Fuad Onen posted on September 09, 2013 22:22
Ev civîna ku berê wek Konferansa Kurdistanê û dûre jîwek Kongreya Netewî ya Kurdan hat binavkirin, li ser tewereya (mihwer) KomaraTirkîyê (KT)-Ocalan-Barzani ketiye rojeva me û çekberdana PKKê daye ber xwe.
Erka Konferansa Netewî (KN) ne ew e ku ji bo dewletêncîran ên dagirker li qanûnên bingehîn bigere, divê ew be ku ji bo civakaKurdistanê qanûna bingehîn a sîvîl pêk bihîne, da ku dema ku bibe dewlet, wêfermî bike.
Kongreya Netewî ya Kurdistanê armanceke stratejîk e ûdivê hesabên ku wê ji armancên taktîkî re dikin qurban werin pûçkirin.
Erka Konferansa Netewî ne “demokratîkkirina” dagirkerîyê,lê bidawîanîna wê ye. Tê hêvîkirin ku ji bo beşdarên ji Sanandaj, Amed û Efrînênavnîşana An qere, Tehran ûŞamê neyê raberkirin.
Kongreya Netewî divê nebe platforma şow û xwerakêşîyaPDK û PKK.
Kurdistan ji bo Şerê Dinyê yê Sêyem jî enîyeke girîng eû îroj şer li vir sift û sext dibe.
[Read the rest of this article...]