Fuad Önen
Arîşeyên Şengalê
Fuad Onen
Miletê Kurd têra xwe xwedî dijmin e, tevgera rizgarîya neteweyî ya Kurdistanê ji serî de çar dewletên dagirker ji xwe re kiriye hedef. Ev dewlet li dinyê jî xwedî mutefîk ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (301)


Armanckirina “kongreyeke netewî” ya ku ne li dijî tu dewletan e dibe devjêberdana mafê dewletbûna netewa Kurd!
Fuad Onen
Ev civîna ku berê wek Konferansa Kurdistanê û dûre jîwek Kongreya Netewî ya Kurdan hat binavkirin, li ser tewereya (mihwer) KomaraTirkîyê (KT)-Ocalan-Barzani ketiye rojeva me û çekber...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3892)


Jenosîda domdar û rojhelata nêzîk
Fuad Onen
Di hundir tevgera sîyaseta Kurdîstanê de, di derheq mijara jenosîdê de, fahmekî zelal û muşterek tune. Tesbîtkirna sîyaseta jenosîda li Kurdîstanê, ne tenê tesbîteke ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (5831)


Serxwebûnxwaz û veqetxwazên wê kêm, yekbûnxwazên wê zêde
Fuad Onen
TEVKURD ne koalîsyoneke komikan e, ne jî di wateya teng de rêxistineke partîyî ya ku her kes bi nasnameya xwe ya takekesî tev lê bibe ye. TEVKURD wek rêxistineke bihurînê saz bûye ku d...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (5176)


Axaftina Kongreya Çarem ya Tevkurdê
Fuad Onen
Bayekî xurt ê entegrasyonalîst ji alîyê Tirkan ve ber bi me ve tê. Ev bayê entegrasyonalîst dibe sedemek ku em nikarin karbikin, bi sebeb em li hember wê pêlê têdikoşin. Bayek&ic...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3942)


Axaftina di civîna meclisaTevkurdê
Fuad Onen
Alfabeyek a tevkurdê ya kurt heye. Em mîletek in, welatê me heye bî navê xweyî şêrîn Kurdîstan e. Ev millet li vî welatî divê xwe bi xwe îdare bike
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (4007)


Referanduma tirkan û sîyaseta kurdan
Fuad Onen
Armanca siyaseta kurdistanî ne serastkirina arêzeyên sîstemê ye û ne wezîfeya wê ye ku bifikire û bixebite ji bo ku ev sîstem bi rêk û pêk bimeşe. Tam berevaciya vê, ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (4093)


   «   [1]  2  3  4  »      
  
18

Ji bo pirsgirêka Kurdçareserîya bê tundûtûjî

 
Têgîn (mefhûm) alavên fikirînê ne. Heman têgîn dikanin di sîstemên fikir û ramanê yên cuda de wateyên cîhê bigirin. Ew di sîstemeke taybetî ya fikirînê de watedar dibin. Wek ku xuya dibin, ne bêguneh in. Divê meriv li ser têgînên ‘pirsgirêka Kurd’ û ‘çareserîya bê tundûtûjî’, ku têgînên sereke yên gengeşîya me ya îro ne jî bi vî awayî raweste.
 
Pirsgirêka ku em gotûbêj dikin, vî çendî di bin sernivîsên ‘pirsgirêka Kurd’ û ‘Kurd çi dixwazin’ de, hem di nav Kurdan de û hem jî di nav Tirkan de pir caran tê rojevê. Bi salan pev re bikaranîna peyvên ‘Kurd’ û ‘pirsgirêk’ dibe sedem ku di şiûra mirovan de wek ku Kurd bi xwe pirsgirêk bin, an jî Kurdayetî sedema pirsgirêkê be îluzyon çêbibin; dibe ku armanc bi xwe jî ev yek be. Dema ku bi pirsa ‘Kurd çi dixwazin’ vê yekê didomînin jî, întibayeke weha çêdibe ku Kurd rehet nasekinin, bêhizûrîyê çêdikin, tevlihevîyan pêk tînin.
 
