Fuad Önen
TÊKÇÛNA ŞERÊ CEBHEYA KERKÛKÊ
Fuat Önen
Şerê li cebheya Kerkûkê rû da, bersîva dewletên dagirker û parêzerên sistemê ye. Di vê cebheyê de em têkçûn. Berpirsê vê têkçûyi...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (473)


YEKÎTÎYA KURDAN Û YA PARTÎYÊN KURDAN JI HEV CUDA NE
Fuat Önen
Di nav tevgerên rizgarîya neteweyî de kesî bi qasî tevgera rizgarîya neteweyî ya Kurdan nîqaşên teorîk nekiri ye. Em di nivîsarên Ho Shi Min, Amilcar Cabral, Mahatma Ghandi, Fide...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (886)


TC ÇIMA JI YEKÎTÎYA AXA ROJAVAYÊ KURDISTANÊ DITIRSE?
Fuat Önen
Ez ne di wê bawerîyê de me ku TC yê karibe Efrînê dagir bike û li wir pêşî li Kurdan bigire. Bi sedem ku TC nikare bakurê Kurdistanê wek berê bi rêve bibe, anuha her nav&cc...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (613)


REFERANDOMA SERXWEBÛNA KURDISTANÊ
Fuat Önen
Serxwebûna Kurdistanê di herêma Rojhelata Nêzîk de şoreşek e û ew ê nîzama dagirker hilweşîne. Ji ber vê yekê her çar dewletên dagirker; di serî de jî dewleta ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (743)


SERXWEBÛNA BAŞÛRÊ KURDİSTANÊ GENGEŞÎYÊN Dİ NAV ŞÎA Û SUNEYAN DE ŞENGAL Û HÎLALA ŞÎA RIZGARBÛNA ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
Fuat Önen
Em nizanin ku bi çi sedemê rê lê vekirin ku hêzên Haşdî Şabî têkevin hin deverên Şengalê û ew van deveran “rizgar” bikin. Hêza pêşmergeyan heye ku her bi...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (675)


Arîşeyên Şengalê
Fuad Onen
Miletê Kurd têra xwe xwedî dijmin e, tevgera rizgarîya neteweyî ya Kurdistanê ji serî de çar dewletên dagirker ji xwe re kiriye hedef. Ev dewlet li dinyê jî xwedî mutefîk ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1250)


Armanckirina “kongreyeke netewî” ya ku ne li dijî tu dewletan e dibe devjêberdana mafê dewletbûna netewa Kurd!
Fuad Onen
Ev civîna ku berê wek Konferansa Kurdistanê û dûre jîwek Kongreya Netewî ya Kurdan hat binavkirin, li ser tewereya (mihwer) KomaraTirkîyê (KT)-Ocalan-Barzani ketiye rojeva me û çekber...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (4522)


   «   [1]  2  3  4  5  »      
  
20
 KomaXebatê li Bakurê Kurdistanê lêgerîneke sîyasî-rêxistinî ya pêkanîna yekbûnahêzên netewî yên demokratîk e. Ez bi xwe ji vê lêgerînê evana têdigihêjim:aqilê hevbeş ê sîyaseta netewî, bi vî aqilî pêkanîna projeyên netewî û yekbûnasazîyên netewî ku evana wan bicîh bîne. Bi vî awayî, ew projeyeke berfireh e.Civîna Amedê erk û vatinîyên teorîk-pratîk danî pêş meclîs û komîteya me yabirêvebir. Civîna sêyem ê bicîhanîna wan binirxîne. Di yeksalîya xwe de, divêem birêxistinbûna xwe û hiqûqê xwe yê navxweyî dîyar û zelal bikin. Emlêkolînan dikin ku di civîna sêyem de li ser modela rêxistinî, bername ûrêznameyê pêşniyareke hevbeş raber bikin. Ev sempozyûm jî yek ji çalakîyênteorîk ên koma me ye.

Divê meriv di hewldanên teorîk de zelalkirina mefhûm ûtêgînan (konsept û têrm) wek vatinîyekê derxe pêş. Em mefhûman çiqasî zelalbikin em ê bikanibin fikir û ramanên tevlihev û bêserûber bûyî jî ewqas zelalbikin û ji hev derînin. Helwdaneke wisa li Bakurê Kurdistanê girîng e, ji berku piranîya kadroyên me bi awakî bi felca ramanê ketine, awayên wan ê fikirînêdişibe boxçika pînekîrî. Ez hêvî dikim ku sempozyûma me di vî warî de bibealîkar.

