Fuad Önen
REFERANDOMA SERXWEBÛNA KURDISTANÊ
Fuat Önen
Serxwebûna Kurdistanê di herêma Rojhelata Nêzîk de şoreşek e û ew ê nîzama dagirker hilweşîne. Ji ber vê yekê her çar dewletên dagirker; di serî de jî dewleta ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (73)


SERXWEBÛNA BAŞÛRÊ KURDİSTANÊ GENGEŞÎYÊN Dİ NAV ŞÎA Û SUNEYAN DE ŞENGAL Û HÎLALA ŞÎA RIZGARBÛNA ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
Fuat Önen
Em nizanin ku bi çi sedemê rê lê vekirin ku hêzên Haşdî Şabî têkevin hin deverên Şengalê û ew van deveran “rizgar” bikin. Hêza pêşmergeyan heye ku her bi...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (145)


Arîşeyên Şengalê
Fuad Onen
Miletê Kurd têra xwe xwedî dijmin e, tevgera rizgarîya neteweyî ya Kurdistanê ji serî de çar dewletên dagirker ji xwe re kiriye hedef. Ev dewlet li dinyê jî xwedî mutefîk ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (599)


Armanckirina “kongreyeke netewî” ya ku ne li dijî tu dewletan e dibe devjêberdana mafê dewletbûna netewa Kurd!
Fuad Onen
Ev civîna ku berê wek Konferansa Kurdistanê û dûre jîwek Kongreya Netewî ya Kurdan hat binavkirin, li ser tewereya (mihwer) KomaraTirkîyê (KT)-Ocalan-Barzani ketiye rojeva me û çekber...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (4110)


Jenosîda domdar û rojhelata nêzîk
Fuad Onen
Di hundir tevgera sîyaseta Kurdîstanê de, di derheq mijara jenosîdê de, fahmekî zelal û muşterek tune. Tesbîtkirna sîyaseta jenosîda li Kurdîstanê, ne tenê tesbîteke ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (6112)


Serxwebûnxwaz û veqetxwazên wê kêm, yekbûnxwazên wê zêde
Fuad Onen
TEVKURD ne koalîsyoneke komikan e, ne jî di wateya teng de rêxistineke partîyî ya ku her kes bi nasnameya xwe ya takekesî tev lê bibe ye. TEVKURD wek rêxistineke bihurînê saz bûye ku d...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (6026)


Axaftina Kongreya Çarem ya Tevkurdê
Fuad Onen
Bayekî xurt ê entegrasyonalîst ji alîyê Tirkan ve ber bi me ve tê. Ev bayê entegrasyonalîst dibe sedemek ku em nikarin karbikin, bi sebeb em li hember wê pêlê têdikoşin. Bayek&ic...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (4130)


   «   [1]  2  3  4  5  »      
  
16

“Şerê Cîhanê yê Sêyem li ser zemînekî şematokî dimeşe”

“Ger ku li Kurdistanê siyaseteke yekgirtî ava nebe, bernameyeke neteweyî rê li yekîtiyeke netewî veneke, em ê di nav van her du terefên ku şerê cîhanê dimeşînin de parve bibin û zû an dereng em ê mecbûr bibin ku şerê hevdu bikin.”

“Li bakur rojavayê Kurdistanê, şer daîmî ye, bêdengî demkî ye.”

“Nisêbîn, Cizîr û Silopî. Ev sêqoziya Kurdistanê ye. Dixwazin li cizîr û Silopî, têkiliyên Başûr û Bakur ji hev biqetînin, dixwazin li Nisêbînê têkiliyên Rojava û Bakur ji hev biqetînin.”

“Li rûyê erdê tu milet desthilatdariya xwe li ser şaredariyan pênase nake, desthilatdariya xwe li ser axa xwe pênase dike.”

“Dema ku bernameyeke neteweyî û yekgirtî li ber me hebe, em dikarin di ser wê bernameyê re têkiliyên xwe yên bi Tirkiye, Îran, Sûriye an Iraqê re niqaş bikin.”

“Madem ku hun pir zanin qanûna esasî ya demokratîk çêkin, ji Kurdistanê re qanûna esasî ya demokratîk çêkin.”

“Anuha li Kurdistanê aîdiyetên partiyan ji yên milet û welêt xurttir in, her kes aîdiyeta xwe ya partiyî, eşîrî, malbatî an derdorî di pêşiya aîdiyeta xwe ya miletî an welatî de digire.”

“Li ser desthilatdariya şaredariyan tu nikarî aîdiyeta welat û miletekî pênase bikî.”

“Ji bo ku em yekîtiyeke Kurdistanî bi hev re ava bikin, divê em pirên di nabêna xwe û sîstema Tirkan de qut bikin.”

“Hek hedefa te ya stratejîk demokratîzekirina Tirkiyê be, tu yê bi partiyên Tirkiyê re ji xwe re li yekîtiyekê bigerî.”

“Hek em Kurdistaneke demokratîk ava bikin, ew ê bibe nimûneyeke demokratîk û tesîreke musbet li cîranên me jî bike.”

“Lidijderketina serxwebûna başûrê Kurdistanê ya bi hinceta ku ‘em naxwazin Iraq perçe bibe, dema dewletbûnê û serxwebûnê derbas bûye’, lidijderketina hember xeta neteweyî û welatperweriyê ye.”

“Lidijderketina şer ya bi awayekî kategorîk û retorîka pasîfîst, bi sîyasetmedar û rewşenbîrên Kurdistanê neketiye”

“Divê bi hedefeke ku vî şerî meşrû bike, bedelên ku tên dayin meşrû bike em vî şerî bidomînin. Ev jî tenha Kurdistaneke serbixwe û yekgirtî ye.”

 

PÊVAJOYA KU RASTEQÎNIYA WELAT Û MILETÊ KURDAN QEBÛL NEKE, TU CARAN NABE PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ, DIBE PÊVAJOYA BINCILKIRINA DOZÊ*

 

Kurd di qada navnetewî de, li gor hesabên li ser Rojhilata Navîn di çi rewşê de ne?

