Mirinê pir zû tu ji nav me bir lê navê te nemir e

Mirinê pir zû tu ji nav me bir lê navê te nemir e
Min got pismam sal zû dibuhirin, 16 sal derbas bûn. Hemû dost û hevalên te, zarokên te dersa matamatîkê dida wan, xortên te alîkariya wan dikirin hemû mezin bûne û di civat...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (793)


Xusûsîyetên Rojhilata Nêzîk
admin
Xusûsîyetên Rojhilata Nêzîk
Di sîyeseta Kurdistanê de du problemên esasî hene. Yek jê, taleba desthilatîya navendî lawaz e, taleba jêr desthelatîye, bi tirkî ”alt îktîdar” ew taleb xurt e. L&eci...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (953)


Serxwebûna Kurdistanê
admin
Serxwebûna Kurdistanê
Sîyeseta partî, rêxîstin,saziyên bakurê Kurdistanê dev ji hedefa serixwebûnê berda ye. Ji delva hedefênserxwebûnê, otonomî, federalî an demokrasî te parastin. D...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1060)


Qirîza Dewleta Tirk
admin
Qirîza Dewleta Tirk
Reyadarên vê dewletê, hertim dibêjin pirsgirêka me pirsgirêka hebûn û nebûna dewletê ye. Rast e. Yalçin Kuçuk dibeje ”em nekevin Musulê dê Diyarbekir ji des...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1332)


Kutilkên diya min, qeyda Fuad Onen û biyopolîtîka Foucault
Ferzan ŞÊR
Bîranîneke Fuad Onen ji bo fahmkirina kolonyalîzma biyopolîtîkî ya tirkan di warê teorî û pratîkê de bi awayekî xwezayî destnîşan dike. Ger ez neqil bikim ew ê ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1304)


Helwest û çalakî
Fevzi Namli
Di rewşek weha de gava li Amedê, Cizîrê, Şirnex, Silopya, Hezex, Nisêbîn, Gever û Dêrikê êrîşên hovana yên dewleta dagirker li ser gelê kurd berdewam dikin. Di heman dem&ec...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1296)


Kurdȇn Ȇzdȋ ȗ Qetlyama Ermeniya / Para duda
Eskerê Boyik
Kurdȇn Ȇzdȋ ȗ Qetlyama Ermeniya / Para duda
… Ferman. Gava vê peyvê dibêjin evdên Ȇzdî bi tirs û saw, bê hemdê xwe neheqî, kuștin û kokbirya civaka xwe bîr tinin. Xûn ji wê peyva xezeb diniqite. Ferman yan&eci...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3229)


   «   [1]  2  3  4  5  6  7  »      
  
07

 “Bi sebeb ku kolonyalîst ewilî nifûzî mejiyê me dike, divê mirov fîşeka ewilî bera mejiyê xwe bide.” Frantz Fanon

 
Pirtûka Fûad Onen ya bi navê “Ray Raman û Bîranîn” a ji teref weşanxaneya Perî hatiye çapkirin ket nav rêza berhemên bi zimanê kurdî. Pirtûk bi zimanê kurdî û bi şêweya hevpeyvînê hatiye nivîsandin û di meha tebaxa 2012yê de li Stenbolê hatiye çap kirin.
Di pirtûkê de pirsên piralî yên derheq mijarên guhertî de, bi şîrove, rexne û nirxandin hatiye minaqeşekirin. Wek nimûne: dîrok û bîranîn, siyaset û ideolojiya tirkan a bi têkîliyên kurdan re, şêweya damezirandina Komara Tirkiyê û netewa tirk , têkîliyên eşîretiyê û bajarên kurda, periyodizekirina siyaseta kurdistanî û karê rêxistînî û hw. Jenosîda li ser netewa kurd tê meşandin; têkîliyên kurd û ermenan û herweha jenosîda li ser gelê ermen hatiye meşandin; têgîna jenosîdê û fahma siyaseta kurdî ya derheqê jenosîdê mijarek taybet ya pirtûkê ye. Beşek pirtûkê jî li ser jiyana Fûad Onen û deverên jiyayê ye. Di taliya pirtûkê de nivîseke Fûad Onen a li ser Seîd Kirmizitoprak (dr. Şivan) hatiye weşandin.
 
Bi rexmê pirtûk çend meh berê hatiye weşandin, ji bo balkişandin, nasandin û hafize tazekirna xwendevanên kurd, min pêwîst dît kurtaya mijarên di vê pirtûkê de binivîsim.
Kurdên bakurê Kurdistanê ên bi kurdî duxwînin gelek hindik in. Gelek ji wan bi mijara ziman û edebîyata kurdî meşgul in. Pirsgirêkên siyasî, îdeolojîk, civakî, dîrok û rêxistînî zêde ne di bala wan de ye. Mixabin, kurdên bi van pirsan eleqederin xwendin, nivîsandin û gotubêjên xwe bi zimanê kujerê xwe (tirkî) dikin. Vê helwesta xelet bandora xwe li ser raya giştî ya kurd hiştîye. Wek encamê vê proseyê, girseyek mezin a bi zimanê tirkî li agahdarî û gotubêjên siyasî, civakî û kulturî guhdarî dike, çêbûye. Ji bo wê jî gelek nivîskarên kurd yên bi kurdî dest bi nivîsandinê kirin, xwe li ber vê pêla ji zimanê xwe dûrketinê negirtin. Wan jî dest pêkiriye bi tirkî dinivîsînin. Mixabin vê rewşa neyîni, diyar dike ku elîta siyasî ya kurdî heta çi radeyê di mejî û hestên xwe de felc bûye û ji bo wê jî bi îrade û înada welatperweriyê liberxwenade û helwesta netewî nastîne; serî ji siyaseta dagirker datîne û dibe alîkarê siyaseta asîmilasyonê. 
 
Li hember vê tofana tirkîyetiyê ya biser gelê kurd de hatiye, Fûad Onen bi kurdî fikirandin, axaftin û nivîsandinê helwest girtiye. Di vê xebata xwe de Fûad Onen diyar dike ku mirov bi zimanê dayika xwe (kurdî) kare ray û ramana xwe ya di hemû waran de (civakî, siyasî, manewî-kulturî uhw) binîvîse, şîrovebike, binirxîne, rexneyan bike, fikrên nuh biafirîne û xwedî helwestek şoreşger û welatparêz be.
 
