Fuad Önen
YEKÎTÎYA KURDAN Û YA PARTÎYÊN KURDAN JI HEV CUDA NE
Fuat Önen
Di nav tevgerên rizgarîya neteweyî de kesî bi qasî tevgera rizgarîya neteweyî ya Kurdan nîqaşên teorîk nekiri ye. Em di nivîsarên Ho Shi Min, Amilcar Cabral, Mahatma Ghandi, Fide...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (508)


TC ÇIMA JI YEKÎTÎYA AXA ROJAVAYÊ KURDISTANÊ DITIRSE?
Fuat Önen
Ez ne di wê bawerîyê de me ku TC yê karibe Efrînê dagir bike û li wir pêşî li Kurdan bigire. Bi sedem ku TC nikare bakurê Kurdistanê wek berê bi rêve bibe, anuha her nav&cc...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (308)


REFERANDOMA SERXWEBÛNA KURDISTANÊ
Fuat Önen
Serxwebûna Kurdistanê di herêma Rojhelata Nêzîk de şoreşek e û ew ê nîzama dagirker hilweşîne. Ji ber vê yekê her çar dewletên dagirker; di serî de jî dewleta ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (403)


SERXWEBÛNA BAŞÛRÊ KURDİSTANÊ GENGEŞÎYÊN Dİ NAV ŞÎA Û SUNEYAN DE ŞENGAL Û HÎLALA ŞÎA RIZGARBÛNA ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
Fuat Önen
Em nizanin ku bi çi sedemê rê lê vekirin ku hêzên Haşdî Şabî têkevin hin deverên Şengalê û ew van deveran “rizgar” bikin. Hêza pêşmergeyan heye ku her bi...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (393)


Arîşeyên Şengalê
Fuad Onen
Miletê Kurd têra xwe xwedî dijmin e, tevgera rizgarîya neteweyî ya Kurdistanê ji serî de çar dewletên dagirker ji xwe re kiriye hedef. Ev dewlet li dinyê jî xwedî mutefîk ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (943)


Armanckirina “kongreyeke netewî” ya ku ne li dijî tu dewletan e dibe devjêberdana mafê dewletbûna netewa Kurd!
Fuad Onen
Ev civîna ku berê wek Konferansa Kurdistanê û dûre jîwek Kongreya Netewî ya Kurdan hat binavkirin, li ser tewereya (mihwer) KomaraTirkîyê (KT)-Ocalan-Barzani ketiye rojeva me û çekber...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (4316)


Jenosîda domdar û rojhelata nêzîk
Fuad Onen
Di hundir tevgera sîyaseta Kurdîstanê de, di derheq mijara jenosîdê de, fahmekî zelal û muşterek tune. Tesbîtkirna sîyaseta jenosîda li Kurdîstanê, ne tenê tesbîteke ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (6366)


   «   [1]  2  3  4  5  »      
  
21
Di navbera Cemaetê û AKPê de ji sala 2002an û heya 2012an hevkarî hebû, blokeke desthilatê ava kiribûn û dewletên Rojavayî û Amerîkayê piştgiriya vê blokê dikir.

Artêşa tirkan (TSK) ji xwe wek partiya hêzên çekdar yên tirkan tevdigere. Artêşeke polîtîze ye, wek partiyekê tevdigere û heq di xwe de dibîne ku mudaxeleyî siyaseta Tirkiyeyê bike

Ên duh em dikuştin, îro şerê hev dikin. Ev şerekî wan ê navxweyî ye.

Gava sibê van pevçûnên xwe yên navxweyî bıqedînin, ew ê li dıjî kurdan cebheyê vekin.

Divê Kurdistanî jî bi alaya Kurdistanê derketina kuçe, qad û kolanan.

Siyaseta tirkan ji xwe di nava krîzekê de bû.

HDP jî ev nêzîkî salekê ye nikare helwesteke siyasî bigire û li gorî wê helwestê bimeşe.

