Mirinê pir zû tu ji nav me bir lê navê te nemir e

Mirinê pir zû tu ji nav me bir lê navê te nemir e
Min got pismam sal zû dibuhirin, 16 sal derbas bûn. Hemû dost û hevalên te, zarokên te dersa matamatîkê dida wan, xortên te alîkariya wan dikirin hemû mezin bûne û di civat...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (924)


Xusûsîyetên Rojhilata Nêzîk
admin
Xusûsîyetên Rojhilata Nêzîk
Di sîyeseta Kurdistanê de du problemên esasî hene. Yek jê, taleba desthilatîya navendî lawaz e, taleba jêr desthelatîye, bi tirkî ”alt îktîdar” ew taleb xurt e. L&eci...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1080)


Serxwebûna Kurdistanê
admin
Serxwebûna Kurdistanê
Sîyeseta partî, rêxîstin,saziyên bakurê Kurdistanê dev ji hedefa serixwebûnê berda ye. Ji delva hedefênserxwebûnê, otonomî, federalî an demokrasî te parastin. D...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1184)


Qirîza Dewleta Tirk
admin
Qirîza Dewleta Tirk
Reyadarên vê dewletê, hertim dibêjin pirsgirêka me pirsgirêka hebûn û nebûna dewletê ye. Rast e. Yalçin Kuçuk dibeje ”em nekevin Musulê dê Diyarbekir ji des...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1455)


Kutilkên diya min, qeyda Fuad Onen û biyopolîtîka Foucault
Ferzan ŞÊR
Bîranîneke Fuad Onen ji bo fahmkirina kolonyalîzma biyopolîtîkî ya tirkan di warê teorî û pratîkê de bi awayekî xwezayî destnîşan dike. Ger ez neqil bikim ew ê ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1376)


Helwest û çalakî
Fevzi Namli
Di rewşek weha de gava li Amedê, Cizîrê, Şirnex, Silopya, Hezex, Nisêbîn, Gever û Dêrikê êrîşên hovana yên dewleta dagirker li ser gelê kurd berdewam dikin. Di heman dem&ec...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1377)


Kurdȇn Ȇzdȋ ȗ Qetlyama Ermeniya / Para duda
Eskerê Boyik
Kurdȇn Ȇzdȋ ȗ Qetlyama Ermeniya / Para duda
… Ferman. Gava vê peyvê dibêjin evdên Ȇzdî bi tirs û saw, bê hemdê xwe neheqî, kuștin û kokbirya civaka xwe bîr tinin. Xûn ji wê peyva xezeb diniqite. Ferman yan&eci...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3360)


   «   [1]  2  3  4  5  6  7  »      
  