 

Dema ku em ji bo cîhanê bibêjin, têkçûna Sovyetê ne tenê têkçûna sosyalîzma Sovyetê bû, di heman demê de têkçûna nîzama cîhanê bû. Ev bîst û pênc-şeş sal ın dinya ji xwe re li nîzameke nuh digere. Gava em Şerê Cîhanê yê yekem û duyem bidin ber çavên xwe, em dibînin ku ji bo nîzamekê bidin cîhanê şerê cîhanê dest pê kiriye, Ev Şerê Cîhanê yê Sêyem e. Yên dixwazin nîzameke nuh bidin cîhanê, di serî de DYA, Brîtanya û hevalbendên wan ên Rojavayî ne. Em dikarin bibêjin ku ji bona nîzama cîhanê taleba rewîzyonîst ji dewletên Rojavayî tê. Dixwazin nîzamekê li ser terefê din ferz bikin. Terefên Awrasyayî; Rûsya, Çîn, Îran û yên din jî li hember vê hicûmê ber xwe didin, dixwazin statukoya kevn biparêzin û însîyatîfa wan a li cîhanê û herêmê ji destê wan nere. Di vir de Kurdistan welatekî navendî yê Rojhilata Nêzîk e.

 

 

 

 

Tu dixwazî bibêje ku her tişt li ser Kurdistanê an Rojhilata Navîn dimeşe?

 

Na, divê em Rojhilata Nêzîk û Rojhilata Navîn ji hev cuda bikin. Şer li her derê cîhanê ye. Lê şerê Kurdistanê ji nuh ve xêzkirina Rojhilata Nêzîk e. Bi sedem ku Kurdistan welatê navendî yê Rojhilata Nêzîk e, di demeke ne pir dûr de ew ê bi her çar perçeyên xwe bibe qada şer. Li Rojhilata Navîn jî şer didome, anuha îro tu tenha li Sûriye û şerê li Sûriyeyê diqewime binêrî, kî ne tê de ye? DYA, Rûsya, Îran, Qatar, Suûdî, Tirkiye û YE hemû ketine hindurê Sûriyeyê. Hek ev ne şerê Cîhanê yê Sêyem e, temama aktorên sîyasî yên cîhanê li Sûriyeyê şerê çi dikin? Ev Şerê Cîhanê yê Sêyem e, di vî şerî de her kes xwediyê bernameyekê ye. Amerîkî û hevalbendên wê dixwazin nîzameke nuh bidin cîhanê û însîyatîf di destê wan de be. Dewletên din li gor menfeetên xwe tevdigerin ku menfeetên wan ji destê wan nere. Problem ew e ku, sîyaseta Kurdistanê wê di vî Şerê Cîhanê yê Sêyem de çi ji xwe re bike armanc.

 

Berî ku em bên wir, gelo têkiliyên dewletên li vê herêmê serdest û hevalbendên wan, wek mînak yên DYA û Tirkiyê xera dibin?

 

Hek em vegerin herêmê, li herêmê esasen du dewletên ku em dikarin bibêjin bi rastî jî dewlet in hene; Tirkiye û Îran. Her du dewlet jî dumahîkên împaratoriyan in, yek ya Osmaniyan yek jî ya Safewiyan e, her du dewlet jî xwediyên helwestên jêremperyal in. Tirkiye jî dixwaze bi hevalbendên xwe re tevbigere, lewra ji bo ku bibe dewleteke herêmî li herêmê hesabên wê yên jêremperyal hene. Îran jî xwediyê heman hesaban e. Îran îro li derveyî sînorên xwe li pênc dewletan şer dike; Sûriye, Iraq, Yemen, Fîlîstîn û Lubnan. Ev encamên hewesên jêremperyal e. Dewleta Tirkan jî bi helwesteke wisa dixwest li herêmê xurt bibe, lê sîyaseta dewleta Tirkiyê li Sûriye têk çûye. Di salên 2011-13an de Tirkiye, Suûdî û Qatar bi hev re li Sûriye şer dikirin. Suûdî û Qatarê pere didan, Tirkiyê jî DAÎŞ, El Nusra û Ahrarul Şam di warê eskerî de perwerde dikir û ji wan re sîleh pêde dikir. Li Misirê ev tifaq şikest, piştî ku Sîsî hat, Suûdiyan piştgiriya Sîsî kir û piştgiriya Tirkiyê ya Exwanan dewam kir, tifaqa wan xera bû.

Divê em zanibin ku Şerê Cîhanê yê Sêyem li ser zemînekî şematokî dimeşe, ne wek şerê cîhanê yê yekem û duyem e, ji ber vê yekê hin kes vî şerî, wek şerê postmodern bi nav dikin. Ez dixwazim çi bibêjim? Gava ku DYA daket Iraqê, yên herî bi tundî li hember derdiketin Fransa û Almanya bûn. Lê hîn şeş meh derbas nebûn, Fransa, Almanya û Amerîkayê li hev kirin; artêşa dagirker ya Amerîkî li Iraqê xistin binê şemsiyeya Dewletên Yekgirtî (DY). Ji bo ku em di vê zemîna şematokî de neşemitin, divê sîyaseta Kurdistanî xwediyê bernameyeke hevpar be û xwediyê hedefekê be. Ev hedef çi ye? Gava kî ji me dipeyive, qala bakur, başûr, başûrê rojava û rojhilatê Kurdistanê dike. Ji bo ku em qala perçeyên Kurdistanê bikin, divê di heşmendiya me de Kurdistaneke yekgirtî hebe. Ji bona vê di vî Şerê Cîhanê yê Sêyem de, ji bo sîyaseta Kurdistanî sîyaseta herî maqûl Kurdistaneke serbixwe û yekgirtî ye. Tenha bi vê siyasetê em dikarin di qada cîhanê de wek aktorekî siyasî tevbigerin û xwe ji şerê her du aliyan biparêzin. Ger ku li Kurdistanê siyaseteke yekgirtî ava nebe, bernameyeke neteweyî rê li yekîtiyeke netewî veneke, em ê di nav van her du terefên ku şerê cîhanê dimeşînin de parve bibin û zû an dereng em ê mecbûr bibin ku şerê hevdu bikin.

 

Operasyonên ku li herêmê tên meşandin; li Sûr, Cizîr û hwd tê meşandin, ji bo pêşîlêgirtina vê siyasetê tu çi difikirî?

