Fuad Önen
TÊKÇÛNA ŞERÊ CEBHEYA KERKÛKÊ
Fuat Önen
Şerê li cebheya Kerkûkê rû da, bersîva dewletên dagirker û parêzerên sistemê ye. Di vê cebheyê de em têkçûn. Berpirsê vê têkçûyi...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (68)


YEKÎTÎYA KURDAN Û YA PARTÎYÊN KURDAN JI HEV CUDA NE
Fuat Önen
Di nav tevgerên rizgarîya neteweyî de kesî bi qasî tevgera rizgarîya neteweyî ya Kurdan nîqaşên teorîk nekiri ye. Em di nivîsarên Ho Shi Min, Amilcar Cabral, Mahatma Ghandi, Fide...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (585)


TC ÇIMA JI YEKÎTÎYA AXA ROJAVAYÊ KURDISTANÊ DITIRSE?
Fuat Önen
Ez ne di wê bawerîyê de me ku TC yê karibe Efrînê dagir bike û li wir pêşî li Kurdan bigire. Bi sedem ku TC nikare bakurê Kurdistanê wek berê bi rêve bibe, anuha her nav&cc...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (372)


REFERANDOMA SERXWEBÛNA KURDISTANÊ
Fuat Önen
Serxwebûna Kurdistanê di herêma Rojhelata Nêzîk de şoreşek e û ew ê nîzama dagirker hilweşîne. Ji ber vê yekê her çar dewletên dagirker; di serî de jî dewleta ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (487)


SERXWEBÛNA BAŞÛRÊ KURDİSTANÊ GENGEŞÎYÊN Dİ NAV ŞÎA Û SUNEYAN DE ŞENGAL Û HÎLALA ŞÎA RIZGARBÛNA ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
Fuat Önen
Em nizanin ku bi çi sedemê rê lê vekirin ku hêzên Haşdî Şabî têkevin hin deverên Şengalê û ew van deveran “rizgar” bikin. Hêza pêşmergeyan heye ku her bi...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (453)


Arîşeyên Şengalê
Fuad Onen
Miletê Kurd têra xwe xwedî dijmin e, tevgera rizgarîya neteweyî ya Kurdistanê ji serî de çar dewletên dagirker ji xwe re kiriye hedef. Ev dewlet li dinyê jî xwedî mutefîk ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1026)


Armanckirina “kongreyeke netewî” ya ku ne li dijî tu dewletan e dibe devjêberdana mafê dewletbûna netewa Kurd!
Fuad Onen
Ev civîna ku berê wek Konferansa Kurdistanê û dûre jîwek Kongreya Netewî ya Kurdan hat binavkirin, li ser tewereya (mihwer) KomaraTirkîyê (KT)-Ocalan-Barzani ketiye rojeva me û çekber...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (4357)


   «   [1]  2  3  4  5  »      
  
19

Koma Xebatê ya Netewî ya Demokratîk a Kurd (KXNDK) di 24.12.2006an de li Ruhayê civîneke herêmî saz kir.