26

Welatparêzî û Komunîstîya Me

Di salên 1970yî de niqaşeke tund di nav tevgera şoreşgerên Bakurê Kurdîstanê de hebû. Ji bo ku mirov kanibe piştgirîya tevgereke neteweyî bike diviyabû ku ew tevger rê li ber propaganda û xwebirê-xistinkirina komunîstan negire. Ev niqaş her çend bi peyvên gelemperî didomiya jî bi taybet ji bo nirxandina tevgerên azadîya Kurdîstanê yên dema pêşengiya klasîk û tevgera li Başûrê Kurdîstanê ya di bin serokatiya Mele Mistefa Barzanî de hebû.
Ev niqaş ne encama pêvajoyeke xwezayî ya civata me bû. Tevgera neteweyî li Bakur rengekî sor wergirtibû, hemû grubên me xwe weke komunîst bi nav dikirin û komunîzm tevgereke internasyonalîstî bû. Tevgerên her welatî perçeyekî tevgera komunîstî a dinyê bû. Hek di navbêna perçe û giştî de nakokî derketa diviyabû perçe red biba.
Bi van argumentan wek êrîşeke îdeolojîk ew niqaş ji aliyê Çepên Tirkiyê ve li ser me ferz bûbû. Bi piştgeha xwe ya lawaz a komunîstî em ketibûn nav parastineke dijwar. Em welatparêz bûn, serhildanên berî me rabirdû ya me bûn, em bi wan serhildanan serfiraz bûn. Li aliyê din em komunîst bûn û pê bawer bûn ku ev serfiraziya me ne li derveyî rêzikên komunîzmê ye. Li gor me serhildanên neteweyî li hemberî zilmê xwedîyê naverokeke demokratîk bû û ji ber vê yekê piştgirîya van serhildanan wacibê her komunîstî bû. Bi vê baweriyê em li klasîkên Marksîzmê hûr dibûn û ji bo parastina pêşîyên xwe em li “ayet”an digeriyan. Her çend gelek caran me “ayet diperitandin” jî, gelek ayetên ku em pê Çepên Tirkan bi sosyal-şowenîzma netewên serdest gunehbar bikin li ber destê me bûn. Qet nebe, me xwe îkna dikir ku di navbêna welatparêziya me û komunîstiya me de nakokî tuneye.
Dema ku me ev niqaşên teorîk ên tund dimeşandin, me nizanîbû ku berî me 50 salan pêşiyên me ev mesele di pratîkê de çareser kirine. Haya me ji raportên Pavlovskiyê Konsilê Sovyetê jî, ji şerdên Komîta Kurd danîne ber Rûsyaya Sovyetî jî tunebû. Komita Erziromê ji bo alîkariya Sovyetê bigirin 10 şerd û biryar pêşkêşî Konsilê wan kirine û yek ji wan biryaran jî wisa ye: “5) Hikûmeta Kurd û serokên Kurd ew ê li dij prensibên Hikûmeta Rûsyayê û berfirehbûna fikrên komûnizmê dernekevin.” Pavlovskiy di rapora xwe ya di 20.12.1922an de li gel wan 10 şerd û biryarên Komita Erziromê, nameya Xalid Begê Cibrî jî dişîne ji sefîrê Rusyayê yê li Enqerê re. Li gor raporta konsil, Xalid Beg di nameya xwe de bersîveke zelal ji Rûsyayê dixwaze û van rêzikan jî dinivîsîne: “Ez his dikim raya giştî ya gelê Kurd ku ez jî endamê wî gelî me, ber bi terefê Îngilîzan ve diçe. Îngilîz dixwazin xwe bidin nîşandan, xwedêgiravî berê tevgera wan ber bi azadî û serxwebûna Kurdan ve ye. Ez bi xwe ji vê sempatiya li hember Îngilizan heye tu neticeyên baş hêvî nakim. Ez baş bawerim ku gelê me bes bi piştgirîya Rûsan dikare azadî û serxwebûnê bistîne.”
Em ji wan dokumentên ku di arşîwên hevrêyên me de veşartî mane ne agahdar bûn. Me bi ilmê xwe yê piştgehlawaz û hestên xwe yên xurt ên welatperwer diparast ku serhildanên destpêka Komara Tirkiyê li hemberî zilmê bûn, pêşverû bûn û diviyabû komunîstan piştgirî bidana wan. Dagirkeran em bê dîrok hiştibûn û navqetîneke dirêj ketibû nav Tevgera Azadiya Kurdîstanê. Dagirkeran karê xwe kirine û weke pêşiyan gotiye “dijminatî bêminetî ye”. Lê berpirsiyarîya rewşenbîr û siyasetmedarên me jî di wê yekê de hebû ku ders ji wan serhildanan dernexistibûn û weke tecrube ji nifşên li pê xwe re nehiştibûn. Ji ber vê yekê ye ku nevîyên M. Kemalê İngilîzperwer curet dikirin ku neviyên Xalid Begê Cibrî bi hevalbendiya İngilîzan sûcdar bike. Dema ku van rêzikan dinivîsînim û dinirxînim trajedîya Gelê Kurd ku weke ku Xalid Beg dibêje ‘ez jî endamê wî gelî me’, ji nuh de dijîm.
Jîyan bi helwestan watedar dibe
Jîyan helwest e. Mirov bi helwestan jîyana xwe watedar dike. Qesta min ne helwestên temaşekar in yên midaxelekar in. Mirov tê dinyayê, jîyanekê li ber xwe dibîne û dijî. Piraya însanan vêya weke nahmetekê (gencîneyekê) dipejirînın, ji bo ku wateyeke nuh li jîyanê bar bikin tu sedeman nabînin, di çarçoveya jîyana li ber xwe dîtinin de tevdigerin, çalakbûna wan ji bo pêdiviyên vê jîyanê ne. Lê hinek jî vê çarçoveya ku li ser wan ferz bûye red dikin, pê nayên ser, ji xwe de dest bi guherînê dikin û doza jîyaneke nuh dikin. Ew şoreşger in. Wer bawer dikim ku Ahmed Arif ji ber vê yekê gotiye “Jîyan, tenê jîyan xerca kurm û kefzê ye” (yaşamak, sadece yaşamak, yosun, solucan harcıdır). Helwest ji alîkî ve ji xwe ber ava dibin, ji aliyê din ve bi mida-xeleya hest û ramanan tên avakirin. Di her du rewşan de bandora wasata civakî li ser avabûna wan heye û ew jî vedigerin bandorê li ser wasata civakî dikin. Her weha piştgeha helwestan hest, raman û çalakiyên me re ne û helwestên me re jî meyla li pişt hestyarî, ramyarî û çalakîyên me re ne. Ji ber aliyê helwestan yê jixweberî, bêyî ku mirov pê bihese ava dibin û mirov di hestyarî, ramyarî û çalakiyên xwe de bi wan dihese, gelek car sedemên helwestan jî ne zelal in.
  
