Fuad Önen
Arîşeyên Şengalê
Fuad Onen
Miletê Kurd têra xwe xwedî dijmin e, tevgera rizgarîya neteweyî ya Kurdistanê ji serî de çar dewletên dagirker ji xwe re kiriye hedef. Ev dewlet li dinyê jî xwedî mutefîk ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (301)


Armanckirina “kongreyeke netewî” ya ku ne li dijî tu dewletan e dibe devjêberdana mafê dewletbûna netewa Kurd!
Fuad Onen
Ev civîna ku berê wek Konferansa Kurdistanê û dûre jîwek Kongreya Netewî ya Kurdan hat binavkirin, li ser tewereya (mihwer) KomaraTirkîyê (KT)-Ocalan-Barzani ketiye rojeva me û çekber...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3892)


Jenosîda domdar û rojhelata nêzîk
Fuad Onen
Di hundir tevgera sîyaseta Kurdîstanê de, di derheq mijara jenosîdê de, fahmekî zelal û muşterek tune. Tesbîtkirna sîyaseta jenosîda li Kurdîstanê, ne tenê tesbîteke ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (5831)


Serxwebûnxwaz û veqetxwazên wê kêm, yekbûnxwazên wê zêde
Fuad Onen
TEVKURD ne koalîsyoneke komikan e, ne jî di wateya teng de rêxistineke partîyî ya ku her kes bi nasnameya xwe ya takekesî tev lê bibe ye. TEVKURD wek rêxistineke bihurînê saz bûye ku d...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (5176)


Axaftina Kongreya Çarem ya Tevkurdê
Fuad Onen
Bayekî xurt ê entegrasyonalîst ji alîyê Tirkan ve ber bi me ve tê. Ev bayê entegrasyonalîst dibe sedemek ku em nikarin karbikin, bi sebeb em li hember wê pêlê têdikoşin. Bayek&ic...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3942)


Axaftina di civîna meclisaTevkurdê
Fuad Onen
Alfabeyek a tevkurdê ya kurt heye. Em mîletek in, welatê me heye bî navê xweyî şêrîn Kurdîstan e. Ev millet li vî welatî divê xwe bi xwe îdare bike
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (4007)


Referanduma tirkan û sîyaseta kurdan
Fuad Onen
Armanca siyaseta kurdistanî ne serastkirina arêzeyên sîstemê ye û ne wezîfeya wê ye ku bifikire û bixebite ji bo ku ev sîstem bi rêk û pêk bimeşe. Tam berevaciya vê, ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (4093)


   «   [1]  2  3  4  »      
  
02

Hevalên hêja, Kurdistanîyên delal, me gelek însan wenda kirine. Wendakirîyên me gelek zêde ne. Tevgera Azadîya Kurdistanê di sê sedsalan re derbas bûye. Em dikanin bêjin ku tevgera azadîya Kurdistanê di dawiya sedsala 19an de destpêkiriye, di seranserê sedsala 20an de devam kiriye û vaye di sedsala 21an de jî tevger li dar e. Bi qasi ku ez dizanim tevgera azadîya Kurdistanê li cîhanê tevgera herî dûdirêj e û sedemek pir bûna wendakirîyên me jî ev dûdirêjîya ye. Ez bawerim ku bîranînên şehîdên me wê rêça azadîya me rohnî bike û xwîna wan î pakrewan dê rêça me zelaltir bike.

 

