×
Ayrılıkçı Yazılar
İsmail Beşikçi
Ayrılıkçı Yazılar
Ana akım Kürd siyasal hareketi, ‘ayrılıkçı’ olmadığını, yemin- billah ederek döne döne ifade etmektedir. Bu yaranmacı tutumun, Kürdlere küçücük bir hayrı yoktur. Fuad Önen (1954, Derik) Ayrılıkçı Yazılar kitabında hep yol yür...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (591)


Seyidlik-Şeriflik
İsmail Beşikçi
Seyidlik-Şeriflik
‘Soyum Ehl i-Beyt’ tir demek,  ben Arab’ım demektir. Ehl-i Beyt ev halkı anlamına gelir. Hz. Muhammed’i, kızı, Hz. Fatıma’yı, damadı ve  amcasının oğlu Hz.  Ali’yi, Hz. Ali’nin oğulları Hz. Has...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (332)


Theodor Herzl Bize Ne Anlatıyor?
İsmail Beşikçi
Theodor Herzl Bize Ne Anlatıyor?
Dünyanın dört bir tarafına savrulan Yahudilerin, 2000 sene sonra, 14 Mayıs 1948’de bir Yahudi Devleti kurmalarının çok büyük bir yurtseverlik hareketi olduğunu belirtmiştim. Bu yurtseverlik Kürdlerde yok. Bunca savaşlara, bunca sürgünlere, aslı...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (550)


Doktor Said
İsmail Beşikçi
Doktor Said
Gerek Aysel Çürükkaya, gerek Selim Çürükkaya, tören sırasında çok önemli konuşmalar yaptılar. Ama konuşmalarını Türkçe yaptılar. Bu, kişi olarak bende biraz burukluk yarattı. Çünkü bu ulusal ruh kavramına aykırı bir tutumdur. Ulusal ruh, ulusun anadi...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2058)


30 Eylül’de Seçim
İsmail Beşikçi
30 Eylül’de Seçim
Kürdler, Kürdistan 16 Ekim 2017 sabahında, çok büyük, çok ağır bir darbeyle karşılaştı. Halbuki, 25 Eylül 2017 referandumu sonunda çok başarılı bir sonuç elde edilmişti. Bu çok olumlu sonucu bozmak için hasım güçlerle işbirliği yapmak, gizli anlaşmal...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2278)


Geleceğini Belirleme Hakkı ve Kürdler
İsmail Beşikçi
Referandum ilanından sonra, sık sık yapılan bu açıklamalar şu anlama geliyordu. Siz  Kürdler, kendi geleceğinizi belirleme hakkına sahip değilsiniz. Sizin geleceğinizi ancak biz belirleriz. Siz kendinizi yönetemezsiniz.  Siz şimdiye kadar h...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2072)


Afrin savaşı uzun sürecek
İsmail Beşikçi
Afrin savaşı uzun sürecek
Avrupa’yı Avrupa yapan bazı değerler vardır. Ama Avrupa, Kürd/Kürdistan sorunlarına bu değerlerle yanaşmamaktadır; Ortadoğu’nun otoriter, baskıcı, ırkçı, mezhepçi değerleriyle yaklaşmaktadır. Bu bakımdan 1920’lerde kurulan Kürdlere,...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2510)


Düşmanlarını Sevindiren Bir Halk…
İsmail Beşikçi
Düşmanlarını Sevindiren Bir Halk…
Tarihte, Kürdler için ‘Yiğit bir halk’, ‘Kahraman bir halk’ ‘Gözünü budaktan esirgemeyen bir halk’ gibi ifadeler, kavramlar kullanılır. Kürdlerin davranışları bu tür nitelemelerle dile getirilir. Kürdler, başka bir...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2544)


Kürdler Zoru Başardı
İsmail Beşikçi
Kürdler Zoru Başardı
Irak’a, Türkiye’ye, İran’a, Suriye’ye rağmen, PKK’ye rağmen, Goran’a,  Komel’e rağmen, YNK’nin,  Ala Talabani, Bafil Talabani  gibi bir kesimine rağmen,  ABD’ye, İngiltere&rsqu...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2376)


Güvenlik...
İsmail Beşikçi
Kürdistan Bölgesel Yönetimi’nde, Kürdlerin ulusal istemleri, bu doğrultuda geliştirdikleri mücadeleler her zaman, Irak’ın güvenliği sorununu, bu sorun çevresinde gelişen endişeleri gündeme getirmektedir. Bu istemler, bu mücadeleler, sadec...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1997)


Page 1 of 17First   Previous   [1]  2  3  4  5  6  7  8  9  10  Next   Last   
12

Tirkiyê derbarê Pirsgirêka Kurd de zêdetirîn mijara ku tê qisetkirin ‘çareserî’ ye. Bêguman her tim kurd li ser ‘çareserî’yê diaxifin, kurd ‘çareserî’yê munaqeşe dikin. Lêbelê beriya ‘çareserî’yê pêwîst e ku ev mijar zelal bibe: Gelo sedemên bingehîn ên vê pirsgirêkê çi ne? Ev pirsgirêk ji kengî ve pirsgirêk e? Ev pirsgirêk ji kîjan qonaxa dîrokî hasil bûye? û hwd.