KXNDK înîsîyatîveke sîyasî ye ku rasteqînîya netew-welat a gelê Kurd ji xwe re dike bingeh, tesbît dike ku pirsgirêk ji înkarkirina mafê gelê Kurd ê self determînasyonê dertê, çareserîyê jî di bicîhanîna vî mafî de dibîne. Di kongreya ku di Gulana 2007an de li dar xist de, navê xwe kir Tevgera Netewî ya Kurd (TEVKURD). Ez yek ji vexwendêrên civîna Îlona 2005an a ku ji damezirandina wê re bû wesîle me. Ez di dema KXNDK de aktîvîstê vê tevgerê bûm, di dema TEVKURD de jî endamê meclîsê û komîteya birêvebir im.
Tevgera me xwedî têgîhaştineke sîyasî ye ku meşrûîyeta xwe ya di qada vekirî de ji mafdarîya têkoşîna azadîya gelê me werdigire. Prensîpa bingehîn a tevgera me ew e ku bê bawerkirin û ji bo wê têkoşîn bê kirin ku netewa Kurd jî wek hemû netewên din ên dinyê xwedîyê mafê bi xwe biryardayinê (self determînasyon) ye, layîq û şayanî vê ye û vê heq dike. Ji ber ku me ev prensîp ji xwe re kiriye bingeh, pluralîzm, şefafbûn, pirdengî, pirrengî di nav têgîhaştina me ya xebatê de cîh girtiye. Em bi ‘wek xwe bûn' û ‘wek xwe mayin'ê sîyasetê dikin. Em guh nadin sîyaseta taqîye. Di têkoşîna azadîya gelê me de gotina me heye ku em bikin û em wê di her qadê de vekirî û eşkere dibêjin.
Sîstema Serwerîya Tirk li ser înkar û îmhakirina rasteqînîya netew-welatê gelê Kurd hatiye damezirandin. Ji lew re di hiqûqa Sîstema Serwerîya Tirk de Kurdistan û gelê Kurd tuneye. Her weha di nav vê hiqûqê de derfeta ku em wek xwe bimînin û sîyasetê bikin jî tuneye. Li Tirkîyê legalîte ‘Tirk' e, xebata di vê qadê de tenê bi ‘wek Tirk xuyabûn'ê mumkun e. Di hiqûqa tirkan ya fermî de em tune ne. Li welatê me bixwe hiqûqa me, resmiyeta me tune ye. Hebûna me ya fermî sipartî derewa ye. Têkilîya di navbera hebûna me ya dîrokî, civakî û heye hesibandina me ya fermî de dereweke zirecêb e. KXNDK û wek dûmahîka wê TEVKURD îtiraza li dijî vê derewê ye. Daxwazeke resmîyeta li gora rasteqînîyên dîrokî, civakî ye, ne dîrok û civakeke li gora resmiyetê adaptekirî . Di têkoşîna me ya azadîyê ya 150 salî de, her çiqas cîhekî wê yê bi sînor û mutewazî hebe jî, lêgerîneke nuh û girîng e.
Civîna Ruhayê
Hem KXNDK û hem jî wek dûmahîka wê TEVKURD, li gelek bajaran civînên herêmî saz kirine. Yek ji van civînên ku bi armanca gengeşîkirin û bernamekirina bingeh û metodên xebatê yên yekîtîyê tên sazkirin jî di 24.12.2006an de li Ruhayê hat pêkanîn. Wek gelek civînên din, ez tev li vê civînê jî bûm ku li ser pirsgirêkên têkoşîna me ya azadîyê û çareserîyên wan nêrînên xwe bi beşadaran re par bikim. Civîna Ruhayê ku têde li ser pirsgirêkê, tarîfkirin û pêşniyarên çareserîyê yên cuda hatin îfadekirin, bû platformeke pirdeng, berdar û medenî. Hem guhdar û hem jî axaftvanan gotinên ku çewt didîtin bi awayekî gîhaştî û rêzgirtin pêşwazî kirin. Ev gîhaştîbûn di polemîkên ku dereca rexnekirinan zêde dibûn de jî dom kir, beşdar heke tev li nêrînên ku dihatin îfadekirin nebûna jî, li gora prensîpên KXNDK ku “cudatîyên me dewlemendîya me ne, em ê çanda pev re jîyanê pêşde bixin” tev gerîyan. Ji ber vê yekê ew îdiaya ku birayê min Mehmed Aydoğdu di zabita lêpirsînê de gotiye “…Dema ku min got silaba Xwedê li ser we be, bi min kenîyan.” buxtan e. Dîsa îfadeya birayê min Mehmed Kemal Uğuzlu ku meriv dide fikirandin ku ji alîyê lêpirskaran ve hatiye dîktekirin, a ku “…axaftvanên din axaftinên ku gel bi kîn û dijminatîyê tehrîq bikin kirin.” buxtan e. Nabe ku meriv li salonê mucahît be, lê di lêpirsînê de muxbîr be. Ev yek ne li gora ol (dîn), wîcdan û exlaq e. Beşdarên civînê jî, aktîvîstên KXNDK jî mirovên medenî yên ji aîdîyet û xesasîyetên cuda yên olî, sîyasî, îdeolojîk û rêxistinî ne; civîn jî di vê atmosfera medenî de hatiye pêkanîn.
Qaşo ye yan rasteqîn e?
Ev doz doza qaşobûn û rasteqînbûnê (sahîhbûnê) ye. Karl Marx, dibêje ku “heke xuyabûn û rastî yek bûna, dê pêwîstî bi tu zanistîyan nemaya”. Heke xuyabûn û rastî yek bûna, dê dewlet, dadgeh û sîyaset jî ne pêwîst bûna? Divê bê niqaşkirin. Lê belê li Ruhayê dê pêwîstî bi darizandineke bi vî rengî nemaya. Gotina qaşo (xwedêgiravî) bi xwe lihevnekirina xuyabûn û rastîyê nîşan dide; di ferhengan de wisa tê tarîfkirin: “Her çiqas di rastîyê de ne wisa be jî, wisa bê gotin, wisa bê îdiakirin an zanîn.” Îdianame jî bi vê têgînê dest pê dike: “Li bajarê Ruhayê di 24.12.2006an de, li hola konferansê ya hotela Harran li Saray önü caddesi pêkhateya bi navê qaşo Koma Xebata Netewî ya Demokratîk a Kurd …”. Heman têgîn di nivîsên daîra walîyê Ruhayê, yên midûrîyeta ewlekarîya wîlayetê de ku dixwazin ku civîna me bê şopandin û bi kamerayê bê qeydkirin û di biryara dadgeha sulh ceza a 2. a wîlayeta Ruhayê de jî derbas dibe.
Tenê di du rewşan de mumkun e û rast e ku meriv ji bo rêxistinekê, sazîyekê yan tiştekî, têgîna “qaşo” bikar bîne. 1- Rêxistin, sazî, tişt an têgîna navgotî ne xwedîyê taybetmendîyên ku bi rasteqînîyan re hene, lê dîsa jî wek ku wisa be îdia dike. 2-Îdiayek bê kirin ku hemberîya wê di jîyana rasteqîn de tunebe, an jî ji taybetmendîyên ku hene tên hesibandin bêpar be.
Wê gavê, wîlayeta Ruhayê, midûrîyeta ewlekarîyê, dadgeha sulh ceza ya 2. û dozgerê dadgeha we, dema ku dibêjin qaşo KXNDK, çi qest dikin? Ji bilî KXNDKa ku em damezrêner û birêvebirên wê ne, KXNDKyeke rasteqîn heye ku ji bo ya me “qaşo” tê gotin? An jî di tarîfkirinên me yên ji bo koma me de taybetmendîyên wisa hene ku ev sazîyên dewletê napejirînin, di jîyana rasteqîn de hemberîyên wan tunin? ‘Dîyar e ku têgîna “qaşo” ne ji bo van sedeman, lê ji bo peyva Kurd a di navê koma me de tê bikaranîn. Bi salan e ku her tiştekî aîdî Kurdan ji alîyê îdeolog, sîyasetvan û dadgehên Sîstema Serwerîya Tirk (SST) ve bi peyva ‘qaşo' tê piçûkxistin û wisa tê bikaranîn. Di beşeke axaftina xwe ya civîna Ruhayê de, min bersîv da vê heqareta li me û di kesayetîya me de li gelê Kurd. Em hînî derblêdana ‘qaşo' ya di vê hevokê de bûne, lê hînbûna me li ber îsyana me nabe asteng, divê muxetabên me jî hînî vê îsyana me bibin. Di axaftina civînê de, gotinên min ên li ser vê yekê û beşa ku dozgerîyê pişta xwe dayê ev e:
“Min biryara dadgehê xwend. Dema ku qala koma me dike, dibêje, ‘ qaşo Koma Xebatê ya Netewî ya Demokratîk a Kurd'. Li vir ev peyva ‘qaşo' ji bo peyva Kurd a di navê Koma me de hatiye bikaranîn. Nûner û îdeologên SST, li her dera ku peyvên Kurd û Kurdistan dibînin, peyva ‘qaşo' jî bi pêş wan ve dikin. ‘Qaşo netewa Kurd', ‘qaşo Kurdistan', ‘qaşo dewleta Kurd', ‘qaşo ala Kurdan' û hwd. SSTya ku sîstema înkar û îmhayê ye, her tiştekî aîdî Kurdan sûnî raber dike û bi peyva ‘qaşo' piçûk dixe. Divê em li hemberî vê îsyan bikin, ez îsyan dikim.”
Dozname bi heqareta li me û gelê me dest pê dike
Dozgerîya ku mehzûrê tê de nabîne ku bi heqareta li me û gelê me dest bi doznameya xwe bike, ji bo ku rewşê li gora xwe rast bike, îdia dike ku me heqaret kiriye. Îdiaya wan a yekemîn a li ser axaftina min ev e: “Ji axaftvanan Fuat Onenê gumanbar di axaftina xwe de wisa îdia dike: Dewleta Komara Tirkîyê wek sîstema serwerîya Tirk bi nav dike, Komara Tirkîyê wek kolonyalîst diwesifîne, Komarê bi awayekî eşkere piçûk dixe.”
Li hemberî vê îdiayê tiştê ku ez pêşî bibêjim ev e: Min Dewleta Komara Tirkîyê wek SST bi nav nekiriye û ez bi nav nakim. Sîstema serwerîyê têgîneke berfirehtir e. Analîza min wisa ye ku Dewleta Komara Tirkîyê perçeyekî SST ye. SST tenê ji pêwenga dewletê ya dîyar pêk nayê. Pêwenga dewletê ya dîyar yek ji alavên wê yên serwerîyê ne. Alavên vê sîstema serwerîyê yên di nav dewletê de û ne dîyar û yên li dervê dewletê jî hene. Komara Tirkîyê projeya hîn realîzenebûyî ya vê sîstema serwerîyê ye. Ji alîyê pirsgirêka ku em gengeşîyê dikin ve, ev proje projeya ji bermayên Osmanî afirandina neteweyekê ye. Realîzebûna vê projeyê bi ji holê rakirina rasteqînîya netew-welatî ya gelê Kurd ve girêdayî ye. Armanca vî şerê ku ev bêtirî 80 salan e li vê cografyayê tê domandin ev e. Ji ber vê yekê, em têkilîya SST a bi Kurdistanê re wek kolonyalîzm analîz dikin. Ev analîz di nav me bi xwe de jî tê gengeşîkirin.
Kolonyalîzm di ferhenga Sazîya Zimanê Tirkî de weha tê tarîfkirin: “Kolonyalîzm: Bi gelemperî belavbûn an daxwaza belavbûnê ya dewletekê bi rêya jêrdestkirina sîyasî û ekonomîk a netewe, dewlet, civakên din, mustemlekekarî.” Di têkilîya SST a bi Kurdistanê re hemû hêmanên vê tarîfê hene, ya ku em gengeşîyê li ser dikin ne ev e. Em her weha dizanin ku kolonyalîzm wek kolonyalîzma klasîk û ya nuh jî tê tesnîfkirin. Lê belê hem kolonyalîzma klasîk û hem jî ya nuh wek ku statuyeke kolonî heye ferz dike. Dibe hemberîya statuyeke di hiqûqa navnetewî de tarîfkirî. Heta di kolonyalîzma nuh de, kolonî xwedî statuya dewleteke serbixwe ya şeklî ye. Sîstema manda ku em dikanin wek pêvajoya bihurînê ya di navbera kolonyalîzma klasîk û ya nuh de tarîf bikin jî statuyek e.
Lê belê Kurdistana ku di dawîya şerê Dinyê yê 1em de ji nuh de hat parçekirin û parkirin û di nav sînorên dewletên cuda de ji bo sîstemên serwerîyê yên cuda hat hiştin, ne xwedîyê tu statuyeke bi vî awayî ye. SST, naskirina statuyeke sîyasî li Bakurê Kurdistanê li alîyekî, erdnîgarîya wê jî nas nake û wek ‘Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anatolyayê' wê bi nav dike. Ji ber rewşa bêstatubûnê ya li vir, mamoste İ. Beşikçi têgîna ‘jêr-kolonî' pêşniyar dike. Berê di vê çarçovê de têgîna ‘kolonîya navxweyî' jî hatiye pêşniyarkirin. Ev gişt gengeşîyên wisa ne ku bi têgînên teorîya sîyasetê, sosyolojîya sîyasetê tên kirin, em dikin. Lê belê dîyar e ku di hemû têgînên pêşniyarkirî de têkilîya SST a bi Kurdistanê wek têkilîyeke kolonyalîst tê tarîfkirin. A ku em li ser gengeşî dikin ew e ku ev têkilî ne kolonyalîzm e jî, têkilîyeke ji kolonyalîzmê jî wê de ye. Sedema ku ez ji dewsa têgînên wek kolonyalîzm an K.T. (Komara Tirkîyê), têgîna SST bikar tînim, ev awayê têkilîyê ye ku tarîfkirina wê dijwar e.
Dozgerî ji van analîzan wê encamê derdixe ku ez Dewleta K.T eşkere piçûk dixim. Sazîya Zimanê Tirkî peyva piçûkxistinê wanî tarîf dike: “Piçûkxistin:1- Ji nirxa xwe kêmtir xuya kirin. 2- Bi awayên piçûkxistinî tevgerîn, kêm dîtin.” Ev, şîroveyeke yekcar li gora kêfê ye. Ya ku em hewl didin ku bikin, fahmkirina vê têkilîyê û tarîfkirina nirxa wê bi têgînên zanistîya sîyasetê ye. Heke gengeşîyên jorîn baş bên fahmkirin, ew ê bê dîtin ku li vir kêm xuyakirina nirxa wê li alîyekî, tew bi kategorîyeke li jorê nirxa wê tê tarîfkirin.
Îdiaya duyem a dozgerîyê a ji bo axaftina min ev e: “Hevalên DTPyî, hevalên PKKyî, Kongra Gel, her kesekî ku li Tirkîyê ji bo Kurdbûnê, ji bo azadîya netewa Kurd kevirek li ser kevirekî ava kiriye, birayê me ye. Bi vî awayî pesnê sûc û sûcdar daye …”
Ev şêlîbûna ku em di hemû îdia û argumentên SST de dibînin û ku em ê pêşde niqaş bikin, di îdiayên dozgerîyê jî de heye. Sûc jî sûcdar jî ku tê îdiakirin ku ez dipesinînim, ne dîyar e. Hema ji teksta bê xal û bîhnok a ji CD'yekê, korfelaqî hevokekê vedigire û dibêje ku “hatiye fahmkirin ku sûc û sûcdar dipesinîne”. Ferhenga Sazîya Zimanê Tirkî çalakîya pesinandinê weha tarîf dike: “Pesinandin: 1- Pesinandina kesekî, tiştekî, bilind kirin, ji alîyên baş, nirx, raserîyan behs kirin.” Pirsa ku li benda îzehkirinê ye ev e: sûcê ku tê gotin ku min pesnê wî daye çi ye, sûcdarê yan sûcdarên ku ev sûc kiriye û min jî pesin daye, kî ye/ne? Di hevoka ku dozgerîyê vegirtiye de yekane fiîl ev e: “Di têkoşîna netewa Kurd de kevir li ser kevir ava kirin.” Ne maf û ne jî hedê kesekî ye ku ji têkoşîna azadîya gelekî re bibêje sûc.

