Fuad Önen
DIVÊ KURD YEKÎTÎ Û SERXWEBÛNA KURDISTANÊ JI XWE RE BIKIN MIJARA MAN Û NEMANÊ
Fuat Önen
Diplomasî, sîyaseta nazenîn e. Ji bo diplomasîyeke baş, berî her tiştî siyasteke baş, yekgirtî û Kurdistanî pêwîst e. Li başûrê welatê me mixabin siyaseteke bi v&icir...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (131)


Dewleta Tirkan nikare bi serê xwe li Qendîl ê operasyoneke leşkeri bimeşîne
Fuat Önen
Qendîl rêzeçîya ye û di sêkoşeya başûr, bakur û rojhilatê Kurdistanê de dimîne. Dagirkirina wê derê ne ew çend hêsan e. TC çima di vê deme de qal...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (408)


HILBIJARTINA TIRKAN, HDP Û HELWESTA HIN PARTÎYÊN KURDAN
Fuat Önen
Em nabêjin ku hilbijartina Tirkan me aleqedar nake, em dibêjin ku ev hilbijartina dewleteke dagirker e, hebûna dewleta Tirkan li Kurdistanê ne rewa ye, ev dewlet bi hemû dam û dezgehên xwe dagirker e û ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (369)


HILBIJARTINÊN DEWLETÊN DAGIRKER Û HELWESTA KURDAN
Fuat Önen
Ne xwezayî ye ku sîyasetmedarên Kurdan wek yên Tirkan bipeyivin, nakokîyên di nav sîyaseta Tirkan de mezin bikin û di nav sîyaseta Tirkan de ji xwe re li cîyekî bigerin. Divê s&i...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (426)


TÊKÇÛNA ŞERÊ CEBHEYA KERKÛKÊ
Fuat Önen
Şerê li cebheya Kerkûkê rû da, bersîva dewletên dagirker û parêzerên sistemê ye. Di vê cebheyê de em têkçûn. Berpirsê vê têkçûyi...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1119)


YEKÎTÎYA KURDAN Û YA PARTÎYÊN KURDAN JI HEV CUDA NE
Fuat Önen
Di nav tevgerên rizgarîya neteweyî de kesî bi qasî tevgera rizgarîya neteweyî ya Kurdan nîqaşên teorîk nekiri ye. Em di nivîsarên Ho Shi Min, Amilcar Cabral, Mahatma Ghandi, Fide...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1618)


TC ÇIMA JI YEKÎTÎYA AXA ROJAVAYÊ KURDISTANÊ DITIRSE?
Fuat Önen
Ez ne di wê bawerîyê de me ku TC yê karibe Efrînê dagir bike û li wir pêşî li Kurdan bigire. Bi sedem ku TC nikare bakurê Kurdistanê wek berê bi rêve bibe, anuha her nav&cc...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1235)


   «   [1]  2  3  4  5  6  »      
  
22

Kurd çi dixwazin?
Vî çendî ev pirs zêde tê kirin, lêgerînên bersîva vê pirsê bilez dibin. Îro jî em di sempozyûmekê de li ser vê mijarê radiwestin. Ez dixwazim di destpêka axaftina xwe de bibêjim ku di rojevê de ewqas cîhgirtina vê pirsê bi min xerîb tê, dilê min lê rûnane.

