×
PKK û Desthilata li Başûrê Kurdistanê

PKK û Desthilata li Başûrê Kurdistanê
Di van şerdan de eger PKK dixwaze ber bi axa Başûr ve paşve here, divê bi hikûmeta Başûr re li hev bike û li gorî serwerîya Başûr tevbigere. Na, heke PKK serwerîya Başûr nas nake divê di qada şer de bimîne û li dijî hicûmên dewleta dagirker têbikoşe....
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2351)


Mirovê Aqil: Mîthat Sancar
Fuat Önen
Mirovê Aqil: Mîthat Sancar
Di dawîya sala 2012yan de pêvajoyeke nû li Îmraliyê hat li darxistin. Çarçoweya vê pêvajoyê di peyama Ocalanî ya di Newroza 2013yan de hate destnîşan kirin. Di wê peyamê de işaretî 3 ruhan û xwişk û biratîyekê dihat kirin. Gîyanên ku dê “Kêşeya...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2486)


Du fîgurên 23-24ê Nîsanê: Mîthat Sancar û Firat Aydinkaya
Fuad Onen
Du fîgurên 23-24ê Nîsanê: Mîthat Sancar û Firat Aydinkaya
Yek ji wan (Mîthat Sancar), hewl dide ku meclîsa tirkan, dewleta tirkan, Ataturkê tirkan û ataturkçîtîya tirkan li pêş çavên me xweş bike. Yê din jî (Firat Aydinkaya), hewl dide ku kurdan li pêş çavên me reş bi...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2308)


BANGA HELWÊSTGIRTINEKE BI RÛMET
Fuad Onen
Dewleta Tirkîyê, li sê parçeyê Kurdistanê şerekî tûnd û dagirkerane dimeşîne. Li gorî rayedarên Sîstema Serwerîya Tirk, ev şer ji bo wan mijara bekayê (mayin-nemayinê) ye. Her çend rayedar û berdevkên vê sîstemê vî şerî weke li dijî terorê bi nav bik...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2887)


DIVÊ KURD YEKÎTÎ Û SERXWEBÛNA KURDISTANÊ JI XWE RE BIKIN MIJARA MAN Û NEMANÊ
Fuad Onen
DIVÊ KURD YEKÎTÎ Û SERXWEBÛNA KURDISTANÊ JI XWE RE BIKIN MIJARA MAN Û NEMANÊ
Diplomasî, sîyaseta nazenîn e. Ji bo diplomasîyeke baş, berî her tiştî siyasteke baş, yekgirtî û Kurdistanî pêwîst e. Li başûrê welatê me mixabin siyaseteke bi vî rengî ne serdest e. Parlamana me heye, hikumeteke me heye lê siyaseteke serxwebûnxwaz û...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3254)


Dewleta Tirkan nikare bi serê xwe li Qendîl ê operasyoneke leşkeri bimeşîne
Fuad Onen
Dewleta Tirkan nikare bi serê xwe li Qendîl ê operasyoneke leşkeri bimeşîne
Qendîl rêzeçîya ye û di sêkoşeya başûr, bakur û rojhilatê Kurdistanê de dimîne. Dagirkirina wê derê ne ew çend hêsan e. TC çima di vê deme de qala dagirkirina Qendîlê dike? Li Tirkîyê hilbijartin heye, argumenta her du bereyên dagirker (Cumhur û Mill...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2861)


HILBIJARTINA TIRKAN, HDP Û HELWESTA HIN PARTÎYÊN KURDAN
Fuad Onen
HILBIJARTINA TIRKAN, HDP Û HELWESTA HIN PARTÎYÊN KURDAN
Em nabêjin ku hilbijartina Tirkan me aleqedar nake, em dibêjin ku ev hilbijartina dewleteke dagirker e, hebûna dewleta Tirkan li Kurdistanê ne rewa ye, ev dewlet bi hemû dam û dezgehên xwe dagirker e û divê ev dewlet ji bakur-rojavayê Kurdistanê derk...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2774)


