Fuad Önen
Dewleta Tirkan nikare bi serê xwe li Qendîl ê operasyoneke leşkeri bimeşîne
Fuat Önen
Qendîl rêzeçîya ye û di sêkoşeya başûr, bakur û rojhilatê Kurdistanê de dimîne. Dagirkirina wê derê ne ew çend hêsan e. TC çima di vê deme de qal...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (218)


HILBIJARTINA TIRKAN, HDP Û HELWESTA HIN PARTÎYÊN KURDAN
Fuat Önen
Em nabêjin ku hilbijartina Tirkan me aleqedar nake, em dibêjin ku ev hilbijartina dewleteke dagirker e, hebûna dewleta Tirkan li Kurdistanê ne rewa ye, ev dewlet bi hemû dam û dezgehên xwe dagirker e û ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (197)


HILBIJARTINÊN DEWLETÊN DAGIRKER Û HELWESTA KURDAN
Fuat Önen
Ne xwezayî ye ku sîyasetmedarên Kurdan wek yên Tirkan bipeyivin, nakokîyên di nav sîyaseta Tirkan de mezin bikin û di nav sîyaseta Tirkan de ji xwe re li cîyekî bigerin. Divê s&i...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (257)


TÊKÇÛNA ŞERÊ CEBHEYA KERKÛKÊ
Fuat Önen
Şerê li cebheya Kerkûkê rû da, bersîva dewletên dagirker û parêzerên sistemê ye. Di vê cebheyê de em têkçûn. Berpirsê vê têkçûyi...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (968)


YEKÎTÎYA KURDAN Û YA PARTÎYÊN KURDAN JI HEV CUDA NE
Fuat Önen
Di nav tevgerên rizgarîya neteweyî de kesî bi qasî tevgera rizgarîya neteweyî ya Kurdan nîqaşên teorîk nekiri ye. Em di nivîsarên Ho Shi Min, Amilcar Cabral, Mahatma Ghandi, Fide...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1422)


TC ÇIMA JI YEKÎTÎYA AXA ROJAVAYÊ KURDISTANÊ DITIRSE?
Fuat Önen
Ez ne di wê bawerîyê de me ku TC yê karibe Efrînê dagir bike û li wir pêşî li Kurdan bigire. Bi sedem ku TC nikare bakurê Kurdistanê wek berê bi rêve bibe, anuha her nav&cc...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1087)


REFERANDOMA SERXWEBÛNA KURDISTANÊ
Fuat Önen
Serxwebûna Kurdistanê di herêma Rojhelata Nêzîk de şoreşek e û ew ê nîzama dagirker hilweşîne. Ji ber vê yekê her çar dewletên dagirker; di serî de jî dewleta ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1195)


   «   [1]  2  3  4  5  6  »      
  
17
Ez Koma Xebata Demokratîk a Neteweyî (KXDN) girîng dibînim. Bi dîtina minwê neheqî be ku meriv xebatên vê komê bisibîne xebatên bo yekîtîyê yên berê. Bibawerîya min, mantiqê yekîtîyê yê ku partî, înîsîtîyatîvên partî avakirinê,rêxistinên civaka sivîl û sîyasetmedarên serbixwe pev re aqilê misterek pêkbînin, projeyeke neteweyî ava bikin û înîsîyatîveke neteweyî birêk bixin dê mebigihîne serketinê. Ji ber vê yekê, ez ê di axaftina xwe ya îro de nêrîn ûpêsniyarên xwe yên li ser çarçoveya sîyasî ya programatîk pêskês bikim.

Li ber me nexseya sîyasî ya Rojhilata Navîn heye. Xetên stûr ên vê nexseyêdi Serê Dinyê yê Yekemîn de hatin danîn û pistî Serê Duyemîn bi damezirandinaDewleta Îsraîl ket sêweyê xwe yê nuha. Ev nexse ne ji alîyê gelên herêmê û ligora berjewendîyên wan, lê di serî de Fransa û Brîtanya ji alîyê dewletênrojavayî yên emperyalîst ve û li gora berjewendîyên wan hat xêzandin, li gelênherêmê hat ferzkirin û her weha dîsa ji alîyê wan ve hat parastin.

