Mirinê pir zû tu ji nav me bir lê navê te nemir e

Mirinê pir zû tu ji nav me bir lê navê te nemir e
Min got pismam sal zû dibuhirin, 16 sal derbas bûn. Hemû dost û hevalên te, zarokên te dersa matamatîkê dida wan, xortên te alîkariya wan dikirin hemû mezin bûne û di civat...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (692)


Xusûsîyetên Rojhilata Nêzîk
admin
Xusûsîyetên Rojhilata Nêzîk
Di sîyeseta Kurdistanê de du problemên esasî hene. Yek jê, taleba desthilatîya navendî lawaz e, taleba jêr desthelatîye, bi tirkî ”alt îktîdar” ew taleb xurt e. L&eci...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (870)


Serxwebûna Kurdistanê
admin
Serxwebûna Kurdistanê
Sîyeseta partî, rêxîstin,saziyên bakurê Kurdistanê dev ji hedefa serixwebûnê berda ye. Ji delva hedefênserxwebûnê, otonomî, federalî an demokrasî te parastin. D...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (983)


Qirîza Dewleta Tirk
admin
Qirîza Dewleta Tirk
Reyadarên vê dewletê, hertim dibêjin pirsgirêka me pirsgirêka hebûn û nebûna dewletê ye. Rast e. Yalçin Kuçuk dibeje ”em nekevin Musulê dê Diyarbekir ji des...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1253)


Kutilkên diya min, qeyda Fuad Onen û biyopolîtîka Foucault
Ferzan ŞÊR
Bîranîneke Fuad Onen ji bo fahmkirina kolonyalîzma biyopolîtîkî ya tirkan di warê teorî û pratîkê de bi awayekî xwezayî destnîşan dike. Ger ez neqil bikim ew ê ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1257)


Helwest û çalakî
Fevzi Namli
Di rewşek weha de gava li Amedê, Cizîrê, Şirnex, Silopya, Hezex, Nisêbîn, Gever û Dêrikê êrîşên hovana yên dewleta dagirker li ser gelê kurd berdewam dikin. Di heman dem&ec...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1238)


Kurdȇn Ȇzdȋ ȗ Qetlyama Ermeniya / Para duda
Eskerê Boyik
Kurdȇn Ȇzdȋ ȗ Qetlyama Ermeniya / Para duda
… Ferman. Gava vê peyvê dibêjin evdên Ȇzdî bi tirs û saw, bê hemdê xwe neheqî, kuștin û kokbirya civaka xwe bîr tinin. Xûn ji wê peyva xezeb diniqite. Ferman yan&eci...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3147)


   «   [1]  2  3  4  5  6  7  »      
  
09

Dewletên kolonyalist (Tirkiye, Îran, Iraq û Surîye) hem yek yek di hindirê xwe de û hem di tekîlîyên di nav xwede û her wiha di tekilîyên navnetewi de, derheqê miletê kurd de siyasetên piralî dimeşînin. Siyaseta wan, ya nijatperest di her warê jiyanê de bi metodên wek: erîşên leşkerî, ji erdê xwe bi zorê koçkirinê, bi ambargoyên iktisadî, bi astengiyên di warê jiyana civakî û siyasî de, bi politîkayên di warê asimilasyonê de li ser miletê kurd tê tetbîq kirin. Hemû metod û siyasetên li ser xelkê kurd tên tetbîq kirin, di bingaha xwe de ji encameke muşterek re xizmetê dike: Kurd divê wek milet an jî wek civakeke etnik ji holê bê rakirin û di nav miletên serdest de bê hillandin.

 
Ji tecrûbeyên heta îro diyar e dewletên ku Kurdistan dagîr kirine û bi taybetî dewleta Tirkiyê, pirsa netewî, ne bi rêyên aşitiyê û ne jî bi tu rêyên din, tucarî çareser ne kirine. Li dijî tekoşina azadiyê, ya xelkên ji teref wan de bi zorê hatine bindest kirin, her metodên zorê bi kar anîne. Di her hal û karî de, ji bona tevgera netewî bi paşde xin û wê têk bibin: struktura civatê hilweşandin e; quwetên herêmî, yen ku muhtemel e karibin pêşevaniyê ji hereketa netewî re bikin ji ortê rakirine û herwiha, bi metodên kirînê, bi xwevegirêdan û bêşexsiyetkirinê, ev hêzana bêrûmetkirine û ji çap te xistine.
 
Heta iro jî, siyaset û metoden dewletên kolonyalist derheqê pirsa netewî û bi taybetî derheqê pirsa kurdî de ne hatîye guhertin. Lê belê, hin faktorên esasî, rê nedane Tirkiyê ku îro jî bikaribe siyaseta qetliam û koçkirinê ya ku li xelkê ermeni û li xelkê rûm kiribû, li ser gelê kurd tetbiq bike. Di vî warî de mirov dikare van mînakan bide: Balansa hêzên siyasî yên herêmî, perçebûna Kurdistanê, konjuktura siyasî ya dinyayê, gelekbûna nufûsa gelê kurd û tevgera netewî, çend sedemên girîng in.
 
