Fuad Önen
Arîşeyên Şengalê
Fuad Onen
Miletê Kurd têra xwe xwedî dijmin e, tevgera rizgarîya neteweyî ya Kurdistanê ji serî de çar dewletên dagirker ji xwe re kiriye hedef. Ev dewlet li dinyê jî xwedî mutefîk ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (457)


Armanckirina “kongreyeke netewî” ya ku ne li dijî tu dewletan e dibe devjêberdana mafê dewletbûna netewa Kurd!
Fuad Onen
Ev civîna ku berê wek Konferansa Kurdistanê û dûre jîwek Kongreya Netewî ya Kurdan hat binavkirin, li ser tewereya (mihwer) KomaraTirkîyê (KT)-Ocalan-Barzani ketiye rojeva me û çekber...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (4011)


Jenosîda domdar û rojhelata nêzîk
Fuad Onen
Di hundir tevgera sîyaseta Kurdîstanê de, di derheq mijara jenosîdê de, fahmekî zelal û muşterek tune. Tesbîtkirna sîyaseta jenosîda li Kurdîstanê, ne tenê tesbîteke ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (5981)


Serxwebûnxwaz û veqetxwazên wê kêm, yekbûnxwazên wê zêde
Fuad Onen
TEVKURD ne koalîsyoneke komikan e, ne jî di wateya teng de rêxistineke partîyî ya ku her kes bi nasnameya xwe ya takekesî tev lê bibe ye. TEVKURD wek rêxistineke bihurînê saz bûye ku d...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (5527)


Axaftina Kongreya Çarem ya Tevkurdê
Fuad Onen
Bayekî xurt ê entegrasyonalîst ji alîyê Tirkan ve ber bi me ve tê. Ev bayê entegrasyonalîst dibe sedemek ku em nikarin karbikin, bi sebeb em li hember wê pêlê têdikoşin. Bayek&ic...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (4043)


Axaftina di civîna meclisaTevkurdê
Fuad Onen
Alfabeyek a tevkurdê ya kurt heye. Em mîletek in, welatê me heye bî navê xweyî şêrîn Kurdîstan e. Ev millet li vî welatî divê xwe bi xwe îdare bike
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (4099)


Referanduma tirkan û sîyaseta kurdan
Fuad Onen
Armanca siyaseta kurdistanî ne serastkirina arêzeyên sîstemê ye û ne wezîfeya wê ye ku bifikire û bixebite ji bo ku ev sîstem bi rêk û pêk bimeşe. Tam berevaciya vê, ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (4178)


   «   [1]  2  3  4  »      
  
16

‘Açılım’ (vebûn) navek e ku ji lêkera Tirkî ya vebûnê hatiye pêkanîn, bêtir wek têgîneke matematîkê tê bikaranîn. Di huner û wêjeyê de wateya “fireh bûn, serûber zêde bûn”ê dide. Divê meriv vê têgîna ku di van rojên dawî de di rojeva sîyasî de cîh girtiye bi vê wateyê fahm bike. Niqteyek din a ku têgîna ‘açılım’ tîne bîra meriv jî, ji derekê yan ji hinekan bo dereke din an hinekên din çalakbûn e. Dîyar e ku ‘açılım’a di rojevê de ku bi biryara MGK (Desteya Ewlehîya Netewî) bûye resmî jî, çalakbûneke dewletê ye. Lewra, divê em bibînin ku ‘açilim’a ku em li ser gengeşîyê dikin, niyet û hewldana dewletê ya firehbûnê û lêzêdekirina serûberên dewletê ye.