Di vê axiftinê de ez dê hewl bidim xwe da ku li ser vê mijara bingehîn rawestim. Qonaxa bingehîn a dîrokî ku Pirsgirêka Kurd jê hasil bûye, qonaxa Şerê Cîhanê yê yekemîn e, yanî qonaxa pevçûna parvekirinê û piştî wê ye ku meriv dikare bi kurtahî bibêje, qonaxa danîna Cemiyeta Miletan jî.
Tê zanîn ku Mîsaka Cemiyeta Miletan, wek beşa sereta ji peymanên aştiyê ye ku li Konferansa Aştiyê ya li Parîsê hatibû nirxandin. Mîsaka Cemiyeta Miletan li mêjûya 10. 01. 1920 ligel Peymana Versailles dest bi jiyanê kiribû.
Li salên 1920-1921an di çarçoveya Cemiyeta Miletan de dewletên nû li ser xaka Împaratoriya Osmanî ya erebîaxêf û kurdîaxêf hatin danîn. Iraq û Urdun û Filîstîn wek dewletên manda li jêr fermanrewayiya Brîtanyaya Mezin bûn. Sûriye û Lubnan jî wek dewletên manda li jêr fermanrewayiya Fransayê hatin danîn. Meriv dikare têgeha ‘manda’ wek cureyek kolonî jî fam bike. Li vir pirsa derbarê kurdan de divêt ev be ku: Gelo ji bo çi li Konferansa Aştiyê ya li Parîsê yan jî di çarçoveya Cemiyeta Miletan de pêşî li danîna Kurdistanê hatiye girtin? Digel daxwaz û têkoşîna kurdan, dîsan jî li hember danîna Kurdistanê hatiye rawestin? Ji bo çi li hember Kurdistanekê ku dê li bin fermanrewayiya Brîtanyaya Mezin an jî Fransayê bûya hatiye rawestin, ji bo çi nehiştine ku Kurdistaneke kolonel (manda) jî were danîn? Di wê demê de çima Kurdistaneke manda, wek dewletên manda yên Iraq û Sûriye, wek Filîstîn û Urdun û Lubnanê nehate danîn? Digel ku wê demê kurdan di bin pêşengiya Şêx Mehmûd BERZENCÎ de têkoşîneke sext ji bo danîna Kurdistaneke serbixwe dane jî belam dîsan jî nehêlane Kurdistan bête danîn lê di navbera dewletên Iraq û Sûriyeya manda û Tirkiyeya ku teze hatibûn danîn de hatiye parvekirin. Bi vî awayî Brîtanyaya Mezin (Iraq), Fransa (Sûriye) û dewleta Tirkiye bûne cîranên hev. Ev, tê wê wateyê ku Kurdistan wek welat û wek netewe hatiye daqurtandin. Di deheyên 1920 û 1930 û 1940an de Tirkiye bi Iraqê re, yanî bi Brîtanyaya Mezin re, bi Sûriyê re yanî bi Fransayê re bûye cîran. Her du dewletên emperyal jî fişareke tund li ser kurdên di bin fermanrewayiya xwe de dane meşandin. Gelek bi baldarî tevgeriyane da ku daxwazên netewî yên gelê kurd neyêne cih. Ji vê çendê polîtîkaya parçekirin û parvekirinê li ser kurdan encameke wêranker, encameke giran pêk aniye. Ev encam, wek parçekirina laşê însanekî, wek pelçiqandina mejiyê însanekî ye. Ji Şerê Cîhanê yê yekem re dibêjin pevçûna parvekirinê jî. Di rastiya xwe de di piroseya vî şerî de û li dû wî jî kurd û welatê wan Kurdistan hatiye parçekirin û parvekirin. Di pêvajoya Pevçûna Parvekirinê ya yekem de û piştî wê ev yek li ser xaka Osmanî ya erebîaxêf jî pêk hatiye. Ereb, wek dewletên cihê û wek dewletên manda hatine danîn belam kurd, ji bo ku navê wan ji ser zar û zimanan û ji dîrokê bête maliştin hatine parçekirin û parvekirin. Ji vê çendê ew polîtîkaya klasîk a “Parçe bike-Îdare bike” li ser kurdan wek “Parçe bike-Îdare bike-Tune bike” hatiye meşandin. Lewre jî, Konferansa Aştiyê ya li Parîsê û Cemiyeta Miletan ji bo ku aştiya navnetewî pêk bînin hewl didan xwe, di meseleya Kurdistanê de berovajiya istikrar û aştiyê tevgeriyane! Çunke, li gor vê biryarê salên pişt re gelek suriştî ye ku kurd dê ji bo bidestxistina mafên xwe, ji bo azadiya xwe hewl bidin xwe û di encamê de helbet dê pevçûn derbikeve.