Ev nexse ne li gora rastîyên herêmê û gelên herêmê yên neteweyî, dîrokî ûcivakî ye. Çêkirî ye û ne mesrû ye. Bi darê zorê hatiye xêzandin û bi darê zorêhatiye parastin. Vê nexseya sîyasî, cografyaya Ereb û Kurdan perçe kiriye ûdînamîkên hundirîn ên civakan tarûmar kiriye. Nîv-girava Ereb hatiye perçekirinû bi rêya dewletên hûr û gir tê birêvebirin, ji alîyê din ve cografyaKurdistanê pistî Peymana Kasr-i Sirin bi Peymana Sykes-Piccot û Peymana Lozanêbi çaran hatiye parvekirin, gelê Kurd perçekirî hatiye histin û birêvebirin.

Soresgerên herêmê, ev nexseya sîyasî, çêkirî û nemesrû dîtin, daxwazaRojhilata Navîneke nuh a li gora rastîyên dîrokî, neteweyî û civakî yên gelênherêmê kirine. Yên ku sînorên sîyasî yên herêmê red kirine pêsverû, soresger,komunîst û neteweperwerên gelên herêmê ne. Soresger, komunîst, Nasirî ûBeasîyên Ereb ku li dijî parvekirina nîv-girava Ereb radiwestiyan ji bobidawîkirina vê parvebûnê têkosîn kirine. Hêzên Kurd ên soresger, welatparêz,pêsverû û neteweperwer ku li dijî parvekirina cografya Kurdistanê serî hildane,bi daxwaza azadîya welatê xwe û mafê çarenivîsî yê gelê xwe têkosîn kirine.Meriv dikane di vê çarçovê de li Çembera Soresger a Rojhilata Navîn jî binêreku soresgerên Tirk berî 1971ê li ser niqas dikir.

Li gel têkosînên bi salan ên dijwar û fedakar, soresgerên herêmê negihastinwê hêzê ku vê nexseya sîyasî biguherînin. Lê belê pirsgirêk ji holê ranebûye ûnexseya sîyasî ya herêmê hîn jî pirsgirêka bingehîn a herêmê ye.

Dinya ku pergala wê bi hilwesîna sîstema Sovyetî ji hev ket, li pergalekenuh digere. Ez vê nêrîna xwe ducar dikim: Hewl tê dayin ku pergala nuh a dinyêbi serekî nedaxuyanîkirî bê pêkanîn. Aktorên sereke yên dinyê di nav têkosînekedijwar de ne ku di vê pergala nuh de di pêsîyê de bin. DYA bi Projeya RojhelataNavîn a Firehkirî enîya Rojhilata Navîn a vî serî isaret dike û kontrolaAvrasya armanc dike.


Rojhilata Navîn di zembereka serekî nuh ê parvekirinê de ye. Wek di SerêYekemîn de di vî serî de jî Kurdistan yek ji welatên ênîya ser ên sereke ye ûbi hemû perçeyên xwe di bin êgir de ye. Ew di nav aktorên sîyasî yên herêmî ûyên cîhanî de dibe mijara bazaran. Pêsveçûnên dewletbûnê yên li BasûrêKurdistanê pêvajoya jihevketina nexseya sîyasî ya Rojhilata Navîn dayedestpêkirin. Sînorên sîyasî yên li Rojhilata Navîn diguherin, divê biguherin ûdê were guhertin! Serpezebûna dewletên kolonyalîst ên herêmê ji ber vê yekê ye.Her wisa ev rastî bandûrê li pevketin û lihevkirinên hêzên sîyasî yên serekeyên cîhanê jî dike. Divê tevgera sîyasî ya Kurdan dinya îro bas fahm bike.Bombebaraneke tund a proje û nexseyên jîyanê ji der ve bi ser gelê me ûsîyasetmedarên me de tê.

12ê Îlonê, jihevketina Sovyetan û jihevketina raperîna bi pêsengîya PKK,gelê me û kadroyên me yên sîyasî bi awakî felc kirine, ger biwêj minasib be,mejîyên me felc kirine.

Ji ber van sedeman, îro pêwîstîya me ji her demê bêtir bi aqilekî misterekê sîyasî heye.

