Fuad Önen
DIVÊ KURD YEKÎTÎ Û SERXWEBÛNA KURDISTANÊ JI XWE RE BIKIN MIJARA MAN Û NEMANÊ
Fuat Önen
Diplomasî, sîyaseta nazenîn e. Ji bo diplomasîyeke baş, berî her tiştî siyasteke baş, yekgirtî û Kurdistanî pêwîst e. Li başûrê welatê me mixabin siyaseteke bi v&icir...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (51)


Dewleta Tirkan nikare bi serê xwe li Qendîl ê operasyoneke leşkeri bimeşîne
Fuat Önen
Qendîl rêzeçîya ye û di sêkoşeya başûr, bakur û rojhilatê Kurdistanê de dimîne. Dagirkirina wê derê ne ew çend hêsan e. TC çima di vê deme de qal...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (336)


HILBIJARTINA TIRKAN, HDP Û HELWESTA HIN PARTÎYÊN KURDAN
Fuat Önen
Em nabêjin ku hilbijartina Tirkan me aleqedar nake, em dibêjin ku ev hilbijartina dewleteke dagirker e, hebûna dewleta Tirkan li Kurdistanê ne rewa ye, ev dewlet bi hemû dam û dezgehên xwe dagirker e û ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (310)


HILBIJARTINÊN DEWLETÊN DAGIRKER Û HELWESTA KURDAN
Fuat Önen
Ne xwezayî ye ku sîyasetmedarên Kurdan wek yên Tirkan bipeyivin, nakokîyên di nav sîyaseta Tirkan de mezin bikin û di nav sîyaseta Tirkan de ji xwe re li cîyekî bigerin. Divê s&i...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (367)


TÊKÇÛNA ŞERÊ CEBHEYA KERKÛKÊ
Fuat Önen
Şerê li cebheya Kerkûkê rû da, bersîva dewletên dagirker û parêzerên sistemê ye. Di vê cebheyê de em têkçûn. Berpirsê vê têkçûyi...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1068)


YEKÎTÎYA KURDAN Û YA PARTÎYÊN KURDAN JI HEV CUDA NE
Fuat Önen
Di nav tevgerên rizgarîya neteweyî de kesî bi qasî tevgera rizgarîya neteweyî ya Kurdan nîqaşên teorîk nekiri ye. Em di nivîsarên Ho Shi Min, Amilcar Cabral, Mahatma Ghandi, Fide...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1552)


TC ÇIMA JI YEKÎTÎYA AXA ROJAVAYÊ KURDISTANÊ DITIRSE?
Fuat Önen
Ez ne di wê bawerîyê de me ku TC yê karibe Efrînê dagir bike û li wir pêşî li Kurdan bigire. Bi sedem ku TC nikare bakurê Kurdistanê wek berê bi rêve bibe, anuha her nav&cc...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1183)


   «   [1]  2  3  4  5  6  »      
  
04

 Recep Tayyîp Erdogan got; “Li Tirkîyê pirsgirêka Kurd heye.” û li ser vê gotinê pirsgirêka Kurd dîsa bi rojan xistin rojevê.

Bi dîtina min pirsek di cîh de ev e: 'Ev gotina Recep Tayyîp Erdogan vê eleqeyê heq dike an na?'
Pistî van daxuyanîyên Recep Tayyîp Erdogan, li ser navê rewsenbîrên Kurd, rewsenbîrên Tirk, hunermendên Kurd bi gelek bangan pistevanîya vê daxuyanîyê hat kirin.

Ez pêwîst dibînim ku lêpirsîna vê yekê bikim.

Argumenta bingehîn a hevalên ku vê daxuyanîyê girîng dibînin ev e: “Ev cara yekemîn e ku li Tirkîyê serokwezîrek dibêje ku 'pirsgirêka Kurd heye'.

— Ev argument rast e?
— Ev argument çewt e.

