Fuad Önen
Arîşeyên Şengalê
Fuad Onen
Miletê Kurd têra xwe xwedî dijmin e, tevgera rizgarîya neteweyî ya Kurdistanê ji serî de çar dewletên dagirker ji xwe re kiriye hedef. Ev dewlet li dinyê jî xwedî mutefîk ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (295)


Armanckirina “kongreyeke netewî” ya ku ne li dijî tu dewletan e dibe devjêberdana mafê dewletbûna netewa Kurd!
Fuad Onen
Ev civîna ku berê wek Konferansa Kurdistanê û dûre jîwek Kongreya Netewî ya Kurdan hat binavkirin, li ser tewereya (mihwer) KomaraTirkîyê (KT)-Ocalan-Barzani ketiye rojeva me û çekber...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3885)


Jenosîda domdar û rojhelata nêzîk
Fuad Onen
Di hundir tevgera sîyaseta Kurdîstanê de, di derheq mijara jenosîdê de, fahmekî zelal û muşterek tune. Tesbîtkirna sîyaseta jenosîda li Kurdîstanê, ne tenê tesbîteke ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (5824)


Serxwebûnxwaz û veqetxwazên wê kêm, yekbûnxwazên wê zêde
Fuad Onen
TEVKURD ne koalîsyoneke komikan e, ne jî di wateya teng de rêxistineke partîyî ya ku her kes bi nasnameya xwe ya takekesî tev lê bibe ye. TEVKURD wek rêxistineke bihurînê saz bûye ku d...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (5162)


Axaftina Kongreya Çarem ya Tevkurdê
Fuad Onen
Bayekî xurt ê entegrasyonalîst ji alîyê Tirkan ve ber bi me ve tê. Ev bayê entegrasyonalîst dibe sedemek ku em nikarin karbikin, bi sebeb em li hember wê pêlê têdikoşin. Bayek&ic...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3939)


Axaftina di civîna meclisaTevkurdê
Fuad Onen
Alfabeyek a tevkurdê ya kurt heye. Em mîletek in, welatê me heye bî navê xweyî şêrîn Kurdîstan e. Ev millet li vî welatî divê xwe bi xwe îdare bike
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (4004)


Referanduma tirkan û sîyaseta kurdan
Fuad Onen
Armanca siyaseta kurdistanî ne serastkirina arêzeyên sîstemê ye û ne wezîfeya wê ye ku bifikire û bixebite ji bo ku ev sîstem bi rêk û pêk bimeşe. Tam berevaciya vê, ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (4088)


   «   [1]  2  3  4  »      
  
22

Alfabeyek a tevkurdê ya kurt heye. Em mîletek in, welatê me heye bî navê xweyî şêrîn Kurdîstan e. Ev millet li vî welatî divê xwe bi xwe îdare bike. Zemîna tevkurdê ev e. Zemîna tevkurdê zemîneke gelek basît e. Fahmkirina wê ne zehmet e. Yekîtîya mîllî ji vê alfabeyê derdikeve. Ger miletek bindest be û daw bike li ser axa xwe desthilatdarbe divê yekîtîya xwe pêk bîne. Ev jî parçekî alfabeya sîyaseta kurdistanî ye û ev parçe parçeyekî girînge. Heya ku Kurdistaneke ser bixwe û yekgirtî ava bive yekîtîya millî ya kurda ewê di rojeva sîyaseta Kurdistanê de be. Piştî Kurdistaneke serbixwe û yekgirtî ava bive jî demekê ewê yekîtîya millî hîn di rojeva me de be. Ji bona em vê avaya nuh li ser niga bihêlin, emê bang li milletê xwe kin û bêjin pêwîstî ya yekîtîya mîllî dewam dike. Durre ev avahî cîh girt pêve dest hilat darê Kurdistanê ewê dîsa bêjin yekîtîya millî ferz, e wê çax ewê ku ji şiklê rêvebirina wê dewletê ne razîbin ewê bêjin ku ji nuka pêve karê me tarza vê avahîyêye tarza ku hun dimeşînin em ne pêrene em tarzek nuh dixwazin.

