Fuad Önen
DIVÊ KURD YEKÎTÎ Û SERXWEBÛNA KURDISTANÊ JI XWE RE BIKIN MIJARA MAN Û NEMANÊ
Fuat Önen
Diplomasî, sîyaseta nazenîn e. Ji bo diplomasîyeke baş, berî her tiştî siyasteke baş, yekgirtî û Kurdistanî pêwîst e. Li başûrê welatê me mixabin siyaseteke bi v&icir...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (144)


Dewleta Tirkan nikare bi serê xwe li Qendîl ê operasyoneke leşkeri bimeşîne
Fuat Önen
Qendîl rêzeçîya ye û di sêkoşeya başûr, bakur û rojhilatê Kurdistanê de dimîne. Dagirkirina wê derê ne ew çend hêsan e. TC çima di vê deme de qal...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (418)


HILBIJARTINA TIRKAN, HDP Û HELWESTA HIN PARTÎYÊN KURDAN
Fuat Önen
Em nabêjin ku hilbijartina Tirkan me aleqedar nake, em dibêjin ku ev hilbijartina dewleteke dagirker e, hebûna dewleta Tirkan li Kurdistanê ne rewa ye, ev dewlet bi hemû dam û dezgehên xwe dagirker e û ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (383)


HILBIJARTINÊN DEWLETÊN DAGIRKER Û HELWESTA KURDAN
Fuat Önen
Ne xwezayî ye ku sîyasetmedarên Kurdan wek yên Tirkan bipeyivin, nakokîyên di nav sîyaseta Tirkan de mezin bikin û di nav sîyaseta Tirkan de ji xwe re li cîyekî bigerin. Divê s&i...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (437)


TÊKÇÛNA ŞERÊ CEBHEYA KERKÛKÊ
Fuat Önen
Şerê li cebheya Kerkûkê rû da, bersîva dewletên dagirker û parêzerên sistemê ye. Di vê cebheyê de em têkçûn. Berpirsê vê têkçûyi...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1126)


YEKÎTÎYA KURDAN Û YA PARTÎYÊN KURDAN JI HEV CUDA NE
Fuat Önen
Di nav tevgerên rizgarîya neteweyî de kesî bi qasî tevgera rizgarîya neteweyî ya Kurdan nîqaşên teorîk nekiri ye. Em di nivîsarên Ho Shi Min, Amilcar Cabral, Mahatma Ghandi, Fide...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1634)


TC ÇIMA JI YEKÎTÎYA AXA ROJAVAYÊ KURDISTANÊ DITIRSE?
Fuat Önen
Ez ne di wê bawerîyê de me ku TC yê karibe Efrînê dagir bike û li wir pêşî li Kurdan bigire. Bi sedem ku TC nikare bakurê Kurdistanê wek berê bi rêve bibe, anuha her nav&cc...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1246)


   «   [1]  2  3  4  5  6  »      
  
08
Serxwebûna başûrê Kurdistanê, serxwebûna ji sedî şanzdehê axa Kurdistanê ye û bi vê wateyê serxwebûna me teva ye. Li her çar perçeyên Kurdistanê rewşenbîr, sîyasetmedar û partîyên sîyasî divê piştgirî bidin vê pêvajoya serxwebûna başûra Kurdistanê. Ev pêvajo zû an dereng dimeşe? pêdivîyên serxebûnê hene; pêdivîya ewilî yekîtîyeke neteweyî û li ser vê yekîtîyê bernameyeke serxwebûnxwaz bê pejirandin û ji her alîyê cîhanê re bê diyarkirin e. Ango pêdivîya yekem ya sîyasî ye û ew jî bernameyeke serxwebûnxwaz û yekîtîya neteweyî ye. Anuha li Başûr kêmanîya me ya esasî,tunebûna vê yekîtîyê ye. Pêdivîyeke din artêşeke neteweyî ye; ev çardeh sal in em li bende ne ku artêşeke neteweyî çêbibe. Divê bi lez û bez artêşeke neteweyî ava bibe. Pêdivîya sêyem aborîyeke neteweyî ye; divê li Başûr nîzameke aborî bê sazkirin.

