Fuad Önen
Arîşeyên Şengalê
Fuad Onen
Miletê Kurd têra xwe xwedî dijmin e, tevgera rizgarîya neteweyî ya Kurdistanê ji serî de çar dewletên dagirker ji xwe re kiriye hedef. Ev dewlet li dinyê jî xwedî mutefîk ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (490)


Armanckirina “kongreyeke netewî” ya ku ne li dijî tu dewletan e dibe devjêberdana mafê dewletbûna netewa Kurd!
Fuad Onen
Ev civîna ku berê wek Konferansa Kurdistanê û dûre jîwek Kongreya Netewî ya Kurdan hat binavkirin, li ser tewereya (mihwer) KomaraTirkîyê (KT)-Ocalan-Barzani ketiye rojeva me û çekber...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (4027)


Jenosîda domdar û rojhelata nêzîk
Fuad Onen
Di hundir tevgera sîyaseta Kurdîstanê de, di derheq mijara jenosîdê de, fahmekî zelal û muşterek tune. Tesbîtkirna sîyaseta jenosîda li Kurdîstanê, ne tenê tesbîteke ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (6004)


Serxwebûnxwaz û veqetxwazên wê kêm, yekbûnxwazên wê zêde
Fuad Onen
TEVKURD ne koalîsyoneke komikan e, ne jî di wateya teng de rêxistineke partîyî ya ku her kes bi nasnameya xwe ya takekesî tev lê bibe ye. TEVKURD wek rêxistineke bihurînê saz bûye ku d...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (5582)


Axaftina Kongreya Çarem ya Tevkurdê
Fuad Onen
Bayekî xurt ê entegrasyonalîst ji alîyê Tirkan ve ber bi me ve tê. Ev bayê entegrasyonalîst dibe sedemek ku em nikarin karbikin, bi sebeb em li hember wê pêlê têdikoşin. Bayek&ic...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (4059)


Axaftina di civîna meclisaTevkurdê
Fuad Onen
Alfabeyek a tevkurdê ya kurt heye. Em mîletek in, welatê me heye bî navê xweyî şêrîn Kurdîstan e. Ev millet li vî welatî divê xwe bi xwe îdare bike
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (4113)


Referanduma tirkan û sîyaseta kurdan
Fuad Onen
Armanca siyaseta kurdistanî ne serastkirina arêzeyên sîstemê ye û ne wezîfeya wê ye ku bifikire û bixebite ji bo ku ev sîstem bi rêk û pêk bimeşe. Tam berevaciya vê, ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (4193)


   «   [1]  2  3  4  »      
  
22

Hevalên hêja û Kurdistanîyên delal gotina Tevkurd ê gotinek kurt e. Em dibêjin Kurd milet e, welatê wan bi navê xwe yê şêrîn Kurdistan e, ev milet gerek li vî welatî desthilatdar be. Dagirkeran ev mafê wan ji destê wan girtîye bona wê jî dibê em têbikoşin. Ji vê tesbîta kurt tesbîtek din jî em derdixin, dibêjin ku ji bo em bikaribin vî mafê xwe bidestxînin û zora dagirkerê Kurdistanê bivin, divê hêzên neteweperwer, hêzên welatperwer yekîtîyek sîyasî jî pêk bînin. Zemîna Tevkurdê ev e û ev zemîn sîyasî ye.