Niqteyeke din a balkêş jî ew e ku ev pirs ji bo Tirkan nayên kirin, Tirkayetî nayê pirskirin. Tirkbûna ku ez li vir qesd dikim Tirkbûna Tirkîyê ye, ne Tirkbûna Asya Navîn, Ozbek, Tatar, Tirkmen û Mongolan e. Di vê wateyê de Tirkbûn bi sedsalan bûye têgîna herî bi bela ya cografya me. Ji bilî Îbranîyan, ji bo hemû gelên cografya me (Kurd, Ecem, Ereb, Grek, Ermenî...) Tirkbûn têgîneke bi bela û pirsgirêk e. Têgîneke wisa ye ku ne tarîfa wê, ne jî serûbinê wê zelal e. Yekane tarîfa ku heta nuha ji bo vê têgînê hatiye dîtin ew e ku “Her kesê ku bi hemwelatîbûnê bi Komara Tirkîyê (KT) girêdayî ye Tirk e”. Ev tarîf jî hem bi pirsgirêk e û hem jî afirandara pirsgirêkan e. Bi pirsgirêk e, ji ber ku xwedîyên vê tarîfê li Bûlgarîstanê, li Qibrisê, li Grekyayê (Yewnanîstanê) û li gelek derên din qala Tirkan dikin, lê ew ne hemwelatîyên KT ne. Pirsgirêkan diafirîne, ji ber ku di serî de Kurd, bi milyonan mirov hene ku hemwelatîyên KT ne, lê belê ne Tirk in û xwe bi vê tarîfê girê nadin. Meriv dikane bibêje ku çavkanîyeke pirsgirêkê ev tarifa giştî ya totalîter a Tirkbûnê ye. Bêyî gengeşîya Tirkayetî û pirsgirêka Tirk, tenê wek pirsgirêka Kurd gengeşîkirina pirsgirêkê, hem neheqî ye, hem jî helwesteke wisa ye ku li ber têgîhaştina pirsgirêkê dibe asteng …
 
Berfirehîya pirsgirêka Kurd
 
Pirsgirêka Kurd û Kurdistanê pirsgirêkeke berfireh, piralî û tevlihev e. Ji bo ku meriv rast têbigihêje û rast gotûbêj bike, divê berfirehîya wê bê zelalkirin. Wek ku tê zanîn, tenê li Îstenbolê li dor 2-3 milyonan Kurd hene. Li metropolên Tirkîyê bi milyonan Kurd dijîn, ku ji ber çewsandinên darê zorê yên sîyasî, leşkerî û tengasîyên ekonomîk ên encamên van çewsandinan ji welatê xwe hatine koçberkirin, koç kirine. Heke ji pirsgirêka Kurd mebest ev Kurd bin, ev dibe mijara mafên hindikahîyan, maf û azadîyên takekesî û mafên çandî.
 
Kurdên li ser xeta Anqere-Qonyayê ku di dema Osmanî de hatine koçberkirin û li herêmên taybetî piranîyê pêk tînin, kategorîyeke din in û bi dîtina min li vir pirsgirêk dibe mijara konsepta otonomîya herêmî, herêma otonom.
 
Ku em werin ser têgînên ‘Rojava û Başûrê Rojavayê Anatolya’yê ku Sîstema Serwerîya Tirk (SST) ji ber xwe ve li hev anîne ku rasteqînîya welatê Kurdan ji navê rake, serûberên pirsgirêkê pir cuda dibin.
 
 
 
Anatolya, di zimanê Grekî de tê wateya rojhilat. Rojhilatê Îstenbolê, dibe Îzmît, Îznîk, Duzce, hwd. Heke meriv zorê bide hêl û îstîqametan û heta bi Qonya û Anqerê dirêj bike jî, meriv nikane bigihêje Wan, Amed û Culemêrgê (Heqarîyê). Ew der Kurdistan e, welatê Kurdan ê qedîm e. Kurd gelê otokton ê vê cografyayê ne. Li gora Îzaddî, ev herêm %43ê Kurdistanê pêk tîne û Kurd jê re dibêjin Bakurê Kurdistanê an Kurdistana Bakur. Li vê derê pirsgirêk dibe pirsgirêka Kurdistanê û bi dîtina me ev dibe mijara self-determînasyonê (mafê çarenûsîyê).
 
Wek ku tê zanîn, pirsgirêk bi van jî naqede. Kurdistana ku hatiye par û parçekirin, û ji statuyeke sîyasî bêpar hatiye hiştin, rojhilatê wê di nav serwerîya Îranê de, başûrê rojavayê wê di nav serwerîya Sûrîyê de û başûrê wê yê navîn jî di nav serwerîya Iraqê de ye. Dema ku meriv li van dewletan û di çarçova dinyê de li hevalbendên wan dinêre, meriv dibîne ku pirsgirêka Kurdistanê pirsgirêkeke nav dewletan, hema hema ha hemû dinyê ye. Ji xwe pirsgirêk bi xwe jî encama pergala dinyê ye, ku piştî Şerê Dinyê yê Yekemîn hatiye pêkanîn. Nexşeya sîyasî ya Rohilata Navîn a nuh ku mohra serketîyên şer, bi taybetî ya Brîtanyayê li ser e, yek ji çavkanîyên sereke yên vê pirsgirêkê ye. Serketîyên şer ku cografya Ereb parçe kir bo bi qasî 20 dewletên hûr û gir û wisa birêve bir, weha tercîh kir ku Kurdistan par û parçekirî û ji statuyeke sîyasî bêparhiştî bimîne. Kurdistan bi çend peymanên cûrbicûr ên di salên 1916-26an de, bi awayekî bêyî statuyeke sîyasî hatiye hiştin, ku bi gotina Mamoste Beşîkcî nabe kolonî jî. Bi gotineke din, welatek di ronkaya rojê de ji gelên wî yên otokton hat dizîn. Sedema sereke ya ku vê pirsgirêkê xwe gîhand sedsala 21an ev e.
 
