Fuad Önen
Dewleta Tirkan nikare bi serê xwe li Qendîl ê operasyoneke leşkeri bimeşîne
Fuat Önen
Qendîl rêzeçîya ye û di sêkoşeya başûr, bakur û rojhilatê Kurdistanê de dimîne. Dagirkirina wê derê ne ew çend hêsan e. TC çima di vê deme de qal...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (221)


HILBIJARTINA TIRKAN, HDP Û HELWESTA HIN PARTÎYÊN KURDAN
Fuat Önen
Em nabêjin ku hilbijartina Tirkan me aleqedar nake, em dibêjin ku ev hilbijartina dewleteke dagirker e, hebûna dewleta Tirkan li Kurdistanê ne rewa ye, ev dewlet bi hemû dam û dezgehên xwe dagirker e û ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (199)


HILBIJARTINÊN DEWLETÊN DAGIRKER Û HELWESTA KURDAN
Fuat Önen
Ne xwezayî ye ku sîyasetmedarên Kurdan wek yên Tirkan bipeyivin, nakokîyên di nav sîyaseta Tirkan de mezin bikin û di nav sîyaseta Tirkan de ji xwe re li cîyekî bigerin. Divê s&i...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (260)


TÊKÇÛNA ŞERÊ CEBHEYA KERKÛKÊ
Fuat Önen
Şerê li cebheya Kerkûkê rû da, bersîva dewletên dagirker û parêzerên sistemê ye. Di vê cebheyê de em têkçûn. Berpirsê vê têkçûyi...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (974)


YEKÎTÎYA KURDAN Û YA PARTÎYÊN KURDAN JI HEV CUDA NE
Fuat Önen
Di nav tevgerên rizgarîya neteweyî de kesî bi qasî tevgera rizgarîya neteweyî ya Kurdan nîqaşên teorîk nekiri ye. Em di nivîsarên Ho Shi Min, Amilcar Cabral, Mahatma Ghandi, Fide...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1425)


TC ÇIMA JI YEKÎTÎYA AXA ROJAVAYÊ KURDISTANÊ DITIRSE?
Fuat Önen
Ez ne di wê bawerîyê de me ku TC yê karibe Efrînê dagir bike û li wir pêşî li Kurdan bigire. Bi sedem ku TC nikare bakurê Kurdistanê wek berê bi rêve bibe, anuha her nav&cc...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1089)


REFERANDOMA SERXWEBÛNA KURDISTANÊ
Fuat Önen
Serxwebûna Kurdistanê di herêma Rojhelata Nêzîk de şoreşek e û ew ê nîzama dagirker hilweşîne. Ji ber vê yekê her çar dewletên dagirker; di serî de jî dewleta ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1201)


   «   [1]  2  3  4  5  6  »      
  
17

 Birêz Fuat Önen, ji mêj ve em we di nav sîyaseta Kurd de dibînin. Hun dikanin çenekî xwe bidin nasandin?

Hevalê Suphi, bi qasî ku ji destê min bê, ez ê hewl bidim ku pirsên te yên berfireh bersîv bikim. Li ser xwe tistê ku ez dikanim bibêjim ev e; ez welatparêzekî Kurdistanî me û bi nasnameya xwe ya alîgirê sosyalîzmê, soresger û demokratîk hewl didim ku di nav têkosîna demokratîk a neteweyi de cîh bigirim.
Hun pêsveçûnên li Basûrê Kurdistanê çawa dinirxînin?
Li Basûrê Kurdistanê gavên ku ber bi dewletbûnê ve hatine avêtin derz li tehakuma kolonyalîst a li ser Kurdistanê xistiye. Ev derza li tehakuma kolonyalîst girîng e.
Kurdistana di bin tehakuma sîstemên bi parçe û ji hev cûda de di zembûreka pêsketina newekhev de ye. Têkosîna azadîya Kurdistanê jî newekhev pêsve dikeve; dîrok xuya dike ku navenda têkosîna azadîyê jî dikane di nav parçeyan de cîh biguherîne.

