×
DIVÊ KURD YEKÎTÎ Û SERXWEBÛNA KURDISTANÊ JI XWE RE BIKIN MIJARA MAN Û NEMANÊ
Fuad Onen
DIVÊ KURD YEKÎTÎ Û SERXWEBÛNA KURDISTANÊ JI XWE RE BIKIN MIJARA MAN Û NEMANÊ
Diplomasî, sîyaseta nazenîn e. Ji bo diplomasîyeke baş, berî her tiştî siyasteke baş, yekgirtî û Kurdistanî pêwîst e. Li başûrê welatê me mixabin siyaseteke bi vî rengî ne serdest e. Parlamana me heye, hikumeteke me heye lê siyaseteke serxwebûnxwaz û...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (942)


Dewleta Tirkan nikare bi serê xwe li Qendîl ê operasyoneke leşkeri bimeşîne
Fuad Onen
Dewleta Tirkan nikare bi serê xwe li Qendîl ê operasyoneke leşkeri bimeşîne
Qendîl rêzeçîya ye û di sêkoşeya başûr, bakur û rojhilatê Kurdistanê de dimîne. Dagirkirina wê derê ne ew çend hêsan e. TC çima di vê deme de qala dagirkirina Qendîlê dike? Li Tirkîyê hilbijartin heye, argumenta her du bereyên dagirker (Cumhur û Mill...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1065)


HILBIJARTINA TIRKAN, HDP Û HELWESTA HIN PARTÎYÊN KURDAN
Fuad Onen
HILBIJARTINA TIRKAN, HDP Û HELWESTA HIN PARTÎYÊN KURDAN
Em nabêjin ku hilbijartina Tirkan me aleqedar nake, em dibêjin ku ev hilbijartina dewleteke dagirker e, hebûna dewleta Tirkan li Kurdistanê ne rewa ye, ev dewlet bi hemû dam û dezgehên xwe dagirker e û divê ev dewlet ji bakur-rojavayê Kurdistanê derk...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (913)


HILBIJARTINÊN DEWLETÊN DAGIRKER Û HELWESTA KURDAN
Fuad Onen
HILBIJARTINÊN DEWLETÊN DAGIRKER Û HELWESTA KURDAN
Ne xwezayî ye ku sîyasetmedarên Kurdan wek yên Tirkan bipeyivin, nakokîyên di nav sîyaseta Tirkan de mezin bikin û di nav sîyaseta Tirkan de ji xwe re li cîyekî bigerin. Divê sîyasetmedarên Kurdistanê zanibin ku ev ne hilbijartina me ye, ev hilbijart...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1078)


TÊKÇÛNA ŞERÊ CEBHEYA KERKÛKÊ
Fuad Onen
TÊKÇÛNA ŞERÊ CEBHEYA KERKÛKÊ
Şerê li cebheya Kerkûkê rû da, bersîva dewletên dagirker û parêzerên sistemê ye. Di vê cebheyê de em têkçûn. Berpirsê vê têkçûyinê yê yekem Serok Barzanî ye. Ev bêyî ku em hûrgilîyên şerê cebheya Kerkûkê bizanibin wisa ye. Serokatî ne ciyê gazindan c...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1766)


YEKÎTÎYA KURDAN Û YA PARTÎYÊN KURDAN JI HEV CUDA NE
Fuad Onen
YEKÎTÎYA KURDAN Û YA PARTÎYÊN KURDAN JI HEV CUDA NE
Di nav tevgerên rizgarîya neteweyî de kesî bi qasî tevgera rizgarîya neteweyî ya Kurdan nîqaşên teorîk nekiri ye. Em di nivîsarên Ho Shi Min, Amilcar Cabral, Mahatma Ghandi, Fidel Castro û yên wekî wan de tûşî nîqaşên teorîk li ser netewe an netewepe...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2192)


TC ÇIMA JI YEKÎTÎYA AXA ROJAVAYÊ KURDISTANÊ DITIRSE?
Fuad Onen
Ez ne di wê bawerîyê de me ku TC yê karibe Efrînê dagir bike û li wir pêşî li Kurdan bigire. Bi sedem ku TC nikare bakurê Kurdistanê wek berê bi rêve bibe, anuha her navçeya bakurê Kurdistanê ji bo TC bûye baregehên leşkerî û nêvîyê artêşa xwe li Kur...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1719)


