Fuad Önen
TÊKÇÛNA ŞERÊ CEBHEYA KERKÛKÊ
Fuat Önen
Şerê li cebheya Kerkûkê rû da, bersîva dewletên dagirker û parêzerên sistemê ye. Di vê cebheyê de em têkçûn. Berpirsê vê têkçûyi...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (473)


YEKÎTÎYA KURDAN Û YA PARTÎYÊN KURDAN JI HEV CUDA NE
Fuat Önen
Di nav tevgerên rizgarîya neteweyî de kesî bi qasî tevgera rizgarîya neteweyî ya Kurdan nîqaşên teorîk nekiri ye. Em di nivîsarên Ho Shi Min, Amilcar Cabral, Mahatma Ghandi, Fide...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (886)


TC ÇIMA JI YEKÎTÎYA AXA ROJAVAYÊ KURDISTANÊ DITIRSE?
Fuat Önen
Ez ne di wê bawerîyê de me ku TC yê karibe Efrînê dagir bike û li wir pêşî li Kurdan bigire. Bi sedem ku TC nikare bakurê Kurdistanê wek berê bi rêve bibe, anuha her nav&cc...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (613)


REFERANDOMA SERXWEBÛNA KURDISTANÊ
Fuat Önen
Serxwebûna Kurdistanê di herêma Rojhelata Nêzîk de şoreşek e û ew ê nîzama dagirker hilweşîne. Ji ber vê yekê her çar dewletên dagirker; di serî de jî dewleta ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (743)


SERXWEBÛNA BAŞÛRÊ KURDİSTANÊ GENGEŞÎYÊN Dİ NAV ŞÎA Û SUNEYAN DE ŞENGAL Û HÎLALA ŞÎA RIZGARBÛNA ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
Fuat Önen
Em nizanin ku bi çi sedemê rê lê vekirin ku hêzên Haşdî Şabî têkevin hin deverên Şengalê û ew van deveran “rizgar” bikin. Hêza pêşmergeyan heye ku her bi...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (675)


Arîşeyên Şengalê
Fuad Onen
Miletê Kurd têra xwe xwedî dijmin e, tevgera rizgarîya neteweyî ya Kurdistanê ji serî de çar dewletên dagirker ji xwe re kiriye hedef. Ev dewlet li dinyê jî xwedî mutefîk ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1250)


Armanckirina “kongreyeke netewî” ya ku ne li dijî tu dewletan e dibe devjêberdana mafê dewletbûna netewa Kurd!
Fuad Onen
Ev civîna ku berê wek Konferansa Kurdistanê û dûre jîwek Kongreya Netewî ya Kurdan hat binavkirin, li ser tewereya (mihwer) KomaraTirkîyê (KT)-Ocalan-Barzani ketiye rojeva me û çekber...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (4522)


   «   [1]  2  3  4  5  »      
  
13

Li hemberî dagirkirin an destêwerdaneke Başûrê Kurdistanê ji alîyê Komara Tirkîyê ve, divê helwesta Kurdên bakur çi be? Kurdên bakur, bi qasî ku li hemberî vê yekê helwestekê pêk bînin, rêkxistî ne? Konjonktura dinyê ji bo dagirkirineke weha musaîd e an na?

 
1. Sîstema Serwerîya Tirk (SST), bi hilweşîna pergala dinyê ku ew bi xwe jî wek perçekî wê hatibû damezirandin, ketiye nav pêvajoya jihevketinê. Hemû tarîfên SSTê pûç bûne. SSTa ku armanca xwe ya sereke wek rojavayîbûn û medenîyeta rojava îfade dikir, bawer dike ku Rojava dest bi parkirin û perçekirina wê kiriye. SSTa ku ji YE dûr disekine, li hemberî DYA bi reaksîyon e û di navbera wê û dewletên Avrasyayê de pirsgirêk hene, li dinyê ber bi tenêbûnê ve diçe; ji ber ku nikane di nav senaryoyên nuh ên cûrbicûr de ji xwe re cîhekî, garantîya domandina hebûna xwe bibîne, SST ketiye nav “taswaseke xemgîn". Pozîsyona bingehîn a SST a xwe parastinê ye; serokkomar, serokerkan, serokên MHP û CHP gişt dibêjin ku ew bi xeterên ku berê qet nedîtine re rûbirû bûye, ketiye nav pirsgirêka domandin û mayîndebûna xwe. Divê meriv têkilîya di navbera êrîşkarîya wê û têgîhaştina wê ya "parastina herî baş êrîş e” de bibîne. Têgîhaştina SST a parastinê ‘pêşparastin' e; karûbarên parastina Diyarbekirê ji Hewlêrê dide destpêkirin.
 