 
Alfabeya sîyaseta kurdîstanî ev e û Tevkurd jî li ser vê alfabeyê u bi giranî li ser xala yekîtîya millî ava bûye. Dema ava bû, divê sala 2005ê neyê ji bîrkirin ku ev alfabe li bakurê Kurdistanê xera bû bû. Ne tenê ji alîyê PKK ê de ev alfabe xera bû bû. Bila neyê ji bîrkirin ku li seranserê Kurdistanê parastina vê alfabeyê dibû sedemê ku mirov bi tiştên giran bên tohmet kirin. Di civîna Anqerê de bi sebeb ku me go divê ev belavok li ser axê be û zemîna belavokê divê welatperwerî be gelekî bi navê xwe rewşenbîrê kurdan derketin gotin tu şer îlan dikî. Ew belavoka ku li ser axê me pêşnîyarkir ji 180 rewşenbîr u sîyasetmedarên kurdan dengê 21-22 hebî girtin. Temamê din beşek ji wan bi temamî gotin em vêya qebul nakin, beşekî din jî ji bo li hev kirinê gotin em xala axê jê derxin û beyanê bi wî şeklî biweşînin. Cîyê ku me jê dest pê kirîye divê em ji bîr nekin. Saîd Aydogmuş vê pêvajoyê baş nizane. Ez yek ji bangdêrê wê civînê me û ji bona ku min qîmeteke mezin nedaye peyva Tayyîb Erdogan jî ez nebûme bangdêrê wê civînê. Rast e di serokatîya Hak-Parê de bi taybet Melîk Firat û beşekî ku beşdarî wê civînê bûn xwestin li ser wê gotinê hevdîtinekê bi Tayib re çêkin. Lê di wê civînê de ew hat nîqaşkirin û nehate pejirandin. Gerek bê bîra kekê Saît di axaftina xwe ya wê civînê de jî mi got: divê sîyaseta kurd tu girîngîyê ne de peyva Tayyîb a ku gotibû: “kürd sorunu vardir bu benîm sorunumdur”.
 
Nuha hevalno me ji vê alfabeyê dest pê kir, destpêk alfabe ye. Lê me negot ku emê tenê ji sibê de heta êvarî alfabe ya xwe dubare bikin. Me got emê vê alfabeyê peşvexin. Malûm e tu dahare dest bi karekî dike tu ji alfabê dest pêdike; tu derbasî gramerê dibe; her ku here tê karê xwe pêşve xe. Problema anuha ku lazime em bipeyivin ev problema ye. Me ev alfabe çiqas pêşvexist? Em çiqasî karîbûn bi hevre derbasî gramerê bivin? Hîn em di wê sahfê dene ku em bipirsin, me kar û barê xwe di vî pênc salîde kirîye an nekirîye? Kongre ji bo çi çê dibe? Di navbêna du kongrade 2 sal derbas dibe, endamê vê rêxistinê li ser wan 2 salan nirxandina çêdikin, kêmanî çîye û zêdeyî çiye û ji bona pêşerojê emê çi karî bi hevrebikin? Kongre li ser wê çêdibe, jibona wê çêdibe. Ev civîn a îro ji bo çi çêbuye? Ev civîn jî ji bo em vana nîqaş bikin çêbuye. Feqet em vana nîkaş nakin. Li vira hewce ye gotinê ye ku di civînê meclîsê de, di civînê komîta rêvebir de jî ya ez herî lêxerîb dibim (yabancılaşmiş dıbım) eve ku em dikin nakin em nikarin derbasî esas bivin, em her li ser usulê mütalaa dikin.
 
Nuha ev karê yekîtîyê me got heta ku Kurdistanek serbixwe û yekgirtî ava bive ew ê di rojeva me de be. Lewra gerek hilma mere fireh be; ev karekî du dirêje me danîye ber xwe. Sedemên ev kar bi ser nekevin beşek jê sedemên objektîfin, li dervayî îradeya me ye. Hevalan yek bi yek işaret kirin, wek ku PKK xurt e, hegemonya PKK ê heye. Pêşketinên li dinyê di alîyê erênî de jî û neyînî de jî tesîrê li tevgerê dike. Sîstema dagirker sîstemek xurt e, pêla Entegrasyonalîst tevlî pêla hucuma Globalîst bu ye û tesîrê li gelê Kurdîstanê dike. Avana giş asteng in li ber me ku em nikarin ji alfabeyê derbasî gramerê bivin. Baş e avan sebebê ku em dikarin jê re bêjin objektîf guherandina wan di destê me de ye? Na, ne di destê me de ye. 2005ê de ev astengî ne li ber me bûn? Li ber me bûn. Teva van astengîyan me negot emê Tevgera Yekîtîya Netewî ava bikin? Me got. Wê çaxê dev ji vana berdin em giş pê dizanin astengî hene. Em werin ser xwe em çi karî dikin?
 
Tevgera Yekîtîya Netewî dawek mezin e. Wexta me wê danî jî me navê wê ne kir Rêxistina Yekîtîya Netewî. Em vê peyvê jî zanin, me karî bu bigota Rêxistina Yekîtîya Netewî, me dikarîbû bigota Platforma Yekîtîya Netewî, me dikarîbû bigota Kongreya netewî, me vana negotin.Ne ku me bê hemdî xwe vana negotin. Me got ku tabloya em tê de ne tenha cewaz dide me ku em ji bona yekîtîya netewî tevgerekê ji nuh de ava bikin, ji bingeh de tevgerekê ava bikin. Wê çaxê pirsa lazime anuka bê pirsîn çîye? Pirsa ku lazime anuka bê pirsîn ev e: pevgîhayîyên Tevkurdê (Tevkurd Bîleşenlerî) ji wê çaxê û heta nuka îradeya afirandina vê tevgerê rê dane, an rê nedane? Bîleşenê me derdikevin dipeyivin, divê derheq wê de ji mere tiştekî bibêjin. We birastî îrade rê daye ku Tevkurd bi tevger be? Di vê niqtê de ferqî nakim navbêna endamên dezgeyî û zatî. Heger însan xwedî îddia be, zatî dibe an dezgehî dibe ferq nake.
 