HILBIJARTINÊN DEWLETÊN DAGIRKER Û HELWESTA KURDAN
Fuad Onen
HILBIJARTINÊN DEWLETÊN DAGIRKER Û HELWESTA KURDAN
Ne xwezayî ye ku sîyasetmedarên Kurdan wek yên Tirkan bipeyivin, nakokîyên di nav sîyaseta Tirkan de mezin bikin û di nav sîyaseta Tirkan de ji xwe re li cîyekî bigerin. Divê sîyasetmedarên Kurdistanê zanibin ku ev ne hilbijartina me ye, ev hilbijart...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2823)


TÊKÇÛNA ŞERÊ CEBHEYA KERKÛKÊ
Fuad Onen
TÊKÇÛNA ŞERÊ CEBHEYA KERKÛKÊ
Şerê li cebheya Kerkûkê rû da, bersîva dewletên dagirker û parêzerên sistemê ye. Di vê cebheyê de em têkçûn. Berpirsê vê têkçûyinê yê yekem Serok Barzanî ye. Ev bêyî ku em hûrgilîyên şerê cebheya Kerkûkê bizanibin wisa ye. Serokatî ne ciyê gazindan c...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3672)


YEKÎTÎYA KURDAN Û YA PARTÎYÊN KURDAN JI HEV CUDA NE
Fuad Onen
YEKÎTÎYA KURDAN Û YA PARTÎYÊN KURDAN JI HEV CUDA NE
Di nav tevgerên rizgarîya neteweyî de kesî bi qasî tevgera rizgarîya neteweyî ya Kurdan nîqaşên teorîk nekiri ye. Em di nivîsarên Ho Shi Min, Amilcar Cabral, Mahatma Ghandi, Fidel Castro û yên wekî wan de tûşî nîqaşên teorîk li ser netewe an netewepe...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (4057)


Page 1 of 5First   Previous   [1]  2  3  4  5  Next   Last   
17
Ez Koma Xebata Demokratîk a Neteweyî (KXDN) girîng dibînim. Bi dîtina minwê neheqî be ku meriv xebatên vê komê bisibîne xebatên bo yekîtîyê yên berê. Bi bawerîya min, mantiqê yekîtîyê yê ku partî, înîsîtîyatîvên partî avakirinê, rêxistinên civaka sivîl û sîyasetmedarên serbixwe pev re aqilê misterek pêkbînin, projeyeke neteweyî ava bikin û înîsîyatîveke neteweyî birêk bixin dê me bigihîne serketinê. Ji ber vê yekê, ez ê di axaftina xwe ya îro de nêrîn û pêsniyarên xwe yên li ser çarçoveya sîyasî ya programatîk pêskês bikim.

Li ber me nexseya sîyasî ya Rojhilata Navîn heye. Xetên stûr ên vê nexseyê di Serê Dinyê yê Yekemîn de hatin danîn û pistî Serê Duyemîn bi damezirandina Dewleta Îsraîl ket sêweyê xwe yê nuha. Ev nexse ne ji alîyê gelên herêmê û li gora berjewendîyên wan, lê di serî de Fransa û Brîtanya ji alîyê dewletên rojavayî yên emperyalîst ve û li gora berjewendîyên wan hat xêzandin, li gelên herêmê hat ferzkirin û her weha dîsa ji alîyê wan ve hat parastin.

Ev nexse ne li gora rastîyên herêmê û gelên herêmê yên neteweyî, dîrokî ûcivakî ye. Çêkirî ye û ne mesrû ye. Bi darê zorê hatiye xêzandin û bi darê zorê hatiye parastin. Vê nexseya sîyasî, cografyaya Ereb û Kurdan perçe kiriye û dînamîkên hundirîn ên civakan tarûmar kiriye. Nîv-girava Ereb hatiye perçekirin û bi rêya dewletên hûr û gir tê birêvebirin, ji alîyê din ve cografya Kurdistanê pistî Peymana Kasr-i Sirin bi Peymana Sykes-Piccot û Peymana Lozanê bi çaran hatiye parvekirin, gelê Kurd perçekirî hatiye histin û birêvebirin.

