Fuad Önen
YEKÎTÎYA KURDAN Û YA PARTÎYÊN KURDAN JI HEV CUDA NE
Fuat Önen
Di nav tevgerên rizgarîya neteweyî de kesî bi qasî tevgera rizgarîya neteweyî ya Kurdan nîqaşên teorîk nekiri ye. Em di nivîsarên Ho Shi Min, Amilcar Cabral, Mahatma Ghandi, Fide...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (509)


TC ÇIMA JI YEKÎTÎYA AXA ROJAVAYÊ KURDISTANÊ DITIRSE?
Fuat Önen
Ez ne di wê bawerîyê de me ku TC yê karibe Efrînê dagir bike û li wir pêşî li Kurdan bigire. Bi sedem ku TC nikare bakurê Kurdistanê wek berê bi rêve bibe, anuha her nav&cc...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (308)


REFERANDOMA SERXWEBÛNA KURDISTANÊ
Fuat Önen
Serxwebûna Kurdistanê di herêma Rojhelata Nêzîk de şoreşek e û ew ê nîzama dagirker hilweşîne. Ji ber vê yekê her çar dewletên dagirker; di serî de jî dewleta ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (403)


SERXWEBÛNA BAŞÛRÊ KURDİSTANÊ GENGEŞÎYÊN Dİ NAV ŞÎA Û SUNEYAN DE ŞENGAL Û HÎLALA ŞÎA RIZGARBÛNA ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
Fuat Önen
Em nizanin ku bi çi sedemê rê lê vekirin ku hêzên Haşdî Şabî têkevin hin deverên Şengalê û ew van deveran “rizgar” bikin. Hêza pêşmergeyan heye ku her bi...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (393)


Arîşeyên Şengalê
Fuad Onen
Miletê Kurd têra xwe xwedî dijmin e, tevgera rizgarîya neteweyî ya Kurdistanê ji serî de çar dewletên dagirker ji xwe re kiriye hedef. Ev dewlet li dinyê jî xwedî mutefîk ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (944)


Armanckirina “kongreyeke netewî” ya ku ne li dijî tu dewletan e dibe devjêberdana mafê dewletbûna netewa Kurd!
Fuad Onen
Ev civîna ku berê wek Konferansa Kurdistanê û dûre jîwek Kongreya Netewî ya Kurdan hat binavkirin, li ser tewereya (mihwer) KomaraTirkîyê (KT)-Ocalan-Barzani ketiye rojeva me û çekber...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (4316)


Jenosîda domdar û rojhelata nêzîk
Fuad Onen
Di hundir tevgera sîyaseta Kurdîstanê de, di derheq mijara jenosîdê de, fahmekî zelal û muşterek tune. Tesbîtkirna sîyaseta jenosîda li Kurdîstanê, ne tenê tesbîteke ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (6367)


   «   [1]  2  3  4  5  »      
  
05

Jenosîd, ji nuh ve li Tirkiyeyê aktuel bû, dewleta Frenseyê xwest ku qanûneke nuh derxe, di vê qanûnê de înkarkirina jenosîdê wek sûc tê pejirandin û li Frenseyê yekî ku vê jenosîdê înkar bike, wê wek yekî sûcdar bê pejirandin.

 
Li temama dinyayê gelek dewlet bi sûcê jenosîdê tên tawanbarkirin. Dewletên Yekgirtî yên Emerîka (DYE), di meseleya Çermsoran de, ji bo zulma li ser Reşikan tê tawanbarkirin. Di Herba Duyem ya Cîhanê de, piştî ku artêşa Almanan têk diçe, Alman li bajarê Dresdenê kom dibin, hêzên Brîtanî û Emerîkî sê rojan vî bajarî bi şev û roj bombebaran dikin, tê gotin ku li wir dused hezar însan hatine kuştin. Karê Emerîka yê ku li Japonyayê kiriye, bombeya atomî avêtiye du bajaran (Nagazakî û Hîroşîma). Hin nivîskar ji bo Sowyetê, di bîst salên ewil de qala çar heb jenosîdan dikin; ya yekem ya gundîyên dewlemend (Kûlak), ya duyem jenosîda li Ûkranyayê, ya sêyem jenosîda ku di hundirê partîyê de pêk hatiye, ya çarem jî jenosîda ku Sowyetê di Herba Duyem de pêk aniye ku gelek etnîsîte ji cîyên wan dûr xistiye. Ji bo Frense û Awûstûralyayê jî hin tişt tên gotin.
 
Ev hemû dewlet bi jenosîdê tên tawanbarkirin. Ji van hemû dewletan tu reaksîyoneke mezin derneket. Di qanûna ku li Frenseyê wê derkeve, ne Ermen ne jî Tirkiye tên binavkirin. Lê Tirkiyeyê înfialeke mezin dîyar kir, yekîtîyeke mîlî ji nuh ve ava kir. Li hember vê qanûna ku wê li Frenseyê derkeve AKP, MHP, CHP temama partîyên wan, heta temama rewşenbîrên wan, ev helwesta Frenseyê li dij azadîya ramanî qebûl kirin.
 
Ev ne tiştekî xwezayî ye, ewqas dewlet tên tawanbarkirin, reaksîyoneke mezin dernakeve holê, ji bo çi Tirkiye reaksîyoneke ewqas mezin û tûnd dîyar dike? Ji Serokwezîrê wan heta Serokê Komara wan, ji sazîyên wan yên sîwîl heta grûbên parlamena wan reaksîyonên tûnd dîyar kirin.
 
Jenosîda Sîstema Serwerîya Tirkan berdewam, berfireh, dûr û kûr e
Li vir ez ê îdia bikim ku, ji bo van dewletên din karê jenosîdê neheqîyên dîrokî ne, di dîrokê de mane. Ji bo Tirkan û Dewleta Tirkan karê jenosîdê ne karekî dîrokî ye, mijareke berdewam e. Ev dewlet, hîn jî vî karî didomîne. Ji ber vê yekê, gava ku li devereke dinyayê li hember jenosîdê gavek bê avêtin, ev dewlet wê gavê li hember xwe dipejirîne. Û bi ya min, di vî warî de jî ne neheq e. Yekî ku hîn jî karê jenosîdê bidomîne, wê pirtir xof bigire, bitirse ku hek ev çalakî bi ser keve ew ê xisarê jê bibîne.
 
Di dîroka her miletî de û heta di ya her dewletî de, gelek qetlîam, zor û zordestî hene. Di dîroka gelek dewletan de jenosîd jî heye. Lê ev karê qirêj ku di dîrokê de hatiye kirin, li dinyayê êdî di dîrokê de maye û bûye neheqîyeke dîrokî. Tirkiye, di vê meseleyê de, ji hemû dewletên dinyayê yên din cudatir disekine. Ji ber ku ew hîn jî vî karî didomîne, ji bo Sîstema Serwerîya Tirkan jenosîdkarî, terza hebûna vê sîstemê ye. Ev sîstem bêyî jenosîdkarî, nikare xwe nuh bike. Cudatîya di nav Dewleta Tirkiye û dewletên din de ev e. Bi ya min ji bo niqaşa jenosîda li Kurdîstanê, xala herî girîng ev e.
 
Di vê niqaşê de, Tayîb Erdoxan helwesteke tûnd girt, destnîşan kir ku tu dîroknas, tu sîyasetmedar nikarin di dîroka wan de jenosîdê bibînin, yên ku li jenosîdê digerin divê li dîroka xwe binêrin. Ev meydanxwendineke mezin e, divê em ji rêvebirên dewleta Tirkan bibirsin, sedema vî culhetî çi ye? Dewleteke ku li ser jenosîdê ava bûye, çawa dikare li hember dinyayê meydan bixwîne û bibêje ku di dîroka me de karekî wenî tune?
 
