Fuad Önen
TÊKÇÛNA ŞERÊ CEBHEYA KERKÛKÊ
Fuat Önen
Şerê li cebheya Kerkûkê rû da, bersîva dewletên dagirker û parêzerên sistemê ye. Di vê cebheyê de em têkçûn. Berpirsê vê têkçûyi...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (68)


YEKÎTÎYA KURDAN Û YA PARTÎYÊN KURDAN JI HEV CUDA NE
Fuat Önen
Di nav tevgerên rizgarîya neteweyî de kesî bi qasî tevgera rizgarîya neteweyî ya Kurdan nîqaşên teorîk nekiri ye. Em di nivîsarên Ho Shi Min, Amilcar Cabral, Mahatma Ghandi, Fide...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (585)


TC ÇIMA JI YEKÎTÎYA AXA ROJAVAYÊ KURDISTANÊ DITIRSE?
Fuat Önen
Ez ne di wê bawerîyê de me ku TC yê karibe Efrînê dagir bike û li wir pêşî li Kurdan bigire. Bi sedem ku TC nikare bakurê Kurdistanê wek berê bi rêve bibe, anuha her nav&cc...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (372)


REFERANDOMA SERXWEBÛNA KURDISTANÊ
Fuat Önen
Serxwebûna Kurdistanê di herêma Rojhelata Nêzîk de şoreşek e û ew ê nîzama dagirker hilweşîne. Ji ber vê yekê her çar dewletên dagirker; di serî de jî dewleta ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (487)


SERXWEBÛNA BAŞÛRÊ KURDİSTANÊ GENGEŞÎYÊN Dİ NAV ŞÎA Û SUNEYAN DE ŞENGAL Û HÎLALA ŞÎA RIZGARBÛNA ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
Fuat Önen
Em nizanin ku bi çi sedemê rê lê vekirin ku hêzên Haşdî Şabî têkevin hin deverên Şengalê û ew van deveran “rizgar” bikin. Hêza pêşmergeyan heye ku her bi...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (453)


Arîşeyên Şengalê
Fuad Onen
Miletê Kurd têra xwe xwedî dijmin e, tevgera rizgarîya neteweyî ya Kurdistanê ji serî de çar dewletên dagirker ji xwe re kiriye hedef. Ev dewlet li dinyê jî xwedî mutefîk ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1026)


Armanckirina “kongreyeke netewî” ya ku ne li dijî tu dewletan e dibe devjêberdana mafê dewletbûna netewa Kurd!
Fuad Onen
Ev civîna ku berê wek Konferansa Kurdistanê û dûre jîwek Kongreya Netewî ya Kurdan hat binavkirin, li ser tewereya (mihwer) KomaraTirkîyê (KT)-Ocalan-Barzani ketiye rojeva me û çekber...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (4357)


   «   [1]  2  3  4  5  »      
  
05

Deng:
Wek tê zanîn, Tevgera Kurd herdem di lêgerîna “yekîti”yê de bûye.
Wer diyar e ku di dema dawîn de hewldanên wisa zêde dibin.
Hun di derheq hewldanên piralî, yên ji bo yekîtiyê tên kirin û gotin, çi difikirin?

