Fuad Önen
Arîşeyên Şengalê
Fuad Onen
Miletê Kurd têra xwe xwedî dijmin e, tevgera rizgarîya neteweyî ya Kurdistanê ji serî de çar dewletên dagirker ji xwe re kiriye hedef. Ev dewlet li dinyê jî xwedî mutefîk ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (490)


Armanckirina “kongreyeke netewî” ya ku ne li dijî tu dewletan e dibe devjêberdana mafê dewletbûna netewa Kurd!
Fuad Onen
Ev civîna ku berê wek Konferansa Kurdistanê û dûre jîwek Kongreya Netewî ya Kurdan hat binavkirin, li ser tewereya (mihwer) KomaraTirkîyê (KT)-Ocalan-Barzani ketiye rojeva me û çekber...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (4027)


Jenosîda domdar û rojhelata nêzîk
Fuad Onen
Di hundir tevgera sîyaseta Kurdîstanê de, di derheq mijara jenosîdê de, fahmekî zelal û muşterek tune. Tesbîtkirna sîyaseta jenosîda li Kurdîstanê, ne tenê tesbîteke ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (6004)


Serxwebûnxwaz û veqetxwazên wê kêm, yekbûnxwazên wê zêde
Fuad Onen
TEVKURD ne koalîsyoneke komikan e, ne jî di wateya teng de rêxistineke partîyî ya ku her kes bi nasnameya xwe ya takekesî tev lê bibe ye. TEVKURD wek rêxistineke bihurînê saz bûye ku d...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (5582)


Axaftina Kongreya Çarem ya Tevkurdê
Fuad Onen
Bayekî xurt ê entegrasyonalîst ji alîyê Tirkan ve ber bi me ve tê. Ev bayê entegrasyonalîst dibe sedemek ku em nikarin karbikin, bi sebeb em li hember wê pêlê têdikoşin. Bayek&ic...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (4059)


Axaftina di civîna meclisaTevkurdê
Fuad Onen
Alfabeyek a tevkurdê ya kurt heye. Em mîletek in, welatê me heye bî navê xweyî şêrîn Kurdîstan e. Ev millet li vî welatî divê xwe bi xwe îdare bike
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (4113)


Referanduma tirkan û sîyaseta kurdan
Fuad Onen
Armanca siyaseta kurdistanî ne serastkirina arêzeyên sîstemê ye û ne wezîfeya wê ye ku bifikire û bixebite ji bo ku ev sîstem bi rêk û pêk bimeşe. Tam berevaciya vê, ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (4194)


   «   [1]  2  3  4  »      
  
04

Pakêta guherandina Qanûna Esasî, di eslê xwe de karekî sivik û basît e. Qanûna Easî, heta aniha 16 caran hatiye guheranin. Pakêta bûye mijara referandûmê jî tê de hemû guherandin di hundur mantiq û çarçoweya Qanûna Esasî ya 12yê Îlonê de ye. Lê, temamê aliyên siyaseta tirkan vî karî bi mubalexeyeke mezin derdixin pêş. Ev niqaşên siyasî yên li ser vê pakêtê tezahura şerê navxweyî yê siyaseta Tirkiyeyê ye. Ev demeke dirêj e têkoşînek di nav baskên siyasî di hindur siyaseta tirkan de heye. Ev pakêt jî bi sebeb ku bi wî şerî ve têkildar e, her du teref jî ji bo ku di vî şerî de gavan li hember hevûdin bavêjin, bi mubalexeyeke mezin niqaşan li ser vê paketê dimeşînin. 

