Fuad Önen
HILBIJARTINA TIRKAN, HDP Û HELWESTA HIN PARTÎYÊN KURDAN
Fuat Önen
Em nabêjin ku hilbijartina Tirkan me aleqedar nake, em dibêjin ku ev hilbijartina dewleteke dagirker e, hebûna dewleta Tirkan li Kurdistanê ne rewa ye, ev dewlet bi hemû dam û dezgehên xwe dagirker e û ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (29)


HILBIJARTINÊN DEWLETÊN DAGIRKER Û HELWESTA KURDAN
Fuat Önen
Ne xwezayî ye ku sîyasetmedarên Kurdan wek yên Tirkan bipeyivin, nakokîyên di nav sîyaseta Tirkan de mezin bikin û di nav sîyaseta Tirkan de ji xwe re li cîyekî bigerin. Divê s&i...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (123)


TÊKÇÛNA ŞERÊ CEBHEYA KERKÛKÊ
Fuat Önen
Şerê li cebheya Kerkûkê rû da, bersîva dewletên dagirker û parêzerên sistemê ye. Di vê cebheyê de em têkçûn. Berpirsê vê têkçûyi...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (853)


YEKÎTÎYA KURDAN Û YA PARTÎYÊN KURDAN JI HEV CUDA NE
Fuat Önen
Di nav tevgerên rizgarîya neteweyî de kesî bi qasî tevgera rizgarîya neteweyî ya Kurdan nîqaşên teorîk nekiri ye. Em di nivîsarên Ho Shi Min, Amilcar Cabral, Mahatma Ghandi, Fide...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1279)


TC ÇIMA JI YEKÎTÎYA AXA ROJAVAYÊ KURDISTANÊ DITIRSE?
Fuat Önen
Ez ne di wê bawerîyê de me ku TC yê karibe Efrînê dagir bike û li wir pêşî li Kurdan bigire. Bi sedem ku TC nikare bakurê Kurdistanê wek berê bi rêve bibe, anuha her nav&cc...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (964)


REFERANDOMA SERXWEBÛNA KURDISTANÊ
Fuat Önen
Serxwebûna Kurdistanê di herêma Rojhelata Nêzîk de şoreşek e û ew ê nîzama dagirker hilweşîne. Ji ber vê yekê her çar dewletên dagirker; di serî de jî dewleta ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1068)


SERXWEBÛNA BAŞÛRÊ KURDİSTANÊ GENGEŞÎYÊN Dİ NAV ŞÎA Û SUNEYAN DE ŞENGAL Û HÎLALA ŞÎA RIZGARBÛNA ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
Fuat Önen
Em nizanin ku bi çi sedemê rê lê vekirin ku hêzên Haşdî Şabî têkevin hin deverên Şengalê û ew van deveran “rizgar” bikin. Hêza pêşmergeyan heye ku her bi...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (960)


   «   [1]  2  3  4  5  »      
  
02

SÎSTEMAHIKUMRANÎYA TIRK

Hun bi xêr û xwesî hatin civîna Koma Xebata DemokratÎka Neteweyî a Kurd. Ji we teva re û di kesayetîya we de li her çar parçeyênKurdistanê ji gelê Kurd û têkoserên azadîyê re serketinê dixwazim. Bi rastî îroez ê bi Kurdi bipeyivîyama, lê sîxur teva kamerayên xwe li vir in û ez jî wekkek Îbrahîm ji bo ku têbigihêjin ku em ji wan re çi dibêjin, ez ê bi Tirkîbipeyivim. Wek kek Wîldan jî nakim û rasterast dibêjim, bila dijmin bizanibe kuem ji bo wan çi difikirin.