Heke meriv wek xwebêja peyvê li bersîvê bigere, bersîv zelal e. Kurd jî wek Ereb, Frensî, Tirk, Eceman û hwd hizûrê, bextewarîyê, azadîyê, refahê dixwazin. Bi Kurdan re tu gen tunin ku bervacîya gelên din ên dinyê îşkence, çewisandin, parçebûn, mirin an jî xizanîyê bixwazin.
Dibe ku ji bilî wateya peyvê, ji vê pirsê qesd ew be ku Kurd çi statuya sîyasî dixwazin. Heke wisa be, meriv ne bi civînên holên sergirtî, lê bi referandûmên di hawirdoreke azad û demokratîk de têdigihêje ku gelek çi statuya sîyasî dixwaze. Ji bo gelekî welatê wî dagir û parçekirî, mafên wî yên netewî û demokratîk xespkirî, pêkanîna her tewre sazîyan jê re qedexekirî, pirsa çi dixwaze karekî bê mane û bê mantiq e. Peyva Kurd ya di pirsê de jî bi vê ve girêdayî ye û balkêş e. Ne gelê Kurd an netewa Kurd, lê Kurd tê gotin.
Meriv dikane heta bi derekê têbigihêje ku sîyasetmedar û rewşenbîrên Tirk, an yên Îngîlîz çima bi vî awayî dipirsin. Lê belê vî çendî sîyasetmedar, rewşenbîr û welatparêzên Kurd jî êdî vê pirsê bi vî awayî dikin û civînan saz dikin. Ya xerîb û ecêb ev e. Wek vê civînê, di van civînan de piranîya amadekar, axaftvan û beşdaran sîyasetmedar, rewşenbîr û welatparêzên 45-60 salî ne. Bi îfadeya wan, li dû her yekî 25-30 sal tecrubeya têkoşînê heye. Kadroyên xwedî tecrube yên 30 salên dawî yên têkoşîna me ya azadîyê ya 130 salî ji nişkan ve dest bi pirsa “Kurd çi dixwazin” dikin û ji bo wê civînan saz dikin; a xerîb, ecêb û ji dervê rêzê ev e, ez hêvî dikim ku ev yek ê bê qebûlkirin. Divê ev ne karê me be. Ev karê yên din e. Heke em êdî karê yên din bikin, dîyar e ku dê were wê wateyê ku em nikanin karê xwe bikin.
Karê sîyasetmedarên Kurd ne ew e ku pirsên mijara ankêtan bikin û wan niqaş bikin. Pirsgirêk ne ew e ku Kurd daxwaza çi dikin; pirsgirêk mafên netewî yên demokratîk û azadîya gelê Kurd e. Bi pirsa “Kurd çi dixwazin” şêlîkirina pirsgirêkê, pişta pêkanîna atmosfera ku gelê Kurd, rewşenbîr û sîyasetmedarên Kurd nizanin ku çi dixwazin xurt nake gelo? Ev çewt e. Divê erk û wezîfa me niqaşkirina pirsgirêkên têkoşîna azadîya me, pêkanîna çareserîyê, lêkolîna ku em dikanin pev re çi bikin û rê li ber têkoşîna me ya hevbeş vekirin be.
Çi ji Kurdan tê xwestin?
Meriv dikane bi dijbera mijara vê pirsê jî li bersîva wê bigere; çi ji Kurdan tê xwestin? An jî Sîstema Serwerîya Tirk ji Kurdan çi dixwazin? Mijara Sempozyuma me ya îro jî “Li Tirkîyê Sazîbûna Îdarî û Hiqûqî” ye. Ez difikirim ku konsepta Sîstema Serwerîya Tirk (SST) berfirehtir e, lewre ez ê bi vê konseptê binirxînim.
