Fuad Önen
YEKÎTÎYA KURDAN Û YA PARTÎYÊN KURDAN JI HEV CUDA NE
Fuat Önen
Di nav tevgerên rizgarîya neteweyî de kesî bi qasî tevgera rizgarîya neteweyî ya Kurdan nîqaşên teorîk nekiri ye. Em di nivîsarên Ho Shi Min, Amilcar Cabral, Mahatma Ghandi, Fide...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (364)


TC ÇIMA JI YEKÎTÎYA AXA ROJAVAYÊ KURDISTANÊ DITIRSE?
Fuat Önen
Ez ne di wê bawerîyê de me ku TC yê karibe Efrînê dagir bike û li wir pêşî li Kurdan bigire. Bi sedem ku TC nikare bakurê Kurdistanê wek berê bi rêve bibe, anuha her nav&cc...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (190)


REFERANDOMA SERXWEBÛNA KURDISTANÊ
Fuat Önen
Serxwebûna Kurdistanê di herêma Rojhelata Nêzîk de şoreşek e û ew ê nîzama dagirker hilweşîne. Ji ber vê yekê her çar dewletên dagirker; di serî de jî dewleta ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (243)


SERXWEBÛNA BAŞÛRÊ KURDİSTANÊ GENGEŞÎYÊN Dİ NAV ŞÎA Û SUNEYAN DE ŞENGAL Û HÎLALA ŞÎA RIZGARBÛNA ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
Fuat Önen
Em nizanin ku bi çi sedemê rê lê vekirin ku hêzên Haşdî Şabî têkevin hin deverên Şengalê û ew van deveran “rizgar” bikin. Hêza pêşmergeyan heye ku her bi...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (299)


Arîşeyên Şengalê
Fuad Onen
Miletê Kurd têra xwe xwedî dijmin e, tevgera rizgarîya neteweyî ya Kurdistanê ji serî de çar dewletên dagirker ji xwe re kiriye hedef. Ev dewlet li dinyê jî xwedî mutefîk ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (789)


Armanckirina “kongreyeke netewî” ya ku ne li dijî tu dewletan e dibe devjêberdana mafê dewletbûna netewa Kurd!
Fuad Onen
Ev civîna ku berê wek Konferansa Kurdistanê û dûre jîwek Kongreya Netewî ya Kurdan hat binavkirin, li ser tewereya (mihwer) KomaraTirkîyê (KT)-Ocalan-Barzani ketiye rojeva me û çekber...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (4259)


Jenosîda domdar û rojhelata nêzîk
Fuad Onen
Di hundir tevgera sîyaseta Kurdîstanê de, di derheq mijara jenosîdê de, fahmekî zelal û muşterek tune. Tesbîtkirna sîyaseta jenosîda li Kurdîstanê, ne tenê tesbîteke ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (6281)


   «   [1]  2  3  4  5  »      
  
22

“Hebûna gelek hizbên cuda xwezayî ye. Kurdistan welatekî fireh û neteweyê Kurd neteweyekî qedîm e. Ev netewe di hundir hizbekê de hilnayê. Ji xwe hizb, partî tê wateya li ser hin cudatîyan xwe bi rêxistinkirinê.”

“Mijara yekîtîya Kurdan û yekîtîya partîyên heyî du tiştên cuda ne. Di nav girseyan de hêvî û daxwaza yekîtîya partîyan jî yekîtîya Kurdan jî xwezayî ye û nîşaneya nirxên neteweyî ye.”

“Ger li vir em neteweyên otokton û alakton ji hev cuda bikin em dikarin bêjin ku di neteweyên alakton de avakerî, di yên otokton de avabûyînî tayînker e.”

“Sistemeke ku mirov daxwaz bike sistema Kurdistana Serbixwe û Yekgirtî ye. Lê nuha em ji wê hedefa xwe ya strastejik dûr in. Heta em bigihêjin wê hedefê em ê gelek sistemên rêvebirîyê li parçeyan bibînin û em dibînin jî.”

“Gelek xwendeyên me li tunebûna dewleteke navendî dinihêrin û wer hizir dikin ku mîrateke me ya xwe bi xwe rêvebirinê tuneye û di warê xwe birêvebirinê de jî xwe mahkûmê ji sifirê de destpêkirinê dibînin. Ev nerîneke oryantalîst e.”