Li gora ku di destpêkê de navê wê kirin ‘Kürd açılımı’, qey niyeta dewletê ya ber bi Kurdan ve firehbûnê îfade dikir. Lê belê, ber bi Kurdan ve firehbûn çalakîyeke bi xeter e. Mijara gengeşîyê ye ku ev firehbûn ê li ku dest pê bike û li ku biqede (di nav dewletê bi xwe de jî hatiye gengeşîkirin), heke meriv carekê vebe, meriv di sînorkirina wê de zehmetîyan dibîne û ev 80 sal in ku ev dijwarî xewna reş a dewleta Tirk in. Ew ditirse ku di pêvajoya firehbûnê de teng bibe. Ji alîyê din ve, firehbûneke bi vî rengî serûberên xwe yên ji ‘sînor û wê de’ jî hene. Sînor, bi taybetî jî sînorên “Rojhilat û Başûrê Rojhilat” pirsigirêka mayin û nemayinê ye ji bo dewletê, û hema jê wê de jî Kurd ber bi dewletbûnê ve diçin. Her çiqas tê gotin ku bi Kurdên ji ‘sînor û wê de’ re bi alîkarî û çenekî jî ferzkirina DYA û Dinya Rojava lihevkirinek pêk hatibe jî, nehatiye jibîrkirin ku ji sînor vir de jî wê de jî Kurd in û ku bawerî bi Kurdan, bi taybetî jî bi Kurdên ku ber bi dewletbûnê ve diçin nayê. Ev hemû li pêş çav girtine û maqûl dîtine ku ji dewsa bikaranîna peyva Kurd bi peyva demokratîk ‘açilim’ê tarîf bikin.
Peydekirina tarîfeke demokratîk ji bo ‘açilim’ê jî acizîyeke nuh pêk anîye, tê gotin ku karê ku bê kirin (fireh bûn) ê ‘demokratîk’ be, lê nayê zelalkirin ku dê ber bi kê yan çi ve fireh bibin. Wek encama gengeşîyên di nav dewletê de, ji vê pirsgirêkê re jî çareserîyek hatiye dîtin û ‘açilim’ gîhaştiye navê xwe yê dawî: “Milli Birlik Projesi’nde Demokratik Açılım”, anku Vebûna Demokratîk a di Projeya Yekîtîya Netewî de. Li gora rasyonalên sîstemê ev formulasyon di cîh de ye. Rexneyên li dijî AKP yên ji ber vê yekê ên wek ‘bi şûn ve gav avêtin’, ne rewa ne û ne di cîh de ne. AKP’ya ku berî vebûnê jî piştî vebûnê jî bi israr daxuyanî dikir ku dilsozê konsepta ‘yek milet, yek dewlet, yek ala’ ye, meriv şaşmayî nake ku di çarçova projeya yekîtîya netewî de li vê vebûnê dinêre. Yên ku şaşmayî dibin bi xwe şaş li sîyasetê dinêrin. Yên ku şaşmayî dibin nikanin bi tevayî Sîstema Serwerîya Tirk (SST) binirxînin, vê sîstemê dadixin asta bazikên cuda yên dewletê. Di nav dewletê de her tim bazikên cuda hebûne û dê hebin. Sazûman bi têkilî û nakokîyên di navbera van bazikan de dibe sazûman û heta ku bikanibe wan di nav xwe de vehewîne dê bikanibe bixebite.
Pêwîstîya SST a bi yekîtîya netewî ezelî û ebedî ye, ji damezirandina xwe û vir de hebûye û wê heta hilweşîyana xwe hebe, ez dixwazim vê yekê bibêjim. Ev pêwîstî bastûrî (bunyewî) ye. Projeya ku ji bermayên împeretorîyeke pir-netew netewekî diafirîne vê pêwîstîyê pêk tîne. Li qadeke pir-netew hewldana pêkanîna yekîtîya netewî bi perspektîva yek-netew, bi ji navê rakirina netewên din, an jî ji rasteqînîya wan a netewî dûrxistinê mumkin e û navê vê kirinê di lîteraturê de jenosîd (qir kirin) e. ‘Yekîtîya netewî’ ya bi awayê Tirkan dibe sergirtina hewldana yek netewkirina qada pir-netew û pir-welat a di bin serwerîya xwe de. Di seranserî dîroka komarê de, ya ku zor daye vê sergirtinê û ew tehdît kiriye, dînamîka netewî ya Kurd bûye. Sedema ku di projeya dawî ya yekîtîya netewî de ber bi Kurdan ve vebûn heye, ji ber vê yekê ye û hewl didin ku vê tehdîtê îzale bikin (rakin), heke ew nebe, îzole (tecrît) bikin.
Piştî ku çarçova vebûnê bi vî awayî hat nirxandin, divê meriv li dîroka wê jî binêre. Ev vebûn di çend roj an mehên dawî de derneketiye holê. Di nav gengeşîyên vebûnê de pir caran Turgut Ozal tê bibîranîn, ev nê bê sedem e. Destpêka vebûna mijara gengeşîyan ew dem e, anku destpêka salên 1990an e. Gotinên Ozal “federasyon jî dikane bê gengeşîkirin”, ên Demîrel û Erdal Înonu “Em realîteya Kurdan nas dikin”,ên Çiller “Divê em modela Bask gengeşî bikin”, “Rapora Rojhilat” a SHP, “Rapora Kurd” a CHP pêşengên vê vebûna nuha ne. Daxuyanîya Erdogan a 2005an “Pirsgirêka Kurd heye û ew pirsgirêka min e jî”, dûre di 2009an de gotinên Abdullah Gul, “Tiştên baş ê biqewimin, derfeteke dîrokî heye,” dûmahîkên wan bûn. Lewra divê em vebûna dawîn wek encama gengeşîya nav sîstemê û lihevkirineke bidestxistî ya qismî bibînin. Bê guman sipartek û dînamîkên vê vebûnê yên derve jî hene. Ji xwe nîşandeka vê yekê ye ku destpêka wê diçe heta bi salên 1990an. Pergala dinyê ya ku piştî Şerê Dinyê yê Duyem hat pêkanîn, di 1989-90an de, bi jihevketina sosyalîzma Sovyetê ji hev ketiye û dinya ketiye lêgerîn û şerê pergaleke nuh; SST’ya ku piştî Şerê Yekem hat damezirandin û di pergala piştî Şerê Duyem jî de ji xwe re cîh peyde kir ê berê xwe bida lêgerîn û vebûnên nuh.