 Di diroka kurd de, ji teref dewletên kolonyalist, erîşên eskerî û koçkirina bi darê zorê periodîk çêbûne. Tedbîrên wisa miweqet bûne û dem dem derketine pêş. Pirtirîn ev metodanan di demên ku tevgera netewî ya kurdî pêş ketiye û hin firsetên ku kurd karibin hin heqên xwe ên siyasî, netewî û kulturî bi destxin, hatine bikaranîn. Heq bi destxistina kurdan li kijan perçî dibe bila bibe, her dem dewletên dagirkerên Kurdistanê bi hev re nerazîbûna xwe diyar kirine. Ji bo rê li ber gelê kurd bigrin, çi ji dest wan hatiye texsîr nekirine. Ji ber ku ew baş pê dizanin çirûskek herî piçûk ji bona kurdan, dikare ji bona wan hemûyan xeter be. Vê faktorê gelek caran her çar dewlet, an jî çendik ji wan, li dijî tevgera kurd anîne ba hev û bi her şêweyî li dij tevgera kurdî netewî rawestiyane. Tixûbên hevkariya van dewletan ne tenê di çarçova Kurdistanê de maye. Ji ber ku ew dizanin ne bes tenê li Kurdistanê, li derveyî wê, li kuderê dinyayê dibe bila bibe, imkana herî biçûk ji bona kurdan, ji xwe re xeter dibînin. Di vî warî de weşanên radioyên bi zimanê kurdî minakên herî berbiçav bûne. Weşanên radioyên Êrivanê, Bexdayê û Tehranê, herçiqas di bin kontrola dewletê de bûne jî û propaganda siyaseta wan kirine, lê programên wan yên kulturî tesîrên xwe li ser hemû kurdên Kurdistanê kiriye. Dewleta Tirkiyê bi xwe hayî ji vê hebû û ihtîmale gelek caran bi rêyên diplomatik hewl daye ku van weşanan rawestîne.    
 
 Dewleta Tirkiyê bi xwe ehemiyeta hebûna saziyên wisa û tesîrên wan, yên li dijî siyaseta asimilasyonê, ji me kurdan çêtir fêmkiriye û tedbîrên xwe li gor wê sitendine. Ji ber ku Tirkiyê bingehê siyaseta xwe li ser asîmîlekirin û di nav xwe de hilandina gelê kurd ava kiriye. Ji bona wê jî hedefên wê ew in ku, karibe faktora herî esasî, ya ku heta iro, kurd wek miletekî li ser lingan hiştiye, ji orte rake. Ancax wê gavê kare civaka kurd bi temamî hilweşîne û wê bê stun bihêle. Ev faktora esasî ye ku civaka kurd heta niha li ser lingan hiştîye, bi hemû elementên xwe kultura kurdî ye. Hedefên Tirkiyê jî ew in ku hemû elementên kultura kurdî, bi taybetî jî zimanê kurdî, folklor, muzik, edebiyat, urf û adet û stila jiyana civakî ji ortê rake. Tirkiyê ji bo tetbîq kirina vê siyasetê her rê û metodan bi karaniye. Ji van metodan çend minak:
 
Li Kurdistanê mecbûrkirina axaftina zimanê tirkî û qedexe kirina zimanê kurdî, mektebên bi zimanê tirkî, kontrola li ser masmedyayê, propagandên şovenîstî, şideta li ser civakê, bêşexsiyetkirin û piçûk kirina civaka kurd di çavê raya giştî de.
 
Tirkiye ji bona ku di vê siyaseta xwe de bi serkeve, herçi tedbîrên ku (çi di hundirê dewletê de û çi jî di pêwendiyên navnetewî de) pewist bûne girtiye. Gava pewist bûye, bi dewletên derve re pêwendiyên diplomatik daniye; ji bona imkanên ku kurdan bi destxistine têk bibe, bi şantaj û tehdîtên ku pêwendiyên xwe ên dîplomatîk bibire, xistiye minaqeşê. Wek mînak:
 
Gava instituya kurdî li Fransayê vebû, radioya Dengê Amerikayê bi kurdî dest bi weşanê kir û “daghema“ mala zarokên kurdan li Swêdê dest bi karê xwe kir, diplomatên dagirker li dij wan bi protesto û pêwendiyên diplomatik ketin hereketê.
 
Ji netîceyên siyasetên her çar dewletên kolonyalîst yên ku derheqê miletê kurd de heta nuha hatiye meşandin, mirov dikare bêje pirsa kurd ne bi tenê di warê siyasî de, herwiha di warê kulturî de jî karakterekî navnetewî stendîye. Ancax ji vê noktê pê de mirov dikare tê bigihê, gelo ehemiyet û rola kulturê ji bo hebûna kurdan çi ye û ji bo çi Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriye hebûn û pêşketina kultura kurd naxwazin?
 
Berî ku li ser van pirsan rawestim, dixwazim bi kurtî li ser têgeha “kultur“ê û ehemiyeta wê çend gotinan bêjim. Kultur:
 
Tevaya nerxên an jî qîmetên (yên di warê maddî û manewî de) ji teref civakê hatine afirandin û herwiha ji teref wê bi xwe de tên bi karanîna wan e. Ev qîmetana ji adetên-traditionen kulturî pêk tên û prosessa mirovatîyê pêş ve dibin.
 
Kultur di warê etnîkî de ji alîyekî de fonksiyonên ji hev cidabûnê pêk tîne -teybetiyên grubeke etnîk ji grubên din cida dike û ji alîyekî din jî fonksiyonen întegrasyonê pêk tîne - etnîk grubê di hindurê xwe de întegre dike û yekîtîya kulturî pêk tîne.
 
Karakterê kulturê yê herî muhîm ew e ku, karê kominîkasyonê dike; înformasyonê diparêze û dighîne cilên dipê re tên. Kultur, formê ragîhandina înformasyonê bi afirandinên kulturî yên maddî û manewî; bi rêya edebiyata devkî û nivîskîî û bi dan û stendinên şexsî û ne şexsî pêk tîne.
 
Li ser van karakter û fonksiyonen kulturê yên teybetî mirov dikare bigihê netîceyekê. Kultur bi tevayî ji bona her miletî û bi taybetî ji bona xelkên wek kuradn bindest, di prosessa pêşketinê û di ya şekil girtina netewebûyinê de, digel hin faktorên din roleke bingehîn dide ser milê xwe.
 