Navenda Nûçeyan — Siyasetmedar û nivîskarê kurd Fuat Onen hewldana derbeya leşkerî ji Sputnikê re nirxand. Onen diyar kir ku ev derbe ne bi tenê ji aliyê cemaetê ve hatiye kirin lê ji aliyê çend beşên ku li dijî AKPê ne pêk hatiye. Herwiha nivîskarê kurd teqez kir ku di mijara Kurdistanê de ti cudahî di navbera van aliyên ku niha li Tirkiyeyê şer dikin tine.

Onen derbarê kes an rêxistinên li dû derbeyê û ihtimala ku AKPê bi xwe ev derbe pêk anîbe de wiha axivî: "Ev hewldana derbeya leşkerî hewldaneke nîvcomayî û têkçûyî ye. Yên ku dinirxînin li encamê dinerin û li gorî wê analîz dikin. Difikirin ku ev derbe dê Erdoganî xurt bike û ji vir wê encamê derdixin ku wî bi xwe li xwe kiriye. Ev hişmendiyeke komployî ye û bi min ev analîz şaş e."

Nivîskarê kurd axiftina xwe wiha dewam dike: "Di hundirê dewleta Tirkiyeyê de şer herdem hebûye û ticarî ev dewleteke nebûye dewleteke yekpare. Artêşa tirkan (TSK) ji xwe wek partiya hêzên şekdar yên Tirkan tevdigere. Artêşeke polîtîze û wek partiyekê tevdigere û heq di xwe de dibîne ku mudaxeleyî siyaseta Tirkiyeyê bike. Di navbera Cemaetê û AKPê de ji sala 2002an û heya 2012an hevkarî hebû û blokekek desthilatê ava kiribû û dewletên Rojavayê û Amerîkayê piştgiriya vê blokê dikir. Dawiya sala 2012an û destpêka 2013an de, ev blok perçe bû. Wê demê vê blokê dixwest vê dewletê ji nû ve dîzayin bike lê piştî ku ev blok xera bû, AKP bi hêzên dewletê yên klasîk re dest bi hevkariyê kir. Ew generalên AKPê û Cemaetê bi hev dû re avêtibûn zindanan, bi destê AKPê beraat kir û ji zindanan derket. Yanî piştî hevkariya cemaet û AKPê xera bû, AKP bi hêzên klasîk ên dewletê re hevkarî kir."

EV DERBE NE YA CEMAETÊ TENÊ YE
Herwiha Onen dibêje ku li gel Cemaet di vê derbeyê de xurt e jî lê ev derbe ne bi wan tenê hatiye kirin û wiha dewam dike: "Ev derbe bi ya min ne bi alîgirên cemaetê tenê hatiye kirin. Xuya ye ku di hundirê derbekaran de alîgirên cemaetê zêde ne û xurt in lê Kemalîst jî di nav wan de hene, herwiha ew kesên ji kiryar û siyaseta AKPê ya bêperwa aciz jî hene. Hêzên ku xwestin derbeyê pêk bînin, wek koaliyonekê ne, lê xuya ye koalisyon di destpêka derbeyê de ji hev ketiye û alîgirên cemaetê li pêş mane.


KURD LI DIJÎ DERBEYÊ NE LÊ TU SEDEM TUNE KU BI AKPê RE WERIN SER HEMAN XETÊ
Onen derbarê tevgera kurd û helwesta ku divê di mercên nû de bigire, wiha diaxive: "Niha ev hemû; AKP, Cemaet û hêzên klasîk ên dewleta tirkan, ev salek e ku li Kurdistanê şerekî tund dimeşînin. Di salekê de milyonek kurd koçber kirin, bi hezaran kurd kuştin û 11-12 bajarên kurdan xera kirin. Van gişan ev kar bi hev re kir. Anku di karên li Kurdistanê de, Cemaet, AKP û Artêşa Tirkan bi hev re ev kar meşandine. Ên duh em dikuştin, îro şerê hev dikin. Ev şerekî wan ê navxweyî ye. Tevgera kurd, ticarî li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, piştgiriya derbeya leşkerî nekiriye û dê neke. Lê ji bona ku em li dijî vê derbeyê, bi AKP û hêzên klasîk ên dewleta tirkan re werin ser xetekê jî ti sedem tine.