 
Di vê pakêtê de du xal ne tê de, li ser xalên din hema hema hemû partiyên siyasî ên Tirkiyeyê bi erênî li van guherandinan dinêrin. CHPyê got ku wan her sê xalan bikşînin, ên din em bi hevûdin re derbas bikin, ne hewceyê referandûmê ye jî. Ji wan her sê xalan yek jê, ya zehmetkirina girtina partiyan e, ew ji parlementoyê derbas nebû. Du xal man; HSYK û Mahkema Qanûna Esasî. Tiştên ku di van xalan de tên guherandin, prosesa hilbijartina endamên wan in. Zemîna ku HSYK û Mahkema Qanûna Esasî li ser kar dike weke berê dimîne. Xalên din, piraniya wan bi nisbet halên xwe yên kevin mirov dikare ji hin guherandinan re bêje baş in, lê sivik in. Tu giringiya wan di siyaseta Tirkiyeyê de tune ye. Wek nimûne; dibêjin li hember pîrekan em ê pozîtîv ayirimcilik (cudakeriya pozîtîv) bikin. Aniha ev xal derbas bibe dê çi bibe, derbas nebe dê çi bibe. Bi sebeb di vê madeyê de tu tiştekî berbiçav ku ew ê filan filan karî bikin tune ye.
 
AKP dixwaze derxe pêş ku ew hesab bi 12yê îlonê re dibînin, dibêjin ew ê ji berpirsiyarên 12yê îlonê hesab bipirsin. Ev jî xaleke sivik e. Sî sal ser re derbas bûye, berpirsên wan ji derveyî yek an diduyan di jiyanê de nemane. Dûre di hiqûqa Tirkiyeyê de tê niqaşkirin ku ev xal bê guherandin jî bi sebeb mirûrê zeman bûye, ew ê nekaribin wan mehkeme bikin. Û ji bo vê xalê şeş meh berê ji xwe CHPyê got ka em vê xalê rakin lê AKPyê got em ranakin.
 
Em ê bi çi awayî û bi kîjan helwestê li vê pakêtê binêrin?
Em ê ji ku li vê guherandinê binêrin. Aniha di felsefê de jî ev heye, di siyasetê de jî ev heye. Tu ciyê nêrîna xwe biguherî, tiştên tu dibînî jî tên guhertin. Divê em ji Kurdistanê ve lê binêrin. Dema ku tu ji Tirkiyeyê ve li pakêtê binêrî, ev şerê di hindur siyaseta tirkiyewî de, tu yê jî wek şerê xwe bipejirînî, tu yê jî wek aktorekî siyasî, xwe di wê denklemê de terîf bikî. Hek tu tirkiyewî bî, navê te çi dibe bila bibe, ger helwesta te tirkiyewî be, ciyê ku tu lê dinêrî tirkiyewîtî be, çi mesele hebe tu ji Tirkiyeyê ve lê binêrî û tu wê denklema tirkiyewîyê qebûl bikî, tu yê bi awayekî helwest bigirî. Lê hek tu ji Kurdistanê ve lê binêrî û bi helwesteke kurdistanî li pakêtê binêrî, tu yê bi awayekî din helwest bigirî.
 
‘Erê’ an ‘na’ seçenekên (vebijarkên) siyaseta tirkan in, ne yên siyaseta kurdan in. Grûbên siyasî yên Kurdistanê, divê di hindur denklema xwe de li meseleyên sîyasî binêrin. Denklema ku tirk an Sîstema Serweriya Tirk li ser wan ferz dikin divê ku berê ew wê denklemê red bikin. Niha ez ji Kurdistanê lê binêrim, prosesa hilbijartina endamên HSYK û Mehkemeya Qanûna Esasî çiqas girêdayî bi doza min re ye? Ew ê çiqas sivikayî li min bike, ez ê ji wî alî de lê binêrim. Lê dema ez ji Tirkiyeyê lê binêrim û ji şerê di nav hêzên desthilatdariya siyasî yên tirkan de lê binêrim, xwe di nav wê denklemê de terîf bikim, ez ê vê meseleyê pir girîng bibînim. Ji ber vê yekê qeneeta min ew e ku ‘erê’ an ‘na’, ne alternatîfên siyaseta kurdistanî ne. Tenê di hindur ‘erê’ û ‘na’ de fikirandin, qebûlkirina denklema tirkiyewiyê ye.
 