Cihan li hember vê bûyera zalimane ker, kwîr û lal maye.
Mebest bi civîna îro bîranîna şehîdanê Helepçe û nirxandina karesata Helepçe ye. Ji bo karesata Helepçe peyva ku lazime di serî de bê gotin ev e: Cîhan li hember vê bûyera zalimane ker, kwîr û lal maye. Bê îstîsna hemû cîhan! Ew Yekîtiya Ewrûpa ku xwe weke projeya şaristanîyê dide nîşan ker, kwîr û lal maye. Ew DYA ya xwe weke patronê demokratîyê dide nîşan û îddîa dike ku wê demokratîyê îxracî rojhelat bike, ker, kwîr û lal maye. Baş e li Rojhelata Navîn alema îslamî çer dikir? Wek ku tê zanîn du roj piştî karesata Helepçe civîna Rêxistina Konferansa Îslamî hebû. Di vê civînê de gelek pirsgirêkên alema îslamî hatin nîqaş kirin, di encamnameya piştî civînê ji dewleta Bulgar hat xwestin ku navê misilmanan neguherin. Lê ev dewletên ku xwe weke dewletê îslamî binav dikin jî li hember karesata Helepçe, kwîr, ker û lal man. Di şevekê de kuştina 5 hezar misilmanên Kurd neket rojeva van dewletên îslamî.
Temama dinyê di dabeşkirin û bê statu hiştina Kurdistanê de gunehkar in
Ev bîranînên hanê divê ne tenê ji bo ku em gazinan ji dinyê bikin bê rojeva me. Divê em bipirsin ji bo çi cîhan ker, kwîr û lal bû? Îsewî, Mûsewî û Mihemedîyên dinyê, lîberal, demokrat, sosyalîst û komunîstên dinyê ji bo çi bê deng man li hemberî vê komkujîya hanê? Pêşde emê vê nîqaş bikin lê ez di wê bawerîyê de me ku temama dinyê di dabeşkirin û bê statu hiştina Kurdistanê de gunehkar in, ew gunehkarîya wan dihêle ku li hember karesat û bûyerên hovane yên ku li Kurdistanê diqewimin, bêdeng bimînin. Hewce ye ku Tevgera Azadîya Kurdistanê li ser vê mijarê bi cidîyet raweste. Hin ji wan piştî çend mehan, hin ji wan piştî çend salan li karesata Helepçe hay bûn. Sedemê hay lê bûna wan weke ku heval dibêjin ne hiqûqa navdewletî an hestê mirovatîyê bû. Şerê İraq û İranê ber bi dawî diçû, menfeetên van dewletan, sîyaseta wan a piştî herbê hişt ku ev dewlet Helepçe bibînin. Kengî ku şerê İraq û Îran qedîya pozisyona dewletên rojavayî hat guhertin, Yekîtîya Sovyetê belav bû, lewra li herêmê pêwîstî bi sîyasetek nuh çê bû, dinya lê hay bû ku komkujîyek mezin li Helepçe qewimîye! Ji nuh de Seddam bi komkujîya Kurdan tawanbar kirin û heta argumenta DYA ya heri mezin ya ji bo têketina İraqê jî bikaranîna çekên kimyewî bû.
Di bûyera Helepçe û mijara jenosîdê de pirsa ku ez dixwazim li ser niqaş bê kirin ev e: Em ferz bikin ku ne li Helepçe û ne li Başûrê Kurdistanê yek însan nehat kuştin. Kurdan jî li ber xwe nedan û temama Kurdên başûr bûn Ereb(Eribîn). Kuştina 5 hezar Kurdan li Helepçe jenosîd be, Eribandina temama Kurdan li Başûr, ji holê rakirina rasteqînîya millet û welatên Kurdan çi ye? Fahma ku di tevgera azadîya me de heta nuha heye ew e ku, komkujîyên li Kurdistanê qewimîne jenosîd e lê hewldana ji holê rakirina rasteqînîya welat û milletê Kurd ne jenosîd e. Tê gotin ku konvansîyona 1948 jî rê nade ku em ji van kiryarên dagirkeran re bêjin jenosîd. Hêja ye li ser vê fahmê bê fikirandin û îro ez vê fahmê ji nîqaşê re vedikim.
Di mijara jenosîdê de lazim e em têgîna jenosîdê û bûyerên di bin bingeha vê têgînê ji hev cuda bikin. Têgîna jenosîdê gelekî piştî bûyerên jenosîdê derketiye holê. Têgînek sîyasî ye, li gor hevala têgînek huqukî ye jî di heman demê de. Dema ku em li ser bûyer an têgînê civakî radiwestin û dixwazin wan fahm bikin çend prensîbên zanîstî heye ku divê em wan paşçav nekin. Yek jê prensîba perspektîfa dîrokî ye. Ger em bê perspektîfa dîrokî li bûyer an têgînên civakî binêrin, em nikanin fahm bikin. Divê her bûyer di pêvajoya xweyî dîrokî de bê nirxandin. Prensibek din nirxandina bûyeran di pêvajoya guherandinê de ye. Her bûyer di hundur xwe de xwedî pêvajoyek guherbar e. Ger em bixwazin van bûyeran an ew têgînên bi îdiaya tarîf kirina van bûyeran hatine pêşnîyar kirin fahm bikin, divê em wan di hundur guharandinê wan de bivînin.
Prensîba sisya kertên dîyarkirinê yên cuda ne (bi Tirkî farkli belirlenim düzeyleri ). Bûyera jenosîdê em bidin ber çavê xwe kertên wê yên aborî, siyasî, îdeolojîk û çandî hene. Dema ku em li bûyerê dinêrin, divê em li van kertan teva binerin. Û bi tevaya van kertan em nirxandinê li ser van bûyeran bikin. Em wek nimûne li jenosîda Ermenan, Kildanan, Pontusan û li bûyerên 5-6ê Îlonê, baca hebûnê (varlik vergisi) binêrin emê bivînin ku li tenişta kertên sîyasî, îdeolojîk kerta îktîsadî jî girîng e. Di van bûyeran de transferek sermyanî ya gewre pêk hatiye. Sermyanekî gelek mezin ji sermyandarên Ermen, Rûm, Suryanan hatiye stendin û transferî sermyandarên Tirk, Cihûd bûye.
Li aliyekî din têgîn alavên fikrînê ne. Têgîn ji bo zanebûna naveroka pêvajo û bûyeran di heşê insên de formên biriqandina dinyê ne. Ev alav, divê xwiyanîkirina bûyeran a rasteqînî û tevayîkirina taybetmendîyên wan mumkun bike. Ji bo ku em ji têgînekê re bêjin ev têgîn têgînek zanistî ye, divê ew têgîn ji bo wan bûyerên di mijara xwe de biriqandinek sahîh, rasteqîn bide.
Piştî rêzkirina çend têbînîyên din ez ê derbasî mijara jenosîdê bibim.
Yek jê jî ev e ku piştî pêvajoya ku bi şoreşa Brîtanya ya endustrîyê dest pê kir û bi şoreşa Fransî ya 89an gîha asta bilind, cîhana rojava mohra xwe li qada zanistî û ramyarîyê xist û ev qad, ev seha kirin navend-ewrûpî. Navend- ewrûpî buna wê nayê wateya ku ew raman û ew ilim şaş in, na! Lê dema ku em li bûyerên civaka xwe dinêrin divê em bizanibin ku ew bizavên fikrî (ji komunîzmê heta lîberalîzmê) û ew cîhana ramanî mohra rojavayîyan lê ye. Bûyerên civaka me neketiye ber û nebûye zemîn ji wan dîsîplînên ramanî re. Ji bo vê têbînîyê numûnekê didim û derbas dibim. Lenîn dibêje sê çavkanîyên Marksîzmê hene; felsefa Almanî, îktisada Brîtanî û sosyalîzma Fransî. Ev her sê çavkanîyên ku bûye zemîna Marksîzmê, rojavayî ne. Ev tê wê manê ku Marksîzm şaş e? Na. Lê dîsa jî dema ku ez ji Kurdîstanê li cîhanê dinêrim, dema ku ez li bûyerên Kurdistanê dinêrim, divê ez bizanibim ku fikra serdest navend-ewrûpî ye, lê dinya ne tenê Ewrûpa ye. Rewşenbîrên neteweyên wek me ne Ewrûpî, ji bo ku civakê û pêvajoyên civakî rast fahm bikin, divê ji vê kêmanîyê haydar bin, da ku ji rasteqînîya civakên xwe qut nebin.
Hiqûqa navneteweyî tuneye hiqûqek navdewletî heye