Ji bo vê yekê tarîfa Tevkurdê wek paradigmayek fîkrî û wek makro sîyasî bê kirin bi ya min şaş e. Di rapora faalîyetê de wer derbas dibe, lê rastî ne wisa ye. Tevkurd xweru tevgerek sîyasî ye, li ser  vê zemînê bilind bûye. Ev deklarasyona Tevkurdê ya kurt,  di sala 2005an de li gor qeneeta min rê li ber deformasyona sîyasî girt. Li bakurê Kurdistanê salên 2005an bînin bîra xwe, çitaya daxwazên sîyasî yên tevgera Kurdistanê pir nizm bû, li erdê bû, bi xwê re diçû. Vê deklerasyonê, vê helwestê rê li ber deformasyona sîyasî girt, qeneeta min ev e. Baş e me xwest em pêşî li deformasyona sîyasî bigrin, me ev helwest domand an na?
Ev 5 sal e li ser vê elfabeyê em dixwazin sîyasetê bikin, lê herkes dizanin ku tenha bi elfabeyê sîyaset nabe. Divê em giramerekê û şerekî jî pêk bînin û niqaşên sîyasî jî em pêk bînin, da ku em karibin li bakurê Kurdistanê rê li ber deformasyona sîyasî bigrin. Mixabin di vî warî de em ne serketîne. Nuxta ewilî ev e divê em vê yekê tesbît bikin.
Di vir de cîyê nîqaşê ye, gelek heval derdikevin dibêjin; ewqas buyerên sîyasî diqewimin, ji bo çi Tevkurd helwestekê dîyar nake? Di vê mijarê de bi ya min divê em firehtir bifikirin. Di sala din de Açilima Tirkan, Referandûma Tirkan derketin holê. Di hundir Tevkurdê de hatin nîqaş kirin, lê me li hev nekir da ku em helwestek muşterek bigrin. Hun ji min bipirsin ev tabiî ye, bi sebeb ev ne mijarên esasî ne ku ê em li ser wan li hevdu dikin, bi hevre dimeşin an nameşin.
We jî şopandîye, naye bîra min ku di hundir Rêxistina Rizgarîya Fîlîstînê de, alîgirên Cebheya Gel, Cebheya Rizgarî û El-Fetîh ji bo xalek di Qanûna Esasî ya Îsraîlê de bê guherandin şerê hevdu kirine. Neketîye rojeva yekîtîya Filîstînîyan, ji bo çi ewqas bi xurtî di rojeva me de ye? Bi qeneeta min, wek pêla Tirkîyevî di tevgera Bakurê Kurdistanê de gellek xurt e, ji ber wê dikeve rojeva me. Rast e ku li ser Açilima Tirkan û li ser Referandûma Tirkan ez û hevalên HAK-PARî em li hev nakin, ez û hevalên DEMA NÛ em li hev nakin, ez û hevalên MESOPî ê em li hev nakin. Lê hun ji min bipirsin, ev ne sedemek esasî ye, ne mijarek esasî ye, em li hev bikin an nekin, lê dema ku dikeve rojeva me û em li ser wê gellek peyvên giran ji hev re dibêjin jî, divê em li vêya miqatebin. Ev heşê Tirkîyevî ye, ne bawer im ku di tevgerên yekîtîya tu miletên din de  ji bo qanûnên dagirkeran ewqas nîqaş bibin û ewqas şerê hevdu bikin.
Hevalên hêja, deformasyona li bakurê Kurdistanê ya di sîyaseta welatperwer de, tenê ne li seha sîyasî ye, dibe ku deformasyona ruhî û fikrî vê deformasyonê dixuliqîne. Li vir em pir eşkere û zelal ji hevre bêjin. Di van deh salên dawîn de, li bakurê Kurdistanê gellek hewldan hatin kirin ji bo ji nuh ve xwe organîzekirinê, ji bo ji nuh ve di denklema sîyasî de cîgirtinê, gellek hewldan çêbun. HAK-PAR, KURD-KAV, TEVKURD beşek ji van hewldanan in. Zemîna van hewldanan li dor 300 kadro ne. Ev kadrona jî ji %99 ê wan kadroyê ji berîya 12 Îlon ê sîyaset kirine, rêvebirîya rêxistinan kirine û di sîyaseta Bakurê Kurdistanêde xwedî cî ne. Em bi ku de daharin em di nava van 300 kadroyan de kar dikin. Ev kes di deh salên dawîn de, bona rê li ber tevgera sîyasî ya welatperwer a Kurdistanê veke serketî nexwîyane. Heger serketî bana xortên bîska din derketin ewqas tişt ji me re nedigotin, qey wê di nav re bigotana welle mala we ava be, we di vî deh salî de filan tişt bir serxist.