Gelek sedemên vê hene, lê ez dixwazim li ser du sedeman bisekinim. Yek jê ew e ku, muxatabên wê jî, di vî warî de ne destpaqij in. Temama dewletên kolonyalîst, di mijara qetlîamên girseyî de û di mijara jenosîdê de ne destpaqij in. Frense, di jenosîda Ermenan de jî xwedî mesûlîyet e. Vahakn N. Dadrian, ji bo helwesta dewletên Rojavayî ya di jenosîda Ermenan de wisa dibêje; “aktorên sîyaseta navdewletî, hek bi yekîtî û biryardayî mudaxeleyî zulma ku di hundirê dewletekê de nekin, dikare ji fêdeyê pirtir xisarê bide.” Li vir ew îşaretî sîyaseta dewletên Rojavayî, bi taybet jî ya Frense, Brîtanya û Rûsya dike ku, di serdema dewleta Osmanî ya dawîn de, him mudaxele kirin, ji Ermenan re şerdên jîyaneke azad xwestin, vê yekê jî tesîr li Ermenan kir, wek qawet ji xwe re pejirandin. Dadrian, bi vê sedemê, ji ber ku li vê helwesta xwe ya piştgirîyê xwedî derneketine, dawîya wê neanîne, helwesta dewletên Rojavayî ya di jenosîda Ermenan de tawanbar dike û wan jî di vî karî de mesûl dibîne. Yek jê ku ya Tayîb Erdoxan jê culhet distîne ev e.
 
 
Di sîyaseta Kurdan de tunebûna fahm û helwesteke zelal û hevpar
Ya din ku ez ê îro pirtir li ser wê niqaş bikim jî ev e: Di hundir tevgera sîyaseta Kurdîstanê de, di derheq mijara jenosîdê de, fahmekî zelal û muşterek tune. Tesbîtkirna sîyaseta jenosîda li Kurdîstanê, ne tenê tesbîteke dîrokî ye. Hek tu tesbît bikî ku jenosîd li qewmê te dibe, divê tu li hember vê jenosîdê planekê, nexşerêyekê û çalakîyan pêk bînî. Tenê gotina jenosîdê, ne karekî sîyasî ye. Yekî dîroknas an zanyar dikare tiştekî wisa bibêje, lê hek tu tevgereke sîyasî ya azadîya mîlî be, divê li hember vê jenosîdê tu xwedî nexşerê be, planek te hebe û li ser van tu xebata sîyasî bidomîne. Bawerîya min ew e ku, hek li hember jenosîda li Kurdîstanê nexşerê û planek li ber Kurdan hebûya û li gor wê tevbigeriyana, Tayîb Erdoxan bi rehetî nikaribû culhet bikira ku vê peyvê bibêje.
 
Li vir pirseke din jî heye, gelek rewşenbîr û sîyasetmedar bi awayekî optîmîstî him li AKP û him jî li dinyayê dinêrin. Dibêjin ku, “ji bo çi ev dewlet qebûl nake ku jenosîd li Ermenan kiriye? Bila nebêje me jenosîd kiriye, bila bibêje ku me qetlîamek kiriye û em uzrê xwe ji Ermenan dixwazin”. Bi salan e ev kadroyên optîmîst, vê tesbîtê dikin û bangî rêvebirên dewletê dikin ku werin vê helwesta xwe biguherînin. Lê tu guherandin di helwesta dewleta Tirkan de çênabe. Li vir lazim e em vê jî bipirsin, ji bo çi? Li gor min, sedema ku dewleta Tirkan nikare jenosîda Ermenan qebûl bike, karê dewletê yê li Kurdîstanê ye. Hek dewleta Tirkan li Kurdîstanê jenosîd nedomandiba, jenosîda Ermenan ji bo vê dewletê wê bibûya neheqîyeke dîrokî, wê hîn bi rehetî ev jenosîd bipejiranda, uzrê xwe bixwesta. Sedema ku dewleta Tirkan di qetlîamên Ermenan de, di jenosîda Ermenan de helwesteke ewqas tûnd distîne, hebûna vê dewletê ya li Kurdîstanê ye. Bi sedem ku karekî jenosîdî didomîne, nikare karê jenosîdê tenha di meseleya Ermenan de bihêle. Têdigihê û fahm dike ku bêyî çareserîya Kurdîstanê nikare neheqîya ku li Ermenan bûye, qebûl bike.
 
Ji bo dewleta Tirkan tê gotin ku sîyaseta red, înkar û qasî ku pêk tê îmhakirinê pêk tîne. Ev tesbîd rast e, feqet ev ne sîyaseteke arizî ye, ne sîyaseteke ku dikare bike jî neke jî, îdia min ev e ku ev terza hebûna vê sîstemê ye. Ev sîstem tenha dikare bi jenosîdê xwe nuh bike, tenha bi jenosîdê dikare hebûna xwe bidomîne. Cîyê ku aniha jî lê jenosîdê bi kar tîne jî Kurdîstan e. Heta ku pirsgirêka Kurdîstanê çareser nebe, ne pêkan e ku dewleta Tirkan bikaribe rûqalî rabirdûya xwe bibe. Ev jî têgîneke nuh ya van demên dawîn e, pir zêde tê bikaranîn. Hêvîdar im ku wê dem bimîne ku em li ser vê têgînê cardin bisekinin, bi Tirkî jê re dibêjin “yüzleşme”. Her kes ji hêla xwe ve bang li hukûmeta Tirkan dikin ku, “were em rûqalî rabirdûya xwe bibin”. Hek dem bimîne em ê di dawîyê de li ser meseleya “yüzleşmek” (rûqalbûn-rarûbûn) jî bisekinin.
 
Têgîna jenosîdê
Hevalên hêja, li vir peyva têgînê, bi wateya mefhûm, qawram ez bi kar tînim. Di vir de jî hin niqaş hene; têgîn, têgeh û hwd. Fikrên nuh tenha bi têgînên nuh pêkan in, ji bo ramanên nuh pêwîstî bi têgînên nuh heye. Esasen peyva jenosîdê jî, ji hewcedarîyeke wenî derketiye holê. Her têgîn di hundirê paradîgmayeke fikrî de bi wate ne, bi ya min têgîn bi serê xwe bêyî paradîgma bê wate ne û di paradîgmayên fikrî yên ji hev cuda de wateya têgînê jî cuda ye.
 
Di tevgera sîyaseta Kurdîstanê de, gava em li lîteratura xwe dinêrin; têgîna jenosîdê gelek car hatiye bikaranîn. Aniha em li lîteratura kîjan grûbê binêrin, em ê bibînin ku grûbên sîyasî yên Kurdîstanê, belkî bi dehan jenosîd li Kurdîstanê tarîf dikin; jenosîda Qoçgirî, Zîlan, Dêrsim, Mahabad, Helepçe, Enfal, Sînemaya Amûdê û hwd. Lê tu kes hewl nade ku, van bûyeran bi hev girêde û wek pêvajoyeke jenosîdê tarîf bike. Ji ber tunebûna vî fahmê zelal û muşterek, Ahmed Turk ê ku serokê Kongreya Civaka Demokratîk e, ji bo kuştina 35 kesên ji Roboskîyê têgîna jenosîdê bi kar anî, got ku ev jenosîd e. Bayram Bozyel ê ku serokê HAK-PARê ye, di bernameyeke telewîzyonê de got ku, kar û barên ku li hefsa Diyarbekirê pêk hatinin jenosîd e. Hevalên BDP-PKK-KCKyî dibêjin ku jenosîda sîyasî heye, jenosîda çandî heye, jenosîda ekolojîk heye. Di mijara jenosîdê de, bêserûberîyek di nav tevgera sîyasî ya Kurdîstanê de heye. Têgîn, ji bo fahmkirina bûyer û pêvajoyan pêwîst in, hek di têgînên sîyasî û civakî de, em ne bi hesasîyet bin, em rê li pêşîya fahmkirinê digirin. Hek têgîn di cî de neyên bikaranîn, rêya fahmkirinê jî li ber me digirin. Ji ber vê yekê, fikirandinên nuh bi têgînên nuh pêkan in û ev têgînên nuh jî divê cewaz bide ku em rasteqînîya li derveyî xwe çêtir û baştir fahm bikin, ne ku pêşî li me bigirin ku em rasteqînîya objektîf fahm bikin.
 
Wê bê bîra hevalên ku di temenê min de ne, di salên 1974-78an de, me bi du têgînan sîyaset dikir; yek jê ev bû ku Kurdîstan kolonî ye, ya duyem jî ev bû; mafê çepgirên Kurdan heye ku rêxistinên xwe yên cuda saz bikin. Ev netîca fahmekî bû, netîca fikirandineke nuh bû di tevgera Kurdîstanê de. Wateya vî fahmê nuh ev bû; em miletek in, welatekî me heye, çareserîya vê pirsgirêkê serxwebûn û yekîtîya Kurdîstanê ye. Ji vê fikirandinê derdiket ku, em bibêjin Kurdîstan kolonî ye û mafê me heye ku em rêxistinên xwe yên cuda ava bikin. Ev têgîn di van salên dawîn de, hinekî ji rojeva me derketin. Mesela, serxwebûna Kurdîstanê, yekîtîya Kurdîstanê, kolonîbûna Kurdîstanê ji rojeva me derketin.
 
