Fuad Önen
HILBIJARTINA TIRKAN, HDP Û HELWESTA HIN PARTÎYÊN KURDAN
Fuat Önen
Em nabêjin ku hilbijartina Tirkan me aleqedar nake, em dibêjin ku ev hilbijartina dewleteke dagirker e, hebûna dewleta Tirkan li Kurdistanê ne rewa ye, ev dewlet bi hemû dam û dezgehên xwe dagirker e û ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (29)


HILBIJARTINÊN DEWLETÊN DAGIRKER Û HELWESTA KURDAN
Fuat Önen
Ne xwezayî ye ku sîyasetmedarên Kurdan wek yên Tirkan bipeyivin, nakokîyên di nav sîyaseta Tirkan de mezin bikin û di nav sîyaseta Tirkan de ji xwe re li cîyekî bigerin. Divê s&i...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (123)


TÊKÇÛNA ŞERÊ CEBHEYA KERKÛKÊ
Fuat Önen
Şerê li cebheya Kerkûkê rû da, bersîva dewletên dagirker û parêzerên sistemê ye. Di vê cebheyê de em têkçûn. Berpirsê vê têkçûyi...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (853)


YEKÎTÎYA KURDAN Û YA PARTÎYÊN KURDAN JI HEV CUDA NE
Fuat Önen
Di nav tevgerên rizgarîya neteweyî de kesî bi qasî tevgera rizgarîya neteweyî ya Kurdan nîqaşên teorîk nekiri ye. Em di nivîsarên Ho Shi Min, Amilcar Cabral, Mahatma Ghandi, Fide...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1279)


TC ÇIMA JI YEKÎTÎYA AXA ROJAVAYÊ KURDISTANÊ DITIRSE?
Fuat Önen
Ez ne di wê bawerîyê de me ku TC yê karibe Efrînê dagir bike û li wir pêşî li Kurdan bigire. Bi sedem ku TC nikare bakurê Kurdistanê wek berê bi rêve bibe, anuha her nav&cc...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (964)


REFERANDOMA SERXWEBÛNA KURDISTANÊ
Fuat Önen
Serxwebûna Kurdistanê di herêma Rojhelata Nêzîk de şoreşek e û ew ê nîzama dagirker hilweşîne. Ji ber vê yekê her çar dewletên dagirker; di serî de jî dewleta ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1068)


SERXWEBÛNA BAŞÛRÊ KURDİSTANÊ GENGEŞÎYÊN Dİ NAV ŞÎA Û SUNEYAN DE ŞENGAL Û HÎLALA ŞÎA RIZGARBÛNA ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
Fuat Önen
Em nizanin ku bi çi sedemê rê lê vekirin ku hêzên Haşdî Şabî têkevin hin deverên Şengalê û ew van deveran “rizgar” bikin. Hêza pêşmergeyan heye ku her bi...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (960)


   «   [1]  2  3  4  5  »      
  
24

Hevpeyvîna Nezîrê Cibo bi Fûad Onen re

admin posted on oktober 24,2006 11:45

Nezîrê Cibo: Brêz Fûat, hun ji yekji rêvebirên Koma Xebatê ne û têra xwe têne naskirin. Belê, dîsa jî ji keremaxwe re tu dikarî xwe bi me û xwendevanên netkurdê bidî naskirin?.

Fûad Onen: Ez yek ji aktîvîstênKoma Xebatê me, ne rêvebir im. Di civîna Amedê de min dîyar kir ku ez dîsîplînakomê dipejirînim û ev nêzîkî salekê ye ku bi rêvebirîya hevalan tev li karêKoma Xebatê dibim. Li ser xwe dixwazim tarîfeke kurt bidim. Ez welatparêzekîKurdistanî me û bi nasnameya xwe ya demokratê şoroşger ê alîgirê sosyalîzmê hewldidim ku di nav bizava netewî de kar bikim. Ev sîh sal in ku ez xwe wanî tarîf dikim.

Nezîrê Cibo: Min bi xwe navê Fûat Onen bi DDKD ya İzmirê re bihistibû. Birasti nuha jîez dikarim bêjim ku; navê we li ba min dîsa bi vî awayi tê bîranîn. Tê bîramin, çaxa ku li Diyarbekirê di sala 1978an de li ser merkezîbûna DDKD’yan niqaşû civîn pêkdihatin, min we ji dûr ve nasdikir. Tu û havalên xwe daxilî wêbiryarê nebûn. Pişti 28 salan, gelo ez karim bipirsim, çima? DDKD ya Îzmîrê anFûat Onen wê çaxê çi difikirî? Nuha çi dixwazin?

Fûat Onen: Bi rastî ez kêfxweş im ku di navserebûna xwe de bi xortanîya xwe têm bîrawe, spas ji bo vê yekê. DDKDya Îzmîrê û DDKDya merkezî du modelên rêxistinî yêncîhê ne. Ji bo ku ez vê cudatîyê zelal bidim xuyakirin, pêwîstî heye ku ezçenekî li ser destpêk û pêvajoya wan komelan rawestim. Tê jibîrkirin ku disalên 1975-76an de li her sê bajarên Tirkîyê yên mezin sê DDKD hatindamezirandin: DDKDya Enqerê, DDKDya Îstenbûlê û DDKDya Îzmîrê.

Piştî darbeya 12ê Adarê li metropolan komela ciwanênKurd ya ewil di sala 1975an de li Îzmîrê hat avakirin, bi navê Komela Alîkarî ûÇanda Rojhilat ya Îzmîrê (İzmir Doğu Yardımlaşma ve Kültür Derneği-Îz. DYKD).Dûre li Enqerê DDKD hat avakirin. DDKDya yekem a Enqerê ye. Piştre li Îstenbûlêhat avakirin. Û li Îzmîrê jî li dijî Îz. DYKD hinek dozên dadgehê hatin vekirinû ew bi wê rêyê hat girtin. Piştî girtina wê İz. DDKD hat damezirandin. Ev hersê komel jî bi gişti komelên ciwanên Kurdan ên li metropolan bûn.

Her çiqas di nav rêvebirîyên wan û awayê damezirandinawan de ferq hebûn jî, wek modela rêxistinên ciwanan li ser heman xetê bûn. Xweberdewama kevneşopîya DDKO dihesibandin, ji hemû derdorên welatparêzan revekirî bûn.Yekîtîya xortên Kurdan li metropolan û tevlêbûna bizava azadîyêarmancên hevpar bûn. Di nav rêvebirên her sê DDKDyan de ji bo avakirinatevgereke sîyasî danûstendin hebûn û di destpêkê de armanca van danûstendinantevgereke welatparêz û sosyalîst bû. Şikilgirtina sîyasî û cudatîyên rêxistinîdi nav bizava azadîyê de hîn ne xwiya bûn û bandora Marksîzmê li ser bizava mexurt dibû.

Ez dikanim bêjim ku piranîya xortên wê demê di navlêgerîneke bê pûsûla, tund û bêsinor de bûn. Hêdi hêdi hevalên berî 1971ê destbi karên sîyasî kirin û li gora cudatîyên berî 71ê û cudatîyên ku di zîndanande peyda bûbûn, komikên sîyasî derketin holê. Ji alîkî din jî cudatîyên navtevgera sosyalîst ya navnetewî bêtir ketin rojeva me. Li metropolan em bi çepênTirk re jî di nav têkilî û gengeşîyên xurt de bûn. Du mijarên gengeşîyan hebûnku di nav me û çepên Tirk de dibûn sedemên pevçûnên tund; Kurdistan kolonî(sömürge) ye an na, mafê Marksîstên Kurd heye ku ji çepê Tirk cîhê rêxistinekeMarksîst a Kurdistanî ava bikin, an na.

Ev her sê faktor bûn sedem ku yekîtîya her sê DDKDyanû hewldana avakirina tevgereke sîyasî neçe serî. DDKDya Enqerê ji alîyê dadgehaTirkan a Enqerê ve hat fesihkirin; li dijî DDKDya Îstenbûlê jî doz hatibûnvekirin, lê rêvebirên komelê bi xwe ew fesih kirin. Berî ku bê girtin, dihundir xwe de bi problem bûn û helwesteke yekgirtî di nav wan de nemabû. Wekmînak, Komuna hevalên Îstenbûlê bi gengeşîya li ser milkîyeta weşanxaneya‘Yöntem’ ji ber hev ket. Komuna Îstenbûlê berî girtina DDKDya Îstenbûlê nêzîkîxeta Maoyî bû û wê komunê DDKDya Îstenbûlê birêve dibir. Heta wê demê komikên sîyasî‘Komal’ û ‘Riya Azadî’ bûn. KDP jî hebû, lê di nav ciwanên Kurd ên metropolande tu giranîya wan tunebû. Lê komikek nuh jî xwiya dikir êdi. Navê wan ê ewildi dawîya sala 1976an de min bihîst ku ‘Şivancî’ bû.

