Fuad Önen
Arîşeyên Şengalê
Fuad Onen
Miletê Kurd têra xwe xwedî dijmin e, tevgera rizgarîya neteweyî ya Kurdistanê ji serî de çar dewletên dagirker ji xwe re kiriye hedef. Ev dewlet li dinyê jî xwedî mutefîk ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (490)


Armanckirina “kongreyeke netewî” ya ku ne li dijî tu dewletan e dibe devjêberdana mafê dewletbûna netewa Kurd!
Fuad Onen
Ev civîna ku berê wek Konferansa Kurdistanê û dûre jîwek Kongreya Netewî ya Kurdan hat binavkirin, li ser tewereya (mihwer) KomaraTirkîyê (KT)-Ocalan-Barzani ketiye rojeva me û çekber...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (4027)


Jenosîda domdar û rojhelata nêzîk
Fuad Onen
Di hundir tevgera sîyaseta Kurdîstanê de, di derheq mijara jenosîdê de, fahmekî zelal û muşterek tune. Tesbîtkirna sîyaseta jenosîda li Kurdîstanê, ne tenê tesbîteke ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (6004)


Serxwebûnxwaz û veqetxwazên wê kêm, yekbûnxwazên wê zêde
Fuad Onen
TEVKURD ne koalîsyoneke komikan e, ne jî di wateya teng de rêxistineke partîyî ya ku her kes bi nasnameya xwe ya takekesî tev lê bibe ye. TEVKURD wek rêxistineke bihurînê saz bûye ku d...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (5582)


Axaftina Kongreya Çarem ya Tevkurdê
Fuad Onen
Bayekî xurt ê entegrasyonalîst ji alîyê Tirkan ve ber bi me ve tê. Ev bayê entegrasyonalîst dibe sedemek ku em nikarin karbikin, bi sebeb em li hember wê pêlê têdikoşin. Bayek&ic...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (4058)


Axaftina di civîna meclisaTevkurdê
Fuad Onen
Alfabeyek a tevkurdê ya kurt heye. Em mîletek in, welatê me heye bî navê xweyî şêrîn Kurdîstan e. Ev millet li vî welatî divê xwe bi xwe îdare bike
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (4113)


Referanduma tirkan û sîyaseta kurdan
Fuad Onen
Armanca siyaseta kurdistanî ne serastkirina arêzeyên sîstemê ye û ne wezîfeya wê ye ku bifikire û bixebite ji bo ku ev sîstem bi rêk û pêk bimeşe. Tam berevaciya vê, ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (4193)


   «   [1]  2  3  4  »      
  
17

Ji kerema xwe li ser TEVKURDê agahîyê bidin me. Kengî hat damezirandin? Armancên wê çi ne? Modela TEVKURDê ya çareserîya pirsa Kurdî çi ye?

TEVKURD divê wek qonaxeke pêvajoya yekbûnê ya ji sala 2000an û vir de bê dîtin. Her çiqas wek encama qada legal a van xebatan HAKPAR di 2002an de hatibe damezirandin jî, xebatên ji bo yekbûnê dom kirin. Li gel berfirehîya HAKPARê qîm nedikir, ramana ku yekîtîya netewa Kurd di legalîteya Tirk de hilnayê jî bandor lê kir. Xebatên yekîtîyê di nav derdorên cuda de bi armancên cuda dom dikir.
Di demeke ku me bi MESOP û HAKPARê re li ser civînên hevpar û hevkarîyan gotûbêj pêk dihanîn, hat pêşniyarkirin ku em ji bo tevlêbûna civîna Îlona 2005an bangê bikin. Bi ramana ku ew ê ji yekîtîya hêzên netewî yên Bakurê Kurdistanê re xizmetê bike, em jî tev li bangvanan bûn. Ji ber ku em difikirin ku yekîtîya hêzên netewî yê bi li ser zemîna netew û welatê gelê me û bi perspektîva îqtidarê watedar bibe, me daxuyanîyeke bi vê naverokê pêşkêşî civînê kir. Me pêşniyar kir ku bi daxuyanîyeke encamê ya ku li ser zemîna welatparêzîyê li dijî sîyaseta ’Kurd li dijî Kurd bicîhkirin’ê raweste, komeke xebatê bê sazkirin ku yekîtîya hêzên netewî pêk bîne. Beşdarvanên civînê pejirand ku komeke xebatê ya ji 14 kesan bê sazkirin. Lê belê daxuyanîya encamê ya ku li ser zemîna welatparêzîyê pirsgirêkê wek mijara xak û îqtidarê dibîne, ji alîyê piranîya beşdarvanan ve hat redkirin. Kesên ku di gotina serokwezîrê Tirk a “li Tirkîyê pirsgirêka Kurd heye“ de keramet didîtin û kesên ku armanc dikir ku ji civînê heyetekê pêk bînin ku bi serokwezîr re gotûbêjan bikin, bi 37 dengan li dijî daxuyanîya encamê rawestîyan; ji alîyê din pêşniyara MESOPê ku xala xakê ji daxuyanîyê derxistibû 27 deng wergirtin. Daxuyanîya ku ji civînê re hat pêşniyarkirin jî tenê kanîbû 23 deng wergirtina. Tenê bi hewldana koma xebatê ya ku civînê hilbijartibû, mumkin bû ku civîn bê rizgarkirin û xebata domandina yekîtîya hêzên netewî bê domandin. Daxuyanîya amadekirî ji alîyê koma xebatê ve hat weşandin.
Koma ku dûre navê Koma Xebatê ya Netewî ya Kurd sitend, bi civîna Amedê ya Çileyê Pêşîn-2005an xebatên yekîtîyê domandin. Daxuyanîya ku li Anqerê hat redkirin di civîna Amedê ya bi tevlêbûna 300 kesan de bi yekdengî hat pejirandin. Di civînê de civateke ji 40 kesan hat hilbijartin ku xebatên yekîtîyê bidomîne. Piştre vê civatê jî ji nav xwe heyeteke birêvebirîyê hilbijart û biryara lezandina xebatên yekîtîyê girt. Di demeke bêtirî salekê de li Kurdistanê û bajarên Tirkîyê yên wek Îzmîr, Stembol û Mêrsînê 12 civînên deverî hatin pêkanîn û mijara yekîtîyê û pêkanîna tevgereke nuh a yekîtîyê hatin gengeşîkirin. Di heman demê de, bêyî cudagirtina legal û îlegal, bi kom, derdor û kadroyên li welêt, û derdor û sazîyên li dervê welêt re, derfetên yekîtîyê hatin gengeşî û lêgerînkirin. Ji alîyê komîsyonên bername û rêznameyê ve ku paralelî van tiştan hatibûn sazkirin, rêzname û bername ji bo gengeşîyê hatin pêşkêşkirin. Di van civînan de ji ravekirina pirsgirêkê heta perspektîvên çareserîyê, ji modelên yekîtîyê heta awayên têkoşînê rêzeyek mijar hatin gotûbêjkirin. Piştî demeke maqûl a gengeşîyê, li ser bingeha bernamê yekîtî pêk hat, lê gengeşî li ser rêzname û modela rêxistinê xetimîn. Bi kongreya 26-27 Gulan 2007an TEVKURD hat damezirandin. Lê belê bi taybetî ji ber îtiraza derdorên HAKPAR û Dema-Nû ya li dijî rêxistina TEVKURDê, teva ku bername û rêzname ji alîyê kongreyê ve hat pejirandin, biryar hat dayin ku di nav şeş mehan de kongreya rêznameyê bê lidarxistin. Armanca TEVKURDê di bernameya wê de weha tê gotin:
“Tevgera Yekîtîya Netewî ya Kurd wek erka xwe ya bingehîn dibîne ku pardarîyên hevbeş ên têkoşîna azadî û rizgarîya gelê me raber bike, van pardarîyan zêde bike û bike malê girseyan; hêzên demokratîk ên netewî yên xwedî rêxistin, raman û bawerîyên cuda di çarçova têgîhaştina têkoşîn û yekîtîya dozê de nêzîkî hev bike; çanda yektîyê pêşde bibe û ji bo armancên bernameya yekîtîyê hemû hêzan têxe nav tevgerê.
Tevgera Yekîtîya Netewî ya Kurd di pêkhatina yekîtîya netewî de, ji xwe re dike bingeh ku hêzên cuda yên netewî yên xwedî nêrîn û meylên cîhêreng rêzgirtina hebûn, cudabûn û hiqûqa hevdu bikin. Ew armanc dike ku Kongreyeke Netewî ku nûnertîya îradeya hevpar a netewa Kurd bike, pêk bîne.“
 