 
Pakêta guherandina Qanûna Esasî, perçeyek ji açilima tirkan e
 
Di mesela açilima tirkan de jî, heman problem li ber siyaseta Kurd bû. Ji roja ewil ve me got ku ev açilim, açilima tirkan e. Lê, hema bigire temamên grûbên siyasî yên Kurdistanê, wek ku tirkan ji wan re pêşkêş kir, wan jî qebûl kir û gotin açilima kurdan e. Dûre tirkan dev jê berdan. Berê kirin açilima demokratîk, dûre navê wê guherandin kirin projeya biratî û yekîtîya milî. Lê hîn jî gelek ji me, wek açilima kurdan bi nav dikin. Bi sebeb perçeyek ji denklema Tirkiyeyê difikirin û ji Tirkiyeyê ve li meselan dinêrin. Halbûkî, hek tu ji Kurdistanê li vê meseleyê binêrî, tu yê bi du sebeban pir zû bibînî ku ev ne açilima kurdan e, ya tirkan e.Yek; aktorên ku ev açilim xistin rojeva siyasî, ew in ku xwe tirk terîf dikin, yanî ên ku vê açilimê dikin tirk in yan jî xwe wek tirk terîf dikin. Didu; tirk jî dikarin açilimên kurdan çêbikin. Amerîkayî jî dikarin çêbikin. Wê çaxê em ê li çi binêrin? Çerçeveya vê açilimê çi ye? Ev açilim li ser kîjan zemînê tê kirin, em ê li wê binêrin. Zemîna vê açilimê ne tenê tirk e, tirkçi ye jî. Bi sebeb ji roja ewil de ên ku qala vê açilimê dikin, dibêjin yek milet, yek welat, yek dewlet, yek al û yek zimanê fermî. Çerçeveya ku ev açilim li ser e, çerçeveya yekitiya Tirkiyeyê ye. Ev zîhniyet ne tenê tirk e di heman demê de zîhniyeteke tirkçi ye.
 
Armanca siyaseta kurdistanî ne serastkirina arêzeyên sîstemê ye û ne wezîfeya wê ye ku bifikire û bixebite ji bo ku ev sîstem bi rêk û pêk bimeşe. Tam berevaciya vê, siyaseta Kurdistanî dixwaze vê sîstemê hilweşîne, dakirkeriya vê sîstemê ji Kurdistanê rake. Yê ku dihêle grûbên siyasî yên Kurdistanê hebe û yê ku meşruîyetê dide wan, ji cephê de li hemberderketina vê sîstemê ye. Heke grûbên siyasî yên Kurdistanê çareserkirina arêzeyên sîstemê ji xwe re bikin armanc û serastkirina Sîstema Serweriyê bikin karê xwe, wê çaxê hebûna wan wek aktoreke cihê a sîyasî bêwate dimîne.
 
Di açilimê de jî di pakêta referandûmê de jî talûke heye ku siyaseta kurd bêşexsiyet bibe. Ew grûbên siyasî yên Kurdistanê, ên ku xwe di denklema ‘erê’ û ‘na’ de terîf dikin, lazim e li ser şexsiyeta xwe ya siyasî ya Kurdistanî bifikirin. Gelo em xwe di hindur wê denklemê de terîf bikin şexsiyeta me ya siyasî ya kurdistanî zerar dibîne an nabîne? Heke em di hindur vê denklemê de xwe terîf bikin tu wateya xweterîfkirina wek grûbên siyasî yên Kurdistanî namîne.
 
Gotineke Marks heye; dibêje ‘Xuyabûnî û rasteqînî wek hevûdin bûna, pêwistî bi zanyarîyê ve nedima’. Bi tirkî; ‘görünüş ile gerçek bir olsaydı bilime gerek kalmazdı.’ Ev di siyasetê de jî wisa ye. Xuyabûniyek heye ku cudatî di navber baskên siyasî an saziyên sîstemê de heye. Lê gelo ev çiqas rastî ye? Berê divê ku em bipirsin ka di meseleya çareserkirina pirsa Kurdistanê de ferqiyeke mezin ya AKPyê ji CHPyê heye an na? Dema ez ji aliyê xwe de lê dinêrim, bi rastî ez di meseleya Kurdistanê de tu ferqiyeke mezin di nav helwesta CHP û AKPyê de nabînim. AKPyî bi xwe dibêjin ku ev açilima ku me aniha li dar xistiye ji rapora CHPyê (Kurd Raporu) paşdemayîtir e û ji CHPyê re dibêjin ku em hîn negîhane tiştên ku we teleb kirine û ji bo çi hûn piştgiriya me nakin?
 
