Fuad Önen
Arîşeyên Şengalê
Fuad Onen
Miletê Kurd têra xwe xwedî dijmin e, tevgera rizgarîya neteweyî ya Kurdistanê ji serî de çar dewletên dagirker ji xwe re kiriye hedef. Ev dewlet li dinyê jî xwedî mutefîk ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (302)


Armanckirina “kongreyeke netewî” ya ku ne li dijî tu dewletan e dibe devjêberdana mafê dewletbûna netewa Kurd!
Fuad Onen
Ev civîna ku berê wek Konferansa Kurdistanê û dûre jîwek Kongreya Netewî ya Kurdan hat binavkirin, li ser tewereya (mihwer) KomaraTirkîyê (KT)-Ocalan-Barzani ketiye rojeva me û çekber...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3892)


Jenosîda domdar û rojhelata nêzîk
Fuad Onen
Di hundir tevgera sîyaseta Kurdîstanê de, di derheq mijara jenosîdê de, fahmekî zelal û muşterek tune. Tesbîtkirna sîyaseta jenosîda li Kurdîstanê, ne tenê tesbîteke ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (5831)


Serxwebûnxwaz û veqetxwazên wê kêm, yekbûnxwazên wê zêde
Fuad Onen
TEVKURD ne koalîsyoneke komikan e, ne jî di wateya teng de rêxistineke partîyî ya ku her kes bi nasnameya xwe ya takekesî tev lê bibe ye. TEVKURD wek rêxistineke bihurînê saz bûye ku d...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (5176)


Axaftina Kongreya Çarem ya Tevkurdê
Fuad Onen
Bayekî xurt ê entegrasyonalîst ji alîyê Tirkan ve ber bi me ve tê. Ev bayê entegrasyonalîst dibe sedemek ku em nikarin karbikin, bi sebeb em li hember wê pêlê têdikoşin. Bayek&ic...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3942)


Axaftina di civîna meclisaTevkurdê
Fuad Onen
Alfabeyek a tevkurdê ya kurt heye. Em mîletek in, welatê me heye bî navê xweyî şêrîn Kurdîstan e. Ev millet li vî welatî divê xwe bi xwe îdare bike
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (4007)


Referanduma tirkan û sîyaseta kurdan
Fuad Onen
Armanca siyaseta kurdistanî ne serastkirina arêzeyên sîstemê ye û ne wezîfeya wê ye ku bifikire û bixebite ji bo ku ev sîstem bi rêk û pêk bimeşe. Tam berevaciya vê, ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (4093)


   «   [1]  2  3  4  »      
  
26

Şiûra dîrokê dibe ku ji her kesî bêtir ji bo Tevgera Azadîya Kurdistanê pêwîst be. Girîng e ku tevgera azadîya me dîyalektîka doh-îro-sibe rast têbigihêje, têkoşîna xwe ya sîyasî li ser vê tewereyê (mîhver) bide rûniştandin.

Dema ku meriv bala xwe dide têkoşîn û daxwazên sîyasî yên ku îro rêxistinên sîyasî yên Bakurê Kurdistanê dikin, meriv bi dijwarî bawer dike ku heta bi bîst sal berê, pêşengên van rêxistinan giştan bi hev re bi dirûşma Kurdistana Serbixwe-Yekbûyî-Sosyalîst sîyaset dikirin. Ev yek rasteqînîya me ya dîroka nêzîk e ku nifşên nuh hay jê tunin û piranîya kadroyên nifşên me jî ji bîr kiriye, hewl dide ku bide jibîrkirin. Rêxistinên Bakur, teva hemû cudatîyên wan ên îdeolojîk, sîyasî jî, xwedî heman ramanê bûn ku armanca stratejîk a li pêş me Kurdistana serbixwe-yekbûyî-sosyalîst bû. Ev yek ji bo me rasteqînîyeke ewqas zelal bû ku her daxwazeke stratejîk a kêmî wê, bi me wek oportunîzm, neteweperwerîya hovber (prîmîtîv, îptîdaî), hewesa hevkarîya kolonyalîstan dihat, di cîh de û bi zimanekî misoger dihat mehkûmkirin.
Piştî pêvajoyeke ku bi jihevketina sosyalîzma Sovyetan dest pê kir, her sê armancên vê dirûşmê jî hêdî hêdî dan alîkî. Kapîtalîzma ku piştî jihevketina Sovyetan xwe-bawerîya xwe vejîyand (teze kir), bi êrîşa globalist îtîbara sosyalîzmê ya li dinyê şikand û rengê ala serhildanê yê sor veguherî bo porteqalî, binefşî û kesk. Rêxistinên me yên Bakur ku di dewreke wisa de derketin dika dîrokê ku li çar alîyê dinyê ala serhildanê bi sor rengandîbû û serhildana xwe ya li tewereya welatparêzîyê wek sosyalîzm tarîf dikirin, girêdayî pêşveçûnên li dinyê jî, armanca sosyalîzmê û sitûna sosyalîst a dirûşma me ya sêpê dan alîyekî, heta ên ku sosyalîst man jî, me armanca Kurdistana sosyalîst bo pêngaveke din a stratejîk hişt. Dema ku meriv ji îro ve lê dinêre, meriv zelaltir dibîne ku her sê pêyên vê dirûşmeya me ya sêpê bi hev re têkildar (peywendîdar) bûn, ne armancên li nik hev rêzkirî, lê armancên di nav hev de û pev re têkildar bûn. Li gel sedemên din, ji ber ku armanca Kurdistana sosyalîst ji rojevê derketiye jî, berê armanca Kurdistana yekbûyî, dûre jî armanca Kurdistana serbixwe ji nav armancên nêzîk derket.
Li Bakurê Kurdistanê dewra ku têkoşîn bi van armancên stratejîk pêşde diket, li perçeyên din stratejîya sîyasî ya ku em dikanin wek xwegerîya (muxtarîyet) demokratîk bi nav bikin serdest bû. Daxwazên Demokrasî bo Iraqê otonomî bo Kurdistanê, Demokrasî bo Îranê otonomî bo Kurdistanê, armancên sereke yên sîyasî bûn. Nuha pêşveçûneke bervacî mijara gotinê ye. Ji alîyekî ve li Bakur ji armanca Kurdistana serbixwe-yekbûyî-sosyalîst ber bi federalîzmê, otonomîyê şûnveçûn heye, li alîyê din li Başûr û Rojhilat ji armanca Kurdistana otonom derbasî armanca Kurdistana federal dibin.
Her çiqas Manîfestoya Kongreya Civaka Demokratîk daxwaza Kurdistana Xweger a Demokratîk dike jî, di daxuyanîyên piştî wê de daxwaza reformeke rejîma îdarî ya Tirkîyê derdikeve pêş û dawxaz ji zemîna welat û cografya Kurd a tê qetandın. Ewên ku berê daxwazên otonomîyê wek neteweperwerîya hovber reş dikirin, nuha armancên sîyasî yên ji Kurdistana otonom jî şûnvetir wek armancên xwe yên stratejîk tarîf dikin, divê ev yek wek îronîyeke dîrokî were notkirin.