REFERANDOMA SERXWEBÛNA KURDISTANÊ
Fuad Onen
Serxwebûna Kurdistanê di herêma Rojhelata Nêzîk de şoreşek e û ew ê nîzama dagirker hilweşîne. Ji ber vê yekê her çar dewletên dagirker; di serî de jî dewleta Îran û Tirkîye dê bi temama hêza xwe bixwazin ku pêşî li serxwebûnê bigirin. Her du dewlet ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1694)


SERXWEBÛNA BAŞÛRÊ KURDİSTANÊ GENGEŞÎYÊN Dİ NAV ŞÎA Û SUNEYAN DE ŞENGAL Û HÎLALA ŞÎA RIZGARBÛNA ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
Fuad Onen
Em nizanin ku bi çi sedemê rê lê vekirin ku hêzên Haşdî Şabî têkevin hin deverên Şengalê û ew van deveran “rizgar” bikin. Hêza pêşmergeyan heye ku her bihusta axa Kurdistanê rizgar bike. Li gor min di nav hêzên Kurdan de awayê leşkerî ne ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1719)


Arîşeyên Şengalê
Fuad Onen
Miletê Kurd têra xwe xwedî dijmin e, tevgera rizgarîya neteweyî ya Kurdistanê ji serî de çar dewletên dagirker ji xwe re kiriye hedef. Ev dewlet li dinyê jî xwedî mutefîk in, yanî têra xwe dijminên me hene. Tehamula miletekî di vê rewşê de ji şerekî ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2090)


Page 1 of 4First   Previous   [1]  2  3  4  Next   Last   
06
TC li sê perçeyên Kurdistanê şerekî dagirkerane û tund dimeşîne, bakur-rojavayê Kurdistanê di bin dagirkerîya Tirkan de ye, li rojavayê Kurdistanê berê ketibû Cerablûs û Elbabê nuha jî Efrîn dagir kiriye. Li başûrê Kurdistanê jî dibêje ku me 11 baregehê leşkeri ava kirine. Hedefa wan ji Başûr heta sînorê Îranê baregehên leşkeri ava bikin. Ji bo dewleteke dagirker ev hedefeke asayî ye.

Pirsgirêk ew e ku sîyaseta Kurdistanî li hember van êrîşên Tirkîyê ne xwedîyê helwesteke yekgirtî ye. Dema ku TC ji bo Referandûma Serxwebûnê êrîşî başûrê Kurdistanê kir û dewleta Iraqê û hêzên Haşdî Şabî hicûmî Kerkûk û derdorê wê kirin, PKKê got ku; “Ev şer di nabêna Iraq û Başûrîyan de ye û em di vî şerî de bêteref in.” Lê divê zanibin ku, kîjan dewleta dagirker dibe bila bibe, (Tirkîye, Îran, Iraq û Sûrîye) li kîjan perçeyê Kurdistanê bi ser kevin, li temama Kurdistanê dagirkerî xurt dibe. Û wek encam, piştî Karesata Kerkûkê TC çû Efrîn dagir kir. Nuha jî dibêjin em ê di reşahîyê de berê xwe bidin Qendîlê.

Qendîl rêzeçîya ye û di sêkoşeya başûr, bakur û rojhilatê Kurdistanê de dimîne. Dagirkirina wê derê ne ew çend hêsan e. TC çima di vê deme de qala dagirkirina Qendîlê dike? Li Tirkîyê hilbijartin heye, argumenta her du bereyên dagirker (Cumhur û Millet) ya esasî dijberî û dijminatîya Kurdan e. Dewleta Tirkan nikare bi serê xwe li wir operasyoneke leşkeri bimeşîne, divê bi Iraq û Îranê re li hev bike. Qada hewayî ya Başûr û Iraqê di kontrola hêzên hevpeyman û Amerîka de ye. Hek ev rê nedin, Tirkîye nikare bi serê xwe li wê derê operasyoneke leşkeri pêk bîne û bi ser keve.

PKK tevî ku gelek şaşî û nebaşî kiriye û divê li başûrê Kurdistanê serwerîya Hikûmeta Kurdistanê nas bikira jî, divê hemû sîyaseta Kurdistanî, hemû partî û her kes li hember hicûma dagirkerane ya dewleta Tirkan bi yekdengî derkevin. Bi sedem ku hedefa dewleta Tirkan jiholêrakirina Kurdistanê ye.