Serokdewletê damezrêner ê vê dewletê di gelek axaftinên xwe de ne tenê gotiye ku pirsgirêkeke bi navê pirsgirêka Kurd heye, ji hebûna gelê Kurd, netewa Kurd behs kiriye, wî her weha ji bo çareserîya vê pirsgirêkê pêsniyarên wek otonomî jî kirine. Ez behsa Mustafa Kemal Atatürk dikim.

Serokê duyemîn ê vê dewletê û mirovê duyemîn ê Komara Tirkîyê Ismet Inönü daxuyanî kiriye ku ew wek nûnerê hevpar ê Tirk û Kurdan çûye Lozanê. Li ser pirsgirêka Kurd, li ser hebûna gelê Kurd gelek beyanên wî hene.

Pistî 12ê Ilonê hat xwestin ku pirtûka bi navê Gotar (Nutûq) di xwendegehan de wek pirtûka dersê bê bikaranîn. Sêwirdarên Kenan Evren gotin ku 'Di vê pirtûkê de, di Gotarê de gelek gotinên ku Kemal Pasa li ser Kurdan û Kurdistanê kirine hene; ger hûn vê wek pirtûka dersê biwesînin, ew tê wê wateyê ku em li xwendegehên destpêkê û yên navîn behsa hebûna Kurdan, a Kurdistanê dikin.' Ji ber vê sedemê hevalên me yên xwendekarên xwendegeha destpêkê û ya navîn ji bargiranîya jiberkirina Gotarê rizgar bûn.

Di meclîsa damezrêner a yekemîn a vê dewletê de ev pirsgirêk ne wek 'Pirsgirêka Kurd' lê bi navê xwe yê rasttir wek 'Pirsgirêka Kurdistanê' hatiye gengesîkirin. Gelek mirov wek parlamenterên Kurdistanê tev li meclîsa damezrêner a vê dewletê bûne. Di meclîsa damezrêner a vê dewletê de gengesîya pirsgirêka Kurdistanê hatiye kirin.

Tevgera dawî ya di bin serokatîya PKK de ji alîyê sererkanîyê û ji alîyê Süleyman Demîrel ve wek 'serhildana 29an a Kurdan' hatiye nirxandin.

Dixwazin hesê me bi me bidin wendakirin: ”Tayyîp Erdogan ne siyasetmedar an serokwezîrê yekemîn ê Tirkan e ku vê yekê dibêje!”

Bi dîtina min ev pirs jî di cîh de ye; Gelo ji nirxandina Sererkanîyê (Genel Kurmay) û Süleyman Demîrel a ku raperîna vê dawîyê a Kurdan wek 'serhildana Kurdan a 29an' dinirxîne û ya Tayyîp Erdogan ku dibêje 'Pirsgirêka Kurd' heye kîjan nirxandineke pêsketîtir an bastir e?

Bi dîtina min, nirxandina wek 'serhildana 29an a Kurdan' ji nirxandina Tayyîp Erdogan ku pirsgirêka Kurd heye pêsketîtir e.

-“Çima nirxandineke pêsketîtir e?”

Ev nirxandin vê yekê dipejirîne:”Li Tirkîyê Kurd hene, Kurdistan heye, li Tirkîyê pirsgirêka Kurd heye û gelê Kurd ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê di dewra Komarê de 29 caran serî hildaye.”

Nuha wek ku em van hemû nizanin, ku ev gist di serê me re derbas nebûne, di bin bombebarana medyayê de gotina Erdogan ku pirsgirêka Kurd heye derxistine pês û bi rojan hemû medya, siyasetmedarên Kurd, rewsenbîrên Tirk dibêjin ku ev daxuyanîyeke pir girîng e. Divê meriv li vir van pirsan bike:

-“Gelo bi rastî li Tirkîyê pirsgirêkeke Kurd heye?”
-Wî got ku li Tirkîyê pirsgirêka Kurd heye û ku ev pirsgirêk a wî ye. Lê gelo bi rastî jî li Tirkîyê pirsgirêk 'Kurdbûn' e?

