Fuad Önen
TÊKÇÛNA ŞERÊ CEBHEYA KERKÛKÊ
Fuat Önen
Şerê li cebheya Kerkûkê rû da, bersîva dewletên dagirker û parêzerên sistemê ye. Di vê cebheyê de em têkçûn. Berpirsê vê têkçûyi...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (377)


YEKÎTÎYA KURDAN Û YA PARTÎYÊN KURDAN JI HEV CUDA NE
Fuat Önen
Di nav tevgerên rizgarîya neteweyî de kesî bi qasî tevgera rizgarîya neteweyî ya Kurdan nîqaşên teorîk nekiri ye. Em di nivîsarên Ho Shi Min, Amilcar Cabral, Mahatma Ghandi, Fide...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (791)


TC ÇIMA JI YEKÎTÎYA AXA ROJAVAYÊ KURDISTANÊ DITIRSE?
Fuat Önen
Ez ne di wê bawerîyê de me ku TC yê karibe Efrînê dagir bike û li wir pêşî li Kurdan bigire. Bi sedem ku TC nikare bakurê Kurdistanê wek berê bi rêve bibe, anuha her nav&cc...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (526)


REFERANDOMA SERXWEBÛNA KURDISTANÊ
Fuat Önen
Serxwebûna Kurdistanê di herêma Rojhelata Nêzîk de şoreşek e û ew ê nîzama dagirker hilweşîne. Ji ber vê yekê her çar dewletên dagirker; di serî de jî dewleta ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (668)


SERXWEBÛNA BAŞÛRÊ KURDİSTANÊ GENGEŞÎYÊN Dİ NAV ŞÎA Û SUNEYAN DE ŞENGAL Û HÎLALA ŞÎA RIZGARBÛNA ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
Fuat Önen
Em nizanin ku bi çi sedemê rê lê vekirin ku hêzên Haşdî Şabî têkevin hin deverên Şengalê û ew van deveran “rizgar” bikin. Hêza pêşmergeyan heye ku her bi...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (601)


Arîşeyên Şengalê
Fuad Onen
Miletê Kurd têra xwe xwedî dijmin e, tevgera rizgarîya neteweyî ya Kurdistanê ji serî de çar dewletên dagirker ji xwe re kiriye hedef. Ev dewlet li dinyê jî xwedî mutefîk ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1186)


Armanckirina “kongreyeke netewî” ya ku ne li dijî tu dewletan e dibe devjêberdana mafê dewletbûna netewa Kurd!
Fuad Onen
Ev civîna ku berê wek Konferansa Kurdistanê û dûre jîwek Kongreya Netewî ya Kurdan hat binavkirin, li ser tewereya (mihwer) KomaraTirkîyê (KT)-Ocalan-Barzani ketiye rojeva me û çekber...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (4460)


   «   [1]  2  3  4  5  »      
  
15

Remezan PERTEW(RP)- Berîya her tiştî ez sipasîyên xwe pêşkeşî we dikim da ku we qebûl kir ûwexta xwe veqetand bo vê hevpeyvînê. Birêz Onen her çend li nav Kurdên welêt dehun yekî naskirî bin jî bo xwendekarên me bi kûrtasî hun dikarin xwe bidine naskirin? Fewad Onen kî ye?

Fewad Onen (FO)- Kek Remezan birastî ez naxwazim zêde behsa xwe bikim, lê hun dikarin bêjin ku ez yekî “bêkar”im.

RP- Yanî bes“bêkar” wekî dî?

FO- Bi ya min ev tarîf bes e.

RP- Wekî em dizanin hun ji ew herêma şîrîn a Kurdistanê ji Dêrika ÇîyayêMazî ne û ji mala Onenan in. Yanî hun ji maleke dîyar in, di navbera salên1968-1973an de bavê we Mahmûd Onen demeke serokê şaredarîya Dêrikê bû jî.

FO- Dîyar e tu dev ji min ber nadî. Baş eqasî ku devê min gerîya ez behsa jîyana xwe bikim. Min li Dêrikê dest bixwendinê kir, li Stenbolê min dewam kir. Xwendina xwe ya Bilind li Îzmîrê diFakulteya Endazyarîya Zîraî de min qedand. Di unîversîteyê de yek ji aktıvîstênciwanan bûm. Di 1974an de di avakirina Komela Çand û Piştgirîya Rojhilat yaÎzmîrê (Îzmîr Doğu Yardimlaşma ve Kultur Derneğî) de û jê şûn ve di avakirinaDDKDya Îzmîrê de aktîf bûm û yek ji damezrenêrê van saziyan bûm. Û minserokatîya wê ya destpêkê jî kir. Demekê wekî endazyar xebitîm û her wiha di wêdemê de seroktîya Jûra Endazyarên Zîraî yên Mûşê jî min kir. Ji xwe pêwîst nîneku behsa surgûnîyên xwe bikim. Bi dehan car hatim binçavkirin, 3 caran ketimhefsê û 20 salan jî firar mam. Yanî bi gotineke din ez ji sala 2000an vir velegal im.

RP- Di firartîya xwe de hun li ku de rê bûn, Ma hun qet neçûn Ewropeyê?

FO- Ez neçûm Ewropeyê, piştî ku ji welêtderketim ez du salan li Sûrî mam, di wê demê de çûn û hatina min a Başûr jîhebû. Paşê cardin vegerîyam Bakur. Di sala 1986an de hatim girtin, salekê dihefsê de mam. Piştî tahlîyê ceza li min hate birîn. Hem ji ber wê cezayê û hemjî ji ber eskerîyê ez 20 salan bi awayekî firarî jîyam. Lê belê xebatên min ênsîyasî her berdewam bû.

RP- Kek Fewad bi çi sedemî hun neçûn Ewropeyê, lewre em dizanin ku wê demêgelek kadroyên sîyasî yên Kurd berê xwe dabûn welatên Ewropî. Û her wekî emdizanin çûyina Ewropeyê jî ne pir zehmet bû?

FO- Wekî prensîb min rast nedît ku kadroyênsîyasî yên Kurd herin Ewropayê. Bi ya min du rêyên cewaz hebûn ji bo derketinaEwropayê: 1- Bi tu awayî şerdên li mayina li welêt nemaye. 2- Çûyina Ewropayêya ji bo hin projeyên sîyasî. Li gor min ceribandina li welêt mayin rastir bû ûmin ew ceriband.

RP- Baş e, ji aniha ku hun lê binêrin, gelo helwesta we rast derket an na?