Li ser esasên jorîn yên ku di derheqê kulturê de di hatine nivîsandin, mirov dikare bêje ku rol û giringiya kultura kurd, di hebûna wî de faktorekî bingehîne. Dewleta tirk jî ev yeka ha baş analîz kiriye û gihiştiye wê neticeyê ku, tenê wê bi metodên ku karibe civaka kurd ji hindur de bêstûn bihêle, yanî kultura wî bi hemû elementên xwe ji ortê rke û di nav xwe de bi hilîne.
 
Tirkiyê ji bona tetbiqkirina vê siyasetê têra xwe tedbîrên hindurî stendî ye. Lê ew tenê bi van jî namîne, herwiha hem bi her sê dewletên dagirker re û hem jî bi dewletên wek Sovyet ku kurd lê dijîn bi rêyên diplomatik li dij mafên ku kurdan bi destxistine rawestiyaye û radiweste. Li cihê ku nikaribe rawestîne jî, hewl dide mafên heyînî ku wan ji bona kurdên Kurdistana Bakur bêtesîr bike. Minaka herî darîçav ku li başûrê Kurdistanê lehça soranî li mekteba dihate xwandin. Eger îmkan hebin mirov karibe li arşivên dewletên ku kurd lê dijîn binere, muhtemele derheqê vê mijarê de bi sedan dokument hebin.        
 
Bi vê mijarê ve girêdayî, dixwazim li ser hin dokumentên ku di arşîvên wezareta Rusyayê a derve de ku min xwendine, rawestim. Li gor agahdariyên karbidestên Sowyetê, di meha temûzê sala 1934 de konferansek bi navê “Konferansa kurdî“ û "Konferansa Asûrî" çêdibe. Encamên Konferansa Kurdî, ji bona kurdên Sowyetê avakirina zimanê lîteratura kurdî ye. Kurdên Sowyetê, nûnerê cumhûrîyetên ku kurd lê dijiyan, gelek kesên alim û ronakbîr beşdarî vê konferansê bûne. Ji van beşdarvanan nerînên çendikan jê bi kurtî ev in. Wergera wan, ji teref min ji zimanê rusî hatiye kirin.
 
1) Gotara Şamîlov (muhtemele Ereb Şamilov be A.F.)    2.VII. 1934
 
“Ji bona avakirina zimanê kurdî hem ji bona kurdên Sovyetê û hem jî ji bo yên li welatên din dijîn, pêwiste ku em ji lîteratûra ermeniyan tiştên ji zimanê mere maqûl be bistînin...“
 
2) Peyva Çoban Zade    2. VII. 1934
 
“Daxwazkirina avahiya yekitiya zimane kurdî yê ku hemû kurdan temsîl bike, hem ne rast e û hem tiştekî xayalî ye. Herwiha, ez dibêjim ev yeka ha tiştekî paşverû ye. Li ber me pirsek konkret heye. Ew jî avakirina yekîtîya zimanê kurdî yê Zakafkasyayê ye. Pêwîste em zimanê me yê sovyetî ava bikin, zimanê forma herî bilind yê aborîya kollektiv. Ev ziman ji bona kurdên welatên din jî kare bibe mînakek.
 
Bêşik, divê em esasên siyasî û yê civakî jî tevlî vî karî bikin. Erê, bi vî awayî em dikarin pirsa kurd di mistewa dinya yê de çareser bikin.“
 
3)Peyva Sevak   12. VII. 1934.
 
“Li welatên derve gelek kurd dijîn. Divê em zimanekî kurdî-literaturî wisa ava bikin ku ev ziman, di rojên pêş de ji teref kurdên welatên din jî bê qebûl kirin. Herwiha, ev zimanê ha divê ji îro de dest pê bike û tesîra xwe li ser zimanê literaturê yên kurdên welatên din jî bike“.
 
4)Peyva professor Çoban Zade.   (tarix ne diyare)
 
“Li nig me (Sovyetê) bi dehan komar derheqê sazkirina îmla, elfabe û termînilojiyê de, xwediyê tecrûbên herî dewlemend in. Pewiste van tecrûbana wek mînakên afirandinên xelkên Sovyetê bên kom kirin; tecrûbên wan bidin derve, daku karên di derheqê kurdan de tên kirin, di bin tesîra meylên burjuwazî de nemînin.“
 
5)Peyva heval fiamilov.    13. VII. 1934.
 
“Professor Xaçatiryan di gotara xwe de dibêje, ji profesorekî ingilîzî namek stendiye û dibêje ku ew di xizmeta dewletên emperyalîst de ye û ji bona berjewendiyen hêzên emperyalîst fêrî zimanê kurdî dibe. Li gor Xaçatiryan professorê ingîlîzî pêşneyar dike ku em di zimanê kurdî de guhertinên nû bikin. Wisa diyar e alimê ingîlîzî bi îrada xwe hukum li me dike û tesîra xwe li ser me dihêle“.
 
6)Peyva serokê kultprop. KM PK Ermenîstanê heval Arisyan.
 
a) “Ehemiyeta vê konferansê dûr diçe, tixûbên Komara (Ermenîstan A.F.) me û tixûbên Yekitiya Sovyetê derbas dike“.
 
b) “Divê em kultur, ziman û lîteratura ku di jiyana xebatkarên kurd de gihiştiye ji bona wan ava bikin. Pêwiste vana ne bitenê ji teref hin alim û nivîskaran bên fam kirin, herwiha divê ji teref hemû tebeqên xebatkarên kurd yên li welatê me û birayên me yên welatên din bê fam kirin. Çimkî wezîfa me ew e ku ne tenê xwe pêş ve bibin, herwiha divê em alîkarîya birayên xwe yên tebeqî yên li derveyî welêt jî bikin. Ji bona ku li dijî kapitalîzmê tekoşînek aktiv bidin, divê em bala wan bikşînin û di wan de şûûra sosyalizmê pêş ve bibin“.
 
7) Peyva heval Pirumov . Li ser navê Akademiya Zanistî ya Sovyetê filiyala Zakafkasyayê.
 