Tevgera Yekîtîyê ya li Ser Hîmê Meşrûbûnê di Qada Vekirî de
Erê rast e ku di nav tevgera Kurdan de gengeşîyên yekîtîyê her tim hebûne, lê ev yek nayê wê wateyê ku van gengeşîyan rê li ber lêgerînê vekirine û helwestên yekîtîxwaz pêk anîne. Divê em cudabûna di navbera wisa xuya kirin û bi rastî ji bo yekîtîyê xebitînê de rast tesbît bikin. Ji bo ser nixumandina tengasîyên xwe, wisa xuyakirina kom, derdor, kesayetîyan ku xwedêgiravî li yekîtîyê digerin û bi rastî lêgerîna yekîtîyê du rewşên cuda ne. Mixabin li welatê me sînorê di navbera van herdu rewşên cîhê de şêlî ye. Divê meriv têbigihêje ku ewên ku lêgerîna şalekî ku bikêrî ser nixumandina tengasîyên wan were, wek lêgerîna yekîtîyê îdraq dikin, an jî wanî didin xuyakirin, li ber lêgerîna rastî ya yekîtîyê astengan pêk tînin.
Têgîhaştina vî sînorî bi gelemperî di nav tevgera Kurdan de û bi taybetî jî di lêgerîna yekîtîyê de bi şefafbûnê mumkun dibe. Hemû kirinên tevgera Kurdan û pê re lêgerînên yekîtîyê jî divê ji bo kontrol, lêpirsîn û hesab xwestina bîr û raya giştî vekirî bin. Îlegalîte ji bo parastina mekanîzma rêxistinê ji êrîşên sazûmanê ye; ne ji bo veşartina fikr û raman, polîtîka û projeyên polîtîk e. Meriv dikane di têkoşîna polîtîk de manevrayên rêxistinan (legal, îlegal, vekirî, nehênî) ên li hemberî sazûmanê fahm bike. Lê belê heke ev manevra li gel an rêxistinên din ên welatparêz bên kirin û îlegalîte ji bo ser nixumandina vê bê bikaranîn, divê meriv wê li dervê sîyaseta dijber (muxalif) û têgîhaştina exlaqî binirxîne. Û yekîtî jî divê tu carî wek alaveke manevrayê neyê dîtin.
Yekîtî ew e ku em kanibin hêzên netewî yên xwedî armanc li ser daxwazeke berbiçav bikin yek
Yekîtî ew çalakî ye ku ji bo gîhaştina armanceke berbiçav (di mijara gengeşîya me de ji bo azadîya netewa Kurd, ji bo bidestxistina xwebirêvebirîya li ser xaka xwe), kirdeyên vê armancê li ser hîmê bernameyek berbiçav hêzên xwe dikin yek. Divê sedema lêgerîna yekîtîyê ya di nav tevgera Kurdan de rast bê fahmkirin. Li Kurdistanê di bin serwerîya Sîstema Serwerîya Tirk de jî û piştî rizgarîya ji vê serwerîyê jî em ê pev re bijîn. Ji bo kesên ku ji xwe re li welatekî din digerin û heta yên ku dibînin, pirsgirêka yekîtîyê tuneye. Ev gotinên Orhan Miroglu ku ez ji Kürdistan Post vedigirim bi vê nêrînê ve watedar in: “Bêfêde ye ku meriv hewl bide ku bi paradîgmayên wek yekîtîya netewî ya Kurdan ku ji alîyê polîtîka rasteqînî ve tu tiştekî îfade nake, demê derbas bike... Di şerd û mercên me yên îro de bûyina ‘Kurdê Tirkîyê’, ‘Kurdê Iraqê yan Sûrîyê’ an jî Kurdê Îranê li pêş aîdîyeteke Kurdistanî tê.”
Kesên ku pirsgirêka wan a yekîtîyê heye ew kes in ku ji bo jîyana azad a li welatê xwe têdikoşin, xwe bi aîdîyeta Kurdistanî tarîf dikin. Ev jî armanca yekîtîyê tesbît dike. Ev armanc pev re şikandina nîrê kolonyalîzmê, li welatê pev re rizgarkirî pêkanîna hiqûqa pev re jîyanê ye. Divê meriv wek pêkanîna hiqûqa pev re jîyana li welatê xwe û wek perçeyekî vê, yekkirina hêzên xwe li ser yekîtîyê raweste. Her çiqas hevigrtinên hêz û çalakîyan ên ku kom, derdor û partîyên me yên cîhêreng bi armancên binavkirî yên berbiçav pêk tînin jî girîng bin jî, yekîtîya ku em li vir li ser gengeşîyê dikin, yekîtîya hêzên netewî, pirsigirêka afirandina sazîyeke nûnera netewî ye.