 

Yekem, divê em bizanibin ku li bakur rojavayê Kurdistanê şer her berdewam e, şer berî şeş mehan dest pê nekiriye, şer di avakirina vê komarê de dest pê kiriye û ji xwe ev nod û pênc-şeş sal in ku li bakur rojavayê Kurdistanê şerek dimeşe. Ev şer çi ye? Ger dewleteke biyanî li welatê te dagirker be, dagirkerî bi xwe îlanî herb e, dagirkerî bi xwe şer e, ev şer carinan bi şun de dikeve, carinan jî hîn xwiya dibe. Hek em ji 1920an dest pê bikin, gava ku Serhildana Koçgirî pêk hat, ev şer hîn berbiçav bû, di 1925an de hîn bêtir berbiçav bû, di 1927an de li Agirî, dû re li Dêrsimê, di 1984an de hîn bêtir berbiçav bû. Di van salên dawîn de, wek ku şer hîn pêşve çûbû xwiya dikir, lê şer her berdewam e. Li bakur rojavayê Kurdistanê, şer daîmî ye, bêdengî demkî ye.

Ev şerê ku di van şeş mehên dawîn de berbiçav bûye, bi ya min PKKê dest bi vî şerî nekiriye, dewletê ev şer li ser Kurdan ferz kiriye. Hedefên vî şerî hene. Dewleta Tirk dît ku başûrê Kurdistanê ber bi serxwebûnê ve dihare, li rojavayê Kurdistanê piştî ketina Girê Sipî (Til Ebyed) qala ketina Cerablûsê hat kirin, hat fahmkirin ku li rojavayê Kurdistanê yekîtiya axa Kurdistanê pêk tê. Heya wê demê jî rêvebirên PYDê qala federasyonê kirin. Heşmendiya dewleta Tirkan ew e ku, hek başûrê Kurdistanê bibe dewleteke serbixwe û li rojavayê Kurdistanê federasyon an tiştekî wisa pêk bê, Başûr û Rojava yê bi ser hev kevin, ew ê bigîhêjin Behra Sipî. Başûrê Kurdistanê ji sedî 16ê Kurdistanê ye, rojavayê Kurdistanê ji sedî 8ê Kurdistanê ye. Dema ku ji sedî 16 dewleteke serbixwe be, ji sedî 8 federasyon be û îhtimala ku ev her du perçe bibin yek hebe, dewleta Tirkiyê nikare li bakur rojavayê Kurdistanê dagirkeriya xwe bidomîne. Esas hedefa vî şerê van şeş mehên dawîn ev e ku, Tirkiye nikare li derveyî sînorê xwe rê li ber Kurdistanê bigire, lê dikare Kurdistanê li derveyî sînorê xwe bihêle. Hedefa dewleta Tirkan ev e. Dema ku tu li operasyonên leşkerî yên dewleta Tirkan dinêrî, tu vê pir vekirî dibînî: Nisêbîn, Cizîr û Siopî. Ev sêqoziya Kurdistanê ye. Dixwazin li cizîr û Silopî, têkiliyên Başûr û Bakur ji hev biqetînin, dixwazin li Nisêbînê têkiliyên Rojava û Bakur ji hev biqetînin. Sedemeke şandina leşkeran ya ji bo Başîka ev bû ku, têkiliya Başûr û Rojava ji hev veqetîne. Divê em vî şerî baş fahm bikin, dewletê ev şer li ser me ferz kiriye, hedefa vî şerî ew e ku Kurdistanê li derveyî sînorê xwe bihêle û karibe bakur rojavayê Kurdistanê wek berê bi rê ve bibe. Gava ku em vê hedefê bi awayekî zelal fahm nekin, wek mijara xendekan û pevçûnên hundirîn bi nav bikin, em ê fahm nekin. Dema ku tu hedefa dewletê serast nas bikî, divê tu jî li hember wê xwediyê sîyasetê bî.

 

Siyaseteke çawa heye, tu çawa dibînî?

 

Şer terzeke sîyasetê ye û tarîfeke şer ya herî kevn ew e ku, şer bi çek, bi alavên tundî û tûjiyê berdewama siyasetê ye. Siyaseta dewleta Tirkan li holê ye. Siyaseta ku li hember vê lazim e, divê li hember vê siyasetê be. Ev çi ye? Madem ku dewleta Tirkan dixwaze Kurdistanê li derveyî sînorê xwe bihêle, divê li bakur rojavayê Kurdistanê dewleteke serbixwe bê parastin. Tenha bi vî awayî tu dikarî şerê dewleta Tirkiyê bikî.

 

Îlahî divê dewleteke serbixwe be?

 

Hedef dewletbûna Kurdistanê ye, ji xêndî vê hedefê hedefeke ku karibe Kurdistaniyan bîne ba hevdu û şerê dewleta Tirkan bike tuneye, bi vê hedefê tu dikarî li Kurdistanê şer bikî. Ya ku dikarî şerê me meşrû bike jî ev e. Anuha hedefên ku tên gotin; “em dixwazin rêvebiriya şaredariyan xurt bibe”, bi vê hedefê şer nayê kirin, bi vê hedefê tu nikarî li dijî hedefa dagirker derkevî. Li rûyê erdê tu milet desthilatdariya xwe li ser şaredariyan pênase nake, desthilatdariya xwe li ser axa xwe pênase dike. Hek ku tu dixwazî ev milet li bakur rojavayê Kurdistanê destilat be, tu yê ji bo bakur rojavayê Kurdistanê desthilatdariyê pêşniyar bikî. Ne ji bo Sûr, Siopî, Cizîr an bajarekî din; divê sîyaset li ser axê be.

 

Di vê rewşê de tu şerdekî vegerandinê, aştiyê an lihevkirinê nayê dîtin?

