Fuad Önen
Arîşeyên Şengalê
Fuad Onen
Miletê Kurd têra xwe xwedî dijmin e, tevgera rizgarîya neteweyî ya Kurdistanê ji serî de çar dewletên dagirker ji xwe re kiriye hedef. Ev dewlet li dinyê jî xwedî mutefîk ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (302)


Armanckirina “kongreyeke netewî” ya ku ne li dijî tu dewletan e dibe devjêberdana mafê dewletbûna netewa Kurd!
Fuad Onen
Ev civîna ku berê wek Konferansa Kurdistanê û dûre jîwek Kongreya Netewî ya Kurdan hat binavkirin, li ser tewereya (mihwer) KomaraTirkîyê (KT)-Ocalan-Barzani ketiye rojeva me û çekber...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3892)


Jenosîda domdar û rojhelata nêzîk
Fuad Onen
Di hundir tevgera sîyaseta Kurdîstanê de, di derheq mijara jenosîdê de, fahmekî zelal û muşterek tune. Tesbîtkirna sîyaseta jenosîda li Kurdîstanê, ne tenê tesbîteke ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (5831)


Serxwebûnxwaz û veqetxwazên wê kêm, yekbûnxwazên wê zêde
Fuad Onen
TEVKURD ne koalîsyoneke komikan e, ne jî di wateya teng de rêxistineke partîyî ya ku her kes bi nasnameya xwe ya takekesî tev lê bibe ye. TEVKURD wek rêxistineke bihurînê saz bûye ku d...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (5176)


Axaftina Kongreya Çarem ya Tevkurdê
Fuad Onen
Bayekî xurt ê entegrasyonalîst ji alîyê Tirkan ve ber bi me ve tê. Ev bayê entegrasyonalîst dibe sedemek ku em nikarin karbikin, bi sebeb em li hember wê pêlê têdikoşin. Bayek&ic...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3942)


Axaftina di civîna meclisaTevkurdê
Fuad Onen
Alfabeyek a tevkurdê ya kurt heye. Em mîletek in, welatê me heye bî navê xweyî şêrîn Kurdîstan e. Ev millet li vî welatî divê xwe bi xwe îdare bike
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (4007)


Referanduma tirkan û sîyaseta kurdan
Fuad Onen
Armanca siyaseta kurdistanî ne serastkirina arêzeyên sîstemê ye û ne wezîfeya wê ye ku bifikire û bixebite ji bo ku ev sîstem bi rêk û pêk bimeşe. Tam berevaciya vê, ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (4093)


   «   [1]  2  3  4  »      
  
22

Hilbijartin mekanîzmaya cumhûrîyetê ya esasî ye. Cumhûrîyet şiklekî rêvebirîyê ye, rêvebirên sazîyên dewletê bi hilbijartinê tên tayîn kirin. Ji bo rêvebirên sazîyên navendî, hilbijartinên giştî û ji bo yên herêmî jî hilbijartinên herêmî çêdibin. Perîyoda vê çalakîya hilbijartinê jî li gor zagonê tê tesbîtkirin. Cumhûrîyeta ku em bi Kurdî jê re ‘komar’ dibêjin, her çiqas koka wê ji Erebî be jî, di Erebî de peyveke wisa tune. Di Latînî de ‘respublica’ heye ku wateya wê ‘gel xwedî, tišta gel, a gel’ e, ev peyv bi Îngilîzî wek republic û bi Fransî wek république tê bi kar anîn. Rewşenbîrên Osmanî, ji van peyvên ecnebî ji xwe re peyva cumhûrîyetê li hev anîne. Di Erebî de wateya cumhûr ev e; gelê ku kom bûne, qerebalix. Wateya peyva cumhûrî jî ev e; ya gel, ya ku gel eleqeder dike. Rewşenbîrên Osmanî “yet” li cumhûrî zêde kirine û ji xwe re cumhûrîyet li hev anîne. Ev peyv bi vî halî demokrasîya ku koka wê Latînî ye bi bîr tîne. Wateya demos gel, ya kratos jî desthilatdarî ye, yanî wateya demokrasîyê desthilatdarîya gel e. Eşkere ye ku di ziman de bêkok bûn rê li şolî bûnê vedike. Hek em vêya li hêlekê bihêlin û wek hembera respublic (komar) bi kar bînin, cumhûrîyet li gor monarşîyê wek rewşeke rêvebirîyê pêşketîtir e.