Soresgerên herêmê, ev nexseya sîyasî, çêkirî û nemesrû dîtin, daxwaza Rojhilata Navîneke nuh a li gora rastîyên dîrokî, neteweyî û civakî yên gelên herêmê kirine. Yên ku sînorên sîyasî yên herêmê red kirine pêsverû, soresger, komunîst û neteweperwerên gelên herêmê ne. Soresger, komunîst, Nasirî û Beasîyên Ereb ku li dijî parvekirina nîv-girava Ereb radiwestiyan ji bo bidawîkirina vê parvebûnê têkosîn kirine. Hêzên Kurd ên soresger, welatparêz, pêsverû û neteweperwer ku li dijî parvekirina cografya Kurdistanê serî hildane, bi daxwaza azadîya welatê xwe û mafê çarenivîsî yê gelê xwe têkosîn kirine. Meriv dikane di vê çarçovê de li Çembera Soresger a Rojhilata Navîn jî binêreku soresgerên Tirk berî 1971ê li ser niqas dikir.

Li gel têkosînên bi salan ên dijwar û fedakar, soresgerên herêmê negihastin wê hêzê ku vê nexseya sîyasî biguherînin. Lê belê pirsgirêk ji holê ranebûye ûnexseya sîyasî ya herêmê hîn jî pirsgirêka bingehîn a herêmê ye.

Dinya ku pergala wê bi hilwesîna sîstema Sovyetî ji hev ket, li pergaleke nuh digere. Ez vê nêrîna xwe ducar dikim: Hewl tê dayin ku pergala nuh a dinyêbi serekî ne daxuyanîkirî bê pêkanîn. Aktorên sereke yên dinyê di nav têkosîneke dijwar de ne ku di vê pergala nuh de di pêsîyê de bin. DYA bi Projeya Rojhelata Navîn a Firehkirî enîya Rojhilata Navîn a vî serî isaret dike û kontrola Avrasya armanc dike.



Rojhilata Navîn di zembereka serekî nuh ê parvekirinê de ye. Wek di Serê Yekemîn de di vî serî de jî Kurdistan yek ji welatên ênîya ser ên sereke ye ûbi hemû perçeyên xwe di bin êgir de ye. Ew di nav aktorên sîyasî yên herêmî ûyên cîhanî de dibe mijara bazaran. Pêsveçûnên dewletbûnê yên li Basûrê Kurdistanê pêvajoya jihevketina nexseya sîyasî ya Rojhilata Navîn daye destpêkirin. Sînorên sîyasî yên li Rojhilata Navîn diguherin, divê biguherin û dê were guhertin! Serpezebûna dewletên kolonyalîst ên herêmê ji ber vê yekê ye. Her wisa ev rastî bandûrê li pevketin û li hevkirinên hêzên sîyasî yên serekeyên cîhanê jî dike. Divê tevgera sîyasî ya Kurdan dinya îro bas fahm bike. Bombebaraneke tund a proje û nexseyên jîyanê ji der ve bi ser gelê me ûsîyasetmedarên me de tê.

12ê Îlonê, jihevketina Sovyetan û jihevketina raperîna bi pêsengîya PKK, gelê me û kadroyên me yên sîyasî bi awakî felc kirine, ger biwêj minasib be,mejîyên me felc kirine.

Ji ber van sedeman, îro pêwîstîya me ji her demê bêtir bi aqilekî misterekê sîyasî heye.