Encamên ez ji vê helwestê derdixim ev e: mirov bi zimanê xwe nexwîne, nenivîsîne dê nikaribe bi kurdî bifikire û ramana netewî biafirîne; herweha dê mirov nikaribe bi helwestên wealtparêz tevbigere. Diyar e dagirker tahrîbata herî mezin di mejî û hestên me de kiriye. Ji bo em ji van tahrîbatan rizgarbinwê divê em li hember zimanê dagirker (tirkî) xwedî helwest bin. Divê xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî li ser me watîni û helwesta welatperwerîyê be. Ji bo mirov karibe rast bifikire, rê û rêbazên nuh bibîne û siyaseta pêwîst biafirîne divê axaftin, xwendinn, nivîsandin, nirxandin, rexn û gotubêjên xwe bi kurdî bike.
 
Pêşgotina kitêbê bi têkiliya helwest û jiyanê û rola mirovî di van têkiîliyande destpêdike: “Jîyan helwest e. Mirov bi helwestan jîyana xwe watedar dike. Qesta min ne helwestên temaşekar in yên midaxelekarin.” r. 10. Sedemên ji bo çi Fûad Onen heta nuha nivîskarî nekiriye bi vê cumleyê tê îfadekirin: “Karê nivîskariyê ji bo min tenê ku perçeyekî xebata sîyasî û jîyana rêxistinî be rewa ye. Ji xêndî xwe, ji bo tu kesên din jî wisa nafikirim, ango ev ne helwesteke giştî ye, bi taybet û tenê ji bo nivîskarîya min e. “ r. 11
 
Beşê pirtûkî yê destpêkê li ser bîranîn û girîngiya wê ye. Mijara bîranînê, girîngî û tekiliya wê ya bi dîrokê re tê minaqeşekirin. Bîranîn wek beşek dîrokê tê nirxandin: “Ew kesên ku di civata xwe de bûne fenomen û tesîr li civata xwe kirine, tiştên ku bûne û qewimîne tînin ziman û dinivîsin; ji wan nivîsan re bîranîn dibêjin.” r. 23. Ehemiyeta bîranînan jî wenî tê nirxandin: “... tu kes ji bo bîranînên tu kesî nikare bêje ku erê ev wesîqeyeke dîrokê ye, objektîv e û bê lêpirsîn em dikarin van wesiqeyan bi kar bînin. ... r. 25
 
“Di bîranînan de ya herî mihum teferuat e. Tiştên ku tu di pirtûkên dîrokê de nikarî peyda bikî, tu di wan bîranînan de peyda dikî. Carinan hin teferuat ufka (asoya) mirov ya fikirandinê fireh dike, û heta dihêle ku mirov şiklê nêrîna xwe biguherîne ...” r.31
Di mijara dîrokê de li ser şîroveya têgîna dîrokê û cînsên wê hatiye rawestandin û wek nimûne behsa sê cînsên dîrokê: dîrokên fermî, dîrokên mixalif û dîrokên veşartî tê kirin. Derheqê têgîna dîrokê Fûad Onen dibêje: “li gor qenaeta wî, dîrok ne ilm e. ... Dîrok di navbera ilm û îdeolojiyê de dîsîplînek e, dîrok ji ilmî wêdetir hîn nêzî îdeolojiyê ye. Lê hek dîrok dîrokên fermî bin, sedî sed îdeolojîk in û ji ilmî gelek dûr in. Dîrokên mixalif bi sebep ku li hember fahmên serdest derdikevin, hîn nêzî ilmî ne.” r.24
Di berdewamiya şîroveya dîrokê de Fûad Onen dibêje: ‘Divê ku mirov rabirdûyê wek pirsgirêka tengayiyên îro û avakirina dahatûyê hilîne dest.‘ Bi Tirkî: ‘Geçmiş bu günün açmazları ve yarının kuruluşu sorunu olarak ele alınmalıdır.‘ r.26-27
Fûad Onen balê dikşîne ser pêwîstiya zanebûna dîroka Kurdîstanê û wê di çend xalan de şîrove dike: “Yek; halê ku îro Kurd tê de ne, rewşa ku îro Kurdîstan tê de ye, ji bo em wê baş fêm bikin, lazim e em li dîrokê binêrin. Didu, ... ez dixwazim Kurdîstaneke yekgirtî, Kurdîstaneke serbixwe ava bibe û li vê dinyayê cîh bigire. Ji bo wê jî ez li duh dinêrim. Yanî ne tenê ji bo ku ez ´îro` fêm bikim lê dinêrim, jı bo ku ez ji xwe re pêşerojekê ava bikim, lê dinêrim.” r.27
Di heman mijarê de li ser nerîn û nirxandinên siyasetmedarên kurd hatiye rawestandin. “Di vê niqteyê de em dikarin qal bikin ku gava ku gelek ji me dest bi kar dikin, di serê xwe de ji sifirê dest pê dikin. Ne ku di realîteyê de sifir e. Bi subjektivî ji sifirê de dest pê dikin bi sebeb ku tecrubeyên berê ne li ber destan e û ji bûyerên berê ders nehatiye girtin û nebûye tecrube. Û di heşê xwe de ji sifirê dest pê dikin. Yek ev e.
Ya din jî fahmê tarîxa Kemalîst ev e. Esasen li dinyayê jî, di nav miletên din … de jî fahmekî wisa heye. Her kes ji bo ku xwe bipesinîne, beriya xwe dadixe sifirê an binê sifirê.” r. 39
 