Helwesta li hember dijîtiyên di navber dijminan de girîng e. Divê em di serî de qebûl bikin ku em ‘em’ in û ew jî ‘ew’ in. Siyaseta tirk û siyaseta kurdistanî dijminên hev in, ne dost û birayên hev in. Lewra ‘em’ û ‘ew’ bi hev re di hindurê têgîna ‘em’ de nikarin bihewin. Di siyasetê de tu kes li hember dijitiyên di nav dijminên xwe de nikare laqeyd bimîne. Çawa ku siyaseta tirkan li dijitiyên di navbera kurdan de laqeyd namîne, helwest digire û carinan jî mudaxil dibe, lazim e siyaseta kurd jî li hember dijîtiyên di nav siyaseta tirkan de laqeyd nemîne. Di siyasetê de jî û di şer de jî ev prensîbek e ku heya ji destê te bê, tu yê nehêlî ku hemû dijminên te li hemberî te yekbigrin. Di siyaseta şoreşger de, li kêleka van xalan xaleke din jî heye, ku tu yê tu carî di nav şerên dijiminên xwe de nebî aktorekî terefgir. Tu yê xwe li wir terîf nekî. Tu yê her wî şerî dûrî xwe bibînî, li hember xwe bibînî û dema tu mudaxil dibî jî, tu yê wek terefê xwe bimînî û mudaxil bibî, tu yê jî bibî terefekî din li hemberî siyaseta tirkan, ne ji wan terefek.
 
Referandûm, ji bo kurdan ne mijara parastin an hilweşandina statukoyê ye
 
Argumentên cepheya ‘erê’ a herî giring ew e ku dibêjin “AKP li hember statukoyê ye û terefê din jî statukoparêz e. Kî bêje ‘na’ an boykot bike alîkariya statukoparêzan dike.” Ev tevsîr tirkiyewî ye. Statukaya Sîstema Serweriya Tirk, li ser bêstatuhiştina sîyasî a kurdan ava bûye. Guherandina prosesa hilbijartina endamên HSYKyê û Mehkema Qanûna Esasî, statukoya ku em li hember in hilnaweşîne. Ev şerê di navbêna AKP û cepheya siyaseta Tirkiyeyê ya din de vê statukoyê hilnaweşîne. Ew bi xwe jî di hindur wê statukoyê de ne û dixwazin ev statuko jî dewam bike. Gava tu ji Kurdistanê ve li vê pakêtê binêrî û bêjî ev dixwaze statukoyê hilweşîne, ji bo wê jî em piştgiriya wê dikin, wê çaxê, statukoya ku siyaseta kurd li hember e, te baş nas nekiriye. Tu xwe di hindur siyaseta Tirk de terîf dikî.
 
Lê hin grûbên çep yên tirk, ên ku di cepheya ‘na‘ de an jî ên ku di cepheya ‘erê‘ de xuya dikin, wiha fahmbikin û li gor wê helwest bistînin, tê fahmkirin. Lê li Kurdistanê parastina argumentên wisa înkara siyaseta Kurdistanê ye. Em bi awayekî pratîkî lê binêrin. Piştî vê referandûmê ku li Kurdistanê û li Tirkiyeyê dengên ‘erê’ zêde derkeve, zêdederketina dengê ‘erê’ dê çi perspektîveke nûh li ber siyaseta kurd veke? Ew ê çi sivikayî li têkoşîna azadiyê bike? Ew ê statukoya dagirker çawa hilweşîne? Divê ku ew kadro û grûbên siyasî ên ku dibêjin ‘erê’ ji me re vêya bibêjin.
 