Gava em pratîka vî şiklê rêvebirîya 2500 salan bidin ber çav, li gor esas girtina çavkanîyên meşrûîyetê, şiklên cumhûrîyetê yên ji hev cuda derketine holê ev in:
1- Cumhûrîyetên Olîgarşî. Li cumhûrîyetên olîgarşî mafê rêvebirîyê ji hemû gel re tune, tenê girseya malmezinan xwedî maf in. Wek li Helenîstana kevn, tenê “hemwelatîyên azad”, kesên ji malmezinan, di demên ku leşker hukum dikin de jî artêş kanin bibin rêvebir û sparteka meşrûîyeta rêvebirîyê jî ew in.
2- Cumhûrîyetên Gel. Ev peyv, piştî Şerê Cîhanê yê Duyem, ji bo rêvebirîya welatên reel-sosyalîst hat bikaranîn. Di vê rêvebirîyê de çavkanîya meşrûîyetê gelê xebatkar sereke dihat dîyarkirin. Ev cureya rêvebirîyê di şertên awarte de derket holê û bi qasî 40-50 salan dom kir. Lewra nebû modeleke yekmînak. Hin dewletên ku vî navî li xwe dikin, wek Çîn, Kuba û Wîetnam jî, tevî ku hebûna xwe didomînin jî, ji yekmînak bûnê gelekî dûr in. (Cumhûrîyetên Sovyetê yên ku bi Şoreşa Cotmehê hatin damezirandin û çavkanîya meşrûîyeta xwe dispart tifaqa karker û gundîyan, divê bi awayekî cuda bên nirxandin).
3- Cumhûrîyetên Olî. Di vî şiklê rêvebirîyê de çavkanîya Meşrûîyetê weke ol û fermanên îlahî tê iddia kirin. Ev cureyê rêvebirîyê li gelek welatên musluman hatiye ceribandin û modela herî tekûz Komara Îslamî ya Îranê ye., Lê her çiqas hilbijartinê esas digre jî, ji ber ku ji derveyî gel hêzekê xwedî meşrûîyet dibîne (li gor yên cumhûrîyetê wek demokrasî qebûl dikin) wek cumhûrîyet nayê pejirandin.
4- Cumhûrîyetên Demokratîk. Ev cure cumhûrîyet wek demokrasîya burjûwa tê nasîn, çavkanîya meşrûîyeta xwe dispêre gel û xwe wek desthilatdarîya gel tarîf dıke. Ev model bi gelek awayan tê bikaranîn; Formel, rasterast, tevlêbûnî, temsîlî û hwd. Li Cîhanê ya herî populer jî ev model e. Orîjîna vê modelê Rojava ye, herî pir jî li Cîhana Rojava ev modela ku wek şiklê dewletê yê herî pêşketî tê qebûl kirin, tê bikaranîn. Û ji bo ku vê modelê li Rojhilat jî bi kar bînin çi ji destên wan tên dikin.
Ji bo vê modela ku di sedsala 21. de li cîhanê herî berbiçav e, divê ez du rexneyên balkêş jî bibêjim: Yek jê ya komunîstî ye ku ez jî tev lê dibim. Ev rexne wisa ye: Li gor dewrana navîn (Ortaçağ) demokrasîya bûrjûwa pêşketineke dîrokî be jî “her dem teng, sînorkirî, sexte, durû, ji bo dewlemendan bihuşt, ji bo yên ku tên mêjandin feq û xapînok maye û di dema kapîtalîzmê de jî wê wisa bimîne” (Lenîn). Rexneya din ku em kanin wek ya antî-tekel an neo-lîberal bi nav bikin ev e: “Di dema modern de jî “bloka desthilatdarîyê” rêvebirîyê tayîn dike û ew jî ji sê hêzan pêk tê: Burokrasî, artêş û derdorên karsaz.”
Ev hilbijartina li pêş me ya kîjan cumhûrîyetê ye?
Piştî vê destpêka hebekî dirêj divê em vê pirsa sereke bikin: Ev Hilbijartina li pêş me ya kîjan cumhûrîyetê ye? Ev cumhûrîyet û hilbijartin ya me ye? An jî ev cumhûrîyet ya kê ye? Ev cumhûrîyeta ku di sala 1923an de hatîye damezirandin, li gor tesbîtên li jor, tê wateya “pêşketina dîrokî”? Hek wateyek wisa hebe, ji bo kê pêşketinek dîrokî ye?