Em wek welatparêzên bi nasnameyên îdeolojîk ên cîhêreng û aîdîyetên sîyasîyên cîhêreng li vir bi berpirsiyarîya pêkanîna aqilê sîyasî yê misterek rerûbirû ne. Li gora min, Koma Xebata Demokratîk a Neteweyî (KXDN) îfadeyalêgerîna vî aqilê sîyasî yê misterek e. Divê KXDN bibe pêwenga pêkanîna vîaqilê sîyasî yê misterek, bikaranîna projeyeke neteweyî û pêkanîna sazîyênneteweyî li tewereyê vê projeyê.

Sîyaset, çalakîya sîyasî wek ku tê ramankirin ne hewldana dîtina rastîyêye. Ev, karê zanyarîyê, yê teorîyê ye. Hîma çalakîya sîyasî avakirina rastîyaxwe ye. Ji ber vê yekê ye ku aqilê sîyasî yê misterek pêwîst e; projeyaneteweyî yê bibe îfadeya vê yekê. Bi destûra we ez ê bo ravekirina vê yekêmîsalekê bidim:

Di portala Baztap a li Îranê de nivîseke bi sernivîsa 'Li Îranê TehdîdaKurdan Heye' ya Muhammed Hadî ya bi tarîxa 24.11.2005'an hebû. Dixwazim hunbala xwe bidin van gotinan:
- Berî van pêsveçûnên salên dawî yên li Rojhilata Navîn, Kurd wek civakeke jidesthilatê bêpar û averê dihatin naskirin.

- Li gora xalên têkildar ên qanûna bingehîn, Kurd tim dikanin têkevin navhewldanên parvexwaz û veqetinxwaz.

- Pêsveçûnên li Bakurê Iraqê wê bandûreke yekser li welatê me (Îran) bike.Helwestên Serokên Kurdên Iraqê yên tavîzkar yên li hemberî Îran û dewletêncîran taktîk in.
- Çavkanîya krîzan, bêtir ji ber balnedan û lidervehistina dema berê ye. Ger emdixwazin parvexwazî û cûdagirtina li herêmên Kurdan ji holê rakin, divê em biîtina nêzîkî bicîhkirina daxwazên civakî yên di çarçova malbata mezin a Îranêde bibin.
- Di dema hikûmeta nuh de daxwaza ciddî ya gelê herêmê ew e ku, derfet bêndayin ku bi birêvebirîya kesên pispor ên li herêmê reform bên pêkanîn. Divê bêzanîn ku di nav Kurdan de birêvebirên zîrek ên dûrî girdava (gerînek) partîyanhene.


Ger em li seranserî vê nivîsê li cîhê ku dibêje 'Îran', 'Tirkîye' binivîsin, bêguman ji Tayip Erdogan heta Hilmi Ozkok û Baskin Oran bi lihevkirineke firehgelek kes ê îmza xwe bavêjin bin vê nivîsê. Bi heman awayî ger em ji dewsa'Îran', 'Sûrîye' binvîsin, wê li Sûrîyê jî bi lihevkirineke fireh bê îmzekirin.

Xwedî desthilatîyên Tirkîyeya Kemalîst ku berê wê bi Rojava ve ye, endamaNATO ye û bi YE re di nav gotûbêjên tevlêbûnê de ye, û Îrana Îslamîst ku berêwê bi Rojhilat ve, meyla wê Avrasya ye, û Sûrîya Beasîst ku di nav hewldanênserokatîya nîv-girava Ereb a parvebûyî de ye, dema ku Kurdistan mijara gotinêbe, dikanin di aqilekî misterek ê sîyasî de bigihêjin hev. Ji ber ku çalakîya sîyasîhewldana avakirina rastîya xwe ye û li gora rastîyên desthilatên Beasîst,Kemalîst û Îslamîstan divê Kurd bêdewlet bimînin û perçekirî bên birêvebirin.

Ger nasnameyên me yên îdeolojîk, aîdîyetên me yên sîyasî guhertî bin jî,divê pêwîstîya pevgîhana di aqilê misterek ê sîyasî de bi zelalî bê dîtin.

Divê em çi bikin?