“Ji nuha de ji bo sistema rêvebirinê ya Kurdistaneke Serbixwe û Yekgirtî em nikaribin şemayekê sîyaseten ferz bikin jî, em dikarin çarçoweyekê jê re dahînin.”

“Kurdistana serbixwe û yekgirtî divê ne unîter be û di hindur xwe de gelek teşeyên xwe bi xwe rêvebirinê bihewîne. Li gor şerd û mercên damezirandinê û pêvajoya têkoşînê di nav parçeyan de formên federal, konfederal, herêmên xweger (otonom) dikare bive perçakî modela rêvebirina me.”

“Di nav tevgerên rizgarîya neteweyî de kesî bi qasî tevgera rizgarîya neteweyî ya Kurdan nîqaşên teorîk nekiri ye. Em di nivîsarên Ho Shi Min, Amilcar Cabral, Mahatma Ghandi, Fidel Castro û yên wekî wan de tûşî nîqaşên teorîk li ser netewe an neteweperwerîyê nayên. Li goreyî wan ew neteweye ne û mafê wan heye ku neteweyên wan bi dewlet bin.”

“Rabêjeke PKKê ya bi hedarî tuneye ku em bikaribin pênase bikin. Di vî bîst salên dawîn de PKK 4-5 rabêj guherîye û ev ne mijareke teorîk e. PKK bi teorîyê prtatîka xwe saz nake. Berovacî wê ji bo pratîkên xwe yên konjonkturî hin teorîyan saz dike.”

“Di mijara dewletbûyin û dij-dewletbûyinê de, rabêja PKK û pratîka PKK heman tiştî nabêje. Di cîyên ku kontrola PKKê ya leşkerî tê de heye, pratîka PKKê pratîka jêrdewleteke otoriter û totalîter e, ne ku pratîkeke dij dewlet e.”

“PKK bi tarza rêxistinên xwe, bi têkilîyên li gel dewlatan datîne û cîyên lê serwer, bi fahmê dewletan tevdigere. Daxwaz ne dewleteke navendî ye,  lê di bin serwerîya dewletên navendî de jêr-dewlet e. Alternatifa PKKê ya li hember dewletan ne bê dewletî ye, lê jêr-dewleteke Partîyî ye.”


1- Di nava kurdan de fikrên gelek cuda, hizbên dijberî hev hene, lê tu ji kê re behsa meselaya kurdî bikî, teqez hemî gazinan ji cudatiyan dikin û hêviya yekîtiya kurdan dikin. Hewqas kes hem behsa yekîtîyê dikin lê çima ev perçebûn ev dijberîtî çima? Derbarê “yekitî”yê cenabê te dikarê çi bêje?

Hebûna gelek hizbên cuda xwezayî ye. Kurdistan welatekî fireh û neteweyê Kurd neteweyekî qedîm e. Ev netewe di hundir hizbekê de hilnayê. Ji xwe hizb, partı tê wateya li ser hin cudatîyan xwe bi rêxistinkirinê. Partî ango parçeyek, qismek ji civatê. Partî bira partî be wê hemberîyeke wê di nav civatê de hebe û cudatîya partîyê ji yên din zelal be. Li Bakurê Kurdistanê pirsgirêk ne di hebûna gelek partîyan de ye. Heta hûn ji min bipirsin hejmara partîyên me hindik in jî. Ji bo neteweyekî ku serjimara wî 15-20 milyon be hebûna 7-8 partîyan çima zêde be? Di mijara hebûna gelek partî de pirsgirêka me ya herî mezin li Bakûrê Kurdistanê hebûn û xurtbûyina partîyên Tirkîyê ye ku pişgirîya van partîyên dagirker di nav girseyan de ne kêmî partîyên me ye. Ev karesateke sîyasî ye. Pirsgirêka partîyên me jî ne hejmara wan e. 4-5 partîyên me bi heman peyvikan xitabî heman girseyan dike û di civatê de hemberîyeke civakî peyde nekirine. Ji qabîlîyeta temsîl kirina civakî bêpar û di rojeva sîyasî de bê bandor in.