Berî ku ez bersîva van pirsan bidim, divê ez rastîya ku van pırsan bi min dide pirsîn destnîşan bikim. Wek ku hunê di rûpelên kovarê yên din de bixwînin, ji bo hilbijartina Adarê me du mehan xebatek kir. Bi vê xebata xwe, me bi hemû derdorên Kurdan yên ku em kanibin bigihêjin wan hevdîtin pêk anîn. Yek dudu ne tê de, ez tev li hemû hevdîtinan bûm. Di dema hevdîtinan de û piştî wan jî, ez gîham vê întîbaya ku min aciz dike: Sîyasetmedarên Kurdan, meşrûîyeta vê hilbijartina ku ji derveyî îradeya wan li ser wan hatiye ferzkirin niqaş nakin. Wek ku hilbijartineke cumhûrîyeta wan be, li ser mijara “em ê çawa beşdarî hilbijartinê bibin, emê çawa serkeftî bin” niqaşan dikin. Tu kes li dij vê pêşnîyara TEVKURDê derneket, niqaş nekir: “Divê em şarederîyan de-facto wek sazîyên Kurdan bi kar bînin.” Metna pêşniyara TEVKURDê ya ji bo nîqaşkirina zemîna tifaqê û meşrûîyeta hilbijartinê hatibû amade kirin, ji teref van derdorên kurd bi vê mijara xwe nehat dîtin û nehat niqaşkirin. Ji bo tevgera azadîya me, ez vê helwestê pir bi xeter dibînim û dinirxînim. Helwesta sîyasetmedarên welatekî mêtingeh divê li dijî sazî û mekanîzmayên cumhûrîyeta kolonyalîst be. Wek aktorekî sîyasî yên Tirkîyeyî an Tirk li vana xwedî derketin tiştekî pir bi xeter e, divê mirov ji vê rewşê veciniqe. Ev helwest, sîyaseta Kurdewarî, ji Kurdîstanî bûnê dûr dixe, biyanî dike.
Ev Cumhûrîyet, ji bo gelên niştecî jenosîd e.
Hek em li pirsên jor vegerin û ji ya dawîn dest pê bikin dê bersîv ev be: Cumhûrîyeta ku şaxa mînîmalist ya Cemîyeta Îttîhat û Terakî bi êrîşekê damezirandîye, ji bo gelên vê erdnîgarîyê tiştên pir ji hev cuda derxistîye holê. Hek em zemîna çînî û aborîya polîtîk li hêlekê bihêlin, em kanin van tiştan bibêjin: Ev cumhûrîyet ji bo gelên niştecîyên vê erdnîgarîyê, ne “pêşketina dîrokî” ye, bervacîya vê yekê, tehdîda ji dîrokê rakirina van gelan e. Armanca damezirînerên vê cumhûrîyetê ev bû: Pêkanîna neteweyekî Tirk ji bermayîyên Osmanî. Wan li gor vê armancê projeya netew-dewlet dabûn ber xwe. Ev proje li vê erdnîgarîya heterojen ku gelek gel lê dijîn, tenê bi jenosîdê mumkun e. Ji bo ku ev cumhûrîyet bê damezirandin û li ser lingan bimîne, metoda ji bo wan herî maqûl jenosîd e. Lewra ji damezirandinê û heta îro bikaranîna metoda jenosîdê ne tesaduf e, mecbûrîyetek ji armancê ye. Ji bo ku bi hêza dewletê neteweyek Tirk çêbikin (bi gotina Wecdî Gonul nation building-netew avakirin), di destpêkê de, hewl danin ku gelên ne musluman (derveyî cihûyan) ji holê rakin. Bi mubadele, surgûn û tevkujîyan jenosîd kirine. (*)
Ji ber ku fahm kirinin ku nikanin gelê Kurd bi jenosîda bi dem ji holê rakin, ji bo Kurdan projeyek din li dar xistine: Jenosîda giştî û domdar. Ji ber ku astenga heri mezin a li hemberî “projeya afirandina milletê Tirk” rasteqînîya millet û welatê Kurd e, ev rasteqînî red û înkar kirine, ji bo jî holê rakirina wê çi ji destê wan hatiye, kirine: Qetlîamên girseyî, surgûn, hefs û zîndan, pêvajoyên asîmîlasyonê, mufetîşên umûmî û hwd. wek argumentên jenosîda giştî û domdar bikar anîne.
