Mirinê pir zû tu ji nav me bir lê navê te nemir e

Mirinê pir zû tu ji nav me bir lê navê te nemir e
Min got pismam sal zû dibuhirin, 16 sal derbas bûn. Hemû dost û hevalên te, zarokên te dersa matamatîkê dida wan, xortên te alîkariya wan dikirin hemû mezin bûne û di civat...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (849)


Xusûsîyetên Rojhilata Nêzîk
admin
Xusûsîyetên Rojhilata Nêzîk
Di sîyeseta Kurdistanê de du problemên esasî hene. Yek jê, taleba desthilatîya navendî lawaz e, taleba jêr desthelatîye, bi tirkî ”alt îktîdar” ew taleb xurt e. L&eci...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1012)


Serxwebûna Kurdistanê
admin
Serxwebûna Kurdistanê
Sîyeseta partî, rêxîstin,saziyên bakurê Kurdistanê dev ji hedefa serixwebûnê berda ye. Ji delva hedefênserxwebûnê, otonomî, federalî an demokrasî te parastin. D...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1107)


Qirîza Dewleta Tirk
admin
Qirîza Dewleta Tirk
Reyadarên vê dewletê, hertim dibêjin pirsgirêka me pirsgirêka hebûn û nebûna dewletê ye. Rast e. Yalçin Kuçuk dibeje ”em nekevin Musulê dê Diyarbekir ji des...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1379)


Kutilkên diya min, qeyda Fuad Onen û biyopolîtîka Foucault
Ferzan ŞÊR
Bîranîneke Fuad Onen ji bo fahmkirina kolonyalîzma biyopolîtîkî ya tirkan di warê teorî û pratîkê de bi awayekî xwezayî destnîşan dike. Ger ez neqil bikim ew ê ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1333)


Helwest û çalakî
Fevzi Namli
Di rewşek weha de gava li Amedê, Cizîrê, Şirnex, Silopya, Hezex, Nisêbîn, Gever û Dêrikê êrîşên hovana yên dewleta dagirker li ser gelê kurd berdewam dikin. Di heman dem&ec...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1323)


Kurdȇn Ȇzdȋ ȗ Qetlyama Ermeniya / Para duda
Eskerê Boyik
Kurdȇn Ȇzdȋ ȗ Qetlyama Ermeniya / Para duda
… Ferman. Gava vê peyvê dibêjin evdên Ȇzdî bi tirs û saw, bê hemdê xwe neheqî, kuștin û kokbirya civaka xwe bîr tinin. Xûn ji wê peyva xezeb diniqite. Ferman yan&eci...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3280)


   «   [1]  2  3  4  5  6  7  »      
  
15

 

