Fuad Önen
TC ÇIMA JI YEKÎTÎYA AXA ROJAVAYÊ KURDISTANÊ DITIRSE?
Fuat Önen
Ez ne di wê bawerîyê de me ku TC yê karibe Efrînê dagir bike û li wir pêşî li Kurdan bigire. Bi sedem ku TC nikare bakurê Kurdistanê wek berê bi rêve bibe, anuha her nav&cc...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (91)


REFERANDOMA SERXWEBÛNA KURDISTANÊ
Fuat Önen
Serxwebûna Kurdistanê di herêma Rojhelata Nêzîk de şoreşek e û ew ê nîzama dagirker hilweşîne. Ji ber vê yekê her çar dewletên dagirker; di serî de jî dewleta ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (147)


SERXWEBÛNA BAŞÛRÊ KURDİSTANÊ GENGEŞÎYÊN Dİ NAV ŞÎA Û SUNEYAN DE ŞENGAL Û HÎLALA ŞÎA RIZGARBÛNA ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
Fuat Önen
Em nizanin ku bi çi sedemê rê lê vekirin ku hêzên Haşdî Şabî têkevin hin deverên Şengalê û ew van deveran “rizgar” bikin. Hêza pêşmergeyan heye ku her bi...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (223)


Arîşeyên Şengalê
Fuad Onen
Miletê Kurd têra xwe xwedî dijmin e, tevgera rizgarîya neteweyî ya Kurdistanê ji serî de çar dewletên dagirker ji xwe re kiriye hedef. Ev dewlet li dinyê jî xwedî mutefîk ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (688)


Armanckirina “kongreyeke netewî” ya ku ne li dijî tu dewletan e dibe devjêberdana mafê dewletbûna netewa Kurd!
Fuad Onen
Ev civîna ku berê wek Konferansa Kurdistanê û dûre jîwek Kongreya Netewî ya Kurdan hat binavkirin, li ser tewereya (mihwer) KomaraTirkîyê (KT)-Ocalan-Barzani ketiye rojeva me û çekber...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (4178)


Jenosîda domdar û rojhelata nêzîk
Fuad Onen
Di hundir tevgera sîyaseta Kurdîstanê de, di derheq mijara jenosîdê de, fahmekî zelal û muşterek tune. Tesbîtkirna sîyaseta jenosîda li Kurdîstanê, ne tenê tesbîteke ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (6188)


Serxwebûnxwaz û veqetxwazên wê kêm, yekbûnxwazên wê zêde
Fuad Onen
TEVKURD ne koalîsyoneke komikan e, ne jî di wateya teng de rêxistineke partîyî ya ku her kes bi nasnameya xwe ya takekesî tev lê bibe ye. TEVKURD wek rêxistineke bihurînê saz bûye ku d...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (6272)


   «   [1]  2  3  4  5  »      
  
09

Ev civîna ku berê wek Konferansa Kurdistanê û dûre jî wek Kongreya Netewî ya Kurdan hat binavkirin, li ser tewereya (mihwer) Komara Tirkîyê (KT)-Ocalan-Barzani ketiye rojeva me û çekberdana PKKê daye ber xwe.

Erka Konferansa Netewî (KN) ne ew e ku ji bo dewletên cîran ên dagirker li qanûnên bingehîn bigere, divê ew be ku ji bo civaka Kurdistanê qanûna bingehîn a sîvîl pêk bihîne, da ku dema ku bibe dewlet, wê fermî bike.

Kongreya Netewî ya Kurdistanê armanceke stratejîk e û divê hesabên ku wê ji armancên taktîkî re dikin qurban werin pûçkirin.

Erka Konferansa Netewî ne “demokratîkkirina” dagirkerîyê, lê bidawîanîna wê ye. Tê hêvîkirin ku ji bo beşdarên ji Sanandaj, Amed û Efrînê navnîşana An qere, Tehran û Şamê neyê raberkirin.

 
Kongreya Netewî divê nebe platforma şow û xwerakêşîya PDK û PKK.

Kurdistan ji bo Şerê Dinyê yê Sêyem jî enîyeke girîng e û îroj şer li vir sift û sext dibe.