SST di warên hiqûq, sîyaset, perwerde û hwd de, ji alîyê pirsgirêka mijara niqaşa me ve wek sîstemeke înkar û rûxandinê pêk hatiye. Nijadperest e, kolonyalîst e; heta bi gotina Mamoste Beşîkçî ji kolonyalîst jî wêde ye. Ev sîstem weha pêk hatiye ku pêwenga dewleta ji Osmanî mayî reorganîze bike û bo netew-dewletekê veguherîne, bibe haceta wê projeyê ku ji vê dewletê re ji bermayên Osmanî netewekê pêk bîne. Ev sîstem bûye parçeyekî hesabên pergala navnetewî yên li ser herêma me, ku piştî Şerê Dinyê yê Yekem pêk hatiye. Ne herêmî ye. Li ser tirs û xofê hatiye avakirin, ji avabûna xwe û vir de hewl daye ku bi tirsandinê li ser nigan bimîne.
Ev sîstem hewl dide ku tirsên xwe bi tirsandinê veşêre. Ev projeya bêtirî 80 salî, bicîh nebûye. Ev rewş êdî ji alîyê îdeologên vê sîstemê ve jî tê qebûlkirin û wek mînak, Denîz Baykal dibêje ku divê ev proje heroj ji nuh de bê pêkanîn. Astenga sereke ya li ber vê projeyê rasteqînîya netew û welatê Kurdan e. Bicîhkirina vê projeyê bi nehiştina rasteqînîya netew û welatê Kurdan, qet nebe asîmîlakirina wê ve girêdayî ye. Ji ber vê yekê ye ku pratîka sereke ya vê sîstema 83 salî, ji alîyê mijara niqaşa me ve seferên li ser Kurdistanê ne.
Mantiqê vê sîstema li ser hîmê artêşê pêkhatî leşkerî ye. Ew xwe disipêre bilindkirin û pîroz û muqedeskirina leşker û artêşê. Lehengî û şerzanîya artêşa ku hîmê sîstemê ye bi salan bûye argumenta herî pir li pêş. Ev 80 sal in ku Kurdistan bûye şergeha sereke ya artêşa Tirk. Leşker şandina Qibrisê û di kontrola DYA de şandina hejmareke bi sînor a leşkeran bo dervê welêt ne tê de, artêşa Tirk di 80 salên çûyî de herî pir şerê Kurdan kiriye. Lewra heke di van 80 salan de lehengî, şervanîya artêşa Tirk hebe, ew tenê li dijî Kurdan hatiye bikaranîn, an jî biser ketiye.
Pêkhatîya li hemberî me ev e. Kirinên wan li ber çavan in. Çavkanîyên sererkanîyê (genelkurmay) di vê dewrê de 29 serhildanên Kurdan tespît kirine. Wek ku Rûşen Aslan di civîneke wek vê de got, em ji hêla rastê ve dijimêrin 5, ji hêla çepê ve 6 serhildanên Kurdan dibînin. Heke em çend pevketinên herêmî ku em wek serhildan nahesibînin, tev lê bikin jî, dîsa em nagihêjin hejmara 29an. Ji ber ku 29a ku Sererkanî qal dike, hejmara seferên artêşê yên li ser Kurdistanê ne. Bi jargona sererkanîyê, ew “tevgerên tenkîl û tedîpkirinê” ne. Peyva tedîp li vir tê wateya biedepkirinê. Sîstema Serwerîya Tirk lêgerînên mafên Kurdan, daxwazên wan ên azadîyê wek bêedebî dihesibîne û dest bi operasyonên biedepkirinê dike. Em dizanin ku sefera wan a dawî, ev 26 sal in dom dike û bi wendakirina 50 hezar mirovan, şewitandina 3-4 hezar gundan, koçberkirina 2-3 milyon Kurdan didome. Di 60 salên berî wê de 28 sefer hatine sazkirin. Ev tê wê wateyê ku wek averaj ji 2 salan carekê seferên leşkerî li ser Kurdistanê dikin.