Di ser û sîyasetê de du qaydeyên sereke yên bi hev têkildar hene:

1. Awayê herî bilind ê serokatîyê, pûçkirina planên dijmin e.


2. Pêsîlêgirtina yekîtîya hemû hêzên dijmin li dijî me (Sun Tzu..Hunerê Ser)

Plana sereke ya li hemberî me ku hebûna me tehdît dike, projeya KomaraTirkîyê (KT) ye. KT, projeya afirandina Tirk, afirandina neteweya Tirk jibermayên Osmanîyan e. Astenga bingehîn a li ber bicîhkirina vê projeya 80 salî,ne 'pirsgirêka Kurd' e, lê 'pirsgirêka Kurdistanê' ye. Pirsgirêka Kurd a jiKurdistanê veqetandî, pirsgirêk e ku KT dikane wê bimehîne, asîmîle bike, li dûxwe bihêle û tolere bike. Ya ku ew nikane tolere bike û bimehîne Kurdistan e.

Ji ber vê yekê ye ku hemû operasyonên leskerî yên KT yên van 80 salan (jixêndî tûgayek leskerên ku bo Koreyê hatin sandin û sandina leskeran bo Qibrisê)li Kurdistanê hatine kirin. Ev 80 sal in ku bingeha operasyonên leskerî yên KTKurdistan e. Êrîsên wê xwe bi warê leskerî sînor nekiriye; warên çandî, sîyasî,civakî; hemû war daye ber xwe. Meriv dikane bibêje ku pratîka sereke ya KT bo80 salan bûye vesartin, asîmîle kirin û ji holê rakirina rastîya Kurdistanê ye.

Wek ku di van demên dawî de tê gotin, neteweperwerîya Atatirk ne neteweperwerîyekeçandî ye, lê neteweperwerîyeke nijadperest û soven e. Meriv tenê li mufredatasalên 1925-65 binêre, meriv dibîne ku neteweperwerîya Tirk heft xwezîyan linijadperestîya Hîtler dike. Sedema sereka ya ku Îsmaîl Besîkçî 20 ji 40 salêndawî di zîndanê de derbas kir tesbît û teshîrkirina vî alîyê neteweperwerîyaAtatirk e. Li vir ez bi rêz û êvîn Mamoste Îsmaîl Besîkçî silab dikim. Sedemasereke ya veqetîna vê dawîyê ya hêmanên Tirkîk û yên Jûdaîk ên KT jî pirsgirêkaKurdistanê ye.

Divê KXDN yekser li dijî vê projeyê raweste û wê bi projeyekê bersîv bikeku bingeha wê mafê çarenivîsa gelê Kurd be.

Em werin ser qaydeya ser, sîyaset û têkosînê ya duyemîn. Ev qad birîna bixwîn a sîyaseta Kurdan e. Di navbera çavdêrî û nirxandina nakokîyên navxweyî yêndijberên me û bûyina parçeyekî wan de xeteke zirav heye û ev xet pirîcar hatiyederbaskirin. Li ser navê nehistina ku dijberên me hemû hêzên xwe li dijî mebikin yek, em bûne perçeyekî wan û em gelek caran li vê yekê hay nebûne jî.

Ji ber vê sedemê, li ser navê welatparêzîyê pistgirîya CHP li dijî DP, dûreCHP li dijî AP hatiye kirin, çiya û berî bi dirûsmên 'hêvîya me karaoglan'hatine rapêçandin. Sîyaseta Kurd ku car caran bi basîret derketiye dervê vêtêkilîya mirdar, lê di van salên dawî de dîsa ketiye nav vê dahfikê.

Pistî ku AKP hat ser hikum, A. Ocalan di hevdîtinên bi parêzgeran re de biisrar weha digot, 'AKP hewl dide ku me (PKK) û artêsê bera hev de.' Lê di van 3mehên dawî de îcar pistgirîya AKP tê kirin û ji wan tê daxwazkirin kuoperasyonan bidin rawestandin. Pistî daxuyanîya serokwezîr a ku li"Tirkîyê pirsgirêka Kurd heye", li ser navê welatparêzîyê pistgirîyawî hat kirin. Ev yek ji berevacîya versîyona vê konsepta Îmrali ye.