Ez di wê baweriyê de me ku li dawiya sala 1919an heta bi destpêka sala 1921an ku teqrîben ev dike 18 meh, li Brîtanyaya Mezin; li Wezareta Karûbarên Koloniyan û li Wezareta Karên Derve û li Wezareta Birêvebirina Hindistanê û li Wezareta Karên Şer û Hêzên Hewayî, li pişt deriyan derbarê kurdan û Kurdistanê de gelek guftugo û munaqeşe hatine kirin. Ev guftugo û munaqeşe li Bexdadê, li Qahîreyê, li Delhiya Nû, li Londonê û li Stenbolê jî hatine kirin. Ez wisan bawer dikim ku di encama van guftugo û munaqeşeyan de ji bo fermana kurdan biryar hatine stendin û çarenûsa kurdan hatiye pelçiqandin. Meriv bala xwe bide ser dokumantên îngilîzan dê ev qonax derkeve ber ronahiyê.
Wek tê zanîn, Kurdistan li sedeyê 17. (1639) bi Peymana Qesrî Şîrîn di navbera Împaratoriya Osmanî û Împaratoriya Îranê de hatiye parvekirin. Û dîsan tê dîtin ku li çaryeka pêşîn a sedeyê 19. qismek ji xaka bakur a Kurdistana Rojhilatê di encama şerê Rûsyaya Qeyser û Îranê de daxilî nav sînorên Împaratoriya Rûsyayê dibe, her wiha di encama Peymana 1828an de ku di navbera van her du dewletan de pêk hatibû, Kurdistana Qafqasyayê ketiye bin fermanrewayiya orisan.
Birîtanyaya Mezin û Firansa… Ev her du dewletên emperyal, hêzdarên çaryeka sedeya 20. her dem li dijî kurdan reftarî kirine, polîtîkayeke li dijî kurdan meşandine. Ev yek bi awayekî zelal di pêvajoya Pevçûna Parvekirinê ya yekem de li Peymana Sykes-Picot ku li Gulana 1916an hate îmzekirin û her wiha, li Konferansa San Remo ku li Nîsana 1920an pêk hatiye tê dîtin. Çi hukûmetên ku di van her du dewletan de ji salên 1920an û vir de hatine ser kar tim di helwesteke li dijî kurd (antî-kurd) de bûne. Te divê bila muhafezekar, an lîberal an jî çepgir û qomunîst werine ser kar, qet ferq nakiriye. Belam bi dewletên ku kurd xistine bin nîrê xwe re jî tim di nav reftariyeke dostane de bûne. Ger em bala xwe bidin ser, dê bête dîtin ku derbarê kurdan de polîtîkaya Yekîtiya Sovyetan a li salên 1920an jî ji polîtîkaya van dewletan hîç ne cihêtir e. Te divê ew 14 xalên ku serokê DYA Woodrow Wilsonî ku ji bo tayînkirina mafên çarenûsa wan miletên ku di bin fermanrewayiya dewleta Osmanî de bûn, an jî te divê ew mafê tayînkirina çarenûsa netewan ku ji aliyê rayedarên Sovyetan ve dihate ziman, tu car ji bo kurdan nehatine karanîn. Pêwendiyên Yekîtiya Sovyetan bi wan dewletên ku kurd xistibûn bin nîrê xwe re jî her tim xweş bûye.
Helbet divêt ku polîtîkaya kurd a van her du dewletên emperyal bi teferuat bête vekolîn. Ev gelek eşkera ye ku ev polîtîka bi îdareyên ereb û fars û tirk re hatiye danîn û geş kirine. Dema ku ev mesele bête vekolin helbet divêt meseleya ermenan û meseleya aşûrî-suryanî-keldanî, her wiha pêwendiyên Mudafaeya Mîllî (li Tirkiyê) û Yekîtiya Sovyetan jî ji ber awiran dûr nemîne.
Ew miletê ku bûye hedefê polîtîkaya “Parçe bike-Îdare bike” bêguman miletekî xwedî zeaf e. Hêzên emperyal û yên dagîrker bo parçekirin û îdarekirina wî gelî û welatê wan helbet ji zeafên wî gelî îstîfade dikin. Lêbelê, bo numûne, ew xasiyetên ji hevûdin re destnedanîn an jî nenaskirina otoriteya hev ku di kurdan de tên dîtin di ereban de jî hene, ger em rastiyê bibêjin ev yek di hemû civakên ku hîn di heyama eşîrtiyê de dijîn tê dîtin. Belam ev rewş ji bo dewletbûna ereban, ji bo danîna dewletên cihê-cihê yên ereb nebûye asteng!