Têbinîyek din ew e ku heval qala hiqûqa navneteweyi dikin. Bi ya min hiqûqa navneteweyî tuneye, hiqûqek navdewletî heye, hiqûqa dewletan heye. Hiqûqa dewleta Tirkan ne hiqûqek netewî ye, hiqûqek dewletî ye. Û hiqûqek navdewletî heye. Li cîhanê hiqûqa Neteweyên Yekbûyi hiqûqa navdewletî ye. Bi sebeb navê vê saziyê Neteweyên Yekbûyî be jî, di eslê xwe de dewletên yekbûyî ye. Ev dezgeh milet û welatan bi dewletê tarîf dikin. Ew miletên ku bê dewlet in, ew miletên ku li ser xaka xwe nebûne desthilatdar, ji alîyê Neteweyên Yekbûyî ve xwedî rasteqînîya netew û welat nayên pejirandin. Çi hiqûqa dewletî û çi hiqûqa navdewletî di eslê xwe de û di kerta dawîyê de îradeya serdestan e. Li dinyê hiqûqa navneteweyî serdestên dinyê tarif dike û li hundir dewletan jî, hiqûq îradeya serdestên hundir tarîf dike. Ev jî nayê maneya ku ez temama hiqûqa dewletî û navdewletî ji kok de red dikim û dibêjim tiştekî baş tê de tuneye. Na, gelek nirxên baş di wan de hene. Di hiqûqên dewletan de jî di ya navdewletî de jî hene. Gelek nirxên azadîxwaz, wekhevîxwaz di temama sîstemên hiqûqî de hene. Di Tewratê de heye, di Zebûrê de heye, di Încîlê de heye, di Quranê de heye. Û wek encamên têkoşînên civakî yên hezar salan, gelek nirxên pêşverû di sîstemên hiqûqî de cîh girtine. Belê ji bo helwesta zanistî, ji bo helwesta şoreşgerî hiqûqa navdewletî nabe referansa rastîyê. Sîyasetmedar û rewşenbîrên miletekî ku ji teref dezgeh û hiqûqa navdewletî nayên dîtin û naskirin, pêwîst e ku bi rexnegirî li van sazî û hiqûqa navdewletî binêrin.
Referansa min heş, welat û miletê min e, ne konvansîyona 1948an e
Dixwazim di derheq vê mijarê de li ser nimûneyekê bisekinim. We jî lê temaşe kiriye, di Sky TV de rewşenbîr û sîyasetmedarên Kurdan derketin programekê. Serokê Hak-Parê Bayram Bozyel di Sky TV de got ku li Kurdistanê jenosîd çêbûye. Jê pirsîn çi jenosîd e; got bûyerên Dêrsimê, heta bûyerên di salên 1980-83 li hefsa Amedê qewimîne jenosîd e. Ali Bulaç konvansîyon bilind kir, konvansîyona 1948an; got li gor vê konvansîyonê ew bûyer ne jenosîd in. Ali Bulaç rewşenbîrekî ji Kurdîstanê ye, ger bi fikra xwe ne Kurdistanî be jî. Em dizanin xesasîyetên wî yên olî, Îslamî xurt in. Yekî wek Ali Bulaç konvansîyona 1948an wek referansa rastîyê destnişan bike, ev nabe. Ev ne helwestek zanistî ye, ev ne helwestek rewşenbîrî ye, ev ne helwestek şoreşgerî ye û heta ev helwest ne Îslamî ye jî. Ali Bulaç dikane bibêje li Dêrsimê, li hefsa Amedê jenosîd çênebûye. Ez jî dibêjim bûyerên li hefsa Amedê, wek jenosîd tarîf kirin şaş e. Lê referansa min heşê min e, referansa min rasteqînîya welatê min e, rasteqînîya civata min e, referansa min ne konvansîyona 1948an e.
Kek Sebehattin qal kir; ev têgîna jenosîdê li dinyê tim bi navê Lemkîn tê bikaranîn. Rast e mucîdê vê têgînê Lemkînê esil-Cihûd e. Lê konvansîyona 1948an li gora fikrên Lemkîn ava nebûye. Lemkîn di sala 1933an de, ji bo van sûcên ku nuha di çarçova jenosîdê de ten niqaşkirin, têgîna çalakîyên barbarî pêşniyar kiriye. Ew pêşnîyara wî nehatiye qebûlkirin. Piştî ceribandina çend têgînên din, cara yekem têgina jenosîdê di sala 1944an de pêşniyar kirîye. Ev têgîn piştî gelek niqaş û guherandinan di sala 1948an de ji alîyê Neteweyên Yekbuyî ve hatîye qebûlkirin.
Di komîsyonên Neteweyên Yekbûyî de li ser konvansîyona 1948an gelek niqaş çêbûne. Bi giranî niqaş li ser qesta bi taybet û saîka çalakîyan dihatin kirin. Ez ji we re ji wan nîqaşan du sê nimûnan bidim, da ku bê fahmkirin ku, ji bo çi pêşnîyara Lemkîn hatiye guherandin û bi şeklê ku heye hatiye pejirandin. Pêşnîyara dewleta Lubnanê ew e ku “ew fikra ku nefretê ji ‘yên din’ dike û xwe disipêre nêrînên nijad, ol, ziman û siyasetê û çalakîyên berhemên bi her şêweyî fanatîzmê, divê wek saîk têkeve konvansîyonê”. Yekîtîya Sovyetê pêşnîyar dike ku “di destpêka konvansîyonê de bê gotin ku sûcê jenosîdê bi faşîzm, nazîzm û teorîyên din yên nîjadperest re xwedî pêwendîyên organîk e”. Çîn tarîfek saîkê li ser bingeha milî, nijadî an bawerîya olî pêşnîyar kiriye.
Tiştê ku ji van pêşnîyaran û ji pêşnîyarên din tê fahmkirin, her dewlet bi hesab, menfeet û pozîsyona dewleta xwe dixwaze bandorê li konvansîyonê bike. Di van nîqaşan de xesasîyetên însanî, wîcdanî hene, lê xesasîyetên dewletî li pêş in. Encama van nîqaşan û bi lihevkirina serdestên dinyê, ev konvansîyon derdikeve. Em dikanin bêjin ku ev konvansîyon encama lihevkirina DYA û Yekîtîya Sowyetê ye. Bloka Amerîkî û Sovyetî biryardar bûn ku dewleta Alman ceza bikin, ji ber vê yekê jî ev konvansîyon ne wek konvansîyonek tevayî a jenosîdê, lê wek bi taybetî konvansîyona jenosîda Cihûdan derket. Lihevkirina her du blokan a di konvansîyona 1948an de, di damezirandina dewleta Îsraîl de jî xwiya dike.
Ez nabêjim ku çima li hev kirine û ku ev konvansiyon xerab e, xwezî tunebûya. Baş kirine ku li hev kirine, piştî encama vê lihevkirinê nuha konvansîyonek di dest me de heye û jenosîdê wek sucekî navneteweyî tarîf dike. Lê yek jê divê em vê bibînin ku ev biryarên sîyasî ne, hiqûqa navdewletî jî di esasê xwe de îradeya serdestên cîhanê ye. A duyem jî divê em vê konvansîyonê ji xwe re nekin referansa rastîyê. Ji bo referansên rastîyê em li hin derên din bigerin.
Em vegerin ser teorîya Lemkîn, bi sebep ku berî qirkirina Cihûdan ya li Almanya dest bi vî karî kirîye, tarîfên wî yên destpêkê jenosîdê di du beşan de dinirxîne. Li gor wî du xwuyangên jenosîdê hene. Ji wan yek rûxandina nirx u raçîngên grûba netewê bindest e.Ya din jî hewldana serdestan ya ji bo empozekirina nirx û raçînga xwe ya serdest e. Li gor Lemkîn armanca sûcê jenosîdê jî ji holê rakirina dezgehên sîyasî û civakî, çand, ol, hestên netewî, ziman û hebûna aborî ya grûbê ye. Di destpêka xebata xwe de Lemkîn ji bo pêşîlêgirtina jenosîda Cihûdan tevdigere. Hewldanên wî yên pratîk jî, lêgerînên wî yên teorîk jî bi vê armancê ne. Li gora min berhemên wî yên wê demê ji konvansîyona 1948an hîn zanistîtir in. Di têkoşîna li dijî jenosîdê de her du rêbaz divê bi hev re bên meşandin. Berê hewldan ji bo pêşîlêgirtina jenosîdê, dûre ger ew hewldan bi ser nekeve, xebat ji bo cezakirina failên jenosîdê.
Hevalên hêja em li têkilîyên tevgera azadîya Kurdistanê û têgîna jenosîdê binêrin, em dibînin ku di lîteratura me de tesbît kirina bi dehan jenosîdên li Kurdistanê hene. Komkujîyên li Kurdistanê qewimîne yek bi yek wek jenosîd tên tarîfkirin. Jenosîdên Koçgirî, Dêrsim, Mahabad, Helepçe, Zîlan û hwd. Di serî da dibêjim ku ev helwest ji kok de şaş e. Rewşenbîr û sîyasetmedarên Kurdistanê bi dehan jenosîd tarîf dikin, lê fikir nakin ku van bûyeran gişî bi hev re girêdin û pêvajoyek jenosîdê tarîf bikin. Li gor lîteratura me jenosîdê cîhê cîhê hene, wek kekê Bayram di Sky TV de got heta bûyerên li girtîgeha Diyarbekirê jî jenosîd e. Li hemberî vê lîteraturê du îtirazên min hene. Bi vî hawî tarîfkirina jenosîdê li gor zanistîyê ne rast e, ilmen ev tarîf ne rast in. A dudan siyaseten jî ev tarîf ne rast in. Ger hun li Kurdistanê jenosîdê wek tiştê bûye-çûye tarîf bikin, tevgera siyasi dikane çi talep bike? Em dikanin ji van dewletan talep bikin ku qebûl bikin jenosîd kirine, uzrê xwe ji me bixwazin, hinek pere bidin me, xisara me tazmîn bikin. Yanî we qusa zulm li me kirîye, ew karê we jenosîd e, qebûl bikin, uzir bixwazin û tazmîn bikin
 