Wexta ku em di van xalan de lê dinêrin; divê pirtirîn YNK û PDK di warên sîyasî, aborî û leşkerî de van gavan bavêjin, zorê bidin karê dîplomasîyê. Wek encam serxwebûna Kurdistanê tê du wateyan; yekem ev e ku, em îtirazê li vê nîzama cîhanê dikin ku vê nîzamê miletê Kurd bê dewlet hiştiye û sîstema dewletan ya ku li cîhanê ava bûye cî nedaye miletê Kurd. Divê sîstema cîhanê cî bide miletê Kurd. Ya duyem ev e ku, em erzuhalekê (daxwazname) didin sîstema cîhanê, em dibêjin cî ji me re veke ku neteweyê Kurd bi dewleta xwe re derkevin ser dika dîrokê.

Lê em dibînin ku rêvebirên başûrê Kurdistanê ji bo serxwebûnê dereng dimînin, lewma daxwaza me ev e ku rêvebir û partîyên Başûr bi lez û bez van gavan bavêjin û pêvajoya serxwebûna başûrê Kurdistanê bibin serî.

GENGEŞÎYÊN Dİ NAV ŞÎA Û SUNEYAN DE
Şerê Cîhanê yê Sêyem li ser zemîneke şematokî dimeşe, tifaqên di nav dewletan, grûb û aktorên sîyasî de jî li ser vê zemînê dimeşe û tim tên guhertin. Li alîyekî ev krîza di nav dewletên bendavê (Erebîstana Siûdî, Qeter û hwd), li alîyekî gengeşîyên di nav Almanya û Tirkîyê de, li alîyê din Tirkîye bê pênase (tarîf) maye. Tirkîye ev nod sal in ku ji teref Rojavayîyan wek dewleteke Rojavayî hatiye damezirandin. Lê anuha Tirkîya dibêje ku ‘Rojavayî dixwazin dewleta me perçe bikin’, di nav vê dewletê de hin kes dibêjin ‘divê em berê xwe bidin Awrasya û têkilîyên xwe û Rojavayîyan çawa saz bikin?’

Anuha dewleta Tirkîyê bê tarîf maye, ev qeyranên (kriz) ku anuha derketine holê ji bo serxwebûna Kurdistanê derfetên mezin derdixin holê. Lê ji bo ku em karibin ji van derfetan fêde bigirin; yekem divê yekîtîya me ya neteweyî hatibe avakirin, duyem divê hedefên me eşkere û zelal bin, sîyaseta Kurdistanî divê yekîtî û sexwebûna Kurdistanê ji xwe re bike armanc.

Hek em li ser serxwebûna Kurdistanê yekîtîyeke neteweyî ava bikin, ev qeyranên di nav dewletên Ereb, Tirk, Ecem û Rojavayîyan de ji bo me şans e. Bi ya min, ramana ku ‘Komara Tirkîyê (TC) piştgirî dide serxwebûna başûrê Kurdistanê’ şaş e. TC hebûna xwe li ser tunekirina Kurdistanê ava kiriye. Erê rast e ku, di van salên dawîn de TC têkilîyên bi Başûr re xurt kiriye, lê ev ne ji daxwazekê ye, ji mecbûrîyetekê ye. Em baş zanin ku TC di dema desthilatdarîya AKPê de jî, di salên 2003-2005an de dijminatîya federelîzma başûrê Kurdistanê kiriye. Tê bîra me ku, cenabê M. Berzanî di sala 2003yan de hatiye Çîyayê Metînan û gotiye ku ‘Hek Artêşa Tirkan were vir, ez ê pê re şer bikim’.

Hek şerd û mercên Tirkîyê hebin, ji xwe ew ê şerê başûrê Kurdistanê bike. Lê anuha ew şerd û merc ji bo Tirkîyê tunene, lewma jî li dijî serxwebûna Kurdistanê şer nake. Lê ne pir dûr, berî mehekê li Kerkûkê Ala Kurdistanê hat darvekirin û berî her kesî TC li hember derket û got ku ‘bi tu awayî em vê yekê qebûl nakin’, heta gotin ku ‘hek hun vî paçikî daneynin, hun ê bedelê wê bidin’.

