Fuad Önen
YEKÎTÎYA KURDAN Û YA PARTÎYÊN KURDAN JI HEV CUDA NE
Fuat Önen
Di nav tevgerên rizgarîya neteweyî de kesî bi qasî tevgera rizgarîya neteweyî ya Kurdan nîqaşên teorîk nekiri ye. Em di nivîsarên Ho Shi Min, Amilcar Cabral, Mahatma Ghandi, Fide...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (508)


TC ÇIMA JI YEKÎTÎYA AXA ROJAVAYÊ KURDISTANÊ DITIRSE?
Fuat Önen
Ez ne di wê bawerîyê de me ku TC yê karibe Efrînê dagir bike û li wir pêşî li Kurdan bigire. Bi sedem ku TC nikare bakurê Kurdistanê wek berê bi rêve bibe, anuha her nav&cc...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (308)


REFERANDOMA SERXWEBÛNA KURDISTANÊ
Fuat Önen
Serxwebûna Kurdistanê di herêma Rojhelata Nêzîk de şoreşek e û ew ê nîzama dagirker hilweşîne. Ji ber vê yekê her çar dewletên dagirker; di serî de jî dewleta ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (402)


SERXWEBÛNA BAŞÛRÊ KURDİSTANÊ GENGEŞÎYÊN Dİ NAV ŞÎA Û SUNEYAN DE ŞENGAL Û HÎLALA ŞÎA RIZGARBÛNA ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
Fuat Önen
Em nizanin ku bi çi sedemê rê lê vekirin ku hêzên Haşdî Şabî têkevin hin deverên Şengalê û ew van deveran “rizgar” bikin. Hêza pêşmergeyan heye ku her bi...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (392)


Arîşeyên Şengalê
Fuad Onen
Miletê Kurd têra xwe xwedî dijmin e, tevgera rizgarîya neteweyî ya Kurdistanê ji serî de çar dewletên dagirker ji xwe re kiriye hedef. Ev dewlet li dinyê jî xwedî mutefîk ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (943)


Armanckirina “kongreyeke netewî” ya ku ne li dijî tu dewletan e dibe devjêberdana mafê dewletbûna netewa Kurd!
Fuad Onen
Ev civîna ku berê wek Konferansa Kurdistanê û dûre jîwek Kongreya Netewî ya Kurdan hat binavkirin, li ser tewereya (mihwer) KomaraTirkîyê (KT)-Ocalan-Barzani ketiye rojeva me û çekber...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (4316)


Jenosîda domdar û rojhelata nêzîk
Fuad Onen
Di hundir tevgera sîyaseta Kurdîstanê de, di derheq mijara jenosîdê de, fahmekî zelal û muşterek tune. Tesbîtkirna sîyaseta jenosîda li Kurdîstanê, ne tenê tesbîteke ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (6366)


   «   [1]  2  3  4  5  »      
  
05

Divê em hedefa dewleta Tirkîyê baş zanibin. Ji xwe ew pir bi eşkere û zelalî dibêjin ku sedema daketina wan a Bab û Cerablûsê jî ji bo pêşîlêgirtina qorîdora Kurdan e. Mebest ji vê ev e ku yekîtîya axa rojavayê Kurdistanê pêk neyê. Ji bo ku pêwendîyên di nav Kobanî û Efrînê de bên qutkirin ket Bab û Cerablûsê. Hedefê dewleta Tirkan (TC) ya stratejîk ev e.

TC çima ji yekîtîya axa rojavayê Kurdistanê ditirse? Bi sedem ku temama sîyaseta Kurdan vê nepejirin û neparêzin jî; zû an dereng yekîtîya Başûr û Rojava wê têkeve rojevê û bi yekîtîya Başûr û Rojava Kurdistan ê bigîhêje Behra Sipî, Kurd ê ji hegemonyaya van dewletên dagirker xelas bibin û ji xwe re derîyekî vekin. TC vê dibîne û çi ji destê wê dike ku rê li vê pêşketinê bigire.

TC li Sûrîye ne aktoreke bi serê xwe ye. TC li wir bi serê xwe tevnagere; wek nimûne, TC nikare li rojavayê Feratê bêyî Rûsyayê tevbigere û çalakîyên xwe pêk bîne. Li rohjelatê Feratê bê destûra Amerîkîyan nikare tevbigere. TC li wê derê di nav Amerîka û Rûsyayê de manewreyan pêk tîne, heta di bin re bi rejîma Sûrî û Îranê re jî têkilîyan pêk tîne.

Di vê sedala dawîn de, heta têkçûna Sowyetê van her çar dewletan bi hev re pêşî li azadîya Kurdistanê digirtin. Di van 15-20 salên dawîn de têkilîyên van dewletan hinekî xerab bû, di ênîyê sîyasî yên cuda de cî girtin, pirtirîn jî TC û Îranê. Lê di van salên dawîn de ji bo serxwebûna Kurdistanê, ji nuh de li rêyan digerin ku bi hev re karibin pêşî li serxwebûna Kurdistanê bigirin. Ew ê karibin an nikaribin vê yekê pêk bînin? Pirtirîn bi helwesta Amerîkî û Rûsan ve girêdayî ye.