Bi salan e ku li Tirkîyê têgîna Kurd û pirsgirêka Kurd her tim pev re tên bikaranîn. Di bîr û raya gistî de, di bin siûra mirovan de bawerîyek çêdibe ku pirsgirêk 'Kurdbûn' e. Gelo bi rastî jî li Tirkîyê 'Pirsgirêka Kurd' heye an jî pirsgirêk 'Kurdbûn' e? Ez dixwazim li ser vê rawestim.

Kurd gelek in û bi hezaran sal in ku li welatê xwe li Kurdistanê dijîn; Kurdistan welatê Kurdan ê qedîm e ku dînamîkên wê yên neteweyî û cografya wê hatiye perçekirin û tenê bi perçekirî histinê dikane bê birêvebirin.

Di tarîfa Kurdbûnê de pirsgirêkek tune. Kurdistan welatek e ku bi sedsalan hemû dagirkeran rêya xwe pê xistiye. Ji kerîyên Moxolan heta kerîyên Iskender, ji Osmanîyan heta dagirkirinên Ereban, hemû dagirkerên vê herêmê, vê cografyayê rêya xwe bi Kurdistanê xistine. Qet problem tune ku meriv Kurdbûnê li ser vê bingehê tarîf bike. Di vê wateyê de li Tirkîyê pirsgirêkeke Kurd tune. Kurd gelek in ku di cografya xwe de, li ser xaka xwe bi domdarî bi dagirkirin û tevkujîyan rû bi rû bûne û di tarîfkirina vê de dudilîyeke piçûk jî tune. Têgîna li hemberî vê Tirkbûn e.

— Bas e, gelo Tirkbûn têgîneke bê pirsgirêk e?”

Gelo ewên ku dibêjin li Tirkîyê pirsgirêka Kurd heye di rastîyê de hewl didin ku pirsgirêka Tirk vesêrin?

Hevalno! Tirkbûn tarîfeke etnîkî ya di dinyê de herî bi problem e. Li Tirkîyê ji bo vê têgînê tenê ev tarîf tê kirin: Her kesekî bi girêdana hemwelatîyê bi qanûna bingehî ve girêdayî Tirk e.”

-“Bas e, gelo bi rastî wisa ye”

Ewên ku vê tarîfê dikin behsa Tirkên li Yewnanîstanê, Tirkên li Bûlgarîstanê dikin. Behsa Tirkên li Asya Navîn dikin. Yek jî ji van bi girêdana hemwelatîyê bi Tirkîyê ve ne girêdayî ye. Ev tarîfa fermî ya Tirkbûnê hîn di gava yekemîn de pûç dibe.

Dema ku meriv ji hundir ve lê dinêre, meriv bi milyonan mirovan dibîne ku teva ku bi girêdana hemwelatîyê bi Komara Tirkîyê ve girêdayî ne, ne Tirk in. Dema ku meriv ji hundir ve lê dinêre jî ev tarîf di gava yekemîn de pûç dibe. Ji ber vê yekê ez wisa dibêjim: Li Tirkîyê pirsgirêk di rastîya xwe de di Tirkbûnê de, di pirsgirêka Tirkbûnê de ye. Pirsgirêka bingehîn di wê zîhnîyetê de ye ku me gistan bi qanûnan dikin Tirk.

Çend hevokên Tayîp Erdogan hene. A yekemîn, li Tirkîyê pirsgirêka Kurd heye. A duyemîn, Em ê vê pirsgirêkê li ser bingeha yek netewe, yek ala, yek dewletê çareser bikin. Hevoka duyemîn a Tayîp Erdoganê ku Kurdbûn kiriye pirsgirêkek ev e. Li Tirkîyê pirsgirêkeke neteweyî tune ku bi yek netewe, yek al, yek dewletê bê çareser bikin.