Tevgera Netewî ya Demokratîk ya Yekbûyî (TNDY) li mîrata têkosîna azadîya Kurdan xwedî derdikeve; ew ê ji xwe re bike wezîfe û berpirsiyarî ku li ser hîmên rêya têkosîna netewî ya demokratîk a rizgarîya Kurdan xebatê bike; TNDY xebatên bo yekbûna netewî ya demokratîk ên di dîroka nêzîk a Bakurê Kurdistanê de bi alîyên xwe yên erênî-neyînî ve, wek lêgerîn û têkosînên di rêya azadîya netewî de dibîne.
TNDY tespît dike ku yek ji pirsgirêkên bingehîn ê têkosîna netewî ya demokratîk a rizgarîxwaz jî ew e ku hêzên netewî yên demokratîk heta nuha yekbûneke mayînde pêk neanîye. Di serî de Basûr, dînamîkên sîyasî yên li perçên Kurdistanê him di nav yek bi yek perçan de yekbûn pêk neanîne, him jî di navbera perçan de pistgirî, mekanîzmên yekîtîyê neafirandine; ji ber vê yekê pevketinên navxweyî û têkçûnên dijwar qewimîne û ji bo gelê me bûne sedema berdêlên giran.
Dema ku pêwîst dibe, rejîmên kolonyalîst ên Rojavayî û yên Rojhilatî ku welatê me parve kirine, li gel nakokî û pevketinên di navbera wan de, li dijî gelê Kurd pev re tevgerê dikin; li hemberî vê di têkosîna azadîya gelê Kurd de yekbûn pêk nehatiye.
Lê belê di van salên çûyî de tevgera netewî ya demokratîk li Basûr raber kir ku bi pêkanîna yekbûnê meriv çawa dikane bi serketin û serfirazîyan pêsde biçe.
Sîyaseta kolonyalîstan a “perçe bike û birêve bibe” jî bandor li vê perçebûna sîyasî kiriye û meriv dikane bi berpirsiyarî û hostetîya sîyasetê vê astengê rake.
Koma Xebatê li Bakurê Kurdistanê ji bo yekbûneke netewî lêgerîneke misterek a kom, partî, derdor û kesayetîyên welatparêz e; ber bi rakirina astenga perçebûna sîyasî ve gavek avêtiye. Em armanc dikin ku bi TNDY vê gavê bikin meseke biryardar û bi îstîkrar.
TNDY balê dikisîne ser wê yekê ku di rojên pês de yek ji pirsgirêkên me yên sereke dê pêkanîna îradeya neteweyî ya yekbûyî ya demokratîk be, û bang li gelê xwe dike ku bi vê armancê yekbûnê pêk bîne.
Yek ji vatinîyên sereke yên TNDY ew e ku tecrubeyên berê yên yekbûnê ji xwe re bike ders; partî, rêxistin, kesayetî û sazîyên pîseyî û sendîkayî yên li welatê me di bastûra xwe de bigihîne hev, û yekîtîya netewî pêk bîne.
Di vê pêvajoyê de, li gel hemû hewldanên me dê hêzên welatparêz ên ku li derveyî
TNDY bimînin jî hebin. TNDY armanc dike ku bi van hêzên welatparêz re wek dost bimîne, bi wan re xebat û çalakîyên misterek pêk bîne.
TNDY dê wek prensîp, xwe him ji gelê me him jî ji dinyê re li gora xeta pratîk-polîtîk a ku tê de birêve diçe tarîf bike. Têkosîna me ne li dijî gelan, lê li dijî wan rejîman e ku mafên gelê me xesp kirine. Em di serî de gelên herêmê, bang li hemû gelên dinyê dikin ku pistgirîya têkosîna gelê me ya mesrû û mafdar bikin.
KURDISTAN, ROJHILATA NAVÎN Û DINYA
Kurd yek ji gelên nistecî û qedîm ên Rojhilata Navîn û Mezopotamya ne. Gelê Kurd yek ji gelên afirandar ên Saristanîya Mezopotamya ye, ku yek ji saristanîyên kevntirîn ên dinyê ye.