Di vir de problem, deformasyona fikrî ye. Ji sedî 90ê van hevalan kevnekominîst in û aniha ne komînist in. Şûna zemîna fikrî ya xwe ya berê bi aqimek fikrî ya nuh jî danegirtine. Hun anuha dibînin gellek têgînan li pê hev dibarînin: “Radîkalîzim ne baş e, pêşîyê li me digre, Jakobenîzim ne baş e, rê li ber me venake” û hwd. Ev barana têgînên naverokvala tu çareserîyê nayne. Cîyê pirsê ye, hun ne radîkal in hun çi ne? Hun ne Jakoben in hun çi ne? Hun Jîrondenin?
Çi têgînên navendewrupî ê di aqimê fikrî de hebe hun gişa li pê hev rêz dikin, lê çerçeweyek fikrî, bi îstîkrar jî bi we re tune ye. Tevkurd di vî warî de bi serketîye? Hun ji min bipirsin, hin tişt di destpêkê de hatin kirin. Weke numûne; seha vekirî , tevgerê defakto, esasgirtina meşrûîyetê, di kovarê de nîqaşa perçebuna Kurdistanê, her hewildanên baş bûn. Lê di vî warî de jî bi ser neketîye.
Astenga me ya herî mezin deformasyona rêxistinî ye. Di hundir van 300 kadroyên ku em giş hevdu nasdikin, em giş bi hevdu zanin ku em kî çerdikin, deformasyona herî mezin deformasyona rêxistinî ye. Di vî deh salî de min nedîtîye ku tu rêxistinan yek endamê xwe ji rêxistinê bi dûr xistîye, lê min dîye gellek endam bi tena xwe derketine rexneyên girîng li rêxistina xwe girtine, çûne rêxistinek din, çûne yeka din, çûne yeka din. Aîdîyeta rêxistinî, mesulîyeta rêxistinî di nav van kadroyan de gellekî kêm e û di vî warî de deformasyonek gellek xurt heye.
Di destpêka Grûba Xebatê û Tevkurdê de em difikirîn ku yeko yeko herkes li cîyê xwe em nikarin vê deformasyona rêxistinî derbasbikin, lê em hêzên xwe bidin ba hevdu em giş bi hevdu re hewlbidin, bona avakirina tevgerek nuh em ê karibin vê deformasyonê gavbikin û tevgerek nuh biafirînin. Mixabin em ji vê seha deforme xelas nebûn. Qeneeta min ew e ku van 300 kadroyên ku em dikanin wan weke esnafê sîyaseta bakurê Kurdistanê bi nav bikin daîreyek fasît li dor me çêkirine. Ji bo em karibin deformasyonê bişkînin divê em wê daîreya fasît bişkînin. Em di hundirê daîreya fasît de mane, lema di vî warî de Tevkurd ne serkeftî ye. Tevkurd çawa dikarîbû di vî warî de serkeftîba? Xwe bi rêxistin bikira, kadroyê nuh bihatina, bar jî mesulîyet jî tenê di hustuyê van kadroyên kevn de nemaya dikani bû serkeftî ba. Lê Tevkurdê bi xwe pêşî li ber vê jî girt û di warê xwerêxistinkirinê de pevgîhayîyên bi îrade rênedan