Di mijara jenosîdê de û di hemû mijarên din de, berê peyv tunebû, pirtûka pîroz bi wê dest pê dike, dibêje ku berê peyv hebû, lê têgîna jenosîdê, peyva jenosîdê piştî bi sedan sal ketiye rojeva mirovatîyê. Ji ber vê divê em peyva jenosîdê û bûyerên jenosîdê yên di nav dîrokê de ji hev cuda bibînin û paşê wan li hev ragirin.
 
Jenosîd karekî modern û sîyasî ye, mutahîdê jenosîdê kolonyalîzm e
Bi ya min jenosîd karekî sîyasî ye, dema peyva jenosîdê tê bikaranîn tiştên ku tên bîra min ev in; qetlîamên mezin, xwînrijîyên gelek dijwar, zulm û zotdestîyên mezin. Lê ev cure bûyer, di kûrahîya dîrokê de her tim hebûne, di her du herbên cîhanê de bi dehan milyon însan hatine kuştin, di seferên Moxolan de, di yên Îskenderê Mezin de bi milyonan însan hatine kuştin. Dîrok bi xwe bi qetlîam û xwînrijîyên mezin ve tije ye. Ji bo çi ji bo van bûyeran peyva jenosîdê nehatiye bikaranîn? Temenê têgîna jenosîdê 64 sal e, lê ev bûyerên ku em qala wan dikin pêncsed sal berê ne.
 
Di qeneta min de, jenosîd karekî modern e, karekî sîyasî ye, ne karekî bêaqilane ye, ne karekî hin însanên teyş û dîn û beredayî ye. Berevajîya vê, karekî modern e, kar û barên jenosîdê bi modernîteyê ve girêdayî ye û dikarim bibêjim ku mutahîdên jenosîdê kolonyalîzm e, ew jî bi modernîte û modernîzmê ve girêdayî ye. Netewdewlet û avakirina netewdewletan berdewamîya kolonyalîzmê ye, netewedewletan ev îhale ji kolonyalîzmê dewr girtine û bi awayên xwe domandine. Di dîrokê de ji ber ku pêwîstî pê hebûye jenosîd hatiye bikaranîn, ne ji bo xerabî û nebaşîya hin mirovên xwînxwar ev kar derketiye holê. Di pêvajoya modernîteyê de ev kar pêwîst bûye, ev kar jî bi vî awayî ketiye rojeva mirovahîyê. Jenosîd karekî navendewlet e, karekî dewletan e. Tu grûb, tu eşîr, tu beşên civakî bi serê xwe nikarin karê jenosîdê bikin. Ji bo ku ev kar bibe aktorek lazim e, ev aktor jî dewlet e, aktorên jenosîdê dewlet in.
 
Binavkirin û cezakirina jenosîdê, karekî navdewletî ye. Ketina wê ya rojevê jî, bi globalîzasyonê ve girêdayîye. Lihemberderketin jî ne karê dewletekê ye, karekî navdewletî ye, jixwe gava em li pêvajoya globalîzmê binêrin, em ê bibînin ku sazî û dezgehên navdewletî, di serdema globalîzasyonê de derketine holê, zêde bûne, xurt bûne û bûne desthilatdar. Ji Cemîyetî Akwam bigirin û heta Dadgeha Cezayê ya Romayê, ev hemû dezgehên navnetewî yên globalîzasyonê û desthilatdarîyê ne.
 
Civakên ku tiştek in dibin hedefa jenosîdê
Di hedefa jenosîdê de kesayetî tune, jenosîd kolektîfan ji xwe re dike hedef û yên ku dibin hedefa jenosîdê, ne ku ji ber ku tiştek kirine dibin hedefa jenosîdê, ji bo ku tiştek in dibin hedefa jenosîdê. Ew dewleta ku dixwaze jenosîdê li ser civakekê pêk bîne, di hundirê wê civakê de lênagere ku kîjan baş e an nebaş e, kîjan sîyasetê dike an nake, kîjan oldar e kîjan ne oldar e, kîjan dewlemend e kîjan hejar e, li van taybetîyan qet nanêre. Dibêje ku tu ji vê civakê ye an ne ji vê civakê ye? Hek ji wê civakê be, ew di ber hedefa jenosîdê de ye. Tu taybetmendîyên şexsî nabe sedem ku tu bibe hedefa jenosîdê. Taybetmendîyên te yên wê civakê, dibe sedem û têrê dike ku tu bibî hedefa wê jenosîdê.
 
Di karê jenosîdê de xaleke girîng ya din jî heye; jenosîd bi qestî mahsûsa tê kirin, nêtkirin di karê jenosîdê de xala esasî ye. Li dinyayê tu jenosîd bi awayekî bêhemdî çênabe, artêşek jixweber an bi serê xwe jenosîdê çênake. Li paş jenosîdê qesteke taybet heye ku civakekê ji holê rake, ji bo jiholêrakirinê planeke taybet heye, ji bo pêkanîna vê planê jî dewlet û hemû sazî û dezgehên dewletê pêwîst in.
 
Heta ku hatiye gîhaştiye qonaxa jenosîdê, gelek têgînên din hatine niqaşkirin. Di serî de lazim e ez bibêjim ku, ji bo têgîna jenosîdê em deyhndarê Raphael Lemkin in ku ew yekî esilcihûdê Polonî ye. Lemkin wek teknîkên jenosîdê di heyşt xalan de dîyar dike, ev heyşt xal di nav lîteratuta me de jî cî bi cî tên bikaranîn, lê her yek bi serê xwe tê bikaranîn, lewra ez dixwazim qala van xalan bikim:
1- Qirikirina sîyasî.
2- Qirkirîna her tiştên zindî.
3- Qirkirîna hawirdor.
4- Qirkirîna însanan.
5- Qirkirîna çandî.
6- Qirkirîna etnîkî.
7- Qirkirîna aborî.
8- Qirkirîna civakî.
Lemkîn, van xalan wek teknîkên jenosîdê pêşnîyar dike. Karê jenosîdê karekî gelepmerî ye, karekî total e, karekî global e. Ev kar bi van teknîkan pêk tê. Di lîteratura me de, di van salên dawîn de jenosîda sîyasî jî pir zêde bûye, qirkirina sîyasî dibe, lê jenosîda sîyasî nabe. Qirkirina sîyasî teknîkeke jenosîdê ye, gava em bibêjin jenosîda sîyasî em gelemperîya jenosîdê paşguh dikin û teknîkeke jenosîdê dixin dewsa jenosîda ku bi gelek teknîkan pêk tê. Jenosîda çandî di lîteratura me de pirtir cî digire, qirkirina çandî jî di nav karên jenosîdê de teknîkek e.
 
Jernosîd û hin têgînên din; qetilam, kokbirî, asîmîlasyon, denasyonalîzasyon, barbarî, wandalîzm, sûcên li dij mirovahîyê
Jenosîd, bi hin têgînên din jî re têkildar e û gelek caran jî di şûna hev de tên bikaranîn. Ji bo fahmekî jenosîdê yê zelal û hevpar divê em qala wan jî bikin. Yek jê qetlîam e ku em jê re dibêjin qetilam, di Kurmancîya nuh de jê re komkujî an komelkujî jî tê gotin. Qetilam ew e ku bi hejmareke zêde însan tên kuştin. Qetilamên mezin hene, yên biçûk hene, her qetilam ne jenosîd e, ji bo jenosîd pêk bê qetilam ne ferz e. Ji bo rasteqînîya miletekî ji holê rabe, ji bo ku civakek bê qirkirin qetilam ne pêwîst e. Di temama kar û barên jenosîdê de qetilam xwiya dike, lê ne ku hek qetilam tunebe ew kar û bar nabe jenosîd. Her qetilam ne jenosîd e û ji bo em ji kar û barekî re bibêjin jenosîd, qetilam ne ferz e. Qetilama li Dresdenê ya ku Brîtanya û Frense dused hezar însan kuştin, qetiameke pir mezin e. Kuştina sî û pênc gundîyên me yên li ser sînor jî qetilam e, lê ne rast e ku em ji her qetliamê re bibêjin ev jenosîd e.
 
