Fuad Önen
Dewleta Tirkan nikare bi serê xwe li Qendîl ê operasyoneke leşkeri bimeşîne
Fuat Önen
Qendîl rêzeçîya ye û di sêkoşeya başûr, bakur û rojhilatê Kurdistanê de dimîne. Dagirkirina wê derê ne ew çend hêsan e. TC çima di vê deme de qal...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (218)


HILBIJARTINA TIRKAN, HDP Û HELWESTA HIN PARTÎYÊN KURDAN
Fuat Önen
Em nabêjin ku hilbijartina Tirkan me aleqedar nake, em dibêjin ku ev hilbijartina dewleteke dagirker e, hebûna dewleta Tirkan li Kurdistanê ne rewa ye, ev dewlet bi hemû dam û dezgehên xwe dagirker e û ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (197)


HILBIJARTINÊN DEWLETÊN DAGIRKER Û HELWESTA KURDAN
Fuat Önen
Ne xwezayî ye ku sîyasetmedarên Kurdan wek yên Tirkan bipeyivin, nakokîyên di nav sîyaseta Tirkan de mezin bikin û di nav sîyaseta Tirkan de ji xwe re li cîyekî bigerin. Divê s&i...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (257)


TÊKÇÛNA ŞERÊ CEBHEYA KERKÛKÊ
Fuat Önen
Şerê li cebheya Kerkûkê rû da, bersîva dewletên dagirker û parêzerên sistemê ye. Di vê cebheyê de em têkçûn. Berpirsê vê têkçûyi...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (968)


YEKÎTÎYA KURDAN Û YA PARTÎYÊN KURDAN JI HEV CUDA NE
Fuat Önen
Di nav tevgerên rizgarîya neteweyî de kesî bi qasî tevgera rizgarîya neteweyî ya Kurdan nîqaşên teorîk nekiri ye. Em di nivîsarên Ho Shi Min, Amilcar Cabral, Mahatma Ghandi, Fide...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1422)


TC ÇIMA JI YEKÎTÎYA AXA ROJAVAYÊ KURDISTANÊ DITIRSE?
Fuat Önen
Ez ne di wê bawerîyê de me ku TC yê karibe Efrînê dagir bike û li wir pêşî li Kurdan bigire. Bi sedem ku TC nikare bakurê Kurdistanê wek berê bi rêve bibe, anuha her nav&cc...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1087)


REFERANDOMA SERXWEBÛNA KURDISTANÊ
Fuat Önen
Serxwebûna Kurdistanê di herêma Rojhelata Nêzîk de şoreşek e û ew ê nîzama dagirker hilweşîne. Ji ber vê yekê her çar dewletên dagirker; di serî de jî dewleta ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1195)


   «   [1]  2  3  4  5  6  »      
  
30
Koma xebatê, li Bakurê Kurdistanê lêgerîneke partî,kom, derdor û kesayetîyên cûda bo înîsîyatîveke neteweyî ya misterek e.

Li Bakurê Kurdistanê lêgerînên yekbûnê bi me dest pênekirine. Tecrubeyên me yên hevkarîya demokratîk a neteweyî yên berî 1980,Yekbûn pistî 1980, HEP-DEP hene. Him li Bakurê Kurdistanê û him jî li parçeyêndin ên Kurdistanê, yekbûn her tim di rojeva Kurdan de ye; ev normal e.

Dema ku meriv di heman qadan de dikeve nav lêgerînayekbûnê, meriv erênî yan neyînî di bin bandûra lêgerînên berî xwe de dimîne.Lêgerînên yekbûnê yên berî me ji hêla pev re xebat kirinê ve bandûreke erênî lime dikin. Her weha him serneketinên lêgerînên berê û him jî bandûrên wan ênneyînî ku di hisê hevalên ku tev li wan bûne de mane, bandûreke neyînî li medikin.