Em li ser rêxistinê ûmodela rêxistinê gengeşî dikin. Di vî warî de gotina yekem divê ev be; ya kurêkxistîbûnê pêk tîne têkoşîn e. Sedema hebûna rêxistinekê di têkoşînekenavkirî de pêwîstbûna wê ye. Bakurê Kurdistanê di vê wateyê de bûyegoristana rêxistinan. Hejmara hevalên ku hejmarek rêxistin damezirandine ûbinax kirine di nav me de ne kêm e. Yek ji sedemên vê jî ew e ku me nikanîbûyerêxistinên ku di têkoşînê de pêwîstî pê hene pêk bianîya. Divê em vê rastîyêbibînin; rêxistinên me “nabin bersîva pêwîstîyên têkoşîna” me.

Rêxistineke çawa? Jibo ku em bersîva vê pirsê bibînin divê em bikanibin sê pirsan bersîv bikin:

1- Em ê têkoşîna çibikin?
2- Em ê çawa têkoşîn bikin?
3- Em ê ji ku ve dest pê bikin?

1- Bingeha têkoşîna bixwîn ku li Bakurê Kurdistanê bi salan ajotiye û di van salên dawî de hewl didinku tarîfa wê xera bikin basît e û divê em nehêlin ku şêlî bikin. Alîyê Tirkhewl dide ku cîhaza dewleta ku ji Osmanîyan jê re maye veguherîne bonetew-dewletekê, têkoşîna vê yekê dike. Û ji ber ku di dest de netewek tuneyeku ji vê dewletê re bike bingeh, hewl dide ku ji bermayên Osmanî netewekêbiafirîne. Sîstema Serwerîya Tirk li gora pêwîstîyên vê têkoşînê dirûv û şikilsitendiye. Armanca wan a bingehîn ji holê rakirina rasteqînîya netew û welatêgelê Kurd e, wê li ber vê yekê asteng dibînin. Ji lew re ne rast e ku meriv SîstemaHikumranîya Tirk wek sîstemeke înkarker a basît bibîne û weha raber bike.Înkarkirina wê heye, lê ji wê bêtir e! Ew îmhaker e. Di van salên dawî ku devji înkarê berdane de jî îmhakerîya wan a tunekirina rasteqînîya netew û welatême dîsa her didome.

Alîyê Kurd jî ku wekli dinyê gelê herî mezin ê bê dewlet tê tarîf kirin hewl dide ku li ser axa xwebibe dewlet. Meriv li ber dikeve ku vî çendî hinek sîyasetmedarên Kurd jî tevli gotinên wan kesan dibin, ku xwedê giravî ne dîyar e ku alîyê Kurd çi dixwaze,ev çewt e. Reşnivîsa bernameya Koma Xebatê di vî warî de zelalîyekê pêşkêşdike. Mafê çarenûsî yê netewan mafê pêkanîna dewletekê ye. Parastina li ser axaxwe dewletbûna netewekê ye. Em jî dewletbûna gelê Kurd li Kurdistanê diparêzin.Naverok û bingeha reşnivîsa bernameya me ya ji çend rûpelan pêkhatî ev e.Gengeşîyên li ser federasyon, konfederasyon û serxwebûnê li ser awa û teşeyêdewleta navgotî ne. Awayê bicîhhatina dewletbûnê ne tenê bi tercîha gelê me vegirêdayî ye. Ew bi awayê bidestxistina dewletbûnê, helwestên muxetabên me,rewşên navnetewî û hwd. ve girêdayî ye. Lê belê bi çi awayî pêk were jî mijaragotinê dewleteke nuh e.

Ê me em di vê têkoşînêde hewl didin ku têkoşîna dewletbûna gelê Kurd bikin û rêxistinekê pêk bînin kuvê pêwîstîyê bersîv bike. Ev têkoşîn bê yekbûna hêzên netewî nabe, divê emarmanc bikin ku “rêxistina nûnerîya netewî”ava bikin, da ku vê yekbûnê pêkbîne.