Îro wexta ku ez dixwazim hesabekî bidim vê kongreyê, pêwîst dibînim van tiştan bêjim: Yekem, kongreya me divê ji hawê rewreşmî derkeve. Kîjan kongre çêdibe desteyek kadro rêvebirî kirîye, 2 sal li pê xwe hiştîye û ne serketîye. Lê qet tu hesab naye dayin. Ew desteya kadro cara duyem disa tê, dibe rêvebir û weke sîlsîlê dewam dike. Divê em mudaxaleyî vê bikin, banga min li delegasyona Tevkurdê ev e.Kongre bila bi rasteqînî kongre be, ciyê hesab pirsînê û cîyê hesab dayînê be. Di vî warî de wexta ez lê dinerim di vî 2 salê borî de meclîsa Tevkurdê, komîta rêvebirya Tevkurdê ne serketîye, bi Tirkî başarisiz e. Hedefê danîye ber xwe bi ser ne xistîye tiştê ku program û tuzukê li ser vî desteyê kadro ferz kirîye bi wî wacibî re ranebune. Dixwazim çi bêjim, yeko yeko bêjim; 2 sal berê me li vê derê meclîs afirand ji 24 kesan, îro meclîsa me 21-22 ye endamê meclîsa me kêm buye. 2 sal berê li vê derê 4 endamê meyî dezgehî hebû, aniha maye 3 endamê me yên dezgehî, di vir de jî kêm bûye. 2 sal berê yekîneyên herêmî 3 heb bûn, aniha dîsa 3 heb in, lê ji 2 sal berê qelstirin ne xurttirin. Divê carek evîya tesbît bive ku meclîs û komîta rêvebir di warê rêxistina Tevkurdê de ne serketîye, ev zelal e.
Ew tiştê ku di rapora faalîyetê de hatîye nivîsandin rast e, ew kar kirine, lê meclîsa me dema 2 sal berê em hilbijartine ne jibona van karan bû, gellek hedefên din jî li ber me bûn. Mesela 2 kampanya yê girîng danîn ber me. Yek jê kampanyaya jenosîdê ye.  Kongrê got ku meclîs û komîteya rêvebir ew ê kampanyakê veke di bin slogana “Danasîn û rawestina jenosîda li Kurdistanê.”  Ev biryara kongrêye talîmat daye meclîsê tê vê kampanyayê bimeşîne. Hevalno karê hat serê vê kampanyayê bi kurtî ev e. Dema civîna meclîsê ya ewil çêbû hevalan gişa gotin ku ev biryara ku kongrê daye ji me re ne zelal e. Jenosîdek dewam dike heye tuneye em pê nizanin, divê em li ser vê lêkolîn bikin.
Divê em hesab ji hev bipirsin, aniha ez dixwazim delegasyona li vir derkeve bêje, ev 2 sal e te jibona çi ev kar nekirîye? Delegasyona me jî di vî warî de, pir eşkere bêjim, delegasyona me jî ne kêmî rêvebirya me deforme ye. Hun tên vê derê, hun meclîsekê hildibijêrên, hun daharin li mala xwe rûdinin. Meclîs, komîta rêvebir bang li we bike hunê bên, bang li we nake rojekê tenê ji min re bû hesret ku yek delegeyê me wer e hesabekî ji me bipirse. Anuha bo çi hun nayên nabêjin ev 7 meh e kovara we dernakeve? Ne we em hilbijartin. Ev 2 sal e we biryar da, we gişa yekdengî da we got ku kampanya jenosîdê çêkin, baş e we ji bîr kir? Wexta ku we destê xwe bilind kir we ji kêfî destê xwe bilind kir? Ev deformasyon, divê em çareyekê jê re bibînin. Belayê hat serê kampanya jenosîdê ev e, piştî sal û nîvekê piraya hevalan gotin ku em vê biryara kongreyê distînin askîyê. Tenê şerxa min a muxalefetê di binê biryara meclîsê de heye. Ez meclîsê şikayet dikim, ji kongrê re pêşnîyar dikim kongre wê biryara meclîsê ji holê rake, ne hukukî ye, meclîs nikare biryarên kongrê li gor kêfa xwe ji holê rake, pêşnîyarek min ev e. Gelek tişt hene wext tune ez nabêjim. Li ser sebebê wê çend tiştan bêjim aniha gellek sebeb hene.