Wek beşekî vê mijarê, derheqê pirtûka Mesûd Barzanî, nirxandin û şîroveyek balkêş heye: ”Ew pirtûk ne bîranînên Mesûd Barzanî ne, bi ya min hewldana nivîsandina dîroka fermî ya li ser zemîna Partî Demokrata Kurdîstanê ye. Gelek agahiyên cidî tê de hene, pirtûkeke gelek xweş e, gava mirov dixwîne mirov gelek tiştên hêja jê fêr dibe. Û tesîrê li hestê mirov jî dike.
Derheqê nivîsandina tarîxê, anjî rabirdûyê de wek rexneyekê be jî daxwazek ji nivîskarên kurd tê kirin: ”Lê bi rastî ez daxwaz dikim ku gava ku yek li ser rabirdûyê dinivîse, bila çenekî nêzî objektîvîtiyê be û bila ne bi fêhmê tengegrûbî û ne jî bi fêhmê tengeperçeyî binivîse. Bi sebeb çawa fêhmê tengegrûbî xisar daye Tevgera Azadiya Kurdîstanê, belkî ji wê jî zêdetir tengeperçeyî jî xisar daye Tevgera Azadiya Kurdîstanê. Ji bo wê gava ku Mesûd Barzanî dinivîsîne, divê wek pêşewayekî Başûrê Kurdîstanê nenivîsîne, divê ku Kurdîstanî bifikire, ji tengeperçeyî xelas bibe û ji tengegrûbî jî dûr bikeve.” r.43
Nirxandin û şîroveya derheq bîranînên di van salên dawîyê de hatine nivîsandin û rexneya li çerçeweya nîqaşên li ser wan hatine kirin, xaleke balkêş e: ”Ev nivîsandina bîranînên vê dawiyê ji aliyekî ve baş e. Niqaşên ku li ser derdikevin baş in. Lê tiştê ku ez dibînim di çarçoveyeke nebaş de niqaş çêdibin. Sebebê ku di çarçoveyeke nebaş de niqaş dibin ji aliyekî ve xwediyê bîranînan e, aliyê din jî atmosfera fikirî ya Bakurê Kurdîstanê ye. Atmosfera fikirî li Bakurê Kurdîstanê ji helwesta rewşenbîrî gelek dûr e. … Atmosfera rewşenbîrî û fikirî li Bakurê Kurdîstanê di asteke pir nizim de ye. Û em dikin û nakin nikarin sewiyeya van niqaşan bilind bikin. r.46
Taybetmendiyek struktura civakî ya Kurdistanê ew e ku heta dema me rêxistinên civakî yên eşîrtiyê hebûna xwe diparêzin. Di pirtûkê pirsgirêk û sedemên berdewamiya eşîrtiyê jiber ku Kurdistan wek herêmek dûr di bin hukmê dewletên navendî de bûye û herweha tunebûna dewleteke navendî ya kurdî tê nirxandin. r. 63
 
Eşîrtî rêxistinek civakî û ya siyaî ye
Rêxistina eşîrtî wek rêxistineke civakî û siyasî tê nirxandin. Li Kurdîstanê bi awayê rêxistinên siyasî yên herî kevn û yên herî demdirêj hikum kirine eşîr in. Heta em dikarin bibêjin ku têkiliyên eşîrî, kêmasiya dewletê jî telafî kirine.r . 64
“Bi vê wateyê eşîrtî di nav Kurdan de rêxistineke hiqûqî û siyasî ye û bi xwe re çandek jî pêş xistiye. Kurdan bi van rêxistinên eşîrî ewqas sal jiyana xwe dewam kirine, li ser lingan mane û xwe bi van rêxistinên eşîrî parastine.” r.65
Eeşîrtî wek rastiyek civaka kurd tê nirxandin : “Em eşîrtiyê wek dijmin nabînin, eşîrtî realîteya civaka me ye, em ne eşîrparêz in lê wek realîteya civaka xwe nas dikin û qebûl dikin, li gor pîvanên xwe yên fikirî û siyasî jî eşîrtî û rêxistinên din yên civaka xwe dinirxînin. Serokeşîrtî bi tena xwe ne tiştekî baş e û ne tiştekî xerab e jî, karê xwe çawa dimeşîne, li gor kîjan ray û ramanan tevdigere, li gor van rewşan em dikarin bibêjin baş e an xerab e.” r. 75
 
“Bî rêya Tirkan û di rengê Tirkan de Kurdan modernîte nas kirine”
Derheq mijara modernîte, bitaybetî moderniteya tirkan û bandora wê ya li ser kurdan tesbît û nirxandinên balkêş hatiye kirin. Tê gotin ku “... Bî rêya Tirkan û di rengê Tirkan de Kurdan modernîte nas kirine. Vê yekê tesîr li Kurdan jî kiriye, modernîteyê bi Tirkî difikirin û bi rengê Tirkan fahm dikin û ji realîteya civaka xwe dûr in, ji civaka xwe li dinyayê nanêrin, realîteya civaka xwe baş nas nakin, bi pêla Tirkîtiyê van tiştan dinirxînin. Ji ber vê yekê Kurd jî van argumentan bi kar tînin.
... kî ku Serhildana 1925an wek reaksiyoneke li dij modernîta dewleta Tirkan binirxîne, ev parastina kolonyalîzmê ye. Ev yek jî diyar dike ku, di binê heşê xwendayên Kurdan de Kemalîstî û bêtirîn jî Tirkiyetî ciyekî mezin girtiye, ewqas mezin e ku jê ne haydar in ku ev dewlet li ser fahmê tunebûn û tunekirina Kurdan ava bûye. Haya wan jê tune ku kujerê (qatil) xwe îbra dikin, qesasê xwe meşrû dikin, meşrûiyetekê didin qesas û qetla xwe.
Divê em ji van argumentên kolonyalîst û şaş dûr bimînin. Wek ku Frantz Fanon dibêje, “bi sebeb ku kolonyalîst ewilî nifûzî mejiyê me dike, divê mirov fîşeka ewilî bera mejiyê xwe bide.” Kolonyalîst ne tenê li derve ne, ketine hindurê mejiyê me jî. Lewra ji Kurdan re, bêtirîn jî ji xwenda û rewşebîrên Kurdan re jî lazim e ku fişeka ewilî berdin wî cîhê mejiyê xwe yê ku kolonyalîst ketinê. Ev fîşek gelek car hatiye teqandin, ez nabêjim ku em dikin ji sifirê de dest pê bikin, lê bawer dikim ku her rewşenbîrekî Kurd divê tim saxtiya mejiyê xwe bike ku hewceyî ji fîşekê heye an na.
Divê êdî em fikireke siyasî ya Kurdîstanî ava bikin û bi vê fikirê tevbigerin. Ji bo fikireke Kurdîstanî, ne şerd e ku em hemû wek hev bin û temama Kurdan wek hev bifikirin, di nav me de wê Îslamî, lîberal, komunîst û hwd jî hebin. Lê divê temama grûbên siyasî yên Kurdan Kurdîstanî bifikirin û ji hegemonyaya siyasî û fikirî ya Tirkan xwe xelas bikin. Heta ku em ji vê hegemonyayê xelas nebin, em ê nikaribin ji bo rizgariya Kurdîstanê rê û fikireke rast bibînin.” r.70
 