Li ba me dibêjin filankes zilamekî baş e, ji ber ku xwedîyê peyva xwe ye. Xwedîyê peyva xwe çî ye? Peyvekê dibêjin û li paş peyva xwe disekinin, taahudek kiri be taahuda xwe tîne cî. Divê niqtê de ferqî di navbêna endamên dezgehî û endamên zatî de nabînim. Divê em herkes vê pirsê bipirsin û bersîv bidin. Me ev îrade rê daye an rênedaye? Qeneata min ew e ku bi tevahîya bîleşenê Tevkurdê, çi yê zatî û çi yê dezgehî ev îrade rê nedane. Hevala qal kirin û gotin: me gellek tiştên baş kirine. Rast e gellek tiştên baş kirine. Feqet jibo vêder bi tevger be û bi vê tevgerê em mudaxilî denklema sîyasî bivin ev îrade hatîye rêdan an nehatîye rêdan? Qeneata min ew e ku ev îrade nehatîye rêdan. Divê li ser çend meselê pratîk em li vêya binerin. Nêvîyê meclîsa me li û zêdeyî nêvîyê komîta me ya rêvebir jî li Diyarbekirê ye û milyonek Kurd jî li Diyarbekirê ye û em xwedî îdianin ku em tevgerekê li vir avabikin. Ev serê 4 sala ye buroya Tevkurdê ji bo çi aktîve nabe? Milyonek Kurd li vira be û nêvîyê Meclîsê û zêdetir ji nêvîyê komîta rêvebir jî li vira be û vana giş bi hevdu re nikaribin buroyekê aktîve bikin, divê em vêya nîqaş bikin, gelo ji bo çi nabe?
 
1-Ne mümkun e bibe, em bigêjin vê netîcê emê bêjin ne mümkun e, emê buroyê bigrin, ya li rîyek din binerin.
 
2-Madem me vekirîye, mümkün e aktiwe bibe. Ey wê çaxê ji bo çi nabe? Di qeneata min de, ger em sebebên objektîv dînin alîyakî (wêya binê wê xet dikim), sedemek girîng ew e ku bîleşenê Tevkurdê aîdîyeta Tevkurdê weke Tirk dibêjin îçselleştîrmîş nekirine. Bi aîdîyeta Tevkurdê û ji bona ku Tevkurd bibe tevgerekê, îradeyek wenî rênadin. Heger îradeyek wenî rê bidin ev endamên me yê meclîsê hevalên xwedî tecruben e, têgihîştî ne, nivîskar in, tekoşe in, bo çi nikaribin büroya Tevkurdê aktîve bikin? Sebeb di vir de ye: Tunebûna îradeya bihevre û afirandina tevgerek nuh. Ev îrade tune be, tabîîye ku wexta tevger li ser niga be ewê hin tişta bike, feqet tevgera ku me îdîa kirîye û me soz daye: me gotîye emê vê tevgerê bi afîrînin, lê ew tevger naye afirandin.
 
Di heman demê de ev kadroyên me hemû li vir in û belkî li dor 100 kadroyan jî li dora Tevkurdê li Diyarbekirê dimînin. Li tenişta milyonek Kurd li Diyarbekirê, ji xêndî Demanû jî temama bîleşenê me pişt girîya ünîteyên herêmî dikin. Dezgehên me jî li vir in. Mesop li vira ye; Komal heta nuka li vira bû. Ji bo çi yekîneya herêmî ava nabe? Tiştekî xerîb e ku ev sê civînên meclîsê ye ez bahsa wê dikim, em nikarin di meclîsêde van tiştana nîqaşbikin. Ji bo çi nabe? Nuha karê me ne ev e, ku heger ev nabe em sebebê wê tesbît bikin. ya em dev jê berdin û bêjin welle yekîne ava nabe, büro aktîve nabe. Yan jî em çareya jêre bivînin jibona em buroyê aktîve bikin yekîneya herêmî li Diyarbekirê ava bikin. Em vana nakin, çima em vana nakin? Aîdîyetek xurt û rêdana îradeyek sîyasî ya cîddî bi piraya bîleşenê me re tuneye loma em nakin. Dema dest bi vî karî bû, dema gruba xebatê de û dure em derbasî Tevkurdê bûn, li gor xwe, ji Qoserê heta Stockholmê çi nas, dost û hevalên min hebin min bang li wan kir, min got werin piştgirîya Tevkurdê bikin, werin di Tevkurd ê de cîh bigrin. Ên ku hatin hebûn, ên ku bi dostayî man hebûn, ên ku rast nedîtin hebûn. Axir ev kar wenî ye. Te îdîa kirîye, tê bang bike. Ey baş e, endamê dezgehî û ên zatî tevde di vî 5 salî de kesekî 5 kadro li Tevkurdê zêde kirine heye? Kesekî 2 kadro li Tevkurdê zêde kirine heye? Endamê dezgehî 2 dezgeh li vê derê zêde kirine? Na. Ya veya ne mumkun e û em karekî vala dikin, yan jî ev mumkun e, le hun îradeyê rênadin. Ji vê sedemê ev 3 civîn e ez banga cîddîyet û samîmîyetê li bîleşenê Tevkurd ê dikim, le kesek îcabetî dawetê nakin.
 