Xayîn bi xof in

Nûnerên hikumranîya Tirk ên li herêmê bihîstine ku emê li vir civînekê çêkin; ji rewsê ji xwe re wezîfe dîtine û kamera sandine vir.Min nivîsa qeymeqam xwend; xuya ye ku qane bûne ku em ê sûcekî bikin. Ji botespîtkirina sûckirinê û dibe ku ji bo pêsî lê girtina wê li vir in. Hebûna wana li vir li dijî qanûnê ye. Li gora qanûnên wan bi kamerayê çavdêrîya civînênsalonên girtî sûc e. Li welatê me hebûna wan jî ne qanûnî ye. Gotinek heye:Xayîn bi xof in. Ew ji me çêtir dizanin ku çi anîne serê welatê me, serê gelême. Ji ber vê yekê, ew bicîh dizanin ku em ê di vê civînê de sûc bikin. Bila ewbas zanibin ku em ê kirina tistên ku ew sûc dihesibînin bidomînin. Hebûnakamerayê pêsî li vê nagire. Ji bervacî, me motîve dike. Em ê bi domdarî bibêjinku wan welatê me parçe kirine; zilm li gelê me kirine; dest danîne ser hemûmafên me yên neteweyî û demokratîk, û ku mafê gelê Kurd heye ku li ser xaka xwexwedîyê mafê desthilatîya sîyasî be, û ku em ê ji bo vê têkosînê bikin.

Yekparebûna dewletê li gel welat û miletê wê

‘Yekparebûna dewletê li gel welat û miletê wê.” Di navgotinên ku em herî pir ji sîyasetmedarên Tirk dibihîzin de ev gotin, gotinekesereke ye. Her weha, welatparêzên Kurd li dadgehên birêvebirîya awarte (sikiyonetim), ewlekarîya dewletê (devlet guvenlik), adetî û awarte herî pir bixerakirina vê yekparetîyê tên sûcdarkirin. Ev gotin yek ji vegotinên “wecîz” ênsîstema serdestîya Tirkan e. Vî çendî derdorên lîberal vê wecîzeyê jî rexnedikin.

Divê ez bibêjim ku ev rexneya ku bi kurtî dibêje“Miletê dewletê nabe, dewleta milet dibe”, rexneyeke qels e. Ev rexne îzeh nakeku çewtîyeke ewqas vekirî çima tê kirin, ji bervajî wê vedisêre. Her çiqasbirêvebirên Komara Tirkîyê (KT) kolonyalîst bin jî, ne kêmhes in. Dewleteke kubi hesê xwendegeha navîn jî bê birêvebirin xwe nake xwedîyê miletekî; ew jîdikanin vê rexneyê fahm bikin. Ger dîsa jî 83 salan bibêjin “welat û miletêdewletê”, sedemên wê hene.

Sîstema serdestîya Tirk li cografya me mijareke firehe û divê bibe mijara pirsyarî û niqasan. Ez ê niqaskirina Tirkbûn û hikumranîyaOsmanî bidim alîyekî û bi kurtî li ser sîstema desthilatîya Tirk a dewra komarêrawestim.

KT projeya ji bermayênOsmanî afirandina miletekî ye.

Heke em ji dervê fêhmêdîroka Kemalîst lê binêrin, divê em bibêjin ku Komar berdewamîya Osmanî ye.Heke em rexneyên sexte ku dîrokzanên Kemalîst li Osmanî dikin û palavrayênsoresa Kemalîst û rizgarîya neteweyî bidin alîyekî, em ê bibînin ku burokrasîyasivîl-leskerî û rewsenbîrên Osmanî pêsengîya damezirandina komarê kiriye. HîmêKemalîzmê ji bermayên împeretorîya di Serê Dinyê yê Yekê de têkçûyî hewldanaafirandina netewe û welatekî ye. Ji alîyê rastîya neteweya Kurd ve, KT projeyaji bermayên Osmanî afirandina miletekî ye. KT ne li welatê xwe dewletbûnaneteweyekî ye. Di salên 1920an de li vê cografyê Tirkîstan û neteweya Tirktunebû. Naveroka projeya KT ji milet, milîyet û hindikahîyên bermayên Osmanîafirandina Tirk an neteweya Tirk e. Her weha ji herêmên bin hikumranîya xwe, ku%43ê Kurdistanê jî di nav de ye, afirandina welatekî bi navê Tirkîye jî armancavê projeyê ye.

Ji lew re, KT nedewleta miletekî li welatê xwe ye; ew xwedîyê “welat û milet”, pasvan û nahtorêyekparebûna parvenebar e. Ji ber vê yekê:

1. Sîstemadesthilatîya Tirk li ser bêhiqûqîyê ava bûye. Parçekirin û kolonîkirinaKurdistanê, birêvebirina wê ya bi parçekirî histina wê parçeyekî vê sîstemê ye.Bêyî jihevketina vê sîstema desthilatîyê, ne mimkun e ku KT bibe dewletekehiqûqî. Sedema ku ev 83 sal in ku dewleta hiqûqî li alîyekî, nikane bibedewleta qanûnî jî, û ku di birêvebirîya xwe de qanûnên xwe bi xwe binpê dike jîev e.