Mijara yekîtîya Kurdan û yekîtîya partîyên heyî du tiştên cuda ne. Di nav girseyan de hêvî û daxwaza yekîtîya partîyan jî yekîtîya Kurdan jî xwezayî ye û nîşaneya nirxên neteweyî ye. Lê heman tiştî ji bo banga yekîtîya partîyan ji rêvebirên van partîyan re nikarim bêjim. Bi sedem ku çend kadro bi alîgirên xwe re partîyek nuh ava dikin û dibe sibê banga yekîtîya partîyan dikin. Ev nabe û ne samîmî ye. Ger partîyeke din ku hûn dikarin pê re yekîtîyê çê bikin hebû we ji bo çi partîyeke nuh ava kir? Avakirina partîyeke nuh tê wateya ku hûn ji partîyên heyî ne razîne û hûn îdîa dikin ku partîya we ava kiriye dê valahîya sîyasî dagire û bi bernameya xwe bi kar û barên xwe wê ji partîyên din cudatir tevbigere û xwe bisipêre zemîneke civakî ya cuda. Baş e li paş îdîaya xwe bisekinin û bira bivin partî. Ev ne pozbilindîye ku partîyek bibêje ez ji yê din cudatir û sîyaseten rasttir im. Berovacî wê ger ev îdîa te nîn be pêwîstî bi te nîne ku tu partîyeke nuh ava bikî. Her dem nîqaş û banga yekkirina partîyan xapandin e, hewldana veşartina bêkêrîya sinifa siyaseta me ye. Ger bira partî bin divê li ser bernameyeke sîyasî bi hev re kar kirin bê nîqaş kirin. Lê bernameyeke kar li holê nexwiya ye.

Yekîtîya Kurdan an yekîtîya neteweyî têgîneke modern e û pêkanîna wê li ser aîdîyetên modern pêkan e. Di serdema modernîtê de ev aîdîyet aîdîyeta welat û netewe ye û dewletbûyinê ji xwe re dike hedef. Ango yên ku bi aîdîyeta Kurdistanê dewletbûyina neteweyê Kurd ji xwe re neke hedef û her dem behsa yekîtîya neteweyî dikin an xwe dixapînin an jî me dixapînin. Aîdîyeta partîyan di hindur van aîdîyetê bilind de watedar e û dikare kêrî bi cîh anîna yekîtîya neteweyî bê.

Dikarim bêjim ku sedema pêknehatîna yekîtîya neteweyî ya esasî lawazmayina aîdîyeta welat û netewe ye. Berovacî vêya xurtmayina aîdîyetê jêrîn (ku aîdîyeta partîyan jî yek ji wan e) asteng e li ber yekîtîya neteweyî. Sedema din jî ew e ku dewletbûyin ango taleba desthilatiya navendî lawaz e. 


2. Kurdistan di nav çar dewlatan de parçe bûye. Her perçe xwediyê çand û zaraveyekî cûda, sîstemeke cuda ya siyasî ye. Li gor cenabê te ji bo temama Kurdistanê sîstemeke ku mirov daxwaz bike heye, an li gor te kurdistan dîvê çawa were rêvebirin bi kijan sîstem û dezgehan?

Sîstemên rêvebirinê li gorî rasteqînîyên neteweyan û mercên cîhanî teşe digirin. Netewe jî di pêvajoyeke dûr û dirêj de ji alîkî de ava dibin û ji alîyê din de tên ava kirin. Ango di tevaya neteweyan de taybetmendîyên avabûyî û yên avakirî henin. Sîstemên rêvebirinê xwe disipêre wan rasteqînên avabûyî û îradeya avakeran. Ger li vir em neteweyên otokton û alakton ji hev cuda bikin em dikarin bêjin ku di neteweyên alakton de avakerî, di yên otokton de avabûyînî tayînker e. Heman tişt di sîstemên rêvebirina neteweyan de jî heye. Ji ber vê yekê ye ku sistema rêvebirinê ya DYA yekane ye û sedema wê alaktonîya “neteweyê” Amerika ye. Dewleteke yekgirtî ku ji 51 jêrdewletan pêk tê xwe disipêre pêvajoya avakirina vî neteweyî. Heman tişt ji bo Sistema Serwerîya Tirkan jî dikare bê gotin. Ev sîstem jî di pêvajoya avakirina neteweyekî alokton de teşe girtiye. Di erdnîgarîyeke pirnetewe û pirwelat de avakirina neteweyekî alokton bi sistemeke jenosidal pêkan e. Lewma Sîstema Serwerîya Tirkan (SST) li dinyê sistemeke aşkere jenosidal e.