Jenosîda li Kurdîstanê total û domdar e.
Ev helwest, jenosîda ku hîn jî didome di tarîyê de dihêle. Ev helwest karesatên ku dagirkeran li welatê me kirine, wek neheqîyên tarîxî tarîf dike, ne wek perçekî van neheqîyên ku nuha didomin. Sûcên jenosîdê ji aktuelîyê derdikeve, dibe sucekî rabirdû. Bi ya min di vî warî de hem di lîteratura navdewletî de û hem jî di lîteratura tevgera azadîya me de, pêwîstî bi fahmekî nuh û bi têgînên nuh heye. Biryara Kongreya TEVKURDê karek danîye ber me: “danasîn û rawestandina jenosîda Kurdistan”. Li gor vê biryarê jenosîd li Kurdîstanê ne neheqîyek tarîxî ye, neheqîyek aktuel e. Ji bo vê jenosîda aktuel, têgîna jenosîda domdar û total pêşnîyar dikim. Ev têgîn an tarîf temama komkujî, zilm û zora bi her şêweyî li Kurdistanê bi hev girêdide û wan yek bi yek perçekî pêvajoya jenosîdê qebûl dike.
Berî ku vê têgînê vekim, dixwazim qala astengîyek fikrî bikim ku yek ji sedemên şaşîyên teorîk e li welatê me. Xwendayên bakurê Kurdistanê, ku gelek car bi şaşî ji wan re rewşenbîr tê gotin, di nav konformîzmek ramanî de ne. Li gor îstatîstîkan di maarîfa Tirkan de 100 hezar mamosteyên esilKurd hene. Tarîf kirina wan weke rewşenbîr xedr e li rewşenbîran! Di nav vî 100 hezar mamosteyî de hebûna 10 rewşenbîran jî mijara nîqaşê ye. Xwenda, sîyasetmedar û rewşenbîrên me bi konformîzma ramanî, çi meylên fikrî û çi tarîfên ku li ber xwe hazir dibînin, bê lêpirsîn û bêyî ku pêwîst bibînin ku bi rastîya Kurdîstanê re li hev bînin dipejirînin. Ji ber lawazîya helwesta rewşenbîrî û şoreşgerî referansên wan, yên derve ne û bêyî ku di moxila heşê xwe re derbas bikin li referansên biyanî xwedî derdikevin.
Nuha ji bo Ermenan, ji bo Cihûdan, ji bo Çermsoran, ji bo Aborjînan sûcên jenosîdê mijarek neheqîyên dîrokî ne. Ma çi pêwîstî heye ku em jenosîda ku li Kurdan dibe tev li wan jenosîdan bikin û wek wan tarîf bikin. Helwesta Lemkînê esil-Cihûd di cîh de ye. Wek rewşenbîrekî li ser rasteqînîya civata xwe fikirî ye, berê xetera jenosîda Cihûdan dîtîye û ji bo pêşîlêgirtina vê karesata hanê hewl daye. Çalakî û ramyarîya xwe ji bo wê derxistiye pêş. Piştî ku jenosîd li civata wi tetbîq kirine, îcar ji bo danasîna jenosîda civata xwe û cezakirina sûcdaran hewl daye. Bi xebata xwe, hem di konvansîyona 48an de hem di damezirandina dewleta Îsraîl de roleke girîng lîstiye. Divê em jî di warê fikrî de ji nava xwe têr bin, bi heşê xwe rasteqînîya civata xwe esas bigrin, analîz û armancên xwe li ser vê rasteqînîyê ava bikin.
Di vê niqtê de hewceyî gotinê ye ku konvansîyona 48an jî, fahma jenosîda li dinyê serdest jî Cihûd-navend e. Şik jê re tuneye ku Cihûd di kûraya dîrokê de mexdurê jenosîdê ne. Hem jenosîda etnikî hem jî jenosîda olî li civata Cihûdan bûye. Lê belê ev yek rê lê venake ku yekdestîya (monopol) Cihûdan li ser jenosîdê hebe. Mexdûrîyeta Cihûdan wî heqî nade wan ku li kanîya ranta jenosîdê hikim bikin û pêşî li milet, civat, qewmên din ku mexdurê jenosîdê ne bigirin.
Her sal di 24ê Nîsanê de li Amerîkayê pejirandina jenosîda Ermenan tê niqaşkirin. Dema 24ê Nîsanê derbas dibe û jenosîda Ermenan ji alîyê DYA ve nayê pejirandin, tê gotin ku sedema wê têkilîyên lobîya Cihûdan û dewleta Îsraîl yên bi Tirkîyê re ne. Qeneta min ew e ku yek ji sedemên wê jî ew e ku Cihûd naxwazin yekdestîya wan a li ser mijara jenosîdê bişikê. Konvensîyona 48an tenê xwe sipartîye bûyerên komkujîyên Cihûdan ên ku di herba duyemîn de qewimîne. Pêwîst e ku ew konvensîyon himbêza xwe ji qewmên din ên mexdûrê jenosîdan re veke. Her têgîna ku sipartekên xwe yên bûyerî zêde bike, dê dewlemendtir bibe û hîn nêzîkî heqîqetê bibe. Tengebûyerî û Cihûd-navendîya vê konvensîyonê ji bo danasîn û rawestandina jenosîdên grûbên din problem e.
Kilîda fahmkirina jenosîdê û sîstema serwerîya Tirk
Li ser pêwîstî pê dîtina analîz û têgînên nuh jî çend gotinan dibêjim û diqedînim. Kilîda fahmkirina jenosîda domdar û total, fahmkirina taybetmendîyên sîstema serwerîya Tirkan (SST) e. Ev SST li gor normên sîyasî, civakî, îdeolojîk û exlaqî, ne normal e, ne durist e. Bawer nakim ku li rûyê erdê sîstemek wenî hebe. Wek ku Tirk dibêjin ew tenê dişibin xwe û sîstema wan jî wek wan xweser e, anku ji binî de anormal e. Pêwîst e em li ser çend xisûsîyetên vê sîstemê rawestin.