ZAGONA PÊŞVEÇÛNA NEYEKSAN (NEWEKHEV)
Rastîya ku ev destpêka kurt derdixe pêş, him di hundir perçeyan de û him jî di navbera perçeyan de pêşveçûneke sîyasî ya neyeksan raber dike. Dema ku em pirsgirêkên perçebûnê gotûbêj dikin, divê em bi baldarî li girîngî û pêkhatina zagona pêşveçûna neyeksan hûr bibin.
Qanûna pêşveçûna neyeksan berê di nav tevgera çep de pir hatiye gengeşîkirin û hîn jî ev zagon tê gotûbêjkirin. Bi navê Lenîn re bikaranîna vê zagonê û îdiakirina ku wî ew vedîtiye ne rast e. Rast e ku Lenîn ev zagon bêtir derxistiye pêş, kişandiye navenda sîstema ramanên xwe. Him di teorîya qulpa qels û him jî di analîzên Partîya Bolşevîk de, meriv dikane bandora vê zagonê bibîne. Dûre di gengeşîyên sosyalîzm li yek welatî de jî ev zagon pir dihat vegotin û di nav van gengeşîyande êdî dihat gotin ku ev zagon taybetmendîyeke kapîtalîzma monopol (yekdest) e, lewra Marx û Engels ew nedîtiye, lê Lenîn ew vedîtiye; ev ne rast e. Her çiqas bi qasî Lenîn dernexistibe pêş jî, Marx jî di analîzên xwe de vê zagonê wek referans bikar tîne.
Li alîyê din, bi dîtina min çewt e ku meriv bibêje ku ev zagon tenê taybetmendîyeke kapîtalîzmê ye. Zagona pêşveçûna neyeksan zagoneke wisa ye ku di pêşveçûna hemû civakan de pêk tê û meriv dikane di pêşveçûna formasyonên sosyo-ekonomîk ên berî kapîtalîzmê de jî wê bibîne. Hîmê vê zagonê ew e ku li erdnîgarîyên cuda, di nav civakên cuda de nakokî û tundîya van nakokîyan cuda ne û ev rasteqînî rê dide pêşveçûna neyeksan a civak û erdnîgarîyan
Vê neyeksanîyê bi kapîtalîzmê dest pê nekiriye, bervacîya wê, kapîtalîzmê ev neyeksanî li ber xwe dîtiye û ji xwe re kiriye niqteya tevgerê. Pêşveçûna neyeksan a kapîtalîzmê bi xwe li ser newekhevîya ku wê dewir sitendiye pêk hatiye. Cudatîyeke kapîtalîzmê ji formasyonên civakî yên berî xwe ew bûye ku di gehîneka yekdest (monopol) de veguherîye bo sîstema dinyê. Veguherîna wê ya bo sîstema dinyê, pêşveçûna neyeksan veguherandiye bo pêşveçûna yekgirtî ya seranserî dinyê jî. Asta ku globalîzasyon gîhaştiyê, encameke vê pêşveçûna yekgirtî ye. Lê belê vê rewşê wek ku globalist îdia dikin, ne neyeksanîya pêşveçûnê û ne jî nakokî û pevketin ji navê rakirine. Nirxandina Trotskî ya ku neyeksanîya pêşveçûna dîrokî ya yekînekên cuda yên civakî, sîyasî û erdnîgarî di nav xwe de jî neyeksan e, girîng e. Di dinya îro de pîvana neyeksanîya pêşveçûna yekînekên cuda jî, ya yekgirtîbûnê jî dîsa neyeksan e.
PERÇEBÛN
Peymana Qesra Şîrîn a 1639an wek destpêka parkirin û perçekirina sîyasî ya Kurdistanê tê dîtin; ev rast e. Sînorê ku bi vê peymanê hat xêzandin, li gel guhertina qismî ya 23.1.1932an, wek sînorê Tirkîye û Îranê maye. Bi vê peymanê li dora %33ê Kurdistanê ketiye bin destê dewleta Îranê, di 1820an de piştî şerê Rûsya û Îranê beşek ji vî perçeyî hat qetandin ku tev li Împeretorîya Rûsyayê bibe. Ji vî alîyî ve, vê peymana ku pêvajoya parvebûnê da destpêkirin û fermî (resmî) kir, girîng e. Lê belê ji ber ku di wê dewrê de sînor derbasokî (sist) bûn, parvebûnên herêmî hebûn, asta netewebûnê şûnve bû, dê rast be meriv bibêje ku rûxandina mezin di dema Şerê Dinyê yê Yekem de û her weha di pêvajoya parvebûn-perçebûna piştî wê de pêk hat.. Kurdistana ku di nav împeretorîyên Îran, Rûsya û Osmanî de parvebûyî ket şer, bu welatekî enîya şer ê girîng. Leşkerên Rûs, Fransî, Brîtanî, Îtalyan, Alman li gel leşkerên Îran û Osmanî li vî welatî cirîd dikirin, navê vî welatî di dîroka şer de derbas nedibû, di hevkêşeya (denklem a) piştî şer de cîhekî vî welatî yê fermî tunebû. Li vî welatî dagirkerîya Rûs, Fransî û Brîtanî li ya Osmanî û Îranê zêde bûye.
Kurdên ku ji Çanakkaleyê heta Hîcazê, ji Sarikamişê heta Mûsilê, ji Mûşê heta Entabê tev li şer bûn, piştî şer rûbirûyî bêtir parvebûn û perçebûnê bûn. Kurdên ku di nav hesabên hemû alîyên şer de cîh digirtin, berdêleke giran ji bo nebûna hesabekî yekgirtî dan. Hesabê herêmî yê Şêx Mahmûd li hemberî hesabên deverê yên hêzên emperyal têk çû, Kurdan nikanîbûn di nav sîstema dewletên nuh avabûyî yên dinyê de cîh bigirtina; parvebûyî, perçebûyî û bê statuyeke sîyasî man. Her çiqas gelek sedemên vê encamê hebin jî, yên herî girîng li hundir tunebûna hesabekî yekgirtî yê netewî û li derve jî pergala nuh a dinyê yan sîstema dewletan ya piştî şer ku ji alîyê serketîyan pêk hatibûn. (Divê em bibînin ku ev sedem îro jî hene. Îro jî pergala dinyê belav bûye, dinya şerê pêkanîna pergaleke nuh dike. Girîngîyeke jîyanî ye ku Kurd di vî şerî de xwedîyê hesabekî yekgirtî yê sîyasî bin, ku hemû perçeyan bixe nav xwe.)