Divêsîyaseta Kurd tu caran ji dewletên dagirker bawer nekin. Nav li ser e ku, ew dewletên dagirker yên Kurdistanê ne. Hin şerdên konjokturî, yên reelpolîtîk dikarin wan mecbûr bikin ku, carinan statuyeke perçeyekî Kurdistanê qebûl bikin. Lê roja ku ji wan re biserife (pêk bê), ew ê bi temama hêza xwe pêşî li serxwebûna Kurdistanê bigirin.

ŞENGAL Û HÎLALA ŞÎA
Mesele ne meseleya Şengalê ye. Mesele,serxwebûna Kurdistanê ne li ser xeta Şîa (Şii) û ne jî li ser xeta Sune (Sünni) nayê program kirin. Serxebûna Kurdistanê ne ser Bereya Şîa û ne jî li ser ya Sune ava dibe. Bi sedem ku, Îran serê Bereya Şîa dikişîne û ew jî dagirkerê Kurdistanê ye. Ji sedî 32yê Kurdistanê di bin dagirkerîya Îranê de ye. Di bereyê Sune de Tirkîye heye, ew jî dagirkerê ji sedî 42yê Kurdistanê ye. Ji bo vê, stratejîya serxwebûna Kurdistanê di nav van bereyan de nayê avakirin. Ew ên ku tesawûr dikin ku bereya süne an bereya şia dikare piştgirî bide çareserkirina kêşeya Kurdistanê li goreyî min şaş in. Ew ne xwedan stratejîyeke neteweyî nin û dibin parçeyek ji stratejîyên dewletên dagirker.

Li Şengalê arîşe ne tenê PKK ye, Haşdî Şabî jî daketiye Şengalê. Ji ber ku ew der sînorê başûr û rojavayê Kurdistanê ye û ew hêzên ku di vî Şerê Cîhanê yê Sêyem de cî digirin, dixwazin wî cîyê stratejîk bi dest xwe xin. TC û Îran jî li wir tevdigerin û gava ku tevdigerin hewl didin ku bi hevalbendên xwe yên ku di nav me de ne re tevdigerin.

Lİ Şengalê rêya çareserîyê ew e ku, hikûmeta Başûr serwerîya xwe nîşanî her terefî bide. Yanî divê Hikûmeta Başûr bi PKK, Haşdî Şabî, TC, Îran û hwd re bide qebûlkirin ku ew der axa başûrê Kurdistanê ye û tekane serwerê vê derê hikûmeta Başûr e. PKK jî hek dixwaze ku li wir bimîne, divê serwerîya başûra Kurdistanê nas bike û pêwendîyên xwe yên wê derê bi ser hikûmeta Başûr re bimeşîne. Divê hikûmeta Başûr serwerîya xwe bi wan bide qebûlkirin. Ev ne mijara PDK û PKKê ye, mixabin li gelek alîyan wisa xwiya dike, wek arîşe an gengeşîyeke di nav PDK û PKKê de xwiya dike. Ew der ne axa PDKê ye, ew der axa başûrê Kurdistanê ye û hikûmeta başûrê Kurdistanê heye, divê hikûmeta Başûr serwerîya xwe bi temama terefan bide qebûlkirin. Divê hikûmeta Başûr temama wan hêzên biyanî ji wir derxîne û kontrola xwe li ser Şengalê ava bike.