Fûad Onen hewildanên damezirandina “netewa tirk” û Komara Turkiyê  (1919-1923) di çarçeveyeke siyasî de minaqeşe dike. Ew dibê vê hewildana li ser denklemekê meşiyaye. “Li gor wê denklemê li aliyekî gelên otokton (binecih) hene û li aliyekî din jî gelên allokton (koçber) hene. Denklema esasî ya wî şerî ev e. Esasen ew dixwazin ku ji van koçberan miletekî ava bikin.
Di vê denklema ku ez qal dikim de problema herî mezin Kurd in. Tevî ku Kurd li ser axa xwe gelekî otokton e jî demeke dirêj bi koçberan re tifaq kirine û pêşeroja xwe bi destê rêberên xwe yên wê çaxê di wê tifaqê de dîtine. r. 114
 
Pirsa diruşma ”biratiya” gelan
Di pirtûkê de diruşma ”biratiya” gelan a di bist salên vê taliyê de ketiye rojeva kurdan û wateya wê ya ji bo tevgera siyasî kurdistanî çiye tê şîrovekirin. Tirkan di tevaya tarîxa xwe de bira birayê xwe, bav kurên xwe ji bo awlekariya desthilatiya xwe xeter dîtine û kuştine. “Îcar hek mirov behsa biratiya Tirkan û Kurdan bike, divê ku haya mirov ji vê terza wan ya biratiyê jî hebe. ”r. 119
 
Di têkîliyên kurd û tirkan yên di warê siyasî, aborî, civakî, kulturî û dînî de newekhêviyek eşkere heye; ango tenê inkara kurd û Kurdistanê heye. Di rewşek wenî de pirsek derdikeve pêş. Gelo bi çi sedemê hin terefên siyasî yên kurdan û tirkan dibêjin ew birayê hev in?
Fûad Onen bersîva vê pirsê dide: “Ji aliyê Tirkan ve sedem gelek eşkere ye. Gava ku Tirk dibêjin Kurd û Tirk bira ne, bi maneya ku hun jî bibin Tirk, ku hun jî Tirkîtiyê qebûl bikin, wê demê nakokî di navbera me de namîne û em birayên hev in. Fahmê Tirkan yê biratiyê fahmekî kolonyalîst, emperyalîst, nijadperest û heta fahmekî jenosîdal e. ... Wateya vê slogana di devê siyasetmedarên Tirkan de, ev e.” r. 120
“Baş e, lê ji bo çi di van salên dawiyê de ev slogan di devê Kurdan de evqas zêde belav bûye? Li cem me azadî tuneye û wekhevî jî tuneye tenê biratî heye. Wateya vê biratiyê çi ye? Wateya wê ew e ku bila Kurd ne azad bin, ne hevmaf bin û ji bo ku vê veşêrin tenê biratiyê didin pêş.
Siyaseta Kurd dema ku jixwe bawer be û dema ku bi perspektîva desthilatiyê têbikoşe, ev slogan bi şûn de diçe. Dema ji xwe ne bawer be, bixwebawerî di siyaseta Kurd de kêm bimîne û perspektîva desthilatiyê ji ortê rabe, xwe di warê siyasî û fikirî de jî kêmî aliyê Tirkan bibînin, wê demê ew jî qala biratiyê dikin. ... Ji ber wê di van salên dawiyê de di nav refên siyasî yên Kurdan de, berfirehbûna vê sloganê îşareta têkveçûna fikirî ye di hindur siyaseta Kurdan de ye.” r. 121
 
Jenosida ermenan
Jenosîda li ser gelê ermen hatiye kirin wek beşek ji berdewamiya siyaseta emperyal a Îtihat û Teraqî tê nirxandin û di vê çerçoveyê de pirsgirêk tê şîrovekirin. Jenosîda Ermenan di hindur Şerê Cihanê de pêk hatiye. Aktorên vê jenosîde desthilata Îtihad û Teraqî ye. ”… Îtihad û Terakî maksîmalîst e. Ji bo ev siyaseta xwe ya emperyal bidomîne û bigîhêjin hedefên xwe yên maksîmalîst, bi gotina wan lazim e mala xwe jî sererast bikin. … li cîhê ku dibêjin ev der mala me ye, astengiya herî mezin li ber wan pirsgirêka Ermen û Ermenistanê ye. Ji ber wê yekê Îtihad û Terakî planeke bi awayekî muhendisî datîne ber xwe da ku Ermenan ji vê axê rakin û ji ser rêya xwe derxînin. Çarçoveya siyasî ya ku jenosîd tê de pêk hatiye ev e.” r. 126
Li ser têkîliyên gelê ermen û gelê kurd ên di proseya jenosîdê de, bi awayekî fireh tê rawestandin. Fûad Onen helwesta hin siyasetmedarên kurd û tirk ên tohmet dikin, ku xwedêgiravî kurd jî failê vê jenosîdê mahkûm dike: ”… di jenosîda Ermenan de kes nikare Kurdan wek failê jenosîdê nîşan bide. Failê jenosîdê Dewleta Osmaniyan e. Ev di pratîkê de jî û di teoriyê de jî xaleke gelek eşkere ye. Lê di van salên talî de bi sebeb ku meseleya jenosîdê ji çarçoveya siyasî derketiye û hatiye bûye wek meseleya êş, girî û wekî din û Kurdan jî wek failê jenosîda Ermenan munaqeşe dikin ev hem di warê teoriyê de û hem jî di warê pratîkê de ne rast e.” 129
 