 

Ji xwe tu îhtimaleke wisa tunebû ku ev 16-17 sal in li ser jihevfahmkirinê, zimanekî lihevkirinê, pêvajoya çaresreiyê, pêvajoya aştiyê, tu tiştekî wisa tunebû li holê. Ev tenê ji bo bidestxistina demê bû, TC dixwest bakur rojavayê Kurdistanê entegreyî Tirkiyê bike. Di warên îktîsadî, çandî, ziman û hwd de entegre bike, ji bo ku vê armanca xwe pêk bîne xwest ku demekê bi dest xwe xîne, ji ber vê yekê bi alayu wala îlankirin ku pêvajoya çareseriyê, pêvajoya aştiyê heye. Ji bona ku em li bakur rojavayê Kurdistanê qala destpêka pêvajoya çaresriyê bikin, divê dewleta Tirkiyê heqîqetên me qedbûl bike, ev heqîqet çi ne; em miletek in, li ser axa xwe ne, welatê me heye bi navê xwe yê şêrîn Kurdistan e. Heta ku Dewleta Tirk heqîqeta me qebûl neke tu pêvajoya aştiyê jî dest pê nake, tu pêvajoya çaresriyê jî dest pê nake. Pêvajoya ku vê heqîqetê qebûl neke, ne pêvajoya aştiyê ye, pêvajoya bêdengiyê ye. Pêvajoya ku rasteqîniya welat û miletê Kurdan qebûl neke, tu caran nabe pêvajoya çareseriyê, dibe pêvajoya bincilkirina dozê. Ji bo vê, her çiqas di van salên dawîn de qala pêvajoya çareseriyê, aştiyê dibe jî, di eslê xwe de pêvajoyeke wisa tuneye, şerdên asgarî li holê tuneye. Ev dewlet hebûna miletê Kurd qebûl nake, hebûna Kurdistanê nas nake, ji me re dibêje ku hun ne milet in, welatê we tuneye, lê hebo hebo wek Kurd hun hene. Pirsgirêka Kurdistanê ne pirsgirêka hebûna hebo hebo Kurdan e, pirsgirêka milet û welatekî ye. Heta ku dewleta Tirkan neyê vê radeyê, tu pêvajoya çareseriyê an aştiyê dest pê nake.

 

Kurd li ku derê vê yekê ne, hewldana Kurdan, hatina Kurdan ya cem hev, bi awayekî xwezayî be jî divê refleksek derkeve holê, li gor we ev refleks anuha di kîjan astê de ye?

 

Ez ê 2-3 tiştan li pê hev bibêjim: Yek jê, di van salên dawîn de şerdên navdewletî di lehê sîyaseta Kurdistanî de ye. Berî salên 1990î her du hêzên cîhanê, Sovyet û DYA, em bibêjin Varşova û NATO bekçiyên sînorên sîyasî bûn; çi di dema Koma Miletan de û çi di dema Neteweyên Yekgirtî de serdestên cîhanê li hev kiribûn ku sînorên sîyasî yê neyên guhertin. Piştî têkçûna Sovyet û nîzama cîhanê rê li guherîna sînorên sîyasî vebû. Di van 25-30 salên dawîn de bi dehan dewletên nuh derketin ser dika dîrokê. Ev di lehê Kurdistanê de ye.

Dudu, belkî cara yekem e ku li her çar perçeyên Kurdistanê tevgerên neteweyî xurt in. Li başûrê Kurdistanê serxwebûn tê niqaşkirin, li rojavayê Kurdistan yekîtiya axê tê niqaşkirin, li bakurê Kurdistanê tevgereke neteweyî ya xurt heye, partiyên me yên Rojhilatî hewl didin ku dest bi şerê çekdarî bikin û mafên miletê Kurd derxînin pêş.  Ev cara yekem e ku li her çar perçeyên Kurdistanê tevgerên neteweyî yên xurt hene.

 

Baş dixwînin pêvajoyê?

 

Pêvajo wek şerdên objektîf ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdistanê pir musaîd e, problema me di şerdên subjektîf de ye: Yek jê, programeke neteweyî û hevpar li her çar perçeyên Kurdistanê nîne; dudu, yekîtiyeke neteweyî ya li ser wê programê di nav her çar perçeyên Kurdistanê de tuneye. Sisê, di hindurê perçeyan de jî pirsgirêkên me hene. Ya herî pêşdeçûyî û serxwebûnê niqaş dike başûrê Kurdistanê ye û li wir hikûmeteke neteweyî jî ava bû; Yekîtî, Goran, PDK, Komela û Yekgirtû tê de ne. Hikûmeteke neteweyî ava bû, lê mixabin programeke neteweyî jê sadir nebû, hedefeke neteweyî hevpar dernexist holê. Pirsgirêka me ya esasî ku me diêşîne ev rewşa sîyasî ya navxweyî ye. Hem yeko yeko li her perçeyê Kurdistanê, hem di nav her çar perçeyên Kurdistanê de pêdiviya me bi hiqûkekî jîyana bihevre heye, pêdibî bi hiqûkekî şerê li hember dagirkeriyê heye. Ji dêvla ku em hiqûkekî jiyana bi hev re, hiqûkekî şerê li hember dagirkeriyê ava bikin, gelek partiyên me yên her çar perçeyên Kurdistanê lê digerin ku em ê çawa bi Tirkiyê re bijîn, em ê çawa bi Îran, Sûriye an Iraqê re bijîn. Dema ku bernameyeke neteweyî û yekgirtî li ber me hebe, em dikarin di ser wê bernameyê re têkiliyên xwe yên bi Tirkiye, Îran, Sûriye an Iraqê re niqaş bikin. Lê divê em berê hiqûkekî jîyana bihevre, têkoşîna bihevre di nav xwe de ava bikin.

 

Ev hiqûk jî divê di vê pêvajoyê de pêk were, di vê pêvajoyê de konferansek hate ava kirin, hun jî beşdar bûn, şeş partiyên ku xwe wek Kurdistanî bi nav dikin hatibûn cem hev. Li wir niqaşên girîn jî hatin holê, ev hiqûkê ku hun jî qal dikin ê çawa pêk were? Tevî ku li Cizîr, Rojava û Başûr ewqas qetlîam jî çêbûn, çima ev hiqûkê navxweyî çênabe?