Çi cudatîya TEVKURD ji rêxistinên li Bakur heye? Tevkurd rêxistineke çawa ye, ya rastî modeleke rêxistinê ya çawa ye?
Tevkurd di wateya teng de ne rêxistineke partîyî ye. Rêxistineke wisa ye ku di nav bastûra xwe ya rêxistinî de rêxistinên cuda jî dihewîne. TEVKURD heta berî kongreyê li gel endamên takekesî 3 endamên sazîyî jî hebûn. Ev bastûra TEVKURDê di Xala 2an a rêznameya wê de weha tê ravekirin:
“Tevgera Yekîtîya Netewî ya Kurd ê ji hemû partî, înîsîyatîv, derdor, komik, sazî û kesayetîyên ku ji bo gelê Kurd li ser xaka xwe mafê self determînasyonê û maf û azadîyên beramberî netewên din ên azad diparêzin û ji bo vê yekê perspektîva yekîtîya netewî dipejirînin, pêk were.
Tevgera Yekîtîya Netewî ya Kurd di xebatên xwe de meşrûbûn, karkirina demokratîk, piralîbûn, tevlêbûnî û vekirîbûnê dipejirîne.“
TEVKURD ne rêxistineke legal e. Damezirandin û çalakîyên xwe bêyî destûra sazîyên dewletê birêve dibe, rêkxistin û çalakîyên dê-fakto ji xwe re dike bingeh. Di hemû çalakîyên xwe de vekirîbûn ji xwe re kiriye bingeh û ji îllegalîteyê dûr sekinîye. Ji xwe re qada vekirî kiriye bingeh ku em dikanin wê wek qada hevpar a qadên legal û îlegal rave bikin. Di çalakîyên xwe de ne legalîte yan qanûnîbûn, lê meşrûbûn ji xwe re kiriye bingeh û meşrûbûna xwe jî sipartiye prensîpa mafê netewa Kurd ê self determînasyonê.
Em kanin bi hêsanî bibêjin ku bi van taybetîyên xwe ji hemû rêxistinên li Bakur cuda ye. Her çiqas bi hinek alîyên xwe bişibe Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) a ku piştre hat damezirandin jî, di van xalan de cudabûna wê ya ji KCD dîyar e:
- Armancên bernameyên wan cuda ne. TEVKURD rasteqînîya netew-welat a gelê Kurd dixe navenda tevgera xwe ya sîaysî, KCD mixabin xwedî bastûreke dûrî vê armancê ye. Her çiqas vî şapatî qala“Kurdistana Otonom “ bike jî, di vê mijarê de jî dûrî zelalbûnê ye û pirê caran a ku armanc dikin “Tirkîyeya otonom“ e.
- KCD di bin hegemonîya rêxistineke sîyasî de hat damezirandin, TEVKURD endamên wê yê sazîyî jî di nav de ne di bin hegemonîya tu rêxistinan de ye. TEVKURD ne girêdayî îradeyeke li ser xwe yan ji dervê xwe ye.
- KCD legalbûn ji xwe re kiriye armanc, TEVKURD rêxistina dê-fakto di qada vekirî de ji xwe re kiriye bingeh.
TEVKURD modeleke rêxistinê ya xwemalî ye. Tu modeleke li Kurdistanê yan li dinyê ji xwe re nekiriye mînak, hewl daye ku modelên heyî gengeşî bike û li gora rewş û pozîsyona xwe modelekê pêşde bixe. Her çiqas di kongreya dawî de dîsa li ser modelê gengeşî kiribe û ji bo vê yekê biryara kongreyê sitendibe jî, modela wê ya rêxstinî ya nuha xwemalî ye. Em kanin bibêjin ku modeleke bihurînê ye, ku di nav endamên xwe yên sazîyî û takekesî de hiqûqeke taybetî bi cîh dike, rêkxistina xwe ya dervê navendê disipêre yekîneyên herêmî û mixabin di rewşeke wisa de dimîne ku modela xwe her tim di nav xwe de gengeşî dike.
 