“Netewperweriya xwezayî”
Fûad Onen bi awakî gelemperî rewşa siyasî-îdeolojik a tevgera azadiya Kurdistan û bi taybetî rewş û helwesta xwe ya salên 1970yî îfade dike: ”Tevî ku heta wê çaxê kar û xebateke min a şoreşgerî tunebû jî, meyla ber bi şoreşgeriyê hebû, kêfa me ji şoreşgerî û çepîtiyê re dihat. Lê gava ku ez ji îro ve lê dinêrim, di wê demê de netewperweriya me di pêşiya çepîtiya me de bû. Çepîtî ji bo me di asta duyem de bû. Wek îdeolojî û bawerî em netewperwer bûn, lê di wan salan de çepîtî di nav xortan de hewayeke pozîtîf girtibû. Di vê hewaya çepîtîyê de hewesa macerayê heye, hewesa meydan xwendinê heye ku tu li hember dewletê derdikevî, heta tu li hember dinyayê derdikevî û dinyake nuh diparêzî. Çepîtî ji bo helwesta me ya netewperwerî wek sosekê bû, lê zemîna ku me li ser şoreşgerî dikir netewperwerî bû. r. 186    
Neteweperweriya kurdan di dîrokê de wek helwesteke xwezayî tê nirxandin û sedemêm vê helwestê jî wenî tê şîrovekirin. ”Netewperweriya me rewşeke xwezayî bû. Em dikarin bigîhînin heta sala 1970yî û heta 1980yî jî, bajarên mezin ne tê de, her Kurd bi awayekî xwezayî ji xwe ber Kurdperwer bû. Sedemên vê Kurdperweriyê ev in; Kurd xwedîcîhên axa xwe ne, bi hezaran sal li ser axa xwe bi cî û war bûne, li gor min li Rojhilata Nêzîk û Navîn gelê herî demdirêj li ser axa xwe maye û bi axa xwe re jiyaye Kurd in. … Cîhê herî dûr ku Kurd çûyinê Xorasan e. Ji ber ku Kurd bi hezaran sal li ser axa xwe jiyane, bi awayekî xwezayî li dij êrîş, rêvebirî û dagirkirina biyaniyan helwest stendine. Lewra jî pir xwezayî ye ku Kurd welatperwer û Kurdperwer bifikirin û tevbigerin.
Ev helwesta xwezayî, heta ku Kurdan bi dagirkerên xwe re têkilî çêkirine û entegrasyon pêşde ketiye, dewam kiriye Li Bakurê Kurdîstanê heta salên 1960an jî dagirkerî wek hêzeke biyanî li derveyî jiyana rojane ya Kurdan dimîne, di jiyana rojane de Kurd wek xwe dijîn, hêza dagirker ne ji wan e û ne perçeyekî jiyana wan e, hêzeke biyanî û ji derve ye. Piştî salên 1960î bi destê xwenda, serwer (axa, beg û hwd) û bi taybet jî bajarên Kurdan, dagirkerî ket nav jiyana Kurdan, hêza dagirker ya li derve ket hindur û êdî wek hêzeke hindurîn hat dîtin.” r.191-192
 
“Bajarên Kurdan di dagirkeriya Kurdîstanê de sedemeke pir girîng e.”
Xaleke balkêş li ser bajarên kurdan û rola wan ya di têkîliyên bi dewletên dagirker re hatiye nivîsandin. Fûad Onen rola bajarên kurdan ên neyînî wenî dinirxîne: ”Bajarên Kurdan rê lê girtine ku Kurd dewleta xwe ava bikin û rê vekirine ku dewletên dagirker li Kurdîstanê xurt bibin, wek hêzeke hindurîn tevbigerin. Bi sebeb ku avakirina dewletan, karê bajaran e, bajarvan dikarin dewletekê ava bikin. Tevgerên netewperwer jî ji bajaran derdikeve, rewşenbirî û netewperwerî jî karên bajaran û bajariyan in. Di vê rewşê de bajarên Kurdîstanê li gor hewcedariyên Kurdan tevnegeriyane, bûne “kul û derdê Kurdîstanê.
Lê anuha em dibînin ku dagirkeran gelek gav avêtinin û pêşketinin, di warên civakî û jiyana rojane de jî ketine nav Kurd û Kudîstanê. 40-50 sal berê Kurd hemû Kurdîstanî bûn, ne ku ez qala helwesteke siyasî dikim, lê di warê jiyana rojane û têkiliyên di nav Kurdan de Kurd Kurdîstanî bûn. Di van salên dawîn de Tirkiyeyîtiyê zora Kurdîstanîtiyê bir û Tirkiyeyîtî derket pêş.” r. 192
 
Periyodizasyona tevgeriya azadiya Kurdistanê
Ji bo fahmkirina dîrokê û tevgera Kurdîstanê pêwîstî bi periyodkirina proseyên tevgera azadiya Kurdistanê têde derbasbûye, heye.
Periyoda heta salên 1938an wek periyoda hêzên klasik tê nirxandin. ”Di wê demê de tevgera azadiya Kurdîstanê di destê hêzên klasîk de bûye. Hêzên klasîk: ji mîr, xanedan, malbat û malmezinên Kurdîstanê pêk dihatin. Lê mixabin … di periyoda piştî 1938an de tevger bê pêşeng maye. Ango, pêşengên klasîk şikestine, yên mayîn bi sîstemê re entegre bûne û yên nuh jî derneketine holê. Li Bakurê Kurdîstanê problemeke mezin jî ev e; tevger bê pêşeng maye. Yên klasîk têk çûne an bi sîstemê re entegre bûne, yên nuh jî derneketine.” r.195-196
Anuha qafseqetiya me ya mezin ew e ku, demeke dirêj tenê bi aweyekî îdeolojîk me li van nêrîn û dîtin. Wek mînak; “Mele Mistefa mele ye, serokeşîr e, lewra jî tevgera wî paşverû ye.” Di vê tesbîtê de tu fahmekî zanistî jî tuneye, fahmekî siyasî jî tuneye. Hebûna malbata Barzaniyan bû sedem ku Başûr ber bi dewletbûnê here. Em dikarin wek kesekî modernîst, çep, pêşketî cudatiya xwe û wan bînin ziman, rewşa wan rexne bikin. Lê divê em bi çavê civakî û siyasî jî bikaribin lê binêrin û wisa helwest bigirin. Tenê bi awayê îdeolojîk em nikarin ne dîrokê fahm bikin, ne jî rewşa anuha binirxînin. Divê em aliyên civakî, siyasî û hwd jî bibînin, divê dîtin û nirxandina me ne yekalî be, piralî be, rasteqînî be.” r.196
 
“Di her demên restorasyona Komara Tirkiyê de, ji bo Kurdan jî siyaseteke restoratîf tê bikaranîn.”
Fûad Onen berî behsa periyoda dema nuh a tevgera azadiya Kurdistanê bike, li ser siyaseta restorasyonê ya dewleta tirk radiweste. Damezirandin û hewldana Partiya Demokrat (1945-1960), wek pêvajoya restorasyona sîstemê tê nirxandin: “Di dema restorasyonê de, rêvebirên sîstemê yên nuh, ji bo ku Kurdên ku bav û kalên wan hatine kuştin, gelek zor û zilm dîtine bikişîne nav sîstemê siyasetekê dimeşîn in. Rewşa anuha jî wisa ye. Hewldanên AKP û CHPya nuh ji bo restorasyonê ne, ji bo ku bi awayekî Kurdan razî bikin û tev li sîstemê bikin hewl didin.” r. 198
 