Dimîne îdiaya ku ji ber peyvên ku PKK û Kongra Gel di axaftinê de tên bikaranîn min pesnê van rêxistinan daye. Li ser bingeha paragrafa ku ev hevok tê de ye, ne mumkun e ku meriv vê îddiayê bike. Ji ber ku di wê beşa axaftinê de, bersîva sûcdarkirinên tund ên Celal Melikê yek ji axaftvanan hatiye dayin û di wê kontekstê de xeta komara demokratîk a ku PKK, Kongra Gel û DTP jî diparêzin, hatiye rexnekirin. Hatiye gotin ku hevalên me yên ji DTP, PKK û Kongra Gel li cîhê çewt û rêya çewt sîyasetê dikin; hatiye kirpandin (derbdan) ku ez ne bi têgîhaştina wan a sîyasî re me ku di çarçova dewleta unîter û Tirkîyeyîbûnê de diparêzin, wê çewt dibînim. Ne pesinandin ne jî zemkirina kesekî ne karê min e. Her weha pêwîstîya PKK (Partîya Karkerên Kurdistanê), PSK (Partîya Sosyalîst a Kurdistanê), PRK (Partîya Rizgarîya Kurdistanê), KKP(Partîya Komunîst a Kurdistanê), DTP (Partîya Civaka Demokratîk), HAKPAR( Partîya Maf û Azadîyan) û rêxistinên din ên Kurdan bi pesinên min tune. Pêwîstîya wan bi rexneyên min heye an na, ew jî teqdîra wan e. Wek welatparêzekî alîgirê sosyalîzmê, karê min rexneya şoregerî ye. Hem nêzîkbûna min a kesayetî, rêxistin, tevger û sazîyên li dervê min, û hem jî nêzîkbûna min a tevger û sazîyên ku ez di nav de cîh digirim, li ser bingeha rexneya şoreşgerî ye. Rast e ku ez di rexnekirinê de hiqûqa biratîyê dikim bingeh û ev perçeyekî sekina min a sîyasî ye.
Axaftina min a di civîna Ruhayê de jî mînakeke berbiçav a vê nêzîkbûnê ye. Ev helwesta min li gora vê prensîpa programatîk a KXDNK û TEVKURDê jî ye: “TEVKURD ê wek prensîp xwe hem bi gelê me û hem jî bi dinyê di xeta têkoşînê ya pratîk-polîtîk ku tê de dimeşe bide naskirin. Têkoşîna me bi rejîmên ku mafên gelê me xesp kirine re ye, ne bi gelan re.” (Bernameya TEVKURDê, rûpel 5-6.)
Em ne mecbûr in ku tev li tarîfkirinên sûc ên SST bibin; tarîfên me bi xwe hene û em bi tarîfên xwe sîyasetê dikin. Li gora tarîfên me, redkirina rasteqînîya netew û welatê gelekî û hewldana îmhakirina wê sûcê mirovatîyê ye. Em li hemberî vî sûcê ku li dijî gelê me tê kirin radiwestin û têkoşîna azadîya gelê xwe diparêzin. Bi pesinandina sûc û sûcdaran sûcdarkirina vî tiştê ku em dikin ne li gora aqil, îzan û wîcdan e. Em sûc an sûcdaran napesinînin, em li dijî sûcê mirovatîyê yê ku li hemberî gelê me tê kirin radiwestin.
A dawî, dozgerî ji beşên cuda yên axaftina min pasajên cuda vedigire û weha dibêje, ‘…hatiye fahmkirin ku îfadeyên bi vî rengî dike û gel ji bo kîn û dijminatîyê tehrîq dike...” Ji ber ku wergirtinên ji bantê yên axaftina min bi tevlihevîyeke ku nayê fahmkirin malûl e, dozgerîyê jî tercîh kiriye ku ji van wergirtinên ji bantê bi korfelaqî hevokan li pey hev rêz bike; lewra ez pêwîstî pê dibînim ku nêrînên xwe yên ku wan îdia sipartinê di nav tevaya axaftina xwe de îzeh bikim.
Lê belê berê gotinên min ên li ser tehrîqê hene. Ez ê dîsa serî li ferhenga Sazîya Zimanê Tirkî bidim, di vê ferhengê de tehrîq wanî tê tarîfkirin: “Tehrîq: 1- Çalakîya tevgerandin, leqandin, birêkirina tiştekî. 2- Navtêdana kesekî, dehfandina wî bo kirina şêlekî ku bê şermezarkirin, bo bikaranîna tundûtûjîyê, bo binpêkirina qanûnan; tevgera ku bi vê armancê tê kirin.”
Di ser axaftina min re 17 meh derbas bûne û di vê demê de ez li yek kesekî jî rast nehatime ku ketibe bin bandora axaftina min û bo kîn û dijminatîyê tehrîq bûbe, tev gerîyabe; ne jî min tiştekî wanî bihîstiye. Ne di dema civînê de ne jî piştî civînê, dîyardeyeke weha nehatiye dîtin. Heke di vê mijarê de tiştekî ku dozgerîyê muşahede kiribe hebe, bê guman ew ê bi desteya we re par bike. Lê belê dema ku meriv îdianameyê dixwîne, meriv fahm dike ku dozgerî bi vê axaftinê bo kîn û dijminatîyê tehrîq bûye û bi vê tehrîqê tev gerîyaye ku vê îdianameyê amade bike. Bê guman, tehrîqbûna dozgerîyê nayê wateya ku gel jî tehrîq bûye. Min îfade kiribû ku ev doz doza qaşobûn û rasteqînbûnê ye. Di axaftina xwe ya di civînê de jî, piştî reaksîyona li dijî heqareta ‘qaşo' ya bo Koma me, min di dûmahîkê de rasteqînîya argumentên peyvdarên SST bi xwe ku her tiştî bi têgîna ‘qaşo' piçûk dixin, lêpirsîn kiribû. SSTê di derbarê xwe de dîmenek heye ku ji me re pêşkêş kiriye û ji me dixwaze ku em wek ku rast be, wê qebûl bikin. Hinek taybetmendîyên sereke yên vê dîmena ku em dizanin ku ne rasteqîn e ev in:
1- SST piştî şerekî rizgarîya netewî yê di salên 1919-23an de kirî hatiye damezirandin. Ev sîstem bi têkoşîna li dijî emperyalîzmê hatiye damezirandin.
2- Her kesê ku bi girêdanên hemwelatîyê bi K.T. ve girêdayî ye Tirk e û tevaya wan netewa Tirk pêk tîne. Netewa Tirk netewa yekane û neparvebar a erdnîgarîya Tirkîyê ye.
3- Tirkîye navê niştimanê Tirkan e, yek e, nayê parkirin.
4- Pêwenga dewletê ya SST netew-dewlet e, yek e, nayê parkirin.
5- Mîsaqê Millî tevayî ye, nayê parkirin.
Av argument hemû qaşo argument in. Evana tarîfên îdeolojîk ên wisa ne ku, tiştên ku di 80 salên dawî de li vê erdnigarîyê qewimîn rast venadin, ku SSTê bi armanca ku pêşî li rast fahmkirina wan bigire, bi pêwengên pircure yên îdeolojîk belav kirine. Di civînê de bi kurtî qala wan hatiye kirin û ev argumentên dijber hatine parastin.
Şerê rizgarîya netewî ne ew şer e ku di navbera du dewletan de bi armanca berjewendîyê pêk were