Aloktonên Efrika Başûr jî li ser otoktonên wê derê sistemeke jenosidal ava kiri bûn. Lê dikarim bêjim ku SST ji sistema apartheid ya Efrika Başûr jî jenosidaltir e. Weke encam em li kîjan sistema rêvebirinê binihêrin em ê bivînin ku dîroka li pişt wan û îradeya avakeran di teşeyên sisteman de tayînker e.

Em werin ser sistemeke rêvebirinê ya li tevaya Kurdistanê:
a- Sistemeke ku mirov daxwaz bike sistema Kurdistana Serbixwe û Yekgirtî ye. Lê nuha em ji wê hedefa xwe ya stratejik dûr in. Heta em bigihêjin wê hedefê em ê gelek sistemên rêvebirîyê li parçeyan bibînin û em dibînin jî. Li Başûr sistema rêvebirîyê ya fifti-fifti yek ji wan bû. Sistemeke ne asayî û ne neteweyî be jî di avakirina Başûr de roleke erênî jî girt wê sistemê. Ne dîyar e ku ew sistem dê ber bi çi ve biherike. Bi sedem ku ne dewleteke serbixwe lê di şikil de federal, di pratîkê de weke konfederal xwiya dike em nikarin vê sistemê weke model binirxînin. Lê aşkere ye ku ev teşe bi sosyolojîya Kurdistanê û balansa hêzên hindur û derve re û bi iradeya avakeran re girêdayî ye û demkî ye.

Li Rojavayê Kurdistanê sistema rêvebirinê ya kantonan jî nimûneyeke nedîtî ye. Sistema kantonan bi argumentên dijnetewe hatibe avakirin jî di ser kantonan re sînorên rojavayê Kurdistanê dîyar bûbû. Le piştî vê dîyarbûyinê îradeya avakeran ji nuh de sînor nedîyar kirin û rojavayê Kurdistanê di hindur bakurê Sûrîyê de veşartin. Divê mirov di teşeyên sistemên rêvebirîyê de ne dogmatîk be. Di avakirina her dewletê de teşeyên nuh dikare derkeve.

b- Li Kurdistanê zêdeyî du hezar salan in ku dewleteke navendî ava ne bûye. Lê Kurdistan tu caran ji dewletan xalî jî nebûye. Ji alîyekî de her cure dewletên dagirker ketine Kurdistanê. Lê serwerîya van dewletên dagirker serwerîyeke derveyîn e. Heta bi sedsala 19mîn jî dagirkerî fenomeneke derveyîn mayî ye. Ji ber vê yekê ji alîyê din li Kurdistanê gelek formên jêrdewletî hikum kiri ne ku vana teşeyên rêvebirinên yê xwemalî ne. Gelek xwendeyên me li tunebûna dewleteke navendî dinihêrin û wer hizir dikin ku mîrateke me ya xwe bi xwe rêvebirinê tuneye û di warê xwe birêvebirinê de jî xwe mahkûmê ji sifirê de destpêkirinê dibînin. Ev nerîneke oryantalîst e. Têra xwe mîrateke me ya sîyasî û xwe birêvebirinê heye. Eşîretî, mîrnişînî, konfederasyonê eşîran, mîrêmîranî, kenfederasyonên mîran û gelek teşeyên din yên herêmî di warê xwe bi rêvebirinê de mîrateke dewlemend e.

c- Ji nuha de ji bo sistema rêvebirinê ya Kurdistaneke Serbixwe û Yekgirtî em nikaribin şemayekê sîyaseten ferz bikin jî, em dikarin çarçoweyekê jê re dahînin.

