Fuad Önen
TÊKÇÛNA ŞERÊ CEBHEYA KERKÛKÊ
Fuat Önen
Şerê li cebheya Kerkûkê rû da, bersîva dewletên dagirker û parêzerên sistemê ye. Di vê cebheyê de em têkçûn. Berpirsê vê têkçûyi...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (304)


YEKÎTÎYA KURDAN Û YA PARTÎYÊN KURDAN JI HEV CUDA NE
Fuat Önen
Di nav tevgerên rizgarîya neteweyî de kesî bi qasî tevgera rizgarîya neteweyî ya Kurdan nîqaşên teorîk nekiri ye. Em di nivîsarên Ho Shi Min, Amilcar Cabral, Mahatma Ghandi, Fide...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (717)


TC ÇIMA JI YEKÎTÎYA AXA ROJAVAYÊ KURDISTANÊ DITIRSE?
Fuat Önen
Ez ne di wê bawerîyê de me ku TC yê karibe Efrînê dagir bike û li wir pêşî li Kurdan bigire. Bi sedem ku TC nikare bakurê Kurdistanê wek berê bi rêve bibe, anuha her nav&cc...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (461)


REFERANDOMA SERXWEBÛNA KURDISTANÊ
Fuat Önen
Serxwebûna Kurdistanê di herêma Rojhelata Nêzîk de şoreşek e û ew ê nîzama dagirker hilweşîne. Ji ber vê yekê her çar dewletên dagirker; di serî de jî dewleta ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (599)


SERXWEBÛNA BAŞÛRÊ KURDİSTANÊ GENGEŞÎYÊN Dİ NAV ŞÎA Û SUNEYAN DE ŞENGAL Û HÎLALA ŞÎA RIZGARBÛNA ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
Fuat Önen
Em nizanin ku bi çi sedemê rê lê vekirin ku hêzên Haşdî Şabî têkevin hin deverên Şengalê û ew van deveran “rizgar” bikin. Hêza pêşmergeyan heye ku her bi...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (545)


Arîşeyên Şengalê
Fuad Onen
Miletê Kurd têra xwe xwedî dijmin e, tevgera rizgarîya neteweyî ya Kurdistanê ji serî de çar dewletên dagirker ji xwe re kiriye hedef. Ev dewlet li dinyê jî xwedî mutefîk ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1131)


Armanckirina “kongreyeke netewî” ya ku ne li dijî tu dewletan e dibe devjêberdana mafê dewletbûna netewa Kurd!
Fuad Onen
Ev civîna ku berê wek Konferansa Kurdistanê û dûre jîwek Kongreya Netewî ya Kurdan hat binavkirin, li ser tewereya (mihwer) KomaraTirkîyê (KT)-Ocalan-Barzani ketiye rojeva me û çekber...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (4420)


   «   [1]  2  3  4  5  »      
  
09
“Di vê rewşê de, temama Kurdan bang bikin û bibêjin em li dijî şerê navxweyî ne jî, zemîna ku em hevdu bukujin li holê dimîne. Ji bo ku ev zemîn ji holê rabe divê siyaseta Kurdistanê bi şiûreke dîrokî tevbigere.”

“Ev 150 sal in ku şerê netewî yê Kurdistanê dimeşe û tim tûşî şerê navxeyî dibe. Wexta ku em li vê dinerin, divê em sedemên wê û rêyên çareserîya wê destnişan bikin.”

“Bi ya min kêşeya me ya li Başûr ya esasî tunebûna deshelatîya netewî û hevpar e. Anuha li Başûr ragihandina serxwebûnê tê gengeşîkirin, lê bernameyeke serxwebûnxwaz ku temama partîyên Başûr li pişt in li holê xwiya nake. Li temama axa başûrê Kurdistanê desthelatîyeke neteweyî û hevpar em nabînin. Bêtirîn em deshelatdarîyên partîyan dibinin. Sedema esasî ya pevçûnên Şengalê jî tunebûna desthelatîyeke neteweyî û hevpar e.”

“Cenabê Qosret Resûl peyamekê dide û dibêje ‘ez terefan şermazer dikim’. Cenabê Qosret Resûl cîgirê serokê herêmê ye, postê wî ne cîyê gazinan û şermezarkirinê ye. Divê ew çareserîyekê destnîşan bike”

“Dewlet û medyaya Tirkan dibêjin ku, ‘em ê bi PDKê re li hember PKKê dest bi operasyonan bikin’. Em li bende ne ku rêvebirên PDKê bibêjin ku ‘em bi tu awayî tevî dewleta Tirkan şerê PKKê nakin, em anuha ji bo serxwebûna başûrê Kurdistanê pêk bînin kar dikin, ev jî karê me ye, bi tu awayî em tevî dewleta Tirkan şerê PKKê nakin’. Lê ji wir peyameke wisa nehat, ji alîyê PKKê jî peyamek wisa nehat ku bibêje ‘ez ji Şengalê vedikişim, Şengal axa başûrê Kurdistanê ye, rêvebirina Şengalê jî mafê hukumeta Başûr e’.”