Li gora Sîstema Serwerîya Tirk her tiştê bi Kurd û Kurdistanê têkildar bi ‘qaşo’ dest pê dike
Sîstema Serwerîya Tirk (SST) Kurdan resmen tune dihesibîne, wek Tirk qebûl dike. SST û her tewre îdeologên wan ‘qaşo’ anku xwedê giravî, datîne pêş her peyva ku tê de Kurd an Kurdistan heye -’qaşo’ Kurd, ‘qaşo’ Kurdistan, ‘qaşo’ ala Kurdan, ‘qaşo’ dewleta Kurd. Ev sîstem û berdevkên wê bê dudilî her tiştê aîdî Kurdan bi peyva ‘qaşo’ didin destpêkirin, gelê me piçûk dixin, di vê yekê de mahzûrekê nabînin. Ji ber ku ev sîstem wisa hatiye pêkanîn ku Kurdan, rasteqînîya netew û welatê wan tune bihesibîne, ji holê rake. Her çende li gora mêzîna hêzên li Tirkîyê, rewşa têkoşîna me ya azadîyê û şerd û mercên navnetewî, di bicîhkirinan de guhertin çêbûbin, awayên gotinê guherîbin jî, hîmê sîyaseta înkar û îmhakirinê qet neguherîye. Cara dawîn di civîna Koma Xebatê ya li Ruhayê de, ev piçûkxistina bi peyva ‘qaşo’ ketiye nav biryara hêzên ewlekarîyê û dadgehê, û fermî bûye.
Sîstema Serwerîya Tirk wek parçeyekî sîstema navnetewî pêk hatiye û ji bo ku li ser lingan bimîne pişta xwe daye vê sîstemê. Pergala dinyê û sazûmana navnetewî ya piştî Şerê Dinyê yê Yekem, bi pêşengî û înîsîyatîva Brîtanyayê pêk hatiye. Ji bo ewlekirina nexşeya sîyasî ya Rojhilata Navîn a ku li gora pergala mandatîyê ya Brîtanyayê hatibû dîzaynkirin û ji bo ku hat fikirîn ku wê li hemberî Sovyetan bibe tamponek, hiştin ku Komara Tirkîyê li ser lingan bimîne; ango di eslê xwe de Komara Tirkîyê projeyeke bi Brîtanyayê re biserxistî ye. Wek ku tê îdiakirin bi şerê li dijî Brîtanyayê nehatiye damezirandin. Piştî jihevketina Yekîtîya Sovyetan, pergala dinyê ya piştî Şerê Dinyê yê Dudan rûxiyaye. Dinya li pergaleke nuh digere. Ewên ku dixwazin bibin aktorên sereke yên sîyaseta dinyê, ketine nav têkoşîneke bêeman, da ku di pergala nuh de li pêş bin, berjewendîyên xwe yên emperyal biparêzin. Projeya Rojhilata Navîn a Fireh a DYA, hewldana YE ya firehbûnê, lêgerînên hevalbendîyê yên welatên Awrasya û pêncên Şangayê serûberên vê têkoşînê raber dikin.
Sîstema Serwerîya Tirk, her ku destpêka dawîya xwe dibîne, bêtir êrîşkar dibe
SST, ku wek parçeyekî pergala dinyê ya piştî Şerê Dinyê yê Yekem hat avakirin û ji alîyê pergala dinyê pa piştî Şerê Dinyê yê Duyem ve hat parastin, ji lêgerînên pergaleke nuh fikaran dike, dibîne ku zemînê ku li ser ava bûye dişemite û êrîşkar dibe. Ji ber van sedeman, li dinya ku diguhere û li pergaleke nuh digere, Komara Tirkîyê dewleta herî statukoparêz e. Ew her guherineke li herêma me wek destpêka dawîya xwe dibîne û li dijî guherînê li ber xwe dide. Li Tirkîyê sîyasetmedar û rewşenbîrin