FO- Bi ya min helwesta min rast bû, lewrahevalanê ku çûn Ewropayê, nebûn hêzeke sîyasî da ku li welêt xebatan bikin.Valahî çêbû û her wiha ev valahî ji layî hêzên din ve hate dagirtin. Yanî bişertên berîya 1980an em bifikirin; di dîroka Kurdistanê de tu caran ewqaskadroyên sîyasî hem ji layê hejmara xwe ve û hem jî ji layê hazirbûna xwe venegihîştibûn vê derheqê. Hebûna ev kadroyan bo Bakur şans û fersendeke mezinbû. Lê ew şans û fersend nehate bikaranîn, ya herî kambax ev bû ku kadroyên meji neteweyîbûnê daketin kesayetiyê.

RP- Hun navê mesela Kurd çawa datînin, bi gotineke din hun meseleya Kurdçawa tarîf dikin?

FO- Bi ya min gotina “mesela Kurd” şaşîyekemezin e, ji lewre ku pirsgirêk bi axê ve girêdayî ye. Yanî “mesela Kurdistanê”ye. Gotina “mesela Kurd” tenê bo Kurdên derveyî welêt dikare bê gotin.Kurdistan welatekî dabeşkirî, parçekirî û bêstatû ye. Ev her sê realîte tesîrli hevûdu dikin. Parçekirina wê dagirkirina wê hêsantir dike. Lê bêstatûbûna wêtişteke balkêş e. Ji peymana Qesra Şîrîn (1639) vir ve ye ev realîteyaparçebûnê heye, lê belê hingê sînor sist bûn yanî herçend hatibû du perçekirinjî sînor ne asayî bûn, çûn û hatin û derbasbûna alîyê din hêsan bû. Di demaŞerê yekem ya Cîhanê de du peymanên girîng ji bo kurdan hene: Peymana SykesPycotê (1916). Em Kurdên Bakurî ewqas haya me ji vê peymanê tune. Em behsaLozanê (1923) dikin. Li Başûrê Piçûk behsa Sykes Pycot dikin, ew jî peymanaLozanê nizanin. Ev yek bi xwe jî parçebûna Kurdistanê dide nîşankirin. Yanîasteng e li ber çêbûna şiûra dîrokî ya neteweyî. Bingeh Sykes Pîcot e. Likonferansa Parîsê (1919) bêjeya “manda” hatîye bikaranîn. Di wê demê de kolonîhene, li Efrîka ûhwd. lê belê Kurd bêstatû hatîne hîştin. Sedema herî girîngtirya ku problema Kurdistanê ji sedsala 20an derbasî 21an bûye ev e. Bi hev re (dinav xwe de) dabeşkirin, perçekirin û bêsatutu hiştin. Mînakek bêemsal û bi serêxwe ve ye. Belkî mesela Belûcîstan û Welatê Baskê hinek dişibe vê rewşaKurdîstanê.

RP- Hun dibêjin “çênebûna şiûra dîrokî ya mişterek” yek ji encamê statûyadabeşkirinê ye?

FO- “Pêşketina ne wekhev” di nav parçeyênKurdistanê de pêşketinek cuda anîye holê, Li Tirkîye, İraq, Îran û Sûrî. Yanîsedemek mezin e li pêş çêbûna şiûra yekitî, dîrok û zimanekî hevpar. Di şerêyekemîn yê cîhanê de Başûr bizav e, lê belê tesîr nedaye li tevaya Kurdîstanê.Di Serhildana Qoçgirî de her wisa. Di nabeyna her du şerên Cîhanê de Bakurbizav e, ew jî nikarin bandorê li perçeyên din bikin. Salên 1979 û 2003yan evfersenda dîrokî çêkir. Lê ev nebû tevgereke neteweyî. Piştî têkçûna MeleMistefa giranî li Rojhilat dibe. Îcar ew dibe navend, Komara Kurdistanê yaMehabad (1946) tê damezrandin, lê belê ew jî bes li wir dimîne. Mixabin ku taniha tevgerên rizgarîxwazên Kurd di qada parçeyek Kurdistanê de bizav û bitesîr bûne. Ev jî di encamê de çarçova bernameya tevgerên rizgarîxwazên Kurdteng kirîye.

Em bêjeya kolonyalîzmê ji mecbûrî bi kar tînin. Ji ber ku tam pêşwazî nake.

Ev çar dewletên cuda li ser Kurdan de hevyek in yanî heman sîstem(bêstatûbûn) dewam e.

RP- Yanî digel ku li Îranê eyaleta (ostan) Kurdistanê heye û li radyo û tvû weşangerîyê de zimanê Kurdî hebe jî û li Îraqê (berîya 2003ê) di destûrê dedigel ku behsa Kurdan hatibe kirin, unîversîteya Kurdî û herêmeke îdarî yaKurdistanê hebû jî hun dibêjin heman sîstem e?

FO- Belê, lewra di sîstema navneteweyî decihê Kurdan nîne, yanî Kurd ne xwedî tu statuyekê nin. Li Kurdîstana Başûr jiber ku İraq manda Engilîstanê bû hin emare hene, lê belê ev rewş ji boNeteweyên Yekgirtî (NY-UN) miqabilî tu statuyekê nedihat. Bêîstiqrarî heye, ji1923yan heta 2003yan ew jî bêstatu bûn. Bi ya min herçend miqayese ne durust bejî, di hin nuqteyan de ji hev cuda bûn. Yanî tiştên ku tu behs dikî MelîkatîyaŞêx Mehmûd jî tê de, ne statûyên sîyasî bûn. Lewra li dezgeyên navneteweyî dene hatine binavkirin û tescîlkirin. Ev realîte nehiştîye şerdên neteweyîyaKurdan li çar parçeyan de jî çê bibe. NY, bi vê formata xwe mezintirîn asteng eli ber dewletbûna Kurdan.

RP- Kek Fewad her çend hun dibêjin miqayese ne durust e jî, di vir de emdikarin behsa hin taybetmendîyên Tirkîyeyê bikin?

FO- Qadî Mihemed di wesîyeta xwede dibêjeku; “bi dijmin bawer mekin, bi dijminê Ecem hîç bawer mekin.” Em jî dibêjin kudi nav hezaran sîsteman de sîstema serwerîya Tirk bêemsal û bêheval e, qe pêbawer nebin.

RP- Baş bû ku we temas kir, hun di gelek gotarên xwe de behsa “SîstemaSerwerîya Tirk (SST)” dikin. Gelo qesda we ji SSTyê çi ye?