Meriv dikane bibêje ku di Serê Dinyê yê 1em de naverasta Basûrê Kurdistanê, pistî wê di navbera her du Serên Dinyê de Bakurê Kurdistanê, ber bi dawîya Serê Dinyê yê 2an ve Rojhilatê Kurdistanê, ji dawîya salên 1950 heta nava salên 1970 Basûrê Kurdistanê bûne navendên têkosîna me ya azadîyê. Di serê salên 1980 de navend di navbera Rojhilat, Basûr û Bakur de cîh guherand. Pistî hilwesîna dinyaya du-qutib, dagirkirina DYA ya Iraqê û ber bi dewletbûnê ve çûyina Basûrê Kurdistanê, navendê li Basûr cîh girt.
Di dîrokê de pir caran hatiye dîtin ku dema ku têkosîna me ya azadîyê li parçeyekî bi sînor dibe, dixetime, dadiwerive. Di vê dema dawîn de xeteke berxwedanê ya Hewlêr-Mahabad-Qamislo amade bû, ev bawerîyê dide û hêvîyên me gûr dike. Pirsgirêka mezin ev e ku Amed hîn ne di nav vê xetê de ye. Û ev yek wek soresgerên Bakurê Kurdistanê berpirsyarîya me ye. Li me dikeve ku em Amedê tev li vê xetê bikin; dewletbûna Basûr wek azadîya xwe bibînin; wê rexne bikin; hisyar bikin û pistevanîya wê bikin.
Gavên ber bi dewletbûnê ve yên li Basûrê Kurdistanê, derz li nexseya Rojhilata Navîn jî xistiye. Vê nexseyê, ku pistî Serê Dinyê yê Yekemîn hatiye xêzandin, dînamîkên gelên herêmê ji taqet xistiye, Kurdistan kiriye kolonîyeke navneteweyî û dinya li me Kurdan kiriye zîndan. Dewletbûna Basûr dê bê wateya hilwesîna yek ji van dîwaran. Ji ber vê yekê, him li herêmê û him jî li dinyê li dijî vê dewletbûnê rawestan heye.
Bi jihevketina Sîstema Sovyetê pergala dinyê belav bûye. Em di dinyake pergal belavbûyî, heke biwêj di cîh de be, benê xwe qetandî de ne. Xuya dibe ku wek sedsala 20an di sedsala 21an de jî hewl didin ku pergala dinyê bi serê dinyê pêk bînin. Projeya DYA ya Rojhilata Navîn a Firehkirî enîya vî serî ya li herêma me tarîf dike. Nexseya sîyasî ya Rojhilata Navîn ku di serê yekemîn de hîmên wê hatin danîn û di serê dudan de bi damezirandina dewleta Îsraîl rewsa wê ya dawîn pêk hat, dê di vî serî de bê guherandin, ji nuh de bê xêzandin.
Divê nexseya sîyasî ya Rojhilata Navîn, ku zîndana Kurdan e, biguhere, dê biguhere. Ev daxwaza me ye. Asitîyeke dadyar li Rojhilata Navîn bi nexseyeke nuh a sîyasî mimkun e. Basûrê Kurdistanê ji vê hêlê ve pir girîng e. Divê ev mewzî bê zexmkirin û bibe ala me ya daxwaza Rojhilata Navîn a nuh.
Pêvajoya dewletbûnê li Basûrê Kurdistanê bi hemû Kurdan re heyecanê çêdike. Lê belê divê em ji bîr nekin ku em hîn di serê rê de ne û pirsgirêkên me yên girîng hene. Li Basûrê Kurdistanê, têkilîyên têkosîna me ya azadîyê bi DYA re, ku pev re bibîranîna wê û azadîyê zehmet e, handikapeke girîng e. DYA li hemberî têkosîna azadîya Kurd qeyda sûcdarîyê heye. Serborîyên me yên 1946, 1975, 1991an nehatine jibîrkirin. Parçeyê herî mezin ê Kurdistanê ji alîyê Komara Tirkîyê (KT) ve dagirkirî ye. KT ya endama NATO û bi DYA re xwedî hevalbendîyeke 50 salî, her gaveke dewletbûnê li Basûrê Kurdistanê wek destpêka dawîya xwe dibîne.
Divê bê dîtin ku DYA nikane pozîsyona xwe ya li Basûr “Kurdparêz” li Bakur “Tirkparêz” demeke dirêj biparêze. Divê Kurd ji angajmanên yekalî dûr bisekinin û sîyaseteke pir-alî, serbixwe û Kurdistanî ji xwe re bikin bingeh.
Li Basûrê Kurdistanê duserîbûna desthilatîyê di hewldanên me yên dewletbûnê de pirsgirêkeke pir girîng e. Dewletbûn pêvajoyeke bi ês û jan e, û li tu dereke dinyê nebûye pêvajoyeke astîyane û lîberal. Ew ê li Kurdistanê jî nebe. Ev proje bê desthilatîyeke navendî, ku li dora projeya neteweyî yekbûna netewe pêk bîne, nabe. Divê Parlamenta Hewlêrê bi mîsyona parlamenta sazkar xebatê bike û rewsa desthilatîya du-serî ji holê bê rakirin. Ez hewldanên ji holê rakirina desthilatîya du-serî pir girîng dibînim û difikirim û hêvî dikim ku em ê bikanibin di demeke kin de vê yekê ji dil û can pîroz bikin.
Federalîzma Amerîkî nikane ji dewletbûna li Kurdistanê re bibe modelek. Ger dema ku gelê Kurd pêsedema xwe tayîn dike, pêwîstî çêbibe an jî biryarê bide ku bi awayekî azad û ji dilxwazî bi gelên cîran re bijî, awayê minasib ji bo vê yekê ne federalîzm, lê konfederalîzm e. Li gora Îzadî, Basûrê Kurdistanê ji %17ê Kurdistanê ye. Cografya Bexdad-Basra jî besekî piçûk ê cografya Ereban e. Heke pêwîst be ku ev parçeyên aîdî tevahîyên cûda di nav avahîya dewletekê de pev re bimînin, heke serd û merc vê yekê ferz bikin, awayê herî minasib ji bo vê yekê konfederasyon e.
Hun serd û mercên ku Bakurê Kurdistanê îro di nav de ye çawa dinirxînin?
Bi dîtina min li Bakurê Kurdistanê dewrek dike bi dawî bibe û em dikevin dewreke dijwar û bi ês. KT ya ku projeyeke pêkanîna neteweyeke sûnî ye, ketiye pêvajoya jihevketinê. KT bi tehdîda dînamîkên cûda yên xwedî-potansîyela jihevxistina wê ketiye sedsala 21an û salên çûyî bi sergêjîyeke giran derbas kiriye. KT ya ku ji derve di navbera DYA û YE de bûye mijara têkosîna nifûzkirinê, ji hindur ve ji hev vediqete, statukoya wê diqirqiçe.