Nivîskarîya min
Helwesta min a di hevkêşeya karê nivîskarî, xebata siyasi û jîyana rêxistinî de jî wisa ye. Kengî û bi çi sedeman ava bûye ji bo min jî ne pir zelal e. Lê di vî warî de, ez xwedîyê helwesteke wisa me: Karê nivîskariyê ji bo min tenê ku perçeyekî xebata sîyasî û jîyana rêxistinî be rewa ye. Ji xêndî xwe, ji bo tu kesên din jî wisa nafikirim, ango ev ne helwesteke giştî ye, bi taybet û tenê ji bo nivîskarîya min e. Weke sedemên vê helwestê dikanim du bûyeran nîşan bikim ku bandor li avabûna vê helwestê kirine.
Yekem, di sala 1977an de em weke derdora DDKDa Îzmîrê ketin pêvajoya xwenirxandinê û gîhaştin wê qenetê ku Tevgera Azadiya Kurdîstanê li Bakur xetimî ye. Li gora me ev xetimandineke piralî bû. Aliyên vê xetimandinê yên teorik, sîyasî û kadroyî hebûn. Me bawer dikir ku xebata teorîk bi xwe, di wê demê de pratîkeke gelek girîng e û me wisa jî destnîşan dikir. Ji vê nirxandin û xwerexnekirinê me du kar danî ber xwe: Yek jê, li gor pêdiviyên kadroyên damezirenêr guherîna kesayetî bû, ya din jî di hin mijarên teorîk û siyasî de pisporbûn bû. Ev helwesta me ji aliyê kadroyên siyasi yên din ve weke helwestek teorîsîst, reva ji karê pratîk û siyasî hat rexnekirin. A rastî ne wê demê û ne tu demên din entelektuelîyek ji derveyî xebata siyasî û rêxistinî ji min re cazib nehatiye. Tu carî min mîsyoneke wisa li xwe bar nekiri ye. Lê dema ku ez ji nuha ve lê dinerim, di avabûna wê helwestê de ew rexne xwedî bandor e. Bi gotineke din, ew helwest mekanizmayeke parastinê ye li hemberî wan rexneyan. Bi wê helwestê ez dibêjim ez ne ew im û ez nabim ew.
Duyem, piştî darbeya leşkerî ya 12ê Îlonê me biryar da ku watiniya sereke avakirina rêxistineke berxwedêr e. Ji bo avakirina rêxistina serbixweyên şoreşger me biryar girt û perçeyekî wê biryarê em 6 heval di Adara 1981ê de daketin Binxetê. Piştî xebata 2 salan me dît ku bi kadroyên li ber dest hene em nikanin rêxistineke berxwedêr û komunîst ava bikin, me dawî li hewldana xwe anî û her yek ji me bi biryara xwe ji Binxetê derket. Ez li dor 3 mehan li Binxetê bi tenê mam û min dest bi nivîsandina nirxandin û rexnekirina wê pêvajoyê kir. Bi qasî 100 rûpelan min nivîsand, lê her ku min dixwend min nivîsandina xwe nedieciband û ez îkna nedibûm ku ew tekst bersîva pêvajoyê dide û hêjayî weşanê ye. Sibehekê ez rabûm û min rûpelên xwe gişt şewitandin û biryar da ku êdî vegerim Bakur. Biryareke nehênî û bêdeng jî ew bû ku ez ê nema rahêjim pênûsê. Pênûs bi xebata sîyasî û jîyana rêxistinî re watedar bû û ez di her du waran de jî bi ser neketibûm. Madem tu di xebata siyasî û jîyana rêxistinî de bi ser neketiye tu yê ji bo çi binivîsîne? Bi kurtayî helwest wisa ava bûye.
Li dor 30-35 salan e ku gelek dost û heval, geh weke rexne geh weke gazind daxwaza nivîskariyê li min dikin. Ji xeynî min her kes bawer dike ku hem pêwîst e hem jî ez dikanim karê nivîsê bikim, lê ez nakim. Şika min jî êdî tê de tuneye ku heval biheq in ez neheq im. Lê axirê rast an şaş ez di hevkêşeya di navbêna karê nivîsînê, xebata siyasî û jîyana rêxistinî de xwediyê wê helwestê me û ev helwest kar û hest û ramanên min bi sînor dike. Bawerkirin zehmet be jî ez bi vê helwesta xwe re li hev im.