Tiştên ku hem di dewra 1914-1918an de û hem jî di dewra 1919-1923an de qewimîn, tu têkilîya xwe bi şerê rizgarîya netewî, bi antîemperyalîstbûnê re tuneye. Şerê 1914-18an şerê parkirina emperyalîst e. Împeretorîya Osmanî hem alîyê vî şerî hem jî armanca wî ye. Tê gotin ku Îttîhatçîyan Osmanî di refên dewletên îttifaq (Almanya, Avûstûrya-Macarîstan…) de xist nav şer. Enwer Paşa eşkere dibêje ku ji bo ku “Tirkên li Asyayê û Muslimanan bikin yek, xakên ku li Ewropayê ji dest çûne bi şûn ve bistînin, împeretorîyeke ji Adrîyatîkê heta bi avên Hînd firehbûyî damezirînin ketine vî şerî” ( Wergirtina Fikret Başkaya). Dîyar e ku ev armanc ne yên rizgarîxwazên netewî lê yên kolonyalîstan in. Hêzên îttifaqê ku di şer de têk çûn, ne tenê parên nuh bi dest nexistin, beşek ji yên di dest de jî dan. Hêzên ku nikanîbûne di şerê emperyalîst de xakên nuh bidest bixistina, beşek ji xakên ku berê bi dest xistibûn ji dest dane, dikanin çi têkilîya xwe bi rizgarîxwazîya netewî hebe? Gotina ku heman hêz hema piştî têkçûnê ji armancên emperyal, ji karaktera kolonyalîst pak bûn û bûn rizgarîxwazên netewî derveyî zanistîyê, heta derveyî aqil e. Dewra 1919-1923an (ev dewr dikane heta 1926an bê dirêjkirin) dewrek e wisa ye ku serketîyên şer pergaleke navnetewî pêk tînin ku destketîyên wan garantî bike.
Ev dewrana ku bi Konferansa Parîsê ya 1919an dest pê kir û bi Konferansa Laussanne ya 1923an a li ser Karûbarên Rojhilata Nêzîk ku Osmanî tê de gîhaşt statuyeke nuh, bi dawî bû, di eslê xwe de pêvajoyeke dîplomatîk e. Pêvajoya ku serketî îradeya xwe bi têkçûyîyan didin qebûlkirin, ku şer bi sîyaset û dîplomasîyê tê domandin. Wek Împeretorîya Osmanî, Împeratorîya Almanya û Avûstûryayê jî di vî şerî de belav bû û bi awayên nuh ên dewletê hebûna xwe domand. Li Dinyê yek mirovekî baqil heye ku dibêje komarên Almanya û Avûstûryayê bi şerê rizgarîya netewî hatine damezirandin? Dewleta Osmanî alîyek e û piştî Peymana Lozanê ya 1923an ku peymana dawî ye ku îmze kiriye, veguherîye bo K.T. Di vê dewrê de, bi dewletên îtilafê re şer nehatiye kirin, ji bervacî bi wan re hatiye lihevkirin, li ser lingan mayina wek parçeyekî sîstema navnetewî ya ku wan pêk anî, wek serfirazî hatiye nîşandan. Piştî Mutarekeya (agirbest) Mondrosê ya 1918an, yekane şerê ku Osmanî tev lê bûne, şerê Yûnan e. Ji alîyê her du hêlan ve jî wek şerê rizgarîya netewî binavkirina şerê Osmanî-Yûnan ne mumkun, ne jî rast e. Şerê rizgarîya netewî ne şerê di navbera du dewletan de bi aramancên berjewendîyan e. Wek şerê rizgarîya netewî hesibandina şerê dewleta Osmanî û dewleta Yûnan ku 87 sal berî wê bi şerê serxwebûnê jê veqetiyabû, tiştekî derveyî zanistîyê ye, bi qest e û hewldana reşkirina rasteqînîyê ye. Şerê rizgarîya netewî li dijî xwezaya Dewleta Osmanî ya emperyal, zordestê netewên din û dagirker e. Şerên rizgarîya netewî yên rastî ew şerên rizgarîya netewî ne ku gelên ku mafên wan ên netewî hatine xespkirin li dijî dagirkerîyê, zilmê dikin. Lewra ‘şerê rizgarîya netewî' yê 1919-1923an qaşo şerê rizgarîya netewî ye.
2- Tirkayetî eslekî etnîkî nîşan dide. Etnîsîteyeke bi eslê xwe ji Asyayê tarîf dike. Cografyaya Tirkîyê ne cografyaya vê etnîsîteyê ye. Yên ji vî eslê etnîkî dûre di ser vê erdnîgarîyê de barîyane. Berî ku ew werin jî û piştî ku ew hatin jî, gelên qedîm ên vê erdnîgarîyê jîyana li ser xakên xwe domandine. Wek ku M. Kemal di ‘Nutuk'ê (gotar) de dîrokê bi 19 Gulan 1919an dide destpêkirin, SST di tarîfkirina vê erdnîgarîyê de wê ji rasteqînîyên dîrokî û civakî vediqetîne, îradeya kolonyalîst dike navxweyî û sînorên sîyasî yên ku piştî şerê emperyalîst ê yekem hatin xêzandin dike bingeh. A ku jê re dibêjin Peymana Lozanê bi rastî “Konferansa Laussanne ya li ser Karûbarên Rojhilata Nêzîk” e. Ev konferans wek konferansa ku emperyalîstan erdnîgarîya Rojhilata Navîn li gora berjewendîyên xwe par kir, perçe kir û dîzayn kir, li dîrokê hatiye qeydkirin. Wek referans bikaranîna wê, ji bo rasteqînîyeke dîrokî yan civakî nabe mijara gotinê jî. Teva ku rewş wanî ye, SST vê konferansê radike ezmanan, dike destpêka dîroka xwe. Komara Tirkîyeya ku navê dewleta Osmanî ya piştî vê konferansê ye, di sazkirinên xwe yên qanûnî de sînorên sîyasî yên piştî Lozanê ji xwe re kirine bingeh û bi vê jî nehatiye ser, her tiştekî di nav van sînorên sîyasî de wek Tirk qebûl kiriye, hewl daye ku rasteqînîyên dîrokî û civakî ku ne li gora vê yekê ne, asîmîle bike, tune bike, birûxîne.
Piştperdeya argumenta “Her kesê ku bi girêdana hemwelatîbûnê bi Komara Tirkîyê ve girêdayî ye, Tirk e û ew miletê Tirk pêk tînin” ev e. Tesbîtkirina netewa Tirk a li ser vê tarîfa Tirkbûnê li dijî zanistîyê ye, li dijî dîrokê ye û bi tevayî îdeolojîk e. Ev tarîf êrîşeke kolonyalîst a asîmîlasyonîst li dijî aîdîyeta netewî ya gelê Kurd e. Her weha ev tarîf Tirkbûna bi milyonan Tirkên ku bi girêdana hemwelatîbûnê bi Komara Tirkîyê ve girêdayî ne jî dixe rewşeke gengeşîbar. Hemwelatîbûn têgîneke sîyasî ye û rajêrîyê (tabiîyetê) îfade dike, ne millîyetê. Lê belê netewe têgîneke dîrokî, civakî, sîyasî ye. Netewe di nav dîrokê de pêk tên, ne bi fermanên hikûmetan an qanûnên ‘komarê'. Di vê wateyê de û bi vê konseptê, netewa Tirk ku tê îdiakirin ku li Tirkîyê heye ne neteweyeke rasteqîn, lê yeka ‘qaşo' ye.