Em nizanin ku bi çi sedemê rê lê vekirin ku hêzên Haşdî Şabî têkevin hin deverên Şengalê û ew van deveran “rizgar” bikin. Hêza pêşmergeyan heye ku her bihusta axa Kurdistanê rizgar bike. Li gor min di nav hêzên Kurdan de awayê leşkerî ne çareserî ye û divê her teref ji vê rêya çareserîya leşkerî dûr bimînin. Divê bi rêyên aştîyane, bi rêyên qanîkirinê hewl bidin ku pirsgirêkan çareser bikin. Ev rêyên aştîyane hîn nehatine qedandin, divê ev metodên aştîyîyane bên domandin. Lê yekem çareserî ew e ku hikûmeta Başûr li wir serwerîya xwe bi cî bîne. Hêzê ne fermî yên li herêma Şengalê divê di bin kontrola hêzê fermî de bin. Hek ew der ji bo têkilîyên rojava û başûrê Kurdistanê pêwîst be, divê hikûmeta başûrê Kurdistanê wî karî bike, başûrê Kurdistanê ne li dijî rizgarîya rojavayê Kurdistanê ye. Ji xwe çareserîya başûr û rojavayê Kurdistanê ketiye ser hevdu. Divê sînor ji nav başûr û rojavayê Kurdistanê bê rakirin, hikûmeta Başûr li ser wê axê serwer be û pêdivîyên rojavayê Kurdistanê jî di ser hikûmeta Başûr re bên çareserkirin.

RIZGARBÛNA ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
Ji bo rizgarbûna Rojava gelek asteng hene. Lê astengeke girîng jî fahmê PYDê ye, ji dêvla ku qala rizgarîya rojavayê Kurdistanê bikin, qala Bakurê Sûrîyê dikin, ev fahm bi xwe astengeke muhîm e. Ji bo ku tu bi Başûr re bibe yek û axa xwe bigîhêjîne Behra Sipî, divê di serî de ev fahm bi te re hebe. Hek tu dev ji rojavayê Kurdistanê berdî û rojavayê Kurdistanê di nav bakurê Sûrîye de pênase bikî û bihelînî, ji xwe ji serî de tu li dijî yekîtîya başûr û rojavayê Kurdistanê derdikevî. Ev fahm asteng e û divê ev fahm bê şikandin. Ez wisa difikirim ku, di nav PYD û YPG de jî yên bi fahmekî Kurdistanî li vê mijarê dinihêrin he nin. Bi navê Bakurê Sûrîye welatek tune ye. Lê anuha bi awayekî konjonkturî Bakurê Sûrîyê derdixin pêş.

Esasê meselê ev e; kî li kîjan perçeyê Kurdistanê qala axa yekîtîya dewletên dagirker bike, ew dixwaze ku Kurdistan her perçe bimîne û dijminatîyê bi yekîtîya Kurdistanê re dike. Yekîtîya Îran, Iraq, Sûrîye an Tirkîyê yekîtîya axa dewletekê ye, ne yekîtîya welatekî ye. Van dewletan yekîtîya xwe li ser perçekirina Kurdistanê saz kirine. Bi çi heşmendîyê (oldar, çepgir, rastgir û hwd) bibe bila bibe, hek yekîtîyek pîroz hebe ya axa welatê te ye. Hek tu yekîtîya axa welatê xwe neparêzî û ya dewleteke dagirker biparêzî, tu dijminatîya welatê xwe dikî. Ji ber vê yekê, di çareserkirina kêşeya Kurdistanê de kêşeya yekîtîya Kurdistanê pir muhîm û pîroz e. Divê sîyeseta Kurdan berê berê li vê yekê xwedî derkeve.

Mijara bereya süne û bereya şîe wî hevalî şaş fahm kiri ye. Ne ku ez dibêjim eleqeya me bi van bereya re tune ye.Ez dibêjim Serxwebûna Kurdistanê di hindur van bereyan de naye pênase û program kirin. Serkêşên bereya sune û bereya şie (Tirkîye û îran) dagirkerên Kurdistanê nin û li dijî serxwebûna Kurdistanê nin. Divê sîyaseta Kurdistanî ji wan xeyalên ku dagirkerên me jî wê serxwebûna Kurdistanê bixwazin bi dûr kevin. Yên ku dikanin Serxwebûna Kurdistanê pêk bînin,hêzên Kurdistanî nin. Şik jê nîne ku em dikarin ji nakokîyên di nav dijminên xwe de sûd wergirin. Ji ber wê min got ku nakokî û krîzên di nav dijminên me de henin ji bo me derfetan derdixin. Le ji bo tu ji wan nakokî û krîzan sûd wergirî divê hedefên te yên stratejik zelal bî û li ser wan hedefên stratejik tu bikari be yekîtîyeke neteweyî pêk bînî. An na beşekî Kurdan bi bereya şîe,beşekî Kurdan jî bi bereya süne re biherike, zû an dereng îjar terefên Kurdan wê bên hemberî hev. Em Kurdistanî nin û em serxwebûna Kurdistanê diparêzin, temama tifaqên derveyin li ser vî asasî pêkan e. Hek tu xwe di hindur bereya sune an bereya şie di pênase bikî tu nikare bigihêjî van hedefan. Mijara me ne mijareke taîfî,mezhebi ye. Mijara me ew e ku neteweyek heye,welatê wî neteweyî heye û ew netewe divê li welatê xwe bive dewlet. Ji bo dewletbûyina Kurdistanê pêwîstî bi tifaqa kîjan dewletê hebe tu dikarî tifaqê pê re dahîne û ji nakokîyên di nav dijminan de sûd wergirî.