Bê îradeya demezranêr tevger ji xweber ava nabe. Hun kî devê xwe vedikin, hun dibêjin me karekî pir zahmet danîye ber xwe. Rast e, we karekî pir zahmet danîye ber xwe. Madem we danîye ber xwe, divê hun li gor wê îradeyek hîn xurt dînin. Ev hevalanên ku dibêjin ji ber sebebên objektîfî Tevkurd xurt nabe, ne divê hun hîn zêde cehd bikin? Hun li Diyarbekirê nin, navenda Tevkurd ê li vê derê ye. Ji xêndî civînan hun nayên navendê. Civîn diqede hun ji Tevkurdê diherin, dîsa Tevkurd ji rojeva we derdikeve. Heta ku em bangek cîvînek nuh li we bikin hun jî teşerüf bikin u werin civînan. bi vê tarzê mümküne Tevgerek ava bive? Na.
 
Di hundir Tevkurdê de wekîdin, ji xêndî vê jî problem hene. Me li ser alfabeyekê li hevkirîye feqet ji vê alfabeyê em nikarin sîyasetek muşterek jibona bûyerên pratîk biafirînin. Bi xetê reş û qalind em lihevin, çi problemek pratîkî derdikeve bîleşenê Tevkurd ê cuda ne. Helwestên muşterek dernakeve;bê biryar dimîne. Tevkurd biryarê nade, çareserkirina vê çîye? Çareserkirina vê, divê ev meselena bê nîqaş kirin. Min bi dehan car pêşnîyar kir ku em li navenda Tevkurd ê semîneran bidin, panelan bidin, pirsgirêkên şoreşa Kurdistan em bi hevre nîqaş bikin. Hem em bi xwe bi xwe nîqaş bikin hem bang li der dorêkin û bi wanre vê nîqaşê bimeşînin. Hevalan gotin na ev der tevgera yekîtîyê ye, evan karan ancax partî bikin.
 
Peyvek hatîye gotin ya hunê bi temama qaweta xwe li paş peyva xwe bin û mesulîyetên xwe bi cîh bînin. Ya ku hun lê hayl bûne peyvek mezin we kirîye hun nikarin mesûlîyetê. wê bi cîh bînin. Çi endamên zatî çi ên dezgehî, derkevin bêjin ev peyv zêdeyî taqeta me ye. Me carekê gotîye le em nikarin pêdivîyê wê bi cîh bînin. Wê çaxê ên ku maye ên ku dibêjin taqeta me heye ya ewê bimeşînin ya nameşînin. Feqet hun ê hem bejin û hem îrade rênedin wê çax ewê bixetime. Ji bo çi ne xetime? Kî yê vê xetimandinê veke? Ezê vekim, Arîf Sevînc ê veke Sînan Çîftyürek ê veke, Tehar ê veke, mamê Sulhedîn ê veke. Em jî vê îradeyê rênedin, ev xetimandin wê çawa çareser bibe? Çareser nabe.
Ev jî problemek Tevkurdê ye û divê di vê kongreyê de, di vê civînê de jî hevalên me bîr û rayên xwe li ser bêjin.
 
Esas problema me ev e ku Tevkurd nebuye dezgeh û weke dezgeh naxebite. Nuha van 4 mehên talîyê carê talîyê em jibona Helebçe derketin kuçan. Ji wê çaxê û vir de tu livek Tevkurdê tuneye. Ne daxuyanîyek li ser înternetê daye ne bangek kirîye. Di vî 4 mehî de gellek tiştên girîng jî bûye feqet a ku ez lê diheyirim kes ji me nema gazinan jî dike. Em êdî elimîn. Nuha gerek kovara Tevkurdê hejmara 6ê derketiba, hîna ya 5ê derneketîye. Em êdî elimîne, vê mehê derneket wê mehek din derkeve. Me bi dehan komîsyon ava kirin. Bi dehan komîsyonên ku me ava kirine, ji wan yek dudu karên xwe ya kirine ya nekirîne û komîsyonên din karê xwe nebirine serî. Anuha di arşîva Tevkurdê de raporek tuneye. Ev komîsyon bo çi neçû serî? Ji bo çi karê xwe nekirin? Avakirina vê komîsyonê şaşbu? Endamê vê komîsyonê bê kêrbun? Di arşîva mede tiştek tuneye ku em bikaribin li ser nîkaşbikin û derza jê wergirin. Avana giş li alîkî û her kî tên, tiştên me berê nîqaş kirîye ji nuhde em nîqaş dikin. Mesela modelê meselak wenî ye.
 