Ka em kêlîyekê evana hemûyan li alîyekî bihêlin û vegerin ser ‘pirsgirêka Kurd’ li Tirkîyê: ‘pirsgirêka Kurd’ têgîneke Sîstema Serwerîya Tirk (SST) e, di vê wateyê de ya fikir û ramana Tirk e. Bi Kurdan re, bi gelê Kurd re pirsgirêkeke SST heye. SST hebûna xwe sipartiye tunebûna rasteqînîya netewe û welatê Kurdan. Dema ku em ji vê hêlê ve lê dinêrin, pirsgirêk ew e ku Kurd xwedîtîyê li rasteqînîya netewe û welatê xwe dikin, li ser xakên xwe doza desthilatîyê dikin. Lê belê, di dewra komarê ya 80 salan de, binavkirina SSTê ya vê pirsgirêkê her tim guherîye. Di dewra 1924-1954an de, wisa minasib dîtine ku pirsgirêkê wek pirsgirêkeke îrtîcayî bi nav bikin. Vê dawîyê Avnî Ozgurel jî nivîsand, di dema serhildana 1925an de ji çapemenîyê xwestine ku serhildanê ne wek serhildana Kurdan, ne wek tevgera netewî, lê wek tevgera îrtîcayî bi nav bikin. Ji alîyekî SST hewl dide ku bi ‘şoreşên mezin’ ên wek şewqe, herf, cil û berg, Kurdan bikin Tirk ku nûjen û modern bibin, ji alîyê din ve Kurdên ‘şûnvemayî û kevneperest’ reaksîyonên paşverû dane van bizavên nûjen û lewra heq kirine ku bi tevkujîyan û îskanên bi darê zorê re rûbirû bibin!
 
Di dewra 1954-74an de, pirsgirêk wek pirsgirêka şûnvemayin, cehalet û feodalîteyê hatiye tarîfkirin; xwestine ku ji Kurdan re ‘medenîyet’ê bibin, wan bikin Tirk û bi wî awayî pirsgirêkê çareser bikin. Piştî 1968an, pirsgirêk êdî pirsgirêka komunîzm û parvexwazîyê ye. Piştî 1980yan, bi taybetî jî piştî jihevketina Sovyetan, pirsgirêk bûye xwedîyê tarîfeke nuh; êdî pirsgirêk terorîzm an jî bi awayê vê dawîyê terorîzma etnîk e.
 
Bi jihevketina pergala dinyê û destpêka guherîna nexşeya sîyasî ya dinyê û Rojhilata Navîn, SST jî ketiye nav pêvajoya jihevketinê. Hinek sîyasetmedarên Tirk ku têgîhaştine ku Kurd êdî wek berê nayên birêvebirin, ku domandina serwerîyê rê û rêbazên nuh pêwîst dike, ji naskirina hebûna Kurdan dest pê kirine û êdî pirsgirêkê wek Pirsgirêka Kurd tarîf dikin. Daxuyanîya Înonu û Demîrel a “Em rasteqînîya Kurd qebûl dikin”, a Mesût Yilmaz a “Rêya Yekîtîya Ewropayê di Diyarbekir re derbas dibe”, a T.Ozal a “divê em federasyonê jî bikanibin gotûbêj bikin”, a R.T.Erdoğan a “Pirsgirêka Kurd heye û ev pirsgirêka min e jî”, ev gişt encamên vê meyla nuh in. Lê belê ev daxuyanî gişt, pêkanîna projeyeke çareserîya pirsgirêkê bide alîkî, xwe nagihînin tarîfkirina pirsgirêkê jî.
 
SST ji Kurdan çi dixwaze û di vê wateyê de ‘Tirk çi dixwazin?’
 
Ji bo bersîva vê pirsê, ev daxuyanîya ku Y.Buyukanitê Sererkanê Giştî ya di 07-10-2007an de di rojnameya Milliyet de kiriye, meriv hînî gelek tiştan dike. Wî ev axaftin di xwarina fitarê de kiriye, ku ji bo merivên eskerên ku di şerê Kurdan de hatine kuştin û yên birîndar bûne hatibû amadekirin. Di jargona Erkana Giştî de ew merivên şehîdan û xazî ne. Buyukanıt wisa dibêje: “Wek ku me hemûyan sond xwariye, van mirovan jî sond xwariye ku bi kêfxweşî xwe bikin canfîdayên welatê xwe, da ku wî parçeyê xakê bikin niştiman, wê koma mirovan bikin milet. Û ew gîhaştine wê payeyê, bûne şehîd, bûne xazî.”
 
