Mirinê pir zû tu ji nav me bir lê navê te nemir e

Mirinê pir zû tu ji nav me bir lê navê te nemir e
Min got pismam sal zû dibuhirin, 16 sal derbas bûn. Hemû dost û hevalên te, zarokên te dersa matamatîkê dida wan, xortên te alîkariya wan dikirin hemû mezin bûne û di civat...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (692)


Xusûsîyetên Rojhilata Nêzîk
admin
Xusûsîyetên Rojhilata Nêzîk
Di sîyeseta Kurdistanê de du problemên esasî hene. Yek jê, taleba desthilatîya navendî lawaz e, taleba jêr desthelatîye, bi tirkî ”alt îktîdar” ew taleb xurt e. L&eci...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (870)


Serxwebûna Kurdistanê
admin
Serxwebûna Kurdistanê
Sîyeseta partî, rêxîstin,saziyên bakurê Kurdistanê dev ji hedefa serixwebûnê berda ye. Ji delva hedefênserxwebûnê, otonomî, federalî an demokrasî te parastin. D...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (983)


Qirîza Dewleta Tirk
admin
Qirîza Dewleta Tirk
Reyadarên vê dewletê, hertim dibêjin pirsgirêka me pirsgirêka hebûn û nebûna dewletê ye. Rast e. Yalçin Kuçuk dibeje ”em nekevin Musulê dê Diyarbekir ji des...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1253)


Kutilkên diya min, qeyda Fuad Onen û biyopolîtîka Foucault
Ferzan ŞÊR
Bîranîneke Fuad Onen ji bo fahmkirina kolonyalîzma biyopolîtîkî ya tirkan di warê teorî û pratîkê de bi awayekî xwezayî destnîşan dike. Ger ez neqil bikim ew ê ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1257)


Helwest û çalakî
Fevzi Namli
Di rewşek weha de gava li Amedê, Cizîrê, Şirnex, Silopya, Hezex, Nisêbîn, Gever û Dêrikê êrîşên hovana yên dewleta dagirker li ser gelê kurd berdewam dikin. Di heman dem&ec...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1238)


Kurdȇn Ȇzdȋ ȗ Qetlyama Ermeniya / Para duda
Eskerê Boyik
Kurdȇn Ȇzdȋ ȗ Qetlyama Ermeniya / Para duda
… Ferman. Gava vê peyvê dibêjin evdên Ȇzdî bi tirs û saw, bê hemdê xwe neheqî, kuștin û kokbirya civaka xwe bîr tinin. Xûn ji wê peyva xezeb diniqite. Ferman yan&eci...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3147)


   «   [1]  2  3  4  5  6  7  »      
  
07

Hewlêr: Di demekê de ku referandûma li ser Destûra Bingehîn a Tirkiyê nêzîk dibe û PKKê ji 13ê Tebaxê heta 20ê Îlonê agirbest ragehand, ji aliyê din ve jî li hinek bajarên Tirkiyê ji aliyê grûb û partiyên nîjadperest û şovenîstên Tirk ve dijî gelê Kurd propaganda tê kirin û heta wan bi qewirandinê tehdîd dikin. Di ragehandina Tirk de jî tê gotin ku hinek derdor dixwazin şerê Kurd û Tirk derxînin. Di vê derbarê de Lêkolerê Kurd Fuat Onen jî dibêje; ‘’Pêwist e siyaseta Kurdistanî xwe ji egera şerekî wiha re amade bike, çi li aliyê Tirkan û çi li nav Kurdistanê.’’

 
MHP, di hemû bang û propagandeyên xwe de pirsa Kurd wek hacet bikar tîne, heqaretê li serkirdeyên Kurdan dike û alîgirên xwe bi vî awayî sor dike. Partiyeke din jî ku nû hatiye damezrandin bi navê Ulusal Partî (Sosyofaşîst-Nîjadperest), Kurdan tehdîd dike û dibêje ger desthilat bikeve destê wan dê Kurdan ji bajarên Tirkan derxînin û Ocalan jî darvekin. CHP jî heman xetê dişopîne û dixwaze pirsa Kurd bipaş bixe. AKP, herçiqas îdîa dike ku dê pirsa Kurd çareser bike lê heta niha tu bernameyeke berbiçav dernexistiye pêş û pirsê daleqandî dihêle. Di vê pêvajoyê de partiyên Kurdan ên wek BDP, HAK-PAR, DEHAP û rêxistinên din jî ne yek rêzin û her yek li têlekê didin.
 