Ev cumhûrîyeta çêkirî, neyarê gelên niştecîyên vê erdnîgarîyê bû û ji bo ku wan ji holê rake bi biryar bû. Wek hemû vegotinên (laîsîzm, demokrasî, dewleta civakî…) Sîstema Serwerîya Tirk (SST), Cumhûrîyet jî “Qaşo Cumhûriyet”e.. Ya rast ev e ku em bi cumhûrîyeteke bê cemahîr rû bi rû ne. Ji dewleta Osmanî bi êrîşekê “cumhûrîyet” saz kirine, paşê jî hewl dane ku ewil cemahîr û piştî wê jî miletekî bidin pişt vê cumhûrîyetê. Cemahîra vê sîstema navend-dewlet, civakên olî û etnîkî yên ku paşê hatine vê erdnîgarîyê, hin gelên koçber in. Vê sîstemê, li hember gelên niştecî yên vê erdnîgarîyê, pişta xwe daye koalîsyona bêwelatan. Bi mêvantî jî nemaye, xwestîye ku mahzûbanên xwe jî bêwelat bike, xwedîyên vî welatî jî ji holê rake. Lewra her tim wisa dibêjin: “Ev der welatê me ye û yekane ye, yên ku li hember derdikevin bila herin.” Helbet îtiraz ne ew e ku çima girseyên ku ji erdnîgarîyên din koç kirine û Anatolya (Rojavayê Kurdîstanê, rojhilatê Stenbolê) ji xwe re kirine welat li vir rêvebirîyên xwe ava dikin; lê belê ev yek li ser qirkirina gelên otokton ên vê herêmê ava kirine, îtiraz li dijî vê yekê ye. (*)
Erê, di 1923an de îlana cumhûrîyetê pêşketinek muhîm e, lê pêşketinek çawa ye û ji bo kê pêşketin e, divê ev yek bê zelalkirin. Ev pêşketin ne dîrokî û civakî ye. Pêşketinek polîtîk ya li dijî dîrok û civakê ye. Ev “cumhûrîyet”, perçeyekî sîstema nuh ya cîhanê ya piştî Konferansa Parîsê (1919) hatîye damezirandin. Ji ber vê yekê yên ku pêşde ketine, desthilatdarên sîstema nuh ya cîhanê ne. Di Şerê Cîhanê yê yekem de dewletên muttefîk ji boku dewleta Osmanî ji holê rakin li hev kiribûn, di dema dawîya şer de pev ketin û piştî Şoreşa Oktobrê bi Rûsyayê re şer kirin. Îtalya û Fransa îtirazî çavparsekîya Îngilîzan kirin, dewleta Sovyetê li hember êrîşên Îngilîzan li Anatolîyê li welatekî tampon digerîya. Dîrok bervacî bûbû, mutefîkên ku dixebitîn ku dewleta Osmanî ji holê rakin, bi hevkarî ev dewlet bi forma Cumhûrîyeta Tirkîyê derxistin qada dîrokê. Hêla vî karî ya derveyîn ev e û bi vê wateyê em kanin bibêjin ku di serî de Brîtanya û emperyalîstên rojavayî ji bo ku sîstema xwe ya nuh ya li rojhilat biparêzin, ev cumhûrîyet wek qereqoleke li pêş li hev sar kirin.
Gava ku em li hundur binêrin jî rewş wisa ye; civakên etnîk, olî yên koçber hebûna xwe bi ya dewleta xwe, ya dewletê jî di qirkirina gelên otokton de dîtine. Lewra ev cumhûrîyet ji bo van gelên koçber yên ku bi serokatîya çînên desthilatdar re tevgerîyane pêşketinek polîtîk e. Ev pêşketin bi qirkirin û bê statu hiştina gelên otokton pêk hatîye. “Welatek li pêş çavê cîhanê û bi pištgirtina desthilatdarên wan, ji gelên wê yên otokton hatîye dizîn.”
Ev cumhûrîyet ne ya me ye!
Daxwaza me cumhûrîyeteke nuh e!
Fatîheya Sîyaseta Kurdewarî