FO- Statuya sîyasî ya Tirkîye li gorlîteratura sîyasî ji teref sîyasetmedarên Kurd “kolonyalîst, komar, dewlet” têtarîf kirin. Lê bi ya min ev sîstemeke xweser e. Ez ne bawer im ku li rûzemînsîstemeke wenî hebe. Wexta ku em bibêjin “dewleta Tirk, komara Tirk” ûhwd. Ev têrnake. Ev sîstem jê wêdetir e. Sebeba esasî ew e ku ev sîstem ji teref“bêwelatîyan” hatîye damezrandin. Ji ber vê yekê temînata hebûna wan ev sîstemasîyasî ye. Berîya herbê, li hundir û li Rojava dihat qebûlkirin ku Tirk dê livê coxrafyayê de nemînin û piştî ku Osmanî têk biçe ew dê herin naverastaAsyayê (Asyaya Navîn). Di 1912an de Wîlson dibêje “….belaheq em konsolosîvenekin li Îstenbûlê…”

Rêvebirên Osmanî jî berê xwe didinRojhilat. Panîslamîzma Evdilhemîd û Pantûranîzma Enwer ji vê yekê dûr e. Piştîtêkçûna şerê yekemîn a cîhanê xwe bi parastina “axê” hedef dikin. Damezrenêrênvê sîstemê pirtir “civakên bê ax” in: Tirkmen, Cihû, Çerkez… Sîstemeke nû avadikin. Tirsa wan ya herî mezin hundir e. Li hundir bi planek dûrûdirêjdixebitin da ku di serî de wan civakên li ser axa xwe tasfîye bikin. Emerîka jîbi rêbaza “pêximkerîya hilbijarî” (seçmelî caydiricilik) ve heman tişt bi karanîye. Di serî de yên ne musulman, di nav wan de jî pêşî Suryanî, dû re jî liErmen û li Pontûsan xistine. Dema ku li van civakên li ser axa xwe yên neîslam(fileh) xistine, alîkarîya musulmanan bi taybetî jî arîkarîya Kurdan girtine.Piştî ku civakên neîslam (fileh) tasfîye kirine hedefa wan ya herî mezintasfîyekirina Kurdên Kurdistanê bûye. Yanî SST, hebûna xwe bi nebûna Kurdan vegirêdaye. Esas tasfîye kirina Kurdistanê û ji bo wê bikin Anatolîya Başûr ûRojhilat jî ev rêbaz bi kar ve anîne. Yanî wekî netewe, tasfîye kirinarasteqînîya welat û netewebûna Kurdan dane ber xwe.

Hewceyê gotinêye ku mirov bêje rêvebirên SSTê piranî ne Tirk in. Rêvebirênleşkerî Mistefa Kemal û Înonî İbrî (Îbranî, Sebatay) ne, îdeologên sîstemêZ.Gokalp, Halîde Edîp, Tevfîq Fikret, Nazim Hîkmet evana jî bi koka xwe İbrîne. Kadroyên Teşkîlata Mexsûsa (Teşkilat-i Mahsusa: Rêxistina Taybetî) Çerkez in.Mişterekê wan ê esasî jî “bêaxbûn” e, yanî niştecîh nînin û her tim tirsaqewirandinê li ser wan e ji bo ber bi dayikniştimanê (anavatan) xwe ve. Limişterekên Tirk û Cihûyan binêrin: Her du jî di demeke dûrûdirêj de li derveyîwelatê xwe nin. Balkêş e ku di zimanê Kurdî de peyva “anavatan” nîne. Ji ber kuew bê welat in ew pêdivî bi “yawruwatanê” jî dibînin.

Di serxwebûna Yewnanan de yên ku jiSelanîkê direvin tên İbrî nin. Her wiha di mubadeleyê de jî Rûm çûnin, dêvlawan İbrîyên Balkanî hatine. Bi kude çûne ji xwe re sîstemeke sîyasî ava kirine.Çûne kuderê ji xwe re “anawatan û watan” ava kirine. Dewletên xwe li ser axaxelkê danîne. Memlûkî, Selçûqîyên Enedolî, Osmanî ûhwd. Leqabekî (navekî)Tirkan jî “barbar” e. Ev yek hîna jî berdewam e. Zimanê Osmanî mezintîrîndelîleke vê barbarîzasyonê ye. Barbarîzasyon di maneya rolatîf de desthilatbûnaçandeke paş li ser çandeke pêş de ye. Di seyrûsefera Tirkan de ev yek pirkonkret e. Barbarîzasyon du alî ye. Yek xera dikin, dido ew bixwe dihelin(mînaka Mongolan). Di warê çandî de Tirk li nav Kurd, Ereb, Pers û Roman dehelîyan e, yanî asîmîle bûne, ji 1071an heta niha. Di cîhanê de du zimanêçêkirî hene; zimanê Esperanto û zimanê Osmanî. Ev jî pêdivîya barbarîzasyonawan e.

Xweserîya vê sîstemê ev e: Bêwelatîyênwek tirk û cihû xwestinin û hewldanin ku neteweyên niştecîh ji holê rakin ûsîstema xwe li ser vê bingehê avabikin.

Xisûsîyetên din: Şerê Yekemîn a cîhanêbo xerakirina Osmanîyan bû. Di nav rewşenbîrên Rojava de fikrek wisa hebû: “HekElman bi serkevin Osmanî dê bibe manda, Engilîstan û Franse bi serkevin Osmanîdê ji holê rabe.” Lê di şertên pir taybet de, tesadufeke çêdibe û ev dewlet avadibe. Yanî Tirkîyeya niha tesadufekî tarîxî ye. Şoreşa Oktober û reqabetaEngilîstan ev dewlet anî holê. Bingeha SSTyê çêkirî ye yanî sunî ye. Nenetewedewlet e, lê xwe wekî netewedewlet tarîf kirîye. Dewleta Osmanîummetparêz bû, dûre bû mensûbê milletekî. Jibo afirandina vê neteweyê hewcehebû ku neteweyên din ji holê rakin. Bi xwe ne Îslamî ye lê xwe di navendaÎslamîyê de dibîne, ne rojavayî ye xwe rojavayî tarîf dike. “Turkleşmek,îslamlaşmak, muasirlaşmak” her sê jî ji ber ku tune, dixwazin çêbikin. SST,projeya afirandina neteweyekî ye. Ji ber ku di bingeha wê de ev anormalî heyedewleta wê jî anormal e. Nakeve qaliba sîstemekê (Burjuwa, sosyalîst,netewedewlet ûhwd.).