“ Divê hûn alîkariya wan (kurda) bikin û şûrekî ji wan re çêkin. Ne tenê li vêderê ji bona pêşvebirina kultura xwe şer bikin, herwiha ji bona kurdên li welatên din jî şer bikin. Ji bona ku ew ji talankerên emperyalistan xelasbin pêwîste şer bikin. Ev e mana konferansa we. Pirsên ku li vêderê wê bên çareserkirin tixûbên pirsên lingvistik derbas dikin“.
 
Di havîna sala 1934 de, wek li jor hatiye nivîsandin, ne tenê ji bo kurdên Sovyetê herwiha ji bona temamê kurdan, ji bona avakirina zimanê kurdî minaqeşeyên cidî di konferansê de hatine kirin. Belê di destpêka sala 1935 de rewş di eleyhê kurdan de tê guhertin. Pêwendiyên Sovyetê û Elmanyayê xerab dibin; hevkariyek di nav Îtalya û Almanyayê de tê saz kirin; Elmanan çavê xwe berdabûn erdên rojavayî Sovyetê û ji bona wê japonî tehriq dikirin ku bi Sovyetê re şer bikin. Elmanan şertên peymana Wersalê red dikirin û ji alîkî de jî ingîlîz û fransiyan nêzîkayî li elmanan dikirin. Ev bûyerên ha bi hev re atmosfera pêwendiyên navnetewî dişidand. Ji vê rewşa nû ya navnetewî ji hemû dewletan zêdetir Yekîtîya Sovyetê pê muteesîr dibû û rewşa nû ji xwe re xeter didît.
 
Guhertinên di konjuktura siyasî ya dinyayê de çêbûn, rastarasta tesîrên xwe li ser siyaseta Sovyetê ya navnetewî kir. Wê bi dewletên cîran re û dewletên din ên xwedî nifûz re, eleqên xwe ên siyasî ji nu de di ber çav re derbas kir. Di rewşa siyasî ya dinyayê de tehlîka ku şerek navnetewî derkeve zêde dibû. Sovyetê haziriyên şer yên ku ji terf dewletên din dihate kirin ji parastina tixûbên xwe re tehlîke didît û ji ber wê dixwast ku qerarên peymana Lozanê yên der heq rejîma tengavan de bê guhertin. Yekitîya Sovyetê bi taybetî bi Tirkîyê re di derheqê guhertina rejîma tengavên li ser bahra Reş, dest bi guft û goyên nû kir. Ev pêşneyara Sovyetê dihat hesabê Tirkiyê jî. Çimkî ji aliyekî de Tirkiyê rewşa xwe ya parastinê xurt dikir û ji aliyê din jî şertên ku bi Sovyetê re têketa bazara hin pirsên di wê demê de ku serêşî jê re çêdikir bi dest dixist. Bi taybetî aktuelbûna van pirsan di demek wisa de ne tesadufî bûn. Ji ber ku ev pirsanan ji berê de mewcût bûn, lê şertên minaqeşekirina wan ne wek vê demê misaît bûn.
 
Çend pirsên esasî yên ku ji bona tirkan serêşî çêdikirin ev in:
 
Pirsa gelê laz, pirsa gelê asurî û bi tevayî pirsa kurd û bi taybetî jî kurdên Sovyetê bû. Tirkiyê di prosesa guft û goyan de, ji Sovyetê daxwaz dikir ku, hemû mafên gelê kurd, laz û asurîyên li Sovyetê, ji ortê rake. Ji ber ku mafên van xelkan, ji bona yekbûn û selameta xwe xeter didît. Tirkiyê ev daxwaza xwe, wek şertê ku karibin bi hev re pêwendiyên dostane deynin, dajot pêşiya Sovyetê.
 
Di arşîvên Sovyetê de çend dokumentên balkêş, yên ku ji Tirkiyê re serêşî çêdikir ev in:
 
Di wê demê de li Gurcistanê Kolxozek (kooperatif) bi navê “Krasniy Lazistan“ (Lazistana Sor) hebû. Di vê kolxozê de nezikî sêsed mirovên laz kar dikirin. Tirkan bi qanalên xwe ên dîplomatik ji Sovyetîyan re digotin ku “hebûna kolxozek bi navê "Lazistana Sor" dikare tesîrê li ser lazên Tirkiyê bike û bi xwe re perçebûna welêt bîne“. Ya duyem, di vê demê de li Ermenistanê Cemîyetek asuriyan hebûye û wezîfa vê cemiyetê ew bûye ku kultur, aborî û şertên jiyana xebatkarên asurîyan pêş ve bibe. Dîplomatîk ajanê Sovyetê Neymark, ji Êrîvanê di 15 nisanê sala 1935an de namakê ji wekîlê wezareta derve re dişîne û tê de di derheqê gazin û konetiyên diplomatên tirkan û herwiha di derheqê “çalakiyen“ cemîyeta asurîyan nerînên xwe bi vî rengî dinivîsîne:
 
“Ji wekîlê yekem yê wezareta derve (NKID) heval Tsukerman re:
 
Konsulên Tirkiyê dîsa dest pê kirine bi asûrîyan eleqedar dibin. Rastir bêjim, çalakiyên Cemiyata Asurîyan (filiyalên li Êrivanê û li Leninakanê) bala tirkan dikşîne. Tînim bîra we, di rapora Konferansa Asurîyan ya ku di havîna sala 1934an de çêbû, asuriyan xwe wek aksiyonek siyasî li dij Tirkiyê nişan dane. Muhtemele di pêş de jî, raporên çalakiyên asurîyan bi vî ruhî bên nivîsandin. Lê di pêş de jî di vê cemiyetê de dibe elementên avanturîst peyda bibin. Eva jî dikare ji me re probleman derxe, eger ne bi tirkiyê re, lê bi ingilîzan re. Konsulê Tirkiyê Aral yê li Leninakanê dikare û jê tê, xebata vê cemiyetê karekî li dij Tirkiyê bihesibîne.
 