Wek ku tê zanîn, piştî damezirandina wê gengeşî pêk hatin ku ka bila Tevkurd wek koalîsyoneke komikan be yan rêxistineke wisa be ku her kes bi nasnameya xwe ya takekesî tev lê bibe. Nuha Tevkurd koalîsyoneke komikan e?
TEVKURD ne koalîsyoneke komikan e, ne jî di wateya teng de rêxistineke partîyî ya ku her kes bi nasnameya xwe ya takekesî tev lê bibe ye. TEVKURD wek rêxistineke bihurînê saz bûye ku di dema dirêj de pêkanîna kongreya netewî û yekîtîya netewî armanc dike û bi hiqûqa endametîya sazîyî komik û bi hiqûqa endametîya takekesî jî kesayetî di nav xwe de hewandine. Di dema Koma Xebatê de, ew gengeşîyên ku hun qal dikin, bi awayê ‚yan ev yan ew’ pêk hatin. Ev gengeşî bûn sedem ku di pêngava damezirandinê de hinek kadro û derdor li derve jî bimînin. Lê belê bi kongreya damezirandinê û rêzname û bernameya pejirandî, TEVKURDê di hiqûqa du awayên endametîyê û perspektîva yekîtîyê de israr kiriye. Em îdia nakin ku ev model bê pirsgirêk dimeşe. Ew gengeşîyên ku hun qal dikin bi şêweyên cuda dom dikin. Dawîyê ev gengeşî di kongreya dawîn de ji alîyê hinek endamên me yên sazîyî û hinekên takekesî ve bi awayê ku divê TEVKURD wek mekanîzmaya şêwirdarîyê yan jî “platforma yekîtîyê“ dom bike, hatin îfadekirin. Ji ber ku di kongreyê de lihevkirinek pêk nehat, ya rastî ji ber ku ewên ku guherînê pêşniyar dikin nikanîbûn modeleke nuh a berbiçav pêşniyar bikin, em ê bi kongreya rêznameyê ya piştî 6 mehan hewl bidin ku vê pirsgirêkê çareser bikin.
 
Tevkurd di hinek rewşên krîtîk de nikane biryarê bide. Wek mînak di hilbijartinên çûyî yên parlamentê û hwd de, ev yek nabe pirsgirêk?
Wek hemû tevgeran, dema ku li ser hinek mijarên krîtîk biryar nikanibe bê dayin, ew ji bo me jî dibe pirsgirêk. Lê belê divê mirov van pirsgirêkan mubalexe neke. Tevgereke ku ji Îslamîyan heta komunîstan, ji lîberalan heta netewperweran di yelpazeyeke fireh de lêgerîna yekîtîyê bike, divê hîn bibe ku li gel van pirsgirêkan jî kanibe birêve biçe. Em di dayina biryarên sîyasî de lihevkirinê ji xwe re dikin bingeh û li cîhê ku lihevkirin nikanibe were pêkanîn, em rast nabînin ku biryarekê li hev ferz bikin. Bi qasî ku em di mijarên bernameyî de kanibin li hev bikin, em ê kanibin her wisa li gel van tengasîyan jî birêveçûnê bidomînin. Van demên dawî, li gel hilbijartinên çûyî yên parlamentê, di mijarên vebûna Tirkan, referandûma Tirkan, boykotkirina xwendegehan de jî, ji ber ku lihevkirin nikanîbû pêk bihata, me nikanîbû biryar bidaya. Her çiqas li ser van mijarên ku alîyên xwe yên bernameyî jî hene, nekanîna biryardayinên hevpar wek handîkapekê li pêş me bisekine jî, em dîsa jî hewl didin ku bi perspektîva yekîtîyê û bêyî ku cudatîyan bikin krîz, birêveçûnê bidomînin.
 