2- Em ê çawa têkoşînbikin? bersîva vê pirsê bi awayê têkoşînê ve têkildar e. Ez dixwazim ji bo vêmijarê li ser çend xalan rawestim.

a- Têkoşîna çekdar kuli Bakurê Kurdistanê zirarên giran daye têkoşîna azadîyê û kadroyên me, ûtêkilîya me bi vî awayê têkoşînê re.

Bervajîya texmînan ezqala têkoşîna çekdar a PKK nakim. Têkilîya rêxistin û komikên me yên ji bilîPKK jî qet nebe bi qasî ya PKK bûye sedema rûxandinan. Tê zanîn ku berî 1980hemû komikên me têkoşîna çekdar diparastin û îdia dikirin ku rêxistinêntêkoşîna çekdar afirandine. Her weha ne sir e ku hinek ji van komikên me berîPKK li dervê welêt yekînekên çekdar pêk anîbûn û di salên 1980-82an de,yekînekên wan ên çekdar ji yên PKK bêtir bûn. Lê belê ev rêxistinên me, berî kubikanibin têkoşîna çekdar birêk bixin, li dijî sîstemê têkoşîna çekdar bikin,belav bûne an jî êdî têkoşîna çekdar neparastine; gelek ji me ji vankevneşopîyan tên. Zirarên ku vê yekê dane me ji yên ku têkoşîna PKK bûye sedemne kêmtir in. Vî çendî wek ku bûye moda me jî li gel her kesî dest bi gotina ku‘têkoşîna çekdar çewt e, encam ê bi têkoşîna sîyasî bê bidestxistin’ kiriye. Evtarîf çewt e. Têkoşîna çekdar têkoşîna sîyasî ye. Bi çek domandina têkoşînê ye.Wek encameke guhertinên ku li dinyê, li herêmê û li welêt pêk hatine ûolandayina wan li mejîyê me, û her weha guherîna me bi xwe, em êdî têkoşînasîyasî tenê bi têkoşîna çekdar bisînor nakin; ev erênî ye.

Bi awayên guhertîmeşandina têkoşîna azadîyê, bikaranîna pêwengên cuda yên têkoşînê xweristî ye.Ew li gora şerd û mercan, derfetan û armancan diguherin. Şoreşgerîya têkoşînêne bi pêwengên bikarhatî lê bi îtiraza radîkal a li dijî pergalê û armancan vetêkildar e. Lê dema ku meriv êdî têkoşîna çekdar wek bingeh nabîne, divê merivbikanibe, bêyî ku têkoşînê ji naveroka wê ya şoreşger biqetîne, bi awa ûpêwengên nuh têkoşînê bidomîne. Lê belê îcar jî me berê xwe da kujê dijber; diçarçova pergalê de hesarge kirina têkoşînê û awayê konformîst ê têkoşînê.Îluzyona YE, sefseteya Komara Demokratîk-Konfederalîzm û psîkolojîya têkçûnê ditêkoşîna me ya bi kadroyên westiyayî meşandî de serdestîya konformîzmê pêkanîye. Divê awayê têkoşîna Koma Xebatê ji enîyê ve li hemberî pergalêraweste, bi bêîteatîya sivîl, çalakbûna girseyî û kampanyên şoreşgerane SîstemaSerwerîya Tirk têxe nav krîzan û bi rêkxistîbûna xwe van krîzan birêve bibe.

b- Di warê rêxistin ûtêkoşîna bi rêxistin de pirsgirêkeke me ya din jî mijara legalîte - îlegalîteye. Hema hema em gişt ji rêxistinên ku îlegalîte wek bingeh qebûl kirine tên.Berî 1980 têgîhaştina me ya têkoşînê ev bû. Ew ne çewt jî bû. Legalîte ji bo medibû mijara derfetên ku me dikanî bikar bianîya. Nuha wek mijara têkoşînaçekdar di vê mijarê jî de bervacîya têgîhaştinê pêşde dikeve, îcar jî em hewldidin ku têkoşîna azadîya netewî di nav legalîteya Tirk de hilbînin. Ev çewt e!Armanca me ya dewletbûna gelê Kurd li ser axa xwe di legalîteya Tirk dehilnayê! Divê Koma Xebatê têkoşîna legal înkar neke wê bibîne, lê di qadavekirî de awayê têkoşîna xwe li ser hîmê meşrûbûnê ava bike.