“Divê PKK bê qeyd û şerd ji Şengalê derkeve û rêvebirina Şengalê dewrî hikûmeta başûrê Kurdistanê bike. Ez nabêjim bila dewrî PDKê bike, bila dewrî hikûmeta başûrê Kurdistanê bike û hikûmeta başûrê Kurdistanê divê mudaxele bike û rêvebirina Şengalê bi destê wê bimeşe. Heger pêwîstî bi hebûna PKKê li Şengalê an li cîyekî din yê başûrê Kurdistanê hebe, tenha divê ev bi rizamendîya hukûmeta Başûr be. Her partîyeke me here û li ser axa Kurdistanê parselekê ji xwe re bike hedef û bibêje ez ê li vir desthelat bim, ev nayê qebûlkirin.”

“Rêvebirên PKKê Cemîl Bayik, Mûrat Karayilan û hwd dibêjin ku ‘dewleta Tirkîyê dixwaze em û pêşmerge şerê hevdu bikin’. Ev gotina wan rast e, dewleta Tirkîye, ya Îranê jî dixwaze, dijminên miletê Kurd ê bixwazin şervanên Kurdan şerê hevdu bikin. Baş e, heger hun ji vê gotina xwe bawer dikin, nehêlin ku dewleta Tirkan bigîhêje armancên xwe. Ji Şengalê derkevin, rîska ku pêşmerge û gerîla şerê hev bikin ji holê rakin.”
“Divê sîyaseta Kurdistanê desttêwerdana dewletên dagirker red bike, dibe ku arîşeyên me hebin, em dikarin di nav xwe de wan çareser bikin. Lê hek her yek ji me şûrê dewleteke dagirker bikişîne, em nikarin bigîhêjin Kurdistaneke serbixwe û yekgirtî.”

MILETÊ KURD TÊRA XWE XWEDÎ DIJMIN E
Miletê Kurd têra xwe xwedî dijmin e, tevgera rizgarîya neteweyî ya Kurdistanê ji serî de çar dewletên dagirker ji xwe re kiriye hedef. Ev dewlet li dinyê jî xwedî mutefîk in, yanî têra xwe dijminên me hene. Tehamula miletekî di vê rewşê de ji şerekî navxweyî re tuneye. Tevî vê heqîqetê, ev 150 sal in ku şerê netewî yê Kurdistanê dimeşe û tim tûşî şerê navxeyî dibe. Wexta ku em li vê dinerin, divê em sedemên wê û rêyên çareserîya wê destnişan bikin. Tenê bi gotina ‘em li dijî şerê birakujîyê ne’ ya cenabê serok pêşî li şerê navxweyî nayê girtin.

Bi ya min kêşeya me ya li Başûr ya esasî tunebûna deshelatîya netewî û hevpar e. Anuha li Başûr ragihandina serxwebûnê tê gengeşîkirin, lê bernameyeke serxwebûnxwaz ku temama partîyên Başûr li pişt in li holê xwiya nake. Li temama axa başûrê Kurdistanê desthelatîyeke neteweyî û hevpar em nabînin. Bêtirîn em deshelatdarîyên partîyan dibinin. Sedema esasî ya pevçûnên Şengalê jî tunebûna desthelatîyeke neteweyî û hevpar e. Bi sedem dewletbûyîn di heman demê de hebûna huqûkekî bihevrejîyanê hewce dike, li ser axa Kurdistanê em ê bi kîjan huqûkî pev re bijîn? Eleqetên me yên bi dewletên li dor me, eleqetên me yên bi dewletên dost û dijmin re wê çi be? Divê di hundurê wê huqûqê pevrejîyanê de hatibe xêzkirin. Mixabin em li Başûr ji vê qonaxê dûr in. Wek nimûne ez bibêjim; cenabê Qosret Resûl peyamekê dide û dibêje ‘ez terefan şermazer dikim’. Cenabê Qosret Resûl cîgirê serokê herêmê ye, postê wî ne cîyê gazinan û şermezarkirinê ye. Divê ew çareserîyekê destnîşan bike, arîşeyên li vir li gor huqûkê Başûr ew ê çawa çareser bibin, divê vê yeke destnîşan bike. Lê her kes li ser navê partîya xwe li mijarê dinêre.