Ji damezirandina Tevkurdê û vir de demeke dirêj derbas bû, dîsa jî nikane bê îdiakirin ku Tevkurd zêde fonksîyonel e, ji xêndî Amedê li bajarên din ên Kurdistanê nikanîbû zêde çalak bibûya. Bi dîtina we çima?
Bi rastî meriv nikane bibêje ku li Amedê jî bi qasî ku me hêvî dikir em aktîv in. Me hewl da ku em sedemên vê yekê di kongrê de jî di civînên firehkirî yên civatê yên berî kongrê de jî gotûbêj bikin, çareser kirin li alîyekî, em nikanin bibêjin ku me bi qasî ku pêwîst e mijar daye gengeşîkirin jî. Sedemên vê rewşê yên bi me ve têkildar û her weha yên ji dervê me ku em kanin bibêjin objektîv jî hene.
- Faktoreke girîng êrîşa globalîst e ku li dinyê piştî 1990an xurt bû û li Kurdistanê jî bi taybetî piştî 2000an pêşde ket, û her weha êrîşa entegrasyonalîst a ku li Tirkîyê xwe sipart vê pêşveçûnê. Bingeha vê êrîşê pirsgirêkên di navbera alîyên bi dijayetîyên antagonîst jî di nav de, ji dewsa têkoşîna ji bo çareserîyê, pêşniyarkirina “lihevkirin û heşê hevbeş“ pêk tîne. Ev êrîşa globalîst ku Fukuyama wê bi kurt û Kurmancî wek“dawîya dîrokê“ (dawîya îdeolojîyê) îfade dike, her çiqas piştî demeke kurt teza Hungtington a “pevketina medenîyetan“ dewsa wê girtibe jî, bandor li xwendayên Kurd kiriye. Tirkîyeyîbûna entegrasyonalîst ku xwe bi vê ve girt û pêşde ket, him di nav gelê me de û him jî mixabin di nav xwenda û sîyasetmedarên me de tov berdane. Wek encama vê yekê, şarlatantîya aşitî û biratîyê ketiye şûna daxwaza azadîyê. Ewên ku wek komikên sîyasî yên cuda çavkanîya meşrûbûna wan têkoşîna azadîya Kurdistanê ye, xwe wek hêza domokrasîya Tirkîyê rave kirine û di vê de mahzûrek nedîtine. Dîsa wek encama vê yekê, li Bakur çîneke sîyasetê hatiye pêkanîn ku şoreşgerên wê kêm, demokratên wê zêde; Jakobenên wê kêm, Jîrondenên wê zêde; serxwebûnxwaz û veqetxwazên wê kêm, yekbûnxwazên wê zêde ne. Wê ne rast be ku meriv bifikire ku ev deformasyona îdeolojîk û sîyasî tenê bi PKK û derdora wê sînorkirî ye. Çîna sîyaseta Kurd a li dervê PKK jî ji vê deformasyonê nesîbê xwe sitendiye (ji ber vê yekê, divê girîng bê dîtin ku berî referandûmê wezîrê karûbarên hundir ê dewleta kolonyalîst li Amedê ji bilî BDP hemû derdorên Kurd vexwend bo şîvê û tevaya wan tev lê bûn).  Dîyar e ku ev rewş li TEVKURDa ku hewl dide ku bi bernameyeke li gora yên din veqetxwaz û têgîhaştineke têkoşîna şoreşger di rojeva sîyasî de cîh bigire, bandora neyînî dike û li ber fonksîyonal û çalakbûna wê dibe asteng.
- Tevgera azadîyê ya li Bakur yekpê ye. Li alîyekî PKK’ya xwedî kabîlîyeta nûnerîya bi milyonan û kapasîteya çalakîyên girîng ên girseyî û li alîyê din jî partî, derdor û kadroyên sîyasî yên din ku kabîlîyeta wan a nûnerîya girseyî jî, kapasîteya wan a çalakbûnê jî bi sînor e. TEVKURD wek lêgerîneke yekîtîya netewî ya li dervê derdora PKKê rûbirûyî zextên girîng bûye. Divê dîyar be ku ev yekpêtîya tevgera azadîya me di tevgera yekîtîya netewî de handîkapeke girîng e. Dema ku em hewl didin ku tevgera yekîtîya netewî bi rêk bixin, li hemberî me tevgereke sîyasî heye ku îdia dike ku yekîtîya netewî pêk anîye.
Divê li vê derê ji bo pêşî li şaş têgîhaştinan bigirim, ez vê yekê jî dîyar bikim: di vê dewra 5 salan de, em di nav xebatên TEVKURDê de rûbirûyî tu astengkirin û êrîşên PKK û derdora wê nebûne. Ji bervacî, her çiqas me dawîyê pev re kar nekiribe jî, bi rêzgirtin bersiv dan her pêşniyareke me ya pev re xebatê û her tim jî em vexwendin bo xebatên xwe, di civînên wan ên ku em tev lê bûne de rêzgirtin nîşan dan. Zexta ku ez qal dikim, ji ber vê bêmêzînîya hêzan e.
- Li Bakur, çavkanîya me ya mirovan a heyî ji sazî û takekesên heyî ku rûbirûyî deformasyona rêxistinî bûne pêk tê, lê belê ji xêndî PKKê, em ji rêxistinên ku domdarîya xwe ya rêxistinî didomînin, hebûna xwe ya li welêt didin hiskirin û bandorê li rojeva sîyasî dikin bêpar in. Di sempozyûma rêzname-modelê ya 2006an de, min li ser çavkanîya mirovîn a heyî û hebûna me ya rêxistinî ev tesbît kiribûn:
“Bakurê Kurdistanê bi vê wateyê goristana rêxistinan e. Ji hevalên di nav me de hejmara ewên ku çend rêxistin saz kirine û veşartine ne kêm e. Sedemeke vê yekê jî ew e ku nikanin rêxistinên ku di nav têkoşînê de pêwîstî pê heye, saz bikin. Divê em vê rasteqînîyê bibînin ku rêxistinên me nikanin bibin bersiva pêwîstîyên têkoşîna me …
Li Bakurê Kurdistanê di qada rêkxistîbûnê de ya serdest nerêkxistîbûn e. Partîyên me hene, înîsîyatîvên me yên partîyan hene, kesayetîyên me yên sîyasî hene, lê belê taybetmendîya wan hemûyan neorganîzebûna wan e. Tarîfa wan a kom, derdor û rêxistinê xera bûye, di vê qadê de dejenerasyon serdest bûye. Derdorên hevalan ku ne xwedîyê şerdûmercên mînîmûm ên bûyina derdora sîyasî ne, mahzûrê nabînin ku xwe wek kom bidin xuyakirin û îdia bikin, bi hişkbawerî xwe bi aîdîyetên komikî yên sûnî girê didin. Endamên partîyan xwe serbest dibînin ku li gora dîsîplîna partîyan tev negerin, li hemberî partîya xwe nebawerîyê dîyar dikin, ewên ku wek endamên Koma Xebatê xuya dikin kanin bibêjin ku Koma Xebatê ji tu karekî re nabe. Rewşa kesayetîyên sîyasî yên ‘serbixwe’ ku kerameta xwe bi xwe dibêjin jî ne guhertî ye. Ev kesayetîyên ku di nav xwe de, di derdorên xwe de nikanin rêkxistî bibin, bastûra sist a rêxistinên me rexne dikin ku bi wateyekê ji vê rewşê îstifade bikin û bi vî awayî ji xwe re li meşrûbûnekê bigerin. Bastûra sist a kom û derdorên me yên sîyasî astengî û têrnekirinên van kesayetîyan vedişêre, fûryaya komikbûnê ya sûnî ji van kesayetîyan re bazarekê pêk tîne. Tablo bîhna mirov fireh nake! Lê belê em kanin çareserîyê jî ji vê tabloyê derxin.“
5 salan, me hewl da ku em ji bo tabloya ku bîhna mirov fireh nake çareserîyekê derxin. Lê belê ne me kanîbû ku em tabloyê biguherînin, ne jî me kanîbû ku em derkevin dervê tabloyê. Ji bo serketinê, divya pêkhêneran xwe ji deformasyona rêxistinî rizgar bikirna, bi esprîya tevgera yekîtîyê îradeyeke pêkanîna rêxistineke nuh raber bikirna. Deformasyon nikanîbû bihata têkbirin, îradeya pêwîst nikanîbû bihata raberkirin. TEVKURD bi vê wateyê hewldaneke derxistina rêxistinekê ji goristana rêxistinan bû, xuya dibe ku em bi ser neketine.
- Bi modela xwe ya ku xwe sipartiya endametîya takekesî û sazîyî, me nikanîbû aîdîyeteke hevpar a sîyasî û rêxistinî pêk bianîya. Aîdîyeta TEVKURDê di nav her du awayên endamên me de jî wek aîdîyeteke talî ya dawîn ma. Teva ku yekîneyên me yên herêmî di vê mijarê de li cîhekî çêtir in jî, îcar jî me nikanîbû hevahengîya navbera yekîneya herêmî-navend, yekîneya herêmî-endametîya sazîyî pêk bianîya. Me nikanîbû di navbera kongre, civat û desteya birêvebir de têkilîyeke berdar pêk bianîya. Ne mumkin e ku bastûreke ji organên ku bi aheng xebatê nakin pêk were, fonksîyonel be. Bi kurtî, sedeme bingehîn a ku me nikanîbû em fonksîyonel bibin, ew bû ku me nikanîbû xwe ji nav destrêjka deformasyona rêxistinî rizgar bikira.
 