Bêjeya “dewlet” têr nake ku em sîstemaTirk tarîf bikin. Her wiha gotina “dewleta kûr/tarî” jî li Kurdistanê têrênake, lewre ji xwe “kûr” e. Walî, şaredar, fermandarîya leşkerî hene. Lê belêdi gel van hêzên wan yên wekî mufetîşên ûmumî û paramîlîter jî hene. Bigotineke din em bêjin, perwerdeya wan ya Lîseya Zîya Gokalp a li Dîyarbekirê ûya JÎTEMê wekhev e. Ev 80 sal in ku hedefek SST ya xweser û zalimane heye kuKurdistanê bikin “Anatolîa Rojhilat û Rojhilatê Başûr”. Weke tê zanin Anatoliatê wateya ciyê ku roj lê hiltê, rojhilat. Rojhilatê Îstenbûl Îzmît, Îznîk,Duzce ye. Tu pir zorê bidê, tu dikane bigihîne Bûrsa, Enqere û belkî Qonya yê.Lê bi tu awayî nabe ku Diyarbekir, Şirnax, Wan û Çolemerg weke rojhilatêÎstenbûlê bê tarif kirin. Ev der ne Anatolia ye, lê Kurdîstan e. Armanc ew eku, Kurdistanê bikin Anatolîa û rasteqînîya welat û milletê Kurd ji holê rakin.Ji ber vê yekê em dibêjin SST. Li hemû deverên Kurdistanê ev dezgeh li gorîSSTê ava bûne: Camî-mizgeft, dibistan, dîyanet ûhwd. xwedîyên vê fonksîyonê ne,ev her yek perçeyekî vê sîstemê ne. Lewra em nikarin bi bejêyen normal vêsîstemê tarîf bikin.

RP- Rewşa Kurdistanê ya aniha û bi taybet ya Başûr hun çawa dibînin?

FO- Li Kurdistana Başûr fersendek dîrokîheye. Ez vê demê wekî herba sêyemîn ya cîhanê bi nav dikim. Herbên cîhanêfersendên dîrokî nin bo dewletbûna Kurdan. Dewletbûna Başûr di vê çarçoveyê dedestkeftinîyeke pîroz û dîrokî ye.

Belavbûna pergala cîhanê, fersendên mezin derdixîne holê. Başûr di vêpêvajoyê de ye. Xeter hîna jî berdewam e. Dîrok jî dîyar dike ku serhildanênKurdan di perçeyekî de bimînin difetisin. Niha jî li Başûr 1/3ê axa KurdîstanaBaşûr bi awayê fermî li derveyê desthilatdarîya Hukumeta Kurdîstanê ye. Divê liperçeyên din tevgera neteweyî xurt bibe. Yanî serhildanên kurdan tenê diperçeyekî de nemînin. Bi bawerîya min, ev şerd jî gelek in.

Remezan PERTEW (RP)- Yanî hun dibêjin lazim e hesabê Başûrli ser perçeyên dî yên Kurdistanê hebe?

Fewad Onen (FO)- Keko ji ber ku biawayekî berfireh ev mijar min şîrovekiriye ez naxwazim dubare bikim. Evrasteqînîyeke dîrokî ye. Tenê ji bo xwe jî bifikirin divê bernameyeke wan yaKurdistanî hebe. Lê ev jî ne tenê bi dilxwestinî, bi gavên pratîk ve wateya xweheye.

RP- Baş e, bi ya we Bakur di nav pêvajoyeke çawa de ye?

FO- Yekî ji derve were pîrozbahîyên Newrozêbibîne û çav li wan bi sedhezaran girseyan bike dê bêje her tişt temam e ûmesele qedîyaye. Kek Pertew wek me li jorê jî got divê em du pirsgirêkan ji hevcuda bikin; pirsgirêka Kurd û pirsgirêka Kurdistanê. Pirsgirêka Kurd limetropolê û li hin bajarên Tirk de ye û di çarçova mafê kulturî û kêmneteweyîde em dikarin mutalaa bikin, lê ya Kurdistanê girêdayî axê ye û ji derveyîdesthilatbûna li ser axê tu rêya wê nîne. Problema herî mezin helwestaentegralîst û konformîst e. Mutalaaya pirsgirêke wek “pirsgirêka Kurd” têdanîn. Sebeba mezin PKK ye. Ecêb e ku ev ji layê leşkerî de çênebûye, derbasîtêkçûna îdeolojî jî bûye. Ger têkçûn di qada leşkerî û sîyasî de bimaya ewqastexrîbat nedikir. Rêvebirên vê serhildanê bi derketina dîskurên xeta Kurdistanîxurt bûn û li seranserê Kurdistanê bi cih bûn. Piştî têkçûnê ji vê xetaKurdîstanî dûr ketin. Yanî esas pirsgirêk ev e. Pirsgirêk ne têkçûna leşkerî ûsîyasî ye, lewre Kurd ne xerîbê têkçûnan in. Cara yekem e ku Kurd sedematêkçûna xwe di îdeolojîya xwe de dibînin. Sebeba duyemîn, serketina SSTê ya diwarê entegrasyon û asîmîlasyonê de û têgihîştina eurosantrîk û neçê (menfî)nirxandina globalîzasyonê ye.

RP- Yanî divê em globalîzasyonê baş binirxînin?

FO- Keko, globalîzasyon û globalîzm ji hevcuda nin. Piştî ku kapîtalîzm li seranserê cîhanê belav bû, ev pêvajoyekexwezayî ye. Globalîzm îdeolojîya vê pêvajoya kapîtalîzmê ye.

Xerabûna pergala cîhanê, pêvajoya herba sêyemîn û pêşketinên li Başûr,awantajên herî mezin in. Têkçûna îdeolojîk a PKKê, xurtbûna entegrasyon ûasîmîlasyona SSTê, neçê nirxandina globalîzasyon û têgihîştina eurosantrîkdezawantaj in. Rewşa DTPê li meydanê ye, du milyon deng (ray) stendine, lê belêtemsîla çi dikin? Pênc hezar çekdar li çîyayên Kurdistanê bi cih dibin,rêvebirên wan “Mîsaqî Millî” diparêzin.

Di esasê xwe de ev xeta entegralîst ya ”komara demokratîk” ji berê ve dinav tevgerê de heye. Esasa xeta entegralîst çareserkirina pirsgirêkê ne li serax, lê di nav çarçoveya Tirkîyeyê de û li ser esasa ”bêax û bêKurd” tarîfkirine. Weke mînak gotarên Orhan Kotan ku piştî ji Ewropayê vegerîyateorîzekirina vê xetê ye. Ku Kotan digot ”….Ji ber ku demografiya Kurdistanê ûTirkîyeyê guherîye, nifûs tevlîhev bûye, êdî nema em çareserîyên girêdayî liser axê ve biparêzin…”

Ji xwe ew sîyasetmedarên ku ketina Tirkîyeyê ya ji bo YE (Yekîtiya Ewrope)yê diparêzin jî parçeyek ji vê xetê ne.