1- SST, perçekî wê nîzama cîhanê ye ku piştî şerê cîhanê yê yekemîn hatiye damezirandin. Perçekî vê pergalê ye, pişta xwe daye vê pergalê û ji alîyê serdestên vê pergalê ve hatiye parastin. Ev sîstem ne sîstemek bi serê xwe ye, wek encama dînamîkên xwe yên hundirîn ava nebûye. Piştî herba yekem rojavayîyên biserketîyên herbê li Rojhilata Navîn sîstemek dewletan ava kirin, nexşeyek siyasî pejirandin ku SST jî xalek ji van plan û projeyan e. Bi vê wateyê tiştên ku kek Şêxmûs dibêje rast in. Di perçebûn û bêstatu hiştina Kurdistanê de mesûl ne tenê dewletên dagirker yên herêmê ne. Bi hawakî destên temama dagirkerên cîhanê di vî karê qirêj de heye. Divê em bi cesaret bikanibin vê tesbîtê bikin. Avakirina SST ne karê mînîmalîstên Îttîhat Terakî (ÎT) ye. ÎT bi tena xwe ne kanîbu ev sîstem ava bikira û ne jî ew li ser nigan bihişta. Di herba yekemîn de yek ji hedefên hêzên Mutefîkan ji holê rakirina dewleta Osmanî bu. Ji bo vê hedefê xwedî proje û peyman bûn. Di destpêkê de şoreşa Rûsya Mutefîkan tîne hemberî hev. Paşê hestên emperyalî û parvekirina ganîmetan dijberîya navbêna Mutefîkan xurt dike. Dijayetîyên navbêna serketîyên herbê di plan û projeyên wan de guhertinan çêdike. Yekîtîya Sovyetê dixwaze li hemberî êrîšên Brîtanî dewletek tampon li herêmê hebe. Di heman demê de Brîtanî, ji bo pêşîlêgirtina tevgera Sovyetî dewletek tamponî pêwîst dibînin. Îtalî bi sedemên ku Brîtanî erdê ku di destpêka herbê de ji wan re waad kiribûn û paşê ew lê asê bûne piştgirîya hêzê Tirkîyewî dikirin. SST netîceya lihevhatina hesabên serkeftîyên herbê derketiye dika dîrokê. Em dikanin bêjin ku SST tesadufek dîrokî ye.
2- Ji bo sîstema serweriya Tirkan gelek niqaş hene. Di salên berê de li ser bingeha vê sîstemê ya çînî, li ser pêşverû û paşverû bûna vê sîstemê, me gelek niqaş kirin. Hevalên ku wê demê di nav wan nîqaşan de bûn jî li vir in. Dê bê bîra wan, nîqaşên ku ev sîstema bûrjûvayên ticaretê ye an a burokrasîyê ye, an a rewşenbîrên leşker û sivîl e. Ji alîyê THPC de nirxandina ku Kemalizm li hember emperyalîyê hewldana bazkê bûrjûvayê piçûk yê herî çep e jî tê bîra me. Ev niqaş hebûn û ji nuka pê de jî wê hebin. Lê dixwazim li vir pirsek din bipirsim, gelên vê sistemê kî ne, ev sistem xwe disipêre kijan gelî?
SST, xwe sipartiye gelên ne niştecîhên vê cografyayê. Sîstemek wanî ye ku li cografya xwe yî serwerîyê xwe nasipêre gelên vê cografyayê ên qedîm. Berovacî, ew xwe disipêre gelên ku paşê hatine vê cografyayê. Sîstem zemîna xweyî civakî li ser koçberan, li ser bêwelatan ava dike. Ew kom û komikên bêwelat vê sîstemê ji bona xwe sîgorte û hebûna vê dewletê jî mijara mayin û nemayina xwe dibînin.
3- SST, dewleta xwe wek netew-dewlet tarîf dike. Di dema damezirandina vê sîstemê de tunebûna netew ji wan re astengîyê derdixe. Lê li ser tarîfa xwe bi israr in. Madem ji vê dewletê re netewek lazim e, heke tunebe jî, ewê biafirînin. Gelên bêwelat ji vê projeyê re amade ne, bi vê projeyê wê bibin xwedi rasteqînîya milet û welatekî. Dimîne gelên otokton yên vê cografyayê. Gelên otokton ji xwe xwedî rasteqînîya welat û milet in û ev rasteqînî astengên herî mezin in li hember vê projeyê. Ev rewşa awarte SST, mecbûr û mahkûmê jenosîde dike. Ji ber vê yekê jenosîd ji bona SST, ne meseleyek tercîhê ye. Projeya SST, rêvebirên wê mecbur dike ku ji ax û mirovên di bin serwerîya wan de, welat û miletekî biafirînin. Cografya ku ji serwerîya SST re maye di warê etnîkî, olî, welatî de pirreng e, heterojen e. Ji bo projeya netew-dewlet homojenîzasyon pêwîst e. Jenosîd mecbûrîyetek ji damezirandina vê sîstemê ye. Xwedîyên projeyê dest bi plana jenosîdê kirine. Hiqûqnasên me çêtir dizanin ku yek ji şerdên îdiakirina jenosîdê hebûna planek bi armanca ji holê rakirina grubên etnîk, olî, qewmî ye. Wanê ku biryar dan li “cografya Tirkîye” miletekî û welatekî biafirînin, mecbûr in ku biryara ji holê rakirina gelên otokton bidin. Ew biryar hatiye dayin û ji bo wê plan hatiye çêkirin.
4- Ji ber heterojenî, pirrengîya vê cografyayê plana jenosîdê jî pirreng e. Ji bo gelên niştecîh yên ne misilman (bi gotina wan gayri-muslim) jenosîdên dem-kurt hatin plankirin. Ermen, Suryan, Kildan bi komkujîyan bi koçberkirinên zordestî ji holê rakirin. Pontûsên Derya Reş û Rûmên din bi zilm, kuştin û mubadele ji cografyayê derxistine. Tasfîyeya fîzîkî a gelên ne misilman di nav deh salan de qedya ye. Ev kiryarên ku li ser van gelan hatiye tetbîqkirin, eşkere ye ku jenosîd e. Li ser vêya ji tune de di nav me de nîqaş tuneye. Nîqaş li ser jenosîda Kurdan didome. Bi sedema ku Kurd bi şiklekî tevayî fîzîken tasfîye nekirine, tê gotin ku kiryarên ku Kurd rûbirû ma ne, ne jenosîd e.