Divê PKK bê qeyd û şerd ji Şengalê derkeve û rêvebirina Şengalê dewrî hikûmeta başûrê Kurdistanê bike. Ez nabêjim bila dewrî PDK bike, bila dewrî hikûmeta başûrê Kurdistanê bike û hikûmeta başûrê Kurdistanê divê mudaxele bike û rêvebirina Şengalê bi destê wê bimeşe. Heger pêwîstî bi hebûna PKKê li Şengalê an li cîkî din yê başûrê Kurdistanê hebe, tenha divê ev bi rizamendîya hukûmeta Başûr be. Her partîyeke me here û li ser axa Kurdistanê parselekê ji xwe re bike hedef û bibêje ez ê li vir desthelat bim, ev nayê qebûlkirin.

Divê sîyaseta Kurdistanê yekîtî û serxwebûna Kurdistanê ji xwe re bike armanc. Kurdistan zaten di nav çar dewletan de hatiye parvekirin û perçekirin. Her partî jî parseleke Kurdistanê ji xwe re bike hedef û bibêje ez ê liv ir desthelat bim, ev hedefên me yên stratejik wê têkve herin. Her partî li herêmekê ji xwe re jêrdewletekê ava bike, em nikarin bigîhêjin hedefa Kurdistaneke serbixwe û yekgirtî. Ji ber vê yekê li Şengalê rêvebirên PKKê Cemîl Bayik, Mûrat Karayilan û hwd dibêjin ku ‘dewleta Tirkîyê dixwaze em û pêşmerge şerê hevdu bikin’. Ev gotina wan rast e, dewleta Tirkîye, ya Îranê jî dixwaze, dijminên miletê Kurd ê bixwazin şervanên Kurdan şerê hevdu bikin.

Baş e, heger hun ji vê gotina xwe bawer dikin, nehêlin ku dewleta Tirkan bigîhêje armancên xwe. Ji Şengalê derkevin, rîska ku pêşmerge û gerîla şerê hev bikin ji holê rakin. Rast e ku dewleta Tirkan pê dilîze, wezîrê kar û barên derve yê Tirkîyê çend roj berê peyamek da û got ku ‘em ê bi PDKê re li hember PKKê dest bi operasyonên bikin’. Em li bende ne ku rêvebirên PDKê bibêjin ku ‘em bi tu awayî tevî dewleta Tirkan şerê PKKê nakin, em anuha ji bo serxwebûna başûrê Kurdistanê pêk bînin kar dikin, ev jî karê me ye, bi tu awayî em tevî dewleta Tirkan şerê PKKê nakin’. Lê ji wir peyameke wisa nehat, ji alîyê PKKê jî peyamek wisa nehat ku bibêje ‘ez ji Şengalê vedikişim, Şengal axa başûrê Kurdistanê ye, rêvebirina Şengalê jî mafê hukumeta Başûr e’.

Di vê rewşê de, temama Kurdan bang bikin û bibêjin em li dijî şerê navxweyî ne jî, zemîna ku em hevdu bukujin li holê dimîne. Ji bo ku ev zemîn ji holê rabe divê siyaseta Kurdistanê bi şiûreke dîrokî tevbigere. Ev 150 sal in şerekî rizgarîxwaz heye; ji Mîr Mihemedê Rewandûzî bigire heta Şêx Mahmûd, li Bakur ji Qoçgirî heta Dêrsimê, li Rojhelat ji Komara Kurdistanê bigire û heta îro. Divê sîyaseta Kurdan xwedî şiûreke dîrokî li van mijaran binere. Dema ku em li dîrokê dinerin, em dibinin ku em di şerê xwe û dijmin de têk neçûnin. Sedemên têkçûnê ya sîyaseta navdewletî ye, ya jî şerê navxweyî ye. 
 PKK li gor berjewendîyên partîya xwe li Şengalê israr dike, dixwaze ne tene li Şengalê, li Başûr hevparê desthelatîyê be. Wisa hizir dike ku, hek li Şengalê jêrdesthelatîyek jê re hebe, ew ê hîn baştir li Rojava tevbigere û problemeke mezin jî ew e ku, PKK Şengalê wek kantoneke bi Bexdayê ve girêdayî difikire. Dema ku Başûrî dixwazin ku PKK ji Şengalê derkeve, rêvebirên PKKê dibêjin ‘em bi destûra Bexdayê li Şengalê ne, heta ku Bexda ji me re nebêje derkeve, em dernakevin’. Baş e, Şengal axa başûrê Kurdistanê ye, tu dixwazî beşeke axa Kurdistanê ji Kurdistanê veqetînî û bi Bexdayê ve girêbidî. Yek ev e, berjewendîyên partîyê ne, ne berjewendîyên miletê Kurd in, ne berjewendîyên Kurdistanê ne. Ya din jî, wek ku min berê jî got; dewletên dagirker di ser rêxistinan re şerê serxwebûna Kurdistanê dikin. Şengal ji bo Îranê cîyekî stratejik e, Îran û Bexda wê di ser Şengalê re bigîhêjin Nûsayrîyan, ji wir ew ê bigîhêjin Lubnan û Fîlîstînê. Ji bo Îranê hedefa esasî pêşîlêgirtina serxwebûna Kurdistanê ye. PKK bi van her du sedeman li vir e, ev her du sedem jî dûrî fahmê Kurdistanî ne, dûrî stratejîya welatperwerîya Kurdistanê ne.

