×
PKK û Desthilata li Başûrê Kurdistanê

PKK û Desthilata li Başûrê Kurdistanê
Di van şerdan de eger PKK dixwaze ber bi axa Başûr ve paşve here, divê bi hikûmeta Başûr re li hev bike û li gorî serwerîya Başûr tevbigere. Na, heke PKK serwerîya Başûr nas nake divê di qada şer de bimîne û li dijî hicûmên dewleta dagirker têbikoşe....
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2351)


Mirovê Aqil: Mîthat Sancar
Fuat Önen
Mirovê Aqil: Mîthat Sancar
Di dawîya sala 2012yan de pêvajoyeke nû li Îmraliyê hat li darxistin. Çarçoweya vê pêvajoyê di peyama Ocalanî ya di Newroza 2013yan de hate destnîşan kirin. Di wê peyamê de işaretî 3 ruhan û xwişk û biratîyekê dihat kirin. Gîyanên ku dê “Kêşeya...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2488)


Du fîgurên 23-24ê Nîsanê: Mîthat Sancar û Firat Aydinkaya
Fuad Onen
Du fîgurên 23-24ê Nîsanê: Mîthat Sancar û Firat Aydinkaya
Yek ji wan (Mîthat Sancar), hewl dide ku meclîsa tirkan, dewleta tirkan, Ataturkê tirkan û ataturkçîtîya tirkan li pêş çavên me xweş bike. Yê din jî (Firat Aydinkaya), hewl dide ku kurdan li pêş çavên me reş bi...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2308)


BANGA HELWÊSTGIRTINEKE BI RÛMET
Fuad Onen
Dewleta Tirkîyê, li sê parçeyê Kurdistanê şerekî tûnd û dagirkerane dimeşîne. Li gorî rayedarên Sîstema Serwerîya Tirk, ev şer ji bo wan mijara bekayê (mayin-nemayinê) ye. Her çend rayedar û berdevkên vê sîstemê vî şerî weke li dijî terorê bi nav bik...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2887)


DIVÊ KURD YEKÎTÎ Û SERXWEBÛNA KURDISTANÊ JI XWE RE BIKIN MIJARA MAN Û NEMANÊ
Fuad Onen
DIVÊ KURD YEKÎTÎ Û SERXWEBÛNA KURDISTANÊ JI XWE RE BIKIN MIJARA MAN Û NEMANÊ
Diplomasî, sîyaseta nazenîn e. Ji bo diplomasîyeke baş, berî her tiştî siyasteke baş, yekgirtî û Kurdistanî pêwîst e. Li başûrê welatê me mixabin siyaseteke bi vî rengî ne serdest e. Parlamana me heye, hikumeteke me heye lê siyaseteke serxwebûnxwaz û...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3254)


Dewleta Tirkan nikare bi serê xwe li Qendîl ê operasyoneke leşkeri bimeşîne
Fuad Onen
Dewleta Tirkan nikare bi serê xwe li Qendîl ê operasyoneke leşkeri bimeşîne
Qendîl rêzeçîya ye û di sêkoşeya başûr, bakur û rojhilatê Kurdistanê de dimîne. Dagirkirina wê derê ne ew çend hêsan e. TC çima di vê deme de qala dagirkirina Qendîlê dike? Li Tirkîyê hilbijartin heye, argumenta her du bereyên dagirker (Cumhur û Mill...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2861)


HILBIJARTINA TIRKAN, HDP Û HELWESTA HIN PARTÎYÊN KURDAN
Fuad Onen
HILBIJARTINA TIRKAN, HDP Û HELWESTA HIN PARTÎYÊN KURDAN
Em nabêjin ku hilbijartina Tirkan me aleqedar nake, em dibêjin ku ev hilbijartina dewleteke dagirker e, hebûna dewleta Tirkan li Kurdistanê ne rewa ye, ev dewlet bi hemû dam û dezgehên xwe dagirker e û divê ev dewlet ji bakur-rojavayê Kurdistanê derk...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2774)


HILBIJARTINÊN DEWLETÊN DAGIRKER Û HELWESTA KURDAN
Fuad Onen
HILBIJARTINÊN DEWLETÊN DAGIRKER Û HELWESTA KURDAN
Ne xwezayî ye ku sîyasetmedarên Kurdan wek yên Tirkan bipeyivin, nakokîyên di nav sîyaseta Tirkan de mezin bikin û di nav sîyaseta Tirkan de ji xwe re li cîyekî bigerin. Divê sîyasetmedarên Kurdistanê zanibin ku ev ne hilbijartina me ye, ev hilbijart...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2823)