- Ev sîstem divê bi rasteqînîya netewe û welêt re li hev be. Divê îradeya avaker van rasteqînîyan bin pê neke. Em ji nuh de neteweyekî naafirînin. Îradeya avaker ne afirînerê netewe ye. Îradeya avaker ji bo neteweyekî heyî rêya xwebirêvebirinê vedike ango rizgarker e.

- Em neteweyekî dereng mayî ne di dewletbûyinê de. Ev ji bo me rewşeke neyinî ye. Neteweyên din di ser dewletên xwe re li ser dika dîrokê nin. Em hîna bi hezaran xortên xwe feda dikin ji bo ku karibin derkevin ser dika dîrokê. Lê di her neyinîtîyê de erênitî jî he ye. Bi giştî dewletên heyî bi teşeyên otoriter, totaliter hatine ava kirin. Piştî şerên navxweyî yê bi dehan sal gîhanin teşeyên pirdeng û pirreng. Sistema rêvebirîya Kurdistanê divê di serî de pirreng û pirdeng be. Weke nimûne ev dewletên heyî ji bo ku zimanekî fermî saz bikin gelek ziman û zarava ji holê rakirine. Em dikarin rêz li gişa zaravayên xwe û zimanên kêmarên Kurdistanê bigirin ku sîstema xwe li ser pir zimanî û pir zaravayî ava bikin.

- Kurdistana serbixwe û yekgirtî divê ne unîter be û di hindur xwe de gelek teşeyên xwe bi xwe rêvebirinê bihewîne. Li gor şerd û mercên damezirandinê û pêvajoya têkoşînê di nav parçeyan de formên federal, konfederal, herêmên xweger (otonom) dikare bive perçakî modela rêvebirina me.

-Kongreya Neteweyî divê valatîya bêdewletîyê dagire û weke dewleta sibê ji îro de bê programkirin. Kongreya Neteweyî divê bive navnîşan ji bo gengeşî û çareserkirina van kêşeyan.

3.Gelo di nav kurdan de fikra neteweperweriyê hatiye teorîzekirin? Di warê netewepeweriyê de di nav kurdan de bêserûberiyek (complexity, confusion) tuneye gelo? Li gor cenabê te çi pirsgirêk hene di vî warî de?

Teorîya netewe bi xwe nîqaşbar e, teorîyeke standart ya ji alîyê akademîyan de heta ji alîyê ekolên fikrî de jî tê pejirandin tuneye. Heman tişt ji bo teorîya neteweperwerîyê jî derbasbar e. Bi qasî ku ez dizanim, di dema şerê cîhanê yê yekemîn de gengeşîyek xurt li ser teorîya netewe û neteweperwerîyê çêbûye (nîqaşên li ser mafê çarenûsî, aforzîzmayên Lenîn, prensibên Wilson…). Di dema şerê cîhanê yê duyemîn de ev nîqaş di ser nîjadperestîyê de meşîyaye. Û ji têkçûna sîstema Sovyetê û vir de ango di dema şerê cîhanê yê sêyemîn de nîqaş li ser teorîya netewe û neteweperwerîyê ji nuh ve xurt bûye. Ya balkêş ew e ku di demeke ku tê gotin dawî li neteweyan û netewe-dewletan hatiye de ev nîqaş ji nuh de gûr dibe. Ji vê jî dîyar e ku ev nîqaşeke sîyasî ye û her alîyek dixwaze sîyaseta dewletan bi hin teorîyan bixemilînin.

Di nav tevgerên rizgarîya neteweyî de kesî bi qasî tevgera rizgarîya neteweyî ya Kurdan nîqaşên teorîk nekiri ye. Em di nivîsarên Ho Shi Min, Amilcar Cabral, Mahatma Ghandi, Fidel Castro û yên wekî wan de tûşî nîqaşên teorîk li ser netewe an neteweperwerîyê nayên. Li goreyî wan ew netewe ne û mafê wan heye ku neteweyên wan bi dewlet bin û xwe bi xwe birêve bivin. Û ez bawer nakim ku ev ji eşqa me ya teorîyê tê. Li vir bêserûberîyek heye. Lê ev bêserûberî ne teorik e lê sîyasî ye. Di tevgerên rizgarîya neteweyî de serxwebûnxwazî asayî ye li her derê cîhanê. Di tevgera rizgarîya neteweyî ya me de serxwebûnxwazî bûye helwesteke awarte. Bêserûberî ji vir tê. Îjar hin alî ji bo vê helwesta awarte biparêzin teorîyên nedîtî bi lêv dikin. Tu divê di pênasekirina netewe de alîgirê teorîya primordial, an konstruktuvist be an jî xwedî ramanek derî wan alîgirê teorîyeke din be. Ji van teorîyan tu jî nabêjin bila Kurd nebin dewlet li ser axa xwe. 