Bandora Komalîyan (Komal) li damezirandin û rêvebirîyadestpêkê ya DDKDya Enqerê hebû. Lê divê em mafên van hevalan teslîm bikin ku biçavên komela xeta xwe li DDKD nedinêrîn û komeleke pirreng u pirdengdiparastin. Piştî ku DDKD ji ber hev ket û yekîtîya xortên Kurd bi DDKD çaresernebû, hevalên Komalê (dûre Rizgarî) bi navê ASK-DER komelên ciwanan ên li serxeta xwe ava kirin.

DDKDya Îzmîrê bi tenê ma. Bandora tu komênsîyasî li ser DDKDya Îzmîrê tunebû. Ji her rengî welatparêzan di nav de xebatdikirin. Di rêvebirîya wê de jî hevalên alîgirê koman hebûn, lê ew wek komel nedi xeta tu kom an rêxistinan de bû. Ji bo yekîtîya ciwanên Kurd komelekeyekgirtî bû, û ji bo tevgera sîyasî jî avakirina partîyeke Kurdîstanî yaMarksîst diparastin. Piranîya hevalên DDKDya Îzmîrê û ez bi xwe jî wek serokê wê,xwedîyê wê helwestê bûn. Bê guman, li gelek deverên din jî hevalên bi me retêkildar hebûn, û car caran di nav me de jî li ser awayê rêxistinê civîn ûgengeşî pêk dihatin. Hevalên Riya Azadî jî di wan deman de ji bo şaxê xwe yêciwanan dest bi damezirandina DHKDyan kiribûn.

Îcar ku ez werim serbersiva pirsa we:


Mijara niqaşên Diyarbekirê ne merkezîbûyina DDKDyan bû. Niqaş li serkomeleke yekgirtî ya ciwanên welatparêz bûn. Di civîna ewil de biryar hat dayinku em bang li hevalên ASK-DER û DHKD jî bikin.

Wê demê me ev projediparast: Li Kurdistanê ji bo yekîtîya ciwanên Kurd pêwîstî bi komelên yekgirtîû federal heye. Komelên ku beşdari wê civîna ewil bûn jî ne komelên yekparebûn, û bi binavkirina wê demê ne ‘çizgi derneği’ (komelên xetên sîyasî) bûn. Dinav wan de ji DDKDyên ewil hew DDKDya Îzmîrê hebû. Piştî girtina DDKDyaÎstenbûlê, beşek ji endamên wê bi navê DDKD ji nuh de komelek damezirandin, lêev DDKD ne li gor modela DDKDyên ewil bû. Ne komelek yekgirtî bû. Her çiqas lirû xwe wek berdewama DDKD raber bikira jî, di eslê xwe de ji alîyê koma‘Şivancî’yan hatibû damezirandin; wek ku dûre hat fahmkirin jî, ew êdî ‘çizgiderneği’ bû. Bi navê DDKDya Îstenbûlê ew jî beşdarî civînên Diyarbekirê bû.Piştî çend civînan hat fahmkirin ku niyeta hevalan ne ew bû ku ji bo yekîtîyaciwanên Kurd komeleke yekgirtî û federal bihata damezirandin. Lê niyeta wan dibin navê DDKD de avakirina komela "çizgi derneği", komela‘Şivancîyan’ bû. Ji ber vê yekê hewldana avakirina komeleke yekgirtî û federalji bo xortan têk çû û hevalên ‘Şivancî’ bi navê DDKDya merkezî komela xwe avakirin.

Ne ku em ji wanveqetîyan, em tev li wan nebûn.


Li pişt niqaşa komela merkezî an federal ev niqaşa sîyasî hebû: Me digot, liBakurê Kurdistanê partîyek Marksîst tuneye û divê em avakirina partîyekMarksîst wek wezîfe daynin ber xwe. Ev partî jî tenê ji komekê an jitradîsyonekê dernakeve, pêwîstî bi beşdarbûna gelek alî û kesên Marksîst heye. Wan hevalan digotin dendikeke Marksîst heye û hun jîwerin tevlê bibin. Qesta wan ji dendik û partîya Marksîst T-KDP bû. Piştî ku medi van mijaran de li hev nekir, me biryar da ku di navbera me de dostanî udanûstendinên welatparêzî dom bike. Wan dest bi komela DDKDya merkezî kir, mejî DDKDya Îzmîrê li ser esasê damezirandina wê ya ewilî domand. DDKDya Îzmîrêheta bi darbeya 12ê Îlona 1980an li gel dûrketin û nêzikbûnan, li ser vî esasîxebat kir. Bi darbeya 12ê Îlonê hat girtin û bû beşek ji dîroka xebata ciwanênKurd.

Hêvîdar im ku min zêde dirêj nekiribe û bersiva pirsawe dabe. Lê berî ku ez derbasî bersiva pirsa din bibim, ez dixwazim parantezekêji bo peyva ‘Şivancî’ vekim.

Dê bala we jî kişandibe ku ez vê peyvê wer di nav ‘’ande bikar tînim. Sedema wê ev e: Ez difikirim ku xeta Dr. Şivan piştî 1975an didu cihokan de herikîye. Hevalên ku dûre navê T-KDP kirin KİP, li mîrasa Dr.Şivan a rêxistînî xwedi derketine û hîna jî lê xwedî derdikevin. Di civînaDDKDyîyan a li Almanyayê de ev ji nuh de deklere jî kirin.

Lê belê ji 1975an û vir de ew tucarî li xeta DR. Şivana teorîk û sîyasî xwedî derneketine. Bi bêdengî xeta Dr. Şivan a teorîk ûsîyasî dane jibîrkirin. Programa T-KDP û ya KİPê bi hev re nayên elifandin (lihev nayên anîn); programa KİPê ne dewama T-KDP, lê înkara wê ye. Xeta Dr. Şivana îdeolojîk nêzîkî xeta Maoyîtîyê ye û tu têkili di navbera vê xetê û xeta KİPêya îdeolojîk de tuneye. Di warê awayê têkoşînê de jî Dr. Şivan û KİP gelekidûrî hev in. Dr.Şivan bêtir nêzîkî awayê têkoşîna Amerîka Latînî û BaşûrêKurdîstanê ye. Awayê têkoşina KİPê bêtir bajarvanî û bi nisbetî Dr. Şivan bêtirreel-polîtîk e.

Bawerîya min ew e ku dı destpêka xwiyabuna komikan liBakurê Kurdistanê de, xeta Dr. Şivan a teorîk û sîyasî ji alîyê Komalîyan vehatiye domandin. Orhan Kotan ji Ömer Çetin bêtir temsîla fikrên Dr. Şivandikir. Weke tê zanin pirtûkên Dr. Şivan ji alîyê Komal ve hatin weşandin.Pirtûka Dr. Şivan a bi navê "ezen uluslar ezilen uluslar" (netewênserdest netewên bindest) di dest KİPê de ma û ji alîyê van hevalan hatîmhakirin, an jî wendakirin. Ew jî dide xwiyakirin, an jî ez wer dinirxînim kuKİP di warê teorîk û sîyasî de ne warisê xeta DR. Şivan e. Ji ber vê yekê, divêmeriv di wek ‘Şivancî’ binavkirina KİPîyan de bi îhtîyat be û xwedîyê vanrezervan be.

Nezîrê Cibo: Biréz Fûat, mexsada vé hevpeyvinê bı gırani, lı ser pırsa yekitiya Kurda ûdı vé çerçevê de proja Grûba Xabata Kurd a Neteweyi û Demokratik e. Bı kurtasiez bıpırsım; GXKND çi ye ne çi ye? Grûp bı çı awayi û jı kijan ihtiyacê derketeholê? Armanca wé çi ye? Nuha rewşa wé çi ye? Bı taybeti tu pêşeroja Grûbê çewadıbini?