Neqaşobûna vê, bi tarîfeke li gora rasteqînîyên dîrokî, civakî û rêzgirtina ji bo hebûn û mafên netewên din mumkun dibe. Ez dixwazim vê beşê bi vê bersîva Prof. Dr. Ahmet Çigdemê hîndekarê Gazi Universitesi ya ji rojnamevan Neşe Düzel re biqedînim:
“Bi rastî tiştekî wek nasnameya Tirk tuneye. Dema ku nasnameya Tirk tê gotin, naveroka vê têgînê vala ye. Ev tiştekî bê naverok e. Hun tenê dikanin Osmanî û Îslamîyetê têxin nav vê nasnameyê. Ji xwe em têgînên wek nasnameya Îslamî, nasnameya Tirk, dema ku ji bo me fonksîyonel bin, bikar tînin. Dema ku ne fonksîyonel bin, em wan li alîkî dihêlin. Em bi têgîn, sembol, xeyal û tehayulan re têkilîyeke berjewendîyê çêdikin. Bi qasî ku ew li gora berjewendîyên çînekê (tebeqekê), komekê an jî bawerîyekê bin, em wan dipejirînin.” (Rojnameya Taraf, 21 Nisan 2008). Pirsgirêk ev e. Ev têkilîya berjewendîyê ya bi têgînan, bi sembolan re, îdeolojîk e. Û têgînên bi wan tên afirandin jî pûç û qaşo ne.
3- Yurt/Welat (vatan/niştiman) di ferhenga Sazîya Zimanê Tirkî de wisa tê tarîfkirin: “a- Xaka ku gelek li ser dijî, çanda xwe pêk tîne; niştiman. b- Cîhê ku mirov lê tê dinyê, mezin dibe û dijî, memleket.” Di vê mijarê de, li Tirkîyê sêlûbêleke (hengame) giştî heye, rêzeyek têgînên mijara gotinê hene ku piranîya wan ji dewsa hev tên bikaranîn. Wek “vatan, yurt, memleket, ülke, il, el, diyar, anavatan, yavru vatan (Niştiman, welat, memleket, welat, wîlayet, welat, dîyar, makwelat, çêlwelat)”. Ferhenga Sazîya Zimanê Tirkî ülke/welat jî wisa tarîf dike: “Hemû xakên di bin serwerîya dewletekê de, dîyar, memleket.” Ev tarîfa ‘welat', li dewletên din ên dinyê jî bi firehî tê bikaranîn; ev tarîf ji dewrên împeretorîyê maye û Netewên Yekbûyî jî wê dike bingeh. Têgîna milk a di zimanê Osmanî de jî tê vê wateyê; di hevokên wek ‘milkê Osmanî', ‘memalîk-î Osmanî', ‘dad bingeha milk e' de wateya milk welat, dewlet e. Ev tarîfên ku dewlet û welat, dewlet û netewe wekhev dihesibînin, tarîfên sîyasî ne, xwedî karaktera kolonyalîst in. Li vê derê divê ez bibêjim ku hem Yekîtîya Netewan û hem jî Netewên Yekbûyî nûnerîya lihevkirina serketîyên her du şerên dinyê dike, hiqûqa wan îfadeya îradeya serketîyan e. Sedema ku her çiqas navê wê Netewên Yekbûyî be jî, bi rastî wek Dewletên Yekbûyî kar dike jî ev e.
Heke em wek ku ferhenga Sazîya Zimanê Tirkî tarîf dike, li rasteqînîya niştiman, welat binêrin, dîyar e ku li xakên di bin serwerîya dewleta K.T de ji yekê bêtir yurt/welat hene. Di Kurdî de sêlûbêleke (hengame) têgînan a wanî tuneye. Di Kurdîya jorîn de bi peyva ‘welat' û di Kurdîya jêrîn de jî bi ‘niştiman' tê binavkirin. Ev yek bi wê ve têkildar e ku Kurd di seranserî dîrokê de li welatê xwe jîyane, gelê otantîk ê welatê xwe ne. Têgînên makwelat, çêlwelat bi wê ve girêdayî ne ku Tirk li dervê xakên xwe yên qedîm li xakên gelên din bûne dewlet. Înkarkirina rasteqînîya welatê gelên qedîm ên cîhên ku ew lê bûne dewlet, ji karaktera kolonyalîst a vê dewletbûnê dertê. Ji bo mirovekî ji qalkirina welatê xwe bêtir xwezayî, bêtir mirovîn tiştek tuneye. Lê belê Kurd, dema ku qala welatê xwe, Kurdistanê dikin, her tewre bela tê serê wan. Wek parkirina niştimanê Tirk nirxandina qalkirina me ya niştimanê me bi xwe, delîlê berbiçav ê xwestina jiholêrakirina rasteqînîya me ya welat-niştiman e. Em naxwazin welatê kesekî par bikin, em têdikoşin ku li welatê xwe azad bijîn. Kesên ku rêzgirtina wan ji bo rasteqînîya welatê kesên din tunebe, tarîfa wan a welat jî, îdiaya wan a welatparêzîyê jî qaşo ye.
4- Pêwenga dewletê ya SST ne netew-dewlet e. K.T projeya ji bermayên Osmanîyan afirandina neteweyekî ye. Ne dewletbûna neteweyekî ye. Tevaya parnebar a dewletê li gel netewe û welatê wê argumenteke din a girîng a vê sîstemê ye. Ev argument di qanûnan, di qanûna bingehîn de pircar derbas dibe. Ev argument bi xwe mukirhatin e ku K.T. ne netew-dewlet e. Ev argument qebûl dike ku ne ku neteweyek li welatê xwe dibe dewlet, lê ku tê xwestin ku bi zora dewletê neteweyek û welatek bê avakirin. Ev ne tarîfa netew-dewlet, lê tarîfa netewa dewletê ye. Heke em her weha li pêş çav bigirin ku di seha serwerîya vê dewletê de ji yekê bêtir netewe dijîn, ew ê rast be ku meriv bibêje ku dewleta li hemberî me ne netew-dewleteke rasteqîn, lê qaşo netew-dewletek e. Her çiqas bişibe forma netew-dewleta ku di berbanga kapîtalîzmê de dîyar bû jî, di eslê xwe de projeya afirandina netew-dewletekê ye.