Artêsa Tirk di 60 salên çûyî de tucarî li dinyê ewqas bi tenê û bê pistevanî nemaye. Artêsa Tirk bi YE re ji ber ku statukoya wê tehdît dike û bi DYA re ji ber ku difikire ku Projeya Rojhilata Navîn a Mezin (GOP) yekîtîya welêt tehdît dike, di nav pevçûnê de ye, û ji ber fikara reaksîyona van her du hêzan ji Avrasya (Sesên Sangay) jî dûr disekine.

Di vê dema dijwar de, KT bi rêya Îmralî derfeta kontrola tevgera Kurd bi dest xist û vê yekê bêhnek dayê. Ocalan di sê salên dawî de di her hevdîtineke parêzeran de bi van gotinan li xwe mikur hat ku ev kontrol heye: “AKP navbera me û Sererkanîya Leskerî (Genelkurmay) xera dike, dixwaze me û artêsê bera hev de’. Îflasa vê sekinê jî ew e ku, vî çendî ji AKP dixwaze ku operasyonan rawestîne.
Em hatine dawîya vê dewra ku ji bêdengîyê re “asitî”, ji nepixînê re “mezin bûn”, ji kursên zimên re “reform” hat gotin. Em dikevin dewreke nuh; di vê dewra nuh de dê têkosîna di navbera birêvebirên KT bi xwe de, di navbera KT û dinyê de û di navbera KT û gelê me de tundtir û dijwartir be.
Sîyaseta Kurd li Bakurê Kurdistanê bi pirsgirêk e. Ji hêlekê ve Komara Demokratîk ku asta dozê daxistiye lêborîna gistî û mafên çandî, ji hêla din ve sîyaseta konformîst a ku îlhamên xwe ji xeyalên YE disitîne, têkosîna me ya azadîyê asîmîle dike. Divê em sîyasetmedarên din ku nikanin derfetên vê dewrê bikêr bînin, bi lez xwe bidin hev, asta armanca sîyasî rakin, bikin doza desthilatîya sîyasî; xwe ji awayê konformîst ê sîyasetê rizgar bikin, û awayên rêxistin û têkosînê yên li gora pêwîstîyên têkosîna me ya azadîyê pêk bînin.
Em di civînên Koma Xebatê de we wek axaftvan dibînin. Nêrînên we li ser Koma Xebatê çi ne? Hun rewsa nuha ya vê pêkhatinê çawa dinirxînin?
Koma Xebatê li Bakurê Kurdistanê lêgerîneke sîyasî ya derdorên welatparêz e, û hewl dide ku înîsîyatîveke neteweyî ya misterek pêk bîne. Li Bakur her tim lêgerîneke weha hebûye. Di civîna Îlona 2005an a Enqerê de pêsniyara deklarasyona demokratîk a neteweyî bi dijberîya “Tirkîyeyî” rû bi rû bû. Me dijîtîya kesên ku di gotina Serokwezîr a ku “Li Tirkîyê Pirsgirêka Kurd heye” de keramet didîtin, bi Koma Xebatê ya ku di wê civînê de pêk hat û bi Civîna Çileyê Pêsîn a 2005an li Amedê li dû xwe hist. Daxuyanîya encamê ya civîna Amedê ku bi yekdengîya li dor 300 welatparêzan hat pejirandin çarçoveya lêgerîna me ya yekbûnê xêzandiye. Divê Kurd li cografya xwe mafê çarenûsî bicîh bînin, ango qedera xwe bi xwe tayîn bikin.