Nuha li Tirkîyê amadekirina qanûneke nuh a bingehîn tê gengeşîkirin. Hun li kuderê vê gengeşîyê ne? Anku hun tev li van gengeşîyan dibin? An hun dibêjin, qanûna bingehîn a Tirkîyê me Kurdan eleqedar nake?
Di referandûma ji bo guhertinên dawîn ên qanûna bingehîn de dîyar bû ku li ser gengeşîyên qanûna bingehîn ên ku li Tirkîyê tên domandin di nav pêkhênerên TEVKURDê de helwesteke yekgirtî tuneye. Di civîna civatê ya ji bo vê mijarê pêkhatî de, 7 endamên civata me bi hêncet û tonên cuda (wek têrê nake, lê dîsa jî 'Erê'; kerhen 'Erê'; 'Erê'ya pasîv) ji bo piştevanîya guhertinên qanûna bingehîn deng dan, li alîyê din jî 6 endamên civata me ji bo boykotkirina referandûmê deng dan. Balkêş bû ku piranîya endamên civata me yên ku boykot diparastin nûnerên yekîneyên herêmî bûn, li alîyê din jî endamên me yên sazîyî û navendî jî piştevanîya 'Erê' diparastin.
Kesek ji me nabêje ku qanûna bingehîn a Tirkîyê Kurdan eleqedar nake. Gengeşî û cudabûn li ser awayê vê eleqeyê ye.  Xala yekem a bernameya TEVKURDê ku li ser daxwazên rojane ye, weha ye: “Amadekirin û ji raya giştî re pêşkêşkirina qanûneke bingehîn a demokratîk ku hebûna gelê Kurd û hindikahîyên netewî dipejirîne û mafên wî yên netewî jî bi temînat dike.“ Di vê dinyaya ku global dibe de, ne tenê qanûna bingehîn a Tirkîyê ya Danîmarka jî, ya Hîndistanê jî Kurdan eleqedar dike. Cudatî di îstiqamet, hêl û hêza vê eleqeyê de ye. Di nav TEVKURDê de, yên ku di referandûmê de 'Erê' parastin jî, yên ku 'Na' parastin jî bi qanûna bingehîn re eleqedar bûn. Divê mirov boykotê ne wek bêeleqebûn lê wek eleqeyeke cuda, çalak û redker binirxîne.
 