TÊKÇÛNA ŞERÊ CEBHEYA KERKÛKÊ
Fuad Onen
TÊKÇÛNA ŞERÊ CEBHEYA KERKÛKÊ
Şerê li cebheya Kerkûkê rû da, bersîva dewletên dagirker û parêzerên sistemê ye. Di vê cebheyê de em têkçûn. Berpirsê vê têkçûyinê yê yekem Serok Barzanî ye. Ev bêyî ku em hûrgilîyên şerê cebheya Kerkûkê bizanibin wisa ye. Serokatî ne ciyê gazindan c...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3672)


YEKÎTÎYA KURDAN Û YA PARTÎYÊN KURDAN JI HEV CUDA NE
Fuad Onen
YEKÎTÎYA KURDAN Û YA PARTÎYÊN KURDAN JI HEV CUDA NE
Di nav tevgerên rizgarîya neteweyî de kesî bi qasî tevgera rizgarîya neteweyî ya Kurdan nîqaşên teorîk nekiri ye. Em di nivîsarên Ho Shi Min, Amilcar Cabral, Mahatma Ghandi, Fidel Castro û yên wekî wan de tûşî nîqaşên teorîk li ser netewe an netewepe...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (4058)


Page 1 of 5First   Previous   [1]  2  3  4  5  Next   Last   
08

Peyvek Tirkan heye ku gelek car weke taybetmendiyek xwe bi kar tînin “em dişibin xwe”, bi tirkî “biz bize benzeriz”. Peyvên wenî meşhûr, dîrokê û pir caran rastîyê jî tînin ziman. Rast e, di hin alîyan de Tirk hew dişibin xwe! Weke numûne; qasî ku ez dizanim, tu gelên din weke Tirkan di welatên gelên din de, li ser xaka gelan ji xwe re devlet ava nekirine. Ev xweserîya wan e. Çawa ku devlet ava kirine, sistema serweriya Tirkan jî dişibe avakirina wan, bi vê wateyê jî xweser in. Ew dişibin xwe û cîyê ku lê desthilatdar in jî rê li encamên nedîtî vedikin.

 
Ji vê yekê xwezayîtir tune ku însanek qala welatê xwe bike. Li tu derê cihanê gava ku însanek qala welatê xwe bike li der û dorên xwe nanêre, ka bê sîxur an leşger hene an na. Tenê li Kurdistana Bakur dema em dixwazin navê welatê xwe bivêjin em berê li der û dorên xwe dinêrin. Ev yek ji encam û xweseriya sistema serweriya Tirkan e (SST). Ev 80 sal in ku hedefek SST ya xweser û zalimane heye ku Kurdistanê bikin “Anatoliya Rojhilat û Rojhilatê Başûr”. Weke tê zanin anatolia tê wateya ciyê ku roj lê hiltê, rojhilat. Rojhilatê Îstenbûl, Îzmît, Îznîk, Duzce ye. Tu pir zorê bidê, tu dikane bigihîne Bûrsa, Enqere û belkî Qonya yê. Lê bi tu awayî nabe ku Diyarbekir, Şirnax, Wan û Çolemerg weke rojhilatê Îstenbûl bê tarif kirin. Ev der ne Anatolia ye, lê Kurdîstan e. Gotina, binavkirina “Kurdîstan”, welatê Kurdan qedexe ye, welatê nav-qedexe ye.
 
Li vi welatê nav-qedexe siyaseta welatî çawa ye û ji bo çi pêwîstî bi kar û xebata Tevkurdê heye? Bi 2-3 buyerên rojane dixwazim bala we bikşînim ser vê yekê. 2-3 meh berê hilbijartina gelemperi çêbû li Tirkiyeyê. Di vê hilbijartinê de siyasetmedarên kurdan li ser % 10 barajê rawestiyan û hate gotin ku ev baraj rê li ber dadweriya temsîlê digre. Kurd li ser axa xwe li welatê xwe di piraniyê de ne, li gelek herêmên Tirkiyeyê jî bela wela ne. Li gor anketên vê dawiyê hejmara Kurdan li Tirkiyeyê ji sedî 20 e. Ev baraj, ji bo partiyek kanibe têkeve parlamentoya Tirkan ji bo Kurdan ne ji % 10 e, ji % 50 ye. Ji bona partiyeke Kurdan bikanibe têkeve parlamentoya Tirkan divê ji nêviyê Kurdan deng (ray) bistîne.
 
