Mirinê pir zû tu ji nav me bir lê navê te nemir e

Mirinê pir zû tu ji nav me bir lê navê te nemir e
Min got pismam sal zû dibuhirin, 16 sal derbas bûn. Hemû dost û hevalên te, zarokên te dersa matamatîkê dida wan, xortên te alîkariya wan dikirin hemû mezin bûne û di civat...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (534)


Xusûsîyetên Rojhilata Nêzîk
admin
Xusûsîyetên Rojhilata Nêzîk
Di sîyeseta Kurdistanê de du problemên esasî hene. Yek jê, taleba desthilatîya navendî lawaz e, taleba jêr desthelatîye, bi tirkî ”alt îktîdar” ew taleb xurt e. L&eci...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (776)


Serxwebûna Kurdistanê
admin
Serxwebûna Kurdistanê
Sîyeseta partî, rêxîstin,saziyên bakurê Kurdistanê dev ji hedefa serixwebûnê berda ye. Ji delva hedefênserxwebûnê, otonomî, federalî an demokrasî te parastin. D...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (871)


Qirîza Dewleta Tirk
admin
Qirîza Dewleta Tirk
Reyadarên vê dewletê, hertim dibêjin pirsgirêka me pirsgirêka hebûn û nebûna dewletê ye. Rast e. Yalçin Kuçuk dibeje ”em nekevin Musulê dê Diyarbekir ji des...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1129)


Kutilkên diya min, qeyda Fuad Onen û biyopolîtîka Foucault
Ferzan ŞÊR
Bîranîneke Fuad Onen ji bo fahmkirina kolonyalîzma biyopolîtîkî ya tirkan di warê teorî û pratîkê de bi awayekî xwezayî destnîşan dike. Ger ez neqil bikim ew ê ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1204)


Helwest û çalakî
Fevzi Namli
Di rewşek weha de gava li Amedê, Cizîrê, Şirnex, Silopya, Hezex, Nisêbîn, Gever û Dêrikê êrîşên hovana yên dewleta dagirker li ser gelê kurd berdewam dikin. Di heman dem&ec...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1189)


Kurdȇn Ȇzdȋ ȗ Qetlyama Ermeniya / Para duda
Eskerê Boyik
Kurdȇn Ȇzdȋ ȗ Qetlyama Ermeniya / Para duda
… Ferman. Gava vê peyvê dibêjin evdên Ȇzdî bi tirs û saw, bê hemdê xwe neheqî, kuștin û kokbirya civaka xwe bîr tinin. Xûn ji wê peyva xezeb diniqite. Ferman yan&eci...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3023)


   «   [1]  2  3  4  5  6  7  »      
  
09

Di van çend rojên dawî de pirtûkên Mamoste Fuad Onen dixwînim. Piştî her dû jî xelas bûn min biryar da ku wek ciwanek Kurd divê ez naveroka wan bi raya xwe binirxînim. Baweriya min bi vê yekê heye ku siyaseta pêşiyên me meşandine bi her awayî wê ji yên dû me werin re bimîne û yên dikarin tiştan bigûherînin em in. Weke mamosteyê hêja jî di pirtûkên xwe de dide fêmkirin di siyaseta kurdan de destpêkirina ji sifirê ne mimkun e. Ew çax ji bo pêşketinê pêwist e ku em tiştên diecibînin-naecibînin diyar bikin û ji bo gûhertina wan bixebitin.



Fuad Onen di pirtûkan de her çiqas gotiye di nirxandina dîrokê de objektîvî ne mimkun e jî bi ya min ew nêzî objektîviyê bûye. Bi vî awayî behsa jiyana xwe, ray û raman û bîranînên xwe, helwesta xwe kiriye. Nivîsandina wan çiqas ji zimanê çîrokiyê dûr be jî zaroktiya Dêrikê, “zilamtiya” Stenbolê, veger, zaningeha Îzmîrê, Kurdayetî, şoreşgerî, komunîstî, siyaseta kurdan ya li hember dewleta Tirk, darbe, şer… Nizanim çima lê ev hemû ji min re weke çîrokê hatin.