Bi ya min pirsgirêka esasî ew e ku, xwenedeyên Kurdistanê û bi taybetî sinifa sîyaseta me aîdîyetên modern yên bilind (aîdîyeta welat û netewe) danehundirandine û li ser van aîdîyetan desthilatîyek navendî nakin hedefa sîyaseta xwe ya esasî. Di helwesta sîyasî de tunebûna hişmendîya dewletê rê li sergêjîyên teorîk vedike. 

4. Rabêja (discourse) PKK a dijî netewe-dewletbûn û sîstema kantonal ku hewl dide li Rojavayê Kurdistanê ava bike, dikare wek post-neteweyî (post-nationalistic) bê pênasekirin? 

Rabêjeke PKKê ya bi hedarî tuneye ku em bikaribin pênase bikin. Di vî bîst salên dawîn de PKK 4-5 rabêj guherîye û ev ne mijareke teorîk e. PKK bi teorîyê pratîka xwe saz nake. Berovacî wê ji bo pratîkên xwe yên konjonkturî hin teorîyan saz dike. Sîstema kantonal ne sîstemeke post-neteweyî ye. Sîstema kantonal li Belçîka, Swêsra û Fransa parçeyek ji sîstemên neteweyî nin. Li Rojavayê Kurdistanê bi çi awayî dibe post-neteweyî? Ji xwe PKK piştî kantonan berê ji bo Rojavayê Kurdistanê sîstemeke federalî xwest, dûre navê wê kir Federasyona Rojava û Bakurê Sûrîye, çend meh berê jî Rojava jê derxistin û kirin Federasyona Bakurê Sûrîye. Ev nimûne jî dide nîşan ku mirov bi rabêja PKKê nikare pratîka PKKê pênase bike. PKK li ser reel-polîtîkaya ku tê de ye sîyasetê dike û pratîka wê bi hesabên reel-polîtîker tê meşandin, ne bi teorîyan. Hewceyê gorinêye ku di vî hesabî de destên dewletê dagirker û gelek dewletên din heye. Rêxistineke dij-dewlet çawa dibe ku dibe parçeyekî hesabên gelek dewlet?

Nîqaşên li ser dij netewe-dewletê jî wisa nin. Dijdewletbûyin û dijnetewe-dewlet bûyin ne heman tiştin. Lê bi tevayî di bin rabêjên dij netewe-dewlet re li dijî dewletbûyina Kurdistanê tê derketin. Ger hûn ne li hember dewletbûyina Kurdistanê ne û dipejirînin û diparêzin ku dewletbûyin mafê neteweyê Kurd e, formeke ne netewe-dewlet pêşnîyar bikin. Esasen netewe-dewlet formeke dewletê ye di serdema modernîtê de. Wekî din jî formên dewletê henin. Ji alîyê din ve tu nikarî tevaya dewletên cîhanê di kevaneka netewe-dewlet de bîne ba hev û gişa weke hev bihesibîne. Weke nimûne kes nikare dewleta Swêsra û ya Tirkîye û ya Îranê we khev bike û bêje her sê jî netewe-dewlet in. Ev teşe argument qaşo nîqaşeke teorîk vedike. Lê helwesteke sîyasî ye û armanc pêşîlêgirtina dewletbûyinê ye.