Fatîheya sîyaseta Kurdewarî ev e. Fatîhe tê wateya destpêkê, têketinê. Quran jî bi fatîheyê dest pê dike, yanî bi fatîheyê mirov dest bi Quranê dike. Bêyî daxwaza Cumhûriyetek nuh û bêyî li dij derketina cumhûrîyeta heyî mirov nikane dakeve nav sîyaseta Kurd û Kurdîstanî. Parastina argumentên wek:“Tu pirsgirêka me bi vê cumhûrêyetê re tuneye, me ev cumhûrîyet bi hev re ava kiriye, gelê Kurd yek ji sazkarên cumhûrîyetê ye” li ser navê têkoşîna azadîya Kurdan xeflet û dalalet e. Pêşnîyarên xwedîyê van argumentan yên wek “divê em vê cumhûrîyetê demokratîze bikin” jî xeflet û dalaletê ji holê ranakin. Lewra vê cumhûrîyeta ku li ser tune ferzkirina me û ji holê rakirina me ava bûye nikane demokratîze bibe. Gava ku ji vê armancê dûr bikeve jî êdî ew ne ew cumhûrîyet e, tištekî din e. Ramana ku ev sîstema sîyasî ya ku ji bo me nebûye cumhûrîyet dikane demokratîze bibe, hek ne bi qest be qafseqetî ye. Ev daxwaza me ya cumhurîyeta nuh dibe ku rê li yekê an çend cumhurîyetan veke. Ev jî bi helwestên muhatabên me yên li hember têkoşîna azadîya me, şiklê çareserîya pirsgirikê, konjonktura netewî û navnetewî ya dema çareserîyê ve girêdayî ye. Ev yek naveroka mijara ku em niqaş dikin naguherîne. Li hêla din jî, di 130 salî de hejmara dewletan ji 25an rabûye 220an, yek an çend hebên din li vê hejmarê zêde bibe dawîya dinyê nayê.
Hilbijartinên ku em niqaş dikin yên vê cumhûrîyetê ne. Hemû sazîyên (parlamento, hukûmet, dadgeh, xwendegeh, dîyanet…) vê cumhûrîyetê li ser înkar û ji holê rakirina gel û welatê Kurdan hatine program kirin. Ev cumhûrîyet ji roja damezirandina xwe ve ji bo ku di qada sîyasetê de xwe nuh bike makanîzmaya hilbijartinê bi kar tîne. Gelo vê mekanîzmayê em di têkoşîna azadîya xwe de kanin bi kar bînin, bi karanîna wê hewce ye? Em kanin vê alavê li gor armanca xwe li hev bînin?
Ev 80 sal e Kurd tev li hilbijartinan dibin û sîyasetmedarên Kurdan vê alavê ji bo têkoşîna azadîyê “bi kar tînin.” Yên ku difikirin tiştan an kesan ji bo armancên xwe bi kar tînin, divê ji bîr ne kin ku dibe ku ew bi xwe tên bikaranîn. Bêyî ku em vê yekê piştguh bikin, hêja ye ku em bîlançoya vê bikaranîna 80 salî niqaş bikin.
Tablo ev e: Bi paradoksa ku vê cumhûrîyetê pêk anîye Kurd di civaka fermî de Tirk, di civaka sîvil de Kurd in. Em bangî Kurdên ku li mala xwe wek Kurd rûniştine dikin ku werin wek Tirk tev li hilbijartina 29ê Adarê bibin. Divê di serî de em li vê paradoksê haydar bibin. Paşê divê em xwedîyê bername û projeyekê bin ku kanibe vê bangê mazur û meşrû bike. Li gor min metna ku TEVKURDê pêşnîyar kirîye, ji bo vê mijarê destpêkêk mutewazî ye. Ev pêşnîyara ku bikaranîna sazîyên cumhûrîyetê wek de fakto bi awayekî Kurdewarî armanc dike, bi vê ramanê û bi hev re tevlêbûna hilbijartinê daxwaz dike muhîm e, lê hewceyî pê heye ku em vêya zelaltir û pêşketîtir bikin.
Anuha hewce ye ku li gel pratîka endamên TEVKURDê (him endamên rêxistinî yên wek Mesop, Komal û Dema Nû, him jî yên kesên ser bi xwe) em pêvajoya vê hilbijartinê niqaş bikin, binirxînin, da ku ev proje pêşketîtir bibe. Lewra teorîya rast, gava berê xwe bide çalakîyan û rê li pêvajoyê veke bi wate ye. Teorîya ku berê xwe nede pratîkê ji fantezîyê wêdetir nabe. Cudatîya gotin û çalakîyê jî di van demên dawîn de tevgera azadîya me xwe ji xwe dûr dixîne, dibe sedemê bêbawerîyê. Divê ev rewş di sîyaseta muxalif de cîh negre, tunebe. Di sîyaseta muxalîf de firehbûna meqesa di nav gotin û kirinê de pirsgirêkek me yî mezine.