Girêdayî bi vê pirsa bingehîn ku me piçek berê îfade kir, em dikarin çend pirsên din jî bikin. Brîtanyaya Mezin ji bo hemû koloniyên xwe rêvebiriyeke xodmuxtar ava dikir. Li Hindistanê, li Afrîqaya Başûr, li Rodezyaya Başûr (Zambiya), li Rodezyaya Bakur (Zîmbabwe)… Digel ku di Tebaxa 1921an de dema ku rêvebiriya manda ya Iraqê dihate danîn, ango dema ku Feyselî li Bexdadê taca qraltiyê dida serê xwe, hingê Cemiyeta Miletan hin normên ku têde ji bo kurdan otonomî hatibû dayîn jî danîbûn, belam dîsan jî Brîtanyaya Mezin li Mosilê, ger hîn bi awayekî rasttir bête gotin, li Kurdistanê rêvebiriyeke xodmuxtar ava nekir. Digel ku kurdan otonomî taleb kir, digel ku Cemiyeta Miletan vê yekê pêşniyaz kiribû, dîsan jî Brîtanyaya Mezin qet bersiveke erênî neda van daxwazan. Helbet divêt ev rewş bi hûrbînî bête vekolîn. Di wan salan de li Kurdistanê têkoşîneke sext hebû. Digel ku Şêx Mehmûd BERZENCÎ hate girtin, cezayê îdamê lê hate birîn û bo Hindistanê (1919) hate nefîkirin jî, lê têkoşîna danîna Kurdistanê her berdewam bû. Piştî ku Şêx Mehmûd BERZENCÎ ji Hindistanê vegerandin (1922) û wî danîn ser rêvebiriya kurd, dîsan jî têkoşîna danîna Kurdistanê her berdewam bû, lêbelê tevayî raperîn û têkoşînên kurdan bi xwînê hatin fetisandin. Kurdistan bû qada temrîna çekên teknolojîk ên Hêza Hewayî ya Qraliyeta Îngilîz. Hasan YILDIZ di kitêba xwe ya bi navê “Fransız Belgeleriyle Sevr-Lozan-Musul Üçgeninde Kürdistan” (genişletişmiş 4. baskı, Doz Yayınları, 2005) de têkoşîna Şêx Mehmûd Berzencî bi dorfirehî qiset dike.
Li Konferansa Lozanê meseleya neqebên deryayî yên li rojavaya Tirkiyê, rewşa Stenbolê, meseleya hindikahiyan (ekaliyet) û gelek meseleyên din jî hatine qisetkirin. Yek ji meseleyên girîng ên ku li vê konferansê hate axiftin meseleya Mosilê bû. Di rastiya  xwe de li ser navê meseleya Mosilê Pirsgirêka Kurd dihate munaqeşekirin, belam Mosil wek ku bi awayekî qanûnî perçeyek ji xaka dewleta manda ya Iraqê be dihate rojevê, raperîn û serhildanên kurd ên li herêmê hîç li ber çavan nedihatin girtin, li hember rewşa kurdan, li hember xwestekên kurdan xwe kerr dikirin. Wek objekteke siyasî ya xwedî daxwzan li kurdan nanihêrin lê kurdan wek bîrovekê dihesibînin. Ji ber ku bi vî çavî li kurdan dinihêrin lewma jî her tim wek kategoriyekê ku divêt bête berterefkirin, ji holê bête rakirin hewl didine xwe. Rastî ew e ku ev herêm welatê kurdan e. Tevayî serjimareyên ku ji aliyê Brîtanyaya Mezin ve û her wiha, yên ku ji aliyê Tirkiyê ve hatine kirin de jimareya (nufûs) kurdan her tim ji ya ereb û tirkman û suryanî û keldaniyan zêdetir bûye. Di wê raporta Komîsyona Cemiyeta Miletan de ku di 30ê Êlula 1924an hatiye pêkanîn de jî ev yek tê isbatkirin. Ev raport li kitêba “Musul Kerkük Sorunu ve Kürdistan’ın Paylaşımı” ku têde beşek bi sernavê “Milletler Cemiyeti Belgelerinden” heye, hatiye weşandin (Med Yayınları, Eylül 1991, İstanbul, s. 236 vd.).