Ev li aliki, du barajên din hene li pêşiya Kurdan ku ji baraja ji % 10 giiringtirin. Yek jê ji bo tu beşdari hilbijartinê bibe divê tu Tirkîtiyê qebûl bike û xwe weke Tirk tarif bike. Ya duduyan jî ew e ku tu barajê derbas bike û tu bive parlamenter, qebûlkirina Tirkîtiyê ne bes e, divê tu atatürkçitiyê ji qebûl bike û li pêş “milletê tirk ê bilind” sond buxwe. Mixabin di pêvajoya hilbijartinan de di qada vekiri de tu parti û rêxistinên kurdan bi helwestek Kurdistanî mijara barajê weni şirove nekir û nemeşruiyeta hilbijartinê ya li Kurdîstanê bi vî rengî îlan nekirin.
 
Piştî hilbijartinê dewleta tirkan ji xwe re serokkomarek hilbijart. Serokê 11. yê dewleta tirkan, gera xwe ya fermi ya yekem li bajarên Kurdistanê pêk anî. Di bin bombebaranek îdeolojîk de, ji aliyê entegralistan ve hate gotin ku “serokdewletê tirkiyeyê ji ali Kurdan ve ji dil hatiye pêşwazi kirin u Kurda weke serokcumhurê xwe ew pejirandine.” Ew rojnemagerên ku xwe liberal didin nasîn, ji Mehmed Altan heta Hasan Cemal, Taha Akyol, Cengiz Çandar çend wasiteyên vê bombebarana ideolojîk in. Di seha legal de aktorên siyasi yên Kurdan jî bang li serokdewletê Tirkan kirin ku “pêwist e ew bibe serokcumhûrê 72 milyonî û divê ew 72 milyon hevwelatiyên TCyê himbêz bike!“ Bi dehan sal in ku em xwe diparêzin ji bo dewleta Tirkan me himbêz neke û em dizanin dema ku ev dewlet me himbêz dike tiştên nedîtî tîne serê me Kurdan, lê siyasetmedarên me jî bang dikin ku serokdewletê Tirkan me himbêz bike! Bi nêrînek gelek basit wê bê fahm kirin ku serokdewletê Tirkan nikane û nabe bibe serokcumhûrê Kurdan. Kurd weke cumhûr ji aliyê dewleta Tirkan de nayê qebûl kirin û nas kirin. Serokê wê dewleta ku weke cumhûr me nasnake wê çawa bibe serokcumhûrê me. Pir eşkere ye ku ji Kemal Paşa heta bi Gül paşa 11 serokdewletên Tirkan hene û yek ji wan jî ne serokcumhûrê Kurdan e.
 
Bi ya min pêwistiya Tevkurdê ji vir dertê. Tevkurd, di seha vekiri de, li ser xeta Kurdistanî lêger, xebat û çalakiyeke siyasî ye. Tevkurd tesbît dike ku Kurd xwedî rasteqînîya netew û welat in, sîyaseta Kurdîstanî jî divê li ser van rasteqînîyan ava bibe. Ew pirsa ku van salên dawîyê di devê entegralîstên kurd û tirk de bûye benîşt û tê cûtin ‘Kurd çi dixwazin’ pirsek çewt e û bersîvek rast ji pirsên çewt re naye dayin. Hewceyê gotinê ye ku di bin vê pirsê de manîpulasyonek jî heye. Li her alîyên cîhanê ji bo kes, grûb an gelan pirsa rast tê pirsîn ev e; ‘mafê wan çi ye?’. Ji bo me jî pirs ev e û bersîva Tevkurdê jî zelal e: Mafê Kurdan yê sîyasî ev e ku di dahatuya xwe de biryardar û di welatê xwe de desthilatdar bin. Pirsgirêk destdanîna ser vî mafî ye û çare bi destxistina vî mafî ye. Ev sîyaseta Kurdîstanî di legalîta Tirkan de hilnayê û îllegalîte jî cî li me teng dike. Çare di seha vekiri de avakirina tevgereke neteweyî ye. Eşkere ye ku ev tevger divê meşruiyeta xwe ne ji zagonan, ji maf û azadiya neteweya xwe bigre. Şik jê re tune ku tevgerên legal û îllegal li Kurdîstanê hene û wê hebin. Tevkurd ne alternatîfa sazî u dezgehên neteweyî ye. Berovacî vê yekê Tevkurd bawer dike û bang dike ku tev li temama dezgeh û sazîyên Kurdan bereyek neteweyî pêk bîne. Bi vê bawerîyê jî tevkurd di destura xwe de hedefa xwe ya rêxistinî weke ‘Kongreya Neteweyî’ destnîşan kiriye. Weke hevalan jî anî ziman Tevkurd awayê têkoşînê jî bêîteatiya medenî, çalakîyên girseyî, di sîstema serwerîya tirkan de qrîz derxistin û rêvebirina van qrîzan ji xwe re dike metod.
 