5- Plana jenosîda Kurdan ne bi tevayî tasfîyekirina fîzîkî ya Kurdan e. Di vê plana pirreng de, para Kurdan, ji holê rakirina rasteqînîya welat û miletê Kurdan e. Bi bawerîya min, di mesela jenosîdê de ji holê rakirina miletekî an ji holê rakirina rasteqînîya miletekî wek hev in. Kuştina yek bi yek Kurdan jenosîd be, kuştina Kurdîtîya wan jî jenosîd e. Kuştina yek bi yek Kurdistanîyan jenosîd be kuştina Kurdistanê jî jenosîd e. Piştî plankirina ji holê rakirina rasteqînîya milet û welatên Kurdan, SST di kuştina yek bi yek Kurdan de jî, di komkujîyên Kurdan de jî bi biryar tevgerîyaye. Pir eşkere ye ku tu milet li hember planên ji holê rakirina xwe bê deng namîne. Miletê Kurd jî bê deng nemaye. SST, li hember her serhildan û îtîrazên Kurdan li hember vê proje û plana jenosîdê bê însaf, bê wîcdan û zalimane tevgerîyaye. Ji kuştina însanan heta kuştina çanda Kurdan, ji kuştina xwezayîya Kurdistanê heta kuştina zimanê Kurdan, ji kuştina aborîya Kurdistanê heta komelkujîyên hovane ji tu sûcên dijî mirovatîyê dûr nemaye. Lê ev kirinên wan, hemû bi hev girêdayî û perçek ji plana jenosîda tevayî û domdar e.
6- Teorîya jenosîdê divê li gora bûyerên dîroki bê nuhkirin. Jenosîda gelên ne misilman jenosîda bi dem e. Jenosîda Ermenan piştî hazirîyên çend salan di hundur çar mehan de hatiye tetbîqkirin. Jenosîda Kurdan domdar e, 86 sal e didome. Jenosîda Ermenan bûye, çûye, nuha wek neheqîyek tarîxî ye. Ermen doza naskirin, lêborin xwestin û tazmîn kirina vê neheqîya tarîxî dikin. Jenosîda Kurdan dewam dike, pêvajoya jenosîda li ser Kurdan ev deqeya ku em li ser jenosîdê diaxifin jî dewam dike.
7- Ji bo îdiakirina hebûna jenosîdê ji xêndî planê, divê nîyet û amadekarî jî hebe. Di vî warî de arşîva SST dewlemend e. Dikanim bi sedan dokument û bûyeran destnîşan bikim. Tenê li dezgehên Mufetîşên Umûmî bê nerîn, wê nîyet û amadekarîyên SST bên fahmkirin. Mufetîşîyên Umûmî dezgehên taybet in ji bo ji holê rakirina rasteqînîya milet û welatê Kurdan. Dezgehên jenosîda domdar in. Pirtûka Îsmaîl Xoce ya bi navê “Qanûna Tûncelî û Jenosîda Dêrsimê” di vî warî de gelekî hêja ye. Pêşnîyar dikim ku endamê TEVKURDê yê dezgehî Komal, çapa vê pirtûka hêja ya nuh derxe. Ew pirtûk li ser fahma jenosîdê ya klasîk hatibe nivîsandin jî ji bo jenosîda domdar û dezgehên jenosîdê û plana SST ya ji bo jenosîda Kurdan tije dokument e.
8- Bi rastî ev 86 sal e ku SST li ser Kurdan plana jenosîdê tatbîq dike, lê tatbîqat tunebe jî doza jenosîdê tê kirin. Bi sebeb ku di teorî û konvansîyona jenosîdê de pêşîlêgirtina jenosîdê jî heye.
Vî beşî diqedînim, Ji bo hebûna plana jenosîdê 3 jêgirtinên ji rêvebirê SST pêškêşî we dikim.
- A yekem ji Wecdî Gonulê wezîrê parastinê ye: “Heke îro li herêma Ege Rûm hebûna û li gelek deverên Tirkîyê Ermen hebûna, gelo ev dewleta netewî wê hebûya? Nizanim ku ez ê hewcedarîya mubadeleyê ji we re çawa, bi kîjan peyvan bibêjim. Lê hun li wezna berê binêrin, girîngîya vê yekê hun ê baştir bibînin. Di şerê ku îro li Başûrê Rojhilat dom dike de jî, em nikanin alîkarîya kesên ku ji ber ‘nation building/netew avakirin’, ji ber tehcîrê xwe mexdûr dibînin înkar bikin. Ji ber vêya di pêşketin, hemdemî û rewşenbîrîya Tirkîyê de prensîbên di destpêka cumhûrîyetê de pir muhîm bûn.”
Vecdî Gonul dibêje me ew (Ermen, Rûm, Kildan, Suryan) ji holê rakirine, lê em qencîya wan jî ji bîr nakin. Me ew ji holê ranekiribana, me nikanîbû şerê Kurdistanê bi vî hawayî bidomanda. Bawer dikim we temama vê gotara Wecdî Gonul xwendîye û gelek nirxandin jî li ser wê gotarê hatin kirin. Bi tevayî ew gotar wek îtîrafa jenosîdên li dijî gelên ne misilman hat nirxandin. Rast e, ew îtîrafa jenosîdan di gotarê de heye. Lê gotar ji wê wêdetir e. Di wê gotarê de Wecdî Gonul dibêje projeya nation building (netew avakirin) di rojevê de ye, ew pêvajo dewam dike. Û destnîşan dike ku îro şerê ku li Kurdistanê dimeşînin perçekî wê projeyê ye û bi xêra jenosîdên bi dem ku li ne misilmanan hatibûn kirin, jenosîda domdar a ku li Kurdan tê kirin, hîn bi hêsanî dimeşe. Ango ne tenê jenosîdên bi dem îtîraf dike, jenosîda domdar û total jî îtiraf dike û Kurdan bi komelkujîyan tehdîd dike.
- Jêgirtina duyem a Yaşar Buyukanitê sererkanê giştî yê Tirkîyê ye: “Wan însanan ji bo ku vî perçeyê axê bikin welat, wê grûba însanan bike milet, ji can û dil sonda xwe fedakirinê xwarine, wek me hemûyan. Û ew derketine wê qadê, şehîd bûne, xazî bûne.”
Yaşar Buyukanit ji bo Kurdîstanê dibêje ew perçeyê axê. Ew jî dibîne ku perçekî axê li wir e û hîn nebûye welatê wî. Dibêje me sond xwarîye em ê wî perçeyê axê bikin welatê xwe, ev sonda qesem e. Paşê dibêje li wir grûbek însan jî heye, ev grûba însanan jî hîna nebûye milet, nebûye perçek ji miletê me. Dibêje bi sonda qesem emê wê grûba însanan jî bikin perçekî miletê xwe. A nuha hun ji min bipirsin ku tarîfa jenosîdê ya herî ilmî çî ye? Tarîfa herî ilmî Yaşar Buyukanit çêkirîye, ev gotara wî divê wek tarîfa jenosîdê di lîteratura cîhanê de cîh bigire.
- Jêgirtina dawîn peyva Recep Tayib e: “Em çi dibêjin? Yek welat, yek dewlet, yek milet dibêjin. Yaho kî kane li hember vêya derkeve? Cîhê kesên ku li hember vêya derdikevin li vî welatî tuneye.”