Guherandin bi xwe di çarçoveya qanûna esasî ya 12yê îlonê de ye. Em bi awayekî pratîkî û li gor encaman li tesîra van her sê helwestan ya li ser statukoyê binerin. Heke dengê ‘erê’ pir zêde derkeve, dê feyda wê kî berhev bike? Kîjan grûbên siyasî yên kurdan (Hak-Par, KADEP, BDP an yên din) dê fêde ji zêdederketina dengên ‘erê’ bîstîne? Ne yek jî. Hek ‘erê’ zêde derkeve yê ku fêde jê bistîne, R.Teyîb Erdoxan e. Hek li Kurdistanê û li Tirkiyeyê dengê ‘na’ zêde derkeve, ew ê çi encam bide? Bi ya min Ji bo ku yekî kurd  here ser sindoqê û bêje ‘na’ tu sebeb tune ye. Ev helwesta herî xerab e. ‘Na’ derkeve jî tu grûbeke siyasî ya kurdan, ya ku bikaribe faydeyeke siyasî ji vêya bigire tune ye.
 
Alternatifa sisêyan boykota aktîf e. Siyaseta kurd divê ku vê denklemê red bike û sedemê redkirina xwe bi awayekî aktîf ji gel re îzah bike. Sedemê ku em vê boykot dikin, ne ew e ku em hin madeyan xerab dibînin an hin madeyan baş dibînin. Em vê denklema ku li ser me ferz dikin ji kok ve red dikin. Ji raya giştî ya Kurdistan, Tirkiye û dinyayê re dibêjin ku em ne di hindur denklema siyasî ya Tirkiyeyê de ne. Denklema me li hember Tirkiyeyê ye. Em siyaseta kurdistanî dikin û bi sebeb ku em ji Kurdistanê de lê dinêrin, em boykot dikin.
 
Li Kurdistanê piştî referandûmê, hek ji sedî pêncî û yek neçûbin ser sindoqê, dê ev fêde bide kê? Gelo ev netîce dê çi fêde bide statukoparêzên Tirkiyeyê? Ew kurdên di cepheya ‘erê’ de ne ku me îtham dikin ku “hun boykot bikin, hun ê alikariya statukoparêzên Tirkiyeyê bikin ku ew jî CHP, MHP, artêş û hêzên herî tarî ne”, bila fêdeya wê bêjin ka çi ye? Tu fêda wê ji bo statukoparêzan tune ye. Berevaciya wê ji AKPyê zêdetir wê statukoparêz aciz bibin.
Hek encamek wiha derkeve, temamê beşên siyasî yên Kurdistanê dikarin fêde jê bigirin. Hak-Par û KADEP federasyonê, hin kes an hêz serxwebûnê, hin otonomîya demokartîk dixwazin, ev netîce ji bo van daxwazan dibe argumenteke baş. Em ê li Kurdistanê jî li dinyayê jî bibêjin ku helwesta gelê me û a gelê Tirkiyeyê ji hev cihê ye. Denklema ku tê de tevdigerin, fehmên wan yên siyasî ne wek hev in. Eşkereye ku bi vê referandûmê tu statuko ya ku hilweşe tune ye. Tenê helwesta boykot a aktif dikare statukoya dagirker niqaşbar bike.
 
Helwesta PKK û BDPyiyan li hember referandûmê
Helwesta BDPyê jî boykot e lê sedemê ku boykot dikin ne ew sedem e ku ez dibêjim. BDP ji destpêka pêvajoya açilimê û heta îro gelek helwestên cuda girtiye. Di destpêkê de gotin “ev açilim ya kurdan e û baş e. Em piştgirî didinê.” Anûka jî rêvebirên BDPyê derdikevin Teyîb gunehbar dikin û dibêjin “tu derewan li me dikî, em di serî de li hember açilimê derneketine, me açilim parastiye, lê te wek me nekiriye, loma niha em vê açilimê naparêzin.”
 