3- Divê em ji kuderêdest pê bikin? Divê em bi pirsa ‘di destê me de çi heye’ dest bi bersîva vêpirsê bikin. Li Bakurê Kurdistanê di qada rêkxistîbûnê de bêrêxistinî serdeste. Partîyên me hene, înîsîyatîvên partîyan hene, derdorên sîyasî hene,kesayetîyên sîyasî hene, lê taybetmendîya hevbeş a giştan neorganîzebûna wan e.Tarîfên kom, derdor, rêxistinan xera bûne, di vê qadê de dejenerasyon serdestbûye. Derdorên hevalan ku ne xwedîyê şerd û referansên herî nizm ên derdorasîyasî ne xwe wek kom didin xuyakirin û wisa îdia dikin; di vê de mahzûrekênabînin û bi awayekî fanatîk xwe bi aîdîyetên ne xweristî yên komikî vedigirin. Endamên partîyan li gora dîsîplîna partîyan tevnagerin, xwe serbestdihesibînin, li hemberî partîya xwe bêbawerîyê dîyar dikin; hin kesên ku wekbirêvebir an aktîvîstên Koma Xebatê xuya dibin, dikanin bibêjin ku Koma Xebatêyê bikêrî tiştekî neyê. Rewşa hinek kesayetîyên me yên ‘serbixwe’ ku kerametawan gotinên wan in jî ne guhertî ye. Ev kesayetîyên ku nikanin di nav xwe de,li hawirdora xwe organîze bibin, avahîya sist a rêxistinên me rexne dikin, jihêlekê ve dixwazin vê rewşê ji bo meşrûkirina xwe bikar bînin. Avahîyên sist ênderdorên me yên sîyasî xetimîn û têrnekirinên van kesayetîyan dinixumînin,fûryaya komikbûna sûnî ji van kesayetîyan re bazarekê pêk tîne. Tablo dil firehnake! Lê belê, em dikanin çareserîyê jî ji vê tabloyê derxin. Wê gavê divê emji kuderê dest pê bikin?

Bi dîtina min, heke emli ser hîmê vê tabloyê û hêmanên vê tabloyê rêxistinekê pêk bînin, ew ênikanibe pêwîstîyên me bersîv bike. Hêmanên me ev in: avahîyên qels êngirêdanên wan bi girse re sist û kesayetîyên ku nikanin organîze bibin. Jiavahîyeke bi van hêmanan enîya netewî, meclîsa netewî an jî kongra netewîdernakeve. Pêwîstîya me bi tevgereke nuh a yekgirtî heye. Divê em ji aîdîyetênhevdu yên ji hêla sîyasî û rêxistinî ve cuda re rêz bigirin, lê aîdîyetên xweyên kesanî ji xwe re bikin bingeh û bi wî awayî pêkanîna tevgera netewî yayekgirtî birêk bixin. Divê em di vê mijarê de yekbûna îradê pêk bînin û biaîdîyeta hevbeş pêkanîna rêxistina nûnerîya netewî armanc bikin. Divê em di navvê avahîyê de ji pev re veguherîn û ji hev veqetînê re vekirî bin. Divê emavahîyên xwe yên şûnvemayî û nerêkxistîbûnên xwe li tevgerê ferz nekin,aîdîyeta tevgera yekgirtî ji xwe re bikin bingeh. Divê tevgera yekgirtî nebekomîteyeke koordînasyonê, divê ew bi aîdîyeta xwe yekser rêkxistîbûnê ji xwe rebike bingeh. Divê her yek ji me bi rêngê xwe be (neteweperwer, lîberal,komunîst, oldar, hwd.), lê divê em bi aîdîyeta hevbeş yekbûna hêzên netewîarmanc bikin, banga hevbeş bikin. Yekgirtin û hêza me ya nuha têra îdiakirinakongreya netewî nake. Lê divê em bi armanca pêkanîna kongreya netewî biçincivîna sêyem a fireh. Divê em erka pêkanîna kongreya netewî bikin armancatevgera netewî ya yekgirtî.