Wek ku tê zanîn yek ji armancên hevalbendan ên şer jî ew bû ku Împeretorîya Osmanî birûxînin û di nav xwe de parve bikin. Ji ber vê yekê, hîn di dema şer de, di 16.05.1916an de bi peymana Sykes-Picot xakên Osmanî yên li Asyayê di navbera Rûsya, Brîtanya û Fransayê de tên parkirin. Bi vê peymanê, xakên Kurdistanê ên di bin destê Osmanî de, di navbera Rûsya, Brîtanya û Fransayê de tên parkirin. Peymana ku hat plankirin di Sibata 1917an de ji bo gotûbêja îtirazên Îtalyayê ku teahudên ji bo tevlêbûna wê ya şer nehatine bicîhkirin, ji ber ku Rûsyayê nikanîbû piştî Şoreşa Rûsyayê ya Sibatê di asta serokwezîr de tev lê bibe, nikanîbû pêk bihata. Her çiqas ji ber ku Bolşevîkan piştî Şoreşa Cotmehê peymanên dizî yên emperyalîstan dîyar kirin û mafên xwe yên ji van peymanan derhatî bikar nehanîn jî, bandora wê di parkirina piştî wê de xuya dibe. Piştî cure bi cure guhertinan, sînorên parvekirinê yên îro bi Peymana Lozanê ya 1923an û ya Anqerê ya 1926an fermî bû. Meriv dikane bibêje ku Komara Tirkîyê ku di 1923an de hat damezirandin, di 1925-26an de cîhê xwe girt û tev li sîstema dewletên nuh bû. (Hinek ji peymanên ku di van salan de hatine îmzekirin ev in: 18.10.1926-Bûlgarîstan, 17.12.1925-Yekîtîya Sovyetan, 22.04.1926-Îran, 30.05.1925- Fransa (Surîye û Lubnan), 05.06.1926- Brîtanya Mezin (Iraq), 01.12.1926-Yûnanîstan. Piranîya van peymanan bi navê “dostanî, ewlehî û hevkarî”yê hatine çêkirin. Lê belê bi taybetî peymanên ku di 1926an de di bi Brîtanya, Fransa, Îran, Iraq û Surîyê re çêbûn, peymanên perçekirin û bêstatu hiştina Kurdistanê ne.)
Bingeha sîsteme dewletan a ku piştî şer hat damezirandin di esasê xwe de ji alîyê dewletên serketî hatiye ferzkirin. Serketîyan xwestin ku serdestîya xwe bi dinyê bidin qebûlkirin û wê bi hiqûqa navdewletî tescîl bikin. Cemîyet-î Aqwam (bi wateya rast Lîga Netewan, Yekîtîya Netewan) wek organa herî bilind a vê sîstemê hatiye dîzaynkirin û bi Konferansa Parîsê ya 1919an hatiye damezirandin. Ev rêxistin, wek ku Komînternê jî gotiye, rêxistineke emperyalîst e. Ev rêxistin, kolonyalîzmê bi navê mandat meşrû dike, parkirina dinyê ya piştî şer hiqûqî dike, di bin serdestîya Brîtanya û Fransayê û ‘çavdêrîya’ Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de ye. Bi vê wateyê, parkirin, perçekirin û bêstatu hiştina Kurdistanê, projeyeke emperyalîst a bi serkêşîya Brîtanyayê ye. Ji her çar dewletên kolonyalîst ên dîyar, Sûrîye û Iraq wek mandatên Fransa û Brîtanyayê bûne dewlet û li dika dîrokê xuya bûne. Hemû teserûfên wan ên li Kurdistanê di bin kontrola xwedîyên wan de ne. Netewa Sûrîye, netewa Iraqê û dewletên wan, eynî wek netewa Tirk û dewleta Tirk ji alîyê navendên emperyalîst ve hatine dîzaynkirin û lihevanîn, û wek ‘rasteqînîyên konkret ên dîrokî’ li me hatine ferzkirin. Komara Tirkîye (KT), bervacîya îdiaya teza dîroka fermî ya Tirk, ne di nav têkoşîna li dijî emperyalîzmê de, lê bi hevkarîya emperyalîzmê û bi ferzkirinên emperyalîzmê hatiye damezirandin.
Li vir a ku rewşa wê nakokbar e YKSS ye. Çartîya Rûsyayê serketîyê şer bû, lê Rûsyaya Sovyetan dibe hedefa hevalbendên wê yên kevn ên serketîyên şer; di avakirina sîstema nuh a dewletan de bê bandor dimîne, ev sîstem hewl dide ku wê hilweşîne. YKSS bi refleksa xweparastinê tev digere û bervacîya Rûsyaya Çartîyê ku hewl dida ku Împeretorîya Osmanî hilweşîne, ji xwe re dike sîyaseteke bingehîn ku hewl bide ku KT ya dûmahîka wê li ser lingan bihêle. Yek ji sedemên ku Şoreşa Sovyetan û YKSSa ku ji gelên bindest re bûbû hêvî, li hemberî têkoşîna azadîya gelê Kurd ê ku gelê herî çewisandî yê Şerê Dinyê yê Yekem bû, bê eleqe dimîne, pirê caran li dijî vê têkoşînê dimîne jî ev e.