Fûad Onen: Koma Xebaté li Bakurê Kurdîstanê lêgerîneke partî, kom, derdor ûkesayetîyên cuda bo înîsîyatîveke netewî ya hevbeş e. KX ji bo Kurdan li seraxa xwe desthilatîya sîyasî daxwaz dike û ji bo pêkanîna vê daxwazê yekîtîyahêzên netewî, ji bo yekîtîyé jî heşekî sîyasî yê hevbeş pêwîst dibîne. Bi yamin KX îfadeya lêgerîna vî heşê sîyasî yê hevbeş e. Divê KX bibe pêwengapêkanîna vî heşê sîyasî yê hevbeş, bi vî heşê hevbeş derxistin û birékxistinaprojeyeke netewî û pêkanîna sazîyên netewî li tewereyê vê projeyê.


Bi dîtina min, divê ev her sê têgîn bibin bingeha KX û zemîna wê yarealîzebûnê: heşê sîyasî yê hevbeş, projeya netewî û sazîyên netewî. CivakaKurd ne girseyeke bê çîn û tebeqe, bê îmtîyaz û pevkelyayî ye. Him civaka me ûhim jî Koma me ya Xebatê ji alîyê îdeolojî û ramanê ve ne yekcure ye. Bi rastîji bo yekcurebûnê pêwîstî an îmkan jî tuneye. Di dema zaroktîya tevgera me yaazadîyê de (1975-1978) nêzîkbûna îdeolojî=siyaset serdest bû û sîyaset di navîdeolojîyê de dihat mehandin, divê em van tiştan li dû xwe bihêlin.


Sîyaset û çalakîya sîyasî bi gelemperî wek hewldana dîtina rastîyê tên zanîn;lê bi rastî hewldana dîtina rastîyê karê zanistî û teorîyê ye. Hîmê çalakîyasîyasî hewldana avakirina rastîya xwe ye. Wê gavê, ger hêzên netewî tercîhêncuda ên îdeolojîk, aîdîyetên cuda yên rêxistinî û sîyasî hebin jî, ku ev jîxweristî (tebiî) ye, divê rastîyên wan ên sîyasî yên hevpar jî hebin. Her çendeberjewendîyên cuda yên çîn û tebeqeyên cîhêreng ên netewî hebin jî, divêberjewendîyên wan ên hevpar ên netewî jî hebin; bi rastî hene jî. Heşê sîyasîyê hevbeş dê bibe îfadeya van berjewendîyên hevpar û rastîya me ya hevpar anetewî.
Pêwîstîya têkoşîna sîyasî bi dîsîplînê û bi projeyên berbiçav heye. Merivdikane bi têgînên gelemperî propagandayê bike, lê belê têkoşîneke sîyasî yacidî bi projeyên berbiçav û dîsîplînê tê kirin. Pêwîstîya tevgera me ya azadîyêbi projeyeke mezin a netewî û jêrprojeyên bi wê ve girêdayî heye. Ev pêwîstî lipêş çavan e. Hîmê projeya netewî dê dewletbûna netewa Kurd li Kurdistanê be;divê weha be. Li ser şêweya vê dewletê gengeşî û nêrînên cuda hene; cudatîyên wisanormal in û meriv dikane li gel hebûna wan û bêyî ku bibin asteng xebata xwebidomîne.


Pirsgirêk û wezîfeyên me yên girîng ên sîyasî hene: divê em jenosîda sîyasî yali Kurdistanê bigihînin raya giştî ya dinyê, pirsa Kurdistanê têxin nav rojevaNetewên Yekbûyî, zimanê netewî û perwerdeya bi zimanê netewî, bidawîanînaeskerîya mecbûrî li Kurdistanê, parçebûna Kurdistanê û çareserîya pirsgirêkênji ber parçebûnê û hwd. Ev gişt pirsgirêkên me yên girîng û wezîfeyên me yênsîyasî ne û divê em ji bo wan projeyên bi projeya netewî ve girêdayî pêk bînin.
Serketina têkoşîna sîyasî bi dîsîplînê û dîsîplîn jî bi rêxistin û sazîyanmimkun e. Li Kurdistanê pirsgirêka me ya herî girîng nebûna sazîyên netewî ye.Li gel sazîyên sîyasî yên wek enî, kongre, meclîs û hwd, pêwîstîya me bisazîyên sivîl, civakî, herêmî jî heye. Divê em li gel sazîyên wek akademî,weqif û enstîtuyan ku hinek ji wan ne bi awayekî têrkir be jî, ji nuha dehatine avakirin, sazîyên wek Yekîtîya Doktorên Kurdistanê, Yekîtîya HiqûqzanênKurdistanê, Yekîtîya Perwerdekarên Kurdistanê, Yekîtîya Olî ya Kurdistanê bişaxên xwe yên ol û mezhebên cuda, Yekîtîya Muxtarên Kurdistanê, YekîtîyaŞaredarîyên Kurdistanê û hwd jî damezirînin.


Ez bi vê perspektîfê li Koma Xebatê dinêrim û pêşniyar dikim ku wanî lê bênêrîn. Em hîn di serê rê de ne. Reşnivîsa bernamê bi awayê ku meclîsa Komêpejirandiye di rêya heşê sîyasî yê hevbeş û projeya netewî de gaveke erênî ye.Ez hêvî dikim ku bê weşandin, û bi tevlêbûn û rexneyên hêzên welatparêztêkûztir bibe.


Ji ber ku ez bi vê berfirehîyê li KX dinêrim, ez pêwîstî û girîngîya wêdizanim. Projeyeke bi wate û berdar e, dikane bibe bersiva îhtîyacên têkoşînanetewî ya Kurdistanê. Tecrubeyên salekê jî ev yek rast derxistiye. Ez dibînimku hemû hêmanên komê ji alîyê pev re xebitîn û pêkanîna ehlaqê yekîtîyê de sûdêjê werdigirin. Ji bo min bi xwe bûye tecrubeyeke kêrhatî. Heke em bikanibinhesabên demkurt, berjewendîyên teng ên komikan, hêvîyên şexsî bidin alîyekî ûaîdîyeta KX derxin pêş, wê bikin tevgereke weha ku mudaxeleyî pêvajoya sîyasîbike, herkes ê bibîne ku ew wesiteyeke cidî ya sîyasî ye. Lê dîsa jî, gerev xebat biser nekeve, ev nabe serneketina vê projê, lê dibe serneketina me.Rêça ku em ketinê rast e; serneketin jî berpirsiyarî jî dê bibe ya rêwîyan.Yekîtîya hêzên netewî ya bi armanca pêkanîna heşê sîyasî yê hevbeş, projeyanetewî û sazîyên netewî dê zû an dereng aktor û aktîvîstên xwe yên biperspektîfa îqtîdarê bibîne, ez ji vê yekê şik nakim.

Nezîrê Cibo: Wek ku ez dı zanım haya iro gelek caran hızb û siyasetmendarénKurdén Bakûr hatıne ba hev û dûvdıréj nebé ji ‘yekiti’ sazkırın e. Lé bélé tucari hızb û grûbén İslami dı nav van yekitiyan de cih nedigirtin e. Lé iro dınav GXKND de ev kes û grûbén İslami ji cih gırtın e. Bı rasti ez pır û pırgıring dibinım. Lı ba mın ev siyaseteke héja u Kurdistani ye. Dı vé derhaqé detu çı dı béji? Ferqa proja GX û tecrûbeyên berê çı ne?

Fuad Onen: Li her alîyê dinyê, di nav tevgerên rizgarîya netewî yên serketî de, emtevlêbûnên xurt ên oldaran dibînin; pirê caran jî di nav refên herî pêşî de ne.Îluzyona ku di navbera nasnameya olî û ya netewî de nakokî heye, xweserîyekeme, bêtir jî ya Bakurê Kurdistanê ye. Gelek sedemên vê îluzyonê hene û bidîtina min, sedema herî girîng Kemalîzm e. Li Bakurê Kurdistanê kolonîbûn bûyenavxweyî, û Tirkîyeyîbûnê di bin şiûra me de cîh girtiye. Kemalîzm, evîdeolojîya nijadperest û şoven a sîstema desthilatîya Tirk pirê caran wekmodernîzm hatiye îdraqkirin û Kurdan jî piştevanîya gelek bicîhanînên wêkirine. Bi taybetî jî kirinên wan ên li dijî Îslamîzmê weha hatine îdraqkirin.‘Qanûna derbarê girtina tekya û zêwan (zawîye)’ a ku di dawîya 1925an de hatpêkanîn îro jî ji alîyê gelek pêşverûyên Kurd ve wek pêşverû û modernîst têdîtin. Lê bi rastî mîlada Kemalîzmê serhildana Kurdan a 1925an e (Yek jianalîzên ku ji Îmralî tên pêşkêşkirin jî ‘Kemalîzma 1920-23an’ e; ev tiştekîvala û bêbingeh e û di wan salan de Kemalîzm tuneye!).