Wê rojê mamoste Şemsedîn qala peyva “kokbir”ê kir, bi ya min em dikarin vê peyvê di şûna “etnîk temizlik”a Tirkî de bi kar bînin. Vê yekê jî bi tena serê xwe em nikarin wek jenosîdê bi nav bikin. Kokbirîya etnîkî bi qetilam jî dibe û bê qetilam jî dibe. Li ser qirkirina Pontûsan ev niqaş heye, li wir kokbirîyeke etnîkî pêk hatiye, ev jenosîd e an ne jenosîd e, cîyê niqaşê ye.
 
Asîmîlasyon heye, hek dem bimîne ez dixwazim em li ser vê jî niqaş bikin. Di lîteratura kevn de, asîmîlasyon wek denasyonalîzasyon tê bikaranîn. Cara yekem ez di pirtûka Zîya Gokalp de li vê peyvê rast hatim, di wê pirtûkê de asîmîlasyon jî denasyonalîzasyon jî tê bikaranîn. Hek civakek ji hemû taybetmendîyên xwe yên netewî bêpar bê hiştin û cudatiyên wan yên ji civakên din ji holê bê rakirin ev denasyonalîzasyon e û bi ya min ji asîmîlasyonê baştir watedar e. Lemkin li ser vê jî sekiniye, ango heta ku gîhaştiye têgîna jenosîdê, fikiriye ku têgînên wek asîmîlasyon û denasyonalîzasyonê hene, gelo pêwistî bi têgîneke nuh ango jenosîdê heye an na? Lemkin, dibêje ku ev denasyonalîzasyon an jî asîmîlasyon tenê rûdaneke jenosîdê tarîf dike, ev têgîn jî tenê bêparhiştina nirxên mîlî îzah dikin.
Têgînên din jî hene, wek mînak; Almanîzekirin, li vir em dibêjin Tirkîfîzekirin (Türkleştirme). Ev jî civakekê ji xwe re dike hedef ku nirxên xwe yên mîlî empozeyî wê civakê dike.
Di nivîsên Lemkin yên ewil de, ev her du rûdan bi hev re wek jenosîdê tên tarîfkirin. Him tu yê civakekê ji nirxên wê yên mîlî bêpar bihêle û him jî tu yê nirxên xwe li ser wê ferz bike û empozeyî wê bike.
Têgîna barbarî heye, Lemkin di 1933yan de di konferanseke huqûqî de vê têgînê pêşnîyar dike, ji bo qirkirina Suryanan ya 1933yan. Cîyê Suryanan di gelek cî de wek Simile (Sêmêlê) derbas dibe, ev der nêzîkî sînorê Sûrî ye û aniha di bin serwerîya Başûrê Kurdîstanê de ye. Di sala 1933yan de Suryanên wê deverê doza mafên xwe yên mîlî dikin, dewleta Iraqê bi awayekî hovane êrîşî ser wan dike û tê gotin ku li wir bi qasî 3-5 hezar Suryan tên kuştin. Suryan aniha jî wê rojê wek roja bîranîna şehîdên xwe bi bîr tînin. Lemkin, di vê civînê de ji bo vê bûyerê têgîna barbarî pêşnîyar dike, lê nayê pejirandin. Lemkin, li gel barbarîyê têgîna wandalîzmê pêşnîyar dike. Wandalîzm, nêzîkî têgîna qirkirina çandî ye ku çi nirx hebe, dide ber xwe û ji holê radike.
Ev hemû ji bo çi girîng in? Tenê bi perspektifeke dîrokî em dikarin bûyer û pêvajoyan serast bi nav bikin. Jenosîd jî di van merhaleyan re derbas dibe û tê dibe têgîn.
Têgîna jenosîdê bi sûcên li dij mirovahîyê re jî têkildar e. Di neteweyên Yekbûyî de ev niqaş jî tê kirin. Dibêjin ku jixwe sûcekî li dij mirovahîyê heye, çima em ê bi navê jenosîdê vî sûcî tarîf bikin? Têgîna sûcên li dij mirovahîyê, cara yekem di sala 1863yan de ji teref Lincolnê serokdewletê Emerîkayê tê bikaranîn. Paşê di sala 1907an di Konwansîyona Laheyê de derbas dibe. Ji bo niqaşa me ya herî muhîm ev e: Di sala 1915an de Frense, Brîtanya û Rûsya bi hev re deklarasyonekê diweşînin û di vê deklarasyonê de wisa dibêjin: Ev helwesta Osmanîyan ya li hember Ermenan, sûcê li dij mirovahîyê ye, divê em vî sûcî ji sûcê herbê cuda binirxînin. Ev her sê dewlet, li paş vê deklarasyona xwe jî disekinin, dewleta Osmanî mecbûr dikin ku ji bo qirkirina Ermenan dadgehan saz bike, sûcdarên vê bûyerê bên dadkirin. Di van dadgehan de gelek failên vê bûyerê tên girtin, cezakirin, surgûnkirin, heta hin ji wan tên darvekirin jî. Ev têgîn di sala 1915an de ji hêla van her sê dewletan ve tê pêşkêşkirin.
 
Konwansîyona 1948an
Em werin ser konwansîyona ku di sala 1948an de, di civîna Neteweyên Yekbûyî de hatiye pejirandin. Di sala 1951ê de ev konwansîyon êdî hatiye bikaranîn. Ji bo vê konwansîyonê Samantha Power, di pirtûka xwe de dinivîsîne ku, konwansîyona jenosîdê xebata mirovekî ye, ev mirov jî Lemkin e. Di wê çaxê de hemwelatîyê Emerîkayê ye, di hemû civînên navdewletî yên huqûqî de cî digire. Ji 1946an heta 1948an, Lemkin ji bo pejirandina vê konwansîyonê, bi tena serê xwe ji temama dewletan pirtir çalak e. Yên ku di serî de, di civîna Neteweyên Yekbûyî de, di sala 1946an de, ev konwansîyon pêşnîyar kirine Kuba, Panama û Hîndîstan in. Piştî niqaşên du salan ev hatiye pejirandin. Di destpêkê de 24 xalên vê konwansîyonê hebûne, piştî niqaşan daketiye 19 xalan. Di mesûlîyetgirtina vê konwansîyonê de berê îmzekirin heye û paşê jî tesdîqkirin heye. Gelek dewletan di destpêkê de ev konwansîyon îmze kirine lê di parlamentoya xwe re derbas nekirine ango tesdîq nekirine û jê berpirsîyar nebûne. Hin dewletan, di serî de him îmze kirine û him jî tesdîq kirine. Lîsteya van dewletan heye, hek hewce be ez dikarim ji we re bixwînim. Di vir de helwesta Dewletên Yekbûyî yên Emerîkaya (DYE) pir balkêş e. Yek ji îmzekerên ewil DYE ye, lê di sala 1988an de tesdîq kiriye. DYE, çil salî sekiniye.
 
Etîmolojîya jenosîdê
Li ser etîmolojîya vê têgînê jî niqaşek heye. Dibêjin ku ev têgîn, ji “genos”a Yûnanî û ji “sîd”a Latînî pêk hatiye. Wateya “genos”ê nijad, netew û hwd e, wateya “sîd”ê jî kuştin e. Tirkan jî ji ber vê yekê peyva “soykırım” çêkirine. Îtirazek heye ku ev ne ji “genos”a Yûnanî hatiye, ev ji “genesîs”a Latînî hatiye. Ev îtiraz jî li ser niqaşa di derbarê bervirehîya vê têgînê de derdikeve holê. Hek tu “genos” wek esas bigirî, di konwansîyonê de civakên olî jî dikevin ber jenosîdê, wê çaxê divê ev li derve bimîne. Di civînên Neteweyên Yekbûyê de ev yek tê niqaşkirin. Dibêjin ku, divê em bervirehîya vê têgînê ji etîmolojîya wê derxin. Madem ku ev têgîn ji “genos” tê, divê em wê bi vê sînor bikin, tenê qirkirinên mîlî, etnîkî û nijadî dibin jenosîd. Yên ku dixwazin qirkirinên sîyasî, çandî û hwd jî tev li têgîna jenosîdê bikin û vê têgînê berfirehtir bikin, etîmolojîya jenosîdê ne bi “genos”ê bi “genesîs”ê tarîf dikin. Wateya “genesîs”ê bûyin e, di Tewratê de wek “tekvin” û bi Tirkî jî wek “oluş” tê binavkirin. Gava tu etîmolojîya jenosîdê wek “genesîs” bipejirînî, tu dikarî wan tiştên din (sîyasî, çandî û hwd) jî têxe nav têgîna jenosîdê.
 