Lêgerîna me ya bernameya hevpar û modelên rêxistinê hîn didome. Civînên Entab, Semsûr, Îstembol, Îzmîr û Mêrsînê di vê têgihîstinê de serketî û berdar bûne. Li gel van xebatan, bi dîtina min, vatinîya sereke ya li ber Koma me pêkanîna kanalên teorîk-polîtîk e, da ku felca ramanê ya ku li Bakurê Kurdistanê bandûrê li kadroyên welatparêz jî dike bisikîne û sîyaseta konformîst li dû xwe bihêle; li gel wê jî kanalên pratîk-polîtîk pêk bîne ku em tê de bikanibin destêwerdana pêvajoya sîyasî bikin.

Lêgerîna me ya yekbûnê li gel pirsgirêk û tengasîyên me hêdî hêdî be jî, pêsde dikeve, fireh dibe. Ji alîyê encam dayinê ve alîyên ku bawerîyê didin min ev in: a) pev re pêkanîna aqilekî sîyasî yê misterek ji alîyê partî, înîsîyatîvên partîbûnê, derdor û kesayetîyên welatparêz ve; b) mantiqê yekbûna me yê ku bi wî aqilî pêkanîna proje û sazîyên neteweyî armanc dike û c) rêxistinîbûna me ya ku di dema pev re mesînê de hiqûqê yekbûnê saz dike.

Belavoka Komalê ya ku di civîna Îstenbol de aîdîyeta Koma Xebatê derxist pês û tevlêbûna pêvajoyê ya hevalên ji kevnesopîyên cûda li Egeyê ku bi aîdîyeta Koma Xebatê înîsîyatîv sitendin, pêsketinên dilxwesîyê ne. Ez hêvî dikim ku ev helwest bibin nimûne. Ji bo ku dirêj nekim û ji bo ku kesên eleqedar bixwînin ez ji bo axaftinên xwe yên Enqere, Amed û Îzmîrê navnîsana sîteya înternetê didim: http://www.aslankaya-baz.net/
Divê stratejîya taybetî ya têkosîna neteweyî ya demokratîk a gelê Kurd çi be?
Pirsgirêka Kurdistanê yek ji pirsgirêkên neteweyî yên nedîtî ye ku dewrî sedsala 21an bûye. Gelekî din tuneye ku bi nifûsa xwe ya 30-40 milyonî nikanîbûye li ser axa xwe bibe xwedî desthilatî. Li dinyake ku tê gotin ku dewra netewe-dewlet qedîyaye, lêgerînên transnasyonal, yekbûn û dewletên navneteweyî tên gengesîkirin, gelê Kurd di nav serê netewebûnê, li ser axa xwe bidestxistina desthilatîyê de ye.
Di 130 salan de hejmara dewletên li dinyê ji 25an hilkisîya 200an, lê gelê me dîsa jî bê dewlet ma. Em çepê dinyê ne û ji ber vê yekê, divê em îsyan bikin.
Dewletnebûna Kurdistanê sentezeke rojhilat-rojava ya gistî ye. Kurdistana ku seranserî dîrokê bûye cîhê rêpêketina vegirtinan, di sedsala 20an de jî bûye dika têkosîna hegemonyayê ya împeryalîstên rojavayî û despotên rojhilatî. Her car bi senteza rojhilat-rojava û “lihevkirineke mezin a medenîyetan” bê dewlet û parçebûyî hatiye histin û birêvebirin. Aha îsyana me li dijî vê ye! Û bi dîtina min, divê ev serhildan bibe bingeha stratejîya me ya Têkosîna Demokratîk a Neteweyî.
Wek kesekî ku di qada vekirî de di nav têkosîna demokratîk a neteweyî de cîh digire, ez jê haydar im ku nikanim bersîva vê pirsa berfireh bi berfirehîyeke pêwîst bidim, lê belê ez ê dîsa jî li ser çend xalan rawestim:
- Divê Stratejîya me ya Têkosîna Demokratîk a Neteweyî wek birêkxistina vê serhildanê bê dîtin.
- Partîyeke kongreyî ya soresger ku mesrûbûna di qada vekirî de ji xwe re bike bingeh dibe ku modela rêxistineke li gora vê stratejîyê be.
- Divê hemû hêzên neteweyî yên ku li hev dikin ku pirsgirêka Kurdistanê pirsgirêka ax û desthilatîyê ye, înîsîyatîveke neteweyî ya hevpar pêk bînin; ev yek xwedî girîngîyeke navendî ye. Divê bi vê mîsyonê pistevanîya Koma Xebatê ya Demokratîk a Neteweyî bê kirin.
- Divê em xwe bigihînin projeyeke neteweyî ku li Bakurê Kurdistanê ji me re bibe nexseya rê. Divê ev proje bi tevlêbûn û tevkarîya hêzên welatparêz ên li parçeyên din ên Kurdistanê bê temamkirin û bibe projeyeke Kurdistanî ku li dinyê û li welêt ji me re bibe nexseya rê.
- Divê em xwe ji dîlemaya têkosîna çekdar – têkosîna parlamenter derxin, û rê û kanalên nuh ên têkosînê vekin. Divê bêîteatîya sivîl, raperînên sivîl, kampanyên ku zorê bidin legalîteyê bibin awayên sereke yên têkosîna dewra li ber me.
Komal-Suphi Orak