jî hene ku dibînin ku dawîya sîyaseta înkar û îmhakirinê hatiye, berxwedana li dijî guherîna li dinyê bêfêde ye. Ew jî pirê caran rasteqînîya netewa Kurd dinixumînin, û nêzîkbûnên ku pirsgirêkê wek mafên kesanî dibînin pêşniyar dikin. Bi vê nêrînê, civîna ‘Tirkîye li Aştîya xwe Digere’ ku vê dawîyê li Enqerê hat sazkirin û gengeşîyên ku rê li ber vekir, daxuyanîyên sîyasetmedarên Tirk ên li ser Iraq, Başûrê Kurdistanê û referandûma Kerkûkê balkêş in.
Daxuyanîyên gelekî maqûl ên Kemal Kerkûkî yên wek “Iraq ne bajarekî Tirkîye’ye û Kerkûk jî ne gundekî vî bajarî ye”, li xwîna Tayîp Erdogan ketine! Lê belê dema ku şêwirdarê wî ji Amerîkîyan rica kir ku ‘vî zilamî, ji xwe re bi kar bînin, navêjin qulika klozetê’, ew gotin li xwîna wî neketin. Xuya dibe ku xwîna serokwezîr li hemberî her tewre daxuyanîyên Kurdan ên welatparêz û bi şexsîyet bihîstyar e, xesas e. Her weha di civîna Enqerê de gotina Yaşar Kemal a “Kurd dostên Tirkan in” jî li xwîna serokê ANAPê ketiye û gotiye, “Na, Kurd nikanin bibin dostên Tirkan, Tirk dostên Kurdan in’. Sîyasetmedarên SST ku li hemberî Rojava tije kompleksa piçûkbûnê ne, dema ku mijar tê ser Rojhilat û bi taybetî jî Kurdan, bi israr nijadperestî, êrîşkarî û çorsîyê dikin. Dema ku Şerafettîn Elçîyê serokê KADEPê di bernameyeke televîzyonê de got ku federasyon dikane bibe çareserî, muxatabê wî Edîp Başer gef lê xwar û ew dawet kir ku terka Tirkîyê bike. Helwesta Bahçelî, Baykal, Agar û berdevk û sîyasetmedarên din ên Tirk jî ne cuda ye.
Sîstema Serwerîya Tirk ne li aştîyê lê li belayê digere. ‘Çi bela çi mewla, yê ku lê digere dibîne’
Ez hewl didim ku vê yekê bibêjim, li Enqerê bi mijara ‘Tirkîye li aştîya xwe digere’ civîn tê sazkirin, lê belê dîyar e ku ya ku birêvebirên dîyar, veşartî, kwîr ên Tirkîyê lê digerin ne aştî ye. Ev daxuyanîyên nijadperest, êrîşkar, piçûkxistinî û gefxwarinî yên berdevk û birêvebirên Sîstema Serwerîya Tirk ku ne tenê li Tirkîyê li her dereke dinyê têkilbûna her tiştekî bi Kurdan eleqedar wek mafê xwe dihesibîne jî dîyar dikin ku, navê ya ku lê digerin ne aştî lê bela ye. Divê ewên ku Tirkîyê birêve dibin dev ji firotina belayê berdin, êdî bi bela û şer li çareserîyê negerin. Qey ev gotina xweş a Tirkî ji bo rewşên weha hatiye gotin, ‘Yê ku lê digere dibîne, çi bela çi mewla,’.
Şer û aştî
Ez dixwazim bi vê nêrîna xwe ya li ser aştî û lêgerînên aştîyê dawî li vê beşê bînim. Aştî bi şer tê fahmkirin. Ew rewşa şerekî û bidawîanîna wî nîşan dide. Heta ku li dijî şerê bêeman ê ku ev 80 sal in li Tirkîyê li dijî rasteqînîya netew û welatê gelê Kurd tê domandin raneweste, her tewre tarîfên aştîyê sexte ne û banga wê durûtî ye.