Sîstem, li gel têkoşîna netewî ya gelê Kurd a li hundir, tehdîda ku hilweşîna pergala dinyê jê re pêk anîye jî fahm kiriye û ketiye nav lêgerînan. Piştî Şerê Yekem ê Kendavê, pêşketinên li Başûrê Kurdistanê, destpêka statuyeke nuh a cuda ya sîyasî jî divê wek dînamîkeke din bê nirxandin ku bandorê li vê pêvajoya vebûnê dike. Bi pêşketin û guhertinên 20 salên dawî yên li dinyê, herêmê û Kurdistanê ve girêdayî, vebûn gîhaştiye rewşa xwe ya nuha. Gengeşîyên li ser vebûnê di nav sîstemê bi xwe de jî, di navbera sîstem û dervê xwe de jî didomin. Ev gengeşî û têkoşîn ê berfirehî, îhtîmala bicîhkirinê û di pêvajoya bicîhkirinê de guhertina vebûnê tayîn bikin.
Restorasyon, vekişîyana taktîk û êrîşa stratejîk a SST
Em dikanin çareserîyê wek encama çareserkirina pirsgirêkekê tarîf bikin. Pêvajoya dawî ya vebûnê li dora pirsgirêka Kurd, Kurdistanê tê gengeşîkirin; lê belê ji bo vê çareserîyekê pêşniyar nake. Bê guman, hinek pirsgirêk hene ku vebûn jî dixwaze çareser bike, lê belê çareserîya mijara ku em li ser gengeşîyê dikin îdia jî nake, nade ber xwe jî. Bi gelemperî, meriv dikane bibêje ku sîstem bi vê pêvajoya vebûnê hewl dide ku meşrûîyeta xwe ya li hundir û li derve tamîr bike, lê digere ku îmajeke bi dinya rojavayî re hemaheng peyde bike, arîzeyên xwe yên ku dîyar bûne û rasyonalên wê bi xwe jî dihincirîne (zirarê didê) çak bike. Lewra, mumkin e ku meriv wê wek pêvajoyeke qismî ya restorasyonê jî fahm bike. Tê zanîn ku di huner û mîmarîyê de restorasyon wek tamîrkirina bêyî ku eslê wê xera bike tê tarîfkirin. Bikaranîna wê ya di qada sîyasetê de jî nêzîkî vê tarîfê ye. Bi vê wateyê, restorasyon ew e ku sîstema ku zor daye sînor û rasyonalên xwe, ku cîh bi cîh derketiye dervê wan, di dema hewldana bicîhbûnê de, dema ku dikeve krîzeke girîng, an jî li hemberî tehdîdeke ku zorê bide sînor û rasyonalên wê, hewl dide ku bêyî ku eslê xwe xera bike bi tamîran (reforman) xwe ji nuh de saz bike. Lewra di pêvajoya vebûnê de, bi wate ye ku dibêjin wê li navên kevn ên gund, navçe, bajar, hwd vegerin. Ewên bîyanîyên vê erdnîgarîyê ku di dema bicîhkirina sîstema xwe ya serwerîyê de, ji ber pêwîstîya bi hewldana rûxandin û veşartina her tiştî, ‘Tirkkirina’ her tiştî û her derê dane ber xwe, îroj wê tundraw (ekstrem) dibînin û difikirin ku dema devjêberdanê hatiye. Xof û fikara ku heke venekişin û dest bi tamîrê nekin, sîstem ê zirarê bibîne, eslê sazûmanê yê birûxe, dînamîka bingehîn a dehfandina restorasyonê ye. Tirs û fikara kesên li dijî restorasyonê jî ew e ku ev tamîr ê zirarê bide eslê sîstemê. Dîsa watedar e ku wezîrê derve jî qala restorasyonê dike, ev yek girîngîya têkilîya vê pêvajoyê bi ‘derve’ re nîşan dide.
Yek ji pirsgirêkên ku sazûman dixwaze di vê pêvajoya vebûnê de çareser bike jî ew e ku ‘têkoşîna çekdar’ a PKK tasfîye bike û têkoşîna demokratîk a netewî ya Kurdistanê bikişîne nav rasyonalên sîstemê. Dema ku em wanî li mijarê dinêrin, em pêvajoya vebûnê wek vekişîyana taktîk a Sîstema Serwerîya Tirk û di heman demê de êrîşa wê ya stratejîk dinirxînin. Sazûman dixwaze fireh bibe, alîyên nuh pêşde bixe; ev êrîşek e stratejîk e. Ew plan dike ku vê yekê bi vekişîyana nav sînorên derbaskirî pêk bîne; wek şûnve dayina navên kevn ên warcîhan, sazkirina beşên Kurdolojîyê li zanîngehan, mîna dersa hilbijartinê hînkirina Kurdî. Ev jî wek vekişîyana taktîk xuya dibe.
‘Derfeta Dîrokî’ ji bo kê û çi?
Di pêvajoya 20 salî ya vebûnê de, meriv dibîne ku Abdullah Gul înîsîyatîvê distîne, hewl dide ku pêvajoyê birêve bibe û girîngîyê dide bi aheng xebitandina sazîyên cuda yên dewletê. Lewra divê meriv balê bide gotinên wî. Di destpêka vê pêngava dawîn de wisa got, “ji bo çareserîya pirsgirêkê derfeteke dîrokî ya ku heta nuha nehatiye dîtin, ketiye destê me û divê em vê ji destê xwe bernedin.’ CHP û MHP, wek muxatabên vebûnê di cîh de xwestin ku vê yekê îzeh bike. Bi rastî jî, ev derfeta dîrokî çi bû? Divya serokdewlet vê derfeta ku wan nedizanî tavilê îzeh bikira. Ew ji bo qanebûnê amade bûn. Heta nuha serokdewlet di vê mijarê de daxuyanîyek nekiriye, lê belê dema ku meriv li agahîyên derçûyî û yên di medyayê de cîh sitendî dinêre, meriv tê digihêje ku Gul ji derfeta dîrokî du tiştan qest dike; DYA dixwaze ku di dema vekişîna xwe ya ji Iraqê de, hinek karên xwe yên li vê herêmê bi Tirkîyê re bike, lewra îstîkrara Tirkîyê û bêçekkirina PKK bi taybetî girîng dibîne. Û dîsa DYA dixwaze ku hevalbenda wê ya din a li herêmê, anku Birêvebirîya Kurdistana Federal, û Tirkîye li hev bikin û pev re dîyalogê bikin û vê yekê li alîyan ferz dike. Bi taybetî di mijara tevlêbûna Kerkûkê bo Kurdistanê de sîyaseteke nêzîkî ya Tirkîyê dişopîne û ev yek girîng tê dîtin. Ji alîyê din, welatên Ewropî jî bi taybetî piştî projeya Nabucco hatine niqteyeke alîgira îstîkrara Tirkîyê û ji bo ewlehîya vê projeya ku di seranserî Kurdistanê re derbas dibe, dixwazin PKK were bêçekkirin. Li gora ku dihesibînin, lingê yekem ê derfeta dîrokî ew e ku Rojava Tirkîyeke bi îstîkrar dixwaze û ji bo bêçekkirina PKK, wê piştevanîya Tirkîyê bike. Lingê duyem ê derfeta dîrokî jî, tê dîyarkirin ku aheng û lihevkirina di navbera sazîyên dewletê de ye. Heke mirov tengasîyên ku AKP ji destpêka îqtîdara xwe û vir de bi artêşê re ketinê (wek e-muxtira, îdiayên hewldanên darbeyan û hwd) li pêş çav bigire, meriv fahm dike ku çima serokdewletê AKPyî vê yekê wek derfeteke dîrokî dinirxîne.
Dema ku alîyê Tirk bi vî awayî bi îqtidar û muxalefeta xwe derfetên dîrokî gotûbêj dike, alîyê Kurd jî li ser vê mijarê bêdeng e, zimnen qebûl dike ku ji bo çareserîyê derfeteke dîrokî heye, û difikire ku bi vî awayî sîyasetê dike. Pirsa herî girîng û herî sivik a ku divê meriv di rewşên wisa de bipirse, nayê pirskirin. Heke derfetek li holê hebe, yan jî kojonktura navdewletî ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd/Kurdistanê derfetek afirandibe, ev derfet ji bo kê ye? Gelo mumkin e ku rewşek di heman demê de ji bo herdu alîyan jî bibe derfeteke dîrokî? Konsepteke ‘em’ ku her du alîyan jî bixe navxwe, çiqas rasteqîn e? Gelo ev konsepta ku bi me hinekan realîst xuya dike, di eslê xwe de ne kolonyalîst e?
Esnafên sîyaseta Kurd ku bi psîkolojîya têkçûnê seqet in û çarçova wan a fikir û ramanê belav bûye, ketine rewşeke wisa ku nikanin van pirsan bikin. Sîyaseta konformîst a li dû ahengê, li dijî cîhêkirina ‘Em’ û ‘Ew’ radiweste, dihesibîne ku derfeteke dîrokî ya ji bo her kesî muteber heye. Pirsên jorîn wek îfadeyên îdeolojî û psîkolojîya dewra şerê sar (wateya wê her çi be!) tê fahm û rexnekirin. Kadroyên me yên sîyasî ku piranîya wan a mezin bi îdeolojî û psîkolojîya konfrontasyonê tev li sîyasetê bûne, veguherîne bo dijberên xwe, ev yek mijara fikaran e. Bi hêvîya ku dûre bê gengeşîkirin, ez li vir tenê mînaka Şoreşa Cotmeh 1917an nîşan didim. Dema ku meriv îroj lê dinêre, meriv dibîne ku Şoreşa Cotmeha 1917an ji bo Osmanî û dûmahîka wê Tirkîyê, derfeteke pir girîng a dîrokî bûye. Vê şoreşê Rûsyaya Çartîyê ku bi Brîtanya, Fransa û Îtalyayê re li hev kiribû ku xakên Osmanî par bikin û împeretorîyê belav bikin, veguherand bo Rûsyaya Sovyetan û Hevalbendîya Brîtanya û Rûsyaya Çartîyê cîhê xwe da şerê Brîtanya û Rûsyaya Sovyetan. Vê rewşa nuh ku Şoreşa Cotmehê rê li ber vekir, qadeke manevrayê ya muthîş ji bo Osmanîyan û dûmahîka wan vekir; vê konjonktura nuh pêkhatî mumkin kir ku Dewleta Osmanî wek Komara Tirkîyê xwe bidomîne. Mêzînên hêzan ên nuh ku heman (eynî) Şoreşa Cotmehê pêk anîbûn, ji bo alîyê Kurd nehatin heman wateyê. Bi tevayî bervacîya wê, vê qada fireh a manevrayê ku dijberê wê bidest xistibû, qada wê ya manevrayê teng kiribû û pêvajoyê rê dabû ku li Kurdistana perçebûyî bê statu bimîne. Bê guman Şoreşa Cotmehê ne ji bo ku Osmanîyan/Tirkîyê li ser lingan bihêle, ne jî ji bo ku Kurdan bê statu bihêle, pêk hat. Lê belê mêzînên hêzan ên ku wê guherandin û konjonktura ku Şoreşa Cotmehê rê li ber vekir, ji bo alîyên Kurd û Tirk wateyên dijber pêk anîn; derfeteke dîrokî ya erênî ji bo her duyan jî pêk nehanî. Alîyê Tirk ku derfeta dîrokî ya pêkhatî bikar hanî, wek Komara Tirkîyê saz bû, alîyê Kurd ê ji vê derfetê bêpar jî, perçekirî û li welatê xwe bê statu ma.
Vebûn û muxatabên wê
Muxatab tê wateya kesê xîtabkirî, ê ku ji bo xîtabkirinê minasib tê dîtin. Wek takekes, muxetebên vê vebûnê hemû ‘hemwelatîyên’ KT (Komara Tirkîyê) ne, tiştên ku dixwazin bikin ê bandorê li wan bike; dixwazin bandorê li wan bikin û wan dîsa li xwe vegerînin. Sazûman dixwaze meşrûbûna xwe li gel wan teze bike. Qalkirina hilbijartinên berî demê jî vê yekê nîşan dide. Di mijara muxataban de, ya ku tê gengeşîkirin muxatabên sîyasî ye - kesên ku difikirin ku vebûnê bi hev re pêk bînin, ku di nav aktorên vebûnê de bin. Li alîyê Kurd herî pir ev tê gengeşîkirin. Partîyên sîyasî û xwendayên Kurd bê derengî xwe li muxatabîyê rakişandin, muxatab nîşan dan, xwe yan jî yên ku bawerîyê pê tînin wek muxatab nîşan dan.