Ger me îrade rêdaba û ger me mesulîyeta xwe pêk anîbûya, îro me dikarîbû ev model nîqaş bikira. Bi sebeb, wê çaxê meyê bigota ku vay ev astengî ji modelê hatîye. Feqet me hîn ev der gav nekirîye, me îradeye müşterek rênedaye, me mesulîyetên xwe pêk neanîye, em deherin û tên, vedigerin û em dibêjin: welle model kesên zatî u kesên dezgehî!
 
 
Axaftina beşa duyemîn
İçselleştirmemişsiniz. (Li ser gotina Sinan Çiftyurek “biz Tevkurd aidiyetini içselleştirmişiz, tekraren içselleştirmediğimizi söylerseniz, sıkıntı çıkar.) Ez vê dibêjim vê dîsa dibêjim. Hun werbikin alozîyê (siqintîyê) derkeve. Tu dibêje ku hun werin vêya dîsa ji me re bivêjin ewê alozî derkeve. Ji xwe wexta ku hun îçselleştîrmîş nakin alozî derdikevin. Wexta ez jî ji alîyê xwe de lê binerim hun bîleşenê Tevkurdê ne û hun aîdîyeta vê ya dahundirîn nekin, îçselleştîrmîş nekin, ji xwe alozî derdikeve. Ji ber wê em nuha li ser alozîya dipeyivin. Ger alozî derneketa tiştekî ku me li vir nîqaş bikira tunebû. Divê hun fahm bikin ku ev kar bi tehdîdan nabe. Arîf Sevînç derkeve bêje hevalên rexne digrin, partîyê dixwazin em dikarin vira ji wan re terkbikin, Sînan Çîftyürek derkeve bêje ev 5 sal e van tiştna tên gotin, ewê alozî derkeve nabe. Tehdîd nekin. Hunê çi bikin, bikin. (S.Ç. dibêje: tu jî me tehdîd dike, tu jî dibêje ez bi we re naxebitim). Min hun tehdît nekirine. Ez we rexne dikim. Ev rexne dikeve serê te nakeve serê te karê te ye. Ji bo bi hevre xebatê min çi gotiye ez zanim. Nuha ezê bêm ser wê mijarê. Deh deqa min lı te û tehdîdên te guhdarî kir û min mudaxale nekir. Tu jî guhdar bike, mudaxaleyî axaftinê neke. (Serokê diwanê: mudaxaleyî “masuniyeta kursiyê neke”)
 
Wexta ez dibêjim we îçselleştîrmîş nekirîye ji we re jî dibêjim, ji Dema-nu re jî dibêjim û ji piraya endamên meclîsê re jî dibêjim. Ez li ser hinek waqiayan dibêjim. Ev 3 civînên meclîsê ye ji we re dibêjim ku nêvîyê endamên meclîsê kesên zatî, endamên zatî, an endamên dezgehî ne. Nêvîyê komîteya rêvebir li vira ye, ev büro jibo çi aktîve nabe? Yekîneya herêmî ji bo çi ava nabe? Ez bang dikim û dibêjim bi cîddîyet û samîmîyet werin em van pirsgirêkan nîqaşbikin. Ava civîna dehane, em dikin nakin li servan pirsgirêkên konkret nîqaşek venabe. Nîqaşên vedibe çiye? Nîqaşên ûsûlî ne. Ev model tartışmasi we vekir. Roja ku tu çû, te di rojnameya gruba xwede di derheqê Tevkurdê de nivîsarek nivîsî, te rexne li kovara Tevkurdê girt, di derheq yekînêyên herêmî de te fikrê xwe got û te got ku: “berî kongrê heger hêvîya damezirandina 6-7 yekîneyên herêmî dernekeve divê em yekînayê herêmî ji tüzük ê derxin”. Ev nîqaş te vekirîye. Li ser nivîsara te mi bersîv daye, nivîsara te û di yekîneyên herêmî de, di civînên meclîsê de model hatiye nîqaşkirin. Nuha jî tu derdikeve bi hawakî rehet dıbêje ku yê me, em modelê nîqaş nakin, pirsgirêka modelê tuneye.
 
Balo li kêleka wê bêje ku welle mi xeta kir, mi ev model ji nîqaşê re vekir, esasen pirsgirêkê Tevkurd ê ne ev model bû, me xeta kir. Te wenî nekir, teva temama rexneyan te ji helwesta xwe bi şunde gav neavêt û te got vê nîvîsarê îjar ezê di kovara Tevkurdê de biweşînim. Li ser îtîraza min te nivîsar vekişand. Nuha îçselleştîrme çîye? Tu rêvebirê Tevkurdê ye, 3 organê ku tu di derheq kovara Tevkurdê de fikrê xwe u pêşnîyarê xwe bîne ziman heye. 3 organ heye, tu endamê meclîsê ye, tu endamê komîteya rêvebire û tu wê gavê endamê komîsyona weşanê bû, tu di va hersêya jî de yek tiştekî û nabêje tu dihere di rojnameya gruba xwede rexneya li kovara Tevkurdê dike.
 