Komara Tirkîyê (KT) projeya afirandina netewa Tirk jibermayên Osmanî ye; pêwenga tetbîqkirina wê sîstema hikumranîya Tirk e, ûîdeolojîya wê jî Kemalîzm e. Aha ev Kemalîzm şerekî li dijî rasteqînîya netew ûwelatê gelê Kurd e. Ev qanûna navgotî ku hema piştî têkbirina serhildanê hatpêkanîn, îzolekirina reha Îslamî ya têkoşîna netewî ya Kurdan armanc kiriye ûnuha meriv dikane bibêje ku biser ketine. Piştî serhildanên Kurdan ên dewrapêşî, reha Îslamî di têkoşîna me ya rizgarîya netewî de qels bûye. Lewra niqtaku we bal kişand ser girîng e. Tevlêbûna kesayetî û komikên Îslamî bo KX merivkêfxweş dike. Konsepta yekbûna netewî ya KX vê yekê pêwîst dike û ji alîyêpêkanîna yekbûna hêzên netewî ve bawerîyê dide. Ne tenê Îslamîst, divêtevlêbûna Kurdên oldar ên Êzîdî, Elewî û Îsewî bo yekbûna netewî jî bê pêkanîn,û divê KX ji bo pêkanîna vê yekê xebatê bike.

Nezîrê Cibo: Berya nuha mın jı Kak Sabahattin Korkmaz û Brez Brahim Gûçlû ji pırsibû.Ez dıxwazım ji cenabê we ji bıpırsim; Gelo heta nuha pêknehatina yekitiyaneteweyi nayê wê maneyê ku mıletê Kurd hê nebûye neteweyek nûjen, têgıhiştın ûkarekterê neteweyi nestandi ye? Jı ber ko dı nav me Kurda de hêji têgıhên grûpiû eşiri dı ser berjewendiyên neteweyi de têne gırtın. İnsanên me qasi ku bışef, serok, eşir an grûba xwe ve grêdahi ne û wan dıparêzın, menfaetên neteweyihewqas naparêz ın. Dıkare jı bo eşir, grûp, şef, serokê xwe her fedekariyêbıke, belê jı bo mıletê xwe wan fedekariya nake. Ev ji dıbe sedem ku yekitiyaneteweyi pêknayê. Nızan ım gelo ez xelet ım? Hun çı dıfıkırın?

Fûad Onen: Ji bo vê mijarê, divê meriv gengeşîya netew û yekîtîya netewî bike. MeKurdên Bakur tarîfa netew bêtir li gora formulasyona Stalîn a navdayî kir. Û emli şîroveya determînîst û jixweberbûnê ya vê formulasyonê aliqî man. Kapîtalîzmpêşde dikeve; yekîtîya ziman, çand, yekîtîya jîyana ekonomîk pêk tîne, û geryekîtîya xakê jî hebe, gel dibin netew! Her çiqas ez çenekî karîkaturîze dikimjî, bi gelemperî îdraqa me ya netew ev bû. Lê di rastîya xwe de, netew herçiqas fenomeneke dîrokî û civakî jî be, fenomeneke sîyasî ye. Li her derekedinyê netew di pêvajoyên têkoşînên tund ên sîyasî de pêk hatine. Li Rojavabêtir bi têkoşînên li dijî feodalîteyê, li Rojhilat li gel wê gelek caran bitêkoşîna li dijî kolonyalîstan, dagirkeran pêk hatine. Netewên ku li Rojavadi berbanga kapîtalîzmê de di sedsalên 17-18an de derketine ser dika dîrokê, liRojhilat mane ji sedsalên 19-20an re. Pirsgirêka netewa Kurd jî yek jipirsgirêkên netewî yên nadîr e ku maye ji sedsala 21an re.

Tarîfeke CemîyetîAqwam û piştre Netewên Yekbûyî heye; ev tarîf jî netew bi dewlet tarîf dike,netewa bêdewlet nas nake. Li gora van sazîyan, wek mînak, netewa Kuweyt, netewaBahreyn, netewa Tirkîye heye, lê netewa Kurd tuneye. Ev tarîf tarîfeke yekcarpolîtîk e, ji alîyê serketîyên her du şerên dinyê ve li dinyê hatiye ferzkirin,ji bo parastin û domandina sazûmanê hatiye lihevanîn. Qet girîngî û nirxeke wêya zanyarî tuneye.

Divê meriv li gelalîyên jixweberî û vîyanî (îradî), wek fenomeneke civakî-dîrokî û sîyasî linetew binêre û wê wanî fahm bike. Her weha, netew ne rutbeyek e ku gel wê piştîpêvajoya netewbûnê bidest dixin. Divê hemû gel an jî komên etnîkî yên xwedîyêyekîtîyeke mînîmûm a ziman, çand û jîyana ekonomîk wek netew bên naskirin ûbinavkirin. Bi dîtina min, netewbûna gelê Kurd, ku di sedsala 20an de li herparçeyekî bi deh hezaran keç û lawên xwe ji têkoşîna rizgarîya netewî re kirinequrban, bê cirûcedêl fenomeneke civakî-sîyasî ye. Ger bê pirsîn ku ev çiqasîmodern e, ez dikanim weha bersivê bidim: gelê Kurd di pêvajoya netewbûn ûmodernbûnê de têra xwe pêşve çûye, û divê qet şik jê tunebe ku ev rê dê bidesthilatîya îqtîdara li ser xaka xwe biqede.

Pirsgirêka yekîtîyanetewî an yekîtîya hêzên netewî asteke cîhê ye û dîyar e ku di vir depirsgirêkên me hene. Meriv dikane sedemên vê wek pre-modern, modern ûpost-modern jî tesnîf bike. Ez ê hewl bidim ku bi kurtî balê bikişînim serevan:

- Dîyar e ku aîdîyet ûsazîyên pre-modern ên wek eşîrtî û şêxtîyê li ber yekîtîya netewî asteng in. Lêbelê ez difikirim ku, bastûra eşîrî ya li Kurdistanê ku ji civaka komunal mayepêwîstî bi lêkolînan heye û jihevketina eşîran her tim bi hêla yekîtîya netewîve naherike. Her tişt bi dijberê xwe watedar dibe! Li cîhên ku em nikanibinsazî û aîdîyetên netewî têxin şûna eşîrên jihevketî, ev valahî ji alîyê sîstemaserwerîya Tirkan ve tê tijekirin; divê haya me ji vê hebe. Her weha divê bêdîtin ku oldarîya li gora şîroveyên Tirkîk û Erebîk ên Îslamê jî faktorekepre-modern û li ber yekîtîya netewî astengek e, û di van demên dawî de ji boyekîtîya netewa Kurd bûye tehdîdeke cidî.

- Em modernbûnê di navsîstema serwerîya Tirkan a fetisokî û Tirkîyeyîbûna Kemalîzmê de dijîn; di navfaktorên ku yekîtîya me ya netewî pûç dikin de ev ya herî girîng e. Ez bitaybetî qala wê pêşketina kapîtalîzm û modernbûnê dikim, ku piştî 1960an di navvê sîstemê de pêk hat. Sîstema perwerdeya Tirkan şiûr û binşiûra xwendayên Kurdyekcar zêde rûxandiye. Piranîya me ji kûrahîya wê ne haydar in. Encameke wê jîew e ku, xwendayên Kurd dema ku didin dû trendeke ramanî, ekoleke fikrî, wê biTirkîyeyîbûnê re dikin yek. Modernîstekî ji Kurdistanê avakirina Kurdistanekemodern nade ber xwe, ji dewsa wê hewl dide ku Tirkîye bike modern. Lîberalên jiKurdistanê îqtîdareke sîyasî ya lîberal li Kurdistanê armanc nakin, qalalîberalkirina Tirkîyê dikin. Divê ez di nav vê mijarê de qala wê yekê jî bikimku, di vîzyona me ya Marksîzmê ya berî 1980 de jî Kurdistanîbûna me biTirkîyeyîbûnê, car caran jî bi enternasyonalîzma afaki malûl bû, û bi qasî kupêwîst bû, hewcedarîya yekîtîya netewî nedidît. Wek mînakek din ji tiştên meyên ecêb ên bi vê mijarê ve têkildar jî, meriv dikane FByî an GSî bûna li Amedêbide, ku dişibe FByî an GSî bûna li Îstenbûlê. Ev û yên wek wê jî divê di navpirsgirêkên me yên yekîtîya netewî de bên nirxandin.