Bayekî xurt ê entegrasyonalîst ji alîyê Tirkan ve ber bi me ve tê. Ev bayê entegrasyonalîst dibe sedemek ku em nikarin karbikin, bi sebeb em li hember wê pêlê têdikoşin. Bayekî gloabalîst yê xurt ji Rojava bi ser me de tê di rêya Tirkan de, ev jî astengîyê ji me re derdixe. Bi sedem ku fahmê Tevkurdê li hember kolonyalîzmê têkoşîn e, fahmê globalîst fahmê li hev kirinê ye. Emê rêvebirê dewleta Tirkan îkna bikin ku kolonyalîzma wan ya li Kurdistanê ji wan re jî tu fêdeyê nîne, em ê bi hevdu re vê pirsgirêkê çareser bikin. Ev nîqaşê vê talîyê ev 2-3 roj in di televîzyonan de tê kirin esas mantixa wê ev e. Em ê rûnin li hev bikin ev pirsgirêk a welatekî parçebuyî em terefê Kurd û kolonyalîst em ê bi fahmekî muşterek çareser bikin. (Ahmet Turk her devê xwe vedike qala “ortak akil dike, navbêna kolonyalîst û miletekî bindest de qala aqilekî muşterek dike.) Gellek sedemên wenî hene ê ku pêşî li me birrî. Feqet bi nîqaşên lı ser van sedemên ku em kanin bêjin sedemên objektîf în em nikanin pêş de herin. Ji holê rakirina van sedeman ne di destê me de ye. Em dikarin li ser sedemên xwe nîqaş bikin.
Me mesulîyetên xwe pêk anîye an na, me aîdîyeta Tevkurdê wek aîdîyeta xweyî sîyasî yeka girîng qebul kirîye an na? Hun ji min bipirsin pirsgirêka meyî esasî rêvebirya Tevkurdê îradeya ku Tevkurdê bike tevgerek yekîtîyê rênedaye. Problema em dikarin li ser nîqaşbikin ev e. Nuka jî bi sebeb berîya ku kongre biqede em ê ji hevdu bipirsin îradeya ku hun wek tevgerekê bi afirînin heye an na? Heya nuka ev îrade ne hatîye rêdan belîrtîyê wê min jimart. Ku ev îrade bihata rêdan buroya me ya navendî li Dîyarbekirê ye. Nêvîyê delegasyona me jî Diyarbekirî ne li Dîyarbekir in, nêvîyê meclîsa me jî li Dîyarbekir e, ji 11’an 6 rêvebirê me jî li Dîyarbekir in, lê ev navend aktîve nabe. Buroya me ya navendî  ji xêndî demê civînên meclîsê wek buroya personelê me xwîya dike. Ey baş e, me îrade rêbida me nikarîbu vira aktîve bikira? Me karîbû. Em qusa rêvebir li vir in, li Dîyarbekir jî milyonek Kurd heye, em nikarin li vir yekîneyek herêmî ava bikin? Aniha ez nizanim em karin an nikarin, bi sebeb ku hevalan ev îrade rêneda ne. Em yekîneyan ava bikin an ava nekin? Yek ji mijara ev 6 meh e her tê nîqaşkirin û tu biryar naye dayin jî nîqaşa merkezî di hundir Tevkurdê de evîya ye.
Piraya hevalan dibêjin ku vê der heta nuha wek platform xebitî ye ji nuka pêve jî em vêya wek  platformekê bidomînin. Peyva platform ez didim alîkî, bêtirîn weke mekanîzmak îstîşarî û temsîlî tê meşandin. Hin heval jî dibêjin gerek ev der weke tevger dewam bike û bi rastî bive tevgerek yekîtîyê. Pêwîstî bi Tevgera Yekîtîya Netewî heye, ya ku kane valahîya sîyasî dagire tevger e. Kongre divê vê zelal bike. Ji roja ewil de ev nîqaş berdewam e, kongre êdî divê dawî li vê nîqaşê bîne. Heger hun bira delegasyonek reel in, hunê pişt nîvro vê nîqaşbikin û vê nîqaşê li vir bibirin. Heger hun dixwazin li vir mekanîzmak îstîşarî pêk bê biryar bidin ji nuka pêve bira rêvebirina Tevkurdê bi hawê mekanîzmak îstîşarî bimeş e. Heger hun dixwazin û heger hunê jî wê mesulîyetê bigrin, hunê li vir destê xwe bilind nekin nerin malên xwe venekevin, biryar bidin, bêjin li vir tevgera yekîtîyê biafirînin. Werin hun jî piştgirîyê bidin em tevgera yekîtîyê biafirînin.
Posted in: kurdi