Em wek welatparêzên bi nasnameyên îdeolojîk ên cîhêreng û aîdîyetên sîyasîyên cîhêreng li vir bi berpirsiyarîya pêkanîna aqilê sîyasî yê misterek rerûbirû ne. Li gora min, Koma Xebata Demokratîk a Neteweyî (KXDN) îfadeyalêgerîna vî aqilê sîyasî yê misterek e. Divê KXDN bibe pêwenga pêkanîna vîaqilê sîyasî yê misterek, bikaranîna projeyeke neteweyî û pêkanîna sazîyênneteweyî li tewereyê vê projeyê.

Sîyaset, çalakîya sîyasî wek ku tê ramankirin ne hewldana dîtina rastîyêye. Ev, karê zanyarîyê, yê teorîyê ye. Hîma çalakîya sîyasî avakirina rastîyaxwe ye. Ji ber vê yekê ye ku aqilê sîyasî yê misterek pêwîst e; projeyaneteweyî yê bibe îfadeya vê yekê. Bi destûra we ez ê bo ravekirina vê yekêmîsalekê bidim:

Di portala Baztap a li Îranê de nivîseke bi sernivîsa 'Li Îranê TehdîdaKurdan Heye' ya Muhammed Hadî ya bi tarîxa 24.11.2005'an hebû. Dixwazim hunbala xwe bidin van gotinan:

- Berî van pêsveçûnên salên dawî yên li Rojhilata Navîn, Kurd wek civakeke jidesthilatê bêpar û averê dihatin naskirin.

- Li gora xalên têkildar ên qanûna bingehîn, Kurd tim dikanin têkevin navhewldanên parvexwaz û veqetinxwaz.

- Pêsveçûnên li Bakurê Iraqê wê bandûreke yekser li welatê me (Îran) bike.Helwestên Serokên Kurdên Iraqê yên tavîzkar yên li hemberî Îran û dewletêncîran taktîk in.

- Çavkanîya krîzan, bêtir ji ber balnedan û lidervehistina dema berê ye. Ger emdixwazin parvexwazî û cûdagirtina li herêmên Kurdan ji holê rakin, divê em biîtina nêzîkî bicîhkirina daxwazên civakî yên di çarçova malbata mezin a Îranêde bibin.

- Di dema hikûmeta nuh de daxwaza ciddî ya gelê herêmê ew e ku, derfet bêndayin ku bi birêvebirîya kesên pispor ên li herêmê reform bên pêkanîn. Divê bêzanîn ku di nav Kurdan de birêvebirên zîrek ên dûrî girdava (gerînek) partîyanhene.



Ger em li seranserî vê nivîsê li cîhê ku dibêje 'Îran', 'Tirkîye' binivîsin, bêguman ji Tayip Erdogan heta Hilmi Ozkok û Baskin Oran bi lihevkirineke firehgelek kes ê îmza xwe bavêjin bin vê nivîsê. Bi heman awayî ger em ji dewsa'Îran', 'Sûrîye' binvîsin, wê li Sûrîyê jî bi lihevkirineke fireh bê îmzekirin.

Xwedî desthilatîyên Tirkîyeya Kemalîst ku berê wê bi Rojava ve ye, endamaNATO ye û bi YE re di nav gotûbêjên tevlêbûnê de ye, û Îrana Îslamîst ku berêwê bi Rojhilat ve, meyla wê Avrasya ye, û Sûrîya Beasîst ku di nav hewldanênserokatîya nîv-girava Ereb a parvebûyî de ye, dema ku Kurdistan mijara gotinêbe, dikanin di aqilekî misterek ê sîyasî de bigihêjin hev. Ji ber ku çalakîya sîyasîhewldana avakirina rastîya xwe ye û li gora rastîyên desthilatên Beasîst,Kemalîst û Îslamîstan divê Kurd bêdewlet bimînin û perçekirî bên birêvebirin.

Ger nasnameyên me yên îdeolojîk, aîdîyetên me yên sîyasî guhertî bin jî,divê pêwîstîya pevgîhana di aqilê misterek ê sîyasî de bi zelalî bê dîtin.

Divê em çi bikin?