Lêbelê li Konferansa Lozanê nûnerên kurd nîn in. Li Konferansê nûnerên ku daxwazên kurdan bînin ziman jî nîn in. Gelek bi baldarî tevgeriyane da ku ev nûner li konferansê cihê xwe negirin. Berpirsiyarê delegasyona tirk Îsmet Înonuyî gotiye “Em nûneriya kurdan jî dikin…” belam her tim daxwazên tirkan aniye ziman û xwedî li dîtinên ku li dijî kurdan e derketiye. Esasê wê, li dawiya sala 1919an nehiştine ku nûnerên kurdan beşdariya Konferansa Aştiyê ya li Parîsê bikin. Brîtanyaya Mezin û Fransa ku li vê herêmê zal bûn, pêşî li her du nûnerên Şêx Mehmûd BERZENCÎ girtin ku dê beşdarî Konferansa Aştiyê ya li Parîsê bûbûna. Her du nûnerên kurd ku dê ji Sûriyê bi riya deryayê biçûna Fransayê, ji aliyê rayedarên îngilîz û fransiz ve hatine astengkirin, pêşî li wan hatiye girtin. Ji bo ku nehêlin ev her du nûner xwe bigihînin Konferansê bi derewên wek “Rewşa hewayê ne baş e, keştî xirabe ye, keştî xistine tamîrgeyê û hwd…” hatine xapandin. Pêwendiyeke organîk a Şerîf Paşayê ku li Konferansa Aştiyê ya li Parîsê gotibû “Ez nûnerê kurdan im” bi kurdên herêmê re nîn e. Digel ku yek ji meseleyên bingehîn ên ku li Konferansa Lozanê hatibû qisetkirin meseleya Mosilê bû û dîsan, digel ku li herêmê raperîneke xurt a kurd hebû jî, gelo ji bo çi li Konferansê nûnerên ku daxwazên kurdan binîn ziman nîn bûn? Gelo ji bo çi beşdariya nûnerên kurd bo Konferansê hate astengkirin? Gelo ji bo çi kurd wek objekteke siyasî ya xwedî daxwzan nayê dîtin lê wek bîrovekê ku bandoreke nexweş li ser her kesî dike tê hesibandin? Bi pirsa sereke ve girêdayî divêt ev pirs jî wek pirseke muhîm ku pêşî li pirsa sereke ya Pirsgirêka Kurd vedike bête hesibandin.
Ger li salên 1920an di çarçoveya Cemiyeta Miletan de wek Iraq û Filîstîn û Lubnanê wek dewleteke manda yan jî kolonî Kurdistan bihata danîn, hingê dê wek “Kurdistana manda” yan jî “Kurdistana kolonî” bihata binavkirin, pirtirîn dibe ku bigotana “Kurdistana manda ya filan dewletê” yan jî dê bigotana “Koloniya bêvan dewletê” û hwd. Ev yek, di radeyeke nizm de be jî, dîsan statuyeke siyasî, şexsiyeteke siyasî bi şanî me dide. Ma ev “Iraq Mandaya Îngilîz” yan jî “Sûriye Mandaya Fransiz” statuyeke siyasî bi şanî me nade? Lêbelê li salên 1920an kurd ne xwediyê piçûktirîn statuya siyasî ne jî! Gelek bi baldarî tevgeriyane da ku kurd bêstatu bimînin. Ji vê çendê Kurdistan tew ne kolonî ye jî. Li vir divêt mirov bi baldarî li ser vê edata “jî” bi xwe jî bisekine!
Ji bo zelalkirina pirsa sereke mirov dikare pirseke din jî bike ku ev jî derbarê Yekîtiya Sovyetan de ye. Li sala 1923an, li navçeyên wek Laçîn û Kelbajar û Qubatlu û Zengilan ku di navbera Ermenistan û Qerebaxa Jorîn de diman bi navê Kurdistana Sor mintiqeyeke otonom hatibû danîn. Ev diyarde heta sala 1928an jî jiyana xwe berdewam kir. Li sala 1928an ev diyardeya otonom hate felişandin. Te divê bila pêwendiyên li navbera Yekîtiya Sovyetan û Tirkiyê baş bin an jî te divê bila xirab bin, em dibînin ku her tim kurd ji Qafqasyayê ber bi Asyaya Navîn ve têne nefîkirin. Nefikirin li salên 1937 û 1944an her berdewam bû. Ev mijarek girîng e ku divêt baş bête vekolîn bê hela çima Kurdistana Sor hate danîn û dû re hate felişandin?