Tiştê ku tê xwestin pir dîyar e û dibe ku ev cara yekemîn be ku wanî bi zelalî tê îfadekirin. Li vir, mebest ji parçeyê xakê û koma mirovan, Kurd û Kurdistan e. Li gora Buyukanıt, Kurdistan ne welatê Kurdan e, parçexakek e û divê wê bikin niştiman, anku bikin niştimanê Tirkan. Dîsa koma mirovan a li wê derê ne milet in, ne jî mensûbên miletekî ne; lewra divê wan jî bikin milet, anku bikin parçeyekî netewa Tirk. Dîsa em ji vê axaftinê hîn dibin ku pev re sond xwarine ku heke bihayê wê mirin be jî xwe bigihînin vê armancê. Ev daxuyanî bi kurtî û zelalî îfadekirina armanca bêtirî 80 salan a SST ye. Ji Kurdan ev tê xwestin. Ji wan tê xwestin ku ji her helwestên ku li pêşîya vê armancê bibin asteng dûr bisekinin, dev ji rasteqînîyên netewe û welatê xwe berdin, wek parçeyekî netewa Tirk a mezin li niştimana Tirkan bibêjin ‘Ez Tirk im’ û şa bibin. Ez hêvî dikim ku dê bê qebûlkirin ku ev tundîyeke tûj e. Ji alîyê pirsgirêka ku em gengeşî dikin ve, çavkanîya rastî ya tundûtûjîyê ev e û ev armanceke pir zalimane ye. Berî ku ez biqedînim, ez dixwazim bala we bikişînim ser sê niqteyên din jî. Ya yekem, her çiqas ê ku dibêje leşker be jî, armanc ne leşkerî lê sîyasî ne û sîyasetmedarên Tirk jî wan diparêzin.
 
Her çiqas sifetê fermî yê Y. Buyukanıt serokê erkana giştî be jî, bi rastî ew serokê Partîya Hêzên Çekdarên Tirk e. Ev partî seranserî dewra komarê bûye hevparê dîyar an veşartî yê desthilatîyê, an jî li ser serê îqtidarên sîyasî bûye ‘Şûrê Demokles’. Ya duyem, li dijî vê axaftinê tu reaksîyonên girîng çênebûne. Ne ji ewên ku tepûrep dibêjin, ‘Kurd çi dixwazin’, ne jî ji ewên ku dibêjin, ‘Pirsgirêka Kurd heye’. Rastîya ku li Tirkîyê leşkerek dikane gefên wisa toqbar (bi dehşet) û zalimane bixwe, ji bo raya giştî ya Tirk a pêşverû, wekhevîxwaz û azadîxwaz cîhê xemê ye, û dijwarîya karê kesên ku li ‘çareserîya bê tundûtûjî’ digerin xuya dike. Ya sêyem, tu têkilîya armancên dîyarkirî bi ‘têkoşîna li dijî terorê’ tuneye, ji dewsa wê hatiye armanckirin ku rasteqînîya netew û dewleta gelekî ji navê bê rakirin, anku tê îtirafkirin ku bi tevahîya wateyê ‘terorîzm’ tê kirin.
 
SST ji bo Kurdan jeneratoreke tundûtûjîyê ye
 
Piştî bi vî awayî dîyarkirina çavkanîya sereke ya tundûtûjîyê, em dikanin derbasî têgîna ‘çareserîya bê tundûtûjî’ bibin. Qey ji vê, çareserîya bê çek (sîleh) tê qesdkirin. Lê belê çek tenê awayekî tundûtûjîyê ye; awayên tundûtûjîyê yên bê çek bê hejmar in û bi salan e ku li dijî gelê Kurd tên bikaranîn. Gelê Kurd armanc û mexdûrê tundûtûjîyê ye, ne sedem û berpirsê wê. Ji bo bicîhanîna armanca lijorgotî, gelê Kurd bi salan e ku di bin tundûtûjîyeke xurt de tê hiştin. Ev tundûtûjî di her qadeke jîyanê de û bi awayên bê hejmar tê bicîhkirin. Ez bawer nakim ku li ser rûyê erdê ji bilî Kurdan gelek hebe ku berî ku qala welatê xwe bike, ji bo ewlehîya xwe li dora xwe binêre. Ji Kurdên xwedî şiûra welêt çêtir jî kesek nizane ku ev tundûtûjî çiqasî xurt e. Bi vê wateyê, SST ji bo Kurdan jeneratora tundûtûjîyê ye. Jeneratoreke ku her tim tundûtûjîyê diafirîne û wê bi alavên çewisandinê (îdeolojîk, sîyasî, leşkerî, ekonomîk) bicîh dike.
 