Posted in: kurdi

Comments

There are currently no comments, be the first to post one!

Post Comment

Name (required)

Email (not required)

Website

CAPTCHA image
Enter the code shown above:

  
Irak ve Kürdistan Gelişmeleri Üzerine Röportaj
Fuat Önen
Her dış mücadele bünyesinde bir iç mücadele barındırır. Dışarının içimizdeki operasyonuna dönüşmediği ve ulusal kurtuluş hedefinin önüne geçmediği müddetçe, iç iktidar mü...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (294)


HDP, Türkiyedeki Kürt azınlığın partisi olsun
Fuat Önen
Bence genel olarak Kürt seçmeni ya da Kürtlerin seçimde ne yapacaklarını sormak yanlıştır. En başta Kürdistanlılar ile Türkiye’deki Kürt azınlığını birbirinden farklı değerlendirmek lazımdır. Kürdista...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (431)


5’Lİ KÜRT BLOKU’NUN SEÇİM VE HDP’YE KARŞI TAVRI*
Fuat Önen
2009’dan bu yana Kürdistani Birlik, Kürdistan Ulusal Konferansı gibi konular gündemdedir. Her ne hikmetse seçim zamanları bu birlik konusu gündeme geliyor. Eğer ülkemizin toprakları işgal ediliyorsa, binlerce gen...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (409)


SEÇİME HAZIR OLMAK
Fuat Önen
24 Haziran seçimlerine de Kürdistan’dan katılmanın meşru bir yolu var mıdır diye düşündüğümde şu önerinin tartışılabileceğini düşünüyorum. Yani bu seçimi yine referanduma dönü...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1129)


EFRÎN
Fuat Önen
58 gün önce 72 savaş uçağı ile Efrini işgal operasyonunu başlattınız. Savaş uçaklarınıza tanklarınız, toplarınız, savaş helikopterleriniz, İHA’larınız, SİHA’larınız,termal kameralarınız eşlik etti.  Binlerce ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (679)


Afrin operasiyonunu Türkiye devletinin Kürdistan dönük seferlerinin bir parçasıdir
Fuat Önen
Şimdi bunun doğru anlaşılması için şunun iyi görülmesi lazım. Türkiye devleti Afrin e, Hewlere, yada Mahabada  Ankara dan bakmıyor. Türkiye devleti Afrine de, Hewlere de, Kamışlıya da, Mahabada da, Sanadaja da Diyarbak...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (795)


KÜRDİSTANİ PARTİLERİN TEMEL STRATEJİK HEDEFİ KÜRDİSTAN’IN BAĞIMSIZLIĞI VE BİRLİĞİ OLMALIDIR
Fuat Önen
Sırrı Süreyya Önder kimi temsil ederek İmralı-Ankara-Kandil üçgeninde bu kadar tur attı? Önder’in Türkiye’de temsil ettiği bir kitle mi var? Bana göre devleti temsil ediyor. Yapılan yanlış bir işin kof...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2376)


   «   [1]  2  3  4  5  6  7  8  9  10  »      
DESTPÉK      Tarix-belge      TEVKURD      Aslan Kaya -Baz      Fuad Önen      Media