Têgihîstina me ya Yekbûn û Xebatê

Divê em di mesa xwe de van hemûyan li pês çav bigirin;ev ne cara yekemîn e ku em xebatake bi vî rengî dikin. Lê belê bi dîtina minlêgerîna sîyasî, lêgerîna yekbûnê ya vê komê ji xebatên yekbûnê yên berî vêcûda ye. Di vê lêgerînê de mantiqê me yê yekbûnê ev e ku, kom, kesayetî ûderdorên xwedî aîdîyetên cûda yên îdeolojîk, sîyasî, rêxistinî aqilekî sîyasîyê misterek pêk bînin, bi vî aqilê sîyasî projeyên neteweyî pêk bînin, û pêdepêde sazîyên neteweyî pêk bînin; mantiqê me yê yekbûnê ev e. Bi dîtina min evmantiqê yekbûnê cûda ye.

Me ji berê ve hiqûqek pêk neanîye. Em hewl didin kupev re xebatê bikin; em hewl didin ku di nav xebatê de pev re hiqûqekî misterekpêk bînin. Ev jî nuh e û bi dîtina min, ji hêla encamdayina lêgerîna yekbûnê vebawerîyê dide.


Koma me, têkosîna vekirî, dike bingeha xebata xwe. Li ser bingeha têkosînavekirî xebat kirin ne rexnekirina nehênîbûnê (illegal) ye. Li Kurdistanêxebatên nehênî jî hene. Em vê dizanin; lê belê em têkosîna sîyasî ya di qadavekirî de tercîh dikin. Ev tercîha me ye. Koma me legalîteyê dibîne, li pês çavdigire, lê belê xebatên xwe bi legalîteyê sînor nake. Koma me mesrûbûnê dikebingeha xebatên xwe.

Têkosîna Vekirî û Mesrû

Ez hêvî dikim ku ev cûdatî bas bê fahmkirin. Di hinferhengan de mesrûbûn (mesrûîyet) wek qanûnîbûnê tê tarîfkirin; ne weha ye.Mesrûîyet ji “ser” tê û “ser”a me azadî ye. Serîeta koma me azadîya neteweyîye. Serê azadîya neteweya Kurd, bingeha serîeta koma me ye û em mesrûîyeta xweji vir disitînin. Ji lew re koma me di xebatên xwe de legalîteyê dibîne, li pêsçav digire, lê belê mesrûîyetê ji xwe re dike bingeh.

Têkosîna di qada vekirî de tercîha koma me ye, lê belêmecbûriyet heye ku bingeh ne legalîte, lê mesrûiyet be.

Hiqûqa Kurdistanê tuneye û her weha di hiqûqa dewletênserwerên Kurdistanê jî de “Kurdistan” tuneye. Em nikanin ji bo çareserîya vênakokîyê legalîteyê ji xwe re bikin bingeh.

Em ê legalîteyê bibînin, legalîteyê li pês çavbigirin, lê belê armanca bingehîn a koma me pêkanîna hiqûqa Kurdistanê ye.Dîyar e ku ev hewldan, ev armanc di hiqûq û legalîteya dewletên serwer dehilnayê. Ji ber vê yekê, koma me mesrûîyetê dike bingeha xebatên xwe. Dicivînên Enqere û Amedê de “ser”a me weha hat danîn ku gelê Kurd li ser axa xwepêsedema xwe tayîn bike. Em vê “ser”ê dikin bingeha têkosîna xwe û mesrûîyetaxwe jî ji vir disitînin.

Mesrûîyet û Sazîyên Navneteweyî

Hîn ku mijar legalîte û mesrûîyet e, ez ê pêsniyarbikim ku em li dinyê jî weha binêrin. Dibe ku van gotinên min ne bi dilê webin. Wek ku hevalê Resît Delî dibêje, dibe ku weha xuya bibe ku ez hemû dinyêdikim dijberê xwe. Lê dîsa jî ez ê hewl bidim ku vê yekê bibêjim.

Legalîte û qanûnîbûn di balanseke hêzan a dîyarkirî deîradeya serweran temsîl dike. Li dinyê jî û li Tirkîyê jî ev weha ye. Bi dîtinamin, hemû saziyên navneteweyî ji aliyê rasteqîniya neteweya Kurd ve xeyrî mesrûne.