Enîya PKK-DTP tavilê got, “Îmrali muxatab e, em tu muxatabên din qebûl nakin”. Mijara muxatabîyê pir zor da Ocalan jî. Berê lîsteyeke wî ya dewlemend hebû - ji DTP heta bi mirovên bîrbir; lê hema piştî qalkirina vebûnê, got ku ew bi xwe takemuxatab e, tenê ew ê bikanibe cesaret bike. Demekê hêrs bû û bi gotina “Heke hun dikanin bi DTP yan Qendîlê re çareser bikin, nesekinin bikin”; bi vî awayî îma kir ku bi wan çareserî nabe. Lê di hevdîtinên dawîn ên bi parêzeran re de got ku DTP dikane bibe muxatab, ew ê razî bibe ku bi rêya DTP bi wî û Qendîlê re têkilî bên birêvebirin. Lê dîsa jî, DTP hîn jî dibêje ku takemuxatab Ocalan e; li ser vê yekê israr dike û li ser projeya xwe ya ji bo vebûnê, taybetîyên muxatabîyê yên ku bê wan nabe, tiştekî nabêje.
KADEP, HAKPAR, beşeke fireh a ji sîyasetmedar, rewşenbîr, xwenda, hunermendan ku Şivan Perwer, Yaşar Kaya jî di nav de ne, wek muxatab, piştgirîya xwe ji bo vebûnê nîşan dan. ‘Derdora’ HAKPARê di piştgirîyê de bê sînor bû, bi cesaret kirina AKPê wek erka sîyaseta Kurd a di vê pêvajoyê de raber kir. Bi vî awayî, tabloyeke ecêb pêk hat. Sazûman dibêje ku wê di projeya yekîtîya netewî de vebûnekê pêk bîne, yên ku dibêjin ku Kurd miletekî cîhê ne jî xwe dikin muxatabê vê projeyê û piştgirîya xwe nîşan didin. Wisa xuya dibe ku aktorên sîyaseta Kurd ku divê sedema hebûna wan dijberîya vê yekîtîya netewî be û heke mumkin be wê ji hev bixin, hay ji vê paradoksê tunin. Heke mirovek, sazîyek an akotorek bixwaze bibe ‘tiştek’, divê berî her kesî bi xwe ji gotinên xwe bawer bike. Heke em dibêjin ku Kurd neteweke cîhê ne, gelê otokton ê welatê xwe yê qedîm e û ku em ji van gotinên xwe bawer bikin, wê gavê projeya yekîtîya netewî ya Tirk an Tirkîyê, kolonyalîst, nijadperest, qirker (jenosîdkar) e; armanc dike ku rasteqînîya netew-welat a gelê me ji navê rake. Projeya ku em bibin muxatab, divê me wek netew bibîne û ji ber vê yekê têkilîyên netewa Kurd bi netewa li rojavayê xwe re, wek têkilîyên nav netewan tarîf bike. Heke meriv ji bîr bike ku ‘yekîtîya netewî’ a wan, hebûna me ya netewî tune dihesibîne, meriv nikane bibe alîyê Kurd û meriv nikane sîyaseta Kurd û Kurdistanî bike,.
Heke em têkoşîna çekdar a PKK li derve bihêlin (ku em dizanin ku di vê mijarê de (PKK, DYA, PDK û YNK wek muxatab tên dîtin), muxatabên sîyasî yên vê vebûnê CHP, MHP, partîyên din ên sîstemê û aktorên din ên sazûmanê ne. Ji xwe gengeşîyên herî ‘tund’ jî di navbera wan de pêk tên. Vebûn navxweyî ye û di nav sîstemê de ye. Alîyek (Hikûmet, MGK, hwd) difikire ku ji bo firehbûn û berfirehkirina serûberan pêwîstîya sazûmanê bi tamîrê heye û lewra rewşeke çalakbûnê pêşniyar dike, alîyê din difikire ku ev rewşa çalakbûnê dê sazûmanê bitengijîne, ber bi jihevketinê ve bidehfîne û lewra îtiraz dike. Sedema ku CHP dibêje ku bi vê pircar gotina ‘çareserî, çareserî’, hun ê dawîyê KT ji hev bixin’ ev e. Fikara hevpar a herdu alîyan xweşîya sazûmanê ye.
Divê sîyasetmedarên Kurd û çîna sîyasî ya Kurd ji helwestên şêlîkirina cudabûna di navbera aktorîya dijî sîstemê û dijberîya nav sîstemê dûr rawestin û vê vebûnê li Kurdistanê bê muxatab bihêlin. Erk û vatinîya sîyaset û sîyasetmedarên Kurd ew e ku ji bo ku bibin muxatab, xetên me yên sor (rasteqînîya netew-welat a gelê me) baş raberî ‘muxatab’ên me bikin. Erk û vatinîya sîyaset û sîyasetmedarên Kurd ne ew e ku xwe bi projeya yekîtîya netewî ya kolonyalîst girê bidin û birêvebirên wê bi cesaret bikin, lê ew e ku hewl bidin ku yekîtîya me ya netewî pêk bînin û ew jî di yekîtîya wan a netewî de hilnayê. A ku ne di vebunê de lê di çareserî yê de wê bive muxatab jî ev yekîtî ya me yî netewî ye.