 

Ji bo vê du sedemên esasî hene, ez ê berê qala wan bikim. Yek jê, di hindurê sîyaseta Kurdistanî de daxwaza dewleta navendî, daxwaza jordesthilatiyê lawaz e, daxwaza jêrdesthilatiyê xurt e. Sedemên vê yekê yên dîrokî hene, ji ber ku Kurdistan welatê navendî yê Rojhilata Nêzîk e, dewletên xurt yên li rojava û rojhilatê wê rê nedanê ku li Kurdistanê dewleteke navendî çêbibe. Qesta min ji vê ev e: Li her derê dinyayê gava ku miletên bindest dest bi têkoşînê dikin hedefên wan ên sîyasî zelal in. Serxwebûnê dixwazin, dibêjin em miletek in, em ê li ser axa xwe bibin dewlet. Gava ku em li Kurdistanê dinêrin, di van sed salên dawîn de jî ji dêvla serxwebûnê xetên otonomîst an federalîst pir serdest in, lê xeta serxwebûnxwaz lawaz e di sîyaseta Kurdistanî de. Sedemeke esasî ev e ku em nikarin hiqûkekî navxweyî pêk bînin, bi sedem ev hiqûk dewletbûyin e, em ê bibêjin ku em miletek in em ê li ser axa xwe dewleta xwe ava bikin, hiqûkê me yê rê nîşan bike ku em ê çawa bi hev re bijîn, lê sîyasetmedarên me çi dikin, mesela li bakur rojavayê Kurdistanê qala qanûna esasî ya ji bo Tirkiyê dikin. Madem ku hun pir zanin qanûna esasî ya demokratîk çêkin, ji Kurdistanê re qanûna esasî ya demokratîk çêkin. Bila ev qanûna esasî ji ya her kesî demokratîktir be û hiqûkekî demokratîk di nav Kurdistanê de ava bibe.

Ya dudan, li Kurdistanê aîdiyetên jêrîn xurt in û aîdiyetên jorîn lawaz in. Yanî di serdemên kevn de aîdiyetên eşîrî xurt bûn, aîdiyetên malbatî pir xurt in; di dema modernîteyê de aîdiyetên partiyan şûna van girtin. Anuha li Kurdistanê aîdiyetên partiyan ji yên milet û welêt xurttir in, her kes aîdiyeta xwe ya partiyî, eşîrî, malbatî an derdorî di pêşiya aîdiyeta xwe ya miletî an welatî de digire.

Ev her du sedem nahêlin ku em bernameyeke neteweyî  û yekîtiyeke neteweyî ya li ser vê bernameyê ava bikin.

 

Berjewendiyên partiyan derdikeve pêş?

 

Berjewendî jî tê de heye, lê ev yek, zemîna wê ya çandî di dîroka me de jî heye. Hek ez wek nimûne bibêjim; li Başûr qala serxwebûnê tê kirin, beşeke Goarn ji PDKê û Serok Berzanî aciz e, hek Goran ji PDK û Berzanî aciz e, divê bibêje ku ez ê ala serxwebûna Başûr ji wî bêtir bilind bikim, pênc salên din ez ê başûrê Kurdistanê bi rê ve bibim. Lê em dinêrin ku, beşek ji wan derdikeve dibêje ku em ê Silêmaniyê bi Bexdê ve girêdin. Ji bo çi, ji bo ku aîdiyeta xwe ya li wir biparêze dikare dev ji aîdiyeta xwe ya welat-milet berde. Ez qala tevaya Goran nakim, beşeke Goran wisa tevdigere. Li vir jî xurtkirina desthilatdariya şaredariyan tiştekî wisa ye. Li ser desthilatdariya şaredariyan tu dikarî aîdiyeta xwe û partiya xwe xurt bikî. Li ser desthilatdariya şaredariyan tu nikarî aîdiyeta welat û miletekî pênase bikî. Ev her du sedem nahêlin ku em hiqûkekî wisa pêk bînin.

Em vegerin konferansê, konferanseke baş bû, ji gelek aîdiyet, sîyaset û fikirên cuda li dor 150 kadroyên Kurdistanê hatin ba hevdu. Xwenede, sîyasetmedar, rêvebirên rêxistinan hebûn. Bi tevayî karên wisa baş in. Divê dengê Kurdistaniyan here hevdu, hek em wek hev nefikirin û ne ji heman partiyê bin jî, divê dengê me here hevdu. Hin partiyên ku beşdar nebûbûn hebûn, xwezî ew jî hatibûna, wek Hak-Par, PDK-Tirkiye, DTK û DBP, ew jî hatibûna hîn baştir bû, ew jî hatibûn vexwendin lê nehatibûn. Formata konferansê di orta panel û konferansê bû û rê neda ku biryarên cidî ji wê konferansê derkeve. Li gor min çerçeweya konferansê ne çerçeweyeke Kurdistanî ya xurt bû. Ji bo ku em partî, rêxistin, kadro û sîyasetmedarên Kurdistanê yekîtiyeke xurt bi hev re ava bikin, divê em pirên di nabêna xwe û sîstema Tirkan de qut bikin, heta ku ew pir li kar bin, ew pir ê nehêlin ku em yekîtiyeke neteweyî ava bikin. Sedemeke girîng ya nahêle ku yekîtiyeke neteweyî çêbibe jî destê dewletên dagirker e. Û gelek caran destê dewletên dagirker di ser rêxistinê me re digîhêje nav me. Ji bo ku ew yekitiya ku em dixwazin pêk bê, divê em pirên di nabêna xwe û dagirkerande bavêjin û pirên di nabêna xwe de xurt bikin ku em karibin li hember dagirkeriyê bi hev re têbikoşin.

 

Ev konferans wek aliyekî derket holê an jî wek hewldana tifaqekê derket holê, em dikarin bibêjin ku ev konferans ê rê li ber kongreyeke neteweyî veke?

 

Li wir jî min got, divê ku konferansên wisa dewam bikin, terefên ku nehatine jî werin beşdar bibin. Di van salên dawîn de çend plarformên yekîtiya neteweyî hatin avakirin. Di sala 2009an de DTKyê bi navê yekîtiya neteweyî civînek (çaliştayek) li dar xist, em beşdarî wê jî bûn, dû re du konferansên Kurdistanî çêbûn, terefên din giş hatin ba hevdu, bi navê Heşê Hevbeş civînek çêbû. Ev hemû civîn li gor min bi qîmet in ku dengê Kurdên wek hev nafikirin dihare hevdu û bi hev re li çareserîyekê digerin. Hêvîdar im ku ji nuha pê ve jî civînên bi vî rengî çêbin.