Îro li dinyê Neteweyên Yekbûyî bandeva legalîteyadinyê ye; sazîyeke legal e. Ez li dijî legalîteya Neteweyên Yekbûyî ûderbasbariya wê ya li dinyê tistekî nabêjim. Lê belê ji aliyê rasteqîniyaneteweya Kurd ve Neteweyên Yekbûyî ne mesrû ye. Ji ber ku navê wê NeteweyênYekbûyî ye, lê hîmê wê dewletên yekbûyî ye. Nifûsa endamên vê Neteweyên Yekbûyîji pêncsed hezaran heta yek milyarê diguhere. Ji 200î bêtir dewlet endamên vêsazîyê ne. Endamên xwedî nifûseke 500.000 jî hene.

Li gora Neteweyên Yekbûyî miletê Kurd, ku li RojhilataNavîn nifûsa wî sî-çel milyon e, tuneye. Li gora legalîteya Neteweyên Yekbûyîneteweyeke wisa tuneye. Nuha divê meriv vekîrî û bi duristî bipeyive û ya dilême çibe, em wê bê virde-wêde bibêjin. Di nêrîna min de, Neteweyên yekbûyî jialîyê Kurdan ve ne mesrû ye. Ji alîyê rasteqînîya neteweya Kurd û ‘ser’a vêkoma me ve qet sazîyeke navneteweyî ya mesrû tuneye.

Ev sazî balansên hêzên ên pistî serê cîhanê îfadedikin. Ev sazî di balansên hêzan de îradeya serketiyên ser temsîl dikin. Pistîserê yekemîn Cemîyetî Akwam hat damezirandin; Cemîyetî Akwam li gora serwerênserê yekemîn û li gora yên ku di vî serî de bi ser ketin sazîyeke legal,sazîyeke qanûnî ye; lê belê di Cemîyetî Akwam de netewa Kurd tuneye.

Pistî serê dinyê yêduyemîn Neteweyên Yekbûyî hat damezirandin. Ev sazî ji aliyê serketiyên ser vehatiye pêkanîn; ev sazî legal e, qanûnî ye. Lê belê li gora rasteqîniyaneteweya Kurd, li gora ‘ser’a koma me ne mesrû ye. Divê koma me li gora ‘ser’axwe li Tirkîyê jî û li dinyê jî binêre.

Divê koma me, wekmînak, doza Neteweyên Yekbûyî’yeke bêtir bi besdar û bêtir demokratîk bike.Evana ne saziyên xwedayî ne; ne jî ew sazî ne ku nayên guherandin. NeteweyênYekbûyî’yeke ku miletekî bi nifûsa xwe ya nêzîkî çel milyonî li Rojhilata Navîndijî, nebîne, ne mesrû ye.

Di civîneke li Îstembolê de hat gotin; hevalê me AhmetOnal got. Li Basûrê Kurdistanê îmzeyên komkirî hene ku ji bo Neteweyên Yekbûyîbên pêskêskirin. Divê koma me bi vê înîsîyatîvê re têkilî çêbike û komîteyekêsaz bike, da ku xebatê bike ku em çawa dikanin xwe bigihînin Neteweyên Yekbûyî,em çawa dikanin ‘ser’a xwe ji Neteweyên Yekbûyî re rave bikin. Divê em lisaziyên navneteweyî yên din jî weha binêrin.

Temam, ev sazî qanûnî ne; temam, divê em di sîyasetareel de van sazîyan li pês çav bigirin, lê belê her weha divê em hîn bibin kuli gora ‘ser’a xwe jî li van sazîyan binêrin.

Car caran ez wisa difikirim; ez dixwazim bi we re jîparve bikim: Divê Kurd êdî li dijî vê dinyê îsyan bikin. Ez ê 2 mîsalan ji were bibêjim:

Pistî Peymana Cezayîrê ya 1975an, wek ku hun dizanin,BAASê heta bi kevir û kuçikên Kurdistanê bombebaran kirin; bi deh hezaran Kurdji Kurdistanê koçber kirin; bi hezaran Kurd kustin. Di 1975’an de li dinyê tenêsazîyek li dijî vê tevkujiyê derket, “Komela Parastina Mafên Heywanên Dinyê”.Komela Parastina Mafên Heywanên Dinyê, bi belavokekê mafên heywanên li çîyayênKurdistanê parast. Ji xêndî wê qet sazîyeke navneteweyî tunebû ku li dijî vêzordestiya li Kurdistanê bisekiniya.