Di ser û sîyasetê de du qaydeyên sereke yên bi hev têkildar hene:

1. Awayê herî bilind ê serokatîyê, pûçkirina planên dijmin e.



2. Pêsîlêgirtina yekîtîya hemû hêzên dijmin li dijî me (Sun Tzu..Hunerê Ser)

Plana sereke ya li hemberî me ku hebûna me tehdît dike, projeya KomaraTirkîyê (KT) ye. KT, projeya afirandina Tirk, afirandina neteweya Tirk jibermayên Osmanîyan e. Astenga bingehîn a li ber bicîhkirina vê projeya 80 salî,ne 'pirsgirêka Kurd' e, lê 'pirsgirêka Kurdistanê' ye. Pirsgirêka Kurd a jiKurdistanê veqetandî, pirsgirêk e ku KT dikane wê bimehîne, asîmîle bike, li dûxwe bihêle û tolere bike. Ya ku ew nikane tolere bike û bimehîne Kurdistan e.

Ji ber vê yekê ye ku hemû operasyonên leskerî yên KT yên van 80 salan (jixêndî tûgayek leskerên ku bo Koreyê hatin sandin û sandina leskeran bo Qibrisê)li Kurdistanê hatine kirin. Ev 80 sal in ku bingeha operasyonên leskerî yên KTKurdistan e. Êrîsên wê xwe bi warê leskerî sînor nekiriye; warên çandî, sîyasî,civakî; hemû war daye ber xwe. Meriv dikane bibêje ku pratîka sereke ya KT bo80 salan bûye vesartin, asîmîle kirin û ji holê rakirina rastîya Kurdistanê ye.

Wek ku di van demên dawî de tê gotin, neteweperwerîya Atatirk ne neteweperwerîyekeçandî ye, lê neteweperwerîyeke nijadperest û soven e. Meriv tenê li mufredatasalên 1925-65 binêre, meriv dibîne ku neteweperwerîya Tirk heft xwezîyan linijadperestîya Hîtler dike. Sedema sereka ya ku Îsmaîl Besîkçî 20 ji 40 salêndawî di zîndanê de derbas kir tesbît û teshîrkirina vî alîyê neteweperwerîyaAtatirk e. Li vir ez bi rêz û êvîn Mamoste Îsmaîl Besîkçî silab dikim. Sedemasereke ya veqetîna vê dawîyê ya hêmanên Tirkîk û yên Jûdaîk ên KT jî pirsgirêkaKurdistanê ye.

Divê KXDN yekser li dijî vê projeyê raweste û wê bi projeyekê bersîv bikeku bingeha wê mafê çarenivîsa gelê Kurd be.

Em werin ser qaydeya ser, sîyaset û têkosînê ya duyemîn. Ev qad birîna bixwîn a sîyaseta Kurdan e. Di navbera çavdêrî û nirxandina nakokîyên navxweyî yêndijberên me û bûyina parçeyekî wan de xeteke zirav heye û ev xet pirîcar hatiyederbaskirin. Li ser navê nehistina ku dijberên me hemû hêzên xwe li dijî mebikin yek, em bûne perçeyekî wan û em gelek caran li vê yekê hay nebûne jî.

Ji ber vê sedemê, li ser navê welatparêzîyê pistgirîya CHP li dijî DP, dûreCHP li dijî AP hatiye kirin, çiya û berî bi dirûsmên 'hêvîya me karaoglan'hatine rapêçandin. Sîyaseta Kurd ku car caran bi basîret derketiye dervê vêtêkilîya mirdar, lê di van salên dawî de dîsa ketiye nav vê dahfikê.

Pistî ku AKP hat ser hikum, A. Ocalan di hevdîtinên bi parêzgeran re de biisrar weha digot, 'AKP hewl dide ku me (PKK) û artêsê bera hev de.' Lê di van 3mehên dawî de îcar pistgirîya AKP tê kirin û ji wan tê daxwazkirin kuoperasyonan bidin rawestandin. Pistî daxuyanîya serokwezîr a ku li"Tirkîyê pirsgirêka Kurd heye", li ser navê welatparêzîyê pistgirîyawî hat kirin. Ev yek ji berevacîya versîyona vê konsepta Îmrali ye.