Li gor min ev konsepteke li hev û nû ye li Kurdîstana Bakur. Rexneyên li Tevkurdê tên girtin ku xeta wê, armanc û hedefên wê ne zelal in neheqî ye. Pêvajoya bi Gruba Xebatê destpêkir û bi Tevkurdê didome çitaya sîyasî li Kurîstana Bakur bilind kiriye. Hedef û armanc bilind, pîroz u zelal in, divê heşê me zelal, dilê me jî geş be bi Tevkurdê. Em zanin ku bar giran û rê dûr e. Prisgirêk hene û pir in. Lê helwesta me divê ev be: Pirsgirêk ne ji bo gazinan, ji bo çaresekirinê hene.
 
Em werin ser pirsgirêkên Tevkurdê. Tevkurd hewldan û awayekî xebatê ya nû ye. Weke her tecrubeyên nuh ev jî rê li îhtîyatekê vedide. Şikandina vê helwesta bi îhtîyat bi xebat û çalakîyên Tevkurdê û bêtirîn jî bi xurt kirina aîdîyeta Tevkurdê mumkun e. Mixabin di vî warî de aktîvîst û rêvebirên Tevkurdê jî sist in. Pêwîst e ku rêvebirên Tevkurdê di jîyana xwe ya civakî û sîyasî de aîdîyeta Tevkurdê bêtir derxin pêş û vê aîdîyetê di heş û dilê xwe de bi cî bikin. Me rêxistinek nuh damezirandiye û em dixwazin tevgerek nuh biafirînin. Ev berpirsîyarîyeke girîng û giran e, divê em li gor îdîayê xwe tevbigerin.
 
Pirsgirêkek me ya xwezayî ya seha vekirî heye. Em rêxistinek vekirî û ne zagonî ne, em bang li temama rêxistinên neteweyî dikin ji bo em bi hevre kar bikin. Dema em bi rêxistinên legal re dipeyivin legalîte ji wan re dibe asteng. Li gor zagonên Tirkan endamtîya wan ya dezgehî di Tevkurdê de ne mumkun e, an jî dibe ku bibe sedema girtinan wan. Ev pirsgirêk e, lê çareserîya wê jî heye. Weke numûne, di dema Gruba Xebatê de HAKPAR ne endam bû, lê di meclîsa serokatiya partîyê de biryar girtin û destnîşan kirin ku: “HAKPAR, hewldana Gruba Xebatê weke xebatek welatparêz dinirxîne, wê tev li vê hewldanê bibe û wê pişgiriya vî karî bike.” Ger bi dilsozî mirov li yekîtîya hêzên neteweyî xwedî derkeve çareserî ne zehmet e. Eynî tişt ji bona rêxistinên îllegal jî derbas dibe. Îllegalîya wan ji bo temsîl kirina wan ya di hundur rêxistinên vekirî de dibe asteng. Tevkurd amadeye ku rêxistinên îllegal weke endamên dezgehî qebûl bike û bi wan re têkoşîna meşruîyeta wan bide. Pirsgirêk ew e ku di seha vekirî de ew nikanin kesî bikin temsîldarê xwe. Çareya vê yekê jî bi dilsozî, ji hevdu fahmkirin û li hev kirinê heye. Tu rêxistin ji sedî sed ne îllegal in û rûyên wanî vekirî jî hene. Em dikanin bi rûyên wan yên vekirî vê pirsgirêkê çareser bikin.
 