Kurdistan, berê di navbera du hêzên sereke, împeratorîyên Osmanî û Îranî de bi Peymana Qesra Sîrîn a 1639an bi dudan hat perçe û parvekirin. Dûre pistî Serê Dinyê yê Yekemîn ji alîyê Brîtanya, Fransa û dewletên herêmê ve bi çaran hat parvekirin. Di pêvajoya vê perçe û parvekirinê de, hemû serhildanên gelê me yên bo azadîyê ji alîyê van hêzan ve hatin tefandin. Komara Mahabadê ya Kurd ku di dema Serê Dinyê yê Duyemîn de hat damezrandin, bi zordana bloka DYA-Brîtanya û ji herêmê vekisîna YKSS hat rûxandin.
TNDY, nexseya ku di van pêvajoyan de bêyî îradeya gelê Kurd û gelên herêmê hat xêzandin, wek yek ji çavkanîyên sereke yên pirsgirêkên herêmê dibîne; yekîtîya welat û gelê Kurdistanê wek mafekî dîrokî dihesibîne.
Him navendên hêzên navneteweyî him jî dewletên kolonyalîst ên herêmê li ser Kurdistanê li gora berjewendîyên xwe hesaban dikin; hewl didin ku li gora van hesaban tevgera sîyasîya Kurd kontrol bikin û rêberîya wê bikin. Lê belê pirsgirêka sereke ew e ku gelê Kurd û dînamîkên wî yên sîyasî nikanîbûne projeyeke netewî pêk bînin, ku hesabên wan ên pêsedemê jî di nav de bin. TNDY xwe wek îfadeya yekgirtî ya sîyasî ya van hesaban tarîf dike û li gora wê tev digere.
TNDY weha dipejirîne ku, dema ku li perçeyekî serê neteweyî pêsde bikeve, perçên din mil bidinê; di navbera perçên Kurdistanê de pistgirîya sîyasî bê pêsdexistin û wek prensîp, hevdu rexne bikin û pêsniyaran pêskês bikin.
BAKURÊ KURDISTANÊ
Komara Tirkîyê projeya afirandina netewa Tirke. Ji ber vê sedemê ye ku rejîma Tirkîyê ji damezrandina komarê û vir ve sîyaseteke li ser red û înkarkirina rasteqînîya Kurd û Kurdistanê pêsde biriye. Ev sîyaset bi çewsandin, ji holê rakirin û asîmîlasyonê hatiye bicîhkirin.
Van salên dawî, bi milyonan girseyê Kurd him wek encameke pêsveçûna ekonomîk û him jî bi pratîkên valakirina Kurdistanê ji alîyê rejîma kolonyalîst ve bi darê zorê bo bajarên Kurdistanê û metropolên Tirkîyê hatine koçkirin. Ev pêsveçûn ji alîyekî ve bûye sedem ku bajarên Kurdistanê çeloxwarî û bi lez mezin bibin, vehûnana bajarên me xerab bibe û bibin çolter, ji alîyekî din ve jî bûye sedema vecivîna nifûsa Kurdistanî li metropolên Tirkîyê. Êdî li Kurdistanê navendên xwedî giranî yên nifûs û jîyana ekonomîk-sîyasî bajar in.
Ciwanên Kurdistanê bi sedemên ku di serî de perwerda zimanê dayikê ji hemû derfetên perwerdeyî bêpar in, yekser muxetabên tundkarîyê û girseya sereke ya bêkarîyê ne, bi pirsgirêkên girîng ên netewî, civakî, ekonomîk û akademîk re rûbirû ne.
Jinên Kurdistanê her ku diçe li gel zîraetê, dibin hêmaneke girîng a girseya xebatkarên sektorên endustrî, ticaret û xizmetê jî. Ev pêsveçûn ji bo jinan li gel pirsgirêkên giran, di jîyana ekonomîk û civakî de, derfetên azad û xwedî kesayetî bûyinê jî pêskês dike. Jin di heman demê de hêmanên sereke yên ragirtin û derbaskirina ziman û çandê ne; ji ber vê yekê, rûbirûyî sîyasetên kolonyalîstan ên kûrkirina asîmîlasyonê dibin.
Li Kurdistanê ji ber sîyaseta asîmîlasyon û zilmê jin û ciwan bi çewisandina giran a sîyasî û pirsgirêkên giran ên civakî re rûbirû dimînin; ji ber vê yekê TNDY di wê bawerîyê de ye ku ji bo jin û ciwanan nêzîkbûneke cudagirtina pozîtîv bêtir mecbûrî bûye.
Gelê me, her çiqas dewrên hilbûn û sûnveçûnê hebin jî, wek sekneke gelemperî di nav xwe de her tim potansîyeleke sîyasî ya dînamîk hewandiye; ev potansîyela ku her tim li doza azadîya neteweyî xwedî derketiye îro jî heye.
TNDY, pêkanîn û pêsdexistina sîyaseteke neteweyî ya demokratîk armanc dike ku van dîyarde û pêsveçûnên ekonomîk, civakî û sîyasî li pês çav bigire.
TNDY di qada vekirî de têkosîna sîyasî dike; di têkosîna xwe de li gel lipêsçavgirtina legalîteyê, mesrûîyetê ji xwe re dike bingeh, û wek awayê têkosînê jî îtaet nekirina sîvîl û çalakîyên girseyî tercîh dike.
ARMANCÊN SEREKE
1) TNDY, Kurdistanê wek welatê netewa Kurd dibîne; pirsgirêkê wek pirsgirêka rasteqînîya welat û miletekî dibîne, û li gora vê tesbîtê li çareserîyê digere; balê dikisîne ser wê yekê ku navika çareserîyê mafê çarenûsîya gelê Kurd e.
Pirsgirêka netewa Kurd di nav bastûra unîter a Komara Tirkîyê de nayê çareserkirin. TND
TNDY, wek armanca sereke ya sîyasî vê yekê diparêze û ji bo wê têkosînê dike: divê gelê Kurd li ser xaka xwe ji hêla hiqûqî, birêvebirî û sîyasî ve qedera xwe bi xwe tayîn bike û bi gelên dinyê re li ser bingeha bi gistî wekhevîya mafan, têkilîyan pêk bîne; divê ji bo tesbîtkirina mafê çarenûsî û awayê bicîhkirina wî serî li îradeya azad a gelê Kurd bê dayin; TNDY vê yekê wek prensîpa sereke diparêze. TNDY li Kurdistanê bastûreke dewlet û civakeke weha dipejirîne ku xetên wekhevîxwazî, azadîxwazî, piralî û pirrengîtî û demokratîk bihundirîne, û normên wê yên civakî û hiqûqî xurt bin.
2) TNDY dîyar dike ku pêsedema hindikahîyên netewî yên Ermenî, Ereb, Asûrî, Çerkez û Tirk ên li Kurdistanê girêdayî qedera gelê Kurd e û mafên hindikahîyên neteweyî yên ji alîyê netewî û çandî ve bi azadî xwe îfadekirinê girîng dibîne. Bi heman nêzîkbûnê ji bo hindikahîyên netewî yên Kurdên li Anatolya Navîn û metropolên Tirkîyê jî mafên netewî û çandî diparêze, û ji bo pêsdebirina mafên netewî û çandî yên girseya Kurd ya li Ewropayê têdikose.
TNDY wek nêzîkbûneke sereke ya derbarê hindikahîyên li Tirkîye û Kurdistanê dîyar dike ku pirsgirêk û daxwazên hindikahîyên neteweyî yên ku li cografyake taybetî (bajar, qeza, gund, hwd) piranîya nifûsê pêk tînin ji yên hindikahîyên neteweyî yên li bajar û metropolan cuda ne û ji lew re çareserîyên wan jî dê cuda bin. TNDY dê ji bo çareserîyeke li gora van cudatîyan lêgerînê bike. Ew ê ji bo çareserîya di vê derbarê de peymanên navnetewî bike referans.
3) TNDY azadîya ol (dîn) û bawerîyê wek azadîyeke sereke dibîne. TNDY azadîya ol û bawerîyê ji mafên bingehîn ên mirovan dibîne; garantîkirina azadîya îbadetê li gel azadîya bawerîyê ya kesan û grupan diparêze û azadîya olî di heman demê de wek azadîya mafê nebûna mensûbê olekê jî dibîne.
4) TNDY wek armanceke sereke, parastina wê yekê dike ku çavkanîyên dewlemendîyên li welatê me li gora berjewendîya gelên Kurdistanê bên bikaranîn.
5)Bi kûrbûna pêvajoya tevlêbûna Tirkîyê ya YE (Yekîtîya Ewropayê) ku ji dervê îradeya sîyasî ya gelê me pêsve çûye/hatiye pêsvebirin, gelê Kurd û nûnerên wî yên sîyasî jî rûbirûyî encamên erênî-neyînî yên vê pêvajoyê dibin.