Di mija ra dewletbûyin û dij-dewletbûyinê de, rabêja PKK û pratîka PKK heman tiştî nabêje. Di cîyên ku kontrola PKKê ya leşkerî tê de heye, pratîka PKKê pratîka jêrdewleteke otoriter û totalîter e, ne ku pratîkeke dij dewlet e. Rast e PKK gelek caran rabêjê anarşîzan bi kar dihîne, bi taybetî jî van salên dawîn argumentên Murray Bookchin. Lê pratîka PKK ne anarşîzan e, lê otorîteryan û totalîteryan e. Anarşîst dij-dewlet in bi her pratîkên xwe. Rêxistinên anarşîzan di hindur xwe de jî li hember nîzaman jî dijî fahmên dewletê û hîyerarşîyê ne. PKK bi tarza rêxistinên xwe, bi têkilîyên li gel dewlatan datîne û cîyên lê serwer, bi fahmê dewletan tevdigere. Daxwaz ne dewleteke navendî ye,  lê di bin serwerîya dewletên navendî de jêr-dewlet e. Alternatifa PKKê ya li hember dewletan ne bê dewletî ye, lê jêr-dewleteke Partîyî ye.


Posted in: kurdi

Comments

There are currently no comments, be the first to post one!

Post Comment

Name (required)

Email (not required)

Website

CAPTCHA image
Enter the code shown above:

  
KÜRDİSTANİ PARTİLERİN TEMEL STRATEJİK HEDEFİ KÜRDİSTAN’IN BAĞIMSIZLIĞI VE BİRLİĞİ OLMALIDIR
Fuat Önen
Sırrı Süreyya Önder kimi temsil ederek İmralı-Ankara-Kandil üçgeninde bu kadar tur attı? Önder’in Türkiye’de temsil ettiği bir kitle mi var? Bana göre devleti temsil ediyor. Yapılan yanlış bir işin kof...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (983)


ZİYA GÖKALP ULUSSUZ BİR DEVLETİN İDEOLOGUDUR, İSMAİL BEŞİKÇİ İSE DEVLETSİZ BİR ULUSUN…
Fuat Önen
Ziya Gökalp ulussuz bir devletin ideologudur. İmparatorluk bakiyesinden allokton bir ulus oluşturmaya çalışan, Türk Egemenlik Sisteminin, paralı memurudur. İsmail Beşikçi ise devletsiz bir ulusun, ulusal demokratik haklarını s...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (300)


Üst Aidiyet ve İktidar
Fuat Önen
Geçmişten ders almak, Kürdistan’daki siyasi aktörlerin genellikle uzak durdukları bir eylem türüdür. Modernite öncesi kurumlarımızın (aşiret meclisleri, rîsıpi heyetleri,aşiret konfedereasyonları, mirl...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (817)


Dünya Düzeni, Dünya Devletler Sistemi ve Kürdistan
Fuat Önen
Türk devletinin son Kürdistan seferinin esas nedeni Hemrin dağından Afrin’e görünür hale gelen bu sınırlardır. Güney Batı sınırlarının görünür hale geldiği ve bu sınırlar içinde devletleşmeyi ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1162)


Dr. SaitÇürükkaya için yaptığım konuşma ve bazı yorumlar için açıklama
Fuat Önen
Birkaç gündür Şehid Sait Çürükkaya’nın mezarı başında yaptığım konuşma speküle edilerek, çirkin bir karalama kampanyası yürütülmektedir. Sait Çürükkaya’nın anıs...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1255)


Erbil ziyareti ve İmralı görüşmesiyle ilgili BasHaber röportaji
Fuat Önen
Bölge Başkanı Mesud Barzani müdahil olmaya, devletle HDP arasında bir tür uzlaşma sağlamaya çalıştığında, HDP eş başkanı bu meselenin Türkiye’nin “iç meselesi” olduğunu söyleyerek Başkan Barzan...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3168)


15 TEMMUZ, TÜRK ORDU GELENEĞİNDE İÇKİN OLAN BİR ASKERİ DARBE GİRİŞİMİDİR
Fuat Önen
Türkiye’yi zor günler beklemektedir. Yakındoğu ve Ortadoğu, Üçüncü Dünya Savaşının önemli cephesidir. Bu bölgeler yeniden dizayn edilmeye çalışılmakta. Birinci ve İkinci Dünya savaşları...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1236)


   «   [1]  2  3  4  5  6  7  8  9  »      
DESTPÉK      Tarix-belge      TEVKURD      Aslan Kaya -Baz      Fuad Önen      Media