Ez hewl didim ku vê yekê bibêjim:


Mubalexekirina cûdatîyên sîyaseta Tirk û wek perçeyekî van cûdatîyan sazkirinasîyaseta Kurd, li tewereyê van cûdatîyan bicîhkirina wê, di dawîyê de bikêrîbicîhkirina armanca sereke ya sîyaseta Tirk tê. Divê neyê jibîrkirin ku qaydeyapêsî ya sîyasetê pûçkirina plana dijmin e!

Sîyaseta 80 salan a çewisandin, zilm û asîmîlasyonê rastîya Kurdistanê jiholê rane kiriye, bicîhkirina projeya KT di vî warî de biser neketiye. Xuya yeku di navbera çînên desthilat, di navbera birêvebirên KT de li ser bicîhkirinavê projeyê dijîtî derdikevin. Xuya ye ku desthilatdarên ku di plana sereke deli hev dikin, di bicîhkirina planê de xwedî planên cûda ne.

Ewên ku xwe bi YE ve girê didin, dihesibînin ku bi krîterên Kopenhagê wêbikanibin pirsgirêka Kurdistanê bikin pirsgirêka Kurd û bi sazkirinên qismî wêçareser bikin. Tê fahmkirin ku DYAya ku dixwaze artêsa Tirk di operasyonên xweyên herêmê de bikar bîne, ew ê bi qasî bidestxistina vê yekê li BakurêKurdistanê û li Tirkîyê alîyê îstîkrarê bigire. Meriv dikane bibêje ku besaalîgira DYA jî alîyê asîmîlekirina pirsgirêkê bi sazkirinên qismî digire. Arast ew e ku meriv niqasên Tirkîyeyîbûn û nasnameya jor/jêr di vê çarçovê debinirxîne.

Li alîyê din, besa ku wek Vejîna Kûwayî Mîllîye, tevgera Dîp tê binavkirindi metodên kevnesopî yên çewisandinê de israr dike, ji enîyê ve êrîsî tevgeraKurd dike. Tê dîtin ku ev bes wek alîgira Avrasya xuya dike, dûrî DYA û YEdisekine û pistgirîyê ji nav artêsê disitîne. Her weha çewt e ku meriv niqasênwek dewleta kûr – dewleta xuya, bîne Kurdistanê. Li Kurdistanê ne rast e kumeriv di warê mesrûbûnê de cûdatîyê têxe navbera perwerdeya li Lîseya ZîyaGokalp û Jîtemê. Herdu jî ne mesrû ne.

Meriv dikane nirxandina nakokîyên di navbera çînên desthilatdar de, hettasopandina sîyaseteke awayekî çavtirsandin û nehistinê li dijî hin misraqênhêzên cûda jî fahm bike. Rastîya ku ewên ku li dijî Serkanîya Gistî(Genelkurmay) alîgirîya AKP an jî li dijî AKP alîgirîya Serkanîya Gistî dikinfahm nakin, an jî ji ber hin sedeman wek ku fahm nakin xuya dikin, ev e:Sîstema sîyasî ya Tirk bi AKP, CHP, ANAP, unîversîte, qanûna bingehî û hemûsazîyên xwe ve kolonyalîst e. Û ev rastîya hêsan elfabeya sîyaseta Kurd e.Piranîya hevalên min ên li vir, ne tenê vê elfabeyê dizanin, wan her weha bi vêelfabeyê sîyaset birêve birine, qadro perwerde kirine. Pirsgirêkeke me ya mezinjî ew e ku ev elfabe di van salên dawî de hatiye dejenerekirin. Ez we hemûyanvedixwînim ku xwedî li vê elfabê derkevin, bi hev re em bi vê elfabê sîyasetêbikin.

Tistê ku ez dixwazim di vê besê de bi kurtî bibêjim ev e: Divê KXDN niqasênnasnameya jor/jêr li xwedîyên wan vegerîne, xwe li bingeha projeya neteweyî yaku bi aqilê misterek ê sîyasî bê pêkanîn birêk bixe û pûçkirina plana sereke yadijberên me bike armanca bingehîn a sîyasî.