Baş e, heger îçsellerştîrme hebûya û ev aîdîyet dahundirîn bibûya bi te re, 3 organê Tevkurdê heye û tu têdeye. Tu di vana de yek nîqaşê venake tu diherî di rojnameya gruba xwede rexne dike. 2 organên me hene, komîteya rêvebir û meclîs. Rojekê tenê te di derheq yekîneyên herêmî de, di van organan de te nîqaş nekirîye, tu dihere di rojnama gruba xwe de di derheq wan de dinivîsîne? Dema ku em dibêjin ev aîdîyet îçselleşmîş nebûye, em li ser van waqianan dibêjin. Ez nabêjim tu ne hatîye ti civînan. Ez nabêjim gurçikê te neqelsin, teva nexweşîya te tu nehatîye û tu ne çûye. Ez qala vana nakim. Tu jibo çi vana ji min re dibêjî? Ez jî ji bo mesûlîyeta xwe ya Tevkurdê salê 9 meha li vir dimînim. Ez jî rabim minneta vêya bikim? Şoreşger karin minneta ku kar kirîye li kesî bike? Şorşeger ji bo xwe şoreşger in. Ez anuka karim bi qurişekî minnetê li Arîf Sevînç bikim? Na ez şoreşgerim mi peyvek gotîye ez hewl didim ku îcaba peyva xwe bînim cîh. Ez tiştekî din dibêjim, weke her car tu ji min re qala tiştekî din dike. Vana problemên Tevkurdê ne, ev 3 civînê meclîsê ne. Ez bang li we dikim, gazî dikim, rica dikim, hevalno em van meselena nîqaş bikin. Heger em bawerîyê nedin hevûdu, em nikarin baweryê bidin xelkê. Ez bi te ne bawerbim ku tuyê di organa de fikrê xwe nebêje, tê here di rojnama xweyî grubî de rexne li min bigre, ezê çawa bi te bawerbim? Ezê çawa îjar baweryê bidim xelkê? Ez wexta vana dibêjim, jibona em bi hevre bimeşin dibêjim. Jibona em bi hevre bimeşin divê bawerîyek asgarî di navbêna me de hebe. Vaya jî çîye? Vaya jî, divê herkes aîdîyeta Tevkurdê dahundirîn bike û li ser wê aîdîyetê tevbigerin. Fahmê me cîhê ne, gellek fahmê me cîhê ne. Fahmê me ne cîhê bûna, emê di rêxistinekê de bixebityana. Fahmên me cîhêne, lê li ser tiştna me li hev kirîye. Tiştê me li hev kirîye me gotîye ku emê tevgerek yekîtîya millî ava bikin. Em hatine li ser yekîneyên herêmî me li hev kirîye. Di destpêkêde hat gotin ku li gunda, li mehella, kurdek li kuderê be, divê em wan bikin endamê Tevkurdê. Me li hevnekir? Me dev ji vêya berda? Me li hevkir ku li herêma emê yekîneyên herêmî ava bikin? Me li ser vê li hev nekirîye? Belê, me li ser vêya li hevkirîye. Wê çaxê ezê ji we daxwaz bikim ku hun ê li gor vê li hevkirinê kar bikin û hun ê jî ji min daxwaz bikin. Tiştên me li hev nekirîye, ez dawa tiştekî li tu kesî nakim. Li ser tiştên ku me li hev nekirîye, mi dawa çi li we kirîye? Na, me li hev kirîye, me gotîye emê tevgerê ava bikin. Baş e, ev tevger dê çawa ava bibe? Cenabê we jî hevalên we jî dibêjin: “Tevkurdü örgütlemek bîzîm îşîmîz değîldîr”.
 
Helwesta Mesopê li hember rêxistinkirina Tevkurdê ev e. Baş e, vaya fikrek e. Le hun ji bo çi nabêjin ev kar kîmîn îşîdîr? Rêxistina Tevkurdê ne karê Mesopê ye.(Tevkurdü örgütlemek Mosopun îşî değîldîr). Dema-Nu zaten dibêje xwedê di navbêna min û rêxistina Tevkurdê de be.
Ger pêwîstî pê heye ku Tevkurd jî bê birêxistinkirin, ango li vira emê tevgerekê birêxistin bikin. Ev karê kê ye? Ez wexta difikirim, dibêjim ev karê me tevaye. Me gişa bi hevre gotîye emê tegerekê ava bikin. Karê rêxistinbûna Tevkurdê, wexta ku yê Mesopya be jî ew naye maneya ku Mesopîyê wek ji Mesopêre dixebitin wê ji Tevkurdê re jî bixebitin.
 