ANTÎ-EMPERYALÎZM
Wek encameke wê yêkê ku pêşveçûna neyeksan bi xwe jî neyeksan e, mijara antî-emperyalîzmê di têkoşînên azadîyê yên perçeyên cuda yên welatê me de, di astên cuda de ketiye nav rojeva me. Di heman perçeyî de jî, di dewrên cuda de di astên cuda de bûye xwedî-girîngî, di çel salên dawî de herî pir li Bakur rojeva me dagir kiriye. Sedema sereke ya vê yekê ew e ku Tirkîye endama NATOyê ye, projeya KT projeyeke rojava ya emperyalîst e, ji alîyê Rojavayîyan ve hatiye damezirandin û ji alîyê wan ve tê parastin, û her wisa li Bakur serdestbûna ramana çepgir a sosyalîst e ku di dewra 1968-90an de serdest bû. Mijara têkilîya antî-emperyalîzm û sosyalîzmê jî him li dinyê û him jî li welatê me pêwîstî bi gengeşî û şîrovekirinê heye. Ji vê jî girîngtir, pirgirêkeke me ya girîng e ku tevgera azadîya Kurdistanê ya piştî 1968an antî-emperyalîzm bi awayê ‘çep’ê Tirk û Tirkî îdraq kiriye. Ramana ku ne bi dirûşma Kurdistana Serbixwe lê bi dirûşma Tirkîyeya Serbixwe têkoşînê bike, encameke vê seqetîyê ye.
Mijara têkoşîna antî-emperyalîst di nav têkoşîna sosyalîst de mijareke taktîk e ku piştî Şoreşa Sovyetan ketiye rojeva sosyalîzmê. Ev têgîna ku di serî de wek mijareke taktîk ket rojeva sosyalîzmê, bi taybetî di dewra Stalîn û piştî wê de, êdî wek mijareke stratejîk hat îdraqkirin. Divê li vir meriv ji bîr neke ku têkoşîna li dijî dewletên emperyalîst û antî-emperyalîzm têgînên cuda ne. Meriv dikane ne antî-emperyalîst be, heta bi mebestên emperyalîst jî li dijî hinek dewletên emperyalîst têkoşînê bike, şer bike. Piştî Şoreşa Cotmehê ya 1917an, şoreşa proletaryaya Rojava, bi taybetî ya proletaryaya Almanyayê wek garantîya sereke ya desthilatîya Sovyetan dihat dîtin. Piştî ku li Rojava pêla şoreşê şûnve kişîya, ji bo li ser lingan hiştina desthilatîya Sovyetan li îmkanên nuh gerîyan, têkoşîna rizgarîya gelên bindest bi vê wateyê bû xwedî girîngî.
Divê em bêyî ku ji bîr bikin ku sosyalîzm wek prensîp piştevanê têkoşîna azadîya bindestan e, vê rasteqînîya reel-politik tesbît bikin. Ji ber vê tengijîna sîyaseta rasteqîn e ku Lenîn dirûşma ‘Karkerên hemû welatan yekûdu bigirin’ guherandiye bo ‘Karkerên hemû welatan û gelên bindest yekûdu bigirin’ û her weha Kongreya Gelên Rojhilat a Yekem di 1920an de civîyaye. Bi rastî jî nikanîbûne Kongreya Gelên Rojhilat a Duyem saz bikin. YKSS ya ku hêmana damezrêner a pergala nuh a dinyê ya ku piştî Şerê Dinyê yê Duyem hat pêkanîn bû, ev têkilîya ku di serî de wek mijareke taktîk dihat dîtin, hilkişand bo asteke stratejîk, hewl da ku astengên teorîk ên li ber vê yekê jî bi tezên ‘Awayê Pêşketinê ya ne Kapîtalîst’ derbas bike.
Antî-emperyalîzma bêyî antî-kapîtalîzm piştî hilweşîyana Sovyetan aktuelbûna xwe wenda kir. Pêşrewa (îluzyon) antî-emperyalîzma bêyî antî-kapîtalîzm di dema hebûna sîstema sosyalîst de jî gengeşîbar û wek ku pêşveçûnan îspat kir, çewt bû, di dinya me ya îro de bi tevayî bê wate ye. Xaleke balkêş jî ew e ku ev prensîp tenê dema ku dinyaya Kurd dibe mijara gotinê tê bibîranîn. Mafê gelê Fîlîstîn ê damezirandina dewleta xwe bi şerdê antî-emperyalîstbûna Rêxistina Rizgarîya Fîlîstînê (RRF) nayê girêdan. Nayê dîtin ku kesek bi hênceta vê prensîpê li dijî dewletên nuh ên ku li Balkanan ji alîyê dinya emperyalîst bi serkêşîya DYA hatin damezirandin jî rawestiyaye. Çawa dema ku dewletbûna Kurdan dibe mijara gotinê, îdiaya bidawîhatina dewra netew-dewletan derdixin pêş, prensîpa antî-emperyalîst jî tenê li Têkoşîna Azadîya Kurdistanê tê ferzkirin. Bi dîtina min sedema ku ev rewş li Bakur belav e ew e ku Kemalîzma di nav Çepê Tirk de vehewandî dîsa bi navbervanîya Çepê Tirk dikeve nav Çepê Kurd. Pêwîstîya gelê Kurd ê ku welatê wî ji alîyê emperyalîstan ve hatiye par û perçekirin bi temî û şîretên tukesî yên antî-emperyalîzmê tuneye. Di dinyaya me de ku globalîzasyon lê bi lez bûye, divê meriv li ser mijara ku Tevgera Azadîya me wê bi aktorên sîyasî yên li dervê xwe re çi hevkarîyan saz bike, wek mijareke taktîk a hesabê yekgirtî yê netewî raweste.