Sedema ku TC hicûmî Bakur, Başûr û Rojava dike, ne tenê hilbijartin e, hedefa TC ya esasî ew e ku; Kurd li tu deverê statuyeke sîyasî bi dest nexin û dewleteke serbixwe ava nekin. Rêvebirên Tirkîyê ji sibê heta êvarî dibêjin ku, “meseleya me ya bekayê heye”, meseleya wan a bekayê Kurdistan e. Difikirin ku li Başûr dewleteke serbixwe ava bibe an li Rojava tiştekî wisa pêk bê, ew ê nikaribin li Bakur sîstema xwe wek berê bimeşînin. Yanî derdê dewleta Tirkan ew e ku, Kurd li Rojhilata Nêzîk nebin xwedî dewlet. Gotinên Tirkan li gor hiqûqa navdewletî ne meşrû ye. Hek em ê peyvên ‘teror’ û ‘terorîzm’ê bi kar bînin; dewleta Tirkan li rûyê erdê dewleta herî terorîst e. Tirkîye li sê perçeyên Kurdistanê ji bo ku hebûna miletê Kurd û Kurdistanê ji holê rake şer dike, hek ev ne terorîzm be, terorîzm çi ye? Dewletên Rojava li gor hesabên xwe carinan bi Tirkîyê re, carinan bi PYD û YPGê re kar dikin.

TC ne tenê ji bo ku PKKê ji wir derxîne dikeve başûrê Kurdistanê, dixwaze ku başûrê Kurdistanê jî kontrol bike. Divê sîyasetmedarên Kurdan ji bîr nekin ku, dema ku li Başûr Referandûma Serxwebûnê çêbû, ji Iraq, Îran û Sûrîyê bêtir dewleta Tirkan bertek (reaksiyon) da. Hikûmet û parlamentoya Başûr hebûn û bi awayekî mirovatî xwest ku ji gelê xwe bipirse ku serxwebûnê dixwaze an na. Lê dewleta Tirkan bi artêşa Iraqê re li Silopîyê dest bi tatbîqatên leşkeri kir ku rê li ber referandûmê bigire. 

Mijara ku dewleta Tirkan dikeve başûrê Kurdistanê ne derxistina PKKê ye, mijar Kurdistan e. TC bi hemû derfetên xwe hewl dide ku li Rojhilata Nêzîk dewleteke Kurdan ava nebe. Ew ji me çêtir dizane ku, zû an dereng Kurdistaneke Serbixwe û Yekgirtî wê li Rojhilata Nêzîk ava bibe. Ev yek jî dawîya dewleta Tirkan e. Li rojavayê Kurdistanê li hember dewleta Tirkan tu êrîş tunebû, lê dîsa jî çû Efrîn dagir kir, çi têkilîya dagirkirina Efrînê bi şerê li dij terorîzmê re heye? Gava ku DAÎŞ ket nav Sûrîyê Turkîye li dij derneket û berevajîyê wê piştgirî da DAÎŞê.

Tirkîye di nav PKKê de çiqas xwedî bandor be, çiqas dikare PKKê manîpule bike jî; Kurdên çekdar û baregehên leşkeri yên li çîyayên Kurdistanê, ji bo dewleta Tirkan tirseke mezin e. Dewleta Tirkan wek ku em li PKKê dinerin, lê nanêre. Dewleta Tirkan nuha ji cerdevanên Kurdan jî hesaban dike, Dibêje ku, her çiqas nuha ji bo me dixebitin jî, lê him Kurd in û him jî çekdar in, dibe ku rojekê li hember me jî şer bikin. Tecrubeya cahşên başûrê Kurdistanê jî li ber çavan e. Ji ber vê yekê her Kurdekî çekdar ji bo Tirkîyê talûkeyeke mezin e. Hedefa dewleta Tirkan ne partîyek e, gava ku hewce dît bi salan li Oslo û Îmralîyê bi PKKê re têkilî çêkir.

http://www.dengeamerika.com/a/sense-stance-tur…/4425520.html
 
Posted in: kurdi

Comments

There are currently no comments, be the first to post one!

Post Comment

Name (required)

Email (required)

Website

TC’nin Rusya ve ABD ile sürdürdüğü bu siyasi dans, uzun vadede sürdürülebilir değildir.
Fuat Önen
TC’nin Rusya ve ABD ile sürdürdüğü bu siyasi dans, uzun vadede sürdürülebilir değildir.
Bu yenilginin temel nedenlerinden birisi ABD ile kurulan ilişki biçimidir. Hiçbir siyasi anlaşmaya gidilmeden yapılan askeri işbirliği, yenilgiye yol açmıştır. Üstelik bu askeri işbirliği için temel siyasi hedeflerden vazgeçilmiş, Batı Kürdistan yeri...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (328)