Dûre, hun tevkujîyaHelebçê ya 1988an dizanin; di sevekê de 5000 mirov hatin kustin. Qet sazîyekenavneteweyî li dinyê tunebû ku li dijî tevkujîya Helebçê derketa. Ji bo kuRojava tevkujiya Helebçê bidîta, divya Serê Iraq û Îranê nêzîkî li dawîyêbikira, Iraqê berê xwe bida Kuweytê û Rojava hewl bida ku pêsî lê bigirta.

Sazîyên Rojavayî kuîdia dikin ku li gora rûmetgirtina mafên mirovan û hiqûqa navnetweyî tevdigerin, bûyera Helebçê nedît. Wan tenê ji bo ku pêsî li Iraqê bigirin kunekeve Kuweytê bûyera Helebçê dît.

Êdî divê Kurdbizanibin li dijî vê dinyê îsyan jî bikin. Îsyankirin ne redkirina hebûna wane. Di teorîyê de tavîz tuneye; ger em weha difikirin, divê dinya gist jîbizanibe ku em weha difikirin. Bi dîtina min divê Koma me jî vê ‘ser’ê ji xwere bike bingeh û li gora wê daxuyaniyan bike.

Aîdîyetên me û PartîyaKongreya Neteweyî

Nuha koma me jiunsûrên ji hêla îdeolojîk, sîyasî û rêxistinî ve cûda pêk hatiye, lê belê komame her weha armanc dike ku li jorê van aîdiyetan aîdiyeteke misterek jî pêkbîne. Bi dîtina min, divê li vir du zemîn ji hev bên veqetandin; yekîtîyapartîyê zemîneke cûda ye. Koma me ji serî ve daxuyanî dike ku xebatekepartîbûnê li ber wê tuneye. Hebûna partiyan li Bakurê Kurdistanê hewcedariyayekbûneke cûda ya hêzên welatparêz ji holê ranake. Berî 1980yan 10-15 partiyênme hebûn. Wê demê jî xebatên bo yekbûnê dihatin domandin. Xebatên yekbûnê kuKoma me dane ber xwe ne xebateke yekbûna partîyê ye. Ew înîsiyatîvek e, kuhewldanên cûda, yeko yeko kesayetîyan, derdorên welatparêz di nav înîsiyatîvekeneteweyî de bicivîne. Ji ber vê yekê, bi dîtina min divê rexneyên li Koma me biînsaf bin. Ango, Koma me ji birêketinê û vir ve dibêje ku armanceke partîyê liber wê tuneye.

Lê qey li BakurêKurdistanê pêwîstîya partîyeke sîyasî tuneye? Bi dîtina min heye; ev nêrîna mine; ez vê nêrîna xwe empozeyî Komê nakim. Karê komê ne ev e. Ez, weksîyasetmedarekî yek ji wan kesan im ku bi dîtina wan li Bakurê Kurdistanêpêwîstî bi partiyeke kongreya neteweyî heye. Ez di xebatên xwe yên sîyasî de,vê ji xwe re dikim bingeh, lê ev ne xebata komê ye. Ez hêvî dikim ku heval vantistan ji hev veqetînin, cûdatîyên di vê zemînê de bibînin.

Bername-Rêzname ûBombebaranên Projeyên bo Kurdistanê

Du xalên rojeva civînaîro hene; yek li ser bernameyê ye, ya din li ser avahîya rêxistinî, rêznameyêye. Ez dixwazim çend nêrînên xwe yên li ser bernameyê bi we re parve bikim.

Bingeha bernameya komame dê ji projeya neteweyî ya demokratîk û awa û rêbazên pêkanîna wê pêk bê. Bidîtina min, divê meriv di vê çarçovê de li gengesî û pêsniyarên bo bernameyakoma me binêre. Em gist bi hev re gengesî dikin ku ev proje yê çawa bê pêkanîn,an jî divê çi di nav vê projeyê de hebin. Bi dîtina min divê em gist bi hev rebi aqilekî siyasî yê misterek çareyekê ji vê re bibînin.