PERÇEBÛN, PÊŞVEÇÛNA NEYEKSAN Û BÊDENGÎYA BI NALET
Par û parçekirin û di bin serdestîya yekînekên cuda yên sîyasî de hiştina Kurdistanê, neheqîyeke dîrokî ye, yek ji sûcên li dijî mirovatîyê ye. Di lîteratura me ya welatparêz de li ser vê neheqîya dîrokî pir hatiye rawestan, wek astenga herî bingehîn a li ber têkoşîna me hatiye tesbîtkirin, gazin û îtiraz hatine kirin. Dinyayîyên ku rabûna sînorê di navbera Almanya Rojhilat û ya Rojava de li ser navê azadîyê bi çepikan pêşwazî kir, veguherand bo cejnekê, divê bên rûreşkirin ji bo vê bêdengîya wan a bi nalet li hemberî perçebûna bêtir bi êş û jan a Kurdistanê.
Lê belê divê em her weha bibînin ku ev ne tenê neheqîyeke dîrokî ye, ev neheqî hîn dom dike, bi vê wateyê ew rasteqînîyeke dîrokî û aktuel e. Her weha tesbîtkirina pirsgirêkên ku ev rewş di Têkoşîna Azadîya me de pêk tine û dîtina rêyên çareserîyê jî erk û vatinîya me ye. Perçebûnê, pêşveçûna neyeksan a ku wek civakên din ên dinyê li civaka Kurd jî heye, bi awayekî geometrîk zêde kiriye, dînamîka nav Kurdistanê felc kiriye, vehûnana wê ya navxweyî rûxandiye. Ev rewş him ji ber sînorên xêzandî û him jî ji ber wê yekê ye ku kolonyalîstên Kurdistanê xwedî şaristanî, ol, paradîgmayên sîyasî yên cuda ne. Brîtanya û Fransa herdu jî dewletên xwedî sîstemên cuda yên serwerîyê û pratîkên cuda yên kolonyalîzmê ne. Pratîkên cuda yên van dewletan ku perçeyên Başûr û Başûrê Rojava bi destê mandatên xwe û bi awayên xwe birêve dibin, pêşveçûna neyeksan a di navbera van perçeyan de lezandiye. Dema ku Iraq û Sûrîye veguherîn bo dewletên serbixwe, vê care jî paradîgmayên wan ên kolonyalîst ên cuda pêşveçûna neyeksan ji cîhê lêmayî domandiye. Heman tişt him ji bo Îran û Osmanîya di dewra împeretorîyê de, û him jî ‘komarên’ Îran û Tirkîye yên piştî wê jî derbas dibe.
Li her alîyê dinyê, kolonyalîst dînamîkên navxweyî yên kolonîyên xwe wêran dikin, hewl didin ku wan bişibînin xwe, bi xwe ve girêdin. Ev pêvajo li Kurdistana ji sîstemên cuda yên kolonyalîstên cuda re hiştî girantir pêk hatiye. Li Bakur, Sîstema Serwerîya Tirkîyê ya îcada Rojava, rojavayî û koalîsyona bêwelatan; li Rojhilat, berê Pehlewîya alîgira Rojava, dûre Sîstema Serwerîya Îranê ya Îslamî û rojhilatî; li Başûr, sîstemên serwerîyê yên Beasîstên Pan-Arabîst vehûnan û tevna navxweyî ya Kurdistanê ji hev xistine. Dema ku bi ser vê de, sînorên çêkirî yên ferzkirî jî pêşî li komunîkasyona navxweyî ya civaka kurd digre, tabloyek naye ragirtin derdıkeve holê.
Civaka Kurd, di warên sîyaset, çand, ziman û jîyana civakî de ji hev bîyanî bûye, cuda bûye, ketiye nav maşika pêşveçûna neyeksan. Ji ber vê yekê ye ku Kurd ketine rewşekê ku heman zimanî bi sê elfabeyên cuda binivîsin. Li alîyekî gelek netewe zimanên cuda bi heman elfabeyê dixwînin û dinivîsin, li alîyê din em heman zimanî bi sê elfabeyên cuda dixwînin û dinivîsin û lewra bi zehmetî hevdu fahm dikin. Lewra li Kurdistanê gelek sîstem û normên hiqûqê yên cuda tên bicîhkirin. Hiqûqa ‘medenî’ ya Rojavayî ya Tirka, hiqûqa ‘şerîet’ê ya Îrana Îslamî, hiqûqa Erebê Beasîst li Kurdistanê hiqûqên serwer in. Li gel wan, normên hiqûqê yên nefermî (xeyrî resmî) dîsa yên netewên serdest, her çiqas bandora xwe kêm dibe jî, hiqûqa eşîrên Kurd a qedîm. Bawer nakim ku gelekî din li dinyê hebe ku di nav tevlihevîyeke hiqûqî ya bi vî rengî de bijî.