Di vê mijarê de hin niqaş di nav Sowyet û dewletên din de hene. Sowyet tiştekî dixwaze û tiştekî jî red dike. Di tarîfa ewil de, grûbên etnîkî, nijadî, sîyasî, olî û yên din hene. Sowyet li dijî beşa sîyasî derdikeve û bi israr dixwaze ku qirkirina çandî di konwansîyonê de hebe. Sowyet, ji ber hin sedeman naxwaze ku qirkirinên sîyasî di konwansîyonê de hebin, hin argumantên wan hene û di derheq wan de hin îdia hene. Ji ber ku Stalîn qirkirinên sîyasî kirine, Sowyet naxwaze ku ev xal di nav konwansîyonê de hebe. Bi taybet Emerîka û Brîtanya û hin dewletên din jî li hember qirkirina çandî derdikevin.
 
Konwansîyona 1948an ne dokumenteke zanistî ye û ne dokumenta Lemkin e jî. Ev dokumenteke sîyasî û dîplomatîk e, bi lihevkirina huqûq û sîyasetê derketiye holê. Ji bo ku dewlet bikaribin li ser vê konwansîyonê li hev bikin, her dewletê ji hêla xwe ve mudaxele kiriye, piştî van niqaş û mudaxeleyan ev konwansîyon ji teref Neteweyên Yekbûyî ve hatiye pejirandin.
 
Dokument û peymanên navdewletî, ji bo me ne referansên rastîyê ne. Di karên sîyasetê de hin realîte hene, ji bo têkilîyên navdewletî hin sazî û dezgehên navnetewî pêwîst in an jî realîte ne, tu mecbûr î ku bi wan re têkilîyan saz bikî. Lê hek tu li pê rastîyê be, hek tu li rastîyê digerî, ev dokument an jî peymanên navdewletî ji bo me nabin referansên rastîyê. Divê em bikaribin ku wan jî rexne bikin û xwe bispêrin heş û wîjdanê xwe. Hek em konwansîyonên navdewletî ji xwe re bikin referans, em ê ji rastîya welatê xwe dûr bikevin.
 
Rojhilata Nêzîk: Herêma jenosîdê
Hevalên hêja, ez dixwazim jenosîda li Kurdîstanê, di sê xalan de niqaş bikim. Yek jê xala herêmî ye, dudu taybetmendîyên Sîstema Serwerîya Tirkan e, sisê kar û barên vê sîstemê yên li Kurdîstanê ye.
 
Em ê ku derê ji xwe re wek herêm bihesibînin? Pirseke wer li holê ye. Di vî 40-50 salên dawîn de, rewşenbîr û sîyasetmedarên Kurdan jî, miletê Kurd wek miletê Rojhilata Navîn tarîf dikin; Kurdîstanê jî wek welatekî Rojhilata Navîn tarîf dikin. Ev tarîf bi awayekî li ser me hatiye ferzkirin. Û mixabin nayê muhakemekirin. Li dinyayê Rojhilat aniha du beş e; Rojhilata Navîn û Rojhilata Dûr. Hek em bi heşekî, mantixekî pir sivik lêbinêrin; cîyekî navîn û dûr hebe, divê nêzîk jî hebe. Dema em programa karê xwe çêdikin, em dibêjin merhaleye nêzîk, navîn û dûr.
 
Berê Rojhilat ji sê beşan pêk dihat; Rojhilata Nêzîk, Rojhilata Navîn û Rojhilata Dûr. Ev binavkirin ji derve (exonym) bû, ne ku Rojhilatîyan ev nav li xwe dikirin. Rojavayîyan ev nav li herêma wan kirine. Bi Bîzansîyan ev binavkirin dest pê kiriye. Bîzansî axa xwe ya li rojhilatê Bîzansê (Stenbolê) wek Anatolia (Anadolû) bi nav dike, Anatolia, axa Bîzansîyan ya ku li rojhilatê Stenbolê ye. Cîranê Bîzansîyan yên li rojhilat, cîranê yekem yê sererast Rojhilata Nêzîk e, yê ji Rojhilata Nêzîk wêde Rojhilata Navîn e û jê wêdetir jî Rojhilata Dûr e.
 
Heta salên 1930yî, di lîteraturê de jî binavkirin wisa bû. Ji wan salan vir ve, Rojhilata Nêzîk ji tedawulê rabûye û tu kes jî lê nafikire ku ev Rojhilata Nêzîk bi ku de çûye. Piştî ku Rojhilata Nêzîk ji tedawulê rabûye, nêvîyê Kurdan bûye qewmê Rojhilata Navîn û ji sedî 42yê wan (Kurdên Bakur) jî bi awayekî wek Rojavayî hatine qebûlkirin.
 
Li vir divê ez bibêjim ku, ev ne meseleya binavkirinê ye, Rojhilata Nêzîk bi serê xwe herêmek di nav rojhilat û rojava de ye. Çanda vê herêmê û çanda Rojhilata Navîn ne wek hev in. Awayên sîyasetê yên li vê herêmê û yên rojhilat û rojava jî ne wek hev in. Herêmek derbasbûyinê ye, wek pirekê ye, di nav rojhilat û rojava de wek pirekê ye.
 
Di der heq karê Rojhilata Nêzîk de Konferansa Lozanê
Ev têgîn cara dawîn di dokumentên fermî de, di Peymana Lozanê de derbas dibe. Hun dizanin ku Peymana Lozanê ji hêla Tirkan ve fetîşîze dibe, peymaneke gelek maqûl û peymana dameziranêr ya dewleta Tirkan tê qebûlkirin. Feqet tiştekî xerîb e, Tirk navê vê peymanê yê bi giştî tu caran nabêjin, tenha dibêjin Peymana Lozanê. Navê vê peymanê yê fermî ev e; di derheq karê Rojhilata Nêzîk de konferansa Lozanê (Yakındoğu işleri hakkında Lozan Konferansı). Ji vê hînê em fahm dikin ku serdestên herba cîhanê, ji bo tanzîmkirina Rojhilata Nêzîk ev konferans li dar xistine, ji bo pirsgirikên Rojhilata Nêzîk çareser bibin ev konferans li dar ketiye.
 
Feqet di netîceya vê konferansê de Rojhilata Nêzîk ji holê rakirine. Sîstema dewletan ya piştî herba cîhanê, Rojhilata Nêzîk û Rojhilata Navîn li dar xistine, bi vê sîstema dewletan herêmek ji holê rakirine. Esasen hek tu bi fahmê jenosîdê lêbinêrî, ev jenosîda herî mezin e, herêmek bi tevayî ji holê rabûye, êdî Rojhilata Nêzîk nema tê bikaranîn.
 
Baş e, Rojhilata Nêzîk esaasen ku der e? Ev peyvên wenî hinekî rolatîf in, sînor hinekî vir de wê de tê û diçe; lê esaasen ji rojhilatê Bahra Reş heta rojhilatê Bahra Spî ye. Wek cografya Rojhilata Nêzîk, ev der e. Hek wek welat em bijimêrin; Ermenîstan, Kurdîstan û Kîlîkya ne. Ev her sê welat, Rojhilata Nêzîk teşkîl dikin. Temama şerê Rojhilatî û Rojavayîyan li vê herêmê diqewime, Rojhilatî û Rojavayî ji bo ku zora hevdu bibin herb dikin, lê herba wan di vê herêmê de ye û bi giranî jî li Kurdîstanê ye.
 
Ez dikarim bibêjim ku Kurdîstan, welatê navendî yê Rojhilata Nêzîk e. Bi avakirina sîstema dewletan ya nuh ve, ev Rojhilata Nêzîk ji holê rabû, Kurdîstan hat dabeşkirin, sê beşên Kurdîstanê êdî wek perçeyên dewletên Rojhilata Navîn hatin qebûlkirin, beşa wê ya mezin, bakurê Kurdîstanê jî wek perçeyekî sîstema Tirkan ya Rojavayî hat qebûlkirin.
 