Di cepheya PKK, BDP û derûdorên wan de problemek heye ku siyaseta wan ne eşkere ye. Sedemên ku destnîşan dikin û sedemên wan ên rasteqîn ne li hevûdu ne. Di destpêka açilimê de, em dizanin ku di nabeyana Dewletê û BDPyê de, bi rêya Ehmed Turk, nabeyna Îmralî û dewletê de, di nabeyna Amerîkaniyan û wan hêzan de, di nabeyna Başûriyan û Dewleta Tirkan û Amerikayiyan de gelek danûstandinên bi dizî hatine çêkirin. Tu kes ji wan jî van danûstendinên ku bi dizî çêkirine deşîfre nakin. Siyaseta şoreşger siyaseteke eşkere ye. Şoreşger tu carî hedefên xwe yên siyasî venaşêrin. Karûbarên ku ji bo wan hedefan dikin jî eşkere dikin. Rêxistinên şoreşger çi vedişêrin? Heke rêxistinên îlegal bin, têkiliyên xwe yên rêxistinî ji dewletê vedişêrin. Wekî din ne hedefên xwe, ne prensîbên xwe, ne jî argumentên parastina taktîkên xwe yên siyasî venaşêrin.
 
Vê cepheyê piştgirî dane açilimê û açilim tenê li ser muxatebiyê niqaş kirin. Gotin muxateb Îmralî ye. Dûre gotin Qandîl e. Îmralî jî di destpêkê de got; PKK jî dibe, BDP jî dibe, mirovên akîl jî dibe ku bibin muxateb. Dûre hat niqteyekê ku Îmralî got muxateb ez tenê me. Heke ez muxateb nebim ev açilim naçe serî. Û ji bo ku vêya îsbat jî bike, ji Mexmûrê û Qandîlê du heyet jî xwest. Dûre em dibînin ku di nabeyna Îmralî û rêvebirên BDPyê de jî wê çaxê problem hebûne. Vê taliyê Îmralî beyanatek da û got ku dewletê xwest bi ser Ehmed Turk re me tesfiye bike. Heta carekê Ocalan got ku heke hûn dikarin bi Ehmed Turk re meseleyê bipişkêvin herin bipişkêvin. Meydan xwend, yanî got ku hûn nikarin bêyî min bi Ehmed re van karan safî bikin. Piştî ku ev niqaşên li ser muxatebiyê neçû serî, di danûstandinên li pişt perdê yên ku em pê nizanin de xetimandin çêbû, ew danûstandin xetimîn. BDP hêdî hêdî ji açilimê bi dûr ket û hêdî hêdî li hember açilimê helwest stend.
 
Di destpêka referandûmê de Ocalan got ku em ê cepheya ‘na’ vekin û divê ku cepheyeke pir bihêz û pir berfireh bê avakirin. Dûre ji wê jî daket. Aniha ji cepheya ‘na’ derbasî cepheya ‘boykotê’ bû. Di vê hefteya dawî de gotinên Ocalan dide fehmkirin ku hîn jî biryara xwe ya talî nedaye. Dibêje lazim e ku bê niqaşkirin, bi xelkê bê şêwirandin û dûre helwest bê stendin. BDP, PKK û Îmralî di vê pêvajoya açilimê de û li hember pakêta guherandina qanûna esasî helwesteke cidî, biistiqrar û sabît nestendin. Anûka jî em nizanin ka ew ê li ser çi esasî û bi kîjan sedeman boykot bikin.
 