Li gora we, divê Kurd li hemberî gengeşîyên li ser qanûna bingehîn helwesteke çawa nîşan bidin û qanûneke bingehîn a çawa kane alîkarîya çareserîya pirsgirêka Kurd bike?
Hindikahîyeke girîng a bi milyonan ku li seranserî Tirkîyê belav bûye heye û ev hindikahî ji her tewre mafên netewî-demokratîk bêpar e. Divê ji pirsgirêka Kurd pirsgirêka van Kurdan bê fahmkirin û ev yek dikane wek pirsgirêka demokratîkbûna Tirkîyê bê dîtin. Lê belê mijara ku em gengeşî dikin û ji bo çareserîya wê hewl didin ku Tevgera Yekîtîya Netewî pêk bînin, mijara Kurdistanê ye û ev mijar ne mijara demokratîkbûna Tirkîyê ye. Ev mijar mijara netew-welatekî perçekirî, mijara xak û îqtidarê ye. Amentûya sîyaseta Kurdistanî haydarîya vê cudatîyê, di vê mijarê de zelal bûn û dirûvandina daxwazên sîyasî li ser bingeha rasteqînîya netew-welat e. Bernameya TEVKURDê di vî warî de watedar û girîng e. Heke em vê cudatîyê bi bîr bînin û bi kurtî bersiva pirsa we bidin, em kanin dîyar bikin ku qanûneke bingehîn a ku rasteqînîya netew-welat a gelê Kurd nas bike, kane bêyî metodên tundûtûjîyê ji bo çareserîya pirsgirêkê alîkarîyê bike.
 
Vî çendî ji alîyekî ve Hikûmet û BDP hevdîtinê pêk tînin, ji alîyekî ve jî raya giştî pê dihese ku bi Abdulah Ocalan re hevdîtin pêk tên. Divê meriv van pêşveçûnan çawa bixwîne?
Hevdîtin tenê di navbera Hikûmet, BDP û Ocalan de pêk nayên. Li gel van hevdîtinan, di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Komara Tirkîyê (KT) û PKK, di navbera birêvebirîya Başûrê Kurdistanê û KT û DYA û PKK de, di navbera nijdeya çar dagirker (Tirkîye, Îran, Iraq û Sûrîye) bi xwe û hwd de gotûbêj dom dikin. Taybetmendîya hemû van hevdîtinan nehênîbûn û li derveyî agahî û kontrola gel hiştina wan e. Ev taybetmendîya hevdîtinan ji alîyê dewletên kolonyalîst, ên emparyalîst ve tê fahmkirin. Em zanin ku Kurdistan piştî Şerê Dinyê yê Dudan bi hevdîtinên bi vî awayî hat perçekirin û bêstatu hiştin. Nehênîbûn (dizî, veşartî, sirrî) perçeyekî zilm, zordarî û şêlandinê ye. Lê belê hêzên şoreşger, azadîxwaz, ên dijber, ji ber bawerîya wan a ji bo rewabûna doza wan, di çalakîyên xwe yên sîyasî de vekirîbûnê ji xwe re dikin bingeh. Îlegalbûna van rêxistinan vê encamê naguherîne. Ji xêndî bastûrên rêxistinî û planên çalakîyên berbiçav, ev rêxistin jî divê di dozên xwe yên sîyasî, gotûbêjên xwe û çalakîyên xwe de vekirîbûnê ji xwe re bikin bingeh. Hevdîtinên di navbera Ocalan û dewletê de ku ev 11 sal in li Îmralîyê pêk tên, sirrekî wisa bû ku her kesekî pê zanîbû. Lê belê naveroka gotûbêjan hîn jî ji bo me giştan sirrek e. Piştî deşîfrekirina Karayılan, hema hema li Tirkîyê konsensusek pêk hat ku ev gotûbêj hatine kirin û divê bên kirin. Heman konsensus di nehênî mayina hevdîtinan de jî heye. Mijara fikarê ye ku ev hevdîtinên ku li ser qedera gelekî piralî û pirhêl tên domandin, li dervê agahî û kontrola gel tên pêkanîn; berpirsê hîmî yê vê nehênîbûnê jî PKK û Ocalan e.
Dîyar e ku di van hevdîtinan de ji bo mijara Kurdistanê li çareserîyeke rewa nagerin. Divê îhtîmala ku dibe ku Tirkîye li dû peymaneke din wek a Cezayîrê be, li pêş çav bê girtin. Dema ku DYA û hevpeymanên wê ji Iraqê vedikişin, hewl didin ku herêmê bidin hev, hewl didin ku bi Tirkîyê re pirsgirêka PKK’ya çekdar jî çareserbikin. Ya ku hewl didin ku çareser bikin, ne mijara Kurdistanê, heta ne ya PKK jî , mijara PKK’ya çekdar e.
Tirkîye van şerdûmercan jî bi kar tîne û hewl dide ku di pêvajoya restorasyonê ya ku hem dînamîkên derve (bi taybetî YE û DYA) û hem jî dînamîkên hundir ferz dikin de bi rê ve biçe. Em kanin tiştên ku 'Vebûn'a Tirkan di vê mijarê de sozê dide Kurdan di sê xalan de kom bikin:
1- Soza Serokdewlet Gul ku "Qanûna Birêvebirîyên Herêmî Saz Bikin".
2- Li gora ku ji îfadeya Serokwezîr Erdogan a ku “Ez Tirkîyeyî me, her kesê ku bixwaze kane bibêje 'Ez Kurd im' an 'Ez Tirk im' “  tê fahmkirin, soza hevwelatîbûna destûrî. Soza ku bi zimanê dayikê perwerde nabe, lê belê em kanin perwerdeya zimanê dayikê bifikirin, ji xwe di mijarên wek destûra kursan û dersên hilbijartî de me gav avêtine.
3- Soza ku efûya giştî nabe, lê belê em kanin ji bo kesên ku tev li çalakîyên çekdar nebûne efûyeke sîyasî bifikirin. Heke em manevrayên ku li piştgehê tên domandin ên ji bo çekberdana PKKê bidin alîyekî jî, çarçoveya Tirkîyê ev e. Dîyar e ku ev çarçove mijara Kurdistanê li alîyekî ji bo çareserkirina pirsa Kurd jî qîm nake. Wek encam, em dibînin ku ev hevdîtin, bi taybetî yên ku di ser Ocalan re tên kirin, ne ji bo çareserkirina mijara Kurdistanê, lê ji bo jihevxistina Têkoşîna Azadîya Kurdistanê ne, ya ku soz didin me jî tenê terfîbûneke ji Tikbûnê bo Tirkîyeyîbûnê ye.
 