     Kovara BÎR: Mesud Barzanî bi navê şexsê xwe, Mam Celan û Ocalan banga berhevbûna Kongreya Neteweyî ya Kurd kir û 22yê Temmuzê li Hewlêrê bi beşdarbûna endamên vexwendî, yekemîn civîna komîteya amadekarî hate sazkirin. Li dinyayê hetanî îro di şiklê kongre û wd. de gelek rêxistin çêbûne. Dema em tecrube û xusûsiyetên dîrokî yên van rêxistinan bînin bîra xwe, li daxuyanî û mesajên rêvebir û beşdarvanên komîteya amadekar binêrin, li gorî dîtina we armanca berhevbûna Kongreya Neteweyî ya Kurd çi ye? Û ji bo çareserîya pirsgirêka Neteweyî ya Kurdistanê wê zemîneke çawa çêke û çi encam jê peyda bibin? Û herweha li ser vê mijarê pêşniyarên we çi ne?

      Fuad Onen: Gotina Mesûd Barzanî ku “Kongreya Netewî civîneke wisa ye ku me bi dehsalan heyal kiriye” rast e û girîng e. Ya ku em gengeşî bikin divê ew be ku civîna di rojevê de û kongreya di heyalên me de hevaheng in an na. Dema ku em vê dikin, divê em pênasekirinên kongreyê û îzafîbûna xeyalan jî bi bîr bînin.

Heke em rewşa tendirustîya Celal Talabanî li pêş çav bigirin, zikra navê wî ji nezaketê bêtir tiştekî îfade nake. Ji ber vê yekê, gotina ku tewereya banga Kongreya Netewî Barzanî-Ocalan bûye rast e, lê kêm e. Divê em lê zêde bikin ku Barzanî tenê dikane di ser Komara Tirkîyê re bi Ocalan re li hev bikin. Ev lihevkirina di ser KT re qelsîya bingehîn a Kongreya Netewî ye û netewîbûna kongreya netewî dike mijara gengeşîyê. Pevketina PDK-PKK jî bi vê lihevkirinê re diçe, ev jî handîkapeke din e.

Her weha ev civîna ku berê wek Konferansa Kurdistanê û dûre jî wek Kongreya Netewî ya Kurdan hat binavkirin li ser tewereya KT-Ocalan-Barzanî re ketiye rojeva me û li armanca çekberdana PKKê endeks bûye. Ev civîna ku bi Vebûna Tirkan (açilim) a 2009an hat destpêkirin, bi ‘Bûyera Habûrê’ re ji rojevê derket; berî hilbijartinên Tirkan ên 2011an dîsa nûjen bû, bi “Bûyera Sîlvanê” hat hilanîn; bi “Bûyera Îmralîyê” ya 2013an dîsa ket nav rojevê. Bê guman di van çar salan de li dinyê û li welatê me gelek guhertin pêk hatine û ev guhertin di xebatên kongreyê de jî dîyar bûne. Belavbûna şer li Rojhilata Nêzîk, pêşveçûnên li Sûrîye û Başûr-Rojavayê Kurdistanê, piştî pêncî salan di mijara Kurdistanê de eşkere helwest sitendina Rûsyayê faktorên sereke ne. Pirsgirêkên vê tewereya sêalî û pirsgirêkên ku ev tewere yê bi dînamîkên din ên Kurdistanê re pêk bînin wê qedera Kongreya Netewî tayîn bike.

Hem daxuyanîyên komîteya amadekar û hem jî yên aktorên sereke hêvîşikên in. Ji bo ku dirêj nekim, ez ê tenê van sê daxuyanîyên ecêb bidim:
Ronayî Serhat, birêvebirê KCK û endamê Komîteya Amadekar a Kongreya Netewî: ”Yekîtîya gelê Kurd ne li dijî tu hêz û dewletekê ye.”
Daxuyanîya li ser navê Komîteya Amadekar a Kongreya Netewî: “Kongre ne li dijî tu dewletekê ye.”
İmam Taşçier, Serokê DDKD: “Kongre ne li dijî tu dewletan e.”