‘Dewleteke veşartî heye, grûbên şovenîst tê de cîh digrin’
Rewşenbîr û lêkolerên Kurd hişyariyê didin û dibên pêwist e Kurd di vê pêvajoyê de haydar bin. Li ser mesela bandora şovenîzma Tirk li bajarên mezin û hêza wan di nav civaka Tirk de, Parêzer Sabahattîn Korkmaz bo Rûdawê axifî û got: ‘’Mirov bixwaze nexwaze bandoreke wan heye. Ji ber mesele ne wek dixwiye, dewleteke veşartî heye. Ew grûb û hêzên şovenîst jî di nav wê dewleta kûr û veşartî de cîh digrin, loma ne diyar e kengî dê çi xirabiyekê bikin.’’
 
Bi baweriya Nivîskar û Lêkolerê Kurd Fuat Onen, tu bandoreke zêde ya wan partî û grûbên nîjadperest nîne ku yekser derdikevin û winda dibin, lê di heman demê de li ser xaleke din a çêkirina wan grûb û metirsiya wan radiweste: ‘’Sîstema Tirkiyê sîstemeke dagîrker e li Kurdistanê. Sîstemên dagîrker li gor mercên dinê û yên navxwe hinek şêwazan bikar tînin. Heman sîstemê berê bi navê welatperwer grûb derxistin holê û karên qirêj bi wan didan meşandin. Ulusal Partî jî yek ji wan grûban e lê tu giraniyeke wê di warê siyasî û civakî de tune. Lê dema pêwist bike ev sîstem dikare karên qirêj bi wan bike. Divê mirov şiyar be, ev grûb ne wiha bi serê xwe ne.’’
 
‘Kurd wê mal û malbatên xwe winda bikin!’
Serokê Giştî yê Partiya Ulusal (UP) Gokçe Firat di gotarekê de ku di Govara Turk Solu de hat belavkirin, Kurd tehdît kirin û got di şerekî navxweyî de ger derkeve dê Kurd zerareke mezin bibînin û mal, kar û pêşeroja xwe winda bikin. Firat wiha nivîsîbû: ‘’Divê Kurdên koçberî rojava bûne xaniyên wan bên xerakirin û herin cihên xwe. Bi salan e li hemberî mîlîtanên Kurd xweşbîniyek tê nîşandan. Lê ger ev bo ciwanên Tirk neyê nîşandan, bi nijadperestî û provakatoriyê bên sûcdarkirin û cezakirin wê demê pêwist e em bizanin kes dê nikaribe Tirkan bigre. Ez, Kurdên li pey PKKê diçin hişyar dikim. Yan dest ji PKKê berdin an jî ezê jî nikaribim we xelas bikim."
 
‘Egera şerê bajar, gund û qezayan her heye’
Di daxwiyaniyekê de bo Rûdawê Fuat Onen, bi pêwist dizane Kurd xwe ji şerekî wiha re amade bikin û didomîne: ’’Ew grûbên biçûk bi şerên xwe nikarin Tirkiyê ber bi 20 salên borî de vegerînin, lê sîstema Tirkan ev eger ji rojeva xwe dernexistiye, hê hebûna Kurdan û welatê wan Kurdistan qebûl nekiriye, heta vê qebûl jî nekin egera şerê berfireh, şerê bajar, gund û qezayan dê her hebe. Ev eger ne bi wan grûban ve, lê bi helwesta sîstemê ya hemberî Kurdan ve girêdayî ye. Dinya çend hatibe guherîn jî, sîstema Tirkan nehatiye guhertin. Hebûna dewleta Tirk li ser jinavbirina gelê Kurd e. Heta dest ji vê helwêstê bernedin, ew egerên tên behs kirin dê li bajarên Tirkan û Kurdistanê jî hebin. Pêwist e siyaseta Kurdistanî jî xwe ji vê egerê re amade bike, çi li aliyê Tirkan û çi li nav Kurdistanê.’’
 