ULUSAL BIRLIK, IÇINE HERKESIN HER ŞEYI KOYABILECEĞI BIR KAVRAM DEĞILDIR
Fuat Önen
ULUSAL BIRLIK, IÇINE HERKESIN HER ŞEYI KOYABILECEĞI BIR KAVRAM DEĞILDIR
Meclisteki “Kürt” milletvekilleri Türk meclisini, kendi şereflerini yerlerde süründürmek pahasına şereflendirmişlerdir. Aslında mecliste Kürt milletvekili yoktur. Meclise Türk olarak gidiyorlar ve Türklük, Atatürkçülük üzerine yemin ediyo...
Hejmara şirova (6)   Lê nerin (572)


Kendimiz olarak ve kendimiz kalarak siyaset arenasında yer almalıyız.
Fuat Önen
Kendimiz olarak ve kendimiz kalarak siyaset arenasında yer almalıyız.
Türkiye eskiden CHPnin zinde güclerle ilişkisini tartışırdı. CHPnin bu güçlerle ilişki üzerinden iktidar kurguladığını söylerdi. Bu iddialar yanlış da değildi. Belki korelasyon yanlış kuruluyordu. Zinde güçler iktidarlarını CHP üzerinden sürdürüyorla...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (675)


BANGA HELWÊSTGIRTINEKE BI RÛMET
Fuad Onen
Dewleta Tirkîyê, li sê parçeyê Kurdistanê şerekî tûnd û dagirkerane dimeşîne. Li gorî rayedarên Sîstema Serwerîya Tirk, ev şer ji bo wan mijara bekayê (mayin-nemayinê) ye. Her çend rayedar û berdevkên vê sîstemê vî şerî weke li dijî terorê bi nav bik...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (903)


Irak ve Kürdistan Gelişmeleri Üzerine Röportaj
Fuat Önen
Her dış mücadele bünyesinde bir iç mücadele barındırır. Dışarının içimizdeki operasyonuna dönüşmediği ve ulusal kurtuluş hedefinin önüne geçmediği müddetçe, iç iktidar mücadelesini olağan karşılamak gerekir. Maalesef ulusal kurtuluş mücadelesinde kah...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1128)


HDP, Türkiyedeki Kürt azınlığın partisi olsun
Fuat Önen
Bence genel olarak Kürt seçmeni ya da Kürtlerin seçimde ne yapacaklarını sormak yanlıştır. En başta Kürdistanlılar ile Türkiye’deki Kürt azınlığını birbirinden farklı değerlendirmek lazımdır. Kürdistani siyasetin görevi Türk devletinin Kürdista...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1101)


5’Lİ KÜRT BLOKU’NUN SEÇİM VE HDP’YE KARŞI TAVRI*
Fuat Önen
2009’dan bu yana Kürdistani Birlik, Kürdistan Ulusal Konferansı gibi konular gündemdedir. Her ne hikmetse seçim zamanları bu birlik konusu gündeme geliyor. Eğer ülkemizin toprakları işgal ediliyorsa, binlerce gencimiz öldürülüyorsa, milyonlarca...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1088)


SEÇİME HAZIR OLMAK
Fuat Önen
24 Haziran seçimlerine de Kürdistan’dan katılmanın meşru bir yolu var mıdır diye düşündüğümde şu önerinin tartışılabileceğini düşünüyorum. Yani bu seçimi yine referanduma dönüştürebilecek alternatif bir yol olarak önerebileceğim şudur:  T...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1668)


EFRÎN
Fuat Önen
58 gün önce 72 savaş uçağı ile Efrini işgal operasyonunu başlattınız. Savaş uçaklarınıza tanklarınız, toplarınız, savaş helikopterleriniz, İHA’larınız, SİHA’larınız,termal kameralarınız eşlik etti.  Binlerce komandonuz, JÖH’ün...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1302)


Afrin operasiyonunu Türkiye devletinin Kürdistan dönük seferlerinin bir parçasıdir
Fuat Önen
Afrin  operasiyonunu Türkiye devletinin Kürdistan dönük seferlerinin bir parçasıdir
Şimdi bunun doğru anlaşılması için şunun iyi görülmesi lazım. Türkiye devleti Afrin e, Hewlere, yada Mahabada  Ankara dan bakmıyor. Türkiye devleti Afrine de, Hewlere de, Kamışlıya da, Mahabada da, Sanadaja da Diyarbakır üzerinden bakıyor ve tür...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1286)


Page 1 of 7First   Previous   [1]  2  3  4  5  6  7  Next   Last