Pirsgirêka Kurdîstanê û Yekîtîya Tevgera Kurd di Legalîteya SST de Hilnayê
Lê pirsa ku divê pêşî bê kirin ev e ku ev yekîtî dikane an jî divê di kîjan qadê de bê pêkanîn. Heke ez berê bibêjim ku di kîjan qadê de nikane bê pêkanîn, ez ê bibêjim ku ev yekîtî di qada legal de nayê pêkanîn. Di hiqûqa Sîstema Serwerîya Tirk (SST) de Kurd û Kurdistan tuneye û li Kurdistanê jî legalîteya Kurdan, hiqûqa wan tuneye. Qanûnîbûn ne qadeke wisa ye ku Kurd bikanibin wek xwe bimînin û sîyasetê lê bikin. Pirsigrêka Kurdistanê jî yekîtîya tevgera Kurdan a ji bo çareserîya vê pirsgirêkê jî di legalîteya Tirkan de hilnayê. Ev ne legalîteya me ye, ew legalîteya wan kesan e ku me tune dihesibînin û armanc dikin ku tune bikin. Ji alîyê tevgera Kurdan ve, legalîte ne qadeke wisa ye ku ew tê de wek xwe bijî, xwe realîze bike. Ev qad ji bo bikaranîna îmkanên legal e. Qadeke wisa ye ku ev bêtirî 80 salan e ku em difikirin ku em li gel tengbûn û firehbûnên wê yên di hin dewran de wê bikar tînin an jî wisa dibêjin. Di bikaranîna vê qadê de, qaydeyek heye ku divê meriv ji pêş çav dûr nehêle: “Merivê ku hewl bide ku tiştekî bikar bîne, li pêş çav girtiye ku bi xwe jî bê bikaranîn.” Divê dema ku em serborîya xwe ya bêtirî 80 salan îstîsmara legalîteyê di ronîya vê qaydê de dinirxînin, em lê bipirsin ku di dema hewldana bikaranînê de em bi xwe çiqas hatine bikaranîn.
Tevgera Kurdan, ji bo ku xwe ji sînorkirinên vê legalîteyê rizgar bike, îlegalîte ji xwe re kiriye bingeh. Rêxistinên legal ên ku di demên guhertî de bi navên guhertî hatine damezirandin, nikanîbûne û nikanin bibin tiştekî bêtir ji pêwengên ku rêxistinên îlegal bikar tînin, bêtir ji rêxistinên ku ew hewl didin ku tê de xwe qismen realîze bikin. Ez ê pirsgirêkên ku ev avahîya durengîn dibe sedem li dervê gengeşîyê bihêlim û bibêjim ku avahîyên me yên ku nuha legal in hîn jî vê avahîya durengîn didomînin. Têkoşîna azadîyê bi alîyekî xwe jî têkoşîna wek xwe bûnê, wek xwe mayî jîyanê ye. Û têkoşîna azadîya netewî jî di vê wateyê de, têkoşîna neteweyekê ye ku bi aîdîyeta xwe ya netewî, li ser xaka xwe, wek xwe û bi xwe, xwe birêve bibe. Tevgera Kurdan a bi armanca azadîya netewî nikane li legalîteya Tirk ku tê de nikane wek xwe bimîne û sîyasetê bike, yekîtîyê pêk bîne! Her çiqas bisînorbûnên îlegalîteyê yên ji wê derhatî hebin jî, qadeke wisa ye ku meriv dikane yekîtîya netewî lê pêk bîne. Lewra dîyar e ku ji bo vê yekê, divê em bibin xwedî têgîhaştineke sîyasî, biryardarîyeke sîyasî û rêxistinên sîyasî yên ku gel piştgirîyê dikin ku bikanibin pirsgirêkên ku ev bisînorkirin pêk tînin li dû xwe bihêlin.
Rasteqînîya netewî ya gelê Kurd di legalîteya SST de tuneye, ew di vê wateyê de îlegal e. Li gel vê rewşê jî, vî çendî reşkirina îlegalîteyê di nav tevgera Kurdan de belav dibe; ev çewt e û bi ya min bi xurtbûna têgîhaştina sîyasetê ya legalîst û konformîst ve têkildar e. Têkoşîna legal û legalîzm ne heman tişt in û her wisa têkoşîna îlegal û îlegalîzm jî ne heman tişt in. Heke em pirsgirêkên îlegalîteyê ji xwedîyê wan re bihêlin, gotina min dimîne ev: di rewşa îro de qada herî musaît û li gora çareserkirina pirsgirêka yekîtîya tevgera Kurd, pêkanîna yekîtîya hêzên netewî û damezirandina rêxistina nûnera netewî, qada vekirî ye. Meriv dikane qada vekirî wek lêlata (mustewî) hevbirîna qadên legal û îlegal bibîne. Têkoşîna qada vekirî her çiqas bi taybetmendîya xwe ya ku xwe bi çarçova qanûnî bisînor nake bişibe îlegalîteyê û bi hîma xwe ya ne li ser nehênîbûn lê li ser şefafbûnê bişibe legalîteyê jî, ji têkoşînên ku li her du qadan tên kirin cuda ye. Ev her sê qad cîh bi cîh li hev diqewimin, ne qadên bi awayekî misoger ji hev cuda ne. Îlegalîte hem rûyên xwe yên legal jî hene û hem jî bi giştî li dervê qada vekirî alîyên xwe yên vekirî jî hene. Qada legal jî rû û xuyabûnên xwe yên îlegal hene û cîh bi cîh ew û qada vekirî li hev diqewimin. Di şerd û mercên Sîstema Serwerîya Tirk de ku li legalîteya xwe hilnayê, ji bervacî xwe bi legalîteyê ‘dinixumîne’, qalkirina qadeke leqal a misoger ne karê aqilan e. Wek encam, her tarîf li ser taybetmendîyên bingehîn tê kirin û sînorkirinên ku tarîf pêk tînin ne misoger in. Ji bo ku ev weha ye, ne pêwîst e ku meriv sînoran şêlî bike, ji tarîfan bitirse. Hewldana wekhevkirina qada vekirî û qada legal hem encameke sergêjîyê ye û hem jî sergêjîyê çêdike. Tarîfên qada vekirî, ya legal an jî partîya vekirî, ya legal bi vî awayî ne. Rêxistinên qada vekirî ne rêxistinên de jure (qanûnî, li gora qanûnê) ne, ew rêxistinên de facto (fiîlî, di fiîlîyatê de hebûn) ne. Lê belê rêxistinên legal her çiqas bişemitin dervê legalîteyê, ji alîyê îlegalîteyê ve bên birêvebirin, heta bibin sedemê rewşên de facto jî, ew ne rêxistinên de facto ne. Ev qad bi taybetî di rewşên ku Yekîtîya Sovyetan ji hev ket, pergala dinyê belav bû û lêgerîna pergaleke nuh a dinyê rê li ber şerekî nuh ê dinyê vekir e derket pêş, girîngîya wê zêde bû. Ji bo vê qada ku li dervê qada legal û ya îlegal dimîne, lê ku meriv dikane wek lêlateke hevbirîna wan tarîf bike, carinan qada sêyem jî tê gotin. Ev qada ku li welatê me hîn nuh li ser gengeşî çêdibin û wek qadeke têkoşînê girîngî jê re tê dayin, bi dîtina min qadeke li gora realîzekirina rêxistina nûnerîya netewî ye, jê re musaît e.
Pirsgirêka Yekîtîyê bi Perspektifeke Desthilatdarî Çareser Dibe
Divê tevgera yekîtîya netewî qada vekirî ji xwe re bike bingeh, meşrûbûna xwe ne ji fermîbûnê lê ji mafdarbûna têkoşîna xwe bidest bixe. Pirsgirêka yekîtîya tevgera netewî pirsigrêkeke stratejîk a têkoşîna me ya azadîyê ye, heta dibe ku ya herî girîng be. Heke bê dîtin ku perçebûna Kurdistanê yek ji pirsgirêkên me yên bingehîn e, dîyar dibe ku divê ev pirsgirêk bi perçeyekî neyê bisînorkirin. Ji alîyekî din ve, divê bi perspektîva îqtîdarê li pirsgirêka yekîtîyê bê nêrîn. Tenê kirdeyên sîyasî yên xwedî perspektîva îqtîdarê dikanin di çarçoveke rast de li pirsgirêka yekîtîyê binêrin. Yên ji perspektîva îqtîdarê bêpar qala yekîtîyê dikin, xwe bi lêgerînên yekîtîyê vardiqilînin, bi îhtîmala herî baş ji bo ku bigihêjin hinek armancên xwe yên dema kurt bi girîngî li ser yekîtîyê difikirin. Wekî din dijwar e ku meriv îzeh bike ku çima sê partîyên me yên legal ku li gel xebata sê mehan nikanîbûn li ser Kerkûkê belavokeke hevpar biweşînin, di dema hilbijartinan de ji bo yekîtîyê bêtir bi îşteh dibin. Divê tevgera Kurd dev ji vê sîyasetvanîya pîyasê berde, pirsgirêka yekîtîya di nav tevgera netewî de ji bo armancên xwe yên rojane, yên teng neke alet. Divê neyê hêvîkirin ku pirsgirêka yekîtîyê ku bi dehan salan li benda çareserîyê maye, ji îro heta sibê bê çareserkirin, lê belê dîsa jî divê meriv bêyî piştguhkirina nêrîna stratejîk li ser raweste. Heke meriv wisa lê binêre, cîhê ku meriv dest pê bike têkildarî tiştên di destê me de ye.
Di nav refên tevgera Kurd de di qada îlegal de li dora PKK, di ya legal de li dora DTP û di ya vekirî de li dora Kongreya Civaka Demokratîk yekîtîyeke nisbî, hêzeke nisbî ya nûnerîyê hatiye pêkanîn. Di vê enîyê de pirsgirêk ew e ku ne Kurdistanîbûn lê Tirkîyeyîbûn, ne yekîtîya welatparêz a hêzên netewî lê yekîtîya ‘hêzên emokratîk’ bingeha awayê gotinê yê sîyasî ye. Meriv pirsa ku ev awayê gotina sîyasî ji dil e yan taqîye ye bide alîkî jî, dîsa awayê gotinê bi xwe di nav tevgera netewî de li ber yekîtîyê astengekê pêk tîne.
Wek bersîva pirsa ku ji bilî vê enîyê li Kurdistanê çi diqewime, min di sempozyûma Koma Xebatê ya ji bo gengeşîkirina modela rêxistina yekîtîya netewî de wanî gotibû: “Divê em bi ‘Çi di dest de heye’ dest bi pirsa ‘Divê em ji ku dest pê bikin’ bikin. Li Bakurê Kurdistanê desthilatê qada rêkxistîbûnê rêknexistîbûn e. Partîyên me hene, înîsîyatîvên me yên partîbûnê hene, kesayetîyên me yên sîyasî hene, lê belê taybetmendîya van hemûyan neorganîzebûna wan e. Tarîfa kom, derdor, rêxistinê xera bûye, di vê qadê de dejenerasyon biser ketiye. Derdorên hevaltîyê yên ne xwedîyê şerd û merc û referansên herî kêm ên bûyina derdora sîyasî tu mehzûrê tê de nabînin ku xwe wek komên sîyasî bidin xuyakirin, wisa îdia bikin; bi hişkebawerî xwe li aîdîyetên komên sîyasî yên sûnî radipêçin. Endamên partîyan xwe serbest dibînin ku li gora dîsîplîna partîyan tev negerin, li hemberî partîyan bêbawerîyê îfade bikin; wek birêvebir yan aktîvîstên Koma Xebatê xuya dikin, lê dikanin bibêjin ku Koma Xebatê dê bikêrî tiştekî neyê. Rewşa hin kesayetîyên me yên ‘serbixwe’ ku kerametên wan ji gotinên wan bi xwe tên jî ne cuda ye. Ev kesayetîyên ku nikanin di nav xwe de, li dora xwe rêkxistî bibin, avahîyên sist ên rêxistinên me rexne dikin û bi awayekî vê rewşê ji bo meşrûkirina xwe bi kar tînin. Avahîyên sist ên derdorên me yên sîyasî xetimîn û têrnekirinên van kesayetîyan dinixumînin, fûryaya komikbûna sûnî ji van kesayetîyan re bazarekê pêk tîne. Tablo dil fireh nake! Lê belê, em dikanin çareserîyê jî ji vê tabloyê derxin. Wê gavê divê em ji kuderê dest pê bikin?
Bi dîtina min, heke em li ser hîmê vê tabloyê û hêmanên vê tabloyê rêxistinekê pêk bînin, ew ê nikanibe pêwîstîyên me bersîv bike. Hêmanên me ev in: avahîyên qels ên girêdanên wan bi girse re sist û kesayetîyên ku nikanin organîze bibin. Ji avahîyeke bi van hêmanan enîya netewî, meclîsa netewî an jî kongra netewî dernakeve. Pêwîstîya me bi tevgereke nuh a yekgirtî heye. Divê em ji aîdîyetên hevdu yên ji hêla sîyasî û rêxistinî ve cuda re rêz bigirin, lê aîdîyetên xwe yên kesanî ji xwe re bikin bingeh û bi wî awayî pêkanîna tevgera netewî ya yekgirtî birêk bixin. Divê em di vê mijarê de yekbûna îradê pêk bînin û bi aîdîyeta hevbeş pêkanîna rêxistina nûnerîya netewî armanc bikin. Divê em di nav vê avahîyê de ji pev re veguherîn û ji hev veqetînê re vekirî bin. Divê em avahîyên xwe yên şûnvemayî û nerêkxistîbûnên xwe li tevgerê ferz nekin, aîdîyeta tevgera yekgirtî ji xwe re bikin bingeh. Divê tevgera yekgirtî nebe komîteyeke koordînasyonê, divê ew bi aîdîyeta xwe yekser rêkxistîbûnê ji xwe re bike bingeh. Divê her yek ji me bi rêngê xwe be (neteweperwer, lîberal, komunîst, oldar, hwd.), lê divê em bi aîdîyeta hevbeş yekbûna hêzên netewî armanc bikin, banga hevbeş bikin. Yekgirtin û hêza me ya nuha têra îdiakirina kongreya netewî nake. Lê divê em bi armanca pêkanîna kongreya netewî biçin civîna sêyem a fireh. Divê em erka pêkanîna kongreya netewî bikin armanca tevgera netewî ya yekgirtî.” (7.12.2006)
Di dema lidarxistina vê sempozyûmê de, ji ber ku ji bo lêgerîna yekîtîyê ya ku bi navê Koma Xebatê dihat domandin tevlêbûna sazîyî tunebû, devger bi aîdîyetên kesanî dihat domandin û di kongreya di Gulana 2007an de lidarxistî navê TEVKURD wergirt. Bêyî cudagirtina legal û îlegal bang li hemû kesayetî, kom, derdor û partîyan hat kirin ku pev re tevgera yekgirtî pêk bînin û birêve bibin; rêznameya wê li ser hîmê modeleke wisa hatiye dîzaynkirin ku rê bide tevlêbûna sazîyî û kesanî. Ez wisa dinirxînim ku lêgerîna ku TEVKURD ji Îlona 2005an û vir de didomîne lêgerîneke girîng û nuh e. Lê belê em her wiha nikanin rewşa berbiçav jî nedîtî bihesibînin. Ji nav rêxistinên Kurdan ên bêtirî 20an tenê MESOP bi awayekî sazîyî tev lê bû. Her çiqas ji alîyê hemû rêxistinên ku pê re hevdîtin hat pêkanîn ve erênî hat dîtin jî, ne tenê bi awayekî aktîv piştevanîya nekirin, her weha wan gelek caran jî bi manevrayê sîyasî yên ku serî lê didan, lêgerîn bê bandor kirine.
Tevlêbûna kesayetîyên ‘serbixwe’ ku hejmara wan bi sedan, carinan bi hezaran dihat îfadekirin jî bi sînor bûye. Eleqa piranîya kesayetîyên ‘serbixwe’ payina bi îhtîyat derbas nekiriye, bi çavdêrîyeke platonîk bisînorkirî maye. Dema ku meriv belavbûna gotina yekîtîyê li pêş çav digire, ev rewş meriv dixe nav fikaran. Divê TEVKURDa ku armanc dike ku di kongreya xwe ya di Hezîranê de li ser van pirsgirêkan giştan gengeşîyê bike, bikanibe an bi tengbûnê an bi firehbûnê rêyên domandina meşa xwe, domandina lêgerînê bibîne. Divê kom dev ji wek sehaya manevrayê dîtina lêgerîna yekîtîyê berdin, kesayetîyên ‘serbixwe’ jî heke bi rastî bidin xuyakirin ku kesayetî ne û berpirsîyê hilgirin, bikanibin ji dewsa awayê ‘ez û ez’ bi awayê ‘em û em’ tev bigerin, dê roleke pêşîvekirinê pêk bînin. Divê neyê jibîrkirin ku her têkçûneke xebatên ji bo yekîtîyê zirarê dide ruhê yekîtîyê.
Rêxistinên Me bi Şala Yekîtîyê Nikanin Qelsî û Kêmasîyên Xwe Veşêrin
Ez nikanim tev li çavdêrîya we ya ku di nav tevgera Kurdan de lêgerîna yekîtîyê ‘xurt dibe’ bibim. Ez texmîn dikim ku ceribandina yekîtîyê ya ji alîyê HAK-PAR û KADEPê ve û hema hema ji alîyê hemû Kurdan ve îmzekirina belavoka ku Enstîtuya Kurdî ya Parîsê ji bo îmzekirinê pêşkêş kiriye, ew pêşveçûnên ku rê dide vê çavdêrîyê ne. Bi dîtina min, ev her du pêşveçûn jî teva ku di nav tevgera Kurdan de xuyabûneke yekîtîyê pêk tînin jî, ne di nav berfirehîya vê yekîtîyê de ne. HAK-PAR û KADEP du partîyên me ne ku ji bo îzeheke maqûl a ku çima du partîyên cuda ne di tengasîyê de ne. Kesên ku berî hilbijartinan teva ku HAK-PAR hebû, pêwîstî bi damezirandina partîyeke nuh dît, berî ku şeş meh derbas bibe li ‘pêwîstîya yekîtîyê’ hay bûn û kesên ku piştî bi salan gotina ku bi Ş. Elçi re yekîtî nabe, ew mumkun dît, muemayên hîn nefahmkirî ne. Bê guman yekgirtina van her du partîyan dê erênî bûya. Lê belê ev ceribandina ku nêzîkî şeş mehan ajot û dûrî zanîn û kontrola bîr û raya welatparêz hat domandin, serneketî bi dawî bû. Li gel sedemên hewldanên yekgirtinê, sedemên nekanîna wan a yekgirtinê jî mane ji teqdîr û şîroveya çavdêran re. Ji bo vê lêgerîna yekîtîyê, ku bêpar bû ji bi armanc û şefaf bûna ku bê wan xebatên yekgirtinê nikanin birêve biçin, zehmet e ku meriv bikanibe bibêje ku tiştek li têkoşîna me ya azadîyê zêde kir. Divê rêxistinên me bizanibin ku ew ê nikanibin zeafên xwe bi şalê yekîtîyê binixumînin. Ev rê dawî-girtî ye û pêşîya yekîtîyên muhtemel jî dixetimîne.
Ne mumkun e ku meriv kampanya îmzeyan a ku Enstîtuya Kurdî ya Parisê amade kir û serokên DTP, HAK-PAR û KADEPê jî bangewazî kir û veguherî bo înîsîyatîvekê jî wek yekgirtina tevgera Kurd binirxîne. Ev teksta ku TEVKURDê jî bi şerxa muxalefetê îmze kiriye, teksteke wisa ye ku hemwelatîbûna Komara Tirkîyê ji xwe re dike bingeh. Lê belê yekgirtina tevgera Kurd tenê dikane bi awayekî ku rasteqînîya netewî û welatî ya gelê Kurd ji xwe re bike bingeh bê pêkanîn. Yekîtî pirsgirêkeke me ya stratejîk e, lê kampanya îmzeyan çalakîyeke yekderb e. Teksta kampanyayê ji armancên stratejîk bêpar e. Hinek tesbîtên tekstê jî bi awayekî weha ne ku armancên me yên stratejîk reş dikin. Bê guman gelê me, derdorên me yên welatparêz bêrîya pev re xuyabûna hûr û gir hemû kirdeyên sîyasî yên Bakurê Kurdistanê dikin. Erk û vatinî pêşberkirina vê bêrîyê li ser zemîna wê ya rasteqîn, bi projeyên netewî yên di çarçova aqilê hevbeş ê netewî-sîyasî û bi sazîyên netewî yên ku van projeyan bicîh bîne ye. Bi vê bêrîyê lîstin, bikaranîna wê, wek ku wê bicîh tîne xuya kirin xefleteke bi xeter e.
Sipas ji bo ku we bi pirsa xwe derfet da min ku ez nêrînên xwe ragihînim. Hêvî dikim ku di nav hewldanên rasteqîn ên azadîya netewî armanckirî de em bi derdora DENG re pev re bin û ji we re serketinê dixwazim.
Hevpeyvîna Kovara Deng ya bi Fewad Onen re.
Posted in: kurdi

Comments

There are currently no comments, be the first to post one!

Post Comment

Name (required)

Email (not required)

Website

CAPTCHA image
Enter the code shown above:

  
KÜRDİSTANİ PARTİLERİN TEMEL STRATEJİK HEDEFİ KÜRDİSTAN’IN BAĞIMSIZLIĞI VE BİRLİĞİ OLMALIDIR
Fuat Önen
Sırrı Süreyya Önder kimi temsil ederek İmralı-Ankara-Kandil üçgeninde bu kadar tur attı? Önder’in Türkiye’de temsil ettiği bir kitle mi var? Bana göre devleti temsil ediyor. Yapılan yanlış bir işin kof...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1338)


ZİYA GÖKALP ULUSSUZ BİR DEVLETİN İDEOLOGUDUR, İSMAİL BEŞİKÇİ İSE DEVLETSİZ BİR ULUSUN…
Fuat Önen
Ziya Gökalp ulussuz bir devletin ideologudur. İmparatorluk bakiyesinden allokton bir ulus oluşturmaya çalışan, Türk Egemenlik Sisteminin, paralı memurudur. İsmail Beşikçi ise devletsiz bir ulusun, ulusal demokratik haklarını s...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (481)


Üst Aidiyet ve İktidar
Fuat Önen
Geçmişten ders almak, Kürdistan’daki siyasi aktörlerin genellikle uzak durdukları bir eylem türüdür. Modernite öncesi kurumlarımızın (aşiret meclisleri, rîsıpi heyetleri,aşiret konfedereasyonları, mirl...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1026)


Dünya Düzeni, Dünya Devletler Sistemi ve Kürdistan
Fuat Önen
Türk devletinin son Kürdistan seferinin esas nedeni Hemrin dağından Afrin’e görünür hale gelen bu sınırlardır. Güney Batı sınırlarının görünür hale geldiği ve bu sınırlar içinde devletleşmeyi ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1341)


Dr. SaitÇürükkaya için yaptığım konuşma ve bazı yorumlar için açıklama
Fuat Önen
Birkaç gündür Şehid Sait Çürükkaya’nın mezarı başında yaptığım konuşma speküle edilerek, çirkin bir karalama kampanyası yürütülmektedir. Sait Çürükkaya’nın anıs...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1468)


Erbil ziyareti ve İmralı görüşmesiyle ilgili BasHaber röportaji
Fuat Önen
Bölge Başkanı Mesud Barzani müdahil olmaya, devletle HDP arasında bir tür uzlaşma sağlamaya çalıştığında, HDP eş başkanı bu meselenin Türkiye’nin “iç meselesi” olduğunu söyleyerek Başkan Barzan...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3333)


15 TEMMUZ, TÜRK ORDU GELENEĞİNDE İÇKİN OLAN BİR ASKERİ DARBE GİRİŞİMİDİR
Fuat Önen
Türkiye’yi zor günler beklemektedir. Yakındoğu ve Ortadoğu, Üçüncü Dünya Savaşının önemli cephesidir. Bu bölgeler yeniden dizayn edilmeye çalışılmakta. Birinci ve İkinci Dünya savaşları...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1367)


   «   [1]  2  3  4  5  6  7  8  9  »      
DESTPÉK      Tarix-belge      TEVKURD      Aslan Kaya -Baz      Fuad Önen      Media