fewad e, lê li dibistanê Fuad e. Qasî ez dizanim li Dêrikê paşnavên ku dewleta dagerker li dêrikiyan kirin ne, pir kêm dêrikiyan ew paşnav bi lêv dikin, zêde wek paşnav, navên malbatên wan bi lêv dikin. Ya pir balkeş e di pirtûka birêz Fuadî de navê nivîskar wek Fuad hatiya nivîsandin lê li ser wênên di pirtûka bi navê “Ray raman û Bîranîn” de, navê wî wek Fewad hatiya nivîsandin. Bê guman ji bo zarokekî bi şêwên cûda bi lêvkirina navê vî/wê, bi şêwakî tesîren neyînî li ser nasnama wî/wê dihêle.
 
Di nava cîhan û filistiniyan de Edward Said entelektuelekî bi navûdeng e. Fuad jî yek ji wan entelektuelê kurd yê li ber çavan e, serekeye û bi raman û helwesta xwe tê nasîn. Herdu jî bi helwestên xwe xwedî pozîsiyonin û kurkên xwe gorê bayê tê venakin. Nerîn û ramanên xwe gorî nerîn û politîka desthildaran ayar nakin, ew ji konformizmê dûrin. Ji ber cudebûna cureya nivîsandina herdu biyografan, pirtûka biyografiya Edward Said zêdetir hûrgilî ye, bûyer û kesên di jiyana wî de tekûztir, bi nav û navnîşan ne, tekilyên tekst û beşên tekstan, bêtir bi rek û pêk in.
 
Ji hêla helwest û xwedî derketina prensîbên raman û siyasetê, hevtayek xurt di navbera Fuadî û İsmail Beşikçiyî de dibînim. Herdu jî ji stratejiya edaptasiyona poitikaya desthildar û demewî dûr in, li ser raman û poitika xwe ya cudayî (ayqirî) dimînin. Nerînên xwe gora konjuktura demê berovacî û gorî hewa rojê nerînên xwe deforme nakin, di nerînên wan de xetek hevgirtî û bi îstiqrar heye.
 
Gorî daxwaza nerînên desthildaran, nerîn û xwestinên xwe, bi çivan û bi fenan, bênaverok nakin. Ji bo di platformekê de (Tv, rojname, konferans, semîner, qadetrala unuversîta ûhv) bên dîtin û bihîstin, hêjayên ramanên xwe nakin qurbana kunjuktura politîkayê ya demê. Mînak daxwaza yekîtî û sexwebûna Kurdîstanê, tekoşîna çekdarî, têkilyên di navbera legalîtê û îlegalîtê ûhw. Herdu birêzan bi nerîn û ramanên xwe mêrin û bi xwe bawerin. Wek pêşiyan jî gotinin: Mêrê camêr nakeve tora nemerdan. Lê di vê demê de gelek kesên kurd ên berbiçav, “sereke”, di tora nemerdan de diperpitin. Ji bo di platformên desthildaran de bimînin, hêje û prensîbên xwe, davêjin bin pêyan, nerînên wan ên doh û îro û du bêjên wan hevdû nagrin. Lê birêz Fuad ji vê yekê dûr e, xwedî helwest e û gorî nerîn û helwesta xwe dijî.
 
Di van rojan de, adeptasiyon û entegrasiyona bi sîstema dagîrker û koloniyalîst re, “nûjenî” moda ye, nerîn û daxwazên Fuadî dijberên sîstema desthildar in. Nerînên wisa wek ên birêz Fuadî di raya giştî ya li Kurdistanê de, wek demode tê qebûlkirin, lê li dijî hemû hêza konformîzmê, Fuad xwedî helwestek xwe ya tekuz e. Divê em vê gotina pêşiyan jî jibîr nekin. Mêr dimire nav dimîne, ga dimire çerm dimîne. Li Kurdistanê gelek kes hene sermezinin, bi navûdengen, desthildarin, lê ew yên demê ne, ew aktor û babetê raklamê ne, wê dîrok ji wan re rûpelên xwe veneke, bi kurtayî ew ên zû bên ji bîrkirin. Èn di nava rûpelên dîrokên bimînin ew kesên xwedî helwestin.
 