Li ser meseleya kurdan helsengandina salên 1920an, bi me nîşan dide ku di navbera qewimînên ku bi awayekî fiîlî pêk hatine û vekolîn û analîzên ku hatine kirin de berovajiyeke (zitbûn) mezin heye. Kurd, wek ajan (sîxur) û hevkarên emperyalîzmê têne îthamkirin. Belam li wê demê di navbera kurdan û Brîtanyaya Mezin de pevçûneke sext heye. Brîtanyaya Mezin arezûya kurdan a bo serxwebûna Kurdistanê yan jî bo xodmuxtariyê qebul nake, ji bo pelçiqandina vê arezûyê çi ji dest tê texsîr nake. Hêza Hewayî ya Qraliyeta Îngilîz li deheyên 1910 û 1920 û 1930 û 1940an pirtirîn li Kurdistanê hatine karanîn. Ji vê hêlê ve hêja ye ku meriv bala xwe bide ser têkoşîna Şêx Mehmûd BERZENCÎ. Belam digel ku hîç caran Kuvayî Mîlliye (bizava tirk) bi Brîtanyaya Mezin re neketiye nava pevçûnekê, dîsan jî wek ku li dijî emperyalîzmê têkoşiyabe tê nîşandan. Li salên bi dû re jî ev rewş hemin wisan e. Kurdan bo alîkariyê carînan serî li Brîtanyaya Mezin û Fransayê dane belam ev alîkarî hîç caran bo kurdan nehatiye dayîn. Derbarê nedana alîkariyê bo kurdan de nivîsarên wan jî hene. Belam Kuvayî Mîlliye mîna ku li hember emperyalîzmê be tê nîşandan, dîsan jî ji van her du dewletan alîkarî xwestiye û ev daxwaza wê jî her dem bicih hatiye. Dema ku em diyardeyên salên 1920an hildidin dest û em van diyardeyan analîz dikin divêt em van nakokiyan jî bidin ber lêpirsînê.
Ji aliyê siyasî ve dema ku em bala xwe didin salên 1920an hingê sê kategorî têne dîtin. Di kategoriya yekem de dewletên mezin ên wek Birîtanyaya Mezin, Firansa, DYA û Yekitiya Sovyetan hene. Di kategoriya duyem de dewletên serbixwe yên wek Tirkiye û Îran hene û her wiha dewletên manda (kolonel) ên ku bi dewletên emperyal ên wek Brîtanyaya Mezin û Fransayê ve hatine girêdan hene. Tê dîtin ku dewletên serbixwe yên wek Tirkiye û Îran jî ji aliyê aborî ve ketine bin nîrê dewletên kategoriya yekem. Di kategoriya sêyem de jî gelên ku nebûne xwedî dewlet, ger rasttir bête gotin, gelên ku mafê dewletbûna wan hatiye xespkirin hene. A gelê kurd jî, miletekî wisan e. Ewên ku li ser pêwendiya di navbera dewletan de analîzan kirine her dem têkiliyên dewletên kategoriya yekem û duyem hildane dest, gelên ku di kategoriya sêyem de ne, her tim li derve hiştine. Ev gel ji aliyê dewletên kategoriya duyem ve her dem wek birovekê hatine hesibandin. Her dem tê gotin ku, ev gel ji bo ku dewletên kategoriya duyem lawaz bixînin, pêşî li mezinbûn û serketina wan bête girtin dewletên kategoriya yekem ên wek Brîtanyaya Mezin û Frnsayê wan ajotine meydanê. Bo numûne, dewletên ku kurd di bin fermanrewayiya wan de ne, dewletên ku kurdan di bin fişarê de dihêlin her dem bi têgehên wek “eşqiya”, “mêrkuj”, “qerwaşên emperyalîzmê”, “piyonên emperyalîzmê”, “hevkarên emperyalîzmê”, “sergerde”, “paşvemayiyên feodalîst”, “serhişkên têkiliyên kovî yên li dijî modernîteyê”, “kevneperest û îrtîcaperestên li hember dewletên modern û laîk” kurdan îtham dikin û wisan didine nîşandan. Her tim gelek bi baldarî tevdigerin ku hem bo rayagiştî ya hundirîn û hem jî bo rayagiştî ya derve kurdan bi van têgehan bidine nîşandan. Lêbelê, ev gelên ku di kategoriya sêyem de hatine hiştin, bo numûne, gelê kurd wek objekteke siyasî xwedî daxwazên siyasî û xwedî îradeyeke siyasî ye, belam arezûyên vî miletî, bi taybetî ji aliyê dewletên kategoriya duyem ve bi awayekî sext di bin fişarê de têne hiştin. Ji bo ku daxwazên wî pêk neyên teroreke sext a dewletî tê karanîn. Carînan ev gel li hember vê terorê hawara xwe digihîne dewletên kategoriya yekem, bo numûne, li dewra rejîma Sedam Husênî ew operasyonên Enfalê ku di radeya komelkujiyê (jenosîd) de pêk dihatin rewşeke bi vî