Di nav sînorên sîyasî yên Komara Tirkîyê de du netewe dijîn. Yek neteweya Kurd e û ya din jî neteweya Tirk e. Ji bilî van hem li Tirkîyê û hem jî li Kurdistanê gelek hindikahî hene. Nuha dibêjin ku li Tirkîyê Çerkez jî, Laz jî, Ereb jî hene. Ev li Kurdistanê jî hene. Li Kurdistanê jî hindikahîyeke Ereb, hindikahîyeke Çerkez, hindikahîyeke Tirk heye û li Tirkîyê hindikahîyeke pir girîng a Kurd heye. Kurd li welatê xwe piranî ne, lê li Tirkîyê, li rojavayê Tirkîyê hindikahî ne. Yê ku Kurdbûnê dike pirsgirêk ev zihnîyet e û hevoka duyemîn a Erdogan ev e.

Nuha ez dixwazim siyasetmedarên Kurd fahm bikim, bi gelek salan, bi taybetî jî di salên dawî de bangên bi israr ên astî, dîyalog û lihevkirinê ji siyaseta Kurdan dertên. Lê ez her wisa difikirim ku bi taybetî ji destpêka pêvajoyên agirbestê û vir ve wê meyla flortkirina bi hikûmet, dewlet û bi gelemperî bi sîstemê re ku di nav siyaseta Kurdan de pês ket jî problemeke girîng di nav siyaseta Kurdan de pêk anî. Ji lew re bawerîya min a kesanî ew e ku li Tirkîyê pirsgirêk ne di Kurdbûnê lê di Tirkbûnê de ye.

Pistî bi nivîskî daxuyanîya pêkanîna van civînan, awayê dayina nûçeya civînan bi taybetî di Milliyetê de pir balkês e; wek çalakîyeke dusax a li dijî PKKê dan nasandin.

Ez dixwazim li ser vê tistekî bibêjim; dema ku min cara pêsî ev nûçe xwend, Yalçin Küçük hat bîra min. Wek ku hun dizanin Yalçin Küçük pistî pêvajoya Bekaa, di pêvajoya Imrali de konsepteke nuh pêk anî û bi israr got ku divê dewleta Tirk PKKê li dijî Basûrê Kurdistanê bicîh bike û hîn jî vê yekê dibêje. Rojnameya Milliyet jî, besek ji hêzên desthilat ên Tirkîyê jî hewl didin ku bi vê nûçeya ku ji Milliyetê dest pê kir Kurdan li dijî Kurdan bicîh bikin. Divê meriv vê yekê bi tundî red bike. Siyaseta Kurd li dijî Kurd bicîhkirinê ji Osmanîyan maye û di dewra komarê de bi israr hatiye domandin. Ez dixwazim ev civîn siyaseta bicîhkirina Kurd li dijî Kurd bi tundî red û sermezar bike.

Di hemû têkosînên rizgarîya neteweyî de, di têkosînên demokratîk ên rizgarîya neteweyî de car caran enî (cephe) pêk hatine. Hek rojekê li Bakurê Kurdistanê pêwîstîya pêkanîna enîyekê çêbibe, bê guman ev enî wê li dijî ewên ku gelê Kurd di bin nîrê kolonyalîzmê de digirin be. Siyaseta Kurd li dijî Kurd bicîhkirinê di nav refên Kurdan de xeterek mezin e. Ez dixwazim vê yekê bi taybetî bînim zimên.

Hevalno! Nuha em dikanin bi ravekirina du rewsan vê daxuyanîya Tayyîp Erdogan çêtir fahm bikin:

A yekemîn ev pirs e: em îro di dinyake çawa de dijîn?
Îro wek ku biwêj dibêje em di dinyake benê xwe qetandî ya pergal-belavbûyî de dijîn.
Di dinyê de hemû aktorên siyasî yên sereke di nav têkosîneke bê perwa de ne ku pergaleke nuh ji dinyê re pêk bînin û di vê pergala nuh de cîhê pêsî, înîsîyatîvê bisitînin.

Têgîna pergala dinyê bi têgîna sîstema (sazûmana) dinyê ve têkildar e û ev têgîn bi salên dawî yên sedsala 19an ve têkildar e. Pistî ku kapîtalîzm kirin sîstema dinyayê, pêwîstî çêbûye ku pergaleke dinyê bê pêkanîn.