Fuad jî û Beşikçî jî bi hemû helwest û ramanên xwe, daxwaz dikin ku kesên kurd têkilyên xwe û yên sîtema serweiya tirkan bibirin. A her girîng, pêwistiya qutbirîna, hest û hişên kurd ji sîtema koloniyalîstan, heye. Heta kurd bi mejiyê kolonyalistan bifikirin, ziman û tegihiştinên wan bi kar bînin, û gorî rojewa wan tevbigerin, wê stratejî û politika kurd û Kurdîstanî çewt, kêm û seqet be.
 
Rastiyak berbiçav e, koloniyalîsta nebes, welatê me kurdan dagir û hebûna me talan kirinin, hiş û mejiyê me kurdan jî deforme kiri ne, bi nasnameya me lîstine, mixabin em bi tevayî didin pê rojeva politikeya desthildaran û em ji çarçewa têgeh û nerên wan dernayên.  Nebes welatê me kurda bûye kolonî, mejî jî bûye koloniya desthildaran.
 
Hîn jî hinek rewşenbîrên me (têgeha rewşenbîr rast nabînim, ew dewsa têgeha entelektuel nagre, lê nuha ez ê qîma xwe bi wê bînim), “em ê çawa dest ji Stenbûlê, Antalyayê berdin û em ê bes qima xwe bi Çolemergê bîne”. Ji ber ku ji bo wan Stanbûl û Enqera ji Çolemergê û Amedê pêjdetir û xweştir in.Gelo rewşenbîrên welatên bindest wek ew rewşebîrên destên wan ji Stenbûlê nabin, bifikiriyan, wê tucarian dewletên xwe yên serbixwe danemezirandinan? Na! wê her ji cîh û bajarên desthildarên xwe hest bikirnan û bi nîrê desthildaran razaîbanan. Gelo kîjan bajarên welatê Asiyayê, Afrîqayê yan jî Latîna Amerîqayê ji Londarayê, ji Parîsê, ji Madrîtê an jî Lizbonê xweştir in û pêjdetir in? Lê dîsa jî rewşenbîrên welatên bindest bi welatên xwe yê paşdimayî razîbûn û cûdabûn û serxwebûnan xwe xwestin û ew xwestin ji xwe re kirin sitratejîya politikeya xwe. Nuha rewşenbîr û siyasetmedarên desthidaran dibêjin kurdên welatparêz cûdaxwazin, dixwazin Tirkiye yê dabeş bikin, li dijê wê beşeke pir mezin ên rewşwnbîrên kurd bi israr dibêjin û her dubare dikin, naxêr! Ew necûdaxwazin, ew yekîtîya Tirkiye yê diparêzin!… Gelo ew qas ked, zahmetî, êş û xwîn ji bo paraztina yekîtîya Tirkiye yê bû?.... Paraztina Mili-yi Misak kar û barên wan ne?... Ji ber wê yekê nerîn û helwestên ên wek Fuadî û Beşikçiyî hêviyên pêjderojên in…  
 
Dikanim nerîna herdu hîjayan bi şêwakî pir kurt formule bikim: Divê wizyonek kurd û Kuristanî hebe.
 
Rewşenbîr (bi ya min entelektuel) û politîkvanên kurd zêde “yekîtîya” kurdan tînin ziman. Ew ji yekîtîyê, yekîtîya dezgahan famdikin. Ji yekîtîya dezgahan wêde, yekîtîya li ser vîzyonê pêwist e. Bi xwe kurd nabin yekgirtî û divên nebin yekgirtî jî. Yekgirtî bûn, bingeha dîktatoriyê ye.  Lê yek vîzyonî di nava pir ramanî û dezgahî de yek ji wan bingehan demokrasiyê ye.
 
Di helwesta Fuadî de mirov, girîngiya teoriyê, zanebûnê û ideolojîyê, di politikayê de, dibîne. Ew li ser xebat û karên xwe û hevalên xwe ji bo zanebûn û teoriyan siyasî yên xurt, bi bingeh û berfire, rawestiya ye. Dema min pirtûkên Fuadî xwendin ev pevên Woodin Alan hat bîra min: “Ez ji rastiyê nefret dikim, lê dîsa jî ku mirov bixwazî bîfe xweş bibîne, cîhê wê rastî ye.” Bi kurtayî bê mirov ji rastiya heye, dûrbikeve, li ser bingehê rastî û defretên hene politikayê bike. Divê mirov wezna politikaya stratejîk û politikaya rojane, bibîne. Yekê neke qurbana ya dinê. Îro girîngiya politikaya stratejîk, xwe zêdetir nîşan dide, ji ber ku politikane rojane, bi şewakî xurt û befire bûye desthildar. Mirov dikane bêje politika stratejîk wek demode têdîtin. Politîka şaredariyê dewsa polikaya stratejik wegirti ye, ev jî kurdan nagihêjîne azadiya rasteqîn.
 