- Di van salên dawî deargumentek tê parastin ku li Rojava dewra netew-dewletan qedîyaye û êdî derbasîdewra dewletên ultra-netewî, trans-netewî dibin. Îcar ku meriv vêya yekserveguhêzîne Rojhilat û daxuyanî bike ku dewra netew-dewletan qedîyaye, lewraparastina dewletbûna Kurdan paşverûtî ye, wê gavê meriv bi xwe paşverûtî ûkevneperestîyeke post-modern dike. Post-modernbûn mijara modernbûyîyan e û divêwere niqaşkirin, lê ne ew e ku meriv civakên ku modernîte nejîyane bi awayekîekspres, anku bê rawestgeh, veguhêzîne bo post-modernîteyê.

Bêyî ku dirêj bibe,divê bibêjim ku hevbeşîya giştê van faktorên ku li ber yekîtîya netewî astengin, nebûna perspektîfa îqtîdarê ye. Bi dîtina min em dikanin bi perspektîfaîqtîdarê nêzîkbûnên ku aîdîyetên eşîr, terîqet, partî û komikan di ser aîdîyetênnetewî re digirin û li hember yekîtîya netewî astengan pêk tînin, derbas bikin.Ji lew re ez pêşniyar dikim ku KX perspektîfa îqtîdarê derxe pêş.

Nezîrê Cibo: Gelo dı derhakaçareserkırına pırsa Kurd de w ın çı dıfikirn? Tu zani van roja dı nav siyasetmenderéKurdén Bakûr de “Federasyon” an “Serxwebûn” té munaqeşekirin. Ez dı xwazım dıvé derhaqede ditinén we ji bıpırsım?

Fûad Onen Pirsgirêka netewîpirsgirêka ax û desthilatê ye. Çareserkirina wê jî li ser axê û bi desthilatasîyasî mumkun e. Ango tenê dema ku Kurd li ser axa xwe desthilatê bidest bixin,ev pirsgirêk çareser dibe. Di vê niqtê de divê heşê me zelal û hêvîya me xurtbe. Wek prensîp bi destxistina mafê çarenûsî bi gelemperî di çareserkirinapirsa netewî de tê pejirandin. Mafê çarenûsî jî di naveroka xwe de mafêdamezirandina devleteke cîhê ye. Du awayên bicîhanîna mafê çarenûsî hene:

1-Netewa bindesttercîha xwe bo dewleteke cihê û serbixwe dike.

2-Netewa bindest binetewa din re dimîne û devleteke ku maf û realîteya her du netewan bi wekhevîîfade dike, tê damezirandin. Bi her du awayan jî çareserî dewleteke nuh e. Angoçareserîya pirsgirêka netewî wek pirsgirêka ax û desthilatê di nav devleta kevnde ne mumkun e, bi hev re an bi tenê dewleteke nuh divê! Ji van her du awayankîjan divê realîze bibe? Ev bêtir bi pêvajoya azadîyê, pêwendîyên her ducivatan, şiklê bi destxistina mafê çarenûsî, şerd û mercên navnetewî vegirêdayî ye.

Yûgoslavya berêfederasyon bû, piştî şerê hundir û mudaxaleya DYA di bin sîwana NY de, kesekînegot çima 6 devletên nuh ava dibin. Şerdên ku ew civat bi hev re bimîninnemabûn. Li Başûrê Kurdîstanê bi şerê azadîyê yê 130 salan, û piþtre mudaxaleyaDYA, rê li ber Iraqeke federal vebû; nuha dewleteke federal a Kurdan ava dibe ûKurd mafê cudabûnê jî veşartî dihêlin. (Lê bi ya min Federalîzma Amerîkî nikaneji bo dewletbûna li Kurdîstanê bibe modelek. Ger dema ku gelê Kurd pêşedema xwetayîn bike, pêwîstî çêbibe an jî biryarê bide ku bi awayekî azad û ji dîlxwazîbi gelên cîran re bîjî, awayê minasib ji bo vê yekê ne federalîzm, lêkonfederalîzm e.)

Di sedsala çûyî debicîhanîna mafê çarenûsî bêtir rê li ber dewletên serbixwe vekiriye (carnasîstemên mandater an kolonyalîzma nuh ji bo derbasbûna serbixwetîyê bûyepirek). Di tecrubeya dewletên sosyalîst de awayekî federal hîna li pêş xwiyadike. Niqaşa federasyon an serxwebûn li ser şiklê desthilatê ye û hevalên ku vêniqaşê derdixin pêş dibêjin mafê çarenûsî şêlî ye, divê em daxwaza xwe zelalbikin. Van salên dawîyê li Bakurê Kurdistanê daxwaza Federasyonê xurt dibe, evbi bandora Başûrê Kurdistanê, ramana sosyalîst, polîtîkerîya reel û pêlaglobalîzmê ve têkildar e. Kurdîstan welatekî parçebûyî ye; ji ber vê yekê jî litu parçeyên Kurdîstanê federasyon bi cîranan re nabe çareserîyeke daîmî.

Realîteya sîyasîKurdan mecbûrî vê modelê bike jî, wê demî be. Ji ber vê yekê, ez niqaşa‘konfederasyon an serxwebûn’ ji ya ‘federasyon an serxwebûn’ bêtir rasyoneldibînim. Lê îro em ne di warê pejirandinê de ne. Bi vê niqaşê bi kûrayîperçekirina hêzên sîyasî yê Kurd bêwext û nepêwîst dibînim. Di hundir projeyaKXê de mafê çarenûsî têra me dike û hîna demek dirêj jî dê têra me bike. Mafêçarenûsî bi qasî ku tê îddiakirin jî ne daxwazeke şêlî ye. Ez ji daxwaza mafêçarenûsî van tiştan fahm dikim:

- Qebûlkirina mafêKurdan ê damezirandina dewleteke cîhê.

- Vekişandina artêşaTirk ji Kurdistanê û belavkirina hemû avahîyên mîlîter û paramîlîter.

- Mafê sîyasetaserbest ji bo hemû Kurdên zîndanî, ên li serê çîyan û ên li derveyî welêt.

- Rakirina hemûastengên li ber propaganda û têkoşîna sîyasî ya rêxistinên Kurdîstanî;

- Di atmosfereke wenîazad de piştî demeke maqûl ji bo propagandaya azad, pêkanîna referandûmê.

- Biryardayina gelêKurdistanê ji bo federasyon, konfederasyon an dewleteke serbixwe.

Têgîhaştina min a mafêçarenûsî ev e û ji lew re ez wê wek hedefek şêlî nabînim..

Nezîrê Cibo: Her wek ku hun jidızanın, rojeva siyaseta Rojhılata navin zû té guhartın. Dı nava van saléntaliyé de, gelek tışt hatın guhartın. Gelo lı gora we, ev guhartın bı çı awayitesir lı siyaseta Kurda dıke? Kurd lı kudera van guhartınan e? Bı kurtasi, tukari béji ku; ki daxaziya çı dıke? Daxwaza Devleta Tırk çi ye û kijan ‘karta’dılize? Dı vê rewşê de ciyé Kurda kudere? An jı siyaseta Kurd dıvê bı çı awayiwere sazkırın? Gelo, GX. dı vé pêvajoyê de kare çı bıke?

Fûad Onen: Ez bi pirsekê dest pêbikim: Em dikanin dinyê, herêmê û welatê xwe bi perspektîfa aştîyê an ya şerçêtir fahm bikin? Van salên dawî gotinên aştî, lihevkirin, demokrasî bi ser mede dibarin. Bi israr û wek bombebaranekê tê gotin ku em li dinyake globaldijîn; li vê dinyê pirsgirêk bi normên gerdûnî yên hiqûqî tên çareserkirin, ûku pergaleke nuh a dinyê pêk tê. Rewşa rastî bervacîya vê ye; pergala dinyêbelav bûye; li pergaleke nuh digere û di nav êşên wê de ye. Bipergalkirinadinyê û mumkunbûna wê û wek sîstema dinyê bicîhkirina kapîtalîzmê bi hev retêkildar in, û teqabulî dawîya sedsala 19an dike. Ev dewr di heman demê dedewra pêla mezin a yekemîn a globalîzmê ye. Di dema parçebûna feodal de,bipergalkirina dinyê ne mumkun bû. Di sedsala 20an de bi şerên dinyê, dinya hatbipergalkirin. Bi dîtina min, tarîfên kevn ên wek “şer, hewldana bi alîyêhember danqebûlkirina vîyana (îrada) xwe û domandina sîyasetê bi pêwengên darêzorê ne,” hîn jî derbas dibin.