2. Komara Tirkîyê (KT) li ser hîmê perçebûn û bêyî statuyeke sîyasî hiştina Kurdistanê ava bûye. KT li pişt serhildana Kurdan a 1925an Brîtanyayê dibîne û Brîtanya jî KT dibîne, ev ne tesadufek e. Her weha piştî vê serhildanê di 1926an de bi 'Peymana Enqerê’ çareserkirina pirsgirêka Mûsilê jî, ku li Lozanê nikanîbûn çareser bikin, ne tesaduf e. Tiştê ku her du dewlet ji serhildana 1925an hîn bûn ev e : hem nexşeya sîyasî ya Rojhilata Navîn ku bi pêşengîya Brîtanyayê pêk hatibû û hem jî projeya KT, serketina xwe bi perçekirin û bê statuyeke sîyasî hiştina Kurdistanê ve girê daye.
 
3. Li gora nirxandina min, vê sîstema ku hebûna xwe sipartiye perçebûyî mayina Kurdistanê, zû zû naçe Başûrê Kurdistanê dagir nake û rê nade rakirina beþekî perçebûyinê; îhtîmaleke yekcar qels e û tenê di şerd û mercên pir taybetî de dikane pêk bê. Her çiqas meriv bikanibe ji vê sîstema ku bawer dike ku di nav pirsgirêkeke man û nemanê de ye, her cûre dîn û hartîyê bipê jî, bi dîtina min ew bi qasî ku biçe Baþûrê Kurdistanê dagir bike ne şêt e.
 
4. Pirê caran, rojeva fermî ya SST û rojeva wê ya rastî bi giştî ne yek in; ji hev guhertî û bi nakokî ne. Heke meriv li gora rojeva fermî SST bişopîne, hewl bide ku wê bi wî awayî fahm bike, meriv dixape. Li gel ku di van mehên dawî de rojeva fermî bûye dijberîya sekulerbûn (laîkbûn) û şerîetê jî, di belavoka erkanîya giştî (genelkurmay) de ne şerîetparêzî lê Kurdbûn wek dijminê sereke hatiye tarîfkirin. Teva ku ji sînor û wê de herêmeke tampon bi salan bûye mijareke rojevê jî, di mehên çûyî de li alîyê xwe yê sînor dest bi pêkanîna herêmeke tampon kirin. Li Bakur, ji bajarên me Sêrt, Şirnex û Culemêrg (Heqarî) hatine dorpêçkirin, hema hema dest bi bicîhkirina herêma pîlot a herêma tampon kirine. Ev bîcîhkirina herêma pîlot ê li gora konsepteke wisa fireh bê meşandin ku bi rêya kuştinên fail-nenas û gelek kirinên wek wê, bê mirov hiştin, bê Kurd hiştina herêmê jî di nav de be. Ji ber ku gotinên resmî rojev bi herêmeke tampon a ji sînor wê de xetimandiye, li dijî vê kirinê ne ji hundir û ne jî ji derve reaksîyoneke pêwîst pêk nehatiye. Divê em bala xwe li ser vî alîyê sînor kom bikin.
 
5. Tehdît û gefxwarina SST a dagirkirina Başûr perçeyekî şerê şikandina vîn û îradê ye; armanc dike ku bi vê yekê di vîyan û îradeya Kurdan de şikestekê pêk bînin. Divê em gotinên wek ‘Parastina Mîsaqê Milî’ ango Peymana Netewî, ‘Tirkîyeyîtî’ li Bakur û li Başûr jî yên wek ‘Kurdistana serbixwe xewn û xeyal e, pêkanîna wê ne mimkun e’, mîna dîyarbûnên vê şikesta îradê bihesibînin.
 
6. Hêrsa Sîstema Serwerîya Tirk a li hemberî Başûr ji ber Bakur e; SST xwe disipêre wê hîpotezê ku, heke Kurd li Başûr bibin dewlet, ew ê li Bakur bêdewletbûnê qebûl nekin. Ronakbîrên sivîl û leşker ên SST ku şiûra wan a dîrok û dewletê pêşketî ye, xeterê dibînin û mekanîzmaya hişyarîya pêşdem dişixulînin. Mixabin ewa ku li ba wan pêşketî ye li cem me nekemilî (kêm-gîhaştî) ye. Ev nekemilîbûna şiûra dîrok û netewe ya sîyasetmedarên Kurd di vê pêngavê de yek ji pirsgirêkên me yên sereke ye.
 