Di warê bawerîyên olî (dînî) de jî heman tevlihevî didome. Li Rojhilat bawerîya Şîa ya Îranê, li Bakur bawerîya Henefî ya Tirk ya qaşo sekuler (laîk), li Başûr tevlihevîya bawerîya Îslamî ya Ereb û sekulerîzma Beasîst, li Başûrê Rojava tevlihevîya bawerîya Îslam a Ereb, dûre jî bawerîya Alewî ya Ereb, sazûmana bawerîya olî ya civaka Kurd ji hev xist, bû sedema tevlihevîyeke bawerîya di nav civakê de û di warê bawerîya olî de jî pêvajoyeke neyeksan û ya ji xwe bîyanîbûnê pêk hat. Mînaka herî balkêş a vê yekê, trawmaya ku bi serê Alewîyên Kurdistanê de hatiye. Alewîtîya yek ji bawerîyên qedîm ên Kurdan ji alîyê Sîstema Serwerîya Tirk ve hat veguherandin bo awayekî bawerîya Asyaya Navîn; êdî Alewî wek Tirkên Musliman ên ku li tembûlê dixin hatin tarîfkirin. Lê belê hîn di sala 1925an de, rapora ku ji alîyê desteya di bin serokatîya Ebdulxaliq Renda de hat amadekirin, ev tesbît dikir, “Eşîrên Tirk ên li Dêrsimê ji ber ku Alewî ne xwe wek Kurd qebûl dikin.
Qada jîyana aborî (ekonomîk) jî bi vê wateyê xwedî neyeksanîyên kûr e. Li Kurdistanê ji têkilîyên berkêşanê (hilberîn) yê ji civaka komunal mayî heya têkilîyên berkêşanê yên kapîtalîzma yekdest (monopol), gelek têkilîyên berkêşanê yên cîhêreng tên dîtin. Di destpêka nivîsê de min qala pêşveçûna neyeksan a di warê sîyaset û daxwazên sîyasî de kiribû. Dîsa pêwîstîya ku mijara antî-emperyalîzm û hevalbendîyên derve li perçeyên cuda, cuda were nirxandin jî rasteqînîyeke din e ku heman rewş ferz dike. Heke meriv bi kurtî bibêje, pêşveçûna neyeksan a li Kurdistanê ku di nav perçebûnê de pêk tê, pirsgirêka bingehîn a Şoreşa Kurdistanê ye, ji ber ku divê ew şoreş, yekîtî û serxwebûna Kurdistanê wek mafekî dîrokî bihesibîne.
PERÇEBÛN Û KONFERANSA KURD
Konferans an kongreyeke hevbeş ku ji hemû perçeyan rêxistinên Kurd, kesayetîyên welatparêz tev lê bibe, divê armanc û xeyala her şoreşgerekî Kurdistanê be. Divê ev konferans bibe konferansek wisa ku em ew kesên ku mecbûr mane li perçeyên cuda yên welatekî perçebûyî têkoşîna azadîyê didin, astengên li ber azadîya netewa xwe, serxwebûna welatê xwe gengeşî bikin, li rê û awayên çareserîyê bigerin, hewl bidin ku koordînasyona têkoşîna bi hev re li perçeyên cuda saz bikin.
Divê konferans li dor tewereya pirsgirêkên perçebûnê û çareserîyên wê bê raman û rêxistinkirin. Li gora derfet û tercîhan, konferans dikane li Rojhilat, Rojava, Bakur, Başûr, li derve yan nav welêt be; nehênî yan vekirî be. Heke mumkun be, meriv tercîh dike ku li Başûr û vekirî be. Divê hemû rêxistin, ronakbîr û kesayetîyên welatparêz ên Kurd û Kurdistanî yên ku tên zanîn ku bi armancên jorîn girêdayî ne û ew daxuyanî kirine tev li konferansê bibe. Divê tenê Kurdistanî tev li konferansê bibin, divê di konferansa yekem de em xwe bi xwe bin. Divê yek ji mijarên sereke yên konferansê ew be ku em li derve bi kê re û çawa têkilî çêbikin û heke pêwîstî hebe, divê dostên me yên ‘derve’ dûre ji bo civînên hevbeş ên piştî wê bên vexwendin. Divê bê armanckirin ku ji konferansê yekîtî yan jî qet nebe organeke koordînasyonê derkeve.
Divê Konferansa Kurd ku van mehên dawî tê gengeşîkirin bi vê perspektîvê bê nirxandin. Vexwendîyên konferansê û berfirehîya wê heta nuha nehatine daxuyanîkirin, lewra vê gavê, meriv tenê dikane li gora agahîyên ku çizirîne medyayê şîroveyan bike. Li gora ku ji van agahîyan tê fahmkirin, konferansa mijara gotinê wê bi beralîkirina DYA, di navbera birêvebirên Başûr, birêvebirên KT û birêvebirên PKK-DTP de bê sazkirin. Tê fahmkirin ku ji Tirkîyê jî hinek ronakbîrên ‘serbixwe’ yên Kurd, yên Tirk tev li vî karî dibin. Ramana ku birêvebirên KT ya kolonyalîsta perçeyê herî mezin (%42) ê Kurdistanê wek beşdar an çavdêr tev li Konferansa Kurd bibe, mejîxwarin e. Bê guman desteyeke ku ev konferans tayîn bike, yan jî sazîyeke ku konferans pêk bîne, dikane bi birêvebirên KT re jî bipeyive, lê belê li konferanseke ku li ser van tiştan biryar bê dayin, çi karê birêvebirên KT dikane hebe?