Bi hêvîya bi hev re niqaş û bı hev re karkirina ji bo cumhurîyetek nuh !
(*) Ji bo hin hevalên difikirin ku analîza jenosîda giştî û domdar xwe nasipêre dokumentan, ez sê heban li jêr datînim:
a- “Hek îro li herêma Ege Rûm hebûna û li gelek deverên Tirkîyê Ermen hebûna, gelo ev dewleta netewî wê hebûya? Nizanim ku ezê hewcedarîya mubadeleyê ji we re çawa bi kîjan peyvan bibêjim. Lê hun li wezna berê binêrin, girîngîya vê yekê hun ê baştir bibînin. Di şerê ku îro li Başûrê Rojhilat dom dike de jî, em nikanin alîkarîya kesên ku ji ber ‘nation building’, ji ber tehcîrê xwe mexdûr dibînin înkar bikin. Ji ber vêya di pêşketin, hemdemî û rewşenbîrîya Tirkîyê de prensibên di destpêka cumhûrîyetê de pir muhîm bûn.” Wecdî Gonul, Wezîrê Parastinê yê Cumhûrîyeta Tirkîyê, 11-11-2008 Radikal.
b- “Em çi dibêjin? Yek welat, yek dewlet, yek milet dibêjin. Yaho kî kane li hember vêya derkeve? Cîhê kesên ku li hember vêya derdikevin li vî welatî tune. “ Receb Tayyib Erdogan, Serokwezîrê Cumhûrîyeta Tirkîyê
c- “Wan însanan ji bo ku vî perçeyê axê bikin welat, wê grûba însanan bike milet, ji can û dil sonda xwe feda kirinê xwarine, wek me hemûyan. Û ew derketine wê qadê, şehîd bûnie, xazî bûne.” Yaşar Buyukanit, Sererkanê Giştî yê Cumhûrîyeta Tirkîyê, 07-10-2007, Milliyet. (Li vir ji perçeyê axê Kurdîstanê û ji grûba însanan jî gelê Kurd qest dike.)
“Bi kurtasî, her kesên ku li dijî gotina serokê pîroz Ataturk ya “xwezî li dilê wî kesî ku ji xwe re dibêje ez Tirk im” derdikevin, neyarên Cumhûrîyeta Tirkîyê ne û wê wisa bimînin.” Sererkanîya Giştî ya Cumhûrîyeta Tirkîyê, 27-04-2007.
Ji van ya Wecdî Gonul wek li xwe mikur hatina jenosidê hat nirxandin. Erê, ev li xwe mikur hatina jenosîdên berê ye. Lê ya muhîmtir ev e; jenosîda domdar ya li dijî Kurdan qebûl dike û gava meriv herdu dokumentên din jî dide ber çav, pir bi hêsanî tê fahmkirin ku, pir bi biryardarî û bi îrade wê vê jenosîda domdar bidomînin. Li vir peyva nifteyî an wek şîfre “nation building” e. Yek ji wan li xwe mukur tê ku jenosîdên berê ji bo projeya çêkirina netew hewce bûn. Her sê bi hev re jî dibêjin ku ev pêvajoya jenosidê dom dike û kîjan gava ku çi hewce bike, bila qet şik tunebe ku wê bê kirin. Pêşnîyara min ji bo kesên ku li ser dijberîya di navbera AKP û artêşê de senaryoyên azadîyê ava dikin ev e; divê ew helwest û îradeya muşterek ya ji bo jenosîda domdar qet ji bîr nekin û ji çav dûr nexin.
(*) "Di sala 1927an de nifûsa Tirkîyê 13 milyon û 648 hezar e. Yanî hejmara pîr û kalên me yên îro jî ewqas e. Baş e, tev li Ataturk ji van çiqas li nav sînorên Tirkîyê hatine dinyê? Li gor lêkolînan, ji navîna sedsala 19. û heta damezirandina cumhûrîyetê, derveyî yên ku mirine bi qasî 5 milyon ‘Tirkên musluman’ hatine erdên Anatolîyê.” NÛRHAYAT QIZILQAN, 07-01-2008, Radikal.
Posted in: kurdi