Alternatîva çareserîya bi çek, ya şer, dîyalog û lihevkirin e. Bi rastî, her şer zû dereng bi dîyaloga alîyên şer diqede. Ji bo ku dîyalog mumkin bibe, divê alî hevdu qebûl bikin û ji bo çareserîya pirsgirêkan xwedî îradeya lihevkirinê bin. A rastî, îro di nav tevgera Kurd de partî an derdoreke sîyasî ku têkoşîna çekdar biparêze, çareserîyê di lûla sîlehê de bibîne tuneye. PKKya ku tê gotin xwedîyê li dor 5 hezar çekdaran e, ji 1999an û vir de têkoşîna çekdar naparêze û her wisa bi domdarî dibêje ku dixwaze xwe ji çek bixe jî. Ji bo dîyalogê divê du alî hebin û alî hebûna hevdu qebûl bikin. Heke meriv di vê mijarê de îdia bike ku derdorên sîyasî yên Kurd pirsgirêkan çêdikin, ew dibe neheqî. Her weha, ne rast e ku meriv bibêje ku daxwazên derdorên sîyasî yên Kurd ne dîyar in. Partîyên Kurd ên di qada legal de, Hak-Par û Kadep ji bo çareserîyê federasyonê pêşniyar dikin, DTP jî di kongreya dawîn a civaka demokratîk de herêmên otonom û xurtkirina birêvebirîyên herêmî, li birêvebirîyên herêmî belavkirina desthilatîyên li Anqerê kombûyî (devolusyon) doz kir. Her wisa, KCK ji bo çek berdanê daxwazên xwe di 7 xalan de civandine û daxuyanî kirine. Rêxistinên din ên legal an îlegal jî dibêjin ku çareserîya vê pirsgirêkê mijara self-determînasyonê ye û xuya dike ku Kurdîstana federal, konfederal an serbixwe pêşniyar dikin. Lê li alîyê Tirkan, heke em hinek partî û derdorên Marksîst ku ji bo gelê Kurd mafê self-determiînasyonê diparêzin, nehesibînin, tu pêşniyar û projeyên çareserîyê xuya nakin, pêwîstîya bi alîyê Kurd re dîyalog û lihevkirinê tê redkirin. Ji ber ku, teva ku Kurd bi rastî hene û li vê cografyê yekane gel e ku li ser xaka xwe piranîyê pêk tîne jî, ji alîyê fermî ve ew tunin. Birêvebir, îdeolog û partîyên birêvebir ên SST, em helwesta bi alîyê Kurd re dîyalog û lihevkirinê bidin alîyekî, hewl didin ku nakokîya di navbera nebûna fermî û hebûna rasteqînîyê de bi darê zorê û asîmîlasyonê telafî bikin.
 
Çavkanîya tundûtûjîyê û astenga sereke ya li ber ‘çareserîya bê tundûtûjî’ ev e. Ji bo dîyalog û lihevkirinê û di vê wateyê de ‘ji bo pirsgirêka Kurd çareserîya bê tundûtûjî’, şerdê pêşî qebûlkirina rasteqînîyên netewetî û welatê gelê Kurd û li ser vî hîmî naskirina maf û azadîyên Kurdan e. Bi dîtina me, ev yek mijara self-determînasyonê ye. Em li vir vê pirsgirêkê çareser nakin, em li ser dipeyivin ku çawa li dervê gerînoka tundûtûjîyê li ser pirsgirêkê rawestin û ji bo vê çi gav dikanin bên avêtin. Di vê çarçovê de, ez ê axaftina xwe bi hinek mijarên rojane biqedînim.
 
Qanûna bingehîn a nuh
 
Qanûna bingehîn a 1982an ku ev 20 sal in ji alîyê kesekî ve nayê parastin, hîn jî di merîyetê de ye. Vî çendî, gengeşîyên li ser mijara qanûna bingehîn jî ji armanca qanûneke bingehîn a nuh bi dûr ketine û ketine nav çarçova guherandina qanûna bingehîn a 1982an. Xuya ye ku destpêka qanûna bingehîn û her 4 xalên wê yên pêşîn nayên guherandin. Lê belê ji alîyê pirsgirêka ku em gotûbêj dikin ve, yên ku guherandina wan zerûrî ne ev in. Ji ber ku destpêk xwe disipêre neteweperwerîya Ataturk û her 3 xalên pêşîn jî li ser hîmê ‘yek netewe, yek dewlet, yek ala, yek zimanê dewletê’ ne. Xala 4an, guherandina her 3 xalên pêşîn bide alîyekî, pêşniyarkirina guherandina wan jî qedexe dike. Heta ku ev dera wê wanî bimîne, meriv qanûna bingehîn a li dinyê herî pêşketî lê zêde bike û wisa biguherîne jî, ev qanûna bingehîn nabe qanûneke bingehîn ku vê pirsgirêkê çareser bike. Ji bo ‘çareserîya bê tundûtûjî’, qanûneke bingehîn ku rasteqînîya netewe û welatê Kurdan bibîne, maf û azadîyan li ser vê qebûlkirinê tarîf bike, dikane rê veke.
 