2. Têkilîya di navberasîstema desthilatîya Tirk û vekirîbûnê de wek têkilîya di navbera pasmêlk(sevsevik, baçermok) û ronahîyê de ye. Pasmêlk ji ronahîyê, KT ji vekirîbûnêdireve. Ê me, tirsa me ji vekirîbûnê tune. Yên ku dibêjin “Rastî soresger e” emin. Ji lew re hebûna kamerayê bandûrê li gotinên me nake.

3. Heta ku sîstemadesthilatîya Tirk li ser van hîman bimîne, ew nikane astîyê pêk bîne. Gotina“Li welêt astî, li cîhanê astî” vê rastîyê ji holê ranake. Ew ê kêrhatî be kumeriv bi vê perspektîvê li înîsîyatîvên astîyê yên vê dawîyê binêre. Wek kubide dû koma me, li her dera ku em civînê lê çêdikin, înîsîyatîva astîyê jîcivînê çêdike. Bêyî înkarkirina hebûna mirovên dilpak di nav vê înîsîyatîvê de,divê ez bibêjim ku nebûna vekirîbûnê ya di sîstema desthilatîya Tirk de di vêînîsîyatîvê de jî heye. Ne tarîfa astîyê ne jî ya ser dikin.

Heke tarîfeke we yaser tunebe, hun nebêjin ku ser di navbera kê de diqewime, astîya ku hun dozdikin dê çawa bê fahmkirin? Li gora ku hun doza astîyê dikin, qey hun qalarewseke ser dikin. Hun ji bo dawîanîna kîjan serî doza astîyê dikin? Ser dinavbera Îmralî û Sererkanîyê (Genelkurmayê) de ye? Di navbera PKK û KT de ye?An di navbera gelê Kurd û sîstema desthilatîya Tirk de ye? Bêyî ronîkirina vêmijarê qalkirina astîyê xapandin e.

Ev astîxwaz dibêjin,“Bila PKK dev ji çek berde. Hikûmet jî di pirsgirêka Kurd de gavan bavêje.” Jigavan qesta wan gavên wek kursên zimanê Kurdî, serbestîya bernameyêntelevîzyonê yên bi Kurdî, pêsî li îskenceyê girtin, kêmkirina tecrîda liÎmralîyê ne. Bas e, dema ku ev gav bên avêtin, astî yê were Kurdistanê? Ma berîku PKK dest bavêje çekan, li Kurdistanê astî hebû? Heke KT welatparêzên Kurd likuçê înfaz neke, wê astî were?

Bi dîtina me, heta kusîstema desthilatîya Tirk ji hev nekeve, gelê Kurd li welatê xwe pêsedema xwebi awayekî azad bi xwe tayîn neke, li welatê xwe hukmê sîyasî nexe destê xwe,ne mimkun e ku meriv qala astîyê bike. Ji ber ku sîstema desthilatîya Tirkserekî li dijî Kurdistanê, li dijî gelê Kurd e; û serê bingehî ev e, tenê ku evbiqede em dikanin qala astîyê bikin.

Mimkun e ku merivdaxwazên hin kesan ên sehalî û aramîyê, hewldanên wan ên bidawîanîna têkosînaçekdar fahm bike. Hetta heke meriv li ser qaydeyên wê li hev bike, meriv dikanepistevanîya wê jî bike. Lê belê em nikanin wê wek ‘li Kurdistanê astî’ qebûlbikin.

Bêyî ku ez dirêjbikim, ez hewl didim ku di vê besê de vê bibêjim: sîstema desthilatîya ku em lidijî wê têkosînê dikin nayê serastkirin. Pirsgirêka Kurdistanê pirsgirêka soresû îqtidarê ye. Divê bernameya Koma Xebatê soresgerane be. Divê ew reformên ku pêsniyardike wek gavên ber bi van armancan ve bibîne. Divê soresgerî ji bo welatparêzênKurdistanê wek mecbûrîyet bê îdraqkirin. Îdeolojîya me çi dibe bila bibe, hekeem welatparêzîyê îdia bikin û bixwazin ku hevgirtî bin, divê em soresger bin.Heke oldar, neteweperwer, sosyalîst, komunîstên Kurdistanê dê di welatparêzîyaxwe de hevgirtî bin, divê soresger bin. Ev ne tercîhek, lê mecbûrîyetek e; evmecbûrîyet ji ber taybetmendîya sîstema desthilatîya ku em li dijî wê têkosînêdikin û ji ber ku doza me ya azadîyê di vê sîstema desthilatîyê de hilnayê, pêktê.