Pêvajoya hevpeyvînê
Ev gîrîzgeha dirêj ji bo vê gotınê bû: Ez ne nivîskarê vê pirtûka ku li ber destê we me. Ez axêverê vê pirtûkê me. Ger ne fedakarî, sebat û eksa her du mamosteyên hêja bûna pirtûkeke wisa dernediket holê. Ji bo min hevpeyvîneke dijwar û berhemdar bû. Her du mamoste jî ne kêmî min eks in. Bi pirsên xwe cî li min teng kirin. Carinan ez bi ber şermê xistim, carinan zor dan heşdayina min. Mixabin di rêgeha nava Stenbol, İzmir, Diyarbekir û Mêrdînê de min derfet nedît ku bi amadekariyeke tekûz derkevim hember mamosteyan. Pirs û xebata wan heq dikir ku ez bi amadekarî tev li hevpeyvînê bibim. Weke encam hevpeyvîneke dirêj û xwezayî me li dû xwe hişt. Ev pirtûk ne nivîsareke akademik, ne bîranîn û ne lêpirsînek e. Ji bo min, bi du mamosteyên Kurdewar re, gereke 60 salan a li Kurdîstanê ye. Heya ku ji min hat min xwest ku pirsên hevalan bi awayekî xwezayî û bêhesab bibersivînim. Nuha bi xêra pirsên hevalan, hîn bi rêk û pêk difikirim.
Hêvîdar im ku bi qasî min hun jî ji pirsên hevalan fêde bibînin. Di amadekirina ji bo weşan û redaktekirinê de jî min nexwest ku tahma axaftinê jê here û em ji xwezayîya hevpeyvînê bi dûr kevin. Lewra cîhên ku hewceyî ji nuh de nivîsîn û berfirehkirinê weke xwe man. Em li ser gelek mijaran peyivîn û hin mijar bi tena xwe nivîsîna pirtûkekê pêwîst dikir. Weke nimûne nirxandina eşîrên li Kurdîstanê, tunebûna dewletên navendî, periyadîzasyona serhildanên neteweyî, kuştina her du Seîdan, sîstema serweriya tirkan, jenosîda domdar hwd. Ger di van mijaran de ray û ramanên destnîşankirî rê li niqaşan veke em ê gîhaştibin armanca xwe.
Weke adet mirov di pêşgotinê de sipasdariya xwe jî dinivîsîne. Lê ez mirovekî gelekî deyhndar im û dizanim ku bi sipasdariyan nikanim deyhnê xwe bidim. Di serî de deyhndarê netew û welatê xwe me ku ew bi navê xwe yê şêrîn Kurdîstan e. Duyem, deyhndarê hevalên xwe me ku di hevpeyvînê de jî min nikarîbû heqê wan ê li ser xwe bînim ziman (sedemek jê jî di mijara hevaltiyê de helwesta min a nehênî ye). Sêyem, malbata min e her ku di nav salan de diçim deyhndariya min zêde dibe. Çarem, di vê hevpeyvînê de di serî de mamoste Şemsedîn û Evdirehman, pişt re jî Baran, Seyidxan, Fewzî û Metîn ez ji nuh ve deyhndar kirim.
Tevî ku ez ne nivîskarê vê pirtûkê me jî, berpirsiyarê her peyva di vê pirtukê de ez im. Li tenişta peyvan, ez bûm berpirsê rastnivîsa vê pirtûkê jî. Mamoste Şemsedîn û Evdirehman di mijara rastnivîsîna Kurmancî de xwedî helwestên cuda ne. Kurmanciya min jî ne dureh (melez) e, pirreh e û di nivîsînê de rê li pirsgirêkan vedike. Di mijara zimên de ne xwedî helwesteke tund im ne jî rastnivîsa Kurmancî baş dizanim. Bi awakî oportunîstî min helwestên her du ustadan li hev anî û bûm muxatabê rexneyên rastnivîsê jî.
01.05.2012, Dêrika Çîyayê
Posted in: Kurdi