ÊRÎŞA TC ya EFRÎNÊ WÊ BIBE DESTPÊKA DAWÎYA TCyê

Ez ne di wê bawerîyê de me ku TC yê karibe Efrînê dagir bike û li wir pêşî li Kurdan bigire. Bi sedem ku TC nikare bakurê Kurdistanê wek berê bi rêve bibe, anuha her navçeya bakurê Kurdistanê ji bo TC bûye baregehên leşkerî û nêvîyê artêşa xwe li Kurdistanê bi cî kiriye. Ev temam ji ber pirsgirêka serxwebûna Kurdistanê ye, hek hewl bide ku hicûmeke leşkerî pêk bîne jî, ev ê bibe destpêka dawîya TCyê.

Zû an dereng, di vî Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de ev her du dewletên esasî yên herêmê (Îran û TC) jî mecbûr in ku têkevin nav vî şerî. Heta ku ev her du dewlet neyên guhertin, nîzameke nuh çênabe, hêzên cîhanê jî bi vê zanin. Dewleta Tirka dixwaze pêşî li serxwebûna Kurdistanê bigire.

QEDERA KURDAN DEWLETBÛYIN E

Sîyasetmedarên Kurdan çi bibêjin jî, xwişk û birayên me yên PYD, YPG û PKKê her dem bibêjin ku “em dewletê naxwazin, ji me re dewlet ne lazim e, dema dewletbûnê derbas bûye” jî, lê TC bi heşmendîya dewletê difikire û ew dizane ku ji bo TC xeterîya herî mezin dewletbûyina Kurdistanê ye. Qedera Kurdan dewletbûyin e, hek sîyaseta Kurdan vê yekê fahm neke jî, dewletên dagirker bi vê yekê zanin. Bi sedem ku tu nebî dewlet tu nikarî xaka xwe biparêzî, ew çend basît û eşkere ye.

Ji Şengalê heta Kobanîyê milyonek Kurdên me ji bo çi koçber bûn? Bi hezaran şervanên me hatin kuştin ji bo çi hatin kuştin? Ji ber ku em ne dewlet bûn, sîlehên dewletan bi me re tunebûn. Dewletên dagirker bi van çîrokên ku “ em dewletê naxwazin” naxapin.

Di vî Şerê Sêyemîn yê Cîhanê de aktorên sereke Amerîka û Rûsya ne, ez bawer nakim ku rê lê vekin ku TC têkeve Efrînê. Dibe ku TC bi rejîma Sûrî û Rûsyayê re li hev bikin ku, Efrînê teslîmî rejîmê bikin. Lê çi dibe bila bibe, divê hemû Kurdên her çar perçeyên kurdistanê û yên li hemû dinyayê li hember vê êrîşa dagirkerî derkevin. Dewleta dagirker ê têkve here, lê divê em jî amadekarîyên xwe bikin û karê xwe bikin. Hek hemû Kurd li hember vê êrîşa dagirker derkevin, dikarin pêşî li vê êrîşê bigirin. Ev şerekî demdirêje û ji îro heta sibê naqede. Ev şer dikare bist,sîh salan bidome. Biya min div î şerê demdirêj e divê sinifa sîyaseta me dewletbûyina Kurdistanê ji xwe re bikin armanc û li dor vê armancê yekîtîya neteweyî pêk bîne. Bê vê yeke tu rêça din tüneye.

HÊZÊN KURTÎLXUR YÊN TCyê NE

Tu gefeke leşgerî ya PYD û YPG li ser Dewleta Tirkan tüneye. Gefa li ser TC dewletbûyina Kurdistanê ye. Hêzên ku TC li wan xwedî derdikeve kurtîlxurên Tirkîyê ne, ne hêzên sîyasî ne. Tikîyê bi çek bi mûçe ev kurtîlxurnan anîne serhev. Ew hêz bi serê xwe nikarin li hember şervanên Kurdan şer bikin. Hek TC ji wê derê vekişe ev hêzên kurtîlxur nikarin li wan deran bimînin. Vana ne terefekî sîyasî ne û li Sûrîyê ne xwedî temsîleke sîyasî nin. Gava ku TC daket Cerablûs û Babê xwest ku Minbicê jî bi dest xîne; Amerîkî û Rûsan ala xwe li wir bilind kirin. TC yê got ku “em ê herin Efrînê”, Rûsan got ku “em li vir baregeheke leşkerî ava dikin”, ji ber vê yekê ew ‘Mertala Feratê’ qedandin. Divê em hewl bidin ku ev têkçûna TCyê dubare bibe ku nikaribe êrîşî Efrînê bike. Lê pirtirîn bi balansa di nav hêzên navdewletî ve girêdayîye. Hevdîtinên di nav Akerîka û Rûsyayê de, di nav wan û Tirkan de çi ne? Em baş pê nizanin. Lê wezîfeya me ya sîyasî ew e ku em bi temama îmkanên xwe hewl bidin ku pêşî li vê hicûma Tirkan bigirin.