 Nuha em mecbûr in em nîqaş bikin, çar yekîneyên herêmî avabûye. Mesopê di 3 heba de cîh girtîye. Min di 3 civînande cîh girtîye, ya Stenbolê ya İzmîrê ya Mêrdînê, We jî di a Stenbolê ya İzmîrê û di ya Dîyarbekirê de cîh girtîye. We personel jî daye, berpirsîyar jî we daye. Ne lazim e em vêya nîqaş bikin: ka ev yekînena ji bo çi ne meşîyan? Dexlê we têde heye tuneye dexlê min têde heye tuneye? Mecbûr em vêya nîqaşbikin. Ev qusa meh e, ez bang li we dikim. Ez dibêjim werin em vana nîqaş bikin, hun her car derdikevin ji minre nîqaşên usulî derdixin. Bi nîqaşê usulî emê bi ku da herin? Ez kesî tehdîd nakim. Peyva min gotîye ezê dîsa bêjim. Di tura ewil de min dest pê kir, wext têrê nekir.
 
Pirsgirêkên Tevkurdê ev in. Yek jê mesela ku em ji alfabê nikarin gramerekê derxin. Alfabe di cîyê xwe de dimîne. Çi gavên pratîk sîyasî derdikeve pêşya me, em ji wê alfabê nikarin sîyasetek pratîk bi hevre derxin. Ji bo TRT6, ez û tu em cîhê man. Bû açilim, ez u tu em hatin gel hev. Bû Referandum ez u tu em dîsa cîhê man. Vaya problema Tevkurdê ye. Ez nabêjim gerek em di her meselê de wek hevûdu bifikirin. Feqet tabîîye, divê hun jî qebûl bikin ku ev ferqîna jibona hereket bûna Tevkurdê jî astengî ye. Divê em li ser vêya nîqaş bikin. Em çawa karin vêya çareser bikin. A duduya fahma min a rêvebiryê û fahma cenabê we ya rêvebiryê ne wek hevûdu ye. Vaya hatîye fahm kirin. Li ser vêya jî çend nimuna bivêjim. Ez vêya ne tenê jibona Sînan Çîftyürek dibêjim, jibona temama endamên meclîsê dibêjim.
 
Kongreya me biryar da û got: hun ê danasîn u rawestandina jenosîda Kurdîstanê bikin kampanya. Hun temam her kesekê 30-40 salê we ye, hun rêxistinan îdare dikin. Meclîs dikare biryara kongrê ji holê rake? Na. Piştî kongrê me civîna meclîsê çêkir. Hevalan gotin ku gerek em vêya berê lê bikolin. Em li ser jenosîdê heta nuha ne fikirîne. Me gotîye jenosîd, lê em li ser nefikirîne; em lêkolîn bikin, lêgerîn bikin. Salûnîvek derbasbû, meclîsê got ku me ev biryara hanê stend askîyê. Esasen bi vê biryarê, meclîsê meşruîyeta xwe sitend askîyê. Di vê danişîna civîna meclîsêde, min tenê muxalefet kir, hevalên din gişa bi yek dengî gotin: em vê ji holê radikin.
 
Ev tarza rêvebirîyê ye? Însan ne ferz e di her tiştî de li hev bikin. Feqet, ku ez û tu, ez û Sabahattîn, Arîf, Saîd, em ê bi hevre mesulîyeta rêvebiryê parvebikin û mesulîyetek meyî müşterek dê hebe, divê fahmê me jî nêzî hevûdu bin. Mesela rêvebiryê de gerek fahmê me nêzî hevbin. Min got ku ev meselena çareser nebe ez bi te re û Sabahattin re mesulîyeta rêvebiryê parnakim. Min kes tehdît nekir. Min negot ya ezê Tevkurdê xerabikim, ya ezê ji Tevkurdê herim. Dîsajî dibêjim, pirsgirêkên di navbêna min û te de li ser fahmê rêvebirya Tevkurdê ye, li ser aîdîyeta Tevkurdê ye. Heger ev çareser nebe, ez bi te re nikarim mesulîyeta müşterek ya rêvebirya Tevkurdê parvebikim. Rê çi dimîne? Min ji we re got ku, heger ev der ne tevgera yekîtîyê bûya, li hember lîsteya we, min ê jî ji xwe re lîsteyek derxista. Kongrêya me kîjan lîsteya bipejiranda wê lîsteyê ewê rêveberîya Tevkurdê bikira. Baş e, ev der tevgera yekîtîyê ye û ji kar u barê wenî re ne müsaîde. Dimîne, madem hun li hev dikin, hun ê li hevbikin. Ez dîsa Tevkurdî me, dîsa bo Tevkurd bimeşe çi kar hebe ezê bikim, lê bi were mesulîyeta rêvebiryê parvenakim, bi sebeb ji bo min ev mesela ehlaqî ye. 3 organê rêxistina min hebe û ez di van 3 organan de nîqaş nekim. Ez herim di rojnama gruba xwede rexne li vir bigrim û hevalên mi rexne li min bigrin bêjin vaya şaş e. Ez dîsa israr bikim bêjim na welle tu şaş e. Vaya meselê prensîbî ye ji bo min.
 