Comments

There are currently no comments, be the first to post one!

Post Comment

Name (required)

Email (not required)

Website

CAPTCHA image
Enter the code shown above:

  
Üst Aidiyet ve İktidar
Fuat Önen
Geçmişten ders almak, Kürdistan’daki siyasi aktörlerin genellikle uzak durdukları bir eylem türüdür. Modernite öncesi kurumlarımızın (aşiret meclisleri, rîsıpi heyetleri,aşiret konfedereasyonları, mirl...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (512)


Dünya Düzeni, Dünya Devletler Sistemi ve Kürdistan
Fuat Önen
Türk devletinin son Kürdistan seferinin esas nedeni Hemrin dağından Afrin’e görünür hale gelen bu sınırlardır. Güney Batı sınırlarının görünür hale geldiği ve bu sınırlar içinde devletleşmeyi ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (896)


Dr. SaitÇürükkaya için yaptığım konuşma ve bazı yorumlar için açıklama
Fuat Önen
Birkaç gündür Şehid Sait Çürükkaya’nın mezarı başında yaptığım konuşma speküle edilerek, çirkin bir karalama kampanyası yürütülmektedir. Sait Çürükkaya’nın anıs...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (942)


Erbil ziyareti ve İmralı görüşmesiyle ilgili BasHaber röportaji
Fuat Önen
Bölge Başkanı Mesud Barzani müdahil olmaya, devletle HDP arasında bir tür uzlaşma sağlamaya çalıştığında, HDP eş başkanı bu meselenin Türkiye’nin “iç meselesi” olduğunu söyleyerek Başkan Barzan...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2910)


15 TEMMUZ, TÜRK ORDU GELENEĞİNDE İÇKİN OLAN BİR ASKERİ DARBE GİRİŞİMİDİR
Fuat Önen
Türkiye’yi zor günler beklemektedir. Yakındoğu ve Ortadoğu, Üçüncü Dünya Savaşının önemli cephesidir. Bu bölgeler yeniden dizayn edilmeye çalışılmakta. Birinci ve İkinci Dünya savaşları...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1028)


DERBEYA NÎVÇOMAYÎ û TÊKÇÛYÎ
Fuat Önen
Di hundirê dewleta Tirkiyeyêde şer herdem hebûye û ticarî ev dewleteke nebûye dewleteke yekpare. Artêşatirkan (TSK) ji xwe wek partiya hêzên şekdar yên Tirkan tevdigere. Artêşekepol&ic...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1189)


Ulusal birlik için ulusal hedef gerek
Fuat Önen
Normal savaş mantığı içinde bakarsak hendekler sınıra konulur. Ülkenin coğrafyası hendekler üzerinden çizilir. Kısmen Güney Kürdistan’da kazılan hendekler buna bir örnektir. Yani Güneyliler, Kürd...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1587)


   «   [1]  2  3  4  5  6  7  8  »      
DESTPÉK      Tarix-belge      TEVKURD      Aslan Kaya -Baz      Fuad Önen      Media