Periyoda 1959-1974
Li ser perioda tevgera azadiya netewî ya ji sala 1959ê heta sala 1974ê (bûyera 49an, damezirandina PDK-bakur, DDKO û partiya Dr. Şivan (Sait Kirmizitoprak) PDK – li Bakur) bi awakî berfireh tê rawestandin. Bi taybetî li ser kesayetiya Dr. Şivan a siyasî, bûyerên di dema wî de qewîmîne û rola wî di van bûyerande rexne û şîroveyên balkêş hatiye kirin.
Di heman mijarê de li ser cîlên kurd ê vê periyodê û rola wan a di tevgera azadiya netewî de hatiye rawestandin:
”Ev qirnê nuh hek wek kok ji qirnê kevn be, zarokên wan be jî êdî qirnekî nuh e. Li vir êdî wek kategorî xwenede li pêş in. Xwenedeyên Kurdên Bakur jî wek şûrekî dudev in. Devekî vî şûrî di lehê bizava azadiya Kurdan de ye, devê din di eleyhê bizavê de ye. Ya di lehê Kurdan de ev e; êdî xwenede û rewşenbîrên Kurdan pirtir dibin, haya wan ji dinyê heye, siyaseta dinyê dişopînin û bi vê rewşenbîriya xwe tev li siyaseta Bakur dibin. Ev hêla erênî ye, bi sebeb ku qirnê ku wê pêşengiyê li bizava azadiyê bike rewşenbîr û modern e, bi vê taybetiyê ji qirnê qlasîk pêşketîtir e. …
Lê devê şûr ê din jî di eleyhê bizava azadiyê de ye, ew jî, ji ber vê yekê ye: Bi Tirkî perwerde dibin, îklîm û zemînê ku li ser dijîn bi Tirkî ye û bi tevayî di van kadroyên ku li zanîngehên Tirkan dixwînin de, Tirkiyeyîtî li pêşiya Kurdîstanîtiyê ye.” r. 208 
 
”Li kîjan aliyê Kurdîstanê be, di nirxandina demên dîrokî yên Kurdîstanê de divê yekîtiya Kurdîstanê tim li ber çav be.”
Bûyerên li perçeyên Kurdistanê dibin, tesîr, têkîlî û girêdana wan a bi hev re tê analîzkirin; nerîn û rêbaza nirxandinê ya derheq bûyerên wenî de, tê tesbîtkirin: ”Bûyerên li Bakur, bêyî tesîra Başûr û Rojhilat heta bêyî tesîra Başûrê Biçûk em nikarin fahm bikin. … Gelek car û anuha jî li her çar perçeyên Kurdîstanê fahmê Kurdan yê siyasî tengeperçeyî ye. Erê realîta fikirî ev e, lê realîteke objektîf heye; hek em nebînin û haya me jê tunebe jî Kurdîstan welatek e, hebûna van sînoran welatiya wê ji holê ranake. Pêşketin an paşketinên her perçeyî tesîrê li perçeyên din jî dike. Ev ji çi tê? Ev sînorên siyasî ne û bi realîteya Kurdan ya civakî re ne li hev in, berevacîyê wê van sînoran realîteya Kurdan ya civakî şikandine.
Gava ku mirov li sînorê Tirkiyê yê ku jê re dibêjin sînorê rojhilat binêre, ev sînorê Tirkiye û Îranê, Ecem û Tirkan ji hev venaqetîne, sînorê Tirkiye û Iraqê, Ereb û Tirkan ji hev cuda nake, sînorê Tirkiye û Sûrî jî Ereb û Tirkan ji hev cuda nake, ev sînoran tenê Kurdan ji Kurdan vediqetîne. Hebûna van sînoran realîtek e, em nikarin bibêjin ku Kurdîstan yekpare ye, erê hebûna van sînoran realîteyek e û divê em bibînin. Lê realîta wan realîteyeke siyasî ye û bi realîta Kurdan ya civakî re ne li hev e. Hek siyaset bi civakê re ne li hev be, nikare dînamîkên civakê ji holê rake. Lewra guherînên li her perçeyî tesîrê li perçeyên din jî dike. Guherînên piştî sala 1960î yên li Bakurê Kurdîstanê divê em bi vê faktorê jî binirxînin.”
208-209
 
”Ji bo Sîstema Serwerîya Tirkan jenosîdkarî, terza hebûna vê sîstemê ye.”
Di taliya pirtûkê de nivîsek Fûad Onen a mijara wê jenosid e, hatiye çapkirin. Nivîs berê demeke li Stenbolê wek semîner hatibû pêşkêşkirin. Di nivîs de li ser têgîn û siyaseta jenosidê, fahma kurdan a derheq jenosîdê de, hatiye rawestandin. 
Fûad Onen jenosîdê wek karekî sîyasî û modern dinerxîne û dibêje mutahîdên wê jî kolonyalîst in:”Jenosîd karekî navendewlet e, karekî dewletan e. Tu grûb, tu eşîr, tu beşên civakî bi serê xwe nikarin karê jenosîdê bikin. Ji bo ku ev kar bibe aktorek lazim e, ev aktor jî dewlet e, aktorên jenosîdê dewlet in.” r. 270
Taybetmendiya siyaseta dewleta Tirk a derheqê jenosîdê de wenî tê şîrovekirin: ”Ji bo Sîstema Serwerîya Tirkan jenosîdkarî, terza hebûna vê sîstemê ye. Ev sîstem bêyî jenosîdkarî, nikare xwe nuh bike. Cudatîya di nav Dewleta Tirkiye û dewletên din de ev e. Bi ya min ji bo niqaşa jenosîda li Kurdîstanê, xala herî girîng ev e.” r. 266
”Di hundir tevgera sîyaseta Kurdîstanê de, derheqê mijara jenosîdê, fahmekî zelal û muşterek tuneye. Tesbîtkirna sîyaseta jenosîda li Kurdîstanê, ne tenê tesbîteke dîrokî ye. Hek tu tesbît bikî ku jenosîd li qewmê te dibe, divê tu li hember vê jenosîdê planekê, nexşerêyekê û çalakîyan pêk bînî. Tenê gotina jenosîdê, ne karekî sîyasî ye.
Li gor min, sedema ku dewleta Tirkan nikare jenosîda Ermenan qebûl bike, karê dewletê yê li Kurdîstanê ye. Hek dewleta Tirkan li Kurdîstanê jenosîd nedomandiba, jenosîda Ermenan ji bo vê dewletê wê bibûya neheqîyeke dîrokî, wê hîn bi rehetî ev jenosîd bipejiranda, uzrê xwe bixwesta.” r. 267-268
 