RP- Her wekî em dizanin jı pêvajoya Grûba Xebatê ya Demokratîk û Neteweyî aKurd (GXDNK) vır ve hun yek ji damezrêner û endamê komîteya rêvebirîya TEVKURDê(Tevgera Yekitîya Neteweyî Ya Kurd) nin, hêvîya we ji TEVKURDê çî ye û hunpêşeroja vê rêxistinê çawa dibînin?

FO- Li gor min ev konsepteke li hev e û nûye li Kurdîstana Bakur. Pêvajoya bi Gruba Xebatê (GXDNK) destpêkir û biTevkurdê didome çîteya sîyasî li Kurdîstana Bakur bilind kiriye. TEVKURD, qayişkêşandin an rêstgirtinek sîyasî ye. Avakirina xeta yekîtiya li ser zemînaneteweyî ye. Ji xwe ev yek di bername û destûra xwe de jî dîyar e. Emdikarin bêjin ku karekî nuh e, ne ceribandî ye. Lê belê polîtîkayên “biner-bipê(bekle-gor)” hene li kadroyên Kurdistanî de, di hundir de problema aîdîyetê heye.Di destura Tevkurdê de endametîya dezgehî û a kesayetî heye. Ev di hundurêTevkurdê de pirsgirêkek huqûqî ya navxweyî derdixe. Divê em hem huqûqên kesan,hem yên dezgehan û hem jî yên kes û dezgehan bi hev re bihûnin. Weke tê zanînşeş mehên berî kongreya Tevkurdê bi van nîqaşan re derbas bû û bi lihevkirinaterefan me ev destûr pejirand. Di dema pêş de kongreya destûrê jî li ber me ye.Tevkurd ji alî beşdarvanên kongreya yekemîn de bi aîdîyeta kesayetî hatiyedamezirandin û li gor bername û destûra xwe tevdigere. Heta ku ev bername ûdestûr ji teref kongreyek nûh ve neyê guherandin li ser her dameziranêr,endamên meclîs û rêvebiriyê ferz e ku bi huqûqa Tevkurdê û bi berpirsîyarîtevbigerin.

Rexneyên li Tevkurdê tên girtin ku dibêjin xeta wê, armanc û hedefên wê nezelal in, ev neheqî ye. Tevkurd hewldan û awayekî xebatê ya nû ye. Weke hertecrubeyên nuh ev jî rê li îhtîyatekê vedide. Şikandina vê helwesta bi îhtîyatbi xebat û çalakîyên Tevkurdê û bêtirîn jî bi xurt kirina aîdîyeta Tevkurdêmumkun e. Mixabin di vî warî de aktîvîst û rêvebirên Tevkurdê jî sist in. Hetaniha navxweyîkirina aîdîyeta Tevkurdê zêde pêknehatîye. Pêwîst e ku rêvebirênTevkurdê di jîyana xwe ya civakî û sîyasî de aîdîyeta Tevkurdê bêtir derxin pêşû vê aîdîyetê di heş û dilê xwe de bi cî bikin. Me rêxistineke nuhdamezirandiye û em dixwazin tevgerek nuh biafirînin. Ev berpirsîyarîyeke girîngû giran e, divê em li gor îdîayê xwe tevbigerin.

Pirsgirêkek me ya xwezayî ya seha vekirî heye. Em rêxistineke vekirî ûxeyrîqanûnî ne, em bang li temama rêxistinên neteweyî dikin, ji bo ku em li gelhev bixebitin, karbikin, bi hev re bimeşin…

Dema em bi rêxistinên legal redipeyivin legalîte ji wan re dibe asteng. Li gor qanûnên (zagonên) Tirkanendametîya wan ya dezgehî di Tevkurdê de ne mumkun e, an jî dibe ku bibe sedemagirtinan wan. Ev pirsgirêk e, lê çareserîya wê jî heye. Weke numûne, di demaGruba Xebatê de HAKPAR ne endam bû, lê di meclîsa serokatiya partîyê de biryargirtin û destnîşan kirin ku: “HAKPAR, hewldana Gruba Xebatê weke xebatekwelatparêz dinirxîne, wê tev li vê hewldanê bibe û wê pişgiriya vî karî bike.”Ger bi dilsozî mirov li yekîtîya hêzên neteweyî xwedî derkeve çareserî nezehmet e.

Eynî tişt ji bona rêxistinênîllegal jî wanî ye. Îllegalîya wan ji bo temsîl kirina wan ya di hundirêrêxistinên vekirî de dibe asteng. Tevkurd amade ye ku rêxistinên îllegal wekeendamên dezgehî qebûl bike û bi wan re têkoşîna meşruîyeta wan bide. Pirsgirêkew e ku di seha vekirî de ew nikarin kesî bikin temsîldarê xwe. Çareya vê yekêjî bi dilsozî, ji hevdu fahmkirin û li hev kirinê heye. Tu rêxistin ji sedî sedne îllegal in û rûyên wanî vekirî jî hene. Em dikanin bi rûyên wan yên vekirîvê pirsgirêkê çareser bikin. Belam ev hemî jî tabiî nin, ama ev tabiîbûn rê vedike bo pirsgirêkên netabiî.. Em zanin ku bar giran û rê dûr e. Pirsgirêk heneû pir in. Lê helwesta me divê ev be. Pirsgirêk ne ji bo gazinan, ji boçaresekirinê hene.

RP- Niha statûya Tevkurdê çi ye? Em dikarin TEVKURDê wekNGO(Non Goverment Organızatıon, rêxıstına derveyî dewletê)yekê tarîf bikin?

FO- Tevkurd, niha xwedî statûyeke de facto ye. Di sehavekiri de li ser xeta Kurdistanî lêger, xebat û çalakiyeke siyasî ye. Tevkurdtesbît dike ku Kurd xwedî rasteqînîya netewe û welat in, sîyaseta Kurdîstanî jîdivê li ser van rasteqînîyan ava bibe. Pirsgirêkek me ya xwezayî ya seha vekirîheye. Em rêxistinek vekirî û ne qanûnî ne. Bi hin alîyan bişibin jî em jiNGOyekê berfirehtir û wêdetir in.

RP- Heta niha di derheqê Tevkurdê de taqîbata hêzênewlekarî û edlî çêbûye an doz hatiye vekirin? An jî ji ber tevger an çalakiyênTevkurdê doz li tu kesan hatiye vekirin?

FO- Ji bo axaftinên di civîna Enqereyê de ji bo M. Firat,Î. Guçlu, S. Çîftyurek, F. Onen doz hat vekirin, ew hîna berdewam e, ji bocivîna Ruhayê di derheq 20 hevalan de lêpirsîn dest pê kiriye, hîna dozvenebûye, ji bo konferansa Kerkukê di derheq S. Korkmaz de doz hat vekirin ûpiştî parastineke neteweyî ew doz ket.