Bi salan e kuKurdistan bi hemû parçeyên xwe ve di bin bombebaranekê de ye. Ji bombebaranêmebesta min ne tenê bombebarana balafirên ser ên Brîtanya, Osmanî, Îran, Sûriyeû Iraqê ye. Ev heye, hema hema li Kurdistanê herêmeke 1 km2 ya vala û nebombebarankirî nemaye. Ev heye, lê bi vê ne sînorkirî ye. Ji bilî bombebaranênbalafirên ser, em di bin bombebaraneke îdeolojîk û sîyasî jî de ne. Nuha em dibin bombebaraneke tund a projeyan de ne.

Projeya KomaraKemalîst a Tirkîyê, Projeya Komara Îslamîst a Îranê, Projeyên Komarên Baasîstên Ereb çend mînak in.

Projeya YekîtîyaEwropayê projeyeke navneteweyî ye ku me jî armanc dike. Projeya Rojhilata Navîna Firehkirî projeyeke din e ku Kurdistanê jî dixe nav xwe û tew Kurdistanê, wekyek ji welatên eniya bingehîn dibîne. Divê koma me bi projeyeke neteweyî yademokratîk derkeve pês me, ku van projeyan gistan binirxîne û me ji vêbombebarana projeyan biparêze. Ev projeya neteweyî ya demokratîk van projeyangistan dibîne; nabe alîgirê yek ji van projeyan; lê belê bi projeya neteweyî yademokratîk a ku wê pêk aniye, me ji van bombebaranan diparêze.

Nuha divê ez behsayek-du ji van projeyan bikim. Ya yekemîn projeya Komara Tirkîyê ye.
Projeya Komara Demokratîk, projeya ji bermayên Osmanî afirandina neteweyekî ye.Ev proje ne dewletbûna neteweyekî ye.

Ev proje, ji komalênpir-cûre yên xwedî taybetmendîyên etnîkî, olî û neteweyî yên ji hev pir cûdaprojeyeke bi destê dewletekê hilberîna miletekî ye. Projeya bi darê zorêafirandina miletekî ye.

Dema ku Komara Tirkîyêhat damezirandin, ew wek dewleta miletekî nehat damezirandin. Wê di pêngavadamezirandinê de û pistî wê projeya pêkanîna miletekî daye ber xwe. Navê vîmiletê ku dixwazin çêbikin -çi Tirk, çi Tirkîye- ji alîyê me ve qet cûdatiyekêçênake.

Ew navê vî miletên kudixwazin pêk bînin bikin Kurd jî, divê em dîsa li dijî miletê ku bi vê projeyêbê pêkanîn û vê projeyê bi xwe derkevin. Van salên dawî, dibêjin “Em ji vê renebêjin neteweya Tirk, em bibêjin neteweya Tirkîyê. Bi vî awayî em ê Kurdan jîtev lê bikin.”

Divê meriv ji serî deli dijî vê yekê derkeve. Ev projeyek e, ev proje 80-90 salî ye, û ev proje hînnehatiye bicîhanîn. Hevalno, ev proje, ne projeyeke qewimî û qedandî ye;hewldanên dewletê yên ji bo bicîhanîna vê projeyê didomin.

Nuha astenga li berbicîhanîna vê projeyê çi ye? Astenga sereke ya li ber bicîhanîna vê projeyêhebûna Kurdistanê, têkosîna azadîya neteweyî ya Kurd e. Ev 80-90 sal in kuhêmana sereke ya li ber bicîhanîna vê projeyê hebûna Kurdistanê, têkosînaazadîya neteweyî ya Kurd e. Ji ber vê yekê, ev 80-90 sal in ku pratîka serekeya dewleta Tirk bûye hewldana asîmîlekirina Kurdistanê, transformasyonaKurdistanê bo Rojhilat û Rojhilatê Basûrê Anatolyayê û bi Tirkîyê an Tirkîtiyêve întegrekirina neteweya Kurd.
Divê koma me ji eniyê ve vê projeyê red bike. DivêKoma me daxuyanî bike ku ew ne Tirkiyeyî, lê Kurdistanî ye. Bernameya ku Komame yê amade bike divê vê bersîvê bide vê projeyê.