Ev der ango Rojhilata Nêzîk, mekanê jenosîdê yê dewleta Tirkan e. Ji hin dewletan re deverên nifûzê hene, wek bakurê Efrîkayê herêma nifûzê ya Frenseyê ye. Herêma jenosîdê ya dewleta Tirkan jî Rojhilata Nêzîk e. Temama karû barên jenosîdê li vir qewimîne. Jenosîda Ermenan li vir e, komkujiya Pontûsan li vê herêmê ye, jenosîda Ermenên li Kîlîkyayê li vê herêmê ye. Xalek din jî ew e ku Nûsayrî jî gelê vê herêmê ye. Wek ku hun dizanin Nûsayrî di nav Tirkiye û Sûrî de du beş bûn, çîyayên Nûsayrîyan di nav dewletên Tirkiye û Sûrî de wek sînor hatiye qebûlkirin, nêvîyê wan li hêla Tirkan mane, li bajarên Antakya û Mersînê mane, li wan deran bi cî bûne. Yên li Sûrî jî bi giranî li derdora Tedmır û Lazkiyê mane. Li Tirkiyê Nûsayrî wek Şîî an Alewî tên binavkirin. Bawerîya wan a olî nêzîkî ya Alewîtîyê ye, ew û Sersorên Dêrsimê, tam ji sedî sed ne di bawerîyek olî de bin jî, muşterekên wan yên olî gelek in, Nûsayrî jî di vê herêmê de ne.
 
Ev herêm bi ya min, ji bo fahmkirina pirsgirêka Kurdîstanê jî, ji bo jenosîda sîstema Tirkan jî, fahmkirina vê herêmê û jiholêrakirina vê herêmê, kilîda fahmkirinê ye. Ji ber vê yekê divê em li ser bifikirin.
 
Gelek caran têgînek, koka fikirandina me diguherîne. Bawer im 7-8 sal berê, li ser mijara Rojhilata Nêzîk ez fikirîm. Ji wê çaxê vir ve, kî li cem min dibêje “em ji Rojhilata Navîn in”, ez diqehirim û dibêjim, “na em ne ji Rojhilata Navîn in, em ji Rojhilata Nêzîk in.” Bawer bikin ku têgîna Rojhilata Nêzîk, gelek tesîr li ray û ramanên min kir û helwesta min a sîyasî jî bi vê têgînê hat guhertin. Ji bo wê jî, ji hevalan re pêşnîyar dikim ku, miletê Kurd wek miletekî Rojhilata Nêzîk, Kurdîstanê jî wek welatekî Rojhilata Nêzîk tarîf bikin û bifikirin, hun ê bibînin ku, ev yek gelek guherandinan di ray û ramanên mirov de çêdike.
 
Taybetmendîyên Sîstema Serwerîya Tirkan
Hevalno, di vir de alozîyeke fikrî jî heye, di serî de jî min qal kiribû. Bi salan me got kolonyalîzm, lê gava me digot kolonyalîzm jî, me hin tişt îzah nedikir. Gava me digot ku Kurdîstan Kolonî ye jî hin valahî hebûn. Valahîya ku hebû çi ye? Kolonî bi xwe jî statuyek e, gelên kolonî xwedîyê statuyekê ne, ew statu jî bi terma kolonî ve hatiye ifadekirin. Welatek, miletek heye ku ji teref dewletên kolonyalîst hatiye dagirkirin, di binê serwerîya wê dewletê de ye, ev binavkirin wê rewşê dîyar dike.
 
Di têkilîyên Sîstema Tirkan û Kurdîstanê de ev yek tune. Temama zulm û zordarîya kolonyalîzmê heye, dagirkeriya sîstemê ya li Kurdîstanê heye, feqet vê sîstemê statuyek nedaye Kurd û Kurdîstanê. Gava ku mamoste Beşîkçî dibêje ku Kurdîstan ne kolonî ye jî (Kürdistan sömürge bile değil), qesta wî ev e. Li vir analîzeke nuh, fahm û têgîneke nuh pêwîst e.
 
Sîstema Serwerîya Tirkan jenosîdkar e
Ez, ji bo Dewleta Tirkiyê, Sîstema Serwerîya Tirkan bi kar tînim û lê zêde dikim ku ev sîstem, sîstemeke jenosîdkar e. Ji ber ku ev sîstem jenosîdkar e, tu satatu nedaye miletên ku li wan hukum dike û îşareta her statuyê ji bo xwe wek mirinê dibîne. Bi ya min ev encama sîstemê ya jenosîdkar e. Kolonyalîzm li gelek deverên dinyayê heye, sûcekî li dij mirovatîyê ye, qirêj e. Lê tew nebe kolonîyên xwe nas dikin, bi nav dikin û statuyekê didin wan. Di dagirkerîya Sîstema Tirkan de ev tune, ev cure kolonyalîzma vê sîstemê, bi jenosîdkarîyê ve mumkun e. Ji ber ku jenosîdkarî karakterê vê sîstemê ye, tu statuyê jı tu kesî re qebûl nake, tenê ew xwedî statu ye. Bêstatukirin bi xwe, yanî gava tu miletekî bêstatu bihêle, esasen ev bi xwe jenosîd e. Yanî tu statuya wî miletî, wî welatî tu qebûl nakî, rasteqînîya wî ya mîlî û welatî tu dixwazî ji holê rakî, li gor min ev kar bi xwe karekî jenosîdî ye. Ez dixwazim vê pirsî bikim; tu temama Kurdan bikujî, tu qetlîamên mezin li Kurdîstanê bikî ev jenosîd e, baş e tu tenê Kurdekî jî nekujî û tu Kurdîtîyê bikujî, ev jenosîd e an ne jenosîd e? Di jenosîda Kurdîstanê de pirsa sereke ya ku ez dipirsim ev e û bersîva min ev e ku, tenê Kurdekî nekuje jî, hek Kurdayetîyê bikuje ev jenosîd e. Tu komunîteyekê ji holê radikî û tu dixwazî li rûyê erdê nasnameyeke wenî nemîne, di bin serwerîya te de komunîteyeke wenî nemîne, ez bersîva vê pirsê bi êrênî didim û dibêjim ku tenê Kurdek neyê kuştin jî, karê Sîstema Tirkan daye ber xwe ku Kurdîtîyê ji holê radike, aîdîyeta rasteqînîya vî miletî ji holê radike, ev bi xwe karekî jenosîdê ye.
 
Komara Tirkiyeyê tesadufeke tarîxî ye, ne berdewama tarîxeke xwezayî ye
Ez ê di sê-çar xalan de jî qala Sîstema Serwerîya Tirkan bikim. Dîroka Tirkan ya fermî, avakirina vê dewletê bi herbeke mîlî îzah dike. Dibêjin ku ji Gulana 1919an heta sala 1923yan me şerekî mîlî daye, di netîceya vî şerê mîlî de jî, me ev cumhûrîyet ava kiriye. Ji xêndî Tirkan, tu gelên ku ji împaratorîyê mane, ne xwedîyê tezeke wisa ne. Wek nimûne; di herba cîhanê ya yekem de, împaratorîya Almanî jî belav bû, di şer de têk çû û bi Peymana Versayê ku dibêjin ji bo Almanan ev sedema herba cîhanê ya duyem e, gelek zordestî li Almanan hat kirin. Feqet nehat bîra tu Almanî ku vê herba ku tê de têk çûne wek herbeke mîlî biparêzin. Împaratorîya Awûstûrya-Macarîstan jî di herba cîhanê ya yekem de têk çû, nehat bîra wan jî ku vê xisara xwe, vê têkçûn û biçûkbûna împaratorîya xwe wek herbeke mîlî tarîf bikin.
 
Tenha hat bîra îdeolog û sîyasetmedarên Tirkan ku wek împaratorîyekê ketine herbekê, di wê herbê de têk çûne, kîjan împaratorî di kîjan şerî de têk here ew ê hin xisaran bibîne; ax, aborî, hêza leşkerî û gelek tiştên din yên împaratorîyê wê kêm bibin. Ev tiştekî xwezayî ye, lê Tirkan ev berovajî kiriye; mayina xwe ya li ser lingan, tiştên ji împaratorîyê di dest wan de mane, wek herbeke mîlî tarîf kirine. Yek jê, divê ev bê redkirin, tiştekî wenî li holê tuneye. Hun împaratorî bûn, hun ketin herbekê û we wenda kir, hun têk çûn. Ji ber ku we wenda kir, hun ê bedela wendakirinê jî bibînin. We şer kiriye ku hun sînorê xwe biçûktir nekin, temama hedefa şerê ji 1919an heta 1923yan ev e û Mîsaki Mîlîya wan jî ev e. Mîsaki Mîlî dibêje ku, gava peymana mutarekê hat îmzekirin, çi axa di bin serwerîya dewleta Osmanî de maye, em ji wê tawîz nadin. Ev peymana mutarekê, peymaneke kolonyalîst e, ew peyman ji xwe re kiriye referans û dibêje ku ez ji wir şûn ve gavê navêjim. Çi eleqeya vê helwestê bi herba mîlî re heye? Te xwestiye ku tiştên ku tu wenda dikî li derekê bisekinîne, temama wateya herba ji 1919an heta 1923yan ev e. Jixwe ev dewama herba yekem e, herba yekem di 1918an de bi derbekê naqede, erê Konferansa Parîsê ya Aşitîyê çêdibe, nîzama piştî herbê li wir tê tayînkirin, lê wek depremên ku li pê deprema sereke pêk tên, herba cîhanê ya yekem hîn didome, pirtir jî li herêma me ev şer didome, li Rojhilata Nêzîk ev şer didome.
 