GAVA SIBÊ VAN PEVÇÛNÊN XWE YÊN NAVXWEYÎ BIQEDÎNIN, EW Ê LI DIJÎ KURDAN CEBHEYÊ VEKIN
Herwiha nivîskarê kurd teqez dike ku ti cudahî tine di navbera hemû beşên dewleta tirk ên ku niha şerê hev dikin û wiha dibêje: "Divê siyaseta kurdan helwesteke serbixwe bigire. Ger li hember derbeya leşkerî bi dewleta klasîk re were ser xetekê ti wateya vê tine. Wek em bibêjin niha van girseyên bi talîmatên Erdoganî derketin kolanan durişmên wan çi ne? Tekbîr tînin. Ê tekbîrê li himberê kê tînin. Yên derbe pêk aniye ku em dibêjin cemaet, ew jî dikare derkeve kolanan û tekbîrê pêk bîne. Alaya Tirkan derdixin pêş. Muxalefete ku li ser alayê, tekbîrê ne muxalefteke wiha ye ku tevgera kurd pişta wê bigire. Tevgera kurd divê helwesta xwe cuda nîşan bide û li tevahiya girseya xwe re bibêje ku yên duh li Kurdistanê tundûtûjî meşandine, Ev giş bi hev re ne."

Onen derbarê tiştê ku divê kurd di vê rewşa nû de, bikin wiha dibêje: "Sibe pevçûnên xwe yên navxweyî biqedînin, ew ê dîsa cebheyê li hemberî me vekin. Ne ku em ê bê alî bisekinin. Ev bi qewetê ve girêdayî ye. Eger hêz û fahmeke kurdistanî li bakurê Kurdistanê xurt bûya, şeva derbeyê ku ew bi alayên xwe derketin kolanan divê Kurdistanî jî bi alaya Kurdistanê derketina û bixwesta ji vî şerê navxweyî fêde bigire û girseyê derxe kolanan, bi durişmên azadîxwaz û serxwebûnxwaz. Em li dijî derbeyê ne lê em ne li ser xeta AKP û xeta klasîk a dewleta tirkan li dijî derbeyê ne. Em li ser xeta azadî, rizgarî û serxwebûna Kurdistanê dijî derbeyê û vê dewletê ne. Divê ev helwest diyar bibe. Divê ji girseyê re ronî bike ku ev şerekî navxweyî ye. Ji xwe piştî du saetan ji hewldana derbeyê, diyar bû ku ev derbe wê bi ser nekeve. Ew gotinên ku dibêjin bi mêrxasî derketin kolanan û derbe sekinandin, tiştekî wisa tine. Piştî du saetan diyar bû, ev derbe vala ye.

KRÎZA TIRKIYEYÊ DÊ MAYINDE BE Û BIDOME
Ji aliyekî din ve, nivîskarê kurd derbarê bandora hewldana derbeyê li ser herêma Kurdistanê û Rojavayê de jî wiha diaxive: "Niha pêvajo didome. Siyaseta tirkan ji xwe di nava krîzekê de bû. Anku her çar partiyên ku di parlemnetoyê de temsîl dibin xwediyên pirsgirên navxweyî bûn. Çi MHP, çi CHP, Herwiha di nava AKPê de jî, piraniya damezirînên AKPê hatine tesfiyekirin. Herwiha HDPê jî ev nêzîkî salekê ye nikare helwesteke siyasî bigire û li gorî wê helwestê bimeşe. Siyaseta tirkan û tirkiye ji xwe di nava krîzekê de bû. Bi ya min ev derbe dê vê krîzê xurttir bike. Anku ew dê çend rojan derkevin kolanan û dê bibêjin demokrasî bi ser ket, derew e, tiştekî wiha tine. Ev kesên li dijî derbeyê sekinîne, di esasê xwe de ne alîgirên demokrasiyê ne. Di durişmên wan de diyar e. Ji ber ku pêvajo dê bidome, em nikarin bibêjin ev ê bandoreke erênî yan neyênî li başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê bike. Divê hinekî ev pêvajo bi pêş de biçe. Lê wiha dixuyê ku ev krîza Tirkiyeyê mayinde ye û dê bidome ji kurdan re tiştên pêwîst ku fêdeyê ji krîzê bigirin û armancên xwe yên siyasî li pêş xin. "