Ên ku li hember ‘yek welat, yek dewlet, yek milet, yek ziman’ derdikevin em in. Lê serokwezîrê Tirkan dibêje ger hun dev ji rasteqînîya welat û miletê xwe bernedin, cîhê we li welatê we tuneye. Dema ku em van her sê jêgirtinan bi hev re mutalea bikin, plana jenosîda Kurdan eşkere ye. Îradeya siyasetmedar û artêşa Tirkan û piranîya rewşenbîrên Tirkîyeyî ya muşterek jî eşkere ye. Li ser jenosîda Kurdan tu ferq di navbera Tayip Erdogan, Yaşar Buyukanit û Vecdi Gönül de tuneye.
Hûn bêjin îspata jenosîdê çi ye, ez dibêjim ev îspata jenosîdê ye. Û ev divê ji wan kesên ku li ser dijîtîya di nav Tayib Erdogan û arteşa Tirkan de xewn û senaryoyên azadî û demokratîyê ava dikin jî bibe sedemê hişyarîyê.
Asîmîlasyon û jenosîd
Diqedînim, çend gotinan jî li ser mijara asîmîlasyonê bêjim. Ev mijar jî wek belayek fikrî ye. Nuha ji we re sê nimûneyên asîmîlasyonê dibêjim. Kurdên Stocholm, Kurdên Stenbol û Kurdên Dîyarbekir. Li van her sê bajaran jî bawerîyek me heye ku Kurd ji taybetmendîyên xwe yên netewî dûr dikevin û taybetmendîyên civata serdest digrin. Li stockholmê qirnên duyem, sêyem, çarem dibin perçekî civata Stockholmê û ji Kurdîtîya xwe bi dûr dikevin. Di vî warî de çend têgîn hene ji bo îzaha vê rewşê, wek asîmîlasyon, adaptasyon, entegrasyon, şirîkayî. Li Stenbol jî Kurdên me piştî demekê ji taybetmendîyên xwe yên netewî dûr dikevin û ber bi taybetmendîyên netewa serdest ve diherikin, hêdî hêdî dibin Tirk. Li Stockholmê Kurdek dikane wek Kurdekî bijî, tu astengîyek eşkere li ber wan tuneye, kes bi darê zorê wî nake Swêdî. Lê li Stenbolê ev veguherandin bi darê zorê ye, tu derfetên ku Kurdek bi taybetmendîyên xweyî neteweyî bijî tuneye. Li van her du bajaran û li Dîyarbekir jî di hundir pêvajoyê de Kurd dihelin, ji Kurdîtîyê vediguherin ji bo Tirkîtîyê an Swêdîtîyê. Em ji van her sê veguherînan re jî dibêjin asîmîlasyon. Weke asîmîlasyon tarîfkirina van her sê bûyeran ecêbeke fikrî ye. Rast e li stockholmê asîmîlasyonek heye û ev asîmîlasyon di lîteraturê de wek asîmîlasyona xwezayî tê binavkirin. Bajar mezin e, civat fireh e û çandek pêşketî û serdest e, tu li wî bajarî bimînî, di demek dirêj de tu nebî jî, nevîyên te an nevîçirkên te wê ber bi Swêdîbûnê veguherin.
Li ser vê asîmîlasyona xwezayî jî nîqaş heye ku ev asîmîlasyon pêşverû ye an neheqî ye. Ji bo ya Stenbolê jî têgîna asîmîlasyon tê bikaranîn. Rast e ji Kurdistanê bi hezaran, bi milyonan Kurd koç dikin bo Stenbolê û li wir bi Kurdî nikanin bixwînin, bi taybetmendîyên xwe weke Kurd nikanin bijîn, di hundir demê de Kurd vediguherin dibin Tirk. Ji bo wê jî têgîna asîmîlasyona zordestî tê bikaranîn, ev jî zilm û neheqî ye û sûcekî dijî mirovatîyê ye. Baş e em dikanin li Dîyarbekir bi zor veguherandina Kurdan ji bo Tirkîtîyê jî wek asîmîlasyon tarîf bikin? Bi ya min ev ne mumkun e, tarîfek bi vî awayî hem ecêbek fikrî ye û hem jî çavkorîyek sîyasî ye, bi sedema ku ev tarîf di ser rasteqînîya Kurdan ya welatî re gav dike. Hinek heval jenosîda Kurdan wek jenosîda sipî, jenosîda çandî tarîf dikin û wê tarîfa xwe disipêrin asîmîlasyonê. Ev şaş e. Ger li Dîyarbekir û bi tevayî li ser axa Kurdan, Kurdan mecbur bikin, bi darê zorê wan Tirkîfîze bikin, êdî ev ne asîmîlasyon e ev perçek ji jenosîda total e. Miletek li ser axa wî ji miletbûnê bê derxistin, êdî ew ne asîmîlasyon, lê jenosîd e. Li vir asîmîlasyon perçek ji jenosîdê ye. Perçek ji miletê me ber bi we hat û we ew bi darê zorê ji Kurdîtîyê veguherandin kirin Tirk, ev asîmîlasyona bi darê zorê ye; we bê zorek eşkere ew kirin Swêdî, ew jî asîmîlasyona xwezayî ye. Le ku hun hewl bidin ku me li ser axa me, li welatê me ji miletbûyinê derxin, karê ku hun dikin jenosîd e.
Hewce ye çend peyvan jî li ser totalîya jenosîdê bikim. Di lîteraturê de gelek şêweyên jenosîdê tên bi nav kirin. Policide (qirkirina sîyasî), Omnicide (qirkirina her tiştên zindî), Ecocide (qirkirina derdorê), Democide (qirkirina însên), Culturcide (qirkirina nirxên çandî), Ethnocide (qirkirina etnîkî), Economicide (qirkirina aborî), Socialcide (qirkirina civakî). Di jenosîda Kurdan de ev şêweyên ku tên binavkirin hemû hene. Di jenosîda ku li welatê me didome de, qirkirina însanan, qirkirina derdorê, qirkirina sîyasî, qirkirina çandî, qirkirina exlaqî, qirkirina olî (jenosîda sersoran/alewîyan, êzîdîyan), bi kurtayî qirkirina her tiştan heye. Ji ber vê yekê pêşnîyar dikim ku jenosîda li Kurdistanê didome, wek jenosîda domdar û total bê binavkirin.
Ji bo sebr û sebata we gelek sipas.
Not : Ev nivîs ji axaftina Fûad Onen a panela li ser Helepçê hatiye wergirtin.
Posted in: kurdi