Arîf jî dibêje hun jî dibêjin, li ser hinek waqia bisekinin. Nuha hejmara 4a ya kovara xwe derxist. 6 meh di ser derketina kovarê de çûye. Heta nuha ên perê vê kovarê anîne hevalên İzmîrê, Mêrdînê û Swêdê nin. Li Diyarbekirê jî heqê 10-15 heb kovar hatîye. 6 meh di serre çû. Rizgarî alîkarî nedabûya, bi vê tawrê me nikarîbu kirya buroya Tevkurdê bida. Hun zanin sala çû ez ne sayman bûm jî, salên berê hertim ev problemana çêdibûn. Nuha aîdata Dema-Nu. 3 meh berê me li hev kiribû, nizanim çiqasbû min kaxizek da we. 3 meh diserre derbas bûye ez êdî betilîm ji were bêjim ka aîdata. Heman tişt jibo endamên zatî jî werê ye.
Problem çîye? Problem bi tehdîta be ey welle ezê herim hun ji xwera runin, nîyeta te heye tu here?
 
Here ma kes kesî bi zor li vira digre? Nîyeta kê heye çi zatî çi dezgehî, nîyeta kê heye u ji vê projê ne bawere ji xwe divê here. Heger li gor vê hun ê îradeyekê dest nîşan nekin, endamên zatî jî endamên dezgehî jî, heger ji bo ji vêderê tevgerek yekîtîya mîllî derkeve hun ê îrade daneynin paş, hunê qawetê nedin paş, êdî bêjin, em wê ji tevgerî bixin. Tu îrade rênede, rêxistina Tevkurdê ne karê Mesopê be, ne karê Dema-Nu be, ne karê piraya endamê meclîsa me be, ev rêxistin ewê çawa çêbibe?

Wê çax ger ku hunê vê îradê rênedin, gerek hun ji me re bêjin: li gor stratejîya gruba me anuka em nikarin îradeyek wenî destnîşanbikin û qawetê bidin paş. Wê çaxê em li ser biçûk kirina hedefên Tevkurdê nîqaş bikin.

Posted in: kurdi

Comments

There are currently no comments, be the first to post one!

Post Comment

Name (required)

Email (not required)

Website

CAPTCHA image
Enter the code shown above:

  
Üst Aidiyet ve İktidar
Fuat Önen
Geçmişten ders almak, Kürdistan’daki siyasi aktörlerin genellikle uzak durdukları bir eylem türüdür. Modernite öncesi kurumlarımızın (aşiret meclisleri, rîsıpi heyetleri,aşiret konfedereasyonları, mirl...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (339)


Dünya Düzeni, Dünya Devletler Sistemi ve Kürdistan
Fuat Önen
Türk devletinin son Kürdistan seferinin esas nedeni Hemrin dağından Afrin’e görünür hale gelen bu sınırlardır. Güney Batı sınırlarının görünür hale geldiği ve bu sınırlar içinde devletleşmeyi ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (639)


Dr. SaitÇürükkaya için yaptığım konuşma ve bazı yorumlar için açıklama
Fuat Önen
Birkaç gündür Şehid Sait Çürükkaya’nın mezarı başında yaptığım konuşma speküle edilerek, çirkin bir karalama kampanyası yürütülmektedir. Sait Çürükkaya’nın anıs...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (771)


Erbil ziyareti ve İmralı görüşmesiyle ilgili BasHaber röportaji
Fuat Önen
Bölge Başkanı Mesud Barzani müdahil olmaya, devletle HDP arasında bir tür uzlaşma sağlamaya çalıştığında, HDP eş başkanı bu meselenin Türkiye’nin “iç meselesi” olduğunu söyleyerek Başkan Barzan...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2764)


15 TEMMUZ, TÜRK ORDU GELENEĞİNDE İÇKİN OLAN BİR ASKERİ DARBE GİRİŞİMİDİR
Fuat Önen
Türkiye’yi zor günler beklemektedir. Yakındoğu ve Ortadoğu, Üçüncü Dünya Savaşının önemli cephesidir. Bu bölgeler yeniden dizayn edilmeye çalışılmakta. Birinci ve İkinci Dünya savaşları...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (922)


DERBEYA NÎVÇOMAYÎ û TÊKÇÛYÎ
Fuat Önen
Di hundirê dewleta Tirkiyeyêde şer herdem hebûye û ticarî ev dewleteke nebûye dewleteke yekpare. Artêşatirkan (TSK) ji xwe wek partiya hêzên şekdar yên Tirkan tevdigere. Artêşekepol&ic...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1031)


Ulusal birlik için ulusal hedef gerek
Fuat Önen
Normal savaş mantığı içinde bakarsak hendekler sınıra konulur. Ülkenin coğrafyası hendekler üzerinden çizilir. Kısmen Güney Kürdistan’da kazılan hendekler buna bir örnektir. Yani Güneyliler, Kürd...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1447)


   «   [1]  2  3  4  5  6  7  8  »      
DESTPÉK      Tarix-belge      TEVKURD      Aslan Kaya -Baz      Fuad Önen      Media