Wek ku tê zanîn, PKK dema neçalakbûnê dirêj kir. Hun vê yekê çawa dinirxînin?
Em difikirin ku tarîfên têkoşîna çekdar ên kevn hîn jî derbas dibin. Mixabin têkoşîna çekdar hîn jî domandina têkoşîna sîyasî bi alavên tundûtûjîyê ye. Êrîşa Rojavayî ya ku her tewre têkoşîna çekdar a li dijî xwe xwek terorîzm rave dike, nikane ser vê rasteqînîyê veşêre. Di vê wateyê de, watedar e ku her sê dewletên ku herî pir qala têkoşîna li dijî terorîzmê dikin, DYA, Tirkîye û Îsraîl e ku di têkoşîna sîyasî de herî pir çek bi kar tînin.
Piştî vê ravekirina gelemperî ya ku divê di serî de bê gotin ew e ku têkoşîna çekdar têkoşîneke wisa ye ku jîyana mirov dixe nav qadê, ji ber vê yekê jî divê meriv bi cidîyeteke mezin li êgir jî agirbestê jî binêre. Ya dudan rûxandina herî mezin a ku PKKê li Bakur pêk anîye, berê pûçkirina naveroka têgînan (ji Kurdistana Serbixwe ya Yekbûyî bo Komara Demokratîk, hevwelatîbûna destûrî, nasnameya jêr-jor, demokrasîya ekolojîk, konfederalîzma demokratîk), dûre pûçkirina sazîyan (Parlamenta Kurdistanê li Dervê Welêt, KNK, KADEK, Kongreya Netewî, Konferansa Netewî) û dawîyê jî ya çalakîyan (agir, agirbest, boykot) e. Ya sêyem jî ew e ku dema ku têkoşîna çekdar mijara gotinê be, pêwîstîya ku divê ji bo armancê her alav mubah neyê dîtin li alîyekî, ya girîngtir ew e ku ahenga di navbera armanc û alav de xwedî girîngîyeke jîyanî ye. Armancên wek zêdekirina desthilatîyên birêvebirîyên herêmî, perwerdeya zimanê dayikê, transferkirina Ocalan ji Îmralî bo binçavkirina malê, efûya giştî û hwd alaveke wek têkoşîna çekdar ne meşrû ne jî pêwîst dike. Heke armanceke ku bikaranîna alavê meşrû bike tunebe, divê alavên li gora armancê bê bikaranîn. Ya çaran, divê meriv bi agir jî bi agirbestê jî nelîze. Dûrî têgîhaştinê ye ku çawa biryarên bi vî rengî jîyanî bi Ocalanê ku her roj 24 se’etan bi 4 kamerayan hemû tevgerên wî tên qeydkirin, tê îndekskirin.
Wek encam, ev biryarên agirbestê ku bibîranîna hejmara wan jî armancên wan jî dijwar e, ji alîyê cidîyetê ve jî, ji alîyê encamdayinê ve jî mijara gengeşîyê ye. Dîsa jî meriv kane bibêje ku navberdayina têkoşîna çekdar a bi rîska ji armanca xwe veqetyan û veguherîna bo tundûtûjîya kor, erênî ye.
 
Hun avabûneke wisa ne ku ji xwe re wek metod têkoşîna sivîl-demokratîk û meşrû hilbijartiye; bi dîtina we ji bo bêdengkirina çekan û ku pirsgirêka Kurd kanibe bi metodên sivîl-demokratîk bê çareserkirin, divê hêzên li dervê PKKê çi bikin, an jî kanin çi bikin?
TEVKURDa ku hewl dide ku di qada vekirî de dê-fakto rêkxistî bibe, bi bernameya xwe daxuyanî kiriye ku wek awayê têkoşînê çalakbûna girseyî ji xwe re dike bingeh, hewl dide ku di sîstemê de krîzan pêk bîne û van krîzan birêve bibe. Ew ê çewt be ku meriv bibêje pêkhênerên TEVKURDê li ser têkoşîna çekdar û PKKê wekhev difikirin. Divê bersivên me wek nêrînên me yên kesanî bên fahmkirin. Mijara Kurdistanê mijareke navdewletî ye, çareserîya wê jî dê weha be. Divê li pêş çav bê girtin ku çareserîya qismî ya ku li Başûrê Kurdistanê hatiye bidestxistin di vê çarçovê de realîze bûye. Ji lew re, heke em vê mijarê wek mijareke navxweyî ya Tirkîyê rave bikin û çareserîyê biepişînin nav wê, ew ê li dijî rasteqînîya mijarê be û me mahkûmî bêçareserîyê bike.
Heke çek bêdeng bibin jî, nebin jî, divê derdorên li dervê PKKê xwe bi rêk bixin, têkoşînê bikin, rê û alavên bicîhbûna di nav hevkêşeya sîyasî de biafirînin, da ku têkoşîna azadîya Bakur ji yekpêbûnê rizgar bikin. Divê neyê jibîrkirin ku li Bakur, ewên jîya wan kêmî 40-45 salî, dema ku dibêjin "têkoşîna azadîyê" tenê PKK tê bîra wan. Yên ku bixwazin di nav hevkêşeyê de cîh bigirin, divê di her qadê de hebin, têkevin pozîsyoneke weha ku her êrîşeke dewletê bersiv bikin, li pêş çavê gel û bi gel re têkoşînê bidin û li gora îdiayên xwe tev bigerin. Ev jî bi bêtir rêkxistîbûn, bêtir fîdakarî û bêtir rîsk hilgirtinê mumkin e. Ewên ku xurtbûna xwe di tasfîyekirina PKKê de dibînin û hêvî dikin ku wî cîhê ji PKKê vala bibe wê bi alîkarî û partnerîya dewletê re bi dest xwe xînin, heke rojekê ev yek pêk were jî, ew ê hêvîşikestî bibin.
 