Dewleta unîter
 
Di vê mijarê de, ez ne bi nûnerê DTP re me; pirsgirêka ku em gengeşî dikin, di nav dewleta unîter de nayê çareserkirin. Dewleta unîter civakê unîform dihesibîne. Qada serwerîya Komara Tirkîyê (KT) jî ji unîformbûnê gelekî dûr e. Tasfîyekirina civakên Ermenî, Asurî, Suryanî, Keldanî, Pontûs têrê nekiriye ku vê civakê bikin unîform. Gelê Kurd li gel her cure zordarî û hewldana asîmîlekirinê jî hebûna xwe ya netewî parastiye û lîstik xera kiriye. Ji ber vê yekê ye ku projeya afirandina neteweyekî ji bermayên Osmanî û operasyona afirandina civakeke unîform biser neketiye. Banga Denîz Baykal a ‘Divê em projeya KT heroj ji nuh de pêk bînin’ dê tu encaman nede. Pêkanîna hawirdoreke qanûnî ya demokratîk ku projeyên li dervê dewleta unîter, ên wek dewleta federal, konfederal, dewleta cîhê bikanibin bên gotûbêjkirin dê bikêrî ‘çareserîya bê tundûtûjî’ were.
 
Li sînor bicîhbûna artêşa Tirk û çek berdana PKK
 
Li Tirkîyê dema ku qala çek dibe, kadroyên çekdar ên PKK ku hejmara wan li dor 5 hezaran e tê gotin, tê bîra meriv. Tê daxwazkirin ku ew dev ji çek berdin. Lê belê li pişt vê daxwazê projeyeke ku pirsgirêkê çareser bike jî tuneye. Tê zanîn ku artêşa Tirk li derdora ‘sînorê resmî yê dewletê’ li dora 200 hezaran leşker bicîh kirine. Ev hêza leşkerî ku bi çekên giran hatiye rapêçandin, bi balafir û helîkopterên şer tê piştxurtkirin. Dema ku meriv li pêş çav digire ku DYA di dagirkirina Iraqê de li dor 160 hezaran leşker bikar anîn, ev hêza şer a li ser vî sînorê ku Kurdistan wek Bakur û Başûr bi dudan parve kiriye, bêtir balê dikişîne.
 
Bawerîya meriv bi wê îdiayê nayê ku qaşo ev civandina leşkeran li dijî hêzên PKK ên li çîyayê Qendîlê bicîhbûyî pêk tê. SSTa ku dewletbûna Kurdan, li her dereke dinyê ji bo wan bidestxistina statuyeke sîyasî ji xwe re wek pirsgirêka hebûn û nebûnê îdraq dike û wek sedema şer dihesibîne, vê hêzê ne ji bo PKK, lê li dijî gelê Kurd ê li hemû parçeyên Kurdistanê û têkoşîna wî ya ji bo maf û azadîyan dicivîne. Mesaj vekirî ye: li kîjan parçeyê Kurdistanê dibe bila be, heke Kurd statuyeke sîyasî bidest bixin, dest pê bikin ku xwe birêve bibin, SST vê yekê wek jihevketina xwe dibîne û gefên şer dixwe. Partîya Hêzên Çekdar ên Tirk ku bi konsepta amadekarîya şerê topyekûn ê li dijî Kurdan tev digere, hewl dide ku vê qaydeya şer û leşkerîyê bicîh bike: “Hêza xwe raber bike ku pêwîstî bi bikaranîna wê nemîne”. SSTa ku bi gengeşîyên teskerê yên ku ev bi qasî du salan e ji rojevê nakevin, civak kiriye manyaqê operasyona ji sînor wê de, vê yekê armanc dike. Ewên ku difikirin ku ji bo ji Sûrîyê derxistina Ocalan ev qayde bicîh kirin û biser ketin, îcar birêvebirîya Başûrê Kurdistanê armanc dikin. Bi vê yekê, armanc dikin ku vîyan û îradeya sîyasî ya Kurd li Başûr û Bakur bişikînin û Kurdan li dijî hev bicîh bikin. Xuya ye ji bîr kirine ku “Keşe her tim savarê naxwe!” Bi rastî yên ku divê li malên xwe vegerin, ev leşker in. Yên ku ‘çareserîya bê tundûtûjî’ diparêzin, divê daxwaz bikin ku ev hêza şer jî bi şûn ve vekişe.
 