Koma me dewleta unîterred dike. Koma me tesbît dike ku pirsa neteweyî pirseke ax û îktîdarê ye. Bidîtina min, divê yek ji hêmanên sereke yên bernameya Koma me jî li dijî projeyaKomara Tirkîyê sekinîn be.

Divê Kurd bi xweQedera xwe Tayîn Bikin

Nuha li vê derêgengesîyeke mafê çarenivîsê heye. Koma me, mafê çarenivîsî wek bingeh dibîne. Ûgelek hevalên me dibêjin ku ev mafê çarenûsî sêlî ye, ji lew re divê ew wekfederasyon, konfederasyon an jî serxwebûnê were tesnîfkirin. Rêzgirtina min jibo nêrînên wan hevalan heye. Qet îtîrazeke min ji bo nêrîn an aîdîyetên hevalênku li Bakurê Kurdistanê federasyon, konfederasyon, serxwebûnê pêsber dikintuneye. Lê belê mafê çarenivîsê bi qasî ku tê gotin ne sêlî ye. Tistê ku ez jimafê çarenivîsê têdigihêjim bi çend xalan ev e:

Dê artêsa Tirk jiKurdistanê vekise; hemû avabûna mîlîter, paramîlîter bê belavkirin; hemû Kurdêndi zîndanê de, li çîyê, li dervê welêt bikanibin bi serbestî sîyasetê bikin. Dêqet asteng li ber rêxistin, propaganda û têkosînên hemû rêxistinên Kurdistanînemîne. Dê di atmosfereke wisa azad de, pistî demeke maqûl a propagandayêreferandûm bê pêkanîn. Ez ji mafê çarenûsî vê yekê têdigihêjim. Û ji ber ku ezweha lê dinêrim, mafê çarenûsî bi min wek armanceke pir sêlî xuya nake. Lê belêem bêjin ku sêlî ye û divê em yek ji pêsniyarên hevalan ên federasyon,konfederasyon an serxwebûnê qebûl bikin. Bi dîtina min ev çewt e.

Koma me ji kom ûderdorên xwedî aîdîyetên sîyasî û nêrînên îdeolojîk ên cûda pêk te. Û mafêçarenûsî formuleke wisa ye ku wan hemûyan dixe nav xwe. Di nav mafê çarenivîsêde federasyon, konfederasyon û serxwebûn wek awayên bicîhanîna vî mafêçarenivîsê cîh digire.

Dema ku ev mafêçarenivîsê bicîh bê, ew ê bi awayekî çawa bicîh bê? Ew jî, heta ku ev mafêçarenivîsê bicîh bê, dê ji alîyê awayê bicîhhatina mafê çarenivîsê û rewsênsîyasî yên wê dewrê ve bê tayînkirin. Ji lew re ez doz dikim ku sekna Koma meya ku mafê çarenivîsê dike bingeh, berdewam bike.

Yekîtiya Ewropayê

Hevalno, YekîtîyaEwropayê jî heye. Sekna Koma me ya li hemberî Yekîtîya Ewropayê jî mijaragengesîyê ye. Yekîtiya neteweyî ne yekîtiya derdorekê tenê ye. Di nav me de hinKurd Yekîtîya Ewropayê wek Klubeke Xrîstîyanan dibînin; Kurd e, welatparêz e,lê Yekîtîya Ewropayê wek Klubeke Xrîstîyanan dibîne. Di nav Koma me de kesên kuYekîtîya Ewropayê wek rêxistineke emperyalîst dibînin jî hene û dîsa derdorênku Yekîtiya Ewropayê wek projeyeke medeniyetê dibînin jî hene.