Di sedsala 20an de pergalên dinyê bi serên dinyê ve hatin pêkanîn. Pistî pêla mezin a yekemîn a globalîzmê ku di 1870an de dest pê kir, Serê Dinyê yê Yekemîn dest pê kir. Serê Dinyê yê Yekemîn têkosîneke dewletên mezin, ên hegemonîst ên derengmayî bû, dixwestin pergaleke nuh ji bo dinyê pêk bînin û di vê pergalê de înîsîyatîvê bidest bixin. Ev ser bi Konferansa Parîsê ya 1919an hatiye bidawîanîn û di Konferansa Parîsê ya 1919an de xwestine ku dinyê têxin pergaleke nuh. Cemîyet-î Akvam yek ji sazîyên vê pergala nuh a dinyê ye. Vê pergalê 20 salan ajot û di 1939an de hêzên ku ji pergala dinyayê aciz dibûn Serê Dinyê yê 2an dan destpêkirin. Wek ku tê zanîn, ev ser jî bi Peymana Yalta-Potsdam a 1946an dawî lê hat anîn. Serketîyên ser bi peymanên Yalta-Potsdam pergaleke nuh dan dinyayê. Vê pergalê 43 salan ajotiye. Bi hilwesîna Yekîtîya Sovyetan bingehên pergala dinyayê jî hilwesîyane. Ji ber ku wek ku tê zanîn, yek ji alîyên ku ev pergal pêk anîbûn Yekîtîya Sovyetan bû û li alîyê din jî Amerîka û Brîtanya hebûn. Dema ku yek ji alîyên ku ev pergal pêkanî rûxiya, pergala dinyê jî pê re çû. Îro em di dinyake bê pergal de dijîn.

'Di Sedsala 21an de pergala nuh a dinyê wê çawa pêk bê?

'Wek ku van salên dawî bi israr tê gotin, wê bi astî, aqlê sêlim û mafên mirovan ên gerdûnî yên navneteweyî pergaleke nuh bê pêkanîn, an wê bi serekî nuh ê dinyê pergaleke nuh bê sazkirin?”

Ev mijareke girîng a gengesîyê ye. Nêrîna min a kesanî ew e ku em di dinya îro de Serekî Dinyê yê 3an ku nehatiye daxuyanîkirin dijîn. Ev ser wek lîstika ser tê raberkirin û ji me tê xwestin ku em bawer bikin ku li alîyekî Amerîka, Brîtanya, Îspanya, Yewnanîstan, li alîyê din jî Bîn Ladîn heye. Û di navbera van herdu alîyan de serek heye. Bi dîtina min ji bo ku meriv bizanibe ku serekî wisa çênabe, zekaya 'xwendegeha navîn' bes e.

A ku bi domdarî diçe serekî dinyê ye. Projeya Rojhilata Navîn a Firehkirî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê enîya vî serî ya Rojhilata Navîn tarîf dike. Sedema ku Almanya û Fransa li dijî dagirkirina Iraqê ji alîyê Amerîkayê ve derdikevin ne 'mafên mirovan ên gerdûnî' ye.

Herêma nifûzê ya Fransayê Bakurê Afrîkayê ye. Amerîkayê bi projeya Rojhilata Navîn a firehkirî Bakurê Afrîkayê xistiye nav Rojhilata Navîn. Îtiraza Fransayê ji vê ye.

Nifûza Almanyayê ya li herêmê Îran û Iraq e. Iraq rûxiyaye. Îran di dorê de ye; siyaseta alîgirîya Almanyayê li Tirkîyê hatiye tesfîyekirin. Wek ku hun dizanin, Mesut Yilmaz û Necmettin Erbakan li Tirkîyê siyasetmedarên alîgirên Almanyayê ne. Ev kesên nûnerên siyaseta alîgirîya Almanyayê hatine tesfîyekirin. Îtiraza Almanyayê jî ev e.