 PKK dev ji sekinên xwe yên îdeolojîk, armancên xwe yên sîyasî yên sereke berdaye, lê dev ji çek bernedaye
 
Li vir divê vê yekê jî bibêjim ku bernameya ku derdora PKK - KCK û pê re A.Ocalan ji Îmralîyê ji bo çareserîya pirsgirêkê pêşniyar dike, bi bingeha xwe pakêteke reformê ye. Bernameyeke ne Kurdistanî, lê Tirkîyeyî ye, ku xakê wek hîmê pirsgirêkê nabîne, ne li dijî ‘Misak-ı milli’ (peymana netewî) û unîterbûna dewletê ye. Ev têgîhaştina ku bi îdia ku dewra netew-dewletê qedîyaye, mafê Kurdan ê desthilatîya li ser xaka xwe dide alîyekî, di eslê xwe de entegrasyonparêz e. Parastina têkoşîna çekdar a li gel daxwazên sîyasî yên rakirina tecrîdê, lêborîna giştî, nayên fahmkirin û rê didin tundûtûjîya kwîr a ku zirarê dide têkoşîna azadîya gelê me. Ev daxwaz divê bibin mijara awayên têkoşînê yên wek xwepêşan, meş, afîş û belavokan, ne ya têkoşîna çekdar. PKK dev ji sekinên xwe yên îdeolojîk, armancên xwe yên sereke yên sîyasî berdaye, lê dev ji çek bernedaye. Di vê wateyê de, çekberdana PKK dê bikêrî ‘çareserîya bê tundûtûjî’ were. Ne pêwîst e ku meriv li vir dîyar bike ku li vir ez çek berdanê nakim mijara qanûna poşmanîyê yan qanûna vegera malê. Yên ku divê vegerin malê xwe, leşkerên Tirk in ku bi hezaran km. dûrî malên xwe bicîh bûne. Ji bo vê yekê jî pêwîstî bi qanûnê tuneye!
 
Girseyîbûna tundûtûjîyê
 
SST bi edebîyata terorê û şehîdan, hewl dide ku civaka Tirk ji nuh de birêk bixe. Xwepêşanên komarê yên ku di dema gengeşîyên ku bi hênceta hilbijartina serokkomar û turbana jina wî hatin destpêkirin, balkêş in. Li navenda gengeşîyên ku li ser hîmê sekulerbûn û şerîetê hatin destpêkirin, bi daxuyanîya serokê Partîya Hêzên Çekdar ên Tirk, “Yên ku nebêjin, ‘Her bijî yên ku ji xwe re dibêjin Tirk’ dijmin in û dê wisa jî bimînin” hat fahmkirin ku Kurd kirine armanc, hewl didin ku bi dijîtîya Kurdan civaka Tirk ji nuh de birêk bixe. Ji alîyê leşkeran ve tarîfkirina dijmin daxuyanîya şer e. Heke li wê derê dijminên ku nabêjin ‘Her bijî yên ku ji xwe re dibêjin Tirk’ hebin (ku ew gelê Kurd e), dê bi wan re şer bikin. Li dora vê armancê civandina girseyan amadekarîya vî şerî ye. Piştî wê, li her dereke Tirkîyê û her weha gelek bajarên Kurdistanê jî, li gel bi sed hezaran ala ‘terora girseyî’ hat pêkanîn. Divê li vir neyê jibîrkirin ku ala ji bo dijmin tê raberkirin û ev dijmin Kurd in. Her çiqas armanca wan a dîyar AKPya xwedî rojeva veşartî ya olî be jî, divê em pê nexapin. Ji xwe hema piştî wê, AKPê jî bi sed hezaran ala raber kir û ji devê Erdogan dest bi parastina ‘yek milet, yek ala, yek dewlet’ kir. Piştî vê, bi banga refleksa girseyî li dijî terorê kampanyake nuh a êrîşê dest pê kir.
 
Îcar armanc zelaltir e. Kurdên li metropolan bi rojan rûbirûyî êrîş û gefxwarinên girseyên nijadperest hatin hiştin. Li cîhên wek Îstenbol, Îzmîr, Bûrsa, Aydin, Îzmîr, Bûrsa, Aydinê tax û xanîyên ku Kurd lê dijîyan heta bi nîvê şevê hatin dorpêçkirin, otobusên ku ji bajarên Kurdistanê dihatin, hatin rawestandin, rêwî bi zorê hatin peyakirin û bi darê zorê ‘îstîklal marşi’ (sirûda netewî ya Tirkan) bi wan dan xwendin; atmosfera teroreke giştî pêk anîn. Dûre, serokê Partîya Hêzên Çekdar ên Tirk bi daxuyanîyekê dîyar kir ku ew van çalakîyan mukemel dibîne û bi awayekî bi kontrol şûnve vekişîyan.
 