Hevalno, nuha em bigengesiya van tistan nagihêjin derekê. Divê kesek projeya xwe li yên din ferz neke,divê em dev ji vê yekê berdin. Ez li ser helwesta li hemberî Yekîtiya Ewropayêdu tistan ji Komê re pêsniyar dikim:

Ez wer dihesibînim kuem gist dikanin li ser van herdu xalan li hev bikin. Ya yekemîn ev e: Fransa ûBrîtanya berpirsiyarên sereke yên parçebûna welatê me ne. Pistî Serê Yekemîn,di dema Serê yekemîn de di 1916an de Peymana Skyes-Picot heye; Peymana Lozanêli dû wê tê. Van peymanan welatê me yê ku bi Qesra Sîrîn bi dudan hatibûparvekirin, bi çaran parve kirin. Di nav hêzên ku ev peyman çêkir de Fransa ûBrîtanya serî dikisand.

Her yek ji van herdudewletan, ji herdu bazkên Yekîtîya Ewropayê serkêsê yekê ne. Divê koma me jivan dewletan doz bike ku Ewropî berpirsiyariya xwe ya parçebûna welatê me qebûlbikin. Divê ew di parçebûna welatê me de berpirsiyarîya xwe ya dîrokî qebûlbikin û îcaba wê bicîh bînin. Divê xala me ya yekemîn ev be.

Ya dudan YekîtiyaEwropayê bi Komara Tirkiyê re dest bi muzakereyan kiriye. Wan Komara Tirkîyêwek yekane nûnerê cografya ku ew lê serdest e qebûl kiriye û weha dest bimuzakereyan kirine. Divê koma me weha bibêje: Heta ku rasteqînîya miletê Kurdqebûl neke, qet muzakereyek ji aliyê me ve mesrû nabe.

Ger Yekîtiya Ewropayêgotûbêjên xwe bi Komara Tirkîyê re didomîne û ku nêteke wan hebe ku vê yekêmesrû bike, divê rasteqîniya netewa Kurd bibîne û gelê Kurd û nûnerên wî wekmixatab nas bike. Bi dîtina min sîyaseteke li hemberî Yekîtiya Ewropayê ku vanherdu xalan ji xwe re bike bingeh wê bikanibe ji aliyê hemû besdarên komê ve bêqebûlkirin.

Helwesta KXND li HemberîPKK û DTP

Koma me di qada vekirîde têkosînê dike. PKK ne mixatabê koma me ye. Emhemû rasteqîniya PKK bi awayên cûda dinirxînin. Di qada vekirî de mixatabê meDTP ye.

Projeyek heye ku bi têgînên Komara Demokratîk,Konfederalîzma Demokratîk û Demokrasîya Ekolojîk tê îfadekirin. Bi dîtina min, evproje projeyên rehabîlîtasyona Komara Tirkiyê ne. Hevtayên vê projeyê ji hêlaTirk ve jî tên pêsberkirin. Di navbera vê projeyê û yên ku bi Komara Demokratîktên îfadekirin de ji hêla naverokê ve tu cûdatî tune; ku Baskin Oran, IbrahimKaboglu, Mehmet Altan, Cengiz Çandar, Taha Akyol wek îdeolog û propagandîstênwê tev digerin û ku versiyonên nuh ên TC ne. Divê Koma me van projeyan,projeyên komara demokratîk û yên wek wê, wek versiyonên guhertî yên KomaraTirkiyê tesbît bike, qebûl bike û bi tundî rexne bike.

Em werin ser DTP; DTPyî xwisk û birayên me ne. DTPyîxwisk û birayên me ne ku çewtiyan dikin, li zemîna çewt disekinin. Ger embixwazin li Bakurê Kurdistanê siyasetê bikin, divê em ji nuha ve bibînin ku zûan dereng, dê rêya me û ya van xwisk û birayan li hev bikevin. Divê em her tim biisrar bang li DTPyîyan bikin ku siyaseta Kurdistanî bikin. Bi dîtina min, jiber ku ew bi çavê dijminan li me dinêrin, ne pêwîst e ku em jî bi çavê dijminanli wan binêrin.

Berî ku sebra serokêbirêz biqede, ez bi dawî bînim. Wek gotina dawî ez vê yekê dibêjim: Dema ku ezdipeyivim, li Amedê, li Enqerê (pir muhtemel e ku di vê civînê de jî weha be),tê gotin ku ez tistên pir mezin, tistên ku ez nikanibim hilgirim filan-bêvandibêjim.