Ji politika stratejîk armancên bingehî yê tekoşîna gelê kurd famdikim, wek piresîba self determination. Ji politîka rojane (politika şaredeariyê), başkirana rewşa gel ya rojane famdikim. Mafê perwerda bi zimanê zikmakî, dikeve nava çarçewa politikaya rojane, an jî destxistina belediya. Di vê dema kurd tê de dijîn, pewistiya teoriya berfire û ideolojiya xwe bispêre zanebûne, heye. êdî politika bêîdeolojî, bûye îdeolojî û politîka bêpirensîbî bûye pirensîb. Ji bo ev pêvajoka çewt berovacî bive, divê yên mîna Fuadî û Beşikçiyî pir bivin û helwest girtin bive etîk, axlaqê tekoşîna gel….
 
Di dema em têde dijîn, wêne û bêjên kurt û girover, li hev û bi heste bûye ideolojî û politika; kurt û bi kurmancî: Reklam û sloganan, dewsia teorîyê, zanistayê û ideolojîyê wergirtî ne. Dema bêîdolojîbûn bûye ideolojî, politikayê rengê xwe wendakirî ye, di politikayê de bê rengî bûye moda û ideolojiya baskê rast bûye ol û kilîş, Fuad komunistiya xwe diparêz e. Pewistî bi nerînên wisa yê wek yê Fuadî heye. Nerînên wisa, rê û perspektîva ji politika kurdayetî re vedike û dibe sed jibo desthildariya politika û nerînên konformîzmê.  Divê politika Kurdistanî, ji sloganên bênaverok azad bibin û vegere ser viziyanek kurdewarî, di vê vizyonê de yekîtiya axê, azadîya ramanan, azadiya xwe bi dezgah kirin û ji bo pejde rojan, biryardayina xwe bi xwe (self dermination) hebe.
 
Ji bo ramanên zelal û hevgirtî, pêwistiya têgehên rast û di cîh de bê karanîn heye.  Di derheqa têgehan de anakdodekê bêjim. Di salên 70:yî de welatparêzên Diyarbekiriyan di derheqa welatparêzên herêma Mêrdînê de digotin, “Mêrdînî bi mehan li ser babeta ku mirov pêl kezikê bike gelo ew kezik bi dînamîkên xwe yên hundurî yan jî bi dînamîkên derveyî dimre.” Rastiya vê yekê hebû.Tesîra determenizma têgehan li ser welatparêzên Mêrdînê zêde bû. Welatparêzên Mêrdînê bi mehan nîqaşa babeta mirina kêzikê dikirin, lê di vê rastiyê de paya Fuadî û hevalên Fuadî hebû, ji ber ku wan giringî didan ser têgehan, ev jî di bû sedema peşketina teorî û zanebûna di derheqa felsefê de. Ez dikani bêjim min jî ji wan nîqaşana sûd wergirt. Fuadî gelekî giringîyê dide têgehan ku wan rast û cîhê wan de wan bikarbînin. Ev helwesta Fuadî helwestek zanistayî ye. Tevayî wê helwesta Fuadî ya zanistayî, di cîh cîhan de mirov dibîne ku hîn jî Fuad ji determenizma têgehan azad nebûye.
 