Li gora agahîyên ku digihêjin, tê fahmkirin ku xala bingehîn a konferansê bêçekkirina PKK ye. Bê guman di konferanseke ku PKK jî tev lê bibe de, meriv dikane li ser têkoşîna çekdar a PKK, KOMELA, PDK Îran û heke hebe wekî din rêxistinên Kurd ên ku têkoşîna çekdar birêve dibin raweste û heke meriv li hev bike, pêwîstî jî hebe, meriv dikane temîyê (şîret) li van rêxistinan bike ku têkoşîna çekdar rawestînin. Lê belê dema ku çaralîyê Kurdistanê (Kerkûk jî di nav de) di bin dagirkerîya leşkerî de be, heke meriv ji çek tenê çekên mutewazî yên di destê partîzanên Kurd de fahm bike, ev jî dibe mejîxwarineke din.
Heke agahîyên ku digihêjin rast bin û ku konferans li ser vî hîmî be, navê wê Kurd be jî, konferans ê bibe konferansa Tirk û DYA. Konferansa ku hêzên welatparêz ên welatekî çaralî di bin dagirkerîya çekdar de saz bikin, divê çavê xwe bera çekên di destê partîzanên xwe de nede.
Dawîyê meriv dikane wan kambaxîyên ji ber pêşveçûna neyeksan a perçeyan li pêş çav bigire û bipirse, gelo armanca yekîtîya netewî, kongreya netewî, yekîtîya perçeyan di van şerd û mercan de çiqasî rasteqîn (realîst) e? Dema ku meriv li bersîva vê pirsê digere, divê meriv li rasteqînîyeke (realîte) din, li pêvajoyên cuda yên întegrasyona perçeyên cuda jî binêre; ew jî qet nebe bi qasî yên jorîn girîng e.
Li ser Kurdistanê, yek ji armancên sereke yên kolonyalîstan jî ew bûye ku taybetmendîyên gelê me yên wek civakeke Kurd birûxînin û Kurdan întegreyî civaka serdest bikin. Ev mekanîzmayên întegrasyonê hemû alîyên jîyanê dinixumînin. Bi salan e ku li qadên jîyanê yên aborî, sîyasî, çandî û civakî mekanîzmayên zorê yên ku me ji kirasê me derdixin, tên bikaranîn. Divê em bibînin ku him pêşveçûna van mekanîzmayên îradî û him jî ya kapîtalîzmê, li perçeyên cuda di astên cuda de, Kurd întegreyî sîstemên serwer kirine û di vî karî de pêşde ketine. Li vir divê pêşveçûnên li Başûrê Kurdistanê cuda bên nirxandin. Piştî pêşveçûnên ku di 1991an de dest pê kir û di 2003an de teşeyekî taybetî pêk anî, li vî perçeyê welatê me di rêya pêkanîna civaka xwe ya sîyasî de gavên girîng hatin avêtin. Divê ev gav wek destxistîyên hemû perçeyan bên dîtin. Her weha, ji ber ku di seranserî sedsala 20an de têkoşîna azadîya netewî ya vî perçeyî li gora perçeyên din jîndartir bûye, pêvajoya întegrasyonê bi qasî perçeyên din pêşve neketiye. Rewşa herî kambax a întegrasyona bi sîstema serwer, li perçeyê bakurê welatê me pêk hatiye. Sîstema Serwerîya Tirk di armanca xwe ya ku Bakurê Kurdistanê bike herêmeke Tirkîyê, gelê Kurd bike perçeyekî netewa Tirk/Tirkîyê de, bi mekanîzmayên xwe-taybet mewzîyên girîng bidest xistine. Rewşa ku Kurd di qadên aborî, civakî û çandî de xwe wek perçeyekî Tirkîyê dibînin, wanî tarîf dikin, gîhaştiye asteke wisa ku welatparêzan dixe nav fikaran. Yek ji sedemên ku meyla întegrasyonîst di deh salên dawî de di nav Têkoşîna Azadîya Kurdan de xurt bûye jî ev e. Wek rûdana vê pêvajoya întegrasyonê, li Bakur sîyaseta întegrasyonîst a ‘Tirkîyeyîbûn’ê serdest bûye. Em dizanin ku her çiqas ne di vê astê de be jî, li perçeyê rojhilatê welatê me jî ev pêvajoya întegrasyonê didome. Li perçeyê başûrê rojava, întegrasyon li gora hilbûn û dabûnên sîstema wê derê, kêm û zêde bûye.