Divê ev civîn KXDN nuh bike, avahîya KXDN li gora temsîl û zîrektîyandewlemend bike. KXDN ne klubeke niqasan e. Divê ew ji alîyekî bi armancapêkanîna projeya aqilê misterek ê sîyasî û neteweyî, li seranserî Kurdistanêcivîn, sempozyûm û panelan saz bike, û ji alîyê din ve jî kanalên têkosînapratîk a sîyasî veke. Divê ew bi vî awayî dawîyê li pozîsyona me ya temasevanêntêkosîna sîyasî bîne. Ez bawer dikim ku piranîya hevalên me yên li vir ku biawayekî îzafî di têkosîna sîyasî de di pozîsyona temasevan de ne ji vê rewsêaciz in. Hejmara mirovên me yên ku ger kanalên minasib bên vekirin wê bê dudilîxwe çeng bikin nav têkosîna sîyasî ya welatparêz, ji texmînan bêtir e.

Divê ev civîn desthilatîyê bide KXDN ku di çarçoveyeke sîyasî ya welatparêza ku em li ser li hev bikin de li ser navê me gistan sîyasetê bike.

Berî ku sebra dîvanê biqede, ez axaftina xwe bi dawî dikim û ji bo bibaldarî guhdarîkirinê ji we gistan re sipas dikim.

Not: Ev axaftin di civîna Amedê ya 17.12.2005an de hat kirin û ji berbisînorbûna demê çend bes nehatine xwendin.

 


Posted in: kurdi

Comments

There are currently no comments, be the first to post one!

Post Comment

Name (required)

Email (not required)

Website

CAPTCHA image
Enter the code shown above:

  
Irak ve Kürdistan Gelişmeleri Üzerine Röportaj
Fuat Önen
Her dış mücadele bünyesinde bir iç mücadele barındırır. Dışarının içimizdeki operasyonuna dönüşmediği ve ulusal kurtuluş hedefinin önüne geçmediği müddetçe, iç iktidar mü...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (66)


HDP, Türkiyedeki Kürt azınlığın partisi olsun
Fuat Önen
Bence genel olarak Kürt seçmeni ya da Kürtlerin seçimde ne yapacaklarını sormak yanlıştır. En başta Kürdistanlılar ile Türkiye’deki Kürt azınlığını birbirinden farklı değerlendirmek lazımdır. Kürdista...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (217)


5’Lİ KÜRT BLOKU’NUN SEÇİM VE HDP’YE KARŞI TAVRI*
Fuat Önen
2009’dan bu yana Kürdistani Birlik, Kürdistan Ulusal Konferansı gibi konular gündemdedir. Her ne hikmetse seçim zamanları bu birlik konusu gündeme geliyor. Eğer ülkemizin toprakları işgal ediliyorsa, binlerce gen...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (226)


SEÇİME HAZIR OLMAK
Fuat Önen
24 Haziran seçimlerine de Kürdistan’dan katılmanın meşru bir yolu var mıdır diye düşündüğümde şu önerinin tartışılabileceğini düşünüyorum. Yani bu seçimi yine referanduma dönü...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (902)


EFRÎN
Fuat Önen
58 gün önce 72 savaş uçağı ile Efrini işgal operasyonunu başlattınız. Savaş uçaklarınıza tanklarınız, toplarınız, savaş helikopterleriniz, İHA’larınız, SİHA’larınız,termal kameralarınız eşlik etti.  Binlerce ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (500)


Afrin operasiyonunu Türkiye devletinin Kürdistan dönük seferlerinin bir parçasıdir
Fuat Önen
Şimdi bunun doğru anlaşılması için şunun iyi görülmesi lazım. Türkiye devleti Afrin e, Hewlere, yada Mahabada  Ankara dan bakmıyor. Türkiye devleti Afrine de, Hewlere de, Kamışlıya da, Mahabada da, Sanadaja da Diyarbak...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (614)


KÜRDİSTANİ PARTİLERİN TEMEL STRATEJİK HEDEFİ KÜRDİSTAN’IN BAĞIMSIZLIĞI VE BİRLİĞİ OLMALIDIR
Fuat Önen
Sırrı Süreyya Önder kimi temsil ederek İmralı-Ankara-Kandil üçgeninde bu kadar tur attı? Önder’in Türkiye’de temsil ettiği bir kitle mi var? Bana göre devleti temsil ediyor. Yapılan yanlış bir işin kof...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2194)


   «   [1]  2  3  4  5  6  7  8  9  10  »      
DESTPÉK      Tarix-belge      TEVKURD      Aslan Kaya -Baz      Fuad Önen      Media