Di her pêvajoyeke restorasyonê de û dibe ku li çar alîyên dinyê, ji bo pekîyan û belawela bûna dijberên sîstemê sedemeke hevpar, hetta dibe ku rewşeke psîkolojîk a hevpar heye; sîstem ji bo ji krîzê derketinê, xwe parastinê û şûnve avêtina gef û tehdîdan, li ser dijberan çewisandina bê sînor pêk tîne, wan ji gelek mafan bêpar dike. Di pêvajoya restorasyonê de, çewisandin, zilma eşkere, zordarî bi şûn ve dikişe, mafên desteserkirî qismen şûnve tên dayin. Ev rewş, wek ku sazûman diguhere ji dijberan re tê nîşandan û dijber tên vexwendin (dawetkirin) ku bi van gavan re vegerin nav rasyonalên sazûmanê. Dijberên ku pirê caran betilî ne, têk çûne, bêyî ku pirs û pirsiyar bikin, berê xwe didin derîyê çenekî vekirî hiştî. Di vê navberê de, carnan hîmên dijberîya xwe jî ji bîr dikin. Berî 1980an cerdevanî (qoricîtî) jî tunebû, qedexeya fermî ya li ser peyivîna bi zimanê Kurdî jî tunebû. Em ne ji bo sîstema cerdevanîyê, lê ji bo ku kolonyalîst e li dijî SST bûn. Em li dijî wê rawestiyan, ji ber ku kolonyalîst bû; me sîstema cerdevanîyê û qedexeya li ser zimên jî di vê çarçovê de nirxand. Nuha dibêjin ku sîstema cerdevanîyê yê bê islahkirin an betalkirin. Bê guman, rabûna sîstema cerdevanîyê û qedexeya li ser zimên di nav daxwazên me jî de cîh distîne û rabûna wan jî wê baş be. Lê belê, rabûna wan bi me nade jibîrkirin ku em dijberên sîstemê ne. Ji ber vê yekê, em nabin muxatabên vebûnê, lê dibin teşhîrkirên wê. Divê em daxwazên weha bikin ku zorê bidin vebûnê, da ku wê bigihînin niqteyeke ku zorê bide rasyonalên sîstemê, û di nav têkoşîneke wisa de bin ku van daxwazan bi dest bîxînin. Restorasyona piştî 12 Adarê, efûya 1974an, kir ku sîyaseta Kurd demeke dirêj bibe dûvika CHP, xwendayên Kurd bibin xwendevan û dûajoyên Rojnameya Cumhuriyet; dema ku meriv vê yekê bibîr tîne, meriv bi hêsanî fahm dike ku çima vê carê dibin xwendevanên Rojnameya Taraf û alîgirên AKP. Bi ser de jî, xwişk û birayên me yên li Başûr ku di nav hewldanên dewlet avakirinê de ne, di çepikvanîya AKP de tew Bakur li dû xwe jî hiştine.
Vebûn û TEVKURD
Divê pêvajoya vebûnê ji bo TEVKURDê cîhekî xwe yê taybetî hebe. Pêşewara TEVKURDê KXDNK (Koma Xebata Demokratîk a Netewî a Kurd) ku di Îlona 2005an de li Anqerê hat damezirandin, yek ji wesîleyên damezirandina wê jî ev gotinên pêşewarê vebûna nuha Erdogan bûn: “Pirsgirêka Kurd heye û ew pirsgirêka min bi xwe jî ye”. Ji ber ku ji sala 2003an ve, em bi HAKPAR, MESOP û derdorên din ên Kurd re di nav gengeşîyên platformeke hevbeş de bûn, me maqûl dît ku bi wê wesîleyê ji bo civînekê bangê bikin û me jî di nav bangwazan de cîh girt. Civîna li dor 180 kadroyên piranî bi tecrube, xwenda, rewşenbîr û sîyasetmedar, bi gengeşîyên di navbera derdorên bi rojevên cuda de û bêyî ku belavokeke encamê biafirîne qedîyabû. Melîk Firat serokê giştî yê HAKPARê bû û derdoreke bi serkêşîya wî pêşniyar dikir ku desteyek bê hilbijartin ku bi Tayip Erdogan re hevdîtinekê çêbike. Ev pêşniyar ji bo muxatabbûna vebûna Erdogan bû. Piranîya 180 beşdaran di gotina Erdogan a ku ‘Pirsgirêka Kurd heye’ de keramet didîtin. Li gora wan, pir girîng bû ku serokwezîrekî wisa bigota, divya piştgirî jê re bihata dayin, bihata bicesaretkirin. Piştî gengeşîyên ku gişta rojê ajotin, komeke xebatê hat pêkanîn, lê belê li ser belavoka encamê nikanîbûn lihev bikirana. Di wê civînê de, min sê pêşniyar kiribûn:
1- Divê ev civîn bersîveke tund bide sîyaseta ‘Kurd li dijî Kurd’ bicîhkirinê.
2- Divê belavoka encamê ya vê civînê bibe daxuyanîyeke li ser hîmê welatperwerîya Kurd.
3- Komên Kurd ên xwedî sîyaseteke welatparêz ku yekîtîya tevgera Kurd armanc dikin, desteyeke xebatê saz bikin ku lêkolîn û lêpirsînê bikin ku ka dikanin bi hev re çi bikin, û ji bo vê yekê çalakîyan bikin.
Gengeşî li ser belavoka encamê kom bûn û di dawîyê de ji bo sê pêşniyarên cuda dengdan pêk hat.
Pêşniyara ku çareserî li ser hîmê xakê didît, welatparêzîya Kurd ji xwe re dikir bingeh 23 deng, pêşniyara berdevkê MESOPê ku bi fikara ku belavokeke hevpar pêk were, xala xakê jê derxistibû 27 deng û pêşniyara ku ev belavok daxuyanîya şer e, divê neyê weşandin 37 deng sitendin. Piştî vê dengdanê rêya me û kadroyên ku bi serkêşîya Altan Tan, Umît Firat, Ahmet Aras, Mufît Yuksel û hwd ku angajeyî çareserîya AKP bûbûn, ji hev veqetîya. Yên ku pêwîstî bi yekîtîya netewî didîtin û ji bo wê di nav lêgerînan de bûn, biryar dan ku li gel koma xebatê ya ku di civînê de hatibû hilbijartin rêça xwe bidomînin, û belavoka ku civînê red kiribû bi navên xwe weşandin. Koma Xebatê ku cîhêrengîya yên di nav lêgerînê de bûn jî li pêş çav digirt, di Çileya Pêşîn 2005an de bi civîna Amedê navê xwe kir KXDNK û li ser hîmê welatparêzî û yekîtîya netewî ya Kurd rêya xwe domand, dawîyê veguherî bo TEVKURD.