Ev sîstem perçeyekî sîstema cîhanê hatiye qebûlkirin, serdestên herba cîhanê ya yekem, nîzameke dewletê li ser dinyayê ferz kirine û bingeha vê nîzamê jî li Konferansa Aşitiyê ya Parîsê hatiye danîn, hin dezgehên navdewletî ava kirine; Cemîyetî Akwam (bi Kurmancî em dikarin bibêjin Koma Miletan), yek ji wan dezgehan e. Bi destê vê dezgehê sîstemeke dewletê li herêma me ava kirine. Komara Tirkiyê, perçeyekî vê sîstemê ye, avakerên vê sîstemê xwestine ku, wek dewama Osmanî dewletek bibe perçeyekî vê sîstemê, ne ku bi hêz û şerê îtîhatçiyan an beşê wan yê mînîmalîst ku ji wan re dibêjin Kemalîst, ev dewlet ava bûye, ev dewlet perçeyekî vê sîstemê ava bûye.
 
Li vir hewceyî gotinê ye ku, di despêka şerê herba cîhanê yê yekem de, jiholêrakirina dewleta Osmanî yek ji hedefên Mutefîkan bû û Mutefîkan jî li ser vê li hev kiribûn jî. Rûsya, Brîtanya û Frense, paşê Îtalya jî tev li wan bû, wan li hev kiribûn ku piştî herbê hek em bi ser kevin, em ê li vê herêmê dewleteke Osmanî li holê nehêlin. Heta tê gotin ku di sala 1913-14an de, gava Wilson dibe serokdewletê Emerîkayê, jê tê pirsîn ku, ma em konsolosxaneyekê li Stebolê li dewleta Osmanî jî venekin? Bersîva Wilson pir balkêş e; dibêje ku “ma bi vî navî dewletek wê bimîne? Çawa be piştî herba cîhanê ev dewlet wê ji holê rabe, em belasebeb konsolosê xwe neşînin wê derê”. Di herba yekem de heşê Rojavayîyan yê di derheq Osmanîyan de ev bû. Heta Şoreşa Rûsyayê (Ocktober), di hedefa mutefîkan de ev hebû ku wê axa Osmanîyan di nav xwe de par bikin û dewleta Osmanî wê li rûyê erdê nemîne. Ya ku di serî de ev plan xera kiriya Şoreşa Rûsyayê ye. Piştî vê şoreşê, Sowyet ji vê tifaqê vekişiyaye. Piştî ku împaratorîyên Alman, Awûstûrya-Macarîstan û Osmanî têk çûn, di nav mutefîkan de şer dest pê kiriye, êdî şerê esasî di navbera Brîtanya û Sowyetê de ye, yên ku berê hevalên hev bûn, ji nuşka ve dibin dijminên hev. Brîtanya û temama dinyayê jî, di serî de Şoreşa Oktobrê pir girîng nabînin û li bende ne ku ew ê di demeke nêzîk de têk here. Lê di salên 1921-22an de dewletên cîhanê êdî qebûl dikin ku ev dewlet wê li ser lingan bimîne. Ji ber vê yekê, ji bo Brîtanya û Fransa li hember Sowyetê dewleteke tampon pêwîst dibe, ji bo balansa hêzên cîhanê yên nuh, ji bo pêşîlêgirtina komunîzm û Sowyetê, li herêmê dewleteke tampon bi dilê wan e, vî hesabî dikin. Ji hêla Sowyetê, hek qebûl bike ku ev dewama împaratorîya Rûsyayê ye, Osmanî di hedefa Rûsan de bû ku ji holê bê rakirin, cîyê Osmanî ji alîyê Sowyetê tê guherandin, li hemberî hucûmên dewletên emperyalîst, dewleteke tampon li wir hebe, ji bo Sowyetê baştir e. Îtalya, hun dizanin ku ew deverên Ege û heta perçeyekî Behra Spî jî dabûn Îtalyayê ku di 1915an de ew jî li gel mutefîkan beşdarî herba cîhanê bibe, feqet di dawîya herbê de, Brîtanya çavê xwe bera wê herêmê da, Îtalya ji vê tifaqê vekişiya û tê gotin ku ji hemû civînên di nav mutefîkan de çêdibûn, Îtalya hêzên Kemalîst haydar dikir.
 
Di netîceya van guherinan de ev Sîstema Serwerîya Tirkan derketiye holê, bi dînamîkên Tirkiye yên hundir, bi şerê wan yê mîlî ev dewlet ava nebûye. Ev dewlet, perçeyekî sîstema dewletan ya nuh ku ji teref Rojavayîyan ve tê avakirin derdikeve holê, perçeyekî wê ye û bi van guherandinên balansa hêzên dinyayê derketiye holê. Ji ber vê yekê, ez wer dinirxînim ku Komara Tirkiyeyê, tesadufeke tarîxî ye. Ne berdewama tarîxeke xwezayî ye, tesadufek tarîxî ye û li ser vê tesadufê ava bûye û dewam kiriye.
 
 
Aloktonên ku ev sîstem ava kirine (Asli Unsur); Tirk, Cihûd û Çerkez.
Ez ê çend xalên din jî bînim ziman. Yek jê ev e ku ev sîstem xwe dispêre kê? Ji bo spartekên li paş vê sîstemê gelek niqaş hene; xwe dispêre bûrjûwayê tîcaretê, xwe dispêre tifaqa gundî û taciran, xwe dispêre brokrasîya sîwîl û leşkerî û hwd. Gelek niqaşên wenî hene, ez dixwazim li vir niqaşeke din bikim. Wek milet, wek gel, wek etnîsîte ev Sîstema Serwerîya Tirkan xwe dispêre kê? Spartekên vê dewletê yên etnîkî kî ne? Dixwazim di vî warî de çend gotinan bêjim, ji bo wê jî gerek em denklemên kevn xera bikin. Yek ji wan denkleman ev e ku şerê 1919-1923yan wek şerê Muslum û Xêrîmuslum tê tarîfkirin ku temama gelên Musliman bi hev re tifak çêkirine û şerê Xêrîmusluman kirine, heta ji me jî gelek kes dibêjin ku Kurd jî Musluman in û pê xapiyanin, gotinin ku em jî Musluman in ew jî Musluman in, lewra divê em bi kafiran re şer bikin. Bi ya min ev denklem ji kok ve şaş e. Denklema 1919-23yan ne denklema Muslum û Xêrîmusluman e, denklema alokton û otoktanan e. Ew gelên ku ji dûr ve hatinin û erdekî nuh ji xwe re wek welat pejirandine alokton in, ew gelên ku ji kevn ve li ser erdê xwe dijîn jî otokton in.
Di vir de yên her du denkleman jî xera dikin hene, denklema Muslum-Xêrîmuslum Cihûd (Yahûdî) xera dikin, bi sebeb ku Cihûd ne Muslum in lê bi Musluman re meşiyane, di nav Musluman de cî girtine, him rêvebirîya şerê 1919-23yan kirine, him di îdeolojîya Komara Tirkiyeyê, him jî di wêjeya Komarê ya piştî 1923yan de, tevî ku ne Muslum in jî serokatîya vê dewleta ku wek Muslum tê pejirandin kirine.
 
Yên ku vê denklema alokton û otoktonan xera dikin jî Kurd in. Esasen divê bê dîtin ku di hedefa vê grûbê de tasfîyekirina otoktonan heye, gelê ku herî zêde hedefa vê êrîşê jî Kurd in, lê em dibînin ku Kurd di vê denklemê de, li cîyekî şaş, bi aloktonan re kar dikin. Tabî di vir de, em nikarin bibêjin ku temama Kurdan ji 1919an heta 1923yan wenî kirine, dezgehekî Kurdan tune ku temama Kurdan temsîl bike, temama Kurdan bera pê daye û helwesteke wenî girtine. Lê meyleke wenî heye ku piraya Kurdan li vî alî xwiya dikin.
 