5- “Mîsaqê-millî” dokumenteke vala ye û ne di hiqûqa netewî, ne jî di hiqûqa navnetewî de derbas dibe. Ev 80 sal in ku ev dokument ji rasteqînîya xwe ya berbiçav hatiye derxistin, naveroka wê li derveyî gengeşîyan hatiye hiştin û hatiye veguherandin bo tabûyekê. Qalkirina parnebûna vê dokumenta bi xwe bê tevayî, falsîfîkasyoneke (tehrîf kirin) dîrokê ya din a SST ye. Mamoste Fikret Başkaya qebûlkirina vê dokumentê wisa vedibêje: “Meclîsî Mebûsana Osmanî ya dawî ku wek encama hilbijartinên di şerd û mercên mutarekê (agirbest) de hatin kirin di 12.01.1920an de civîya û di 28.01.1920an de Mîsaqê Millî qebûl kir. Beyannameya Mîsaqê Millî di eslê xwe de berhema koma Felaha Weten (Rizgarîya Ni?timan) a ku di meclîsê de pêk hatibû û hejmara wan 70 (li gora hin kesan 88) bû û di Meclîsî Mebûsan de di civîneke nehênî de ku piranî nehatibû bidestxistin, ji alîyê beşdaran ve bi yekdengî hatibû qebûlkirin û di 17 Sibat 1920an de hatibû îlankirin.” Ev dokumenta ku jê re ‘Ahda Millî' jî tê gotin, ji alîyê Meclîsa Mezin a Netewî ve pejirandin û nepejirandina wê jî, dema pejirandina wê jî mijara gengeşîyê ye. Rîvayet hene ku di 10 Hezîran, 10 Tîrmeh an jî 18ê Tîrmehê de ji alîyê Meclîsa Mezin a Netewî ve hatiye pejirandin. Ev dokumenta ku meriv dikane wek Ulusal Yemin (Sonda Netewî) an jî Ulusal Sözleşme (Peymana Netewî) wergerîne Tirkî, qet kesekî xwe pê girê nedaye. Li gora vê dokumenta ku tarîfkirineke berbiçav a sînoran tuneye, eyaleta Mûsûlê (bi rastî Başûrê Navîn ê Kurdistanê) bi Peymana Lozanê ya 1923an û dûre Peymana Anqerê ya 1926an ji Îngîlîzan re hatiye hiştin. Ez bi vegirtineke din ji mamoste Fikret Başkaya vê beşê jî diqedînim: “Tê zanîn ku Mustafa Kemalê ku hat bibîranîn ku Sirri Begê mebûsê Îzmîrê ku rexneyên tund li delegasyona Îsmet Paşa û hikûmeta Rauf Beg digirt, yek ji wan kesan bû ku bi xwe Beyannameya Mîsaqê Millî nivîsandibûn, wisa gotibû, ‘Xwezî we nenivîsandibûya. We gelek bela anîn serê me.” Mîsaqê Millî ku Mustafa Kemal wek bela serî dinirxand, qaşo sondek e ku dûre kirine tabû. Ne tevaya wê heye û ne jî parbûna wê mijara gotinê ye.
Wek encam
Em tarîfên ku SST li me ferz dike, red dikin; tarîfên me bi xwe hene. Em bi tarîfên xwe dijîn û bi tarîfên xwe sîyasetê dikin. Bi axaftina di civîna ku KXDNK di 24.12.2007an de li dar xistibû de min presîpên KXDNK parastin. Di ronîya van prensîpan de û bi têgîhaştina xwe, min SST, têgîhaştinên parastina Dewleta Unîter, ên parastina Mîsaqê Milî rexne kirin.
Bi wesîleya îdiayên Dozgerîyê, ez rexnekirina şoreşgerî li vir jî didomînim. Pesinandin an zemkirina hin kesan, piçûkxistin an pîrozkirina tiştinan, bo kîn û dijminatîyê tehrîqkirina hin kesan ne karê rexneya şoreşgerî ne jî yê min e. Rexnekirina şoreşgerî ji bo dîyarkirina rastîyên ku ji alîyê serweran ve ser wan hatiye nixumandin, hatine guherandin û veguherandin, ji bo parastina maf û azadîyên gelên bindest e. Li wir jî, li vir jî hewldana min ji bo vê bûye.
Bi gelemperî mirov, mirovê neberbiçav tuneye. Her mirovek bi nasnameyên cuda, aîdîyetên cuda û tarîfên xwe yên cuda heye. Gotina Marx a ‘cewherê mirov tevaya têkilîyên wî yên civakî ye' vê rasteqînîyê nîşan dide. Ê me jî gelek nasname, tarîf, aîdîyetên me hene ku hin jê bi bûyinê re û hin jî dûre hatine bidestxistin. Mirov di valahîyekê de çênabe; di hawirdoreke civakî, sîyasî û dîrokî de tê dinyê. Ji ber vê hawirdora ku em tê de hatine dinyê ye ku em Kurdistanî ne, ji miletê Kurd in. Ev, di halê xwe de rastîyeke xwerû ye. Zemîna hiqûqî ku desteya we li ser tev digere û hikuman dide, rasteqînîya netewe û welatê gelê Kurd tune dihesibîne. Zemîna hiqûqî ya ku hun li ser hikum didin, bi vê wateyê me jî tune dihesibîne. Nuha em wek kesayetîyên ji gelê Kurd li hemberî we ne, ku ne bi fermî lê bi fiîlî hun jî hebûna wî dizanin. Biryarên ku hun di heqê me de li ser vê zemîna hiqûqî ya ku me tune dihesibîne bidin, dê ji alîyê me ve wek tune bên hesibandin. Hemû tiştên ku ez li ser îdiayên di heqê xwe de dibêjim, ev in.
Fewad Onen
17 /06/ 2008
Posted in: kurdi