KCD biryara kongreya netewî da û ji bo wê hevdîtinan pêk tîne. Di vê çarçovê de bi we re têkilî çêkirine? Hun li ser vê çi difikirin?
TEVKURDê 3 sal berê biryar da ku konferanseke netewî ya di nav hêzên netewî yên Bakur de pêk bîne ku rêxistinên Kurd ên perçeyên din jî tev lê bibin. Li gora vê biryarê me desteyek şand Başûr ku şerdûmercên pêkanîna vê bê lêkolînkirin. Birêvebirîya Başûr da hiskirin ku bi mesafe nêzîkî vê konferansê dibe. Dûre, ji ber ku me jî pêwîstîyên vê yekê bêdira nekir, ev konferans pêk nehat. Pêkanîna vê konferansê hîn jî di rojeva me de ye.
Biryara KCD a konferansa netewî piştî xebata me pêk hatiye. Berfirehî û armanca wê jî cuda ye. Dema ku cara yekem hat gengeşîkirin, ji alîyê Ocalan ve hat îfadekirin ku Tirkîye jî kane nûnerekî bişîne. Hewl tên dayin ku ev konferans di navbera PKK, Birêvebirîya Başûr û Tirkîyê de bê pêkanîn. Bêyî belêkirina Tirkîyê, divê ji Birêvebirîya Başûr neyê hêvîkirin ku bi têkilî û rewşa xwe ya îro destûrê bide konferanseke weha. Ji alîyê din ve Ocalan dîyar dike ku divê ji vê konferansê yekîneyên çekdar ên hevpar jî di nav de, birêvebirîyeke hevpar derkeve. Ya ku ew ji konferansa netewî têdigihêjin, bi çavdêrîya Tirkîyê gihaştina peymaneke di navbera PKK û Birêvebirîya Başûr de ye. Îhtîmala pêkanîna vê daxwazê di şerdûmercên îro de zêde xuya nake, ji lew re, bêtirî 2 salan e di rojevê de ye. Sazîyên wek Konferansa Netewî, Kongreya Netewî di têkoşîna azadîya Kurdistanê de sazîyên bi girîngîya jîyanî ne û divê neyên pûçkirin, ji armancên taktîkî re neyên qurbankirin. Bi dîtina me tenê Konferanseke Netewî ku ji her perçeyan rêxistin, derdor û kesayetîyên Kurdistanî tev lê bibin pêwîst e û dê kêrhatî be.
Posted in: kurdi

Comments

There are currently no comments, be the first to post one!

Post Comment

Name (required)

Email (not required)

Website

CAPTCHA image
Enter the code shown above:

  
Üst Aidiyet ve İktidar
Fuat Önen
Geçmişten ders almak, Kürdistan’daki siyasi aktörlerin genellikle uzak durdukları bir eylem türüdür. Modernite öncesi kurumlarımızın (aşiret meclisleri, rîsıpi heyetleri,aşiret konfedereasyonları, mirl...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (512)


Dünya Düzeni, Dünya Devletler Sistemi ve Kürdistan
Fuat Önen
Türk devletinin son Kürdistan seferinin esas nedeni Hemrin dağından Afrin’e görünür hale gelen bu sınırlardır. Güney Batı sınırlarının görünür hale geldiği ve bu sınırlar içinde devletleşmeyi ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (896)


Dr. SaitÇürükkaya için yaptığım konuşma ve bazı yorumlar için açıklama
Fuat Önen
Birkaç gündür Şehid Sait Çürükkaya’nın mezarı başında yaptığım konuşma speküle edilerek, çirkin bir karalama kampanyası yürütülmektedir. Sait Çürükkaya’nın anıs...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (942)


Erbil ziyareti ve İmralı görüşmesiyle ilgili BasHaber röportaji
Fuat Önen
Bölge Başkanı Mesud Barzani müdahil olmaya, devletle HDP arasında bir tür uzlaşma sağlamaya çalıştığında, HDP eş başkanı bu meselenin Türkiye’nin “iç meselesi” olduğunu söyleyerek Başkan Barzan...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2910)


15 TEMMUZ, TÜRK ORDU GELENEĞİNDE İÇKİN OLAN BİR ASKERİ DARBE GİRİŞİMİDİR
Fuat Önen
Türkiye’yi zor günler beklemektedir. Yakındoğu ve Ortadoğu, Üçüncü Dünya Savaşının önemli cephesidir. Bu bölgeler yeniden dizayn edilmeye çalışılmakta. Birinci ve İkinci Dünya savaşları...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1028)


DERBEYA NÎVÇOMAYÎ û TÊKÇÛYÎ
Fuat Önen
Di hundirê dewleta Tirkiyeyêde şer herdem hebûye û ticarî ev dewleteke nebûye dewleteke yekpare. Artêşatirkan (TSK) ji xwe wek partiya hêzên şekdar yên Tirkan tevdigere. Artêşekepol&ic...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1189)


Ulusal birlik için ulusal hedef gerek
Fuat Önen
Normal savaş mantığı içinde bakarsak hendekler sınıra konulur. Ülkenin coğrafyası hendekler üzerinden çizilir. Kısmen Güney Kürdistan’da kazılan hendekler buna bir örnektir. Yani Güneyliler, Kürd...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1587)


   «   [1]  2  3  4  5  6  7  8  »      
DESTPÉK      Tarix-belge      TEVKURD      Aslan Kaya -Baz      Fuad Önen      Media