7. Gotinên sererkanê giştî yên « kesên ku nebêjin ‘xwezî li yê ku dibêje ez Tirk im’ dijminên komarê ne û yên wanî jî bimînin, », dûre « ji bo gerîlayekî li çîyê li jêr 10 kes pêwîst in; mele û muxtarên gundan li ser rêyan mayinan radixin, » tarîfeke dijmin e. Bi sedhezaran alên di xwepêşanên komarê de libakirî jî li dijî vî dijminî hatin raberkirin. Pêwîstî bi xwaro-maro û çivo-mivo kirinê tuneye, ev dijmin netewa Kurd e. Ji bo artêşekê encama xweristî (tebiî) ya tarîfkirina dijminekî amadekarîya şer e. Divê em têbigihêjin ku SST li dijî netewa Kurd amadekarîya şerekî giştî û seranser dike. Ev amadekarî ji derbeyên 27 Gulan, 12 Adar û 12 Îlonê cuda ye. Ev amadekarî li dora ‘hêzên bijûn (jîndar)’ ên sîstemê tê reorganîzekirin û hewl didin ku bi girseyan re bê domandin. Di nav rêxistinên paramîlîter ên wek Yekîtîya Netewehezan, Kuva-î Mîllîye, Tevgera Dîp de ne tenê leşkerên malnişîn (teqawîtbûyî), leşkerên li ser kar jî xebatê dikin. Dîyar e ku depoyên çekan, ku wek encama operasyonên ku muhtemelen alîyên navnetewî jî hebûn hatin vedîtin, ji çalakîya nijdeyan (çete) berfirehtir in. Divê em xwepêşanên komarê û senaryoyên Hudsson jî di vê berfirehîyê de binirxînin. Ez pêşniyar dikim ku gefxwarina dagirkirina Başûr û êrîşa SST di nav berfirehîya amadekarîya vî şerê giştî yê li dijî Kurdan de bê nirxandin.
 
8. Gefxwarina SST a dagirkirina Başûr çalakîya jidandina zincîrên me Kurdên Bakurê dagirkirî ye. Divê rêxistinên Kurdên Bakur vê lidijderketinê ne wek piştgirîya Başûr lê wek çalakîya bi hev re azadbûnê fahm bikin. Divê armanc bike ku ne li sînor, ne li Xebûrê lê li Amedê, Şirnexê, li Entabê li dijî vê gefxwarina dagirkirinê raweste.
 
9. Gefxwarina Başûr jî di nav de, têkoşîna li dijî amadekarîya vî şerê giştî bêyî Yekîtîya Hêzên Netewî çênabe. Dîyar e ku di vê pêngavê de em ji rêxistineke yekîtîya netewî ku bikanibe li ser zemîneke bernameya netewî ku xwe sipartibe heşê hevbeş ê sîyasî helwestê nîşan bide û bibizive bêpar in. Her çiqas rêkxistîbûnên Kurdên Bakur hebin ku cîhê cîhê helwestan pêk bînin jî, ne mimkun e ku meriv qala rêkxistîbûnekê bike, ku bikanibe vê yekê veguherîne bo çalakîyeke hevbeş a netewî. Erk û vatinî afirandina vê yekê ye. TEVKURD di vî warî de gaveke yekcar dilnizm e. Bernameya TEVKURD ber bi heşê hevbeş ê sîyaseta netewî ve gaveke erênî ye. Ez vê pêşniyarê dikim: Em vê înîsîyatîvê wek zemîna berxwedan û bizivîna li dijî êrîşa giştî û seranser a Sîstema Serwerîya Tirk xurt û bihêz bikin.
 