Ji bo wê ez zen dikim wê tiştekî rast be, eger ku me pirsa qedexekirina vê cemiyetê baniya ber destê merciyên îdarî. (tekst dewam dike A:F) Dipagent li Êrivanê Neymark.“[1]
 
Tirkiye di destpêka sala 1935an de di prosesa guft û goyên bi Sovyetê re, yên derheqê rejîma tengavan de, ne bi tenê pirsa lexukirina mafên gelê asurî û laz aktuel dike, herwiha lexukirina saziyên kurdan, yên li cumhûrîyetên Sovyetê hene jî dixe rojevê. Ji dokumentên dîplomatîk diyar dibe ku ev daxwaza Tirkiyê bê bersiv namîne. Serokê yekem yê beşê Rojhilat Pikerman û wekîlê wî A.F.Miller derheqê konferansa kurdî ya 1934an de, ji dipajanê xwe Neymark yê Êrîvanê raporekê dixwazin. Paşê rapora ku Neymark ji wan re dişîne, di 15. II. 1935an de ji N.N. Krestinskiy re rê dikin. Rapor li jêre.
 
“Ji heval Krectinckiy N.N. [1] re.
 
Divê em nişan bikin ku di konferansê de digel xêrhatin û raporên derheqê mijara lingvîstîk û herwiha raporek mezin ku tema wê kurd û rewşa feodalîzmê ye, hatiye xwandin.
 
Naveroka wê jî diyar dike ku Konferansa Kurdî li Êrîvanê wek agahdariyên heval Skobelev ragihandine û li ser wî esasî me bersiv daye tirkan, nexwedî karakterekî bêzerar e.
 
Em rica dikin, di vê rewşê de pewîste dîrektîfên heval Skobelev[1], yên derheqê Konferansa Kurdî a duyemîn, ya ku wê li Bakuyê çêbibe û herwiha karê merkeza kurdnasiyê bên munaqeşekirin. Ji bona vê divê hûn bi beşdarîya hevalên li Moskovayê dimînin, bi Karahan, Skobelev û Neymark re civînekê çêkin.
 
Serokê yekem yê beşê Rojhilat Pikerman
 
Wekîlê serok Yê beşê Rojhilat A.F.Miller.“[1]
 
Wekîlê wezareta derve Krestinskîy, rapora karbidestên wezareta xwe Pikerman û Miller ya derheqê Konferansa Kurdî nirxand û li ser wî esasî, wî jî di 11. 2. 1935an de raporek, ya ku tedbîrên nû, yên derheqê saziyên kurdan hatine stendin, ji wekîlê W.D. yê Tiflîsê Skobelev re rê dike.
 
“Ji wekîlê wezareta derve yê Tiflîsê heval Skobelev re:
 
Wek hûn dizanin ji bona karê di nav kurdên Zakafkasyayê de biryara hikumetê ya nû ji van xalên jêr pêk tê.
 
1) Konferansa derheqê kurdnasîyê, ya îsal (1935)di meha temmûzê de (li Baku A.F.) hatibû plan kirin îptal bûye. 
 
2) Merkeza kurdnasîyê neqlî filiyala Akademiya Zanistî ya Tiflisê dibe. Karên kurdnasîyê lazimî tenê bi karê ilmî bê sînor kirin.
 
3) Name û nivîsên merkeza kurdnasiyê yên bi derve re, wê ji teref “Komita Elfaba nû“ ya Sovyetê û komita herêma Zakafkasyayê bê kontrol kirin.
 
4) Rojnameya Êrîvanê “Rêya Taze“ divê karaktêrên rojnamek herêmî-netewî bistîne. Herwiha jê (ji “Rêya Taze“ A.F.) re qedexeye ku bi pirsên kurdên derve re eleqedar bibe.
 
5) Rêkirina rojname, pirtûkên dersan û yên edebî (bi zimanê kurdî) derveyî welêt qedexe ye.
 
6) Teknîkuma[1] kurdî ya pedagojiyê ku li Êrîvanê ye hatiye reorganizekirin. Ji dêl wê ve mekteba partiyê (Sovpartşkola) hatiye vekirin. Mekteba partiyê ji bona herêmên ku kurd tê de di piraniyê de ne wê kadrên partiyê û yên sovyeta bigihîne. Di mekteba partiyê de li gor ihtiyacan, pêwîste beşekî pedagojiyê, yê nemezin bê parastin.
 
Her sê xalên ewil ku li jor hatine nivîsandin, di berpirsiyariya Komîta Elfaba nû ya herêma Zakafkasyayê û komîta giştî ya Sovyetê de ye. Her sê xalên mayîn jî di berpirsiyariya merciyên herêma Zakafkasyayê û yên Ermenistanê de ne.
 
Ez rica dikim ku hûn derheqê vî karî de pêwendiyan bi merciyên Zakafkasyayê û Ermenistanê re deynin û vezareta derve agahdar bikin ku, gelo ji bona tedbîq kirina dîrektivên hukumetê çi tedbîr hatine stendin.   Herwiha rica dikim ku hûn bizanibin pêşneyara guhertina teknîkuma pedagojiyê ji teref me û hukumetê de hate pêşkeş kirin. Van pêşneyariyan li ser esasên meteryalên di dema minaqeşê de di dest me de bûn, hatine kirin. Lê belê divê ev meteryalên ha ji nû ve di ber çav re bên derbas kirin.
 
Eger ku di netîca kontrolê de diyar bibe ku ji bona gundên kurdan ihtiyac ji mamosteyan hebe; ji texmînên ku me kirine zêdetir be û eger ev ihtîyaca parastina ped-teknîkê pêwist bike, divê hûn bi komîta Zakafkasyayê re izahatên xwe ji mere rê bikin. Wê gavê em ê vê pirsê ji nû de di ber çav re derbas bikin.
 