Lê sedemên ku kongreyeke neteweyî çênabe cuda ne. Pêwendiyên gelek partiyên me di vî Şerê Cîhanê yê Sêyem de bi terefên cuda re hene, ev astengek e. Hek hin partiyên me bi xeta Awrasyayî re bin û hin partiyên me jî bi xeta Rojavayî re bin, zehmet e ku em karibin kongreyeke neteweyî çêkin. Duyem, bernameyeke neteweyî  û yekgirtî li holê tuneye. Hek hin partiyên me bibêjin ku hedefa me demokratîzekirina Tirkiyê ye, wê gavê ji bo demokratîzekirina Tirkiyê li Kurdistanê kongreyeke neteweyî ne lazim e. Hek hedefa te ya stratejîk demokratîzekirina Tirkiyê be, tu yê here bi AKP, CHP, ÖDPê re, tu yê bi partiyên Tirkiyê re ji xwe re li yekîtiyekê bigerî. Li rojavayê Kurdistanê jî heman problem heye, yanî Sûriyeyeke demokratîk.  Ji bo ku Sûriyeyeke demokratîk ava bibe, Mahabadî yê çima werin bi te re bişêwirin, tu dixwazî Sûriyeyeke demokratîk ava bikî, tu yê vî karî bi kesên Sûriyeyî re bikî. Ji bo ku kongreyeke neteweyî çêbive heşmendî û programeke neteweyî pêwîst e.

 

Ew heşmendî bi vê yekê ve girêdayiye gelo? Hin partî federalîzmê, serxwebûnê an demokratîzekirina Rojhilata Navîn dixwazin, ji ber vê yekê yekîtî çênabe?

 

Du îtirazên min ji bo wê hene. Yekem, demokratîzekirina Rojhilata Navîn an ya Nêzîk ne barê Kurdan e. Yanî di Rojhilata Navîn de bi dehan dewlet hene, milet hene; Ereb, Ecem, Tirk, Cihû û hwd hene. Miletê Kurd, sîyaseta Kurd nikare vê erdnîgariyê demokratîze bike û wezîfeyeke wê ya wisa jî tuneye. Ne ku em naxwazin demokratîze bibe, yanî bila temama Rojhilata Navîn demokratîze bibe, lê ev ne karê me ye, ne karekî ku em karibin pê re rabin e. Em çi bikin ku em ê karibin fêdeyê bidin demokratîzekirina Rojhilata Navîn û ya Nêzîk? Hek em Kurdistaneke demokratîk ava bikin, ew ê bibe nimûneyeke demokratîk û tesîreke musbet li cîranên me jî bike.

Dudu, em ê li Sûriyeyeke demokratîk bi kê re ava bikin? Tu îhtimala ku em karibin nîzama Baas demokratîze bikin tuneye, muxalifên vê nîzamê DAÎŞ, El Nusra, Ahrarul Şam û Exwanul Muslimîn in. Tu eleqeya van û demokratîzebûnê pev re nîne. Baş e, em bi kê re Sûriyeke demokratîk ava bikin? Lê îhtimala ku tu demokrasiyekê li rojavayê Kurdistanê ava bike heye. 20-30 partî li rojavayê Kurdistanê hene, giş jî dibêjin em demokrat in, em ji demokratîzasyonê re vekirî ne. Ji bo çi tu li rojavayê Kurdistanê yekîtiya Kurdan çênakî û dewleteke demokratîk ji xwe re nakî armanc? Tu diharî demoktîzekirina Rojhilata Navîn û ya Nêzîk ji xwe re dikî armanc. Ev yek ne mimkun e, ne pêkan e û derveyî qaweta me ye. Lê tiştê ku em dikarin bikin heye. Li başûrê Kurdistanê tevî temama problemên xwe, kêm an zêde têkiliyeke demokratîk di nav partiyan de heye.

 

 

We qala herêma Kurdistanê kir, hewldaneke serxwebûnê jî heye li wir, hun vê hewldanê çawa dibînin?

 

Yekem, serxwebûna başûrê Kurdistanê ne serxwebûna Mesûd Berzanî ye, ne serxwebûnê PDKê û ya Çiyayê Berzan e. Serxwebûna başûrê Kurdistanê, serxwebûna ji sedî 16ê axa Kurdistanê ye, bi vê gotinê serxwebûna me ye. Li her çar perçeyên Kurdistanê û li her aliyên cîhanê kîjan Kurdekî welatperwer hebe, divê piştgiriyê bide serxwebûna başûrê Kurdistanê. Lidijderketina serxwebûna başûrê Kurdistanê ya bi hinceta ku ‘em naxwazin Iraq perçe bibe, dema dewletbûnê û serxwebûnê derbas bûye’, lidijderketina hember xeta neteweyî û welatperweriyê ye. Her Kurdekî welatperwer divê serxwebûna başûrê Kurdistanê wek ya xwe bibîne.

Duyem, divê partiyên Başûr wek ku bi hev re hikûmet li başûrê Kurdistanê ava kirin, bi hev re serxwebûn jî bikirina hedef û program. Mixabin ev pêk nehat, di nav hikmetê de di nabêna Goran û terefên din de problem derketin. Bi ya min divê hemû partiyên başûrê Kurdistanê kongreyên xwe bi lez û bez çêkin û programa xwe li gor serxwebûna Kurdistanê ji nuh de ava bikin.

Sêyem, li wir referandûmek di rojevê de ye, difikirrin ku di vê salê de referandûmekê pêk bînin, bi ya min pêkanîna referandûmê baş e. Lê em jî zanin ku bi referandûmê serxwebûn ava nabe. Tenê bi referandûmê tu dibêjî ku ev milet dewleteke serbixwe dixwaze. Hek encameke wisa ji vê referandûmê derkeve, destê serok, hikûmet û dîplomasiya herêmê wê pê xurt bibe ku vaye miletê min jî serxwebûnê dixwaze. Ev pêvajoyeke dûdirêj e û esasen daxwaza serxwebûnê, ji sîstema navdewletî re wek erzûhalekê ye. Yanî em ê erzûhalekê bidin neteweyên yekgirtî û bibêjin ku li wir ji me re jî ciyekî vekin ku em jî dakevin ser dika dîrokê, em dewleteke serbixwe dixwazin. Hin dewletên cîhanê, di serî de dewletên dagirker ê li hember derkevin û hin jî wê xwedî lê derkevin, ev pêvajoyeke dûdirêj e.