Gava meriv an rêxistinek helwesteke siyasî digire, sedem û argumentên wê jî giring in. Ev ji bo cepheya ‘erê’, ji bo cepheya ‘na’ û ji bo cepheya boykotê jî wisa ye. Îro gelek grûbên çep yên Tirkiyeyê dibêjin ‘erê‘, hinek jî dibêjin ‘na ‘. Lê sedemên ku ew dibêjin ‘erê‘ an ‘na‘, sedemên ku AKP, MHP û CHP dibêjin ‘erê‘ an ‘na‘ jî ne li ser hevûdin in. Ji ber wê ku di şikil de dişibin hevûdin, meriv wan itham bike ku di rastiyê de jî wek hevûdin in, îthameke gelek şaş e. Yanî ez Hak-Parê, KADEPê, MESOPê û grûbên din yên kurd îtham nakim ku ew bûne AKPyî. Hin grûbên çep hene ku dibêjin ‘na‘, ez wan jî îtham nakim ku MHPyî ne an Ergenekoncu ne.
 
Sedemên helwestên wan ne wek hev in. Divê ku meriv yê li hember xwe ne tenê bi şiklê ku xuya dike binirxîne, bi sedemên wan û bi argumentên wan binirxîne. Û cudatiya di navber van her sê cepheyan de jî divê meriv bibîne. Sedemê boykotkirina BTPyê muxatebnegirtina Îmraliyê ye. Ev sedem û argument vala ye. Berî muxatebiyê, tu yê ji çi re bibî muxateb wê niqaş bike. Ji xwe problema PKK û BDPyiyan jî ya herî mezin ev e. Wan açilim bi xwe niqaş nekirin, ka dê kî bibe muxteb niqaş kirin. Gelo ev açilima tirkan hêja ye ku kurd bibin muxateb? Wan ev niqaş venekirin, açilimê wek rastî qebûl kirin û gotin muxateb li wê derê ye.
 
Lewra sedemê vê helwestê naveroka denklemê ye. Ez denklemê ji kok de red dikim, loma boykot dikim. Lê dîsa jî hêvîdar im ku temamê grûbên kurdan helwestek kurdistanî bigirin û vê denklema tirkiyewiyê red bikin, helwesteke kurdistanî li hember Tirkiyeyê ava bikin û di hindur wê denklemê de helwest bigirin.
 
Helwesta Tevkurdê ya li hember açilim û referandûmê
Mirov dikare helwesgirtina Tevkurdê ji aliyê programatîk û ji aliyê pratîk ve binirxîne. Programa Tevkurdê kurdistanî ye, xwe li Tirkiyeyê terîf nake û denklemek li hember Tirkiyeyê ye, siyaseta kurd di hindur denklema kurdisanî de terîf dike. Lê di pratîkê de, endamên Tevkurdê, di pêvajoya açilimê de jî, di pêvajoya referandûmê de jî gaveke pratîk û bi programa xwe re li hev nekarin bavêjin. Di destpêkê de, di civîna Komîteya Rêvebir û civîna Meclisa Tevkurdê de, li ser açilimê niqaş hat kirin. Piştî van niqaşan me fahm kir ku di fahmkirin û helwestgirtina li hember vê açilimê em wek hevûdin nafikirin. Ji ber wê Tevkurdê helwesteke siyasî li hember pêvajoya açilimê negirt.
 
Lê Tevkurdê hewl da ku temamê kurdan di meseleya açilimê de bi hev re niqaş bikin û bi hev re helwestekê bigirin. Ji bo wê jî me sempozyomek li dar xist. Di vê sempozyomê de grûbên ku hatin ba hevûdin di nirxandin û helwestgirtina li hember açilimê de li hev nekirin û ji ber wê jî beyana encamekê ji wê sempozyomê derneket. Me li hev nekir. Bi sebeb ku Tevkurd tevgera yekitiyê ye, tenê bi lihevkirin dikare biryar bigire, bi piraniya dengan helwestên siyasî li ser hevûdin ferz nakin; Tevkurdê di meseleya açilimê de biryareke ku temamê pevgihayiyên xwe, çi endamên zatî û çi jî yên dezgehî be, girê dide, nestend.
 