10. Bi dîtina min berî konjonktura dinyê konjonktura avasazîya Komara Tirkîyê bi xwe ji bo dagirkirineke weha ne musaîd e. Ev gefxwarin herî pir dikane wek operasyoneke bi sînor û bi dem a li dijî qadên gerîla pêk be, wek ku berê 24 caran ceribandine. Lidijderketina her cûre operasyonên ku berê xwe bide xakên me namûsa me ya welatparêzîyê ye. Konjonktura dinyê jî ji dagirkirineke wisa re ne musaîd e. Wek ku tê zanîn, li dijî operasyonên dervê sînor ên SST ên berê reaksîyonên navnetewî pêk nedihatin, belêkirineke bêdeng hebû. Di operasyonên berê de car caran piştevanîya rêxistinên Başûr jî wergirtiye. Lê belê destêwerdana KT a vê enîya ku nuha aktorên navnetewî ji bo pergala nuh a dinyê pev ketine, dê ji alîyê van aktoran vê neyê pejirandin. DYA û YE dîyar kirine ku li dijî vê dagirkirinê ne. KT nikanîbûye piştevanîya welatên Avrasyaya ku heta bi derekê bawerîya xwe pê dianî jî bisitenda. Çînê dîyar kiriye ku li dijî vê dagirkirinê ye, Îranê dijberîya xwe daxuyandiye, Rûsyayê piştgirî nedaye. Lewra xuya ye ku ne konjonktura dinyê û ne jî konjonktura avasazîya KT dê bihêle ku dagirkirineke wisa pêk were.

Posted in: kurdi

Comments

There are currently no comments, be the first to post one!

Post Comment

Name (required)

Email (not required)

Website

CAPTCHA image
Enter the code shown above:

  
Afrin operasiyonunu Türkiye devletinin Kürdistan dönük seferlerinin bir parçasıdir
Fuat Önen
Şimdi bunun doğru anlaşılması için şunun iyi görülmesi lazım. Türkiye devleti Afrin e, Hewlere, yada Mahabada  Ankara dan bakmıyor. Türkiye devleti Afrine de, Hewlere de, Kamışlıya da, Mahabada da, Sanadaja da Diyarbak...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (174)


KÜRDİSTANİ PARTİLERİN TEMEL STRATEJİK HEDEFİ KÜRDİSTAN’IN BAĞIMSIZLIĞI VE BİRLİĞİ OLMALIDIR
Fuat Önen
Sırrı Süreyya Önder kimi temsil ederek İmralı-Ankara-Kandil üçgeninde bu kadar tur attı? Önder’in Türkiye’de temsil ettiği bir kitle mi var? Bana göre devleti temsil ediyor. Yapılan yanlış bir işin kof...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1686)


ZİYA GÖKALP ULUSSUZ BİR DEVLETİN İDEOLOGUDUR, İSMAİL BEŞİKÇİ İSE DEVLETSİZ BİR ULUSUN…
Fuat Önen
Ziya Gökalp ulussuz bir devletin ideologudur. İmparatorluk bakiyesinden allokton bir ulus oluşturmaya çalışan, Türk Egemenlik Sisteminin, paralı memurudur. İsmail Beşikçi ise devletsiz bir ulusun, ulusal demokratik haklarını s...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (768)


Üst Aidiyet ve İktidar
Fuat Önen
Geçmişten ders almak, Kürdistan’daki siyasi aktörlerin genellikle uzak durdukları bir eylem türüdür. Modernite öncesi kurumlarımızın (aşiret meclisleri, rîsıpi heyetleri,aşiret konfedereasyonları, mirl...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1271)


Dünya Düzeni, Dünya Devletler Sistemi ve Kürdistan
Fuat Önen
Türk devletinin son Kürdistan seferinin esas nedeni Hemrin dağından Afrin’e görünür hale gelen bu sınırlardır. Güney Batı sınırlarının görünür hale geldiği ve bu sınırlar içinde devletleşmeyi ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1605)


Dr. SaitÇürükkaya için yaptığım konuşma ve bazı yorumlar için açıklama
Fuat Önen
Birkaç gündür Şehid Sait Çürükkaya’nın mezarı başında yaptığım konuşma speküle edilerek, çirkin bir karalama kampanyası yürütülmektedir. Sait Çürükkaya’nın anıs...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1740)


Erbil ziyareti ve İmralı görüşmesiyle ilgili BasHaber röportaji
Fuat Önen
Bölge Başkanı Mesud Barzani müdahil olmaya, devletle HDP arasında bir tür uzlaşma sağlamaya çalıştığında, HDP eş başkanı bu meselenin Türkiye’nin “iç meselesi” olduğunu söyleyerek Başkan Barzan...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3550)


   «   [1]  2  3  4  5  6  7  8  9  »      
DESTPÉK      Tarix-belge      TEVKURD      Aslan Kaya -Baz      Fuad Önen      Media