Li alîyê din dewleta Tirkan jî heman karî dike. Dewlet û medyaya Tirkan her roj peyaman didin, dibêjin em ê bi PDKê re şerê PKKê bikin. Dewleta Tirkan li rojavayê Kurdistanê eşkere dibêje ku, ‘ji bo ku yekîtîya axa rojavayê Kurdistanê pêk neyê, ez ketime Cerablûsê, ez ketime El Babê, ez ê têkevim Munbîcê’. Ev li hember her çar perçeyên Kurdistanê hicûmek e. Ew ê bixwaze ku Kurd li wir bên hember hevdu.

Divê sîyaseta Kurdistanê desttêwerdana dewletên dagirker red bike, dibe ku arîşeyên me hebin, em dikarin di nav xwe de wan çareser bikin. Lê hek her yek ji me şûrê dewleteke dagirker bikişîne, em nikarin bigîhêjin Kurdistaneke serbixwe û yekgirtî.

Posted in: kurdi

Comments

There are currently no comments, be the first to post one!

Post Comment

Name (required)

Email (not required)

Website

CAPTCHA image
Enter the code shown above:

  
KÜRDİSTANİ PARTİLERİN TEMEL STRATEJİK HEDEFİ KÜRDİSTAN’IN BAĞIMSIZLIĞI VE BİRLİĞİ OLMALIDIR
Fuat Önen
Sırrı Süreyya Önder kimi temsil ederek İmralı-Ankara-Kandil üçgeninde bu kadar tur attı? Önder’in Türkiye’de temsil ettiği bir kitle mi var? Bana göre devleti temsil ediyor. Yapılan yanlış bir işin kof...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1484)


ZİYA GÖKALP ULUSSUZ BİR DEVLETİN İDEOLOGUDUR, İSMAİL BEŞİKÇİ İSE DEVLETSİZ BİR ULUSUN…
Fuat Önen
Ziya Gökalp ulussuz bir devletin ideologudur. İmparatorluk bakiyesinden allokton bir ulus oluşturmaya çalışan, Türk Egemenlik Sisteminin, paralı memurudur. İsmail Beşikçi ise devletsiz bir ulusun, ulusal demokratik haklarını s...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (587)


Üst Aidiyet ve İktidar
Fuat Önen
Geçmişten ders almak, Kürdistan’daki siyasi aktörlerin genellikle uzak durdukları bir eylem türüdür. Modernite öncesi kurumlarımızın (aşiret meclisleri, rîsıpi heyetleri,aşiret konfedereasyonları, mirl...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1145)


Dünya Düzeni, Dünya Devletler Sistemi ve Kürdistan
Fuat Önen
Türk devletinin son Kürdistan seferinin esas nedeni Hemrin dağından Afrin’e görünür hale gelen bu sınırlardır. Güney Batı sınırlarının görünür hale geldiği ve bu sınırlar içinde devletleşmeyi ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1452)


Dr. SaitÇürükkaya için yaptığım konuşma ve bazı yorumlar için açıklama
Fuat Önen
Birkaç gündür Şehid Sait Çürükkaya’nın mezarı başında yaptığım konuşma speküle edilerek, çirkin bir karalama kampanyası yürütülmektedir. Sait Çürükkaya’nın anıs...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1576)


Erbil ziyareti ve İmralı görüşmesiyle ilgili BasHaber röportaji
Fuat Önen
Bölge Başkanı Mesud Barzani müdahil olmaya, devletle HDP arasında bir tür uzlaşma sağlamaya çalıştığında, HDP eş başkanı bu meselenin Türkiye’nin “iç meselesi” olduğunu söyleyerek Başkan Barzan...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3430)


15 TEMMUZ, TÜRK ORDU GELENEĞİNDE İÇKİN OLAN BİR ASKERİ DARBE GİRİŞİMİDİR
Fuat Önen
Türkiye’yi zor günler beklemektedir. Yakındoğu ve Ortadoğu, Üçüncü Dünya Savaşının önemli cephesidir. Bu bölgeler yeniden dizayn edilmeye çalışılmakta. Birinci ve İkinci Dünya savaşları...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1447)


   «   [1]  2  3  4  5  6  7  8  9  »      
DESTPÉK      Tarix-belge      TEVKURD      Aslan Kaya -Baz      Fuad Önen      Media