Divê KXDNK SîyasetaKonformîst Înkar Bike

Divê KXDNK ji berheman sedeman ji sîyaseta konformîst bidûr bikeve, divê ew awayekî sîyasetê yêguhertinparêz û soresger, û ku di qada vekirî de mesrûîyetê ji xwe re bikebingeh, bipejirîne. Em dikanin konformîzmê wek “rîayetparêzî, fikirîna li gorastandardên bi gelemperî pejirandî, bêyî nirxandineke rexnegir tevgerîna li gorasazî û qalibên di merîyetê de” tarîf bikin. Sazî û qalibên di merîyetê derastîya miletbûna Kurdan nas nakin. Ev yek dîyar e. Divê em awayekî sîyasetê jixwe re bikin bingeh ku hemû sazîyên herêmî, deverî, navneteweyî ji alîyêrastîya miletbûna Kurdan ve bi awayekî rexnegir binirxîne. Divê bê dîtin ku liBakurê Kurdistanê ji alîyekî ve sefseteya komara demokratîk, ji alîyê din veawayê sîyaseta konformîst ku bi xeyalên Yekîtîya Ewropayê ges dibe, têkosîna meya azadîyê tehdît dike.

Divê KXDNK Rexneyan liSazî û Rêzikên Naneteweyî jî Bigire

Divê li pês çav bêgirtin ku hem sîstema desthilatîya Tirk û hem jî rejîmên din ên kolonyalîst liherêmê bi têkildarîya bi sîstema navneteweyî li ser lingan dimînin. CemîyetîAqwama ku bi konferansa astîyê ya Parîsê ya 1919an hat damezirandin milet bidewletê tarîf kiriye. Qala miletên Kuweyt, Iraq, Sûrîye, Tirkîye û Îranê dike,lê nexwestiye miletê Kurd bibîne. Rejîma herêmî û navneteweyî ku mohra serketîyênserê yekemîn, bi taybetî ya Brîtanya Mezin lê heye, ji alîyê Kurdan ve nayêqebûlkirin.

Ji bo nexse û rejîmasîyasî ku Brîtanya li Rojhilata Navîn ferz kiriye, parçekirî û bêdewlet histinaKurdistanê pêwîst hatiye dîtin. Neteweyên Yekbûyî ku ji alîyê serketîyên serêdudan ve hat damezirandin jî heman helwest girtiye. Bloka Brîtanya – DYA rêdaye hilwesandina Komara Mahabatê, di heman demê de YKSS (Sovyet) vekisîyaye,aktorên sîyasî yên dinyê rast dîtine ku Kurdan li gel nifûsa wan a 20-30 milyonû welatên wan ê qedîm tune bihesibînin.


Rejîma sîyasî ya navneteweyî ya ku Kurdistan tê de hepskirî ye jî bûye û dibesedem ku Saddam bi enfalan û çekên kîmyewî êrîs birin ser gelê me, ku ev 83 salin KT seferên li ser Kurdistanê didomîne, ku çalakîyên Sûrîye û Îranê yên dijîKurdistanê û Kurdan pêk tên. Divê KXDNK li hemberî sazî û rêzikên navneteweyîjî rexnegir be, maf û daxwazên mesrû yên gelê me bigihîne platformênnavneteweyî.

Ji KT tê xwestin kukomkujîyên Ermenî û Pontûs qebûl bike; ji bo wê çewsandina navneteweyî lê têkirin. Girîngî yan ciddîbûna bi çaran parvekirina Kurdistanê û bê dewlethistina wê, parçekirî birêvebirina wê ji ya komkujîyên Ermenî û Pontûs nekêmtir e. Divê KXDNK dema ku ji alîyekî ve komkujîyên Ermenî û Pontûs sermezardike, bi van gelan re pistgirîyê pêk tîne, ji alîyê din ve jî jenosîda sîyasîya Kurdistanê bigihîne sazîyên navneteweyî.