Ez hewl didim ku vê yekê bibêjim:



Mubalexekirina cûdatîyên sîyaseta Tirk û wek perçeyekî van cûdatîyan sazkirinasîyaseta Kurd, li tewereyê van cûdatîyan bicîhkirina wê, di dawîyê de bikêrîbicîhkirina armanca sereke ya sîyaseta Tirk tê. Divê neyê jibîrkirin ku qaydeyapêsî ya sîyasetê pûçkirina plana dijmin e!

Sîyaseta 80 salan a çewisandin, zilm û asîmîlasyonê rastîya Kurdistanê jiholê rane kiriye, bicîhkirina projeya KT di vî warî de biser neketiye. Xuya yeku di navbera çînên desthilat, di navbera birêvebirên KT de li ser bicîhkirinavê projeyê dijîtî derdikevin. Xuya ye ku desthilatdarên ku di plana sereke deli hev dikin, di bicîhkirina planê de xwedî planên cûda ne.

Ewên ku xwe bi YE ve girê didin, dihesibînin ku bi krîterên Kopenhagê wêbikanibin pirsgirêka Kurdistanê bikin pirsgirêka Kurd û bi sazkirinên qismî wêçareser bikin. Tê fahmkirin ku DYAya ku dixwaze artêsa Tirk di operasyonên xweyên herêmê de bikar bîne, ew ê bi qasî bidestxistina vê yekê li BakurêKurdistanê û li Tirkîyê alîyê îstîkrarê bigire. Meriv dikane bibêje ku besaalîgira DYA jî alîyê asîmîlekirina pirsgirêkê bi sazkirinên qismî digire. Arast ew e ku meriv niqasên Tirkîyeyîbûn û nasnameya jor/jêr di vê çarçovê debinirxîne.

Li alîyê din, besa ku wek Vejîna Kûwayî Mîllîye, tevgera Dîp tê binavkirindi metodên kevnesopî yên çewisandinê de israr dike, ji enîyê ve êrîsî tevgeraKurd dike. Tê dîtin ku ev bes wek alîgira Avrasya xuya dike, dûrî DYA û YEdisekine û pistgirîyê ji nav artêsê disitîne. Her weha çewt e ku meriv niqasênwek dewleta kûr – dewleta xuya, bîne Kurdistanê. Li Kurdistanê ne rast e kumeriv di warê mesrûbûnê de cûdatîyê têxe navbera perwerdeya li Lîseya ZîyaGokalp û Jîtemê. Herdu jî ne mesrû ne.

Meriv dikane nirxandina nakokîyên di navbera çînên desthilatdar de, hettasopandina sîyaseteke awayekî çavtirsandin û nehistinê li dijî hin misraqênhêzên cûda jî fahm bike. Rastîya ku ewên ku li dijî Serkanîya Gistî(Genelkurmay) alîgirîya AKP an jî li dijî AKP alîgirîya Serkanîya Gistî dikinfahm nakin, an jî ji ber hin sedeman wek ku fahm nakin xuya dikin, ev e:Sîstema sîyasî ya Tirk bi AKP, CHP, ANAP, unîversîte, qanûna bingehî û hemûsazîyên xwe ve kolonyalîst e. Û ev rastîya hêsan elfabeya sîyaseta Kurd e.Piranîya hevalên min ên li vir, ne tenê vê elfabeyê dizanin, wan her weha bi vêelfabeyê sîyaset birêve birine, qadro perwerde kirine. Pirsgirêkeke me ya mezinjî ew e ku ev elfabe di van salên dawî de hatiye dejenerekirin. Ez we hemûyanvedixwînim ku xwedî li vê elfabê derkevin, bi hev re em bi vê elfabê sîyasetêbikin.