Ji her rûpelekê bêhna zanebûnê difûre. Bêguman ev ji ber temenê mirovan e jî lê ya mamoste ne tiştek wusa ye. “Ray Raman û Bîranîn” hem ji bo nasîna şexsiyeta Fuad Onen girîng e hem jî ji bo pişt serhildana Şêx Seîd, jenosîda Dersîmê ango “bêdengiya 30 salan” destpêkirina siyaseta kurdan. Şiklê periyodîzekirina dirokê fikrek pir baş bûye. Li hember pirsan Fuad Onen bersivên têr û tije daye. Ji xwe weke siyasetmedarekî kurd fikra nivîsandina pirtûkên wiha bi serê xwe tiştek taybet e. Taybetiyek din jî nivîsandina bi kurdî ye. Bawer dikim bi vê naverokê tirkî bihata nivîsandin wê tu wateya wan nemana. Ji aliyek din tê nîşandan ku dema mirov bixwaze kurdî bi kar bîne di her warî de dikare vê bike. Hem di axaftina rojane de hem jî ya teorîk de tu pirsgirek dernakeve. Li hember argûmanên ku kurdî têra behsa siyaset û teoriyên me nake em dikarin wan wek mînakên baş bidin.



Madem me li jor behsa teoriyan kir em bi teoriyan bidomînin. Ji xwe di axaftinan de hertim behsa teoriyan tê kirin. Ji ber ku Fuad Onen û rêxistinên wê demê riya komunîzmê hilbijartine herî zêde li ser wê sekinîne. Birastî ez aniha difikirim û di fêmkirina vê yekê de zorî dikişînim: Hûn xwediyê welateke dagirkirî bin, netewa we bindest be, zimanê we were qedexekirin, ji welatê xwe dûr di nav welatek kolonyalîst de bijîn pêwist e hûn berî her tiştî ji bo azadiya welatê xwe bixebitin an bi teoriyên Marx, Lenîn, Mao bi hev dû re şer bikin? Beriya xurtbûna PKK an dema hêj nehatiye damezrandin bi jimara rêxistinên kurdan yên di nav Tirkiyê de şaş mam. Nizanim ev rêxistin komunîzma Çînê diparêze, ev ya Sovyetê diparêze, yeka din tiştek din dibêje… Ma di nav ewqas camêran de kesek jî ranebûye negotiye ev çi hal e? Komunîzm şiklek birêvebirinê ye, ka hûn xwedandewlet in ku şeklê rêvebirina wê nîqaş dikin? Min heta aniha qet nebîhîstiye ku rêberên komunîst di derheqê rewşa Kurdistanê de tiştek gotine. Heta di têkçûyîna Komara Kurdistanê de vekişîna Arteşa Sor ango Sovyetê faktora herî girîng e. Heke Sovyetê jî komunîzma xwe li gor berjewendiyên xwe ava kiriye ew çax çi hewce dike bi nîqaşên wiha kurd enerjiya xwe xerc bikin. Mamoste behs kiriye di nîqaşek de pirtûka Mao avêtiye ber Duran Kalkan gotiye li vî rûpelî binêre û di derheqê Sovyetê de çi dibêje bixwîne. Di vê derê de min cihê Kurdistanê nedît. Xwezî van nîqaşan hemû li ser xelaskirina Kurdistanê bihata kirin. Heke wê enerjiya ji bo van mijaran hatiye xerckirin ji bo Kurdistanê bûya divê aniha em di rewşek baştir de bûna. Ji aliyek din komunîzm bi heqiqeta kurdan re çiqas eleqedar e? Proleterya, bûrjûvazî, keda karkeran hwd. di jiyana kurdan de cihek çawa digire? Ez nikarim bifikirim ku ji me “feodalan” re wê komunîzm çawa bibe. Komunîzm bi xwe pirsgirekên çînî esas digire , lê pirsgireka me ne çînî ye, netewî ye. Eger li holê heqîqetek giran hebe divê mirov li gor wê heqîqetê tevbigerin. Rojek pirsgireka me ya netewî bi dawî bibe wê rojê kê çi îdeolojî tercîh dike dikare biparêze. Lê bi ya min “aniha” van riyên cûda me ji armanca me ya herî mezin dûr dixin. Beriya rê ji hev biqetin divê em tev li ser riyekê kom bibin û heta bigihêjin armanca xwe bi hev re bimeşin. Lewra di dinyayê de şerên li hember dewletên kolonyalîst hertim wiha bûne.



Bi taybetî ji bo ku mirov ji serî de û bi awayekê objektîv dîroka PKK hîn bibin “Jiyan û Helwest” gelek girîng e. Bi awayeke periyodîzekirî û berfireh hatiye nirxandin. Ji destpêkê heta aniha di çi dewran de derbas bûye, mijarên weke girtina Ocalan çawa lê tesîr kiriye, zîhniyeta rêvebiriyê çawa ye, karê xwe çawa dimeşîne tê îzahkirin.