Leo Zi dibêje, netewekî mezin wek mirovekî mezin e. Dema çewtîtiyakê bike, ew li çewtîtiya xwe heyî dibe, piştî lê hayî dibe wê qebûl dike. Piştî wê qebûl dike wê rast dike. Di derheqa giringiya rexna û xwe rexne kirin gelek tişt hatiye nivîsandin û hatiye gotin. Dikanim bêjim ên her zêde di derheqa rexne û xwe rexne kirin serê xwe êşandinin çepin û yên di temenên Fuadî de ne. Lê dîsa vê yekê bînim ziman ên her zêde bi navê rexnê, zulm û bêheqî li hev kirinin, çep bi xwe ne. Di helwesta Fuadî de xwe rexne kirin ber bi çav e. Rexna li nerîn û dezgahên derveyî xwe jî dike, ew jî mafekî xwezayî ye, ku nerîn, dezgah û kesên din jî bersîvê bidin wî, da ku raya giştî dikane bighêje qenaatekê. Wek mînak ew kesên di dema damezarindina DDKD de pêşeng bûn, têkilyên xwe û yên hevalên Fuadî zelal bikin, di navbera wan de çi niqaş derbas bûye, gelo tiştên Fuad tîne ziman durustin a na? 
 
Fuat di derheqa hinek fenomena wek A. Ocalan û têkilyên di navbera dewleta koloniyalîst û organîzasiyonên bi ser navên kurdan tevdigerin, nerînên xwe pir berfireh anîye ziman. Bi rastî ew nerîn cîhê nîqaşek berfireh e. Ji ber ku çarçewa babeta nivîsandina min, ne çarçewak niqaşek wisaye, bi kurtayi vê yekê dixwazim bînim ziman, Fuad wan têkilyan bi dewleta kolonyalîst re baş pêşkêş dike lê dijitiyak di naivabera wan tekilninan û navkirina wan de heye….  



Posted in: Kurdi

Comments

There are currently no comments, be the first to post one!

Post Comment

Name (required)

Email (not required)

Website

CAPTCHA image
Enter the code shown above:

  
Durum, 1975’in ‘Aşbetal’inden Beter
Fehîm Işik
Peki, uzlaştıkları Irak ordusu Haşdi Şabi ile birlikte ne yapıyor? Kerkük’e asılan Kürdistan bayraklarını indirerek ayaklar altına alıyor. Kerkük İl Meclisi’nin toplantı salonlarına İranlı dini liderlerin posterlerini ası...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (11)


‘Suçlu sensin!..’
Ahmet Kahraman
Şimdi, Amerika’yı suçlamak kolay. Ancak, başlarına gelecekleri, çok önceden anlatmaya çalışmış, hatta Türklerin yüklediği petrol tankerine de el koymuş, ama uyandıramamışlardı, onları. Sonunda olan olmuş, &uu...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (18)


Kerkük dersi
Hejarê Şamil
Kerkük, yüzyıllar boyunca düşmanlarımızın ve yabancı sömürgecilerin idaresinde bulunan bir Kürdistan kentidir. Son altı ayda Kürd idaresi altındaydı. Bu altı aylık gurura, umuda darbe vurulduğu doğrudur. Oysaki y&uu...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (19)


Kürtlerin kazanımlarına yazık oldu
Ahmet Kahraman
Kürt düşmanları Araplar, Acem ve Türkler, anında bir ve beraber oldular. "Kardeş” dedikleri Kürtlerin canı olan kazanımlarını ellerinden almak için çember oluşturup ortak manevralara başladılar. Türklerin...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (26)


Kurmaysızlık Hezimeti-Kerkük
Hüseyın Turhallı
Buna göre mesela Dr. Süleyman Pêşmerge güçlerinin komutanı olsaydı kesinlikle şunları yapardı. Pêşmerge güçlerinin elinde tuttuğu sınır hattından başlayarak bütün geçiş hatlarını mayın v...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (26)


Savaşın ve Diplomasinin İlk Raundunu Kürdistan Kazandı
Dursun Ali Küçük
Haşdi Şabi Kürtler için yeni İŞİD’dir. Kürtler koalisyon ile birlikte özellikle kara savaşında İŞİD’i ve bütün türevlerini, dolayısyla TC’yi yendiler. Kerkük yeni koşulların Kabane’s...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (23)


Kürtler hala düşünüyor!..
Ahmet Kahraman
Ulusalcı generalleri tutuklayıp hapisle “terbiye" ettiler. Sonra “aldanmışız" diyerek, onları duvarlar arasından çıkarıp öptüler. Ardından ittifak kurdular. İttifakı adliye, medya gücü ve polisle takviye ederek,...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (24)


   «   [1]  2  3  4  5  6  7  8  9  10  »      
DESTPÉK      Tarix-belge      TEVKURD      Aslan Kaya -Baz      Fuad Önen      Media