rengî ye, belam tê dîtin ku di rewşên bi vî rengî de jî hawara wan nehatiye bihîstin. Îcar, berovajiya vê rewşê, dewletên ku di kategoriya duyem de ne ji bo ku gelên kategoriya sêyem hîn pirtir di bin fişarê de bihêlin û wan bipelçiqînin, îradeya wan a siyasî û her wiha, daxwazên wan ên siyasî bêne şikênandin her dem ji dewletên kategoriya yekem daxwaza alîkariya ekonomîk û polîtîk û leşkerî kirine, ev daxwazên wan jî bi awayekî giştî hatine bicihanîn. Li vir bi kurtasî be jî tiştê ku ez dixwazim bibêjim ev e, te divê analîzên li ser Rojhilata Navîn dibin, te divê bi awayekî giştî analîzên li ser pêwendiyên navdewletî dibin, gelên ku di kategoriya sêyem de ne, divêt ew jî tevli analîzê bibin. Ne ku wek “bîrovekê”, na, divêt wek objekteke siyasî ku xwedî daxwazên siyasî û xwedî îradeya siyasî ne, wisan daxilê analîzê bibin. Li gor qenaeta min pirsa bingehîn ne ew e ku, “Gelo kurd dixwazin dewletekê ava bikin an na, dê kengî ava bikin?”, na, pirsa bingehîn ev e ku, “Digel ewçend jimareyî (nufûs) gelo çima kurd heta bi roja îro dewletekê ava nekirine?” Dewletek wek Lukzemburgê ku jimareya xwe 450 hezar e, gelo çawan dikare paşeroja miletekî ku li Rojhilata Navîn xwedî jimareyeke 40 milyonî ye, gelo çawan dikare paşeroja gelê kurd tayîn dike? Gelo kurdan çima nikaribûye vê nîzama navnetewî ya li dijî kurd bi awayekî ciddî rexne bikin? Reftariya li dijî kurd a dewletên ku kurdan xistine bin nîrê xwe tê famkirin, belam divêt bi baldarî li ser vê mijarê bête rawestîn ku bê hela Demokrasiyên Rojavayê çima li dijî kurd in?
Nîzama ku di çarçoveya Cemiyeta Miletan de li Rojhilata Navîn hatiye danîn encameke wisan derxistiye holê: Ji ber ku Kurdistanê bi awayekî muşterek kontrol dikin, di navbera Brîtanyaya Mezin (li dû wê re Iraq) û Fransa (li dû wê re Sûriye) û Tirkiye û Îranê de pêwendiyên qewî pêk hatine. Te divê di gelek warên din de ev dewlet li hember hev di nava pevçûnê de bin jî lê dema mesele tê ser meseleya kurdan, bi hev re dikevin nav hevkariyeke gelek qewî. Ev hevkarî, gelek eşkera ye ku li dijî kurd e. Li navenda Rojhilata Navîn istîqrar bi vî awayî hatiye danîn. Lêbelê ev yek jî eşkera ye ku van dîmenên “Istîqrarê” bêistîqrariyekê jî derxistiye holê. Çunke, çi dema ku kurd firsenda xwe dibînin her tim bo bidestxistina mafên xwe û bo azadiya xwe dikevin nav têkoşînê. Ev rewş jî, gelek eşkera ye ku her tim dibe çavkaniya bêistîqrariyê.**
*Îsmaîl Beşîkçî Kî ye?
Di sala 1939an de li navçeya Iskip a bi ser bajarê Çorumê (Anadoliya Navîn- Tirkiye) hatiye dinê. Dema ku li Atatürk Üniversitesi ya li bajarê Erziromê asîstanê sosyolojiyê bû ji ber bîrûboçûnên xwe ji aliyê doçentê sosyolojiyê Orhan Türkdoğan ve hate îxbarkirin û li dewra rejîma leşkerî ya 12ê Adara 1971an hate girtin. Ji wê û bi şûn de ji ber bîrûboçûnên xwe û ji ber xebata xwe ya zanîstî ku li ser rewşa netewa kurd pêk dihat her tim bû muxatabê darizandina dadgehên tirk. Di encam de ji 100 salan zêdetir ceza lê hate birîn û  ji 21 saliya xwe ve heta niha 17 sal li zindanan ma.
Îsmaîl Beşîkçî derbarê rewşa kurdan de heta niha 36 kitêb nivîsandine, belam ji vana 32 kitêb ji ber naveroka xwe ji aliyê dewleta Tirkiyê ve hatine qedexekirin.
Konferansa Pirsgirêka Kurd li Tirkiyê – Stenbol, 11-12 Adar 2006
kaynak:peyamaazadi.com
 
