×
Doktor Said
İsmail Beşikçi
Doktor Said
Gerek Aysel Çürükkaya, gerek Selim Çürükkaya, tören sırasında çok önemli konuşmalar yaptılar. Ama konuşmalarını Türkçe yaptılar. Bu, kişi olarak bende biraz burukluk yarattı. Çünkü bu ulusal ruh kavramına aykırı bir tutumdur. Ulusal ruh, ulusun anadi...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (356)


30 Eylül’de Seçim
İsmail Beşikçi
30 Eylül’de Seçim
Kürdler, Kürdistan 16 Ekim 2017 sabahında, çok büyük, çok ağır bir darbeyle karşılaştı. Halbuki, 25 Eylül 2017 referandumu sonunda çok başarılı bir sonuç elde edilmişti. Bu çok olumlu sonucu bozmak için hasım güçlerle işbirliği yapmak, gizli anlaşmal...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1066)


Geleceğini Belirleme Hakkı ve Kürdler
İsmail Beşikçi