 

Qeyrana ku li Ewropa derket bi giranî bandor li ser Yunanistanê kiribû, di wê demê de niqaşeke wisa derket; “ji ber ku Tirkiye bazirganiya xwe bi herêma Kurdistanê dike, ji vê qeyranê zêde bandor nedît. Di nav hikûmeta herêmê û AKP de têkiliyeke baş jî hebû. Dewleta Tirkiyê li dij vê serxwebûna herêmê derket. Hem ji hêla Tirkiyê û hem ji hêla navneteweyî tu çawa dinirxînî?

 

Di têkiliyê dewleta Tirkan û serxwebûna Başûr de, divê qet tu şika me tunebe ku, dewleta Tirkan ê bixwaze ku bi temama îmkanên xwe pêşiyê li serxwebûna başûrê Kurdistanê bigire. Hek tevî ku bi hemû îmkanên xwe li dij derkevin jî bi ser nekevin, ew ê wê çaxê bixwaze ku têkiliyên Başûr û Bakur qut bikin. Têkiliyên dewleta Tirkan û Başûr yên îktîsadî, çûn û hatinên wan ên sîyasî û hwd bila me nexapîne. Ev encam û mecbûriyetên reelpolîtîk in. Lê hedefa dewleta Tirkan ya esasî ew ku, li her çar perçeyên Kurdistanê û li her quncika cîhanê pêşî li Kurdistaniyan bigire.

Qeyrana îktîsadî ya li Başûr, esasen encama bê dewletbûnê ye, yanî li gor hiqûkê Başûr û Bexdê divê ji sedî 17-18ê hatina dewletê bide Başûr, lê Bexda dest datîne ser û dibêje ez nadim. Ne tenê nade, hêzên operasyonê yên Dîcle amade kirin û şandin ser Kurdistan ê, derdora Kerkûkê, hindik mabû ku di nabêna wan û pêşmergeyan de şer derketiya, di warê leşkerî de jî tehdît dikin. Îro li wir Heşbî Şabî, Heşbî Wetenî ava kirine. Ev hemû tehdît in li ser serxwebûna başûrê Kurdistanê. Gelek tehdît û netirsî hene, lê gelek defret jî hene. Hek tu sîyaseteke Kurdistanî diajo, tu yê hêviya sîyaseta serxwebûnê heta dawîn biajo, tu yê cad bikî ku tevî van temama metirsiyan bibêjî ku, serxwebûn mafê vî miletî ye, ez ê dewleteke serbixwe ava bikim.

 

Em hatin dawiya bernameya xwe. Hun ê ji bo tifaq û yekîtiya Kurdan çi bibêjin?

 

Divê sîyaseta Kurdistanî bibîne ku, di van 20-25 sal ên li pêşiya me de şer ê her berdewam be. Şerê Cîhanê yê Sêyem şerekî demdirêj e, hin analîstên Amerîkî hîn di salên 2000an de digotin ku, ev pêvajo yê bi qasî temenê mirovekî dewam bike, yanî bi qasî 50-60 salan. Em hizir bikin ku ji têkçûna Sovyetê û vir de bîst û pênc-şeş sal derbas bûne, bîst û pênc-şeş salên li pêşiya me jî wê bi şer derbas bibe. Ne ku em şer dixwazin, lê nîzameke nuh tê cîhanê, şerekî sêyem yê cîhanê heye, ev yek tenê bi şer pêkan e, Kurdistan ê bi her çar perçeyên xwe wê qada şer be. Ji ber vê yekê, lidijderketina şer ya bi awayekî kategorîk û retorîka pasîfîst, bi sîyasetmedar û rewşenbîrên Kurdistanê neketiye, heqîqeta welatê me ev e, di bîst û pênc-şeş salên li pêşiya me de li her çar perçeyên Kurdistanê şer ê hebe. Û ji xwe dagirkerî îlanî şer e, hek îro tu leşkerên dagirkerên yên her çar perçeyan bidî ser hev, li Kurdistanê nêzîkî milyonek leşkerên dagirkeran hene, hek ev ne şer be şer çi ye? Tenha hek tu şer nekî tu yê neyê kuştin, an na kengî tu bibêjî ku ez ê leşkerên dagirker ji welatê xwe derxînim, şer ê hîn berbiçav bibe, hîn tund bibe. Ji bona vê, divê sîyaseta Kurdistanê xwe li gor vê heqîqetê bi rêxistin bike. Em şer naxazin lê şer li ser me ferz bûye. Divê bi hedefeke ku vî şerî meşrû bike, bedelên ku tên dayin meşrû bike em vî şerî bidomînin. Ev jî tenha Kurdistaneke serbixwe û yekgirtî ye, û ji bona vê jî hem li her çar perçeyan, hem jî di nav her çar perçeyan de bernameyeke Kurdistanî û yekîtiyeke neteweyî hewce ye. Em tenê bi vê dikarin wek aktorekî sîyasî di vî şerî de cî bigirin û bi bernameyeke wer em dikarin bi dewletên cîhanê re dan û sitendinê bikin. Îro Ewropa û Amerîka ji bo çi li hember qetlîamên li Kurdistanê dibin bê deng in? Li aliyekî menfeetên van dewletan hene, lê li aliyê din jî hek tu bibêjî ku ez ji bo ku desthilatdariya şaredariya Çorum, Konya û hwd zêde bibe têdikoşim, tu kes te muxatab nagire. Ji bo çi nûnerên rojavayê Kurdistanê li civîna Cenevê ya sêyem cî negirtin. Ger Tev Dem, ENKS û partiyên din û kadroyên rojavayê Kurdistanê bi hev re sê kes destnîşan bikirina û bigotina ku ev temsîla rojavayê Kurdistanê dikin,  ew ê werin Cenevê, tu kesî nikaribû pêşî li wan bigirta. Lê hin çûn xwestin tev li ser îxtilafa Ereban beşdar bibin, hin çûn xwestin li ser navê Hêzên Sûriyeya Demokratîk beşdar bibin, hin wek hevalên Esad çûn beşdar bûn û miletê rojavayê Kurdistanê derfet nedît ku di civîna Cenevê ya sêyem de cî bigire. Lê hek sîyaseta Kurd li hev bûya, Tev Dem, ENKS, siyasetmedar û kadroyên din bi bernameyeke neteweyî çûbûna, ji sedî sed ez bawer im ku ew ê li wir cî bigirtina û bi terefên cîhanê re danûsitendin bikirina.