Tistê ku ez dixwazim di vê besê de bi kurtî bibêjim ev e: Divê KXDN niqasênnasnameya jor/jêr li xwedîyên wan vegerîne, xwe li bingeha projeya neteweyî yaku bi aqilê misterek ê sîyasî bê pêkanîn birêk bixe û pûçkirina plana sereke yadijberên me bike armanca bingehîn a sîyasî.

Divê ev civîn KXDN nuh bike, avahîya KXDN li gora temsîl û zîrektîyandewlemend bike. KXDN ne klubeke niqasan e. Divê ew ji alîyekî bi armancapêkanîna projeya aqilê misterek ê sîyasî û neteweyî, li seranserî Kurdistanêcivîn, sempozyûm û panelan saz bike, û ji alîyê din ve jî kanalên têkosînapratîk a sîyasî veke. Divê ew bi vî awayî dawîyê li pozîsyona me ya temasevanêntêkosîna sîyasî bîne. Ez bawer dikim ku piranîya hevalên me yên li vir ku biawayekî îzafî di têkosîna sîyasî de di pozîsyona temasevan de ne ji vê rewsêaciz in. Hejmara mirovên me yên ku ger kanalên minasib bên vekirin wê bê dudilîxwe çeng bikin nav têkosîna sîyasî ya welatparêz, ji texmînan bêtir e.

Divê ev civîn desthilatîyê bide KXDN ku di çarçoveyeke sîyasî ya welatparêza ku em li ser li hev bikin de li ser navê me gistan sîyasetê bike.

Berî ku sebra dîvanê biqede, ez axaftina xwe bi dawî dikim û ji bo bibaldarî guhdarîkirinê ji we gistan re sipas dikim.

Not: Ev axaftin di civîna Amedê ya 17.12.2005an de hat kirin û ji berbisînorbûna demê çend bes nehatine xwendin.

 

 

 

 

Posted in: kurdi

Comments

There are currently no comments, be the first to post one!

Post Comment

Name (required)

Email (required)

Website

BİR AHLAKSIZ TEKLİF: EŞİT VATANDAŞLIK
Fuat Önen
BİR AHLAKSIZ TEKLİF: EŞİT VATANDAŞLIK
Îşgalciler bize al vatandaşlığı ver vatanını diyorlar. Demirtaşın kürtler daha ne yapsın size vatanlarını verdiler sözünü bu çerçevede anlamak lazım. Bu işgalciliğe tesllim olmak anlamındadır. 100 yıllık bu işgalci proje zaman zaman eşit vatandaşlık,...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2293)


KOLEKTİF LİDERLİKTE, LİDER OLMAMALI MI?
Fuat Önen
KOLEKTİF LİDERLİKTE, LİDER OLMAMALI MI?
Bizim klasik literatürümüzde, üstte dava vardır, bu davayı gerçekleştirmek için, örgüte ihtiyaç vardır. Örgüt ikinci sıradadır. Bu örgütü yönetmek, sürdürmek için kadrolara ihtiyaç vardır. Bu kadrolar arasında biri, bu işe daha yeteneklidir. Dolayısı...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2224)


BİREY – TOPLUM İLİŞKİSİ ve KOLEKTİF ÖNDERLİK MESELESİ
Fuat Önen
BİREY – TOPLUM İLİŞKİSİ ve KOLEKTİF ÖNDERLİK MESELESİ
Kuzey Suriye, Batı Kürdistan değildir. Kuzey Suriye, Sünni-Arap coğrafyasıdır ve bizim güneyimizdedir. Batı Kürdistan’ın güneyindedir ama Suriye’nin kuzeyidir. Önce orda teritoryal meselenin açıklığa kavuşturulması lazım. PYNK ile ENKS&rs...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2124)