TNDY Bang li YE dike ku rasteqînîya miletê Kurd û têkosîna azadîya wî nas bike, dema ku Kurdistan di pêvajoya guftûgoyan de tê rojevê, bibîne ku muxetabên wan gelê Kurd û nûnerên wî yên sîyasî ne û li gora wê têkilîyan pêk bîne. Her weha divê dînamîkên sîyasî û sazîyên sivîl ên Kurdistanê jî paralelî pêsveçûna guftûgoyan projeyeke netewî ya hevgirtî û berbiçav ji YE re pêskês bikin.
6) TNDY dîyar dike ku têkosîna rizgarîya netewî ya gelê Kurd û têkosîna demokrasî û guherînê ya gelên Tirkîyê du dînamîkên sereke ne ku bandorê li hev dikin; her mewzîyeke ku gelê Kurd di rêya azadîya netewî de bidest bixe dê ji bo têkosîna demokratîk a gelên Tirkîyê qezencek be û di heman demê de di têkosîna demokratîkbûnê ya rejîm û civaka Tirkîyê de, her gaveke girîng a demokratîkbûnê dê ji bo têkosîna gelê me qezencek be. TNDY bang li dînamîkên azadîxwaz ên Tirkîyê dike ku mil bidin têkosîna azadîya netewî ya gelê Kurd.
DAXWAZÊN ROJANE
TNDY di têkosîna rojane de, li gel daxwazên netewî yên dema kurt, daxwazên dema kurt ên ekonomîk û civakî jî tînê zimên. Ji van daxwazan yên sereke ev in:
1) Amadekirin û ji raya gistî re pêskêskirina qanûneke bingehîn ku hebûna gelê Kurd û hindikahîyên netewî nas bike û mafên wan ên netewî ewle bike;
2) Zimanê Kurdî wek zimanê fermî (resmî) bê pejirandin.
3) Zimanê Kurdî û zimanên hindikahîyên netewî wek zimanên perwerde û xwendinê bên qanûnîkirin serd û mercên vê yekê bên pêkanîn, û di qada çapemenî û wesandinê de çewisandin û qedexeyên li ser van zimanan bên rakirin;
4) Berdana hemû girtîyên sîyasî, rakirina qedexeya li ser sîyasetmedarên qedexekirî û bicîhkirina azadîya wan a xebata sîyasî; rakirina hemû astengên qanûnî û îdarî yên li ber raman, bawerî û sîyaseta Kurdistanî;
5) Bidawîanîna sîyaseta înkar û ji holê rakirinê ya li ser gelê Kurd û ji holê rakirina hemû encamên vê sîyaseta ser a ku bi salan li dijî gelê me hatiye bicîhanîn;
6) Pêsdebirina têkosîna mafên ekonomîk, civakî, pîseyî yên karker, gundî, karmend û esnafan, û naskirina mafê sendîkayî yê grev û peymana gistî bo xebatkarên bi mûçe;
7) Mayîn danîn li dijî mirovatîyê sûc in, divê welatê me ji her tewre mayînan bê paqijkirin;
8) Divê vehûnana welatê me ya dîrokî û ekolojîk bê parastin, dawî li projeyên ku vê vehûnanê tehdît dikin bê anîn.
9) Eskerîya mecbûrî li Kurdistanê zilm e, ambargoyeke li ser îradê ye. Divê dawî li ferzkirina eskerîya mecbûrî bê anîn û li dijî wê têkosîn bê kirin.
10) Divê sîstema qorîcîtîyê bê betalkirin; serd û mercên vegera gundîyên ku ji gundên valakirî hatine koçkirin bên pêkanîn û zirarên wan bên tezmînkirin.
11) Divê guherandina navên jîngehên Kurdistanê bê betalkirin û navên wan ên Kurdî dîsa bên bicîhkirin.
12) Divê bastûrên mîlîter û paramîlîter ên ku di serê taybetî yê li dijî gelê Kurd de bi salan hatine bikaranîn bên dîyarkirin û belavkirin, û ji tetikkêsan heta bi fermandarên wan hemû berpirs bên cezakirin.