Dema ku meriv îro lê dinêre, bi dîtina min, nêrîna welatparêzîya Kurdistanê û veqetyana rêya bi yên ne xwedî perspektîveke yekîtîya netewî, rast bû. Ev kadro îro jî gah li vê TVê gah li wê TVê karê propagandaya vê vebûnê didomînin. Û yên ku dan ber xwe ku bi biryardarî pev re bimeşin û TEVKURD gîhand vê rojê jî, xuya dibe ku hîn jî di navbera wan de cîhêtîyên nêzîkbûnê yên wek wê rojê hene. Daxuyanîya ku TEVKURDê di Gulanê de ji bo vebûnê weşand, daxwazên rojane yên di bernameya xwe nivîsandî de rêz kirine û daye zanîn ku çareserî tenê li ser hîmê netew-welat dikane bê pêkanîn. Heke meriv cudatîyên hêmanên TEVKURD li pêş çav bigire, ev daxuyanî di cîh de ye. Lê belê hem beşbûna ku daxuyanîya 28 Tebaxê di nav kadro û hêmanên TEVKURDê de pêk anî û hem jî nêrînên ku endamên me yên sazîyî û yên takekesî li platformên cuda îfade kirine, didin xuyakirin ku li ser vê mijarê hinek nêzîkbûnên me yên cuda hene ku dişibin yên civîna 2005an. Ev cîhêbûnên li ser mijareke wek yekîtîya netewî ku hîmê pevrebûna me ye, dîyar e ku handîkapek e. Meriv difikirîne ku çawa pevrebûna me ya 4 salan nikanîbûye li ser vê mijarê yekîtîya zimên pêk bîne. TEVKURD li alîyê Kurdan, lêgerîna pêkanîna tevgera yekîtîya netewî û rêxistina yekîtîya netewî ye. Zeafeke girîng e ku wê nikanîbûye li hemberî vebûna ‘projeya yekîtîya netewî’ a alîyê Tirk, zimanekî sîyasî yê hevpar pêk bianîya û ev yek divê teqez were gengeşî û çareserkirin.
T. Erdogan û Ahmedê Xanî
Ez ê vê nivîsê bi nirxandina axaftina herî hezkirî ya pêvajoya vebûnê biqedînim. Axaftina Erdogan a ku ji Ahmedê Xanî û Şivan Perwer behs dike, medyaya alîgirên wî ew bi ezmanan xist, alîyê Kurd jî bi gelemperî eciband û piştgirî dayê. Wek vebûneke mezin hat hesibandin ku serokwezîrekî Tirk ji van navdaran behs bike, li wan xwedî derkeve, divya me jî bi coş û heyecan piştgirî bidayê. Ya ku ji çavan tê veşartin ew e ku Erdogan wek nirxên girîng ên gelê Kurd rêzgirtina van navdaran nake, ew hewl dide ku wek nirxên hevpar ên Kurd û Tirkan nîşan bide û bi vî awayî xwedî lê derkeve.
Nehat bîra kesekî ku bipirse ka Ahmedê Xanî dikane bibe nirxa hevpar a Tirk û Kurdan an na. Heke meriv Xanîyê ku dibêje “Ger dê hebûya me ittifaqek / Vêk ra bikira me inqiyadek / Rûm û ‘Ereb û ‘Ecem temamî / Hemîyan ji me ra dikir xulamî...” wek nirxa hevpar a Kurd û Tirkan, wek mîrasa hevpar a dîrokî bibîne, meriv Ahmedê Xanî ji eslê wî bi dûr dixe. Ew jî awayekî nijadperestîya xwe-nebawer, awayekî kolonyalîzmê ye. Kîjan Tirk, Ecem û Erebê ku Ahmedê Xanî bixwîne dê wî wek perçeyekî nirxên xwe yên netewî, çandî qebûl bike? Yên ku xwendine û fahm kirine piranîya wan, ji xwe hesibandin li alîyekî, gelo jê re heqaret, çêr û dijûnan nakin? Divê em vê şêlê jî gelekî normal bibînin. Bê guman, wek hemû mirovên din ên girîng ên zanyarî, huner û çandê, dê ji yên din jî hinek kes Ahmedê Xanî bixwînin, jê re rêzê bigirin. Lê belê, yekem ji bo vê yekê pêwîst nake ku wî têxin nav bunyeya xwe ya netewî, duyem kesekî ji Tirkan û her wisa ji serokwezîrê wan daxwaz nekiriye ku Ahmedê Xanî têxin nav mîrasa xwe ya netewî. Şêx Edebalî, Ahmet Yesevî, Ozay Gonlum ên we ne, Ahmedê Xanî û Şivan Perwer jî yên me ne. Demokratîk bûn ne ew e ku meriv yên din ji xwe bihesibîne. Rêzgirtina ji bo yê din ew e ku hun wek ê din jê re rêzê bigirin, ji hebûn, aîdîyet û mafên wan re rêzê bigirin.
Tiştê ku Erdogan dixwaze bike dîyar e, ew berdevkê projeyeke nuh a yekîtîya netewî ye ku Kurd jî di nav de tên hesibandin. Û sîyasetmedarên Kurd jî vê êrîşa li dijî xwe, hebûna xwe a netewî wek vebûn, nêzîkbûn dihesibînin. Ditirsin ku heke bi awayekî din tev bigerin, wek ‘cîhêxwaz’ bên hesibandin. Cîhêxwazîyê jî wek ku îdeolojîya fermî nîşan dide, neyînî û sûc dihesibînin. Divê meriv bîne bîra van kadroyên ku piranîya wan ji kevneşopîyên Cîhêxwaz tên ku cîhêxwazî ne tiştekî xerab e, divê wek çêr û sihêf neyê hesibandin. Ez dibêjim ku têkoşînên rizgarîya netewî bi gelemperî cîhêxwaz in û bi vi awayî hewl didim ku vê yekê bînim bîra wan.
Bersîva herî rasteqîn û herî şoreşger ji bo vê vebûnê, xurtkirina tevgera yekîtîya netewa Kurd e, da ku vebûn di nav refên me de veneguhere bo pekîyanê. Em di nav projeyên wan ên demokratîk an burokratîk an jî bi awakî din yekîtîya netewî de tunin, divê em di nav de tunebin. Erk û vatinîya me ew e ku em yekîtîya xwe ya netewî xurt bikin, sazîyên ku ev yek pêwîst dike, pêk bînin.
Ev nivîs, di hejmara 3em a kovara Tevkurdê de hatiye weşandin.