Fûad Onen hewildide tevilheviya fahma kurdan a derheqê têgîna jenosîdê û teknikên di karê jenosîdê tên bikaranîn jihevûdu cuda bike. Ew li ser tegîna jenosîdê û heyşt xalên teknîkên karê jenosidê yên ji teref Raphael Lemkîn hatine tespîtkitrin radiweste. ”Lemkin wek teknîkên jenosîdê di heyşt xalan de dîyar dike: 1- Qirikirina sîyasî. 2- Qirkirîna her tiştên zindî. 3- Qirkirîna hawirdor (derdor). 4- Qirkirîna însanan. 5- Qirkirîna çandî. 6- Qirkirîna etnîkî. 7- Qirkirîna aborî. 8- Qirkirîna civakî.
Lemkîn, van xalan wek teknîkên jenosîdê pêşnîyar dike. Karê jenosîdê karekî gelepmerî ye, karekî total e, karekî global e. Ev kar bi van teknîkan pêk tê. Di lîteratura me de, di van salên dawîn de jenosîda sîyasî jî pir zêde bûye. Qirkirina sîyasî dibe, lê jenosîda sîyasî nabe. Qirkirina sîyasî teknîkeke jenosîdê ye, gava em bibêjin jenosîda sîyasî em gelemperîya jenosîdê paşguh dikin û teknîkeke jenosîdê dixin dewsa jenosîda ku bi gelek teknîkan pêk tê. Jenosîda çandî di lîteratura me de pirtir cî digire, qirkirina çandî jî di nav karên jenosîdê de teknîkek e.” r. 271-272
Mijara jenosidê derheqê konwansîyona sala 1948an a di civîna Neteweyên Yekbûyî de hatiye pejirandin û etimilojiya jenosîdê berdewam dibe û bi taybetî li ser jenosîda li Kurdistanê tê kirin, hatiye rawestandin. Jenosida li Kurdistanê di sê xalan de tê nîqaşkirin. “Yek jê xala herêmî ye, dudu taybetmendîyên Sîstema Serwerîya Tirkan e, sisê kar û barên vê sîstemê yên li Kurdîstanê ye.” r. 276
 
“Rojhilata Nêzîk, mekanê jenosîdê yê dewleta Tirkan e.”
Di xala herêmî de li ser tarîfa herêma Rojhilata Navîn û herêma Rojhilata Nêzîk a ku di dema me de, di lîteratura dewletên Rojava û ya Tirkiyê de nayê bikaranîn hatiye rawestandin. Fûad Onen li ser sedemên ji holê rakirina herêma Rojhilata Nêzîk û perçekirina Kurdistanê ya di nav dewletên dagirker de radiweste û vê bûyerê wek jenosidkirina herêmekê (Rohilata Nêzîk) dinerxîne: “Heta salên 1930yî, di lîteraturê de jî binavkirin (Rojhilata Nêzîk F.N.) wisa bû. Ji wan salan vir ve, (di netîceya Konferansa Lozanê de F.N.) Rojhilata Nêzîk ji tedawulê rabûye ... . Piştî ku Rojhilata Nêzîk ji tedawulê rabûye, nêvîyê Kurdan bûye qewmê Rojhilata Navîn û ji sedî 42yê wan (Kurdên Bakur) jî bi awayekî wek Rojavayî hatine qebûlkirin.
Sîstema dewletan ya piştî herba cîhanê, Rojhilata Nêzîk û Rojhilata Navîn li dar xistine, bi vê sîstema dewletan herêmek ji holê rakirine. Esasen hek tu bi fahmê jenosîdê lêbinêrî, ev jenosîda herî mezin e, herêmek bi tevayî ji holê rabûye, êdî Rojhilata Nêzîk nema tê bikaranîn.” r. 277-278
Tixûbên herêma “Rojhilata Nêzîk esaasen ji rojhilatê Bahra Reş heta rojhilatê Bahra Spî ye. Wek cografya Rojhilata Nêzîk, ev der e. Hek wek welat em bijimêrin; Ermenîstan, Kurdîstan û Kîlîkya ne. Ez dikarim bibêjim ku Kurdîstan, welatê navendî yê Rojhilata Nêzîk e. Bi avakirina sîstema dewletan ya nuh ve, ev Rojhilata Nêzîk ji holê rabû, Kurdîstan hat dabeşkirin, sê beşên Kurdîstanê êdî wek perçeyên dewletên Rojhilata Navîn hatin qebûlkirin, beşa wê ya mezin, bakurê Kurdîstanê jî wek perçeyekî sîstema Tirkan ya Rojavayî hat qebûlkirin.
Ev der ango Rojhilata Nêzîk, mekanê jenosîdê yê dewleta Tirkan e. Temama karû barên jenosîdê li vir qewimîne. Jenosîda Ermenan li vir e, komkujiya Pontûsan li vê herêmê ye, jenosîda Ermenên li Kîlîkyayê li vê herêmê ye.
Ev herêm bi ya min, ji bo fahmkirina pirsgirêka Kurdîstanê jî, ji bo jenosîda sîstema Tirkan jî, fahmkirina vê herêmê û jiholêrakirina vê herêmê, kilîda fahmkirinê ye. Ji ber vê yekê divê em li ser bifikirin.” r. 278-279
 