Rewş bi kurtî ev e, ne pirsgirêka ku Kurd çi dixwazin, lê ya maf û azadîya gelê Kurd e, û divê sîyasetmedarên Kurd rê li ber têkoşîna azadîya me vekin, pêwengên minasib bibînin, li ser hîmên hevbeş rê û sazîyên tevde têkoşînê pêk bînin.
Di vê mijarê de tiştê ku divê berî her tiştî bê gotin ev e: divê sîyasetmedar, rewşenbîr û welatparêzên Kurd bi xîret xwedî li rasteqînîya netew û welatê xwe derkevin. Teva ku sîyasetên bê însaf ên înkar û rûxandinê bi dehan salan ajotine jî, gelê Kurd rasteqînîya netew û welatê xwe parastiye. Gelê Kurd li vê cografyê yekane gel e ku li ser axa xwe piranîyê pêk tîne. Têkoşîna azadîya gelê Kurd bi qasî ku ez dizanim, li dinyê têkoşîna herî dirêj domkirî ya azadîya netewî ye. Erk û vatinîya sereke ya sîyaseta Kurd pûçkirina hewldana SST a ji holêrakirina rasteqînîya netew û welatê me ye.
Koma Xebatê
Koma Xebatê tespît dike ku mijara gengeşîya me pirsgirêka netew û welatekî ye û bawer dike ku divê têkoşîna me ya azadîyê li ser vê tespîtê bê domandin. Hem di belavoka encamê ya ku li Amedê di civîna fireh a komê de bi yekdengî hat qebûlkirin, hem jî di reşnivîsa bernameya ku meclîsa koma me qebûl kir û ji bo niqaşkirinê pêşkêş kir de, ev tespît bi balkişandinî hatiye daxuyanîkirin. Her wisa Koma Xebatê çareserîya vê pirsgirêkê jî di vê de dibîne: li ser axa xwe mafê çarenûsî yê gelê Kurd. Wek hemû gelên dinyê, gelê Kurd jî xwedî maf û jîrektî ye ku bi xwe li ser xaka xwe, xwe birêve bibe. Çavkanîya pirsgirêkê xespkirina vî mafî ye. Çareserîya wê jî dê bi bidestxistina vî mafî pêk bê. Mijara ku ev maf ê bi çi awayî bê bicîhkirin, tenê bi me ve negirêdayî ye. Bi taybetîyên pêvajoya bidestxistina vî mafî, li dijî têkoşîna vî mafê me berxwedana muxetabên me, hejmarek faktorên netewî û navnetewî ve girêdayî ye. Kom, hêman û aktîvîstên me ji parêzvanên federasyon, konfederasyon û serxwebûnê yelpazeyeke fireh pêk tînin. Hîmê hevbeş ê yekîtîya me mafê çarenûsîya gelê Kurd e.
Koma Xebatê lêgerîna rêxistina nûnerîya netewî îfade dike
Koma Xebatê bawer dike ku pirsgirêka bingehîn û acil a têkoşîna azadîya me nebûna rêxistina nûnerîya netewî ye. Koma Xebatê bi xwe îfadeya lêgerîneke wisa ye. Koma Xebatê ji alîyê kom, derdor û kesayetîyên xwedî nasnameyên îdeolojîk û aîdîyetên cuda yên sîyasî ve lêgerîna înîsîyatîva hevbeş a netewî ye. Pirsgirêkên netewî yên hemû çîn û tebeqeyên netewe ne û çareserîya wan jî bi yekîtîya hêzên netewî mumkun dibe. Kurd ne Tirk in, ne jî girseyeke bê çîn, bê îmtîyaz û pevkelyayî ne. Hebûna çîn û tebeqeyên cuda tê wateya hebûna berjewendî, raman, seknên sîyasî û rêkxistîbûnên cuda jî. Bi dîtina me, ev rewş nabe asteng ku li dor berjewendîyên hevbeş ên netewî sazîyên hevbeş bên avakirin. Ji me re ev pêwîst in; projeyeke netewî ku bibe îfadeya berjewendîyên me yên hevbeş û bi aqilê hevbeş ê sîyasî bê pêkanîn, û sazîyên hevbeş ku vê projeyê bicîh bînin.
Koma Xebatê îdia nake ku ew rêxistina nûnerîya netewî ye. Ji alîyê unsûrên wê, hêza wê ya nûnerîyê û asta rêkxistîbûna wê ya nuha ve, ji xwe ne mumkun, ne jî rast e ku wisa îdia bike. Ew ber bi vî alî ve gaveke mutewazî ye. Ji tevlêbûn û înîsîyatîva hemû derdorên welatparêz ên li dervê wê mane re vekirî ye. Ew ne di bin hegemonya, kontrol an jî rengê îdeolojîk ê kom an kesekî de ye. Her weha ew li dijî tu kom an partîyekê jî nehatiye avakirin. Di reşnivîsa bernameya xwe de dîyar kiriye, ew xwe li gora rêça ku tê de dimeşe tarîf dike.
Koma Xebatê pêşniyar dike ku rêxistineke nûnerîya netewî ya bi vî rengî, xwe di qada vekirî de birêk bixe û di têkoşînê de vekirîbûnê ji xwe re bike bingeh. Ew hiqûqê xwe bi bawerîya ku wê di rêveçûna xwe de, li gora pêwîstîyên têkoşînê û bi îradeya hevbeş a unsûrên xwe pêk bîne, û bi qebûlnekirina hemû têkildarîyên ji dervê xwe pêk tîne.
Pirsgirêkeke têkoşîna azadîya me ya din jî ew e ku di hiqûqa Sîstema Serwerîya Tirk de Kurd û Kurdistan tuneye, û Kurdistan jî hiqûqê xwe tuneye. Ji ber vê yekê, bi dîtina Koma Xebatê divê rêxistina nûnerîya netewî di têkoşîna qada vekirî de legalîteyê bibîne, lê meşrûîyeta xwe bisipêre maf û azadîya gelê Kurd. Bi dîtina wê, divê li ser hîmê awayekî têkoşînê be, ku li qada vekirî çalakîyên girseyî û bêîteatîya sivîl ji xwe re bike bingeh. Bi dîtina Koma Xebatê rêxistineke nûnerîya netewî ya bi vî awayî dê bi aqilekî sîyasî û projeyeke netewî ku yek bi yek ne ya me kesekî be, lê bi hev re ya me hemûyan be, rê li ber têkoşîna me veke û têkoşîna me ya maf û azadîyê bide lezandin, û bang li hemû derdorên welatparêz dike ku em bi hev re tev bigerin.
Ji ber ku ez di nav komê de car caran bi ‘toptencîbûn’ê (temamî) têm rexnekirin û îro ez wek nûnerê komê dipeyivim, divê ez vê niqtê jî dîyar bikim; Koma Xebatê nêzîkbûneke ‘toptencî’ dernaxe pêş. Di reşnivîsa bernameya wê de bi şerdê ku bi vê çarçova esasî ve girêdayî bimîne, armancên jêrîn wek armancên sîyasî yên rojane hatine tespîtkirin û ji bo niqaşkirinê ji hemû derdorên welatparêz re hatine pêşkêşkirin:

1) Amadekirin û ji raya giştî re pêşkêşkirina qanûneke bingehîn ku hebûna gelê Kurd û hindikahîyên netewî nas bike û mafên wan ên netewî ewle bike;
2) Zimanê Kurdî wek zimanê fermî (resmî) bê pejirandin.
3) Zimanê Kurdî û zimanên hindikahîyên netewî wek zimanên perwerde û xwendinê bên qanûnîkirin; şerd û mercên vê yekê bên pêkanîn, û di qada çapemenî û weşandinê de çewisandin û qedexeyên li ser van zimanan bên rakirin;
4) Berdana hemû girtîyên sîyasî, rakirina qedexeya li ser sîyasetmedarên qedexekirî û bicîhkirina azadîya wan a xebata sîyasî; rakirina hemû astengên qanûnî û îdarî yên li ber raman, bawerî û sîyaseta Kurdistanî;
5) Bidawîanîna sîyaseta înkar û ji holê rakirinê ya li ser gelê Kurd û ji holê rakirina hemû encamên vê sîyaseta şer a ku bi salan li dijî gelê me hatiye bicîhanîn;
6) Pêşdebirina têkoşîna mafên ekonomîk, civakî, pîşeyî yên karker, gundî, karmend û esnafan, û naskirina mafê sendîkayî yê grev û peymana giştî bo xebatkarên bi mûçe;
7) Mayîn li dijî mirovatîyê sûc in, divê welatê me ji her tewre mayînan bê paqijkirin;
8) Divê vehûnana welatê me ya dîrokî û ekolojîk bê parastin, projeyên ku vê vehûnanê tehdît dikin bên bidawîkirin.
9) Eskerîya mecbûrî li Kurdistanê zilm e, ambargoyeke li ser îradê ye. Divê dawî li ferzkirina eskerîya mecbûrî bê anîn û li dijî wê têkoşîn bê kirin.
10) Divê sîstema qorîcîtîyê bê betalkirin; şerd û mercên vegera gundîyên ku ji gundên valakirî hatine koçkirin bên pêkanîn û zirarên wan bên tezmînkirin.
11) Divê guherandina navên jîngehên Kurdistanê bê betalkirin û navên wan ên Kurdî dîsa bên bicîhkirin.
12) Divê bastûrên mîlîter û paramîlîter ên ku di şerê taybetî yê li dijî gelê Kurd de bi salan hatine bikaranîn bên dîyarkirin û belavkirin, û ji tetikkêşan heta bi fermandarên wan hemû berpirs bên cezakirin.