Comments

There are currently no comments, be the first to post one!

Post Comment

Name (required)

Email (not required)

Website

CAPTCHA image
Enter the code shown above:

  
Kürdistan‘da işgal manzaraları!..
Ahmet Kahraman
Paris’i işgal eden Hitler unsurları da böyleydi. Onların karargahları da, Amed‘deki Türk valiliği gibi kum torbalarıyla çevriliydi. Kum torbalarının gerisinde mevzilenmiş nöbetçiler, gün 24 saat boyunca y...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (71)


Ordular, katil taburları değildir
Ahmet Kahraman
Evrenin güçleri, birinci ve İkinci Dünya savaşlarında insanlığa karşı işlenen suçlar vahşetinin dehşetinden sonra, Cenevre‘de bir araya gelip savaşların kaide ve kuralarına ilişkin hukuku düzenlediler. Hukukun teme...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (71)


Bizimkiler saygıyla terk etmeyi, saygıyla istifaya gönderilmeyi dahi bilmiyorlar.
Hejarê Şamil
“Barzani peşmergenin başına geçti, bekleyin, iyi şeyler olacak” gibisinden yazılar, yorumlar ucuz propaganda ve kendini tatmin etmeden öte bir anlam taşımamaktadır. O tiren geçti, gitti. Peşmergeliye geri dönen Say...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (68)


Bir zamanlar Güney Kürdistan vardı
Ahmet Kahraman
Sanki halk, onlar babadan oğula geçen saltanat kursunlar diye savaşmıştı!.. Sonra gördük. Ülkenin askeri tepeleri ve ekonomisinin teslim edildiği Türk devletinin organizasyonu ile Kürt düşmanları, 16 Ekim’d...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (97)


Barzani ve İstifa
Hejarê Şamil
Mesud Barzani, 17 Ekimde her şeyi (binlerce şehadeti, tc, iran bankalarindaki milyardların dönemsel kaybını vs. vb.) göze alarak Referandumu, Halkın iradesini savunma savaşının kararını vermeli, bu savaşın öncüllüğün&uum...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (118)


Güneyin ‘iyi Kürt’leri…
Ahmet Kahraman
Öfke deliliğin anlık hali ise eğer, Türk devleti kesintisiz delilik krizleri geçiriyordu. Başbakan Erdoğan en başta, bütün sözcüleri, günde bir kaç kere kırmızı çizgilerimiz diye haykırıp tehdit...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (117)


Abadi ve Erdoğan’ı Güldüren Zayıflık
Fehîm Işik
KYB’den Pavel Talabani’yi, Ala Talabani’yi, Lahor Şêx Cengi’yi eleştiriyoruz. Peki, peşmergelerin neredeyse yüzde 90’ı çekilip Kerkük’ü, Şengal’i Haşdi Şabi’ye teslim etmesin...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (143)


   «   [1]  2  3  4  5  6  7  8  9  10  »      
DESTPÉK      Tarix-belge      TEVKURD      Aslan Kaya -Baz      Fuad Önen      Media