Pirsa Kurdistanê esasen  ew e ku di Sazûmana Dewletên Dinyê yên piştî Şerê Dinyê yê Yekem avabûyî de cîh nedan miletê Kurd û ku Kurdistan hat perçe û parvekirin . Bangeke Kongreya Netewî û yekîtya netewî ku li hemberî vê sîstema dewletan îtiraz neke û ne li dijî wan dewletan be ku Kurdistan ji kolonyalîzmê jî wêdetir bi metodên jenosîdal bi rê ve biriye, bawerîyê nade. Ewên ku bi israr dibêjin ku li dijî dewletbûna Kurdan in, qala Kongreya Netewî û yekîtîya netewî ya ne li dijî tu dewletan dikin, ev yek li aqil û îzanê nayê û hênceta ku ji ber taktîkan zimanê dîplomatîk bi kar tînin nikane xweş bê dîtin. Sedema ku li şûna Kongreya Netewî ya Kurdistanê, Kongreya Netewî ya Kurdan hatiye tercîhkirin jî ew e ku ne li dijî van dewletên dagirker û qirker bin, an jî hewl bidin ku weha xuya nebin. Divê neyê jibîrkirin ku ewên ku hewl didin ku xwe ji dewletên kolonyalîst bi dûr nexin wê mecbûr bibin ku ji armancên netewî û netewe dûr bikevin.

Ev awayê nêzîkbûnê sînorên ku piştî Şerê Dinyê yê Yekem saz bûne û dewletên kolonyalîst ên ku serwerîya xwe ya di nav van sînoran de diparêzin meşrû dike. Armanckirina “kongreyeke netewî” ya ku ne li dijî tu dewletan e dibe devjêberdana  mafê dewletbûna netewa Kurd.

Divê em kongreya netewî wek sazîyeke wisa bifikirin û saz bikin ku ji bo miletê Kurd ê ku di nav çar dewletan de hatiye perçekirin û bêdewlet hatiye hiştin, dema berî dewletê û dewletbûnê armanc bike.

Kongreyeke Netewî ya Kurdistanê ya li gora navê xwe divê armanc bike ku bibe dewleteke de fakto. Divê ev kongre meşrûbûna xwe bisipêre vê presnsîpê: Serxwebûn û yekîtîya Kurdistanê mafê sîyasî yê miletê Kurd e. Kongreya Netewî yê ji bo bicîhkirina vî mafî xebatê bike. Erkeke Kongreya Netewî ya li gel vê armancê jî ew e ku hiqûqa pev re jîyana Kurdistanîyan tesbît bike û hewl bide ku ji nuha de bi cîh bike. Civaka Kurdistanê civakeke pirreng e, xwedî aîdîyetên sîyasî, dînî, qewmî ye. Divê em hiqûqa pev re jîyanê ya ku tu cudabûneke di nav vê civaka pirreng de piştguh neke, piralîbûnê ji xwe re bike bingeh gengeşî bikin û di Kongreyê de daxuyanî bikin. Ev yek ê esasen raber bike ku em dewletbûneke çawa armanc dikin. Erka Kongreya Netewî ne lêgerîneke qanûna bingehîn ji bo dewletên dagirker e, divê ew pêkanîna qanûna bingehîn a sîvîl ji bo civaka Kurdistanê be; da ku dema dewletbûnê wê fermî bikin.

 

      Kovara BÎR: Bi dîtina we ev Kongre, dikare bibe rêxistin û sazîyeke Kurdistanî ya berfireh, domdar û xwedîbandor?

      Fuad Onen: Li gel hemû neyînîyên di pêngava amadekirina Kongreyê de, li gel hewldanên manîpulasyonê yên dewletên kolonyalîst, li gel karaktera ne Kurdistanî ya tewereya KT-Barzanî-Ocalan jî, kombûna kongreyeke bi vî rengî erênî ye. Kongreya Netewî ya Kurdistanê armanceke stratejîk e û divê hesabên ku wê bikin qurbana armancên taktîkî werin pûçkirin. Erka welatparêzên Kurdistanê ew e ku li gel hesabên subjektîv, vê Kongreyê bikin platformeke weha ku Kurdistanê bi hemû heybeta xwe li Rojhilata Nêzîk bidin xuyakirin. Bi goşt û xwîn kirina “Heyaleta Kurdistana Serbixwe” ye ku ji Tirkîyê heta Filistînê bûye kabûsa kolonyalîstan û altaxên wan. Bi vê perspektîvê, dîyar e ku veguherîna Kongreya Netewî bo sazîyeke domdar, berfireh û bestîdar pir dijwar e, dijwar e lê mimkun e.