Dema peyivîna minqedîya û ez naxwazim sebra serok sûîstîmal bikim. Ez ê bi 2 notên kurtbiqedînim. Divê li ser derxistina Fûad Sîpan ji civîna KXDNK a Almanyayêdaxuyanîyek bê kirin; divê ev rastî neyê jibîrkirin ku civînên me yekbûna hêzênneteweyî armanc dikin û ew civînên vekirî ne.

Ez naxwazim li sermijara Hak-Par gengesîyê bikim. Lê divê ez bi kurtî wisa bibêjim: tevlêbûnahevalên ji Hak-Par bo vê hewldanê nayê înkarkirin, lê belê Hak-Par ne navnîsanayekbûna hêzên neteweyî ye. Hak-Par yek ji hêmanên koma me ye. Koma me ji xwe renekiriye armanc ku bi xwe bibe partîyek an jî tev li partîyeke welatparêz bibe.

(*) Kurtîya axaftinadi Civîna KXDNK ya Herêma Wanê de


Posted in: kurdi

Comments

There are currently no comments, be the first to post one!

Post Comment

Name (required)

Email (not required)

Website

CAPTCHA image
Enter the code shown above:

  
SEÇİME HAZIR OLMAK
Fuat Önen
24 Haziran seçimlerine de Kürdistan’dan katılmanın meşru bir yolu var mıdır diye düşündüğümde şu önerinin tartışılabileceğini düşünüyorum. Yani bu seçimi yine referanduma dönü...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (740)


EFRÎN
Fuat Önen
58 gün önce 72 savaş uçağı ile Efrini işgal operasyonunu başlattınız. Savaş uçaklarınıza tanklarınız, toplarınız, savaş helikopterleriniz, İHA’larınız, SİHA’larınız,termal kameralarınız eşlik etti.  Binlerce ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (354)


Afrin operasiyonunu Türkiye devletinin Kürdistan dönük seferlerinin bir parçasıdir
Fuat Önen
Şimdi bunun doğru anlaşılması için şunun iyi görülmesi lazım. Türkiye devleti Afrin e, Hewlere, yada Mahabada  Ankara dan bakmıyor. Türkiye devleti Afrine de, Hewlere de, Kamışlıya da, Mahabada da, Sanadaja da Diyarbak...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (500)


KÜRDİSTANİ PARTİLERİN TEMEL STRATEJİK HEDEFİ KÜRDİSTAN’IN BAĞIMSIZLIĞI VE BİRLİĞİ OLMALIDIR
Fuat Önen
Sırrı Süreyya Önder kimi temsil ederek İmralı-Ankara-Kandil üçgeninde bu kadar tur attı? Önder’in Türkiye’de temsil ettiği bir kitle mi var? Bana göre devleti temsil ediyor. Yapılan yanlış bir işin kof...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2061)


ZİYA GÖKALP ULUSSUZ BİR DEVLETİN İDEOLOGUDUR, İSMAİL BEŞİKÇİ İSE DEVLETSİZ BİR ULUSUN…
Fuat Önen
Ziya Gökalp ulussuz bir devletin ideologudur. İmparatorluk bakiyesinden allokton bir ulus oluşturmaya çalışan, Türk Egemenlik Sisteminin, paralı memurudur. İsmail Beşikçi ise devletsiz bir ulusun, ulusal demokratik haklarını s...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1149)


Üst Aidiyet ve İktidar
Fuat Önen
Geçmişten ders almak, Kürdistan’daki siyasi aktörlerin genellikle uzak durdukları bir eylem türüdür. Modernite öncesi kurumlarımızın (aşiret meclisleri, rîsıpi heyetleri,aşiret konfedereasyonları, mirl...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1559)


Dünya Düzeni, Dünya Devletler Sistemi ve Kürdistan
Fuat Önen
Türk devletinin son Kürdistan seferinin esas nedeni Hemrin dağından Afrin’e görünür hale gelen bu sınırlardır. Güney Batı sınırlarının görünür hale geldiği ve bu sınırlar içinde devletleşmeyi ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1878)


   «   [1]  2  3  4  5  6  7  8  9  »      
DESTPÉK      Tarix-belge      TEVKURD      Aslan Kaya -Baz      Fuad Önen      Media