Comments

There are currently no comments, be the first to post one!

Post Comment

Name (required)

Email (not required)

Website

CAPTCHA image
Enter the code shown above:

  
Üst Aidiyet ve İktidar
Fuat Önen
Geçmişten ders almak, Kürdistan’daki siyasi aktörlerin genellikle uzak durdukları bir eylem türüdür. Modernite öncesi kurumlarımızın (aşiret meclisleri, rîsıpi heyetleri,aşiret konfedereasyonları, mirl...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (348)


Dünya Düzeni, Dünya Devletler Sistemi ve Kürdistan
Fuat Önen
Türk devletinin son Kürdistan seferinin esas nedeni Hemrin dağından Afrin’e görünür hale gelen bu sınırlardır. Güney Batı sınırlarının görünür hale geldiği ve bu sınırlar içinde devletleşmeyi ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (645)


Dr. SaitÇürükkaya için yaptığım konuşma ve bazı yorumlar için açıklama
Fuat Önen
Birkaç gündür Şehid Sait Çürükkaya’nın mezarı başında yaptığım konuşma speküle edilerek, çirkin bir karalama kampanyası yürütülmektedir. Sait Çürükkaya’nın anıs...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (784)


Erbil ziyareti ve İmralı görüşmesiyle ilgili BasHaber röportaji
Fuat Önen
Bölge Başkanı Mesud Barzani müdahil olmaya, devletle HDP arasında bir tür uzlaşma sağlamaya çalıştığında, HDP eş başkanı bu meselenin Türkiye’nin “iç meselesi” olduğunu söyleyerek Başkan Barzan...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2770)


15 TEMMUZ, TÜRK ORDU GELENEĞİNDE İÇKİN OLAN BİR ASKERİ DARBE GİRİŞİMİDİR
Fuat Önen
Türkiye’yi zor günler beklemektedir. Yakındoğu ve Ortadoğu, Üçüncü Dünya Savaşının önemli cephesidir. Bu bölgeler yeniden dizayn edilmeye çalışılmakta. Birinci ve İkinci Dünya savaşları...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (927)


DERBEYA NÎVÇOMAYÎ û TÊKÇÛYÎ
Fuat Önen
Di hundirê dewleta Tirkiyeyêde şer herdem hebûye û ticarî ev dewleteke nebûye dewleteke yekpare. Artêşatirkan (TSK) ji xwe wek partiya hêzên şekdar yên Tirkan tevdigere. Artêşekepol&ic...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1039)


Ulusal birlik için ulusal hedef gerek
Fuat Önen
Normal savaş mantığı içinde bakarsak hendekler sınıra konulur. Ülkenin coğrafyası hendekler üzerinden çizilir. Kısmen Güney Kürdistan’da kazılan hendekler buna bir örnektir. Yani Güneyliler, Kürd...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1452)


   «   [1]  2  3  4  5  6  7  8  »      
DESTPÉK      Tarix-belge      TEVKURD      Aslan Kaya -Baz      Fuad Önen      Media