Cemîyetî Aqwam angoKomela Qewman û Netewên Yekbûyî wek astên herî bilind ên pergalên dinyê yênpiştî şerê yekem û yê duyem pêkhatî, nûnertîya vîyanên serketîyan dikin. Vanşeran û pergalên ku wan pêk anîn ji bo Kurdistanê tenê parçebûn û bêstatubûnpeyde kirin. Kurdistana ku di dema Şerê Yekem ê Dinyê de hat parçekirin û kirinpêvekên dewletên herêmê, li gel berxwedana Mahabadê ya di dema Şerê Dinyê yêDudan de, nikanîbû statukoyê biguherîne û bi lihevkirineke mezin a navnetewîdîsa tune hat hesibandin. Di salên 1960an de, pêla mezin a duyem a globalîzmêdi têkilîyên navnetewî de sîyasetên nermbûnê, yên ‘detant’ê pêk anî. Wek encamapevketinên di bin sîya vê nermbûnê de bi domdarî ajotî, di 1989an de sîstemaSovyetan ji hev ket û dawî li dewranekê anî; pergala dinyê ya piştî Şerê Duyem pêkhatîbelav bû!

Dinya nuha lipergaleke nuh digere. Di serî de DYA, sergêjîya Rojava ya piştî hilweşînasîstema Sovyetan zêde neajot, şûr dîsa li navê hatin girêdan. Dinya, li gelpêla mezin a sêyem a globalîzmê ku di 1990an de bilez bû, bi şerê dinyê yê sêyemê post-modern ber bi pergalekê ve dihere. Têkoşîna li dijî terorîzmê di vî şerîde bûye argumenta DYA û alîgirên wê, lê ne sedema vî şerî û lêgerîna pergalekêye. Arugmenta ku DYA hewl dide ku bi Înîsîyatîv an Projeya Rojhilata Navîn aMeztir (PRNM) demokrasiyê bîne Rojhilata Navîn jî vala ye, sefsete ye; armancaDYA ne ev e. PRNM enîya şer a li cografya Îslamî tarîf dike, bi kontrolaçavkanî û rêyên enerjîyê dewletên Ewrasya yên wek Çîn, Hindîstan û Rûsya tehdîtdike, gefan li wan dixwe. Ev proje bi tevlêkirina Bakurê Afrîkayê nifûza Frensîya li ser herêmê, û bi rêya Îran û Iraqê jî ya Almanî tehdît dike. Bêyî kumeriv vî şerî bibîne û têbigihêje, ne mimkun e ku meriv têbigihêje ku li herêmêû li Kurdistanê çi dibe, çi diqewime.

Bi belavbûna pergala dinyêprensîpa ku sînorên sîyasî nayên guherandin jî hilweşîyaye û ev hilweşîn jixêrê re ye.

Li Balkanan liRojhilata Navîn dewletên nuh derketine holê; divê bê dîtin ku hîn jî yên nuh dirêzê de ne, li benda dora xwe ne. Pergaleke nuh a navnetewî ku him nexşeyekesîyasî ya nuh ji bo Rojhilata Navîn û him jî Kurdistanê dibîne, bêtir jiherkesî û berî herkesî daxwaza me Kurdan e. Wa ye DYA û aktorên sîyasî yêndinyê hatine vê niqtê; divê ev yek wek nîşana rastî û mafdarîya Kurdan bêdîtin; divê avantajên ku di warê sîyasetê de pêşkêş dike baş û xweş bênnirxandin û bikaranîn.

Pirsgirêka Kurdistanêbi dehsalan wek pirsgirêka Kurd hat tarîfkirin û hat xwestin ku ew wek mijarekenavxweyî ya dewletên herêmê bê raberkirin. Ev lîstik pûç bûye! PirsgirêkaKurdistana parçekirî û parçekirî birêvebirî ku bi ‘lihevkirina şaristanîyan’hatibû bicîhkirin ket rewşeke wisa ku êdî nayê înkarkirin ku ew pirsgirêkekedinyê ye. Di vî şerê sêyemîn ê post-modern ê dinyê de, pirsgirêka Kurdistanêhevkarî û bêdengîya navnetewî li alîkî hiştiye û wek pirsgirêka dinyê derketiyeholê, çareserîya xwe ferz kiriye. Ev gava ku li Başûrê Kurdistanê ber bidewletbûnê ve hatiye avêtin, di nexşeya sîyasî ya Rojhilata Navîn de qulekvekiriye, derzek lê xistiye. Divê ev mewzî bê parastin û em wê bikin aladaxwaza xwe ya Rojhilata Navîn a nuh.

Divê em li gel vî şerîşerekî din jî bibînin û têbigihêjin; sîstema serwerîya Tirkan şerekî li dijîrasteqînîya netew û welatê Kurdan e. Împeretorîya Osmanî di destpêka sedsala19an de ji şûnveçûnê derbasî jihevketinê bû. Şerê Dinyê yê Yekem ev yek bêtirdîyar kir û parkirina xakên Osmanîyan di nav armancên şer de hat hesibandin.Rayedarên Osmanî, burokrasîya wan a sivîl û leşkerî û rewşenbîrên wan êdî lirêyan digerîyan ku dewletê biparêzin û rizgar bikin. Pan-Îslamîzm, an ÎslamîzmaGiştî ya Ebdulhemîd lêgerînek bû, da ku împeretorîyê li xaka Îslamê ji nuh deava bikin. Enwer Paşa bi heman armancê pan-Tirkîzm jî lê zêde kir; îcar bûprojeyeke împeryal ku xwe dirêjî dinya Tirkîk jî bike û wisa ava bike. Divê neyêjibîrkirin ku teorî, xetên ramanê ji bo sîyasetmedar û ronakbîrên Tirk nemijareke bawerî an zanistîyê ye, ew mijara parastin û nêrevanîya dewletê ye.

Ev proje di dema şer ûpiştî wê de hilweşîyan. Îcar projeyeke nuh dest bi pêkhatinê kir: bermayên dewletêji nuh de wek netew-dewlet ava bike û rizgar bike. De were vê carê jî netew tune di destê wan de! Rabûn, biryar dan ku jibermayên Osmanî netewa Tirk biafirînin! Sîstema serwerîya Tirkan ji bobicîhkirina vê biryarê hat pêkanîn û ev bêtir ji 80 salan e ku hewl didin ku bivê pêwengê xwe bigihînin vê armancê. Bêyî şerê li dijî Kurdan ne mimkun e kuxwe bigihînin vê armancê; bivê nevê ew ê li dijî Kurdan şer bikin. Li cografyaKT (TC), tenê gelek heye ku seranserê dîrokê li ser xaka xwe xwedî piranî bûye,ew jî gelê Kurd e. Ji ber vê yekê ye ku divê meriv di qalkirina parvebûnênetnîkî de, ji dewsa ku bibêje Kurd, Tirk, Ereb, Ecem û hwd, hema yekser bibêjeKurd û yên din; wanî rasttir dibe. De were, li vî alî jî netew heye, lê dewlettuneye!

Divê em her weha jibîr nekin ku Îbranîyên bêdewlet divî şerî de li gel Tirkan cîh girtin û KT wek dewleteke Jûdao-Tirkîk,Cihûd-Tirk, hat avakirin. Esas û navika vî şerê ku ji 80 salan bêtir ajotiye eve: li alîyekî sîstema hikumranîya Tirkan hewl dide ku bêyî netew,netew-dewletekê ava bike; li alîyê din netewa Kurd hewl dide ku li ser xaka xwebibe dewlet. Em şerekî wisa dibînin ku zêdehîya alîyekî kêmasîya alîyê din e.Tiştê ku meriv dikane piştî 80+ salan bibêje ev e: Projeya KT biser neketiye;nikanîbûne gelê Kurd bikin parçeyekî netewa Tirk an Tirkîyê, her weha Kurdistanjî nebûye Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anatolyayê. Çawa ku Bakurê Iraqê wekBaşûrê Kurdistanê hat tescîlkirin, eynî wisa Başûrê Rojhilatê Tirkîyê jîtescîla xwe ya wek Bakurê Kurdistanê ferz dike.