Di xala duyem de li ser taybetmendiya sistema Serweriya Tirkan tê rawestandin. Di vê xalê de têkîliyên Kurdistanê û Sistema Serweriya Tirkantirk tê minaqeşe kirin: “Bi salan me got kolonyalîzm, lê gava me digot kolonyalîzm jî, me hin tişt îzah nedikir. Gava me digot ku Kurdîstan Kolonî ye jî hin valahî hebûn. Valahîya ku hebû çi ye? Kolonî bi xwe jî statuyek e, gelên kolonî xwedîyê statuyekê ne, ew statu jî bi terma kolonî ve hatiye ifadekirin. Welatek, miletek heye ku ji teref dewletên kolonyalîst hatiye dagirkirin, di binê serwerîya wê dewletê de ye, ev binavkirin wê rewşê dîyar dike.
Di têkilîyên Sîstema Tirkan û Kurdîstanê de ev yek tune. Temama zulm û zordarîya kolonyalîzmê heye, dagirkeriya sîstemê ya li Kurdîstanê heye, feqet vê sîstemê statuyek nedaye Kurd û Kurdîstanê. Gava ku mamoste Beşîkçî dibêje ku Kurdîstan ne kolonî ye jî (Kürdistan sömürge bile değil), qesta wî ev e. Li vir analîzeke nuh, fahm û têgîneke nuh pêwîst e.
Ez, ji bo Dewleta Tirkiyê, Sîstema Serwerîya Tirkan bi kar tînim û lê zêde dikim ku ev sîstem, sîstemeke jenosîdkar e. Ji ber ku ev sîstem jenosîdkar e, tu satatu nedaye miletên ku li wan hukum dike û îşareta her statuyê ji bo xwe wek mirinê dibîne. Bi ya min ev encama sîstemê ya jenosîdkar e. ... “ r. 279
Ji ber ku jenosîdkarî karakterê vê sîstemê ye, tu statuyê jı tu kesî re qebûl nake, tenê ew xwedî statu ye. Bêstatukirin bi xwe, yanî gava tu miletekî bêstatu bihêle, esasen ev bi xwe jenosîd e. Yanî tu statuya wî miletî, wî welatî tu qebûl nakî, rasteqînîya wî ya mîlî û welatî tu dixwazî ji holê rakî, li gor min ev kar bi xwe karekî jenosîdî ye. Ez dixwazim vê pirsê bikim; tu temama Kurdan bikujî, tu qetlîamên mezin li Kurdîstanê bikî ev jenosîd e, baş e tu tenê Kurdekî jî nekujî û tu Kurdîtîyê bikujî, ev jenosîd e an ne jenosîd e? Di jenosîda Kurdîstanê de pirsa sereke ya ku ez dipirsim ev e û bersîva min ev e ku, tenê Kurdekî nekuje jî, hek Kurdayetîyê bikuje ev jenosîd e. Tu komunîteyekê ji holê radikî û tu dixwazî li rûyê erdê nasnameyeke wenî nemîne, di bin serwerîya te de komunîteyeke wenî nemîne, ez bersîva vê pirsê bi êrênî didim û dibêjim ku tenê Kurdek neyê kuştin jî, karê Sîstema Tirkan daye ber xwe ku Kurdîtîyê ji holê radike, aîdîyeta rasteqînîya vî miletî ji holê radike, ev bi xwe karekî jenosîdê ye.” r. 280
 
Xala seyem jî kar û barên vê sistemê yên li Kurdistanê ne. Fûad Onen kar û barên dewleta dagirker ên li Kurdistanê di çend xalan de rêz dike. Wek nimûne: Mufetîşiya Umumî, jiholêrakirina medreseyan, Qanûna memûrîn muhakematê, îskana mecbûrî û qanûna dêrsimê.
Pirtûk bi du nivîsên: Komkujiya Helepçe û jenosida domdar û total; Hilbijartin, Cûmhurîyet û siyaseta kurdan, yên Fûad Onen nivîsîne bidawî tê.
Fûad Onen tenê bi fikirandinek kûr, xebat û lêkolînek bizanist, nerînek taybet (açiyek guhertî), kedeke ji dil, tecrubeyên salan, hesteke welatparêz û helwesteke şoreşger karîbû bighêje encamên wenî ku asoya mirovê kurd di warê fikrî û siyasî de fireh bike. Lê Fûad Onen bi xebata xwe nayê ser; derheq mijarên temas kiriye, lêkolînên ciddî û zanistî pêwîst dibîne.     
Pirtûk wek cilda yekem bi dawî hatiye, lê mijarên Fûad Onen ên derheq wan de ray, raman û helwesta xwe gotiye berdewamin û di pirtûkek nuh (cilda duyem) de, dê di nêzîk de bê çapkirin.
 
Fewzî Namlî
06-11-2012
Posted in: Kurdi

Comments

There are currently no comments, be the first to post one!

Post Comment

Name (required)

Email (not required)

Website

CAPTCHA image
Enter the code shown above:

  
Durum, 1975’in ‘Aşbetal’inden Beter
Fehîm Işik
Peki, uzlaştıkları Irak ordusu Haşdi Şabi ile birlikte ne yapıyor? Kerkük’e asılan Kürdistan bayraklarını indirerek ayaklar altına alıyor. Kerkük İl Meclisi’nin toplantı salonlarına İranlı dini liderlerin posterlerini ası...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (5)


‘Suçlu sensin!..’
Ahmet Kahraman
Şimdi, Amerika’yı suçlamak kolay. Ancak, başlarına gelecekleri, çok önceden anlatmaya çalışmış, hatta Türklerin yüklediği petrol tankerine de el koymuş, ama uyandıramamışlardı, onları. Sonunda olan olmuş, &uu...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (18)


Kerkük dersi
Hejarê Şamil
Kerkük, yüzyıllar boyunca düşmanlarımızın ve yabancı sömürgecilerin idaresinde bulunan bir Kürdistan kentidir. Son altı ayda Kürd idaresi altındaydı. Bu altı aylık gurura, umuda darbe vurulduğu doğrudur. Oysaki y&uu...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (19)


Kürtlerin kazanımlarına yazık oldu
Ahmet Kahraman
Kürt düşmanları Araplar, Acem ve Türkler, anında bir ve beraber oldular. "Kardeş” dedikleri Kürtlerin canı olan kazanımlarını ellerinden almak için çember oluşturup ortak manevralara başladılar. Türklerin...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (26)


Kurmaysızlık Hezimeti-Kerkük
Hüseyın Turhallı
Buna göre mesela Dr. Süleyman Pêşmerge güçlerinin komutanı olsaydı kesinlikle şunları yapardı. Pêşmerge güçlerinin elinde tuttuğu sınır hattından başlayarak bütün geçiş hatlarını mayın v...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (26)


Savaşın ve Diplomasinin İlk Raundunu Kürdistan Kazandı
Dursun Ali Küçük
Haşdi Şabi Kürtler için yeni İŞİD’dir. Kürtler koalisyon ile birlikte özellikle kara savaşında İŞİD’i ve bütün türevlerini, dolayısyla TC’yi yendiler. Kerkük yeni koşulların Kabane’s...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (24)


Kürtler hala düşünüyor!..
Ahmet Kahraman
Ulusalcı generalleri tutuklayıp hapisle “terbiye" ettiler. Sonra “aldanmışız" diyerek, onları duvarlar arasından çıkarıp öptüler. Ardından ittifak kurdular. İttifakı adliye, medya gücü ve polisle takviye ederek,...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (24)


   «   [1]  2  3  4  5  6  7  8  9  10  »      
DESTPÉK      Tarix-belge      TEVKURD      Aslan Kaya -Baz      Fuad Önen      Media