Wekîlê Komîsarê gel (zam narodnovo komisara) Krestinskiy.“.[1]
 
Li ser dîrektîvên wezareta derve Skobelev di 29. 5. 1935an de ji Tiflîsê qerarên hikumetê yên derheqê saziyên kurdan ku hatine stendin, ji wekilê wezaretê Krestinskiy re vê raporê rê dike.  
 
“Ji buroya Wezareta Derve heval Krestinskiy N.N. re:
 
Birêz Nikolay Nikolayeviç.
 
Îlawa nameya xwe ya N: 84/c 27. III. 1935an de radigihînim:
 
Qerara hikûmetê (muhtemele hikûmeta Gurcistanê be. A.F.) derheqê çareserkirina pirsa kurdî li gor van xalên jêrîn hatiye îşaret kirin:
 
1) Konferansa kurdî ya ku wê li Baku çêbiba hatiye îptal kirin.
 
2) Hemû karê kurdnasiyê li instituya zanistî a li Tiflîsê top bûye. Li vêderê seksiyona kurdnasiyê hatîye organîze kirin. Serokê wê heval Korvin e. ... Xebata wê bes di çarçova zanistiyê de ye.
 
3) Nivîs û namên derheqê kurdnasiyê de yên bi derve re, di bin kontrola komîta kulturpropaganda ya Zakafkasyayê de ne.
 
4) Redaktorê rojnama Êrîvanê “Rêya Taze“ hatiye guhertin û rojname di çarçova qerarên hikûmetê de ne.
 
5)fiandina rojname û weşanên kurdî ji bo derveyî welêt[1] hatine qedexe kirin .
 
6) Pedteknîkuma kurdî a li Êrîvanê reorgaîize bûye û ji dêl wê ve Sovpartşkola (mekteba partiyê û sovyeta) bi beşê pedagojiyê hatiye vekirin.
 
Bi silavên hevaltî M. Skobelev. Wekîlê wezareta derve“.[1]
 
Derheqê eynî pirsê de, dipagentê Sovyetê yê Êrîvanê Neymark di 5. 4. 1935an de bi nameyekê bersiva nama wezareta derve ya li Moskova dide. Rapor li jêre.
 
“... Bi qerarnama merciyên resmî yên vêderê, tevaya karê kurdnasiyê ji îdareya instituya Ermenistanê ya kultura madî hatiye stendin û dewrî filîyala akademiya zanistî ya Zakafkasyayê bûye. Akademiya zanistî li Tiflîsêye û bi wekaleta wezareta derve re di eynî xaniyî de dimîne. Eva jî kontrala wekaleta wezareta derve li ser karê merkeza kurdnasîyê hêsa dike ku karibe rê li xetayên ne di hesêb de bigire.
 
Bi vê ve girêdayî ez dixwazim işaret bikim ku, hemû haziriyên xebatê yên ji bona çêkirina vê konferansê (Konferansa Kurdî ya havina 1934. A.F.) marîfetên Akademiya Zanistî ya filiyala Zakafkasyayê ye. Vekaleta wezareta derve derheqê civandina konferansê de bi taybetî ez agahdar kirim û berî konferansê ez rêyî Leninakanê kirim. Lê gava ez giham wê derê gotarên herî meşhûr yên Primov hatibûn xwendin.
 
Di roja ku em çûn Êrîvanê heval Primov li wekaleta wezareta derve bû. Heval Skobelev ne tenê Primov bê talimat hiştibû û herwiha agahdariyên çewt dabû komîsariyata gel.
 
Piştî wan agahdariyên jorîn, Neymark li ser saziyên kurdî û çalakiyên wan radiweste. Neymark radigihîne ku Rojnama kurdî “Rêya Taze“ û Teknîkuma kurdî li Êrîvanê mane.. Rojname her ji şeş rojan carekê der dikeve. Ew di xaniyê narkomzemê de dimîne. “Rêya Taze“ bê îstîsna hewl dide ku jiyana rojane û rewşa kulturî û aboriya gundiyên kurd yên kolxozên Talinskiy, Abaranskiy, Kotayskiy û ... herêmên Ermenistanê (SSRA) pêş ve bibe. Tenê ji kolxozên kurda yên herêma Vedinskiy (SSRA) û herêma Naxçiwanê kêm caran nûçe tên.
 
Di dema konferansa kurdî ya ku gelekî nav û deng dabû , Rêya Taze bi tu pirsên navnetewî elaqedar nebû û her wek berê, li ser karûbarên kolxozên kurdan dinivîsand.
 
Merciyên xwedî qerar yên Ermenistanê bi himet serokatîya rojnamê dikin. Rojname wisa miqate û bi tahamul e, mirov dikare mihakeme bike ku konsulên tirkan yên vê derê, nikaribûn tu qulpan jê re bibînin. Wek tê zanîn hemû hejmarên wê ji teref tercûmanên tirkan gelekî bi himet tên tercûme kirin.
 
Teknîkuma kurdî, êdî hatiye fesx kirin û ji dêl wê ve mekteba partiyê (sovpartşkola) bi beşekî mezin yê pedagojiyê hatiye vekirin. Her sal beşê pedagojiyê wê 15 mezûnan bide û teqrîben ewqasî jî beşê partiyê û beşê sovyetê wê mezûnan bidin. Îsal tenê beşê pedagojiyê wê mezûnan bide. 18 mirov mektebê xelas dikin. Ji wana 10 kes wê di kolxozên kurdan de karê mamostetîyê bikin. 2-3 ji yên mayin wê biçin herêma Naxçiwanê karê mamostetîyê bikin. 2 mirov wê biçin mekteba blind û yên mayin wê di karên partiyê an jî di sovyetan (yên herêmên kurdan) de kar bikin.
 