Posted in: kurdi

Comments

There are currently no comments, be the first to post one!

Post Comment

Name (required)

Email (not required)

Website

CAPTCHA image
Enter the code shown above:

  
Irak ve Kürdistan Gelişmeleri Üzerine Röportaj
Fuat Önen
Her dış mücadele bünyesinde bir iç mücadele barındırır. Dışarının içimizdeki operasyonuna dönüşmediği ve ulusal kurtuluş hedefinin önüne geçmediği müddetçe, iç iktidar mü...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (72)


HDP, Türkiyedeki Kürt azınlığın partisi olsun
Fuat Önen
Bence genel olarak Kürt seçmeni ya da Kürtlerin seçimde ne yapacaklarını sormak yanlıştır. En başta Kürdistanlılar ile Türkiye’deki Kürt azınlığını birbirinden farklı değerlendirmek lazımdır. Kürdista...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (223)


5’Lİ KÜRT BLOKU’NUN SEÇİM VE HDP’YE KARŞI TAVRI*
Fuat Önen
2009’dan bu yana Kürdistani Birlik, Kürdistan Ulusal Konferansı gibi konular gündemdedir. Her ne hikmetse seçim zamanları bu birlik konusu gündeme geliyor. Eğer ülkemizin toprakları işgal ediliyorsa, binlerce gen...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (230)


SEÇİME HAZIR OLMAK
Fuat Önen
24 Haziran seçimlerine de Kürdistan’dan katılmanın meşru bir yolu var mıdır diye düşündüğümde şu önerinin tartışılabileceğini düşünüyorum. Yani bu seçimi yine referanduma dönü...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (912)


EFRÎN
Fuat Önen
58 gün önce 72 savaş uçağı ile Efrini işgal operasyonunu başlattınız. Savaş uçaklarınıza tanklarınız, toplarınız, savaş helikopterleriniz, İHA’larınız, SİHA’larınız,termal kameralarınız eşlik etti.  Binlerce ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (508)


Afrin operasiyonunu Türkiye devletinin Kürdistan dönük seferlerinin bir parçasıdir
Fuat Önen
Şimdi bunun doğru anlaşılması için şunun iyi görülmesi lazım. Türkiye devleti Afrin e, Hewlere, yada Mahabada  Ankara dan bakmıyor. Türkiye devleti Afrine de, Hewlere de, Kamışlıya da, Mahabada da, Sanadaja da Diyarbak...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (619)


KÜRDİSTANİ PARTİLERİN TEMEL STRATEJİK HEDEFİ KÜRDİSTAN’IN BAĞIMSIZLIĞI VE BİRLİĞİ OLMALIDIR
Fuat Önen
Sırrı Süreyya Önder kimi temsil ederek İmralı-Ankara-Kandil üçgeninde bu kadar tur attı? Önder’in Türkiye’de temsil ettiği bir kitle mi var? Bana göre devleti temsil ediyor. Yapılan yanlış bir işin kof...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2198)


   «   [1]  2  3  4  5  6  7  8  9  10  »      
DESTPÉK      Tarix-belge      TEVKURD      Aslan Kaya -Baz      Fuad Önen      Media