 

Posted in: Kurdi

Comments

There are currently no comments, be the first to post one!

Post Comment

Name (required)

Email (not required)

Website

CAPTCHA image
Enter the code shown above:

  
Ordular, katil taburları değildir
Ahmet Kahraman
Evrenin güçleri, birinci ve İkinci Dünya savaşlarında insanlığa karşı işlenen suçlar vahşetinin dehşetinden sonra, Cenevre‘de bir araya gelip savaşların kaide ve kuralarına ilişkin hukuku düzenlediler. Hukukun teme...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (6)


Bizimkiler saygıyla terk etmeyi, saygıyla istifaya gönderilmeyi dahi bilmiyorlar.
Hejarê Şamil
“Barzani peşmergenin başına geçti, bekleyin, iyi şeyler olacak” gibisinden yazılar, yorumlar ucuz propaganda ve kendini tatmin etmeden öte bir anlam taşımamaktadır. O tiren geçti, gitti. Peşmergeliye geri dönen Say...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (5)


Bir zamanlar Güney Kürdistan vardı
Ahmet Kahraman
Sanki halk, onlar babadan oğula geçen saltanat kursunlar diye savaşmıştı!.. Sonra gördük. Ülkenin askeri tepeleri ve ekonomisinin teslim edildiği Türk devletinin organizasyonu ile Kürt düşmanları, 16 Ekim’d...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (37)


Barzani ve İstifa
Hejarê Şamil
Mesud Barzani, 17 Ekimde her şeyi (binlerce şehadeti, tc, iran bankalarindaki milyardların dönemsel kaybını vs. vb.) göze alarak Referandumu, Halkın iradesini savunma savaşının kararını vermeli, bu savaşın öncüllüğün&uum...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (58)


Güneyin ‘iyi Kürt’leri…
Ahmet Kahraman
Öfke deliliğin anlık hali ise eğer, Türk devleti kesintisiz delilik krizleri geçiriyordu. Başbakan Erdoğan en başta, bütün sözcüleri, günde bir kaç kere kırmızı çizgilerimiz diye haykırıp tehdit...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (52)


Abadi ve Erdoğan’ı Güldüren Zayıflık
Fehîm Işik
KYB’den Pavel Talabani’yi, Ala Talabani’yi, Lahor Şêx Cengi’yi eleştiriyoruz. Peki, peşmergelerin neredeyse yüzde 90’ı çekilip Kerkük’ü, Şengal’i Haşdi Şabi’ye teslim etmesin...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (75)


Bağımsızlık Referandumu Olmasaydı...
Hejarê Şamil
Yürütülen dava milli bir davadır partiler arası veya partiler davası değil ki…  Zayıf koşullarda diyalog önerisi yapmak, yenilginin dolaylı itirafıdır. Barzani yenildi. Yenilgi ihanet değildir. Yenilgi yenilgidir sade...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (44)


   «   [1]  2  3  4  5  6  7  8  9  10  »      
DESTPÉK      Tarix-belge      TEVKURD      Aslan Kaya -Baz      Fuad Önen      Media