Midîrê mekteba partiyê mirovekî ne kurd e, belê bi kurdî dizane û di warê siyasî de xwe baş gihandî ye. Dipagent NEYMARK“[1]
 
 Diyar e hewldanên Tirkiyê yên li dijî asurîyan, lazan û kurdên sovyetê di dema goft û goyên li ser guhertina rejîma tengavan dihate kirin, ji bona Tirkiyê netîceyên pozitif didan. Lê diyar e Tirkiyê bi barkirina rojnama “Rêya Taze“ û beşê kurdnasiyê ji Êrîvanê û bi cih kirina wan li bajarê Tiflîsê, êrîşên xwe yên şowenîst li dij kurdan dujwartir kir.. Tirkiyê bazara xwe bi sovyetîyan re, derheqê têkbirina mafên kurdan berdewam dikir. Bi raporên xwe yên kone erîşî ser saziyên kurdan dikir û ew ji xwe re tehlîkek hayatî îlan dikir. Mînakek ji van êrîşên Tirkiyê, dipagentê Sovyetî Neymark di rapora xwe ya di 9. 5. 1935an de tîne zimên. Rapor li jêr e.
 
“Ji serokê qismê 1ê yê wezereta derve re.
 
Li gor agahdariyên di destê min de, demek berê Aral û Yilmaz[1] derheqê pirsa kurdî de raporek bi dizî hazir kirine. Li gor înformasyonên di destê me de, muhtewa vê raporê eve:
 
Konsilên tirkan dinivîsînin ku “di van rojên nêzîk de xwendvanên mekteba ku jê re dibêjin “pedteknikum“ ya li Êrîvanê wê mezûn bibin. Pêncî kes mezûn dibin (Bi rastî 18 mirov in. E.Neymark.). Ev hejmara ha ihtiyaciya mektebên gundên kurdan yên li Êrîvanê derbas dikin (bi rastî têr nake E.Neymark.).
 
Li Êrîvanê rojnama “Rêya Taze“ hebûna xwe her berdewam dike. Hebûna wê li ser tixûbê Tirkiyê jo bo me tehdît e û işareta dijminantiyê ye.
 
Bingehên karên derheqê kurdan li Azerbeycanê top bûye. Li Azerbeycanê di formeke otonomde herêmek bi navê Kurdistanê ava bûye. Tixûbên wê, herêma Karabaxê û Ermenistanê dighîne hev. Li vê derê rojnama tirkî “Kizil Kurdistan“ û du rojnamên din tên weşandin. Her çiqas Yekitîya Sovyetê hewl dide bawerîya dostayê bide me, lê muhtewa van rojnaman mirovan dide isyan kirin û dijminatiya Tirkiyê dikin.“
 
Neymark rapora konsilên tirkan dinirxîne û nerînên xwe ên di derheqê ve raporê de, ji wezareta xwe re rê dike. Neymark dibêje: “Wek hûn dibînin ji van îzahetên kurt yên vê raporê, bala tirkan li ser Kurdistana Azerbeycanê û herêmên Kelbajar û Laçîn kom dibin.
 
Bi rastî, berê, fikirên ku li vê derê herêmek Kurd ya otonom ava bikin hebûn. Lê paşê dev jê qeriyan. Lê diyar e li wan deran hin şopên van fikiran hîn berdewam dikin. Hebûna rojnama bi navê “Kizil Kurdistan“ mînakeke. Divê heval Ilinskîy bala xwe bidê.
 
Derheqê sazîyên kurdî (rojname û teknikum) yên li Êrîvanê, ez bi heval Xanciyan re peyivîm. Wî ji min re got ku, eger van saziyên kurd ji Ermenistanê (SSRA) rakin û bibin Tiflisê, wê gelekî memnûn bibe. Lê vê pirsê ew bi xwe wê dernexe pêş. Ewê gelekî memnûn bibe eger ku vê pirsê wezereta derve li Moskovayê an jî li Tiflîsê derxe pêş.
 
Ji bona peşneyariya pirsa neqilkirina sazîyên kurd ji Êrîvanê li bajarê Tiflîsê, ez dibêjim, eger ji bo vî karî, wekîlê wezereta derve yê li Tiflisê bê wezîfe kirin, wê qerarek bi îsabet be...   dipagent Neymark."
 
Netîceyên hewldanên dewleta Tirkiyê ên li dij gelê laz, asurî û kurd û yên ji bona guhertina qerarên peymana Lozanê, hedî hedî berê xwe didan. Qerarên peymana Lozanê îmkanên gelek fireh didan gemiyên dewletên ku bi bahra Reş re ne cîran bûn. Di 20. 7. 1936an de li bajarê Montroyê qerarên peymana Lozanê yên derheqê tengavan de hatin iptal kirin û ji dêl wê ve peymanek nû, bi navê “Peymana Montroyê“ ji teref Yekitîya Sovyetê, Tirkiyê, Ingîlterê, Fransayê, Bilgaristanê, Yûnanistanê, Romaayayê, Yugoslawyayê, Awistralyayê û Japonya ê hate îmze kirin. Li gor qerarên peymana Montroyê, rê li tevgera gemiyên herbê yên dewltên ku tixûbê wan li ser behra Reş tunebûn, hate qedexe kirin. Bi vê peymanê Tirkiyê û Yekitîya Sovyetê gihan armancên xwe û pêwendiyên wan her çû xurtir bûn. Karbidestên Tirkiyê, di wê demê de, di organên masmedya xwe de, heşkere behsa nêzîkbûyina pêwendiyên xwe yên bi Sovyetê re dikirin.      
 
Mixabin rastiyeke, nêzîkbûyina Tirkiyê û Yekitîya Sovyetê her demê li dij berjewendiyên kurdan bûye, an jî kurd ji vê nêzîkbûyina wan zerar dîtine. Bûyerên di sala 1937an de jî delaletê ji vê idîayê re dike. Di vê salê de gelek ronakbîrên kurd yên wek Ereb fiamilov di nav de tên hepskirin. Mektebên kurdî tên girtin. Rojnamên kurdî û “Rêya Taze“ tên girtin.
 