Dîyar e ku ev gişt ne çalakîyên ji xwe ber in, ji navendekê tên birêvebirin. Di nav van çalakîyan de rêxistinên mîlîter, paramîlîter hene, ev yek dike ku her çiqas ev çalakî sîvîl xuya bikin jî, divê meriv bihesibîne ku bi rastî encamên manîpulasyonên leşkerî ne. Di vê demê de, her çiqas nebûna pevketina ‘Kurd û Tirkan’ wek cîhê kêfxweşîyê hat notkirin jî, divê neyê jibîrkirin ku ew çalakî li gora wê prensîpê hatin birêvebirin: ‘ji bo ku pêwîstî bi bikaranîna hêza te nemîne, divê tu wê raber bikî’. Ya herî girîng, bi girseyî bêdengbûna alema pêşverû, wekhevîxwaz, azadîxwaz a Tirk e. Ev yek ji alîyê ‘çareserîya bê tundûtûjî’ ve rewşeke xerab e. Faktora herî girîng a ku ‘çareserîya bê tundûtûjî’ mumkin bike ew e ku pêşverûyên Tirk bersîva vî şerê topyekûn ê li dijî Kurdan bidin û wî rawestînin.
 
Di nav vê hengamê de, bêyî ku meriv ji bo çareserîyê bibe xwedîyê projeyeke sîyasî; bêyî ku civandina Tirkan a bi 200.000an bibîne, ku bi tank, top û çekên giran hatine rapêçandin, bi balafir û helîkopterên şer hatine piştxurtkirin; ne mumkin e ku meriv bibêje ku bangên aştîyê yên ku bombebarana li Bakur û li Başûr, û gefxwarinên şer nabihîzin, dê ji dil bin û encaman bidest bixin. Ji bo ‘çareserîya bê tundûtûjî’ divê meriv berî her tiştî li dijî vê şerê topyekûn ê ku li Kurdan tê ferzkirin raweste.
 
Ez ji bo ku di vê platformê de derfeta axaftinê dane min, ji Bîlge xanim û Tevgera Keskan re, û ji bo baldarîya we ji we hemûyan re sipas dikim.
 
 
 
CIVÎNA DÎYALOGA KESK A TIRKÎYÊ
 
14-16.12.2007 – TAXIM HILL OTEL, ÎSTENBOL
Posted in: kurdi

Comments

There are currently no comments, be the first to post one!

Post Comment

Name (required)

Email (not required)

Website

CAPTCHA image
Enter the code shown above:

  
Üst Aidiyet ve İktidar
Fuat Önen
Geçmişten ders almak, Kürdistan’daki siyasi aktörlerin genellikle uzak durdukları bir eylem türüdür. Modernite öncesi kurumlarımızın (aşiret meclisleri, rîsıpi heyetleri,aşiret konfedereasyonları, mirl...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (348)


Dünya Düzeni, Dünya Devletler Sistemi ve Kürdistan
Fuat Önen
Türk devletinin son Kürdistan seferinin esas nedeni Hemrin dağından Afrin’e görünür hale gelen bu sınırlardır. Güney Batı sınırlarının görünür hale geldiği ve bu sınırlar içinde devletleşmeyi ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (645)


Dr. SaitÇürükkaya için yaptığım konuşma ve bazı yorumlar için açıklama
Fuat Önen
Birkaç gündür Şehid Sait Çürükkaya’nın mezarı başında yaptığım konuşma speküle edilerek, çirkin bir karalama kampanyası yürütülmektedir. Sait Çürükkaya’nın anıs...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (784)


Erbil ziyareti ve İmralı görüşmesiyle ilgili BasHaber röportaji
Fuat Önen
Bölge Başkanı Mesud Barzani müdahil olmaya, devletle HDP arasında bir tür uzlaşma sağlamaya çalıştığında, HDP eş başkanı bu meselenin Türkiye’nin “iç meselesi” olduğunu söyleyerek Başkan Barzan...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2770)


15 TEMMUZ, TÜRK ORDU GELENEĞİNDE İÇKİN OLAN BİR ASKERİ DARBE GİRİŞİMİDİR
Fuat Önen
Türkiye’yi zor günler beklemektedir. Yakındoğu ve Ortadoğu, Üçüncü Dünya Savaşının önemli cephesidir. Bu bölgeler yeniden dizayn edilmeye çalışılmakta. Birinci ve İkinci Dünya savaşları...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (927)


DERBEYA NÎVÇOMAYÎ û TÊKÇÛYÎ
Fuat Önen
Di hundirê dewleta Tirkiyeyêde şer herdem hebûye û ticarî ev dewleteke nebûye dewleteke yekpare. Artêşatirkan (TSK) ji xwe wek partiya hêzên şekdar yên Tirkan tevdigere. Artêşekepol&ic...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1039)


Ulusal birlik için ulusal hedef gerek
Fuat Önen
Normal savaş mantığı içinde bakarsak hendekler sınıra konulur. Ülkenin coğrafyası hendekler üzerinden çizilir. Kısmen Güney Kürdistan’da kazılan hendekler buna bir örnektir. Yani Güneyliler, Kürd...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1452)


   «   [1]  2  3  4  5  6  7  8  »      
DESTPÉK      Tarix-belge      TEVKURD      Aslan Kaya -Baz      Fuad Önen      Media