Di sîyasetê de, dinavbera rastî û îdealan, di navbera rasteqînî û xeyalparêzîyê de sînorekî pirzirav heye. Em gist dizanin ku ev sînor pir caran tê derbaskirin. Muhtemel e kuez jî car caran derbas dikim. Lê belê ez dixwazim li ser vê rasteqînî ûxeyalparêziyê weha bibêjim:

Bi gotina Lenîn, “bilahinek kes lêdana teneka rasteqînîyê bidomînin, emê jî hewl bidin ku xeyalên xwebicîh bînin.” Ez bang li we hemûyan dikim, em bi hev re xeyalên Kurdistanîbicîh bînin. Em pistevanîya Komê bikin.

(*) Fuat Onen, 30Nîsan 2006

Axaftina Îzmîrê

 


Posted in: kurdi

Comments

There are currently no comments, be the first to post one!

Post Comment

Name (required)

Email (not required)

Website

CAPTCHA image
Enter the code shown above:

  
Irak ve Kürdistan Gelişmeleri Üzerine Röportaj
Fuat Önen
Her dış mücadele bünyesinde bir iç mücadele barındırır. Dışarının içimizdeki operasyonuna dönüşmediği ve ulusal kurtuluş hedefinin önüne geçmediği müddetçe, iç iktidar mü...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (66)


HDP, Türkiyedeki Kürt azınlığın partisi olsun
Fuat Önen
Bence genel olarak Kürt seçmeni ya da Kürtlerin seçimde ne yapacaklarını sormak yanlıştır. En başta Kürdistanlılar ile Türkiye’deki Kürt azınlığını birbirinden farklı değerlendirmek lazımdır. Kürdista...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (217)


5’Lİ KÜRT BLOKU’NUN SEÇİM VE HDP’YE KARŞI TAVRI*
Fuat Önen
2009’dan bu yana Kürdistani Birlik, Kürdistan Ulusal Konferansı gibi konular gündemdedir. Her ne hikmetse seçim zamanları bu birlik konusu gündeme geliyor. Eğer ülkemizin toprakları işgal ediliyorsa, binlerce gen...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (226)


SEÇİME HAZIR OLMAK
Fuat Önen
24 Haziran seçimlerine de Kürdistan’dan katılmanın meşru bir yolu var mıdır diye düşündüğümde şu önerinin tartışılabileceğini düşünüyorum. Yani bu seçimi yine referanduma dönü...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (902)


EFRÎN
Fuat Önen
58 gün önce 72 savaş uçağı ile Efrini işgal operasyonunu başlattınız. Savaş uçaklarınıza tanklarınız, toplarınız, savaş helikopterleriniz, İHA’larınız, SİHA’larınız,termal kameralarınız eşlik etti.  Binlerce ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (500)


Afrin operasiyonunu Türkiye devletinin Kürdistan dönük seferlerinin bir parçasıdir
Fuat Önen
Şimdi bunun doğru anlaşılması için şunun iyi görülmesi lazım. Türkiye devleti Afrin e, Hewlere, yada Mahabada  Ankara dan bakmıyor. Türkiye devleti Afrine de, Hewlere de, Kamışlıya da, Mahabada da, Sanadaja da Diyarbak...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (614)


KÜRDİSTANİ PARTİLERİN TEMEL STRATEJİK HEDEFİ KÜRDİSTAN’IN BAĞIMSIZLIĞI VE BİRLİĞİ OLMALIDIR
Fuat Önen
Sırrı Süreyya Önder kimi temsil ederek İmralı-Ankara-Kandil üçgeninde bu kadar tur attı? Önder’in Türkiye’de temsil ettiği bir kitle mi var? Bana göre devleti temsil ediyor. Yapılan yanlış bir işin kof...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2194)


   «   [1]  2  3  4  5  6  7  8  9  10  »      
DESTPÉK      Tarix-belge      TEVKURD      Aslan Kaya -Baz      Fuad Önen      Media