RP- Gelo hun li dadgehê bi awayekî zelal xwedî li bernameû destûra TEVKURDÊ derketin an na?

FO- Helwesta me ew e ku em li derve an linav xwe çi dibêndi dadgeha Tirkan de jî wan bivên û biparêzin. Bi sebeb em ji gotinên xwe bawerin, hebûna dadgehên Tirkan li welatê me ne rewa (meşrû)ye. Helwesta neteweyî ûKurdîstanî rewa ye. Yên ku lazim e ray û ramanên xwe veşêrin, takkîye an‘taktîk’ bikin îdeolog û sîyasetmedarên SST ne û ji xwe wer jî dikin. Mixabinbeşek ji entegralîstên Kurdan jî wenî tevdigerin. Pêwîst e ku têkoşerên azadîyêdi ray û ramanên xwe de zelal û vekirî bin, xwe meşrû û yên li dij xwe nemeşrûbivînin.

Heta niha derheq Tevkurdê dedozek tevayî venebûye. Lê kîjan heval ji bo çi çalakîyên Tevkurdê hatibedadkirin, di lêpirsîne de jî di dadgehan de jî li helwesta Tevkurdê xwedîderketin e. Bi taybetî di doza konferansa Kerkukê de helwesta S. Korkmaz û S.Zîlan balkêş bû. Divê ew helwesta ku S. Zîlan anî ziman “dadgeh li ser navêneteweya Tirk biryar dide, em ji neteweya Kurd in û ew biryar ji alîyê me demeşrû naye dîtin” ji bo me tevan bive helwest.

RP- Her wekî em dizanin vî çendî ji teref serokê giştîyê KADEPÊ kek Şerefeddîn Elçî ve bangek heye ku Kurdên neteweperwer di navpartîyeke legal de bênine cem hevûdu, hun vê yekê çawa dinirxînin?

FO- Tevkurd, helwesta yekîtîya hêzên neteweyî ye. Em diseha vekirî de dixwazin yekîtîya hêzên neteweyî li ser xetek Kurdîstanî avabikin. Ev kar di legalîteya Tirkan de hilnayê. Hedefa Tevkurdê ne avakirinapartîyek legal e û ne jî tev li partîyek legal bûyine ye. Ji ber vê yekêTevkurd ne muxatabê vê banga avakirina partîyek legal ya yekgirtî ye.

Lê çi di seha legal de, çi dia îllegal de, gavên ji bo yekîtîyên tê avêtin bi şertê ku li ser rasteqînîyanetewe û welat be, ji alîyê me ve baş û pîroz tê nirxandin. Yekîtî çê bive nebeem hêvî û daxwaz dikin ku temama hêzên neteweyî di Tevkurdê de temsîl bivin.

Ev hewldana ku hun qal dikindi Komîteya Rêvebirîya Tevkurdê de hate nirxandin. Bawer im di civîna meclîsaTevkurdê de jî wê bê nirxandin. Di çerçeweya sîyaseta neteweyî ya demokratîk deyekîtîya hêzên Kurdan pêwîst û pîroz e. Tevkurd, di her qadê de pişgiriyahelwesta vê yekîtîyê dike. Aktîvîstên Tevkurdê yên ku bixwazin beşdarî vêpêvajoyê bivin jî wê hebin. Huquqa Tevkurdê ji van hevalan re tu astengîdernaxe û em bawer in aktîvîstên Tevkurdê wê di her qad û di her çalakîyên xwede li helwest û hedefên Tevkurdê xwedî derkevin.

RP- Birêz Kek Fewad, piştî ew çûnûhatin û qewimînên lijîyana we de hun wekî şexs xwe çawa tarîf dikin?

FO- Kek Pertew, ev sî sal e tarîfa min neguherî ye. Jisala 1978an şûnde min got ez welatperwerekî Kurd im û dilxwazê sosyalîzmê me.Mirovekî şoreşger yê ku di pêvajoya sosyalîstbûnî de me. Ez komunîst im,îdealên komunîzmê rewa nin, helbet têgihandina min a komunîzmê ne wek awayêMarksîst û Lenînîst e, niha li ser van gişan de ye. Em nikarin komunîzmê biTroçkî, Gramschî, Althusser ûhwd. sînor bikin. Van kesan bawerîya komunîzmêpêşde birine. Esas naveroka komunîzmê jî ev e; berfireh û guhêrbar e. Ev bawerîdê her dem hebe. Marksîzm bes şiroveyeke komunîzmê bû.

RP- Yanî doktrînîzekirina komunîzmê bû?

FO- Na, em bêjin îlmî kirina komunîzmê bû, yanî Marksîzmêhin şertên komunîzmê danîye. Lê îro hem proleterya û hem jî hêzên vê têkoşînêtê minaqeşe kirin.

RP- Bi ya we dı vê pêvajoya cîhanê de di têgihîştinasîyaseta çepgir de tengasî heye an na?

FO- Problem tune, hem li sîyaseta neteweyî û hem jîcivakî/çînî de prensîb û realîte henin. Her du girêdayî hev in. Yanî egerprensîb tenê bê dîtin û realîte bê paşçavkirin em dibêjin dogmatîk, bes lirealîte bê dîtin û prensîb bête paşçavkirin em dibêjin ev jî oportunîstî ye anjî dev ji dozê berdan e. Wekî numûne di realîteyê de entegrasyon xurt dibe êdînema tayînkirina çarenûsî ye, dev jê berdan ev dozfiroşî ye. Lê dema ku têkoşîntê kirin divê ev entegrasyon bê dîtin û di sîyasetê de neyêt paşçavkirin.

Her wiha têkçûna Sovyetê ûpêşveçûna kapîtalîzmê nabe sebeb ku ez dev ji komunîzmê berdim. Lê di halê kuez realîteya niha ya dinyayê bibînim û sîyaseta xwe li gor wê binirxînim. Ev nekarê min e.

RP- Hun antîîmperyalîzm û antîDYE (Dewletên Yekgirtî yênEmerîka)ê çawa dibînin?