Berî ku dema min tijebibe û sebra serok biqede, ez dixwazim çavdêrîyeke xwe ya di civîna meclîsê yaçûyî de ji we re bibêjim û axaftina xwe bi wê biqedînim. Dema ku ez kadroyên meyên meclîsa komê û wek mînak kesên ku tev li kongreyên Sîvas û Erziromê bûnedidim ber hev, ez dibînim ku ji alîyê materyalên mirovîn ve ji yên wankongreyan gelekî pêşdetir in. Di wan kongreyan de li pişt wan Î. Güçlü, B.Bozyel an S. Çiftyürekekî xwedî tecrubeya têkoşîna 30 salan tunebû. Bêyî ku ezçav ji cudatîyên şerd û mercan û derfetan re bigirim, ez dikanim bibêjim kuhêza me têrê dike ku em bi perspektîva desthilatîyê û îradeya sîyasî tevgeranetewî ya yekgirtî pêk bînin. Bi vê bawerîyê ez ji bo pev re têkoşînê bang liwe gişan dikim, rêz û silabên xwe pêşkêş dikim.

Not: Ji ber ku qeydabandê tunebû, axaftina ku di sempozyûmê de hatiye kirin ji notan hatiyepêkanîn.

 


Posted in: kurdi

Comments

There are currently no comments, be the first to post one!

Post Comment

Name (required)

Email (not required)

Website

CAPTCHA image
Enter the code shown above:

  
Afrin operasiyonunu Türkiye devletinin Kürdistan dönük seferlerinin bir parçasıdir
Fuat Önen
Şimdi bunun doğru anlaşılması için şunun iyi görülmesi lazım. Türkiye devleti Afrin e, Hewlere, yada Mahabada  Ankara dan bakmıyor. Türkiye devleti Afrine de, Hewlere de, Kamışlıya da, Mahabada da, Sanadaja da Diyarbak...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (174)


KÜRDİSTANİ PARTİLERİN TEMEL STRATEJİK HEDEFİ KÜRDİSTAN’IN BAĞIMSIZLIĞI VE BİRLİĞİ OLMALIDIR
Fuat Önen
Sırrı Süreyya Önder kimi temsil ederek İmralı-Ankara-Kandil üçgeninde bu kadar tur attı? Önder’in Türkiye’de temsil ettiği bir kitle mi var? Bana göre devleti temsil ediyor. Yapılan yanlış bir işin kof...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1686)


ZİYA GÖKALP ULUSSUZ BİR DEVLETİN İDEOLOGUDUR, İSMAİL BEŞİKÇİ İSE DEVLETSİZ BİR ULUSUN…
Fuat Önen
Ziya Gökalp ulussuz bir devletin ideologudur. İmparatorluk bakiyesinden allokton bir ulus oluşturmaya çalışan, Türk Egemenlik Sisteminin, paralı memurudur. İsmail Beşikçi ise devletsiz bir ulusun, ulusal demokratik haklarını s...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (768)


Üst Aidiyet ve İktidar
Fuat Önen
Geçmişten ders almak, Kürdistan’daki siyasi aktörlerin genellikle uzak durdukları bir eylem türüdür. Modernite öncesi kurumlarımızın (aşiret meclisleri, rîsıpi heyetleri,aşiret konfedereasyonları, mirl...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1271)


Dünya Düzeni, Dünya Devletler Sistemi ve Kürdistan
Fuat Önen
Türk devletinin son Kürdistan seferinin esas nedeni Hemrin dağından Afrin’e görünür hale gelen bu sınırlardır. Güney Batı sınırlarının görünür hale geldiği ve bu sınırlar içinde devletleşmeyi ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1605)


Dr. SaitÇürükkaya için yaptığım konuşma ve bazı yorumlar için açıklama
Fuat Önen
Birkaç gündür Şehid Sait Çürükkaya’nın mezarı başında yaptığım konuşma speküle edilerek, çirkin bir karalama kampanyası yürütülmektedir. Sait Çürükkaya’nın anıs...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1740)


Erbil ziyareti ve İmralı görüşmesiyle ilgili BasHaber röportaji
Fuat Önen
Bölge Başkanı Mesud Barzani müdahil olmaya, devletle HDP arasında bir tür uzlaşma sağlamaya çalıştığında, HDP eş başkanı bu meselenin Türkiye’nin “iç meselesi” olduğunu söyleyerek Başkan Barzan...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3550)


   «   [1]  2  3  4  5  6  7  8  9  »      
DESTPÉK      Tarix-belge      TEVKURD      Aslan Kaya -Baz      Fuad Önen      Media