Ev serekî daxuyanî nekirî ye, hek biwêj di cîh de be sereki post modern e. Ji ber vê yekê, ref wek serên yekemîn û duyemîn ne pir zelal in. Li alîyekî hêzên 'îtîlaf' li alîyekî hêzên 'îtifaq' tune. Ewrûpa di nav Amerîkayê de, Amerîka di nav Ewrûpayê de ye. Ev ser bi awayekî dom dike ku mêzîna hêzan pê re bi domdarî diguhere. Ez vê yekê ji ber vê sedemê dibêjim: Kurdistan, wek serê yekemîn di serê sêyemîn de jî welatê enîya bingehîn e. Kurdistan di nav êgir de ye. Îro dema ku em li vir gengesîya pirsgirêka Kurd dikin, gengesîyeke ku bêyî dîtina vê yekê bê kirin nagihêje tu encaman. Kurdistan bi hemû perçeyên xwe ve di bin êgir de ye. Iraq hatiye dagirkirin. Li Basûrê Kurdistanê ji serê kendavê yê yekemîn û vir ve gavên girîng ber bi dewlebûnê ve tên avêtin û ev pêvajo bi dagirkirina Iraqê ji alîyê Amerîkayê ve bêtir bilez bûye. Ev gavên li Basûrê Kurdistanê yên ber bi dewletbûnê ve di dorpêçkirina kolonyalîstan a Kurdistanê de qelîstekên kûr vedike. Ya ku rayedarên Tirkîye, Îran û Sûrîyê bi rastî diqilqilîne ev qelîstekên di dorpêçkirina koloyalîst de ne. Ez van gav û hewldanên li Basûrê Kurdistanê yên bo dewletbûnê ku di dorpêçandina kolonyalîst a li ser gelê Kurd de qelîstekan vedikin bi rêz û evîn silab dikim!

Di vê rewsê de, rayedarên Tirkîye, Îran û Sûrîyê fahmkirine ku nikanin Kurdan wek berê birêve bibin. Êdî li Rojhilata Navîn kesek ê nikanibe Kurdan wek berê bi awayên ji bav û kalan mayî birêve bibe. Haya herkesî ji vê yekê heye. Rayedarên her sê dewletan jî ji vê haydar in. Lê sêla hevpar a van dewletên kolonyalîst gistan ew e ku hewl bidin ku ji alîyekî ve biçewsînin, bi darê zorê dev jê bidin berdan û ji alîyekî din ve asîmîle bikin û pirsgirêkê ji zemîna xwe ya rastî biqetînin. Ez tika dikim ku heval ji vî alîyî ve jî daxuyanîya 'Pirsgirêka Kurd heye' binirxînin.

Rewsa dudan a ku bûye sedema vê gotinê jî ev e: li Kurdistanê hawirdoreke ser û pevketinê heye ku ev sî sal in didome. Li Kurdistanê îro jî bi deh hezaran mirov li piyan in. Li Tirkîyê êdî nabe ku gotina 'Kurd tune' bê kirin.

Ya dudan, gava din hevalekî got ku li Tirkîyê dewlet awayekî koalîsyonê ye. Pirsa ku hikûmet nûnertîya çiqasê dewletê dike mijara gengesîyê ye. Pirsa ku besên din ên dewletê li dijî vê ne an na jî mijara gengesîyê ye. Ez bi xwe ne di wê bawerîyê de me ku bazikên din ên dewletê ji vê daxuyanîya Tayip Erdogan aciz in. Ez ne di wê dîtinê de me u bazikên dewletê yên din îtiraz dikin ku pirsgirêka li Tirkîyê wek pirsgirêka Kurd, a Çerkez, a Laz bê îdraqkirin. Ez ne di wê ramanê de me ku gotina Tayib Erdogan a ku 'Pirsgirêka Kurd heye' xofê dixe dilê Sererkanîya Gistî.

Li holê lîstikek heye, navê lîstika li holê lîstika demokrasî ye.

Kurdistan di bin êgir de ye û bi salan e ku siyasetmedarên Kurd ji bin vî agirî bangên astî, demokrasî û lihevkirinê dikin. Bi dîtina min divê ev civîn dest bavêje vê zemînê.

-“Divê ev civîn vê lîstika demokrasîyê bi dawî bîne!”