Dema ku meriv van giştan li pêş çav digire, mumkun dibe ku meriv bibêje ku armancên yekîtîya netewî, kongreya netewî, yekîtîya perçeyan ne armancên ‘rasteqînî’ (realîst) in. Di têkoşîna sîyasî de mijara rasteqînîyê jî gengeşîbar e. Wek pireke siratê ye ku alîyekê wê reel-polîtîkerî, alîyekî wê jî dogmatîkbûn, apolîtîkbûn e. Pêwîste ku em ne çavên xwe ji vê rasteqînya(realiteya) heyî re bigrin û ne jî ji vê rasteqînyê re teslîm bivin. Di vê mijarê de min helwesta xwe di nivîseke berî vê de jî dîyar kiribû, wek ku Lenîn gotibû: “Bila kesên din li teneka rasteqînîyê bidin, em hewl bidin ku xeyalên xwe bikin rasteqînî (bicîh bikin)”.
Posted in: kurdi

Comments

There are currently no comments, be the first to post one!

Post Comment

Name (required)

Email (not required)

Website

CAPTCHA image
Enter the code shown above:

  
Üst Aidiyet ve İktidar
Fuat Önen
Geçmişten ders almak, Kürdistan’daki siyasi aktörlerin genellikle uzak durdukları bir eylem türüdür. Modernite öncesi kurumlarımızın (aşiret meclisleri, rîsıpi heyetleri,aşiret konfedereasyonları, mirl...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (348)


Dünya Düzeni, Dünya Devletler Sistemi ve Kürdistan
Fuat Önen
Türk devletinin son Kürdistan seferinin esas nedeni Hemrin dağından Afrin’e görünür hale gelen bu sınırlardır. Güney Batı sınırlarının görünür hale geldiği ve bu sınırlar içinde devletleşmeyi ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (645)


Dr. SaitÇürükkaya için yaptığım konuşma ve bazı yorumlar için açıklama
Fuat Önen
Birkaç gündür Şehid Sait Çürükkaya’nın mezarı başında yaptığım konuşma speküle edilerek, çirkin bir karalama kampanyası yürütülmektedir. Sait Çürükkaya’nın anıs...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (784)


Erbil ziyareti ve İmralı görüşmesiyle ilgili BasHaber röportaji
Fuat Önen
Bölge Başkanı Mesud Barzani müdahil olmaya, devletle HDP arasında bir tür uzlaşma sağlamaya çalıştığında, HDP eş başkanı bu meselenin Türkiye’nin “iç meselesi” olduğunu söyleyerek Başkan Barzan...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2770)


15 TEMMUZ, TÜRK ORDU GELENEĞİNDE İÇKİN OLAN BİR ASKERİ DARBE GİRİŞİMİDİR
Fuat Önen
Türkiye’yi zor günler beklemektedir. Yakındoğu ve Ortadoğu, Üçüncü Dünya Savaşının önemli cephesidir. Bu bölgeler yeniden dizayn edilmeye çalışılmakta. Birinci ve İkinci Dünya savaşları...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (927)


DERBEYA NÎVÇOMAYÎ û TÊKÇÛYÎ
Fuat Önen
Di hundirê dewleta Tirkiyeyêde şer herdem hebûye û ticarî ev dewleteke nebûye dewleteke yekpare. Artêşatirkan (TSK) ji xwe wek partiya hêzên şekdar yên Tirkan tevdigere. Artêşekepol&ic...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1039)


Ulusal birlik için ulusal hedef gerek
Fuat Önen
Normal savaş mantığı içinde bakarsak hendekler sınıra konulur. Ülkenin coğrafyası hendekler üzerinden çizilir. Kısmen Güney Kürdistan’da kazılan hendekler buna bir örnektir. Yani Güneyliler, Kürd...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1452)


   «   [1]  2  3  4  5  6  7  8  »      
DESTPÉK      Tarix-belge      TEVKURD      Aslan Kaya -Baz      Fuad Önen      Media