FO-Têkilîya komunîzmê û antîemperyalîzmê meseleyeketaktîkî ye. Di şertên 1920an de piştî tevgera proleterya li Ewropayê têkçûye-ku heta wê demê jî li ser ling hîştina Sovyetê bi têkoşîna proleterya dihatedîtin- rêvebirên Sovyetê bo li ser ling hîştinê li mutefîkên nû gerîyane. Ûtêkoşîna milletên bindest mutefîkên xwe dîtine. Yekemîn Kongreya Gelên Rojhilatya Bakû (1920) yê bi vê sedemê çêbûye û wekî din kongre jî çênebûye. Şîara“proleteryayên hemû cîhanê bi yek bin” guherî û bû “proleteryayên hemû cîhanê ûhemû milletên bindest yek bin”. Ev ji vê pêdivîyê ye. Yanî antîemperyalîzma bêantîkapîtalîzm meseleyeke stratejîk nîne. Îroj ev hevkêşe (denklem) hatiyeguhertin. Sosyalîzma Sovyetê têkçûye. Antîemperyalîzmeke ne antîkapîtalîst mumkinnîne. Pêdivîya taktîkek wisa tune. Ji ber vê yekê di şerê neteweyî de prensîbekantîemperyalîzm/antîDYE ne mecbûrî ye. Chavez û Fîlîstîn ji vê yekê re mînakin. Chavez ne antîemperyalîst e lê antîDYEê ye. Yanî hewldana xurtkirinadesthilatdarîya li ser axa xwe ye. Li gor vê prensîbê em dipên ku pıştgırî bêdayîn bo tevgera niştimanîya Kurdistanê.

RP- Beriya ku operasyona Emerika dest pê bike em dizaninku li cîhanê û li Tirkîyeyê de gelek xwepêşandan û kampanyayên li di jî DYEêhat li dar xistin û her wiha serkêşîya vanan jî pirtir tevgerên çep bûn.Dijayetîya çep li hember operasyona Emerîka bo Îraq hun çawa dibînin?

FO- Piştî têkçûna Sovyetê, Rojavayîyan ev pêvajoya nû fehmnekirin. Lewra wan bawer nedikirin ku sîstema Sovyetê bi hêsanî têkve biçe. Livir teza Fukuyama, serkevtinek surprîz îfade dikir, ku digot “…dawîya îdeolojîû bawerîyan hatiye. Demokrasîya lîberal di tekamula îdeolojîk a mirovahîyê denuqteya dawî ye, her wiha axirîn şiklê hukumetî ya mirovahîyê jî temsîl dike”.Lê belê piştî salekê ev yek wisa çênebû. Her wiha Samuel Hungtington jî digot“…medenîyetên ne rojavayî bo ku cihê xwe li qada dinyayê de bigrin hewl didineku her roj çekên xwe zêde bikin. Ev yek dikare rê veke ji bo şerê cîhanêre” . Ew di pirtûka xwe ya “Şerê Medenîyetan” de dibêje ku “pirsgirêka me ew eku em Emerîka bikin milletek.” Yanî her du jî dibêjin ku li Rojava divêsîstemeke nû bête danîn. Fukuyama beyhûdeyîya îdeolojîyan, Hungtington pêdivîyaşerê medenîyetan tînin ziman.

Sê mudaxeleyên Emerîka yên mezin hene: 1- Li Balkanan Yugoslavya di binşemsîya UNê de girt. 2- Efganîstan şemsîyeke teng bû di bin şemsîya NATO de pêkanî. 3- İraqê bû ku ev tengtirîn bû, bi xwe kir (DYE û hevalbendên xwe). DYE ûhevalbendên xwe şerekî cîhanî ya postmodern li ser dinyayê de ferz dibînin.Mudaxelaya İraqê di vê çarçovê de bi wate ye.

Nuqteyekî din jî piştî têkçûna Sovyetê dinya yek qutb e. Lê belê di rastîyêde dinya bû sê-çar qutb. Li hember DYEyê aktorên cîhanê ber xwe dan. Di binnavê aşîtîyê de îtîraz li hember operasyona DYEyê ve hin aktorên navneteweyîhene. Îcar ev tevgerên aşîtiyê ne tevgerên antîemperyalîst in. Reaksîyona hinemperyalîstan li hember hin emperyalîstan e. Ger em li Tirkîyeyê binêrin, em dêçêtir fehm bikin. Dema ku mudaxeleya DYEyê bo İraqê hat rojevê hêza herî“aşitîxwaz” SST bû. Bêguman ev ne ji antîemperyalîstbûna SSTê ye. Lê SSTê dimudaxeleya DYEê de dawîya sîstema xwe dibîne. Ditirse ku statûkoya 80 salî liRojhilata Navîn de xera bibe û bi refleksek kolonyalîst li dij dagirkerîya DYEêderdikeve. Eger em bêtir fireh bikin; Franse bi refleksên emperyalîst boberjewendîyên xwe yên Efrîkaya Bakur, Elmanî bo berjewendîyên xwe yên İraq ûÎranê û hevalê xwe Tirkîyeyê li dij derketin. Yanî bi gotineke din; Franse,Elmanî, Rusîa ûhwd. bi refleksên emperyalîst, Tirkîye, Îran, Sûrî ûhwd. birefleksên kolonyalîst (bo parastina statûya xwe), derdorên aşîtîxwaz jî bihestên aşîtîyane û bi manîplasyona hêzên navneteweyî û hundirîn ve tevgerîyan.

Li vir em bi taybetî li ser kampanyayên li Tirkîyeyê bisekinin, lewra evhinek cuda bû. Ev rasterast di bin kontrola SSTê bû. (Egitim-sen, partîyênsîyasî, YOK, DEHAP…) kampanyayên DEHAP, Jûra Bijîjkan, Jûra Endazyaran,Egitim-sen yên li Kurdistanê niyeta wan çend pakij be jî ew parçeyek vêmanîplasyonê bûn. Di vir de em vê yekê jî bêjin ku xelet neyên fehm kirin; evne ji çepitiya wan bû ev ji xeletiyên wan bû. Lewra şertê pêşî yê çepîtiyêdijraberiya SSTê ye. Yanî ne îcaba baweriya çepîtiyê bû. Her wiha em wekîkomunîst, dagirkeriya DYEyê li Îraqê naparêzin. Lewra bêyî operasyonê jî ewşertên rizgariya Kurdistanê hebûn di bin şemsîya UNê de. Jixwe 1/3 ê Îraqê liderveyî kontrola Saddam bû.

RP- Hun wekî komunîst û yek ji rêvebirê TEVKURDê di vê rewşa Kurdistanê deavakırın û bırexistinkirina partîyeke komunîst ya serbixwe çawa dinirxînin?