Divê em hewl bidin ku vê yekê bi sînerjîya Kurdistanîyên ku ji Mahabad, Sanandaj; Amed, Dêrsim; Silêmanîye, Kerkûk; Qamişlo, Efrinê werin, li Hewlêrê kom bibin, mimkun bikin. Taloqkirina Kongreyê ji ber vê yekê erênî ye. Hewldana ku kongreyeke ew qas stratejîk bêyî amadekarîyên pêwîst û têrkir, hema wek ku mal ji ber êgir birevînin, bihê sazkirin wê çewt bûya.

Taloqkirina wê derfetekê dide ku vê çewtîyê nekin. Divê welatparêzên Kurdistanê vê demê wisa bi kar bînin ku Kongreyê li bingeha wê ya stratejîk bidin bicîhkirin, li perçeyan û di nav perçeyan de civînan saz bikin, hesabekî netewî li dijî wan kesên ku hewl didin ku Kongreyê li hesabên xwe yên taktîkî bînin saz bikin.

      Kovara BÎR: Cemîl Bayik di hevpeyvîna xwe ya ligel Mîthat Sancar de li ser Kongreya Neteweyî weha dibêje: “Serokatî, xwest ku di çarçoveya pêvajoya çareserîyê de çar konferans çê bin. Sisê ji wan çê bûn û ev jî yê dawî ye. Ev rêzekonferans hev temam dikin. Armanca hevpar a hemûyan, pêşxistina zemîna sîyaseta demokratîk e. Di vê çarçoveyê de her yek konferansek xwedî mîsyonek cuda ye.”  Dema ku em bala xwe bidin vê daxuyaniyê, Kongre, bi têgehîştineke berteng û li ser bingeha parçecîtiyê wek qonaxeke temaker a “pêvajoya çareserî”yê tê dîtin, … Di rewşekî wisa de, wê mîsyona Kongreyê çi be û ji bo çareserîya pirsgirêka neteweyî ya Kurdistanê çi feyda wê hebe?

      Fuad Onen: Di serî de serokê PKKê Ocalan, berdevkên PKKê û Mesûd Barzanîyê serokê Herêma Başûrê Kurdistanê, demkratîkkirina dewletên dagirker ên cîran li ber Kongreyê wek armanc bi cîh dikin, û ev yek ne tenê çewt e, di heman demê de tênegîhaştina ruhê Kongreya Netewî yan jî herimandina wê ye. Demokrasî şêweyekî dewletê ye, civaka Kurdistanê di bin serwerîya çar dewletên dagirker de ye. Erka Kongreya Netewî ne “demokratîkkirina” dagirkirinê lê bidawîkirina wê ye. Ev jî bi dewletbûna Kurdistanê mimkun e. Awayê avakirina vê dewletê bi têkoşînê, şert û mercan, mêzînên hêzan ve girêdayî ye; lê şêweyê dewletê bi wê ve girêdayî ye ku Kurdistanî bi îradeya xwe li ser hiqûqa pev re jîyanê li hev bikin. Tê hêvîkirin ku  berê beşdarên ji Sanandaj, Amed, Efrinê nedin Anqere, Tahran, Şamê.

Hewldana ku pêvajoya Îmralîyê bi Kongreya Netewî bidin tesdîqkirin û ji kongreyê banga bêçekbûnê derxin, her çi qas bi pêşveçûnên dawî (rawestandina vekişîna gerîlayan) ve girêdayî be jî, hîn jî di rojevê de ye. Kongreya Netewî nikane ji bo tu perçeyekî Kurdistanê banga bêçekbûnê bike, divê neke.

Banga bêçekkirina alîyê Kurd a li pişt tewşîyên ku dema têkoşîna çekdar bihurîye veşartî, meşrûkirina hêzên leşkerî yên dagirker e ku li Kurdistanê bi sed hezaran in. Erka Kongreya Netewî parastina Kurdistanê ji hêzên dagirker ên biyanî ye. Heke dema têkoşîna çekdar bi dawî hatibe, wê gavê divê hêzên çekdar ên biyanî vekişin. Mîsyona Kongreya Netewî, tabûra tankên Tirkan a li Bamernîyê û Hêza Malîkî ya Operasyona Dîcleyê jî di nav de, banga vekişîna hemû hêzên dagirker û têkoşîna ji bo vê ye. Heke Kongreya Netewî ya ku vê yekê nake, banga bêçekbûna hêzên çekdar ên Kurd bike, ev dibe bêbextî li ruhê netewî yê kongreyê.

     Kovara BÎR: Li gorî daxuyanîya komîteya amadekar wê ji çar parçeyên Kurdistanê 600 delge û gelek jî mêvan û çavdêr tevlî Kongreyê bibin. Dema ku em bala xwe bidin rêbaza sazkirina Kongreyê; rêbaza parvekirin û destnîşankirina delegeyan li gorî parçe û partîyan, temsîla beş û unsûrên ciyawaz ên civaka Kurdistanê û wd. hun vê yekê çawa dinirxînin û çiqas şefaf û demokratîk e?    

     Fuad Onen: Divê Kongreya Netewî nebe platformeke şow an xwerakêşîya PDK û PKK. Di Kongreya Netewî de ne bi piranîya dengan lê bi lihevkirin û pejirandina bernameyeke netewî dikanin biryarê bidin. Ji ber vê sedemê, tevlêbûna bi dehan heta bi sedan delegeyên partîyekê yên ku wê heman tiştî bibêjin ne watedar e. Ya girîng ew e ku derfetê bidin hemû meylên sîyasî yên li Kurdistanê ku di kongreyê de xwe îfade bikin.

Em zanin ku hem di pêkanîna komîteya amadekar a kongreyê hem jî di gengeşîyên li ser delegasyonê de ev hestyarî nehatiye nîşandan. Wek mînak di komîteya amadekar a Bakurê Kurdistanê ya ji şeş kesan pêkhatî de PKK-BDP bi çar endaman tên temsîlkirin, li alîyê din partîyên din ên sîyasî û kadroyên serbixwe nayên temsîlkirin. Vê helwesta sekter kir ku nûnerên HAKPAR û PDK-Bakur ji civîna pêkanîna komîteya amadekar vekişin.

      Kovara BÎR: Dema ku em bi awayekî giştî bûyerên li Rojhelata Navîn û bi taybetî jî bûyerên li Sûriye- başûrê rojavayê Kurdistanê û “pêvajoya çaresêrî” ya bakurê Kurdistanê bînin ber çavên xwe, wêneyekî sîyasî yê çawa dîyar dibe û di çêbûna Kongreya Neteweyî ya Kurd de tesîra dewletên herêmî(Turkiye, Iraq, Îran ve Sûriye) û hêzên navnetewî çi ye?

      Fuad Onen: Kurdên qewmê qedîm ê Rojhilata Nêzîk û Kurdistana welatê navendî yê Rojhilata Nêzîk bi hezar salan bûye qada şer a Rojhilat û Rojava. Kurdistana welatê navendî yê Rojhilata Nêzîk ku di Şerê Dinyayê yê Yekem de hatiye perçekirin û di nav Rojhilat û Rojava de hatiye parvekirin, enîyeke girîng a Şerê Sêyem ê Dinyê ye jî û îroj şer li vir dicive. Miletê Kurd ê ku di Şerên Yekem û Duyem ên Dinyê de derfeta dewletbûnê ji dest berda û welatê wî jê hat dizîn, û nûnerên wî yê sîyasî divê di vî şerê sêyêm ê ku dîyar dibe ku wê dirêj bidome de bala xwe li armanca Kurdistana Serbixwe û Yekbûyî kom bike.  Û divê Kongreya Netewî wek birêkxistina vê armancê were sazkirin. Dewletên Dagirkerên Kurdistanê ku jê re dibêjin, “dewletên herêmê” ketine taswasa ku di vî şerî de sînorên xwe biparêzin û ‘heyaleta Kurdistana Serbixwe’ li dervê van sînoran bihêlin. Ji ber vê yekê kongreyeke ku “aştî, biratî. demokrasî”yê dike bingeh li Kurdan temî dikin û hewl didin ku ev kongre rêzê ji bo sînorên wan bigire û ji armancên fikaredar ên xerab ên wek dewletbûnê dûr bimîne. Em nikanin vî qutikê dînan ê ku hewl didin ku li Kongreyê bikin (Yekîtîya Netewî ya Kurdan ku ne li dijî tu dewletan e û armanca wê ya dewletbûnê tuneye) ji bandora van dewletan serbixwe bibînin. Lê ev qutik li vî laşî nayê. Israra vî qutîkî wê bike ku ev kongre nikanibe pêk were. Heke di dewra nêzîk de Kongreyeke Netewî ya rasteqîn pêk neyê jî ev heyala me yê bidome. Heke yên din (realîstên sîyaseta Kurdan) lêdana teneka realîzmê bidomînin jî, welatparêzên Kurdistanî yê têkoşîna ji bo bicîhkirina heyala xwe bidomînin.



Posted in: kurdi

Comments

There are currently no comments, be the first to post one!

Post Comment

Name (required)

Email (not required)

Website

CAPTCHA image
Enter the code shown above:

  
ZİYA GÖKALP ULUSSUZ BİR DEVLETİN İDEOLOGUDUR, İSMAİL BEŞİKÇİ İSE DEVLETSİZ BİR ULUSUN…
Fuat Önen
Ziya Gökalp ulussuz bir devletin ideologudur. İmparatorluk bakiyesinden allokton bir ulus oluşturmaya çalışan, Türk Egemenlik Sisteminin, paralı memurudur. İsmail Beşikçi ise devletsiz bir ulusun, ulusal demokratik haklarını s...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (155)


Üst Aidiyet ve İktidar
Fuat Önen
Geçmişten ders almak, Kürdistan’daki siyasi aktörlerin genellikle uzak durdukları bir eylem türüdür. Modernite öncesi kurumlarımızın (aşiret meclisleri, rîsıpi heyetleri,aşiret konfedereasyonları, mirl...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (714)


Dünya Düzeni, Dünya Devletler Sistemi ve Kürdistan
Fuat Önen
Türk devletinin son Kürdistan seferinin esas nedeni Hemrin dağından Afrin’e görünür hale gelen bu sınırlardır. Güney Batı sınırlarının görünür hale geldiği ve bu sınırlar içinde devletleşmeyi ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1081)


Dr. SaitÇürükkaya için yaptığım konuşma ve bazı yorumlar için açıklama
Fuat Önen
Birkaç gündür Şehid Sait Çürükkaya’nın mezarı başında yaptığım konuşma speküle edilerek, çirkin bir karalama kampanyası yürütülmektedir. Sait Çürükkaya’nın anıs...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1159)


Erbil ziyareti ve İmralı görüşmesiyle ilgili BasHaber röportaji
Fuat Önen
Bölge Başkanı Mesud Barzani müdahil olmaya, devletle HDP arasında bir tür uzlaşma sağlamaya çalıştığında, HDP eş başkanı bu meselenin Türkiye’nin “iç meselesi” olduğunu söyleyerek Başkan Barzan...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3088)


15 TEMMUZ, TÜRK ORDU GELENEĞİNDE İÇKİN OLAN BİR ASKERİ DARBE GİRİŞİMİDİR
Fuat Önen
Türkiye’yi zor günler beklemektedir. Yakındoğu ve Ortadoğu, Üçüncü Dünya Savaşının önemli cephesidir. Bu bölgeler yeniden dizayn edilmeye çalışılmakta. Birinci ve İkinci Dünya savaşları...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1163)


DERBEYA NÎVÇOMAYÎ û TÊKÇÛYÎ
Fuat Önen
Di hundirê dewleta Tirkiyeyêde şer herdem hebûye û ticarî ev dewleteke nebûye dewleteke yekpare. Artêşatirkan (TSK) ji xwe wek partiya hêzên şekdar yên Tirkan tevdigere. Artêşekepol&ic...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1339)


   «   [1]  2  3  4  5  6  7  8  9  »      
DESTPÉK      Tarix-belge      TEVKURD      Aslan Kaya -Baz      Fuad Önen      Media