Ez hêvîdar im ku ehemiyeta kultura kurd bi nivîsek wisa kurt be jî, wê bala mirovên kurd bikşîne ku dijminên kurdan di her demê de ne bi tenê di hindurê dewleta xwe de, herwiha di pêwendiyên navnetewî de jî, hewl dane ku rê li pêşketina kultura gelê kurd bigrin û qismên mayî jî, ji ortê rakin. Dewleta Tirkiyê, ji roja ku ava bûye û heta roja îro, êrîşên xwe yên siyasî, eskerî, ideolojîk û kulturî ji bona ku karibe stûna struktûra civaka kurd hilweşîne xistiye hereketê.
 
 
 [1] Zakafkas herema Gurcistan, Ermenistan û Azerbeycanê ye. Li van cumhûriyetan kurdên li Sovyetê dijîn.
 
[1] Qest serhildana Agrî ye di sala 1930-31
 
[1]AVP. RF. F. 0132, Op. 18, Por.N 950, Pop.N. 210, list. 60.
 
 
 
[1] N.N. Krestinskiy di vê demê de wekîlê yekem yê wezareta reva ya Yekitîya Sovyetê ye. Di sala 1938an de Krestinskiy û Karahan Sefîrê Sovyetê yê li Enqerê ji teref hikûmetê de bi mirinê hatin ceze kirin.
 
[1] Skobelev, wekilê wezareta derva ya Yekitîya Sovyetê yê Tiflîsê ye.
 
[1] AVP. RF. F. 0132, Op. 18, por. 950, pop. 210, list 72-74
 
[1] Mekteba teknîk
 
[1] AVP. RF. F. 0132, OP. 18, POR.N. 950, POP. 210, List: 66-66%
 
[1] Di vê demê de du hejmarên Rêya Taze. dişandin derve. Yek diçû Bexdayê û yek jî ji Bedirxanîyan re diçû fiamê jA.F.
 
[1] A.V.P. R.F. F. 0132, Op. 18, Por.N. 950, Pap.N. 210, L. 53.
 
[1] F. 0132, Op.N. 18, Por.N. 950, PapkaN. 210. list. 61-61%
 
[1] Aral û Yilmaz karbidestên diplomatîk yên Tirkiyê ne. Aral konsilê Tirkiyê yê Leninakanê ye.
 
Posted in: Kurdi

Comments

There are currently no comments, be the first to post one!

Post Comment

Name (required)

Email (not required)

Website

CAPTCHA image
Enter the code shown above:

  
Kürdistan’ın ve Kürt Partilerinin Dostları ve Düşmanları!
Dursun Ali Küçük
Kürdistan’ın ve Kürt Partilerinin Dostları ve Düşmanları!
Bunlarda genellikle Kürdistan’ın arka cephesi “dostlar” dan oluşur. Kürdistan dört parçaya ayrıldığı ve parçalandığı için her sömürgeci devlet veya bunlara yakın düşen bölge de...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (900)


Kandile Operasyon Ne zaman?-
Dursun Ali Küçük
İlahide çatışma ve iç savaş denilirse, biz birbirimizle uğraşırken, boşa kan dökmeye devam edip iyice bataklığa girersek, bir bakarsınız TC, İran, Irak, Suriye Kürdler karşı anlaşmışlardır. Bu kez TC ve İran desteklediklerini ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (663)


Genaral Said'ın Flaş Dıskındeki Askeri Dersler!
Sait ÇÜRÜKKAYA
Genaral Said'ın Flaş Dıskındeki Askeri Dersler!
Yıldırım savaşı, (Almanca Blitzkrieg, okunuşu → Blitskriig) II. Dünya Savaşı'nda Almanların savaş doktrinidir. Doktrinin amacı hızlı ve ani saldırılarla, düşmanın düzenli bir savunma kurmasını engelleyip sonra da hızlı bir şekilde...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (975)


El Bab Hüsranından Rakka Hayaline
Mustafa PEKÖZ
Rusya’nın belirlediği sınırlar içerisinde hareket eden Türk ordusu ve Radikal İslamcı Güçler, El Bab’dan çekilecek ve bölgeyi Esad askeri güçlerine teslim edecektir. Bu bakımdan Türk as...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (631)


süpekulesyonlara yanıtımdır
M. Selim Çürükkaya
 süpekulesyonlara yanıtımdır
Kardeşim, Kürtler'in değerini ancak yaşamını yitirdikten sonra kavradığı rütbesiz bir Genaraldi.  Çekimde olan Fin devlet televizyonunun kamerasının önünde patlama oldu. Her şey ayan beyandır.  Kardeşim mayınlar...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1178)


“İmralı Süreci”
Sait ÇÜRÜKKAYA
“İmralı Süreci”
. Dağdayken tüm olayları  ayrıntılı değerlendirebilecek kapasitemiz ve olanağımız yoktu. Şimdi ayrıldık diye tekrar subjektif bir değerlendirme  yapmanın yanlış olacağı düşüncesindeyim. Objektif olarak örneğin ben, Kongr...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1435)


Kürd Gençliğinin Rol Modeli Dr Süleyman
Yusuf Ziya Döger
Kürdler onun hayatını dikkate almalı ve oradan millet olmanın sırrını çözmelidir. O gelecek nesillerin rol modeli olacak bir yaşam ortaya koydu. Şehadeti makbul ve yolu Kürd gençleri için rol olmalıdır. Ç&uu...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (775)


   «   [1]  2  3  4  5  6  7  8  9  10  »      
DESTPÉK      Tarix-belge      TEVKURD      Aslan Kaya -Baz      Fuad Önen      Media