Rêzgirtina cudatîyên me, dilsozîya gel û perspektîva îqtidarê
Di van qadan giştan de, divê daxwaz bên biprojekirin, li pişt wê hêzeke yekgirtî ya netewî bê danîn û bi pêwengên munasib ji bo bidestxistina van daxwazan têkoşîn bê kirin. Ji bo vê, îradeya sîyasî, rêzgirtina cudatîyên me, dilsozîya gel û perspektîva îqtidarê pêwîst e. Ez we hemûyan vedixwînim bo têkoşîneke yekgirtî ya netewî yî pirreng û pirdeng û tevde pêkanîna sazîyên wê.

Sempozyuma Kurd-Kaw ê


Posted in: kurdi

Comments

There are currently no comments, be the first to post one!

Post Comment

Name (required)

Email (not required)

Website

CAPTCHA image
Enter the code shown above:

  
Irak ve Kürdistan Gelişmeleri Üzerine Röportaj
Fuat Önen
Her dış mücadele bünyesinde bir iç mücadele barındırır. Dışarının içimizdeki operasyonuna dönüşmediği ve ulusal kurtuluş hedefinin önüne geçmediği müddetçe, iç iktidar mü...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (267)


HDP, Türkiyedeki Kürt azınlığın partisi olsun
Fuat Önen
Bence genel olarak Kürt seçmeni ya da Kürtlerin seçimde ne yapacaklarını sormak yanlıştır. En başta Kürdistanlılar ile Türkiye’deki Kürt azınlığını birbirinden farklı değerlendirmek lazımdır. Kürdista...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (424)


5’Lİ KÜRT BLOKU’NUN SEÇİM VE HDP’YE KARŞI TAVRI*
Fuat Önen
2009’dan bu yana Kürdistani Birlik, Kürdistan Ulusal Konferansı gibi konular gündemdedir. Her ne hikmetse seçim zamanları bu birlik konusu gündeme geliyor. Eğer ülkemizin toprakları işgal ediliyorsa, binlerce gen...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (391)


SEÇİME HAZIR OLMAK
Fuat Önen
24 Haziran seçimlerine de Kürdistan’dan katılmanın meşru bir yolu var mıdır diye düşündüğümde şu önerinin tartışılabileceğini düşünüyorum. Yani bu seçimi yine referanduma dönü...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1109)


EFRÎN
Fuat Önen
58 gün önce 72 savaş uçağı ile Efrini işgal operasyonunu başlattınız. Savaş uçaklarınıza tanklarınız, toplarınız, savaş helikopterleriniz, İHA’larınız, SİHA’larınız,termal kameralarınız eşlik etti.  Binlerce ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (668)


Afrin operasiyonunu Türkiye devletinin Kürdistan dönük seferlerinin bir parçasıdir
Fuat Önen
Şimdi bunun doğru anlaşılması için şunun iyi görülmesi lazım. Türkiye devleti Afrin e, Hewlere, yada Mahabada  Ankara dan bakmıyor. Türkiye devleti Afrine de, Hewlere de, Kamışlıya da, Mahabada da, Sanadaja da Diyarbak...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (786)


KÜRDİSTANİ PARTİLERİN TEMEL STRATEJİK HEDEFİ KÜRDİSTAN’IN BAĞIMSIZLIĞI VE BİRLİĞİ OLMALIDIR
Fuat Önen
Sırrı Süreyya Önder kimi temsil ederek İmralı-Ankara-Kandil üçgeninde bu kadar tur attı? Önder’in Türkiye’de temsil ettiği bir kitle mi var? Bana göre devleti temsil ediyor. Yapılan yanlış bir işin kof...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2370)


   «   [1]  2  3  4  5  6  7  8  9  10  »      
DESTPÉK      Tarix-belge      TEVKURD      Aslan Kaya -Baz      Fuad Önen      Media