ULUSAL BAĞIMSIZLIK STRATEJİSİ ve DEMOKRASİ
Fuat Önen
ULUSAL BAĞIMSIZLIK STRATEJİSİ ve DEMOKRASİ
Devlet, Kürdistan için Kürdistanlıların birlikte yaşama hukukunun cisimleşmesi anlamına geliyor. Devlet Kürdistan için, Kürt toplumunun normalleşmesi anlamına geliyor. Biz anormal bir toplumuz. Bu anlamda birçoğumuzun kişiliği hastalıklı, çünkü çocuk...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2111)


NİYE BAĞIMSIZLIKÇILIK, NİYE AYRILIKÇILIK?
Fuat Önen
NİYE BAĞIMSIZLIKÇILIK, NİYE AYRILIKÇILIK?
Şimdi siyasal temsiliyet nasıl olacaktır?  Bakın dünyanın hiçbir yerinde, hiçbir işgalci güç, hiçbir sömürgeci, hiçbir emperyalist durduk yerde senin siyasal temsiliyetini kabul etmez. Sen bunu kabul ettireceksin. Kürdistanî siyaset bunu kabul ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1887)


GÜÇ BİRLİĞİ ve GÜÇ BİRLİĞİ’NİN GÜNEY KÜRDİSTAN’DAKİ TEMASLARI
Fuat Önen
GÜÇ BİRLİĞİ ve GÜÇ BİRLİĞİ’NİN GÜNEY KÜRDİSTAN’DAKİ TEMASLARI
Siyaset bir temas meselesidir, eğer Batı Kürdistan ile ilgili bir girişimde bulunacaksak, önce Batı Kürdistanlılarla temas edelim. Böyle bir öneride bulundum ve dedim ki Batı Kürdistan’da 42-43 parti var. 15 tanesi ENKS’de, 25 tanesi PYNK...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3760)


AYRILIKÇILIK, BAĞIMSIZLIKÇILIK - KÜRDİSTANİ SİYASET TARZI
Fuat Önen
AYRILIKÇILIK, BAĞIMSIZLIKÇILIK - KÜRDİSTANİ SİYASET TARZI
Yani kısaca şunu söyleyeyim, halk savaşı işte kırlardan kentlere gerilla mücadelesi, güneydeki peşmerge savaşı da budur. Şimdi bu bir köy toplumu gerektirir. Eğer sizin köylü nüfusunuz, %75’ten %25’e düşmüşse, siz hangi toplumsal realitey...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1868)


AYRILIKÇILIK VE BAĞIMSIZLIKÇILIK
Fuat Önen
AYRILIKÇILIK VE BAĞIMSIZLIKÇILIK
Bu yüzyıllık dönem içinde, bu devlet hiçbir zaman Kürdistan meselesinin eşit haklılık, adalet üzerinden çözümlemek için hiçbir projeye sahip olmamıştır. Yapılanların hepsi, işgalciliği yeni formlarda sürdürme çabasıdır. Bugün eğer “Kürtler vard...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2023)


Türk Devlet Başkanı "kürt sorunu yoktur" demiş.
Fuat Önen
Türk Devlet Başkanı "kürt sorunu yoktur" demiş.
Türk Devlet Başkanı "kürt sorunu yoktur" demiş. Sosyal medyada buna dönük tepkiler yoğunlaştı. Kürt sorunu vardır diyen arkadaşlar bu açıklamaya kızmışlar. Dikkat edilirse kızgın arkadarkadaşların çoğu 2005 yılında Erdoğanın "kurt soru...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1584)


Kürt siyasetinde egemen siyaset tarzı
Fuat Önen
Kürt siyasetinde egemen siyaset tarzı
Kürdistan da bağımsızlıkçılık görünür değildir. Kuzey Batı Kürdistan’da da bu böyledir, Kürdistan’ın diğer parçalarında da bu böyledir. Yalnız şuna dikkat etmenizi isteyeceğim, son bir-iki yılda özellikle Orta Güney Kürdistan’da cid...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1994)


Page 1 of 9First   Previous   [1]  2  3  4  5  6  7  8  9  Next   Last   
123movies