Fuad Onen posted on June 16, 2017 08:38
SERXWEBÛNA BAŞÛRÊ KURDİSTANÊ SERXWEBÛNA JI SEDÎ 16Ê AXA ME YE
Yekîtî û serxwebûna Kurdistanê, mafê neteweyê Kurd yê xwezayî, sîyasî, civakî û mirovî ye. Kurdistan welatekî perçebûyî, parvekirî û dagirkirî ye. Serxwebûna Başûrê Kurdistanê serxwebûna ji sedî 16ê axa me ye. Bi vê wateyê serxwebûna me teva ye. Her kurdistanî divê wisa lê binere. Di mijara Serxwebûna Kurdistanê de pêwîst e ku, em hişmendî û hestyarîya tengeperçeyî û tengepartîyî mehkûm bikin.
Piraya dewletên heyî an di dema şerê cîhanî an piştî şerê cîhanî de hatinin avakirin. Nîzamên cîhanî yên ku piştî şerê cîhanî yê yekemin û duyemîn hatin avakirin rê nedan dewletbûyina Kurdistanê û di hindur sistema dewletên cîhanî de cîh nedan neteweya Kurd. Ji ber vê yekê neteweya Kurd ev sed sal in di bin nîrê dagirkerîyê de tûşî pêvajoyeke jenosîdê ya domdar maye. Bi sedem ku di dema modernîtê de bê dewlet mayin, ji bo neteweyan ji holê rabûn e. Bi vê wateyê dewletbûyin ji bo Kurdan tekane rêya parastina rasteqînîya welat û neteweya me ye û hedefa dewletbûyinê ji bo sîyaseta Kurdistanê nebe nabe ye.
AN EM Ê BIBIN DEWLET Û DERKEVIN SER DIKA DÎROKÊ, AN EM Ê JI HOLÊ RABIN
Qesta we ji vê qonaxê qey rewşa dinyê û herêmê ye. Li goreyî min em wek neteweyekî di dewletbûyinê de dereng mane. Ji bo dewletbûyin û yekîtîya Kurdistanê pêwîstî bi lezgînîyê heye. Di vî şerê cîhanî yê sêyemin de an em ê di ser dewletbûyinê re derkevin ser dika dîrokê an wek welat û netewe em ê ji holê rabin. Fersendên dîrokî li ber me nin û xetereyên cidî jî pê re nin. Di serî de li Başûrê Kurdistanê, li her perçeyê Kurdistanê tenê li ser bernameyeke serxwebûnxwaz avakirina yekîtîyeke neteweyî, dikare me ji xeterîyan biparêze û bihêle ku em ji van fersendên dîrokî sûd wergirin.
Referandom, di pêvajoya serxwebûnê de alavek e. Di vê referandomê de bi rêjeyeke bilind dengên erê derkeve, ew ê destê sîyasetmedarên Başûr û dîplomasîya Başûr xurt bive. Di heman demê de li her çar perçeyên Kurdistanê wê moral bide Kurdistanîyan û hêz bide tevgerên serxwebûnxwaz. Ji ber vê yekê bê qeyd û şerd em piştgirî didin referandoma serxwebûna başûrê welatê xwe.
PARLAMENEKE ÇALAK, ARTÊŞEKE NETEWEYÎ Û NÎZAMEKE ÎKTİSADÎ GIRÎNG E
Mixabin ev referandom dereng maye û di nav partîyên me yên Başûr de hîn jî yekdengî tuneye. Ev du sal in ku Parlamena Başûr ne çalak e û ev rewş di pêvajoya serxwebûnê de astengeke girîng e. Em hêvîdar in ku berî referandomê parlamena me vebe. Ne tenê vebe, parlamen bi rastî jî bive parlamen, ango li Başûrê Kurdistanê bive dezgeha esasî ya bi hev re jîyanê. Mixabin serkirdeyên partîyên me Parlamena Kurdistanê wek dezgeha esasî ya rêvebirinê nabînin. Tiştekî matmayî ye ku serkirdeyên partîyên Başûr nakevin parlamenê. Wek ku parlamen hebe jî dibe nebe jî dibe lê dinerin. Ger li Başûr hedefa me avakirina dewleteke modern û demokratik be, divê ev alav/dezgeh girîng bê dîtin û bête pejirandin ku dezgehê esasî yê rêvbirinê parlamen e.
Tev van têbînîyan jî bi parlamen an bê parlamen, gelê Kurdistana Başûr ji bo serxwebûna ji sedî 16ê axa welatê me biçe dengdayînê, em ê bi her awayî piştgirîyê bidin vê pêvajoyê.
Hêvîdarim ku Tevgera Goran û terefên din yên ku li ser parlamenê israr dikin jî wisa tev bigerin. Tev rexne û têbînîyên xwe Alaya Serxwebûnê bilind bigirin û nebin sedemên alozîyên navxweyî.
Referandom destpêk e. Gelek pêdivîyên din hene ku divê em bi lez û bez wan bi cî bînin. Di serî de bi rastî parlameneke çalak, arteşeke neteweyî, nîzameke îktisadî ya yekgirtî ji van pêdivîyan in.
Ji bo ku ev pêdivî pêk bên jî, li Başûr yekîtîya neteweyî ferz e û divê partîyên me yên xwedî rexne jî di nav vê pêvajoyê de cî bigirin. Divê bê zanîn ku partîyên me ji hev du re kêm negirin (tenazulata ji hev re nekin), ew ê mecbur bivin ji dewletên dagirker re kêm bigirin.
Serxwebûna Kurdistanê di herêma Rojhelata Nêzîk de şoreşek e û ew ê nîzama dagirker hilweşîne. Ji ber vê yekê her çar dewletên dagirker; di serî de jî dewleta Îran û Tirkîye dê bi temama hêza xwe bixwazin ku pêşî li serxwebûnê bigirin. Her du dewlet jî hem bi hêza xwe, hem bi nokerên xwe yên di nav me de wê hewl bidin ku arîşeyan ji me re derxin. Partîyên me divê li hember van her du dewletan baldar bin. Partîyên me divê nehêlin ku gengeşîyên me yên navxweyî fersendê bide van dewletên dagirker. Em bi yekîtîyeke neteweyî bi hevkêşeya navdewletî ya di lehê serxwebûnê de dikarin dijberîya van dewletên dagirker bişikînin.
13.06.2017 Dêrika Çîyayê mazî
Hevpeyvîna malpera Xendanê ya li ser referandoma serxwebûnê ya Başûrê Kurdistanê:
Pirs 1- Herêma Kurdistana Iraqê ji bo serxwebûnê biryara referandomê da, gelo hun vê biryarê çawa dibînin?
Pirs 2- Raya we li ser serxwebûna başûrê Kurdistanê ya di vê qonaxê de çi ye?