Nasîna şexsiyetên weke Kemal Burkay, Dr. Şivan, Ocalan jî cihêk girîng digire di pirtûkan de. Ev girîngî, min berê jî gotibû, ji objektîviya “axêver” tê. Di mesela jenosîda Ermenan de jî helwesteke wusa heye. Her dû pirtûk jî ji bo mîna “ansiklopediyên siyaseta Kurdistanê” binavkirinê re hêja ne. Heke em zêdetir bikevin nav mijarên wan vê nivîsê wê ji pirtûkan dirêjtir be.



Xwezî her xwedîtecrubeyên me pirtûkên wusa binivisandina û weke min di nivîsa xwe ya yekem de ya ku ji mamoste îlham girtibû me ji nav bêhêvîtiyê derbixista û ji me re bigota: “Belê, hûn dikarin bikin.”

 

Kubra Hîwa

09/05/2013

http://www.evrenselvicdan.com

Posted in: Kurdi

Comments

There are currently no comments, be the first to post one!

Post Comment

Name (required)

Email (not required)

Website

CAPTCHA image
Enter the code shown above:

  
Kürdistan’ın ve Kürt Partilerinin Dostları ve Düşmanları!
Dursun Ali Küçük
Kürdistan’ın ve Kürt Partilerinin Dostları ve Düşmanları!
Bunlarda genellikle Kürdistan’ın arka cephesi “dostlar” dan oluşur. Kürdistan dört parçaya ayrıldığı ve parçalandığı için her sömürgeci devlet veya bunlara yakın düşen bölge de...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (722)


Kandile Operasyon Ne zaman?-
Dursun Ali Küçük
İlahide çatışma ve iç savaş denilirse, biz birbirimizle uğraşırken, boşa kan dökmeye devam edip iyice bataklığa girersek, bir bakarsınız TC, İran, Irak, Suriye Kürdler karşı anlaşmışlardır. Bu kez TC ve İran desteklediklerini ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (539)


Genaral Said'ın Flaş Dıskındeki Askeri Dersler!
Sait ÇÜRÜKKAYA
Genaral Said'ın Flaş Dıskındeki Askeri Dersler!
Yıldırım savaşı, (Almanca Blitzkrieg, okunuşu → Blitskriig) II. Dünya Savaşı'nda Almanların savaş doktrinidir. Doktrinin amacı hızlı ve ani saldırılarla, düşmanın düzenli bir savunma kurmasını engelleyip sonra da hızlı bir şekilde...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (830)


El Bab Hüsranından Rakka Hayaline
Mustafa PEKÖZ
Rusya’nın belirlediği sınırlar içerisinde hareket eden Türk ordusu ve Radikal İslamcı Güçler, El Bab’dan çekilecek ve bölgeyi Esad askeri güçlerine teslim edecektir. Bu bakımdan Türk as...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (534)


süpekulesyonlara yanıtımdır
M. Selim Çürükkaya
 süpekulesyonlara yanıtımdır
Kardeşim, Kürtler'in değerini ancak yaşamını yitirdikten sonra kavradığı rütbesiz bir Genaraldi.  Çekimde olan Fin devlet televizyonunun kamerasının önünde patlama oldu. Her şey ayan beyandır.  Kardeşim mayınlar...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1066)


“İmralı Süreci”
Sait ÇÜRÜKKAYA
“İmralı Süreci”
. Dağdayken tüm olayları  ayrıntılı değerlendirebilecek kapasitemiz ve olanağımız yoktu. Şimdi ayrıldık diye tekrar subjektif bir değerlendirme  yapmanın yanlış olacağı düşüncesindeyim. Objektif olarak örneğin ben, Kongr...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1306)


Kürd Gençliğinin Rol Modeli Dr Süleyman
Yusuf Ziya Döger
Kürdler onun hayatını dikkate almalı ve oradan millet olmanın sırrını çözmelidir. O gelecek nesillerin rol modeli olacak bir yaşam ortaya koydu. Şehadeti makbul ve yolu Kürd gençleri için rol olmalıdır. Ç&uu...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (700)


   «   [1]  2  3  4  5  6  7  8  9  10  »      
DESTPÉK      Tarix-belge      TEVKURD      Aslan Kaya -Baz      Fuad Önen      Media