FO- Ev daxwazîyek e, şertên objektîfî li herderê dinyayê heye ku partîyeke komunîst bê avakirin. Pirsgirêkên damezrandinapartîya komunîst girêdayî şertên subjektîf û pêşanîyên (öncelik) sîyasî nin.Yanî girêdayî faktorên kadroyan û avakirina rêxistina enternasyonala komunîste. Ez bi xwe jî di wê bawerîyê de me. Lê belê berîya vê problema herî mezintunebûna dezgeyên neteweyî ne. Dewletbûn û desthilatdarîya Kurdan li Kurdîstanêhedefek sîyasî û kareke rojane ye. Kurdîstan bi her çar perçeyên xwe cebheyekgirîng e di vî şerê cîhanî ya sêyemîn de. Şertên subjektîf ev in: Tunebûnaenternasyonala komunîst, problemên teorî û rêxistinî û tunebûna kadroyênkomunîst.

RP- Ev sî sal e tu di nav şerekî de yî, Hêvîyên we qet şikestine gelo? HunKurdistaneke azad û yekgirtî hêvî dikin?

FO- Kek Pertew, niştimanperwerîya min ev 40sal e, ji sala 1972yan vir ve ez dilxwazekî sosyalîst im. Tu caran ez wek vansalan hêvîdar nebûme. Hestên Kurdan yên navneteweyî dest dide ku Kurd li seraxa xwe desthilat bin. Li Bakur, di nav sîyaseta Kurdan de kêmbûna perspektîfadesthilatdarîyê û xurtbûna helwesta entegralîst û tunebûna dezgehên neteweyîasteng û dezawantajên me ne. Berevajîya vê rewşê, ez bawer im ku bi xebatatêkoşînê Kurd wê li Bakur jî û li hemû perçeyên din jî wê bibine desthilatdar.

RP- Eger wek İraqê operasyoneka DYEê li Tirkîyeyê de çêbe dê reaksîyona weçawa be?

FO- Keko em dixwazin dagirkerîyakolonyalîstan rabe. Divê rêvebirên kolonyalîst ew bi xwe vê yekêpêk bînin.Tiştên hate serê Saddam divê ji rêvebirên Tirkîye, Îran û Sûrî re bibe nesîhet.Yê ku rê da Emerîka bo dagirkirina İraqê hebûna dagirkirina Kurdistanê bû.Sedamê dagirker di salên 74 û 75an de ji bo ku şoreşa Kurdan têk ve biçeKuzîstan (niha eyaleta Ereb ya girêdayî Îranê ye) da Îranê, di sala 1979an deboyî Kuzîstanê ji Îranê bistîne li hemberî Îranê şer derxist, ev şer deh salandewam kir û her du alîyan jî gelek xisar dîtin.

Di 1991an de Saddam îşxala Kurdistanê rakiribûya DYE nikaribû İraqêdagirbikira. Heke dagirkerên kurdan naxwazin ku dagir bibin, îşxal bibin divêdev îşxala, dagirkeriya Kurdîstanê berdin. Eger îşxala xwe ranekin ewê bênêîşxal kirin. Eger tiştê tu dibêjî pêk were musebîbê wê ne Kurd in û kes nikareKurdan wek hevalbendê emperyalîstan nîşan bide.

Ez wekî şexs kêfa min ji eskerên DYEê nayê, bi tu awayan kêfa min ji tueskerên bîyanî nayê ku li Kurdistanê hebin.

RP- Birêz Onen, mala we ava, ez zor sipas dikim dîsa ji bo bersîvên we û jibo ku we ev wextê xwe veqetand ji me re…

FO – Mala we ji ava, ji bo min jî wezifeyek bû.

Posted in: kurdi

Comments

There are currently no comments, be the first to post one!

Post Comment

Name (required)

Email (not required)

Website

CAPTCHA image
Enter the code shown above:

  
KÜRDİSTANİ PARTİLERİN TEMEL STRATEJİK HEDEFİ KÜRDİSTAN’IN BAĞIMSIZLIĞI VE BİRLİĞİ OLMALIDIR
Fuat Önen
Sırrı Süreyya Önder kimi temsil ederek İmralı-Ankara-Kandil üçgeninde bu kadar tur attı? Önder’in Türkiye’de temsil ettiği bir kitle mi var? Bana göre devleti temsil ediyor. Yapılan yanlış bir işin kof...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1583)


ZİYA GÖKALP ULUSSUZ BİR DEVLETİN İDEOLOGUDUR, İSMAİL BEŞİKÇİ İSE DEVLETSİZ BİR ULUSUN…
Fuat Önen
Ziya Gökalp ulussuz bir devletin ideologudur. İmparatorluk bakiyesinden allokton bir ulus oluşturmaya çalışan, Türk Egemenlik Sisteminin, paralı memurudur. İsmail Beşikçi ise devletsiz bir ulusun, ulusal demokratik haklarını s...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (664)


Üst Aidiyet ve İktidar
Fuat Önen
Geçmişten ders almak, Kürdistan’daki siyasi aktörlerin genellikle uzak durdukları bir eylem türüdür. Modernite öncesi kurumlarımızın (aşiret meclisleri, rîsıpi heyetleri,aşiret konfedereasyonları, mirl...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1212)


Dünya Düzeni, Dünya Devletler Sistemi ve Kürdistan
Fuat Önen
Türk devletinin son Kürdistan seferinin esas nedeni Hemrin dağından Afrin’e görünür hale gelen bu sınırlardır. Güney Batı sınırlarının görünür hale geldiği ve bu sınırlar içinde devletleşmeyi ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1527)


Dr. SaitÇürükkaya için yaptığım konuşma ve bazı yorumlar için açıklama
Fuat Önen
Birkaç gündür Şehid Sait Çürükkaya’nın mezarı başında yaptığım konuşma speküle edilerek, çirkin bir karalama kampanyası yürütülmektedir. Sait Çürükkaya’nın anıs...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1669)


Erbil ziyareti ve İmralı görüşmesiyle ilgili BasHaber röportaji
Fuat Önen
Bölge Başkanı Mesud Barzani müdahil olmaya, devletle HDP arasında bir tür uzlaşma sağlamaya çalıştığında, HDP eş başkanı bu meselenin Türkiye’nin “iç meselesi” olduğunu söyleyerek Başkan Barzan...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3481)


15 TEMMUZ, TÜRK ORDU GELENEĞİNDE İÇKİN OLAN BİR ASKERİ DARBE GİRİŞİMİDİR
Fuat Önen
Türkiye’yi zor günler beklemektedir. Yakındoğu ve Ortadoğu, Üçüncü Dünya Savaşının önemli cephesidir. Bu bölgeler yeniden dizayn edilmeye çalışılmakta. Birinci ve İkinci Dünya savaşları...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1513)


   «   [1]  2  3  4  5  6  7  8  9  »      
DESTPÉK      Tarix-belge      TEVKURD      Aslan Kaya -Baz      Fuad Önen      Media