Di destura Tevkurdê de endametîya dezgehî û a kesayetî heye. Ev di hundurê Tevkurdê de pirsgirêkek huqûqî ya navxweyî derdixe. Divê em hem huqûqê kesan hem ya dezgehan û hem jî a kes û dezgehan bi hev re bihûnin. Weke tê zanîn 6 mehên berî kongreya Tevkurdê bi van nîqaşan re derbasbû û bi lihevkirinek terefan me ev destûr pejirand. Di dema pêş de kongreya destûrê jî li ber me ye. Di van demên dawî de ji teref hin der û doran ev rexneyên li huqûqa Tevkurdê tên girtin neheqî ye. Tevkurd ji alî beşdarvanên kongreya yekemîn de bi aîdîyeta kesayetî hatiye damezirandin û li gor bername û destûra xwe tevdigere. Heta ku ev bername û destûr ji teref kongreyek nûh ve neyê guherandin li ser her dameziranêr, endamên meclîs û rêvebiriyê ferz e ku bi huqûqa Tevkurdê û bi berpirsîyarî tevbigerin.
 
Dawîya pirsgirêkan nayê, le dawîya peyvê tê. Di têkilîya me û we jî de pirsgirêkeke girîng heye. Têkilîya me yên aktîvîstên Tevkurdê û we yên dilxwazên Tevkurdê zêde platonîk e. Di civînan de an di hevdîtinên wekî din de em ji we re qala kar, xebat û hedefên Tevkurdê dikin û hun dibêjin “ev karekî baş e, pîroz e, em jî pişgirya vî karî dikin û emê we bişopînin.” Em jî li we vedigerînin û dibêjin “hun jî hevalên baş in welatparêz in.” Ango bi awayekî platonîk em ji hev hezdikin, lê ev du sal in em nikanin vê têkiliya platonîk derbasî têkilîyek reel, rasteqîn bikin. Êdî bes e, ger bira em karekî baş û pîroz dikin, werin em bi hevre bikin. Ev helwesta “em binêrin û bipên” bi Tirkî dibên “bekle ve gör” pirsgirêkeke mezin e ji bo me. Hun li çi dinêrin û hun jî zanibin ku heta hun di pozîsyona “em binêrin” de bin zehmet e em bi serkevin. Dema Tevkurd bi ser nekeve ezê derkevim pêş raya welatparêz, ezê lêborînê bixwazim û bêjim “tev ku xeta Tevkurdê û hewldana wê rast bû jî, ji ber bêkêrîya min an me em bi serneketin, lê tiştên ji dest min hat ev bû.” Hunê bêjin çi? Hun bawerin ku ev pozîsyona we ya “hila em bipên û binêrin” wê we ji berpirsîyarîya têkçûyinê xelas bike?
 
Bar giran û rê dûr e, binêrin le nepên, werin em bi perspektîfa desthilatdarîyê, bi hedefa azadîyê, bi helwesta yekîtîyê tev de bimeşin, ji bo baldarîya we mal ava û spas.
 
Fewad Onen, 06-10-2007, Civîna Tevkurdê ya Herêma Îstenbûl
Posted in: kurdi

Comments

There are currently no comments, be the first to post one!

Post Comment

Name (required)

Email (required)

Website

BİR AHLAKSIZ TEKLİF: EŞİT VATANDAŞLIK
Fuat Önen
BİR AHLAKSIZ TEKLİF: EŞİT VATANDAŞLIK
Îşgalciler bize al vatandaşlığı ver vatanını diyorlar. Demirtaşın kürtler daha ne yapsın size vatanlarını verdiler sözünü bu çerçevede anlamak lazım. Bu işgalciliğe tesllim olmak anlamındadır. 100 yıllık bu işgalci proje zaman zaman eşit vatandaşlık,...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2294)


KOLEKTİF LİDERLİKTE, LİDER OLMAMALI MI?
Fuat Önen
KOLEKTİF LİDERLİKTE, LİDER OLMAMALI MI?
Bizim klasik literatürümüzde, üstte dava vardır, bu davayı gerçekleştirmek için, örgüte ihtiyaç vardır. Örgüt ikinci sıradadır. Bu örgütü yönetmek, sürdürmek için kadrolara ihtiyaç vardır. Bu kadrolar arasında biri, bu işe daha yeteneklidir. Dolayısı...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2224)


BİREY – TOPLUM İLİŞKİSİ ve KOLEKTİF ÖNDERLİK MESELESİ
Fuat Önen
BİREY – TOPLUM İLİŞKİSİ ve KOLEKTİF ÖNDERLİK MESELESİ
Kuzey Suriye, Batı Kürdistan değildir. Kuzey Suriye, Sünni-Arap coğrafyasıdır ve bizim güneyimizdedir. Batı Kürdistan’ın güneyindedir ama Suriye’nin kuzeyidir. Önce orda teritoryal meselenin açıklığa kavuşturulması lazım. PYNK ile ENKS&rs...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2124)