Di hindur Tevkurdê de, îro piraniya meyla endamên Tevkurdê nêzîkî cepheya ‘erê’ ye. Hin endamên zatî yên siyasî boykotê diparêzin. Ji ber ku ev dijîtî di hindur Tevkurdê bi xwe de jî heye, heya niha helwestek di derheq referandûmê de nehat girtin. Ez bawer im di civîna meclisa me ya bê de jî ew ê helwestek yekgirtî jê dernekeve. Endamên me yên dezgehî; MESOP û Dema-Nû deklere kirin ku ew ê piştgirî bidin referandûmê û ew ê herin ser sindoqê û bêjin ‘erê‘. Helwesta Komalê hîn jî diyar nebû ye. Di nav endamên me yên zatî de yên ku her du helwestan jî (‘erê‘ û ‘boykot’) diparêzin hene. Wek netîce, mixabin Tevkurdê li ser programa xwe bi yekdengî nedikarî di pêvajoya açilimê de jî di pêvajoya referandûmê de jî helwestek siyasî bigire û li ser wê helwesta xwe siyasetê bike. Handîkapek me ya TEVKURDê jî ev e ku em ji programek hevpar, nikarin helwestek hevpar ji bo pratîka sîyasî derxînin.                                                        
 
 
Posted in: kurdi

Comments

There are currently no comments, be the first to post one!

Post Comment

Name (required)

Email (not required)

Website

CAPTCHA image
Enter the code shown above:

  
Üst Aidiyet ve İktidar
Fuat Önen
Geçmişten ders almak, Kürdistan’daki siyasi aktörlerin genellikle uzak durdukları bir eylem türüdür. Modernite öncesi kurumlarımızın (aşiret meclisleri, rîsıpi heyetleri,aşiret konfedereasyonları, mirl...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (512)


Dünya Düzeni, Dünya Devletler Sistemi ve Kürdistan
Fuat Önen
Türk devletinin son Kürdistan seferinin esas nedeni Hemrin dağından Afrin’e görünür hale gelen bu sınırlardır. Güney Batı sınırlarının görünür hale geldiği ve bu sınırlar içinde devletleşmeyi ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (896)


Dr. SaitÇürükkaya için yaptığım konuşma ve bazı yorumlar için açıklama
Fuat Önen
Birkaç gündür Şehid Sait Çürükkaya’nın mezarı başında yaptığım konuşma speküle edilerek, çirkin bir karalama kampanyası yürütülmektedir. Sait Çürükkaya’nın anıs...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (942)


Erbil ziyareti ve İmralı görüşmesiyle ilgili BasHaber röportaji
Fuat Önen
Bölge Başkanı Mesud Barzani müdahil olmaya, devletle HDP arasında bir tür uzlaşma sağlamaya çalıştığında, HDP eş başkanı bu meselenin Türkiye’nin “iç meselesi” olduğunu söyleyerek Başkan Barzan...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2910)


15 TEMMUZ, TÜRK ORDU GELENEĞİNDE İÇKİN OLAN BİR ASKERİ DARBE GİRİŞİMİDİR
Fuat Önen
Türkiye’yi zor günler beklemektedir. Yakındoğu ve Ortadoğu, Üçüncü Dünya Savaşının önemli cephesidir. Bu bölgeler yeniden dizayn edilmeye çalışılmakta. Birinci ve İkinci Dünya savaşları...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1028)


DERBEYA NÎVÇOMAYÎ û TÊKÇÛYÎ
Fuat Önen
Di hundirê dewleta Tirkiyeyêde şer herdem hebûye û ticarî ev dewleteke nebûye dewleteke yekpare. Artêşatirkan (TSK) ji xwe wek partiya hêzên şekdar yên Tirkan tevdigere. Artêşekepol&ic...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1189)


Ulusal birlik için ulusal hedef gerek
Fuat Önen
Normal savaş mantığı içinde bakarsak hendekler sınıra konulur. Ülkenin coğrafyası hendekler üzerinden çizilir. Kısmen Güney Kürdistan’da kazılan hendekler buna bir örnektir. Yani Güneyliler, Kürd...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1587)


   «   [1]  2  3  4  5  6  7  8  »      
DESTPÉK      Tarix-belge      TEVKURD      Aslan Kaya -Baz      Fuad Önen      Media