 

Posted in: kurdi

Comments

There are currently no comments, be the first to post one!

Post Comment

Name (required)

Email (not required)

Website

CAPTCHA image
Enter the code shown above:

  
Üst Aidiyet ve İktidar
Fuat Önen
Geçmişten ders almak, Kürdistan’daki siyasi aktörlerin genellikle uzak durdukları bir eylem türüdür. Modernite öncesi kurumlarımızın (aşiret meclisleri, rîsıpi heyetleri,aşiret konfedereasyonları, mirl...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (486)


Dünya Düzeni, Dünya Devletler Sistemi ve Kürdistan
Fuat Önen
Türk devletinin son Kürdistan seferinin esas nedeni Hemrin dağından Afrin’e görünür hale gelen bu sınırlardır. Güney Batı sınırlarının görünür hale geldiği ve bu sınırlar içinde devletleşmeyi ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (873)


Dr. SaitÇürükkaya için yaptığım konuşma ve bazı yorumlar için açıklama
Fuat Önen
Birkaç gündür Şehid Sait Çürükkaya’nın mezarı başında yaptığım konuşma speküle edilerek, çirkin bir karalama kampanyası yürütülmektedir. Sait Çürükkaya’nın anıs...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (928)


Erbil ziyareti ve İmralı görüşmesiyle ilgili BasHaber röportaji
Fuat Önen
Bölge Başkanı Mesud Barzani müdahil olmaya, devletle HDP arasında bir tür uzlaşma sağlamaya çalıştığında, HDP eş başkanı bu meselenin Türkiye’nin “iç meselesi” olduğunu söyleyerek Başkan Barzan...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2893)


15 TEMMUZ, TÜRK ORDU GELENEĞİNDE İÇKİN OLAN BİR ASKERİ DARBE GİRİŞİMİDİR
Fuat Önen
Türkiye’yi zor günler beklemektedir. Yakındoğu ve Ortadoğu, Üçüncü Dünya Savaşının önemli cephesidir. Bu bölgeler yeniden dizayn edilmeye çalışılmakta. Birinci ve İkinci Dünya savaşları...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1015)


DERBEYA NÎVÇOMAYÎ û TÊKÇÛYÎ
Fuat Önen
Di hundirê dewleta Tirkiyeyêde şer herdem hebûye û ticarî ev dewleteke nebûye dewleteke yekpare. Artêşatirkan (TSK) ji xwe wek partiya hêzên şekdar yên Tirkan tevdigere. Artêşekepol&ic...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1171)


Ulusal birlik için ulusal hedef gerek
Fuat Önen
Normal savaş mantığı içinde bakarsak hendekler sınıra konulur. Ülkenin coğrafyası hendekler üzerinden çizilir. Kısmen Güney Kürdistan’da kazılan hendekler buna bir örnektir. Yani Güneyliler, Kürd...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1574)


   «   [1]  2  3  4  5  6  7  8  »      
DESTPÉK      Tarix-belge      TEVKURD      Aslan Kaya -Baz      Fuad Önen      Media