Comments

There are currently no comments, be the first to post one!

Post Comment

Name (required)

Email (not required)

Website

CAPTCHA image
Enter the code shown above:

  
Üst Aidiyet ve İktidar
Fuat Önen
Geçmişten ders almak, Kürdistan’daki siyasi aktörlerin genellikle uzak durdukları bir eylem türüdür. Modernite öncesi kurumlarımızın (aşiret meclisleri, rîsıpi heyetleri,aşiret konfedereasyonları, mirl...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (348)


Dünya Düzeni, Dünya Devletler Sistemi ve Kürdistan
Fuat Önen
Türk devletinin son Kürdistan seferinin esas nedeni Hemrin dağından Afrin’e görünür hale gelen bu sınırlardır. Güney Batı sınırlarının görünür hale geldiği ve bu sınırlar içinde devletleşmeyi ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (645)


Dr. SaitÇürükkaya için yaptığım konuşma ve bazı yorumlar için açıklama
Fuat Önen
Birkaç gündür Şehid Sait Çürükkaya’nın mezarı başında yaptığım konuşma speküle edilerek, çirkin bir karalama kampanyası yürütülmektedir. Sait Çürükkaya’nın anıs...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (784)


Erbil ziyareti ve İmralı görüşmesiyle ilgili BasHaber röportaji
Fuat Önen
Bölge Başkanı Mesud Barzani müdahil olmaya, devletle HDP arasında bir tür uzlaşma sağlamaya çalıştığında, HDP eş başkanı bu meselenin Türkiye’nin “iç meselesi” olduğunu söyleyerek Başkan Barzan...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2770)


15 TEMMUZ, TÜRK ORDU GELENEĞİNDE İÇKİN OLAN BİR ASKERİ DARBE GİRİŞİMİDİR
Fuat Önen
Türkiye’yi zor günler beklemektedir. Yakındoğu ve Ortadoğu, Üçüncü Dünya Savaşının önemli cephesidir. Bu bölgeler yeniden dizayn edilmeye çalışılmakta. Birinci ve İkinci Dünya savaşları...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (927)


DERBEYA NÎVÇOMAYÎ û TÊKÇÛYÎ
Fuat Önen
Di hundirê dewleta Tirkiyeyêde şer herdem hebûye û ticarî ev dewleteke nebûye dewleteke yekpare. Artêşatirkan (TSK) ji xwe wek partiya hêzên şekdar yên Tirkan tevdigere. Artêşekepol&ic...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1039)


Ulusal birlik için ulusal hedef gerek
Fuat Önen
Normal savaş mantığı içinde bakarsak hendekler sınıra konulur. Ülkenin coğrafyası hendekler üzerinden çizilir. Kısmen Güney Kürdistan’da kazılan hendekler buna bir örnektir. Yani Güneyliler, Kürd...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1452)


   «   [1]  2  3  4  5  6  7  8  »      
DESTPÉK      Tarix-belge      TEVKURD      Aslan Kaya -Baz      Fuad Önen      Media