Posted in: tirki

Comments

There are currently no comments, be the first to post one!

Post Comment

Name (required)

Email (not required)

Website

CAPTCHA image
Enter the code shown above:

  
KÜRDİSTANİ PARTİLERİN TEMEL STRATEJİK HEDEFİ KÜRDİSTAN’IN BAĞIMSIZLIĞI VE BİRLİĞİ OLMALIDIR
Fuat Önen
Sırrı Süreyya Önder kimi temsil ederek İmralı-Ankara-Kandil üçgeninde bu kadar tur attı? Önder’in Türkiye’de temsil ettiği bir kitle mi var? Bana göre devleti temsil ediyor. Yapılan yanlış bir işin kof...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1205)


ZİYA GÖKALP ULUSSUZ BİR DEVLETİN İDEOLOGUDUR, İSMAİL BEŞİKÇİ İSE DEVLETSİZ BİR ULUSUN…
Fuat Önen
Ziya Gökalp ulussuz bir devletin ideologudur. İmparatorluk bakiyesinden allokton bir ulus oluşturmaya çalışan, Türk Egemenlik Sisteminin, paralı memurudur. İsmail Beşikçi ise devletsiz bir ulusun, ulusal demokratik haklarını s...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (422)


Üst Aidiyet ve İktidar
Fuat Önen
Geçmişten ders almak, Kürdistan’daki siyasi aktörlerin genellikle uzak durdukları bir eylem türüdür. Modernite öncesi kurumlarımızın (aşiret meclisleri, rîsıpi heyetleri,aşiret konfedereasyonları, mirl...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (961)


Dünya Düzeni, Dünya Devletler Sistemi ve Kürdistan
Fuat Önen
Türk devletinin son Kürdistan seferinin esas nedeni Hemrin dağından Afrin’e görünür hale gelen bu sınırlardır. Güney Batı sınırlarının görünür hale geldiği ve bu sınırlar içinde devletleşmeyi ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1287)


Dr. SaitÇürükkaya için yaptığım konuşma ve bazı yorumlar için açıklama
Fuat Önen
Birkaç gündür Şehid Sait Çürükkaya’nın mezarı başında yaptığım konuşma speküle edilerek, çirkin bir karalama kampanyası yürütülmektedir. Sait Çürükkaya’nın anıs...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1410)


Erbil ziyareti ve İmralı görüşmesiyle ilgili BasHaber röportaji
Fuat Önen
Bölge Başkanı Mesud Barzani müdahil olmaya, devletle HDP arasında bir tür uzlaşma sağlamaya çalıştığında, HDP eş başkanı bu meselenin Türkiye’nin “iç meselesi” olduğunu söyleyerek Başkan Barzan...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3277)


15 TEMMUZ, TÜRK ORDU GELENEĞİNDE İÇKİN OLAN BİR ASKERİ DARBE GİRİŞİMİDİR
Fuat Önen
Türkiye’yi zor günler beklemektedir. Yakındoğu ve Ortadoğu, Üçüncü Dünya Savaşının önemli cephesidir. Bu bölgeler yeniden dizayn edilmeye çalışılmakta. Birinci ve İkinci Dünya savaşları...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1307)


   «   [1]  2  3  4  5  6  7  8  9  »      
DESTPÉK      Tarix-belge      TEVKURD      Aslan Kaya -Baz      Fuad Önen      Media