Posted in: kurdi

Comments

There are currently no comments, be the first to post one!

Post Comment

Name (required)

Email (required)

Website

Konferansa Pirsgirêka Kurd li Tirkiyê
İsmail Beşikçi
Tirkiyê derbarê Pirsgirêka Kurd de zêdetirîn mijara ku tê qisetkirin ‘çareserî’ ye. Bêguman her tim kurd li ser ‘çareserî’yê diaxifin, kurd ‘çareserî’yê munaqeşe dikin. Lêbelê beriya ‘çareserî’yê pêwîst...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3258)


Êdî Kurd Dîroka Kurdan Dinivîsin
İsmail Beşikçi
Yek ji encamên girîng ên şerê çekdarîyê ev e ku, di nêv kurdan de hîşyarbûneke manewî daye destpêkirin. Rastîya wê, ew proseya ku ji salên 1960î de zîl dabû li dema şerî û piştî wî hê bêhtir geş bû, belav bû û kok berda erdê. Di roja îroyîn de li nêv...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3302)


Bûyera Dr. Friçê Duyem
İsmail Beşikçi
Di manşeta rojnameya Hürriyetê ya roja 21 pûşper 2007 de nûçeyek hebû. Sernavê nûçeya nûçegihan Özgür Ekşiyî “Lobîcîyê Veşartî Hat Eşkerekirin” e. Taner Akçamê ku li Zanîngeha Minnessota profesorê dîrokê ye, eşkera kirîye ku, ew kesê ku e...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3506)


Têgihîştinên Neteweperweriyê
İsmail Beşikçi
Dema ku pesnên neteweperweriya tirkî didin, pê re jî bona wê bizava neteweperweriyê ku di nav kurdan de aj dide, dibêjin “cudaxwaz e”, “paşverû ye”, “nîjadî ye” û hwd. e, bi vî awayî ev bizav tê xirabkirin. [Dibêji]...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2965)


Komeleya Piştgirîya Jiyana Nûjen Çi Dide Kurdan?
İsmail Beşikçi
Li Tirkiyeyê demokratîkbûn pirseka girîng e. Beşdarîya bo Yekîtîya Ewropayê û pêkanîna demokratîkbûnê, amanceka bingehîn a hukûmetan e. Wekî mînak, hukûmeta Partîya Edalet û Pêşveçûnê (AKP) carînan behsa vê amancê dike. Demokratîkbûn jî, ji rûyê polî...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3141)


Li Ser Têgeha “Ez kurd im, lê ne kurdçî me”
İsmail Beşikçi
Beşek ji kurdên ku vê sloganê tînin zimên, li hemberî vê şîroveyê jî derdikevin; dixebitin bidin zanîn ku em ji bo kurdan gelek tiştî dixwazin. Dibêjin, “Ez ne kurdçî me lê ji bo kurdan gelek tiştî dixwazim…” Dîsan dibêjin, “...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3399)


Pirsa Sereke Di Pirsgereka Kurd de
İsmail Beşikçi
Di vê axiftinê de ez dê hewl bidim xwe da ku li ser vê mijara bingehîn rawestim. Qonaxa bingehîn a dîrokî ku Pirsgirêka Kurd jê hasil bûye, qonaxa Şerê Cîhanê yê yekemîn e, yanî qonaxa pevçûna parvekirinê û piştî wê ye ku meriv dikare bi kurtahî bibê...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3605)


Têgihiştina di Derbarê Kurdan de, Têkilîyên Leşker û Hikûmetê
İsmail Beşikçi
Tirkîye, dewleteke xwedî îdeolojîya fermî ye. Di dewletên ku xwedî îdeolojîya fermî de tu cûdahîya dewlet û hukûmetê tune ye. Di îdarekirina dewletên wiha de, di dereca yekemîn de, yê ku biryar dide û birê ve dibe, sazîyên paraztin û meşandina îdeolo...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3185)


Sîstema Dewşîrme
İsmail Beşikçi
Di vê helwestê de, bi raya min sedema sereke, pirsgirêka mulk e. Gelê herêmê, mirovên ku herêmê xuya ne, xwedî mulk in. Weke mînak erdê gelekan heye. Jiber vê  yekê jî li ser gel bandoreke wan eşkere heye. Yekî ku li herêma xwe xwedî erdekî pir ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3124)


Têgihiştin û Nîqaşên di Derbarê Pirsgirêka Kurdan de
İsmail Beşikçi
Taybetmendîya vê pêvajoyê ya herî girîng, ew e ku dewlet û hikûmet qet xwe rexne nake û bi paşeroja xwe re hevrû nabe. Ez bawerim dewlet û hikûmet di vê mijarê de bi himet in. Dewlet û hikûmet plan dikin bêyî ku xwe rexne bikin, bêyî bi paşeroja xwe ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2957)


Page 1 of 4First   Previous   [1]  2  3  4  Next   Last   
123movies