Van salên dawî, ev şer û Şerê 3em ê Dinyê li hevqelibîne û ketiye rewşeke gîrîft, ketine nav hev û li hev gerîyane. Ev rewşkarê KT dijwartir dike. Dînamîkên cuda ên KT xwedî potansîyela jihevxistina wêne; KT bi van dînamîkan ketiye sedsala 21an û pêvajoya jihevketinê. KT bûyemijara nakokîya nifûzê ya YE û DYA; di nav xwe de


ji hev vediqete, qirçeqirça statukoya wê ye. Sîstema Hikumranîya Tirkan, ji berku statuya wê tehdît dike bi YE re, ji ber Projeya Rojhilata Navîn a Meztir biDYA re bi pevçûn e, her weha ji ber ku ji reaksîyona van her du hêzan ditirsepir nêzîkî Ewrasya jî nabe û wek encam bi tenê dimîne û li hundir dişide, jihev vediqete. Projeya Rojhilata Navîn a Meztir ku wek hevparîya Îsraîl û DYAxuya dike, encama xwe ya yekemîn di nav KT de daye: ji hev veqetîna hêmanênTirkîk û yên Jûdaîk. Ji hev veqetîn û ji hev ketin dê bidome.

Kurdistan li zembûreka van şeran e. Bextreşîyek e kudi dewreke wisa de sîyasetmedarên Kurd li zembûreka paradîgmayên pasîfîst,konformîst, xwelêanînê ne!

Em hewl didin ku li zemîneke weha sîyasetê bikin ku bilez diguhere û gelekî şematokî ye; ew ji demên şerên din cuda ye. Divê em jibîr nekin ku sîyaseta rast tenê sîyaseta bi prensîp e, divê em rasteqînîyêndinyê bibînin û weha birêve biçin. Ji ber vê yekê, divê em bêyî ku bibinDYAparêz, YEparêz an Awrasyaparêz, bi projeyeke netewî ya ku Kurdistanîbûnê jixwe re bike esas, bi rê ve biçin. Divê em bi asoyên fireh û mezin bifikirin ûwisa sîyasetê bikin. Koma Xebatê dikane di vê mijarê de ji me re bibe warekîhevparîyê, bibe înîsîyatîveke hevpar, û divê wisa be jî.

Nezîrê Cibo: Kak Fûat, disa her wek ku tu ji zani, dı van rojén nézik de şeré gerilayénPKKê û Devleté geşbû. Lé pışti, tevger û diplomasiya dı nav DYA, Dewleta Tırk ûIraq/İdara Kudistanê de PKKê yekali agırbest ilankır. Gelo dı vé derhaqé da tuçı dıfikiri? Berya nuha ji PKKê gelek caran gavên wıha avêtıbûn, belê tu encamjê derneketıbû. Gelo ev agırbesta tali tê çı mané û ferqa xwe jı yên berê heyean na? Jı nuha û péda tu rewşa siyaseta Kurda çawa dibini?

Fûad Onen: Agirbest bi agirkirinê, aştî bi şer tê fahmkirin!

Bangên aştîyê yên bêyî fahmkirina vî şerê domdar ûanalîzkirina sedemên wî bi armanc in û ji bo veşartina naveroka esasî ya şerêku li welatê me tê domandin tên bikaranîn. Li Kurdistanê şer bi PKK dest pênekiriye, û bi PKK re jî naqede.

Berî ku sîstema serwerîya Tirkan li Kurdistanê ji hevbikeve, gelê Kurd li welatê xwe pêşedema xwe bi xwe bi awayekî azad tayîn bike,li welatê xwe bibe îqtîdara sîyasî, ne mimkun e ku meriv ji aştîyê behs bike.Ji ber ku sîstema serwerîya Tirkan şerekî li dijî Kurdistanê, li dijî gelê Kurde, û şerê esasî yê ku di dawîya wî de em dikanin behsa aştîyê bikin ev şer bixwe ye.

Têkoşîna çekdar, demên agirbestê jî di nav de, sîyasîye. Yek ji wan pêwengan e ku ji bo gîhaştina armancên sîyasî tên bikaranîn. Neagir kirin ne jî agir birîn, her du jî ne armanc in. Lê belê pêweng in û divêji hemû pêwengan bêtir bi îhtîmam, baldarî û berpirsiyarî bên bikaranîn. Dîsawek hemû pêwengan, ger ne di cîh de, bê pêwîstî, ne di demê de, bê armanc bêbikaranîn, vedigere li xwedîyê xwe dikeve, bê fonksîyon û dejenere dibe.

Bi salan e ku PKK û serokê wê bê rawestan dibêjin kuşidet û tundî tu pirsgirêkan çareser nake, û ku çareserî di aştî û lihevkirinêde ye. Argumentên sereke yên PKK di van salên çûyî de Kemalîzm, demokratîzm,ekolojîzm, pasîfîzm in. Têkoşîna çekdar ku li gel van argumentan tê domandin ûdi vê wateyê de agirkirin, veguherîye bo tundkarîyeke kor. Gelek caran bûyemijara gengeşîyê ku, kê biryar daye, çi daxwaz dike, li hemberî kê ye. Bi vêwateyê û di vê çarçovê de rawestandina şerê çekdar ji alîyê PKK ve, daxuyanîyawê ya agirbestê erênî ye.

Daxwazên PKK ên dîyar ev in: rakirina tecrîdê,lêborîna giştî, di warê ziman û çandê de gavên demokratîk ku sînorên Kopenhagenderbas nakin. Ev tewre daxwaz nabin mijara têkoşîna çekdar û divê nebin jî. Bivan daxwazan meriv xwepêşanan pêk tîne, îmzeyan berhev dike, kampanyên sivîlsaz dike, lê belê meriv têkoşîna çekdar nake. Wêneya gerîlayê ku di dest de çeklêborîna giştî daxwaz dike, li dijî dîroka gerîlatîyê jî bêhurmetîyek e. Lêbelê di van 7 salên dawî de, bi van daxwazan û bi vê propagandaya pasîfîst lidor 900 gerîlayan jîyana xwe ji dest dane. Erê, divê ev agir bê rawestandin!

Ger em werin ser agirbesta dawî, ya ku rê li ber agirbestê vekiriye û ku ji wêgirîngtir jî xuya dike, sazîya koordînatorîya ji nûnerên DYA-KT-Iraqê pêkhatîye. Ji alîyê KT ve pejirandina vê sazîyê girîng e; 2 sal berê ketibû rojevê ûKT ew red kiribû. Ev tê wê wateyê ku KT, zimnen li xwe mikur tê ku pirsgirêk nelihevnekirineke wê û hemwelatîyên wê, lê bi serûberê xwe yê navnetewîpirsgirêka Kurdistanê ye. Dîyar e ku li pişt vê projeyê DYA heye. Lê armancênwan mijara niqaşan e. Tê zanîn ku DYA dixwaze artêşa Tirk ji bo ProjeyaRojhilata Navîn a Meztir bikar bîne û sererkanîya giştî ya Tirkan ji bo ku neyêbikaranîn, li ber xwe dide. Nehatiye jibîrkirin ku, Wezîrê Parastinê yê DYA nehikûmet lê artêş ji nepejirandina tezkereya 1ê Adarê berpirsiyar tespît kir.Her weha ne sir e ku DYA ji bo şikandina vê berxwedanê karta Kurdan û pê rekarta PKK jî bikar tîne.

Tê fahmkirin ku DYA parvebûnên di sîyaseta Tirkîyê deû pê re nakokîya di navbera hikûmet û artêşê de jî ji bo sîyasetên xwe bikartîne. Dîyar e ku niyeta dewleta Tirk a bidawîanîna şerê ku li dijî gelê Kurddidomîne tuneye, û projeyeke wê ya pêkanîna vê jî tuneye.

Li hêla Kurdan jî rewş tevlihev xuya dike. Bidaxuyanîya Îmralî hewl dan ku nehêlin Kurdên Başûr înîsîyatîvê bixin destê xwe.PKK bi agirbestên yekalî ên bê hesab û pîvan ev pêweng dejenere kiriye. LiBakur, opozîsyona li dervê PKK belawela û bê fonksîyon e, û nikane mudaxaleyîpêvajoyê bike. Koalîsyona li Qendîlê û têkilîyên wê yên bi Îmralîyê re, vêdawîyê têkilîyên Qendîl-DYA-Başûr girêdana vê ya bi senaryoya ji alîyê DYA vemudaxeleyeke muhtemel a Îranê ve, divê ev gişt li pêş çav bên girtin.