'We peyman dabû hinekan'
Ji aliyekî din ve gelek caran mijara darvekirina Serokê PKKê Abdullah Ocalan ji aliyê MHP û Ulusal Partî ve tê rojevê. Berî demekê grûbek alîgirên Ulusal Partî li Stenbolê xwepêşandanek lidarxistin û daxwaz kirin ku Ocalan bê darvekirin. Serokê MHPê Devlet Bahçelî jî di dema propagandeya hilbijartinên borî de wek sembolîk li ser dikê şerîtek avêt ji Serokwezîr Erdogan re û got; ''Fermo Ocalan darvekin!'' Lê Erdogan wek bersiv belgeya ku îmzeya Ecewît, Bahçelî û Yilmaz li ser e ya Ocalan ji darvekirinê rizgar kir, bibîr xist û got: ''Ocalan li ser sêniyeke zêrîn pêşkêşî we kirin. Li gor konjokturên navnetewî jî dem guncaw bû. Çima we teror xilas nekir? Yên ku nikarîn firsetê bikar bînin, wê demê biryara darvekirinê dan, çima tişta pêwist bû we nekir û we çavên xwe girtin. Ji ber we peyman dabû hinekan.''
 
'Divê Ocalan siyasiyen bê darvekirin'
Li gor siyasetmedarên Kurd, Tirk û raya giştî ya cîhanê jî ne mimkun e careke din darvekirin li Tirkiyê bikeve fermiyetê û Ocalan bê darvekirin. Lê Pisporê Peywendiyên Navnetewî û Siyaseta Derve ya Tirkiyê Doç. Dr. Sedat Laçîner dibêje; ''Pêwist e Ocalan siyasiyen bê darvekirin.'' Berevajiya Laçîner, gelek siyasetmedar, akademisyen û kevne milîtanên MHPê jî li gel wê yekê ne bi Ocalan re diyalog bê danîn jiber bandora wî li ser PKKê heye û ger bixwaze dikare vî şerî bide rawestandin.
 
'Ger PKK derfetê nexe destê wan, nikarin meramên xwe bicîh bînin'
Bi baweriya Parêzer Sabahattîn Korkmaz, ger PKK siyaseteke rasteqîne peyrew bike û keresteyan nexe destê nîjadperestên wek MHP, Ulusal Partî, CHP û derdorên din ên şerxwaz, ew jî nikarin meramên xwe bicîh bînin: ''Ulusal Partî, ne partiyeke cihê baweriyê ye û tu bandora wê tune. MHP, bandora wê nemabû, van salên dawî ji ber li ser xwîn û dijayetîkirina Kurdan siyasetê dike, karî xwe derxe ser bendavê û bikeve meclîsê. Lê ew jî bûne beş beş. Mesela darvekirinê hemû propagande ne û dixwazin wan derdorên xwe ji dest nedin. Ne mimkune ji niha û şunde Tirkiye vegere salên derbasbûyî. Ger PKK siyaseteke rasteqîne li gor şert û mercên Kurd û Kurdistanê bimeşîne û ew şans ji destê wan bê derxistin, Tirkiye neçar e di mesela Kurd de jî hinek gavan bavêje û bi kêmanî mesele bi awayekî bê mişkile çareser bibe.''
 