 

 Hevpeyvîna di Sputniknews de, 10 Sibat 2016.

Ji bo şerê van mehên dawîn yê li bajarên bakurê Kurdistanê didome tu çi difikirî?**

 

Yek, mafê her kurdistaniyekî/ê heye ku li dora avahiyên xwe xendeqan bikole û bibêje ku bila dewleta Tirkan nekeve vê derê. Didu, li Kurdistanê çi diqewime bila biqewime, xort şaş dikin an jî rast dikin, mafê dewleta tirk tuneye ku mudaxale bike. Mafê dewleta tirk tuneye ku bi kuştin û koçberiyê dawî li xendeqan bîne. Divê em van her du prensîban di heşê xwe de baş bi cih bikin. Pişt re em dikarin bibêjin xendeq baş in an şaş in.

Xendek ji bona xêzkirina sînoran ji me re lazim in. Eger perspektîfeke wisa bi xortên Sûrê, Farqînê, Silopiya, Cizîr û Nisêbînê re hebûya me yê bigota ev xendeq meşrû ne. Mixabin ewên ku xendekan dikolin qala xurtkirina desthilatdariya şaredariyan dikin. Ji bo vî tiştî divê xendek neyên kolandin.

 

Dewleta tirk biryar da ku şer bike û vî şerî gur bike. PKKê jî dît ku li çiyayan nikare bersiva vî şerî bide. Lewre rayedarên PKKê xwestin ku li nav bajaran vî şerî biawiqînin ku wa ye ew berxwedanê didomînin. Gava ku tu bi niyeta herî pak lê binêrî ev ne serhildan e, ev berxwedan e. Welatê me welatekî dagirkirî ye, mafê rewşenbîr û siyasetmedaran nîne ku bibêjin em li hemberî şidetê ne, em li hemberî şer in. Bes ev terza şer ya heyî li gorî min şaş e. Eger tu bibêjî min li Cizîrê “rêveberiya cewherî” ava kiriye û tu nikaribî cenazeyê xwe ji kolanan rakî, wisa ye ku te tiştek li wir ava nekiriye.

 


* Hevpeyvîna di Azadi Tv de, Sibat 2016.

** Hevpeyvîna di Sputniknews de, 10 Sibat 2016.

Posted in: tirki

Comments

There are currently no comments, be the first to post one!

Post Comment

Name (required)

Email (not required)

Website

CAPTCHA image
Enter the code shown above:

  
ZİYA GÖKALP ULUSSUZ BİR DEVLETİN İDEOLOGUDUR, İSMAİL BEŞİKÇİ İSE DEVLETSİZ BİR ULUSUN…
Fuat Önen
Ziya Gökalp ulussuz bir devletin ideologudur. İmparatorluk bakiyesinden allokton bir ulus oluşturmaya çalışan, Türk Egemenlik Sisteminin, paralı memurudur. İsmail Beşikçi ise devletsiz bir ulusun, ulusal demokratik haklarını s...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (45)


Üst Aidiyet ve İktidar
Fuat Önen
Geçmişten ders almak, Kürdistan’daki siyasi aktörlerin genellikle uzak durdukları bir eylem türüdür. Modernite öncesi kurumlarımızın (aşiret meclisleri, rîsıpi heyetleri,aşiret konfedereasyonları, mirl...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (620)


Dünya Düzeni, Dünya Devletler Sistemi ve Kürdistan
Fuat Önen
Türk devletinin son Kürdistan seferinin esas nedeni Hemrin dağından Afrin’e görünür hale gelen bu sınırlardır. Güney Batı sınırlarının görünür hale geldiği ve bu sınırlar içinde devletleşmeyi ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (983)


Dr. SaitÇürükkaya için yaptığım konuşma ve bazı yorumlar için açıklama
Fuat Önen
Birkaç gündür Şehid Sait Çürükkaya’nın mezarı başında yaptığım konuşma speküle edilerek, çirkin bir karalama kampanyası yürütülmektedir. Sait Çürükkaya’nın anıs...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1065)


Erbil ziyareti ve İmralı görüşmesiyle ilgili BasHaber röportaji
Fuat Önen
Bölge Başkanı Mesud Barzani müdahil olmaya, devletle HDP arasında bir tür uzlaşma sağlamaya çalıştığında, HDP eş başkanı bu meselenin Türkiye’nin “iç meselesi” olduğunu söyleyerek Başkan Barzan...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3009)


15 TEMMUZ, TÜRK ORDU GELENEĞİNDE İÇKİN OLAN BİR ASKERİ DARBE GİRİŞİMİDİR
Fuat Önen
Türkiye’yi zor günler beklemektedir. Yakındoğu ve Ortadoğu, Üçüncü Dünya Savaşının önemli cephesidir. Bu bölgeler yeniden dizayn edilmeye çalışılmakta. Birinci ve İkinci Dünya savaşları...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1105)


DERBEYA NÎVÇOMAYÎ û TÊKÇÛYÎ
Fuat Önen
Di hundirê dewleta Tirkiyeyêde şer herdem hebûye û ticarî ev dewleteke nebûye dewleteke yekpare. Artêşatirkan (TSK) ji xwe wek partiya hêzên şekdar yên Tirkan tevdigere. Artêşekepol&ic...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1274)


   «   [1]  2  3  4  5  6  7  8  9  »      
DESTPÉK      Tarix-belge      TEVKURD      Aslan Kaya -Baz      Fuad Önen      Media