TC dikare li dijî Kurdan bi her kes, hêz û rejîmê re hevalbendîyê bike. TC di destpêkê de dixwest rejîma Sûrîyê hilweşe, wê çaxê Amerîka jî dixwest ku ev rejîm hilweşe. Lê piştî derbeya li Misirê pêk hat, navbera TC û Erebistana Siûdî xera bû, nexweşî ket nav têkilîyên TC û Amerîkayê. Amerîka, Siûdî û Îsraîlê piştgirî dan derbeya Misirê; TC jî li hember derket. Lê TC di van salên dawîn de dev ji wê sîyaseta xwe berdaye. Ango sîyaseta TC li Sûrîyê têk çû. TC nika manewra dike ku li Sûrîye sîyaseteke nuh ava bike. Hek di encamê de karibe pêşî li dewletbûna Kurdistanê bigire, TC dikare bi her kesî re hevalbendîyê bike. Lê Rûsya nikare bi rehetî Efrînê radestî TCyê bike. Bi sedem ku rejîma Sûrîye li Rojava hîn jî heye, li Cizîr, Qamişlo û hin deverên din hîn jî dezgehên rejîmê hene. Gava ku li Efrînê hevkarîyeke Sûrîye, Rûsya û TC bê avakirin, ew ê li her deverê rojavayê Kurdistanê şerê Kurdan gûr bive. Kurdên hewl bidin ku rejîmê ji Cizîrê derxin,şer dê berfireh bive. Divê sinifa sîyasetê ya Kurdistanê xwe ji şerekî demdirêj re amade bike.

  Hest û Helwest Dengê Amerîka

Posted in: kurdi

Comments

There are currently no comments, be the first to post one!

Post Comment

Name (required)

Email (not required)

Website

CAPTCHA image
Enter the code shown above:

  
KÜRDİSTANİ PARTİLERİN TEMEL STRATEJİK HEDEFİ KÜRDİSTAN’IN BAĞIMSIZLIĞI VE BİRLİĞİ OLMALIDIR
Fuat Önen
Sırrı Süreyya Önder kimi temsil ederek İmralı-Ankara-Kandil üçgeninde bu kadar tur attı? Önder’in Türkiye’de temsil ettiği bir kitle mi var? Bana göre devleti temsil ediyor. Yapılan yanlış bir işin kof...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1205)


ZİYA GÖKALP ULUSSUZ BİR DEVLETİN İDEOLOGUDUR, İSMAİL BEŞİKÇİ İSE DEVLETSİZ BİR ULUSUN…
Fuat Önen
Ziya Gökalp ulussuz bir devletin ideologudur. İmparatorluk bakiyesinden allokton bir ulus oluşturmaya çalışan, Türk Egemenlik Sisteminin, paralı memurudur. İsmail Beşikçi ise devletsiz bir ulusun, ulusal demokratik haklarını s...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (421)


Üst Aidiyet ve İktidar
Fuat Önen
Geçmişten ders almak, Kürdistan’daki siyasi aktörlerin genellikle uzak durdukları bir eylem türüdür. Modernite öncesi kurumlarımızın (aşiret meclisleri, rîsıpi heyetleri,aşiret konfedereasyonları, mirl...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (961)


Dünya Düzeni, Dünya Devletler Sistemi ve Kürdistan
Fuat Önen
Türk devletinin son Kürdistan seferinin esas nedeni Hemrin dağından Afrin’e görünür hale gelen bu sınırlardır. Güney Batı sınırlarının görünür hale geldiği ve bu sınırlar içinde devletleşmeyi ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1286)


Dr. SaitÇürükkaya için yaptığım konuşma ve bazı yorumlar için açıklama
Fuat Önen
Birkaç gündür Şehid Sait Çürükkaya’nın mezarı başında yaptığım konuşma speküle edilerek, çirkin bir karalama kampanyası yürütülmektedir. Sait Çürükkaya’nın anıs...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1410)


Erbil ziyareti ve İmralı görüşmesiyle ilgili BasHaber röportaji
Fuat Önen
Bölge Başkanı Mesud Barzani müdahil olmaya, devletle HDP arasında bir tür uzlaşma sağlamaya çalıştığında, HDP eş başkanı bu meselenin Türkiye’nin “iç meselesi” olduğunu söyleyerek Başkan Barzan...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3277)


15 TEMMUZ, TÜRK ORDU GELENEĞİNDE İÇKİN OLAN BİR ASKERİ DARBE GİRİŞİMİDİR
Fuat Önen
Türkiye’yi zor günler beklemektedir. Yakındoğu ve Ortadoğu, Üçüncü Dünya Savaşının önemli cephesidir. Bu bölgeler yeniden dizayn edilmeye çalışılmakta. Birinci ve İkinci Dünya savaşları...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1307)


   «   [1]  2  3  4  5  6  7  8  9  »      
DESTPÉK      Tarix-belge      TEVKURD      Aslan Kaya -Baz      Fuad Önen      Media