‘Şerekî wiha dê dawiya wan jî be’
Bi baweriya Onen, ji xeynî grûbên biçûk ên xwiya, jêr bi jêr hêzên wan ên paramilîter jî hene û axaftina xwe wiha bidawî tîne: ‘’Niha li aliyê Tirkan wek Stenbol, İzmîr, Bursa û hinek bajarên din ev şeş heft sal e sîstema dagîrker amadekariyên cidî dike, hêzên veşartî û eşkere amade dike, çekan belav dikin, ew çekên dibên ji bin erdê derketin, hemû bo vî şerî hatine amadekirin. Ew grûbên derdikevin pêş xwe ji şerekî wiha re hazir dikin. Bê guman ger ew şer li aliyê Tirkan derkeve wê li Kurdistanê jî derkeve, Kurd dê li her derê xwe biparêzin. Yên ku pêwist e ji vî şerî bitirsin ne tenê Kurd in, divê rêveberên Tirkan ji Kurdan zêdetir ji şerekî wiha bitirsin. Bi vî şerî dixwazin me tehdîd bikin lê bi nerîna min divê ew bêhtir bitirsin, jiber şerekî wiha dê dawiya wan jî be.’’ 
 
http://www.rudaw.net/kurmanci/kurds/3428.html
Posted in: Kurdi

Comments

There are currently no comments, be the first to post one!

Post Comment

Name (required)

Email (not required)

Website

CAPTCHA image
Enter the code shown above:

  
Kürdistan’ın ve Kürt Partilerinin Dostları ve Düşmanları!
Dursun Ali Küçük
Kürdistan’ın ve Kürt Partilerinin Dostları ve Düşmanları!
Bunlarda genellikle Kürdistan’ın arka cephesi “dostlar” dan oluşur. Kürdistan dört parçaya ayrıldığı ve parçalandığı için her sömürgeci devlet veya bunlara yakın düşen bölge de...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (900)


Kandile Operasyon Ne zaman?-
Dursun Ali Küçük
İlahide çatışma ve iç savaş denilirse, biz birbirimizle uğraşırken, boşa kan dökmeye devam edip iyice bataklığa girersek, bir bakarsınız TC, İran, Irak, Suriye Kürdler karşı anlaşmışlardır. Bu kez TC ve İran desteklediklerini ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (663)


Genaral Said'ın Flaş Dıskındeki Askeri Dersler!
Sait ÇÜRÜKKAYA
Genaral Said'ın Flaş Dıskındeki Askeri Dersler!
Yıldırım savaşı, (Almanca Blitzkrieg, okunuşu → Blitskriig) II. Dünya Savaşı'nda Almanların savaş doktrinidir. Doktrinin amacı hızlı ve ani saldırılarla, düşmanın düzenli bir savunma kurmasını engelleyip sonra da hızlı bir şekilde...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (975)


El Bab Hüsranından Rakka Hayaline
Mustafa PEKÖZ
Rusya’nın belirlediği sınırlar içerisinde hareket eden Türk ordusu ve Radikal İslamcı Güçler, El Bab’dan çekilecek ve bölgeyi Esad askeri güçlerine teslim edecektir. Bu bakımdan Türk as...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (631)


süpekulesyonlara yanıtımdır
M. Selim Çürükkaya
 süpekulesyonlara yanıtımdır
Kardeşim, Kürtler'in değerini ancak yaşamını yitirdikten sonra kavradığı rütbesiz bir Genaraldi.  Çekimde olan Fin devlet televizyonunun kamerasının önünde patlama oldu. Her şey ayan beyandır.  Kardeşim mayınlar...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1178)


“İmralı Süreci”
Sait ÇÜRÜKKAYA
“İmralı Süreci”
. Dağdayken tüm olayları  ayrıntılı değerlendirebilecek kapasitemiz ve olanağımız yoktu. Şimdi ayrıldık diye tekrar subjektif bir değerlendirme  yapmanın yanlış olacağı düşüncesindeyim. Objektif olarak örneğin ben, Kongr...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1435)


Kürd Gençliğinin Rol Modeli Dr Süleyman
Yusuf Ziya Döger
Kürdler onun hayatını dikkate almalı ve oradan millet olmanın sırrını çözmelidir. O gelecek nesillerin rol modeli olacak bir yaşam ortaya koydu. Şehadeti makbul ve yolu Kürd gençleri için rol olmalıdır. Ç&uu...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (775)


   «   [1]  2  3  4  5  6  7  8  9  10  »      
DESTPÉK      Tarix-belge      TEVKURD      Aslan Kaya -Baz      Fuad Önen      Media