Li Tirkîyê Kurd li welatê xwe piranî ne. Li Tirkîyê gotina ku pêwîst e bê kirin ne ew e ku 'Pirsgirêka Kurd heye'..

Li gelek parlemanên dinyê pirsgirêka Kurdistanê hatiye gengesîkirin. Meclîsa Bilind a Gel a Tirkîyê ne di nav van de ye. Li Tirkîyê gotina ku pêwîst e bê kirin ne ew e ku 'Pirsgirêka Kurd heye'. Divê ev yek bê pejirandin; 'Divê realîteya neteweya Kurd li gel hemû mafên xwe yên neteweyî û demokratîk bê pejirandin û pêwîstîyên vê yekê bên bicîhanîn. Gelê Kurd jî wek hemû gelên din ên li dinyê xwedîyê mafê çarenivîsa xwe ye. Mijara ku ev yek bi federalîzm, konfederalîzm, serxwebûn, otonomî an jî kîjan awayê din bê çareserkirin pirsgirêkeke teknîkî ye û vê gavê em ji vê niqtê gelekî dûr in. Îro ya ku divê pêsve bê xistin pejirandina realîteya neteweya Kurd li gel hemû mafên xwe yên neteweyî û demokratîk e, pejirandina mafê çarenivîsî bo gelê Kurd li ser xaka xwe ye.”

Ez ê hewl bidim ku biqedînim. Sê pêsniyarên min hene:

A yekemîn: divê ev civîn bersîveke tund bide siyaseta Kurd li dijî Kurd bicîhkirinê.

A duyemîn: divê daxuyanîya encamê ya vê civînê bibe deklarasyoneke li ser bingeha welatparêzîya Kurd. Welatparêzî berî her tistî bi evîn û dilsozîya bo welêt ve têkildar e. Evîn û dilsozîya tistekî jî ji hebûna wî sik nekirin e. Hek hun ji hebûna tistekî sik bikin, hun nikanin dilsozê wî bin. Hek hun ji welatê xwe hez dikin û dilsozê wî bin, divê li ser hebûna wî di dilê we de qet sik tunebe. Ev nezelalîya ku di vê dema dawî de, li Tirkîyê, li Bakurê Kurdistanê li ser hebûna welêt hatiye afirandin zirarê dide siyaseta welatparêz.Ya duyemîn ku ez dixwazim bibêjim ev e. Divê ev civîn deklarasyoneke li ser bingeha welatparêzîyê biwesîne.

Pêsniyara min a sêyemîn ev e: Siyaseta Kurdan ji herkesî xuya ye, pirsgirêka herkesî ye, di bin çewsandin û bombebaraneke domdar de ye. Ev bombebaran reflekseke xweparastinê ya domdar li gel siyasetmedarên Kurd pêk anîye. Bi kurtî ez hewl didim ku evan bibêjim.

Ji me re dibêjin, 'Hun parvexwaz in'. Em hema destê xwe radikin û dibêjin, 'Tobe! Hesa! Em ne parvexwaz in.'

Pêwîstî bi vê tune. Hek Tirkîye wek yek milet tê tarîfkirin, em li dijî vê tarîfê ne.

Hek ev parvexwazî be, em parvexwaz in!

Hek gotina, 'Di nav sînorên Komara Tirkîyê de Netewa Kurd dijî' parvexwazî be, em parvexwaz in!

Qet pêwîstî bi gotina 'Eman yeman, nekin, em ne parvexwaz in' tune.

Dibêjin, 'Ev dewlet a me hemûyan e!'
Na! Ev dewlet ne ya me hemûyan e! Her wisa ev dewlet ne ya hemû Tirkan e jî!

Dewlet sazîyeke çînî (sinifî) ye. Dewleta çînên serdest ên birêvebir e. Dema ku dibêjin, ev dewlet a we ye, hemû siyasetmedarên Kurd dest pê kirine ku bibêjin, 'Bê guman, ev dewlet a me hemûyan e!