Comments

There are currently no comments, be the first to post one!

Post Comment

Name (required)

Email (not required)

Website

CAPTCHA image
Enter the code shown above:

  
KÜRDİSTANİ PARTİLERİN TEMEL STRATEJİK HEDEFİ KÜRDİSTAN’IN BAĞIMSIZLIĞI VE BİRLİĞİ OLMALIDIR
Fuat Önen
Sırrı Süreyya Önder kimi temsil ederek İmralı-Ankara-Kandil üçgeninde bu kadar tur attı? Önder’in Türkiye’de temsil ettiği bir kitle mi var? Bana göre devleti temsil ediyor. Yapılan yanlış bir işin kof...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1338)


ZİYA GÖKALP ULUSSUZ BİR DEVLETİN İDEOLOGUDUR, İSMAİL BEŞİKÇİ İSE DEVLETSİZ BİR ULUSUN…
Fuat Önen
Ziya Gökalp ulussuz bir devletin ideologudur. İmparatorluk bakiyesinden allokton bir ulus oluşturmaya çalışan, Türk Egemenlik Sisteminin, paralı memurudur. İsmail Beşikçi ise devletsiz bir ulusun, ulusal demokratik haklarını s...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (481)


Üst Aidiyet ve İktidar
Fuat Önen
Geçmişten ders almak, Kürdistan’daki siyasi aktörlerin genellikle uzak durdukları bir eylem türüdür. Modernite öncesi kurumlarımızın (aşiret meclisleri, rîsıpi heyetleri,aşiret konfedereasyonları, mirl...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1026)


Dünya Düzeni, Dünya Devletler Sistemi ve Kürdistan
Fuat Önen
Türk devletinin son Kürdistan seferinin esas nedeni Hemrin dağından Afrin’e görünür hale gelen bu sınırlardır. Güney Batı sınırlarının görünür hale geldiği ve bu sınırlar içinde devletleşmeyi ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1341)


Dr. SaitÇürükkaya için yaptığım konuşma ve bazı yorumlar için açıklama
Fuat Önen
Birkaç gündür Şehid Sait Çürükkaya’nın mezarı başında yaptığım konuşma speküle edilerek, çirkin bir karalama kampanyası yürütülmektedir. Sait Çürükkaya’nın anıs...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1468)


Erbil ziyareti ve İmralı görüşmesiyle ilgili BasHaber röportaji
Fuat Önen
Bölge Başkanı Mesud Barzani müdahil olmaya, devletle HDP arasında bir tür uzlaşma sağlamaya çalıştığında, HDP eş başkanı bu meselenin Türkiye’nin “iç meselesi” olduğunu söyleyerek Başkan Barzan...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3333)


15 TEMMUZ, TÜRK ORDU GELENEĞİNDE İÇKİN OLAN BİR ASKERİ DARBE GİRİŞİMİDİR
Fuat Önen
Türkiye’yi zor günler beklemektedir. Yakındoğu ve Ortadoğu, Üçüncü Dünya Savaşının önemli cephesidir. Bu bölgeler yeniden dizayn edilmeye çalışılmakta. Birinci ve İkinci Dünya savaşları...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1367)


   «   [1]  2  3  4  5  6  7  8  9  »      
DESTPÉK      Tarix-belge      TEVKURD      Aslan Kaya -Baz      Fuad Önen      Media