Vê sîstemê ji roja ewil de xwe wek netewedewlet tarîf kiriye, feqet netewek li paş tune, ev komikên alokton ku li gor min yên esasî Çerkez, Cihûd û Tirk in, rêvebirîya hemû van grûban kirine. Ji van komik û grûban miletek dernakeve, wek koalîsyonekê ye. Pirsgirêka vê dewletê ev e, yanî ji berdewamiya Osmanîyan cûmhûrîyetek ava kirine, ev cûmhûrîyet wê bibe netewedewlet, lê li holê netew tuneye. Biryar dane ku netewekî biafirînin, netewekî ava bikin, ev biryar dane. Li pêşiya vê biryarê, li pêşiya netewedewletê hin asteng hene. Di nav otoktonan de Ermen, Rûm, Suryan û Kildan hatine tasfîyekirin, êdî ji bo wan ev ne astenegeke mezin e, astenga herî mezin ku hîn bi xurtî li holê ye Kurd in. Ji bo ku bi destê vê dewletê miletek bê avakirin, lazim e ev milet (Kurd) ji holê rabe. Ji bo Sîstema Serwerîya Tirkan pêwîst e ku miletê Kurd ji holê rabe, ji bo vê yekê jî du rê hene; yek jê tu yê bi awayekî fîzîkî Kurdan ji holê rake ku asteng li ber te nemîne. Vê sîstemê ev yek mumkun nedîtiye; him ji bo hêza xwe ev mumkun nedîtiye, him jî ji ber ku Kurd ewqas pir in û li ser welatekî ewqas berfireh cî digirin ku bi tu awayî bi dawî nabin, em bibêjin ku te hemû Kurd ji holê rakir û Kurdîstan vala kir, tu yê çi têxe dewsa Kurdan? Tu bikaribî hemû Kurdan ji holê rake jî astengî xelas nabe, ev yek; ya duyem Kurdîstana ku di destê Komara Tirkiyeyê de maye ji sedî 42yê Kurdîstanê ye, ji sedî 58ê Kurdîstanê jî di nav dewletên din de parve bûye, bi jiholêrakirina perçeyekî tu nikarî Kurdîstanê jî ji holê rake. Ji ber vê yekê jenosîda fîzîkî, qirkirina fîzîkî ya Kurdan, vê dewletê ji xwe re nekiriye hedef. Ji dêvla vê, jiholêrakirina rasteqînîya milet û welatê Kurdan bûye hedefa jenosîda vê dewletê. Jenosîda ku Dewleta Tirkan li Kudîstanê tetbîq dike, bi vê hedefê re girêdayîye. Ew ê rasteqînîya milet û welatê Kurdan ji holê rake.
 
Kar û barên vê sîstemê yên li Kurdîstanê
Yek jê, divê ez qala mufetîşîya umûmî bikim. Kurdîstan, ji 1927an heta 1947an, bîst salan ji teref mufetîşîya umûmî hatiye îdarekirin, çar mufetişîyên umûmî ava kiribûn, ya pêncan wê li Hatayê ava bikirina, dûre di 1952an de qanûne wê ji holê rabûye.
 
Mufetîşîya umûmî ya yekem, li Dîyarbekir û derdora wê saz kirine. Ya duyem li Trakya saz kirine; Edîrne, Qirklarelî, Tekîrdax û Çanaqale. Ya sêyem li Erziromê û ya çarem jî li Dêrsimê saz kirine, xwestine ku ya pêncem jî li Hatayê saz bikin.
 
Dema ku tu li cîyên mufetişîya umûmî dinêrî, tu qada dewleta Tirkan ya jenosîdê dibînî. Ev mufetîşîyên umûmî, bi ya min li Kurdîstanê dezgehên jenosîdê ne. Bi pirsan em dikarin hîn li ser vê mijarê kûr û dûr bisekinin.
 
Ji ber ku dema me nemaye, ez ê hin xalên din wek sernivîs bînim ziman:
- Jiholêrakirina medreseyan.
- Qanûna memûrîn muhakematê. Ev qanûn, piştî qirkirina Ermenan derketiye. Ev qanûn, li Kurdîstanê ji bo parastina karmendên jenosîdê hatiye bikaranîn. Cara yekem, Mehmet Axar (Mehmet Ağar) got ku, “ji ber vê qanûnê ez nikarim bipeyivim”, ango vê qanûnê destê wî girêdaye. Ev qanûn ji bo çi lazim e? Dewlet wê karên qirêj bike, jenosîdê bidomîne, bi destê karmendên xwe wê vî karî bike, ji bo ku karmendên xwe biparêze ev qanûn derxistiye. Ev qanûn jî yek ji dezgehên jenosîdê ye.
- Îskana mecbûrî.
- Qanûna Dêrsimê.
- Raporên Dewleta Tirkan. Ji rapora Îsmet Înonu û heta ya Fewzî Çakmak bi dehan raporên dewletê hene ku, dewletê ji serî de nêt kiriye û biryar daye ku jenosîdê bi kar bîne. Hek em li ser raporên wan jî hûr bibin, em ê bibînin ku ji bo jenosîdê her tişt di hemû kar û barên Sîstema Serwerîya Tirkan de heye.
Posted in: kurdi

Comments

There are currently no comments, be the first to post one!

Post Comment

Name (required)

Email (not required)

Website

CAPTCHA image
Enter the code shown above:

  
KÜRDİSTANİ PARTİLERİN TEMEL STRATEJİK HEDEFİ KÜRDİSTAN’IN BAĞIMSIZLIĞI VE BİRLİĞİ OLMALIDIR
Fuat Önen
Sırrı Süreyya Önder kimi temsil ederek İmralı-Ankara-Kandil üçgeninde bu kadar tur attı? Önder’in Türkiye’de temsil ettiği bir kitle mi var? Bana göre devleti temsil ediyor. Yapılan yanlış bir işin kof...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1205)


ZİYA GÖKALP ULUSSUZ BİR DEVLETİN İDEOLOGUDUR, İSMAİL BEŞİKÇİ İSE DEVLETSİZ BİR ULUSUN…
Fuat Önen
Ziya Gökalp ulussuz bir devletin ideologudur. İmparatorluk bakiyesinden allokton bir ulus oluşturmaya çalışan, Türk Egemenlik Sisteminin, paralı memurudur. İsmail Beşikçi ise devletsiz bir ulusun, ulusal demokratik haklarını s...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (422)


Üst Aidiyet ve İktidar
Fuat Önen
Geçmişten ders almak, Kürdistan’daki siyasi aktörlerin genellikle uzak durdukları bir eylem türüdür. Modernite öncesi kurumlarımızın (aşiret meclisleri, rîsıpi heyetleri,aşiret konfedereasyonları, mirl...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (963)


Dünya Düzeni, Dünya Devletler Sistemi ve Kürdistan
Fuat Önen
Türk devletinin son Kürdistan seferinin esas nedeni Hemrin dağından Afrin’e görünür hale gelen bu sınırlardır. Güney Batı sınırlarının görünür hale geldiği ve bu sınırlar içinde devletleşmeyi ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1287)


Dr. SaitÇürükkaya için yaptığım konuşma ve bazı yorumlar için açıklama
Fuat Önen
Birkaç gündür Şehid Sait Çürükkaya’nın mezarı başında yaptığım konuşma speküle edilerek, çirkin bir karalama kampanyası yürütülmektedir. Sait Çürükkaya’nın anıs...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1410)


Erbil ziyareti ve İmralı görüşmesiyle ilgili BasHaber röportaji
Fuat Önen
Bölge Başkanı Mesud Barzani müdahil olmaya, devletle HDP arasında bir tür uzlaşma sağlamaya çalıştığında, HDP eş başkanı bu meselenin Türkiye’nin “iç meselesi” olduğunu söyleyerek Başkan Barzan...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3277)


15 TEMMUZ, TÜRK ORDU GELENEĞİNDE İÇKİN OLAN BİR ASKERİ DARBE GİRİŞİMİDİR
Fuat Önen
Türkiye’yi zor günler beklemektedir. Yakındoğu ve Ortadoğu, Üçüncü Dünya Savaşının önemli cephesidir. Bu bölgeler yeniden dizayn edilmeye çalışılmakta. Birinci ve İkinci Dünya savaşları...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1308)


   «   [1]  2  3  4  5  6  7  8  9  »      
DESTPÉK      Tarix-belge      TEVKURD      Aslan Kaya -Baz      Fuad Önen      Media