Wek encam, agirbesta agirê ku bûbû bê armanc û bêhedef erênî ye. Kurdistan bi hemû parçeyên xwe welatê enîyê yê şerê dinyê yêpost-modern e. Têkoşîna sîyasî li zemînekî şemitokî, li gel hevkarîyênjihevketî û bi awayekî din ji nuh de pêkhatî pêşve diçe. Divê bi baldarî û jipir alîyan ve çavdêrîya pêşveçûnan bê kirin. Divê alîyê Kurdistanî bi projeyekenetewî, li ser navê xwe û wek xwe, û bi perspektîveke îqtîdarê di vî şerî decîh bigire.

Nezîrê Cibo: Gelo ev rewşa nuh dê tesireki çewa lı ser proja GX. bıke û bı PKKê ankonsepta wê re ji hevditın, temas an masajên yekiti û hevkariyê mumkûne pêkbên?

Fûad Onen: Rawestandina agirê bê armanc û hedef li gora projeya KX ye û bi dîtina minkom ê di vê çarçovê de erênî lê binêre. Divê KXya ku meşrûîyeta xwe jimafdarîya xwe distîne, awayê têkoşîna xwe li ser hîmê bêîteatîya sivîl ûçalakîyên girseyî datîne, bizanibe ku ev agirbest ne aştî ye, û ji bobidawîanîna şerê rûxandina gelê me ku bi salan dom kiriye, di dema agirbestê debi dengekî xurttir banga yekîtîya netewî bike.

KX di qada vekirî detêkoşînê dike; ev nabe asteng ku qada nehênî nebîne. Sedem û adresa nehênîbûnali Kurdistanê sîstema serwerîya Tirk e. Gelek komên me yên welatparêz hene kusîstem wan îlegal dihesibîne û ew rastîya welatê me ye; bi dîtina min, welatparêzîyawan karîneya wan a meşrûbûnê ye. Bi vê wateyê, rêxistinên wek PKK, PSK, PDK,PRK û hwd li gora dereca minasibbûna wan a bo Şer’a KX, divê wek muxatabênbanga yekîtîya netewî bên dîtin.


Wek bersiva pirsa we, muxatabê me DTP ye. Li ser vê mijarê min di çend civînênherêmî de nêrînên xwe gotine, bi kurtî weha ne;

DTPyî xwişk û biryayên me yên li cîhê şaş cîhgirtî neû şaşîyan dikin. Li cîhê şaş in, ji ber ku bi Kurdistanîbûnê xurt bûne, lê xwedikin Tirkîyeyî. Ev cîh şaş e. Dewleta unîter, yekpare diparêzin; dewletaunîter înkara rasteqînîya netew û welatê gelê Kurd e; ev rê şaş e. Hîmêgirseya DTP merivên şehîd, gerîla û girtîyan in, meriv Kemalîzmê wek çareserîji vê girseyê re pêşniyar bike, ev dibe bêînsafî. Bi deh hezaran mirov jialîyê dewleta Kemalîst ve hatine kuştin, bi hezaran gund ji alîyê dewletaKemalîst ve hatine şewitandin û wêrankirin, bi hezaran welatparêz li zîndanênKemalîstan girtî hatine hiştin, bi hezaran ciwan ji ber zilma Kemalîzmê biçîyan ketine. Ev rê çewt e; Kemalîzm Kurdan pêşde nabe û Kurd bi şûn ve, ber biKemalîzmê ve naçin!

Divê KX bi vê şiûrê bi israr bang li van xwişk ûbirayên me bike ku em di têkoşîna rizgarîya netewî de pev re helwestê bistînin.Dibe ku ew me bi têgînên xayîn û dijmin sûcdar bikin, lê ev pêwîst nake ku emjî bi vî awayî nêzîkî wan bibin. Ew xwişk û birayên me ne; di 25 salên dawî deji me bêtir rûbirûyî zilma sîstema serwerîya Tirkan bûne; barê têkoşîna me yaazadîyê kişandine; ji bo wê berdêlên giran dane. Her weha divê neyê jibîrkirinku, heta ku dilsozê têkoşîna welatparêzîyê bin, zû an dereng rêyên me dê li hevbiqelibin.

Nezîrê Cibo: Bo vê hevpeyvinê zor spas Kak Fûat, heger gotınek we yi dawi hebe kerembıkın?

Fûad Onen: Ez hêvîdar im ku min bersiva van pirsên te yên çetin û fireh dabe. Jı bote, révebir û xwendevanên NETKURDé serketinê dixwazim û ji bo vê derfetê gelekîsipas dikim.

Ji ber ku min fikrên xwe yên li ser KX berê di civînande anîbûn zimên û hatibûn weþandin, û di hevpeyvînên ku te bi kek I. Güçlü ûkek Sabahattîn re kiribûn de jî hebûn, min bi kitkit qala pêvajoya derketina KXnekir. Lê dîsa jî dixwazim, ji bo xwendevanên Netkurdê ên ku bixwazin bixwînin,lînka van nivîsan bidim: http://www.aslankaya-baz.net/

 


Posted in: kurdi

Comments

There are currently no comments, be the first to post one!

Post Comment

Name (required)

Email (not required)

Website

CAPTCHA image
Enter the code shown above:

  
SEÇİME HAZIR OLMAK
Fuat Önen
24 Haziran seçimlerine de Kürdistan’dan katılmanın meşru bir yolu var mıdır diye düşündüğümde şu önerinin tartışılabileceğini düşünüyorum. Yani bu seçimi yine referanduma dönü...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (740)


EFRÎN
Fuat Önen
58 gün önce 72 savaş uçağı ile Efrini işgal operasyonunu başlattınız. Savaş uçaklarınıza tanklarınız, toplarınız, savaş helikopterleriniz, İHA’larınız, SİHA’larınız,termal kameralarınız eşlik etti.  Binlerce ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (354)


Afrin operasiyonunu Türkiye devletinin Kürdistan dönük seferlerinin bir parçasıdir
Fuat Önen
Şimdi bunun doğru anlaşılması için şunun iyi görülmesi lazım. Türkiye devleti Afrin e, Hewlere, yada Mahabada  Ankara dan bakmıyor. Türkiye devleti Afrine de, Hewlere de, Kamışlıya da, Mahabada da, Sanadaja da Diyarbak...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (500)


KÜRDİSTANİ PARTİLERİN TEMEL STRATEJİK HEDEFİ KÜRDİSTAN’IN BAĞIMSIZLIĞI VE BİRLİĞİ OLMALIDIR
Fuat Önen
Sırrı Süreyya Önder kimi temsil ederek İmralı-Ankara-Kandil üçgeninde bu kadar tur attı? Önder’in Türkiye’de temsil ettiği bir kitle mi var? Bana göre devleti temsil ediyor. Yapılan yanlış bir işin kof...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2061)


ZİYA GÖKALP ULUSSUZ BİR DEVLETİN İDEOLOGUDUR, İSMAİL BEŞİKÇİ İSE DEVLETSİZ BİR ULUSUN…
Fuat Önen
Ziya Gökalp ulussuz bir devletin ideologudur. İmparatorluk bakiyesinden allokton bir ulus oluşturmaya çalışan, Türk Egemenlik Sisteminin, paralı memurudur. İsmail Beşikçi ise devletsiz bir ulusun, ulusal demokratik haklarını s...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1149)


Üst Aidiyet ve İktidar
Fuat Önen
Geçmişten ders almak, Kürdistan’daki siyasi aktörlerin genellikle uzak durdukları bir eylem türüdür. Modernite öncesi kurumlarımızın (aşiret meclisleri, rîsıpi heyetleri,aşiret konfedereasyonları, mirl...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1559)


Dünya Düzeni, Dünya Devletler Sistemi ve Kürdistan
Fuat Önen
Türk devletinin son Kürdistan seferinin esas nedeni Hemrin dağından Afrin’e görünür hale gelen bu sınırlardır. Güney Batı sınırlarının görünür hale geldiği ve bu sınırlar içinde devletleşmeyi ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1878)


   «   [1]  2  3  4  5  6  7  8  9  »      
DESTPÉK      Tarix-belge      TEVKURD      Aslan Kaya -Baz      Fuad Önen      Media