ULUSAL BAĞIMSIZLIK STRATEJİSİ ve DEMOKRASİ
Fuat Önen
ULUSAL BAĞIMSIZLIK STRATEJİSİ ve DEMOKRASİ
Devlet, Kürdistan için Kürdistanlıların birlikte yaşama hukukunun cisimleşmesi anlamına geliyor. Devlet Kürdistan için, Kürt toplumunun normalleşmesi anlamına geliyor. Biz anormal bir toplumuz. Bu anlamda birçoğumuzun kişiliği hastalıklı, çünkü çocuk...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2111)


NİYE BAĞIMSIZLIKÇILIK, NİYE AYRILIKÇILIK?
Fuat Önen
NİYE BAĞIMSIZLIKÇILIK, NİYE AYRILIKÇILIK?
Şimdi siyasal temsiliyet nasıl olacaktır?  Bakın dünyanın hiçbir yerinde, hiçbir işgalci güç, hiçbir sömürgeci, hiçbir emperyalist durduk yerde senin siyasal temsiliyetini kabul etmez. Sen bunu kabul ettireceksin. Kürdistanî siyaset bunu kabul ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1887)


GÜÇ BİRLİĞİ ve GÜÇ BİRLİĞİ’NİN GÜNEY KÜRDİSTAN’DAKİ TEMASLARI
Fuat Önen
GÜÇ BİRLİĞİ ve GÜÇ BİRLİĞİ’NİN GÜNEY KÜRDİSTAN’DAKİ TEMASLARI
Siyaset bir temas meselesidir, eğer Batı Kürdistan ile ilgili bir girişimde bulunacaksak, önce Batı Kürdistanlılarla temas edelim. Böyle bir öneride bulundum ve dedim ki Batı Kürdistan’da 42-43 parti var. 15 tanesi ENKS’de, 25 tanesi PYNK...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3762)


AYRILIKÇILIK, BAĞIMSIZLIKÇILIK - KÜRDİSTANİ SİYASET TARZI
Fuat Önen
AYRILIKÇILIK, BAĞIMSIZLIKÇILIK - KÜRDİSTANİ SİYASET TARZI
Yani kısaca şunu söyleyeyim, halk savaşı işte kırlardan kentlere gerilla mücadelesi, güneydeki peşmerge savaşı da budur. Şimdi bu bir köy toplumu gerektirir. Eğer sizin köylü nüfusunuz, %75’ten %25’e düşmüşse, siz hangi toplumsal realitey...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1869)


AYRILIKÇILIK VE BAĞIMSIZLIKÇILIK
Fuat Önen
AYRILIKÇILIK VE BAĞIMSIZLIKÇILIK
Bu yüzyıllık dönem içinde, bu devlet hiçbir zaman Kürdistan meselesinin eşit haklılık, adalet üzerinden çözümlemek için hiçbir projeye sahip olmamıştır. Yapılanların hepsi, işgalciliği yeni formlarda sürdürme çabasıdır. Bugün eğer “Kürtler vard...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2023)


Türk Devlet Başkanı "kürt sorunu yoktur" demiş.
Fuat Önen
Türk Devlet Başkanı "kürt sorunu yoktur" demiş.
Türk Devlet Başkanı "kürt sorunu yoktur" demiş. Sosyal medyada buna dönük tepkiler yoğunlaştı. Kürt sorunu vardır diyen arkadaşlar bu açıklamaya kızmışlar. Dikkat edilirse kızgın arkadarkadaşların çoğu 2005 yılında Erdoğanın "kurt soru...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1584)


Kürt siyasetinde egemen siyaset tarzı
Fuat Önen
Kürt siyasetinde egemen siyaset tarzı
Kürdistan da bağımsızlıkçılık görünür değildir. Kuzey Batı Kürdistan’da da bu böyledir, Kürdistan’ın diğer parçalarında da bu böyledir. Yalnız şuna dikkat etmenizi isteyeceğim, son bir-iki yılda özellikle Orta Güney Kürdistan’da cid...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1994)


Page 1 of 9First   Previous   [1]  2  3  4  5  6  7  8  9  Next   Last   
123movies