Dibêjin, ev ala ya we gistan e! û di televîzyonê de ala Tirkan bi sînga siysetmedarên Kurd ve dialiqînin. Divê meriv dev ji van tistan berde. Divê em êdî vê refleksa xweparastinê bisikînin. Bi xweparastina domdar em nikanin mesafeyekê pêsde bikevin. Ji lew re pêsniyara min a sêyemîn ev e:

Pêkanîna lijneyeke xebatê ku lê bikole û lê bipirse ku komên Kurdan ên xwedî siyaseta welatparêz ku yekîtîya tevgera Kurd armanc dikin dikanin pev re çi bikin, û ji bo vê çalakîyan pêk bîne.

Sipas ji we hemûyan re ku we bi baldarî guhdarî kir.

*Ev axaftin li civîna Anqerê a 4ê îlonê bi tirkî hatiye kirin pist re hatiye wergerandin.

 


Posted in: kurdi

Comments

SuperUser Account
# SuperUser Account
Wednesday, January 27, 2010 10:52 AM
hfdghfdg

Post Comment

Name (required)

Email (not required)

Website

CAPTCHA image
Enter the code shown above:

  
Irak ve Kürdistan Gelişmeleri Üzerine Röportaj
Fuat Önen
Her dış mücadele bünyesinde bir iç mücadele barındırır. Dışarının içimizdeki operasyonuna dönüşmediği ve ulusal kurtuluş hedefinin önüne geçmediği müddetçe, iç iktidar mü...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (195)


HDP, Türkiyedeki Kürt azınlığın partisi olsun
Fuat Önen
Bence genel olarak Kürt seçmeni ya da Kürtlerin seçimde ne yapacaklarını sormak yanlıştır. En başta Kürdistanlılar ile Türkiye’deki Kürt azınlığını birbirinden farklı değerlendirmek lazımdır. Kürdista...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (349)


5’Lİ KÜRT BLOKU’NUN SEÇİM VE HDP’YE KARŞI TAVRI*
Fuat Önen
2009’dan bu yana Kürdistani Birlik, Kürdistan Ulusal Konferansı gibi konular gündemdedir. Her ne hikmetse seçim zamanları bu birlik konusu gündeme geliyor. Eğer ülkemizin toprakları işgal ediliyorsa, binlerce gen...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (350)


SEÇİME HAZIR OLMAK
Fuat Önen
24 Haziran seçimlerine de Kürdistan’dan katılmanın meşru bir yolu var mıdır diye düşündüğümde şu önerinin tartışılabileceğini düşünüyorum. Yani bu seçimi yine referanduma dönü...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1050)


EFRÎN
Fuat Önen
58 gün önce 72 savaş uçağı ile Efrini işgal operasyonunu başlattınız. Savaş uçaklarınıza tanklarınız, toplarınız, savaş helikopterleriniz, İHA’larınız, SİHA’larınız,termal kameralarınız eşlik etti.  Binlerce ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (603)


Afrin operasiyonunu Türkiye devletinin Kürdistan dönük seferlerinin bir parçasıdir
Fuat Önen
Şimdi bunun doğru anlaşılması için şunun iyi görülmesi lazım. Türkiye devleti Afrin e, Hewlere, yada Mahabada  Ankara dan bakmıyor. Türkiye devleti Afrine de, Hewlere de, Kamışlıya da, Mahabada da, Sanadaja da Diyarbak...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (731)


KÜRDİSTANİ PARTİLERİN TEMEL STRATEJİK HEDEFİ KÜRDİSTAN’IN BAĞIMSIZLIĞI VE BİRLİĞİ OLMALIDIR
Fuat Önen
Sırrı Süreyya Önder kimi temsil ederek İmralı-Ankara-Kandil üçgeninde bu kadar tur attı? Önder’in Türkiye’de temsil ettiği bir kitle mi var? Bana göre devleti temsil ediyor. Yapılan yanlış bir işin kof...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2311)


   «   [1]  2  3  4  5  6  7  8  9  10  »      
DESTPÉK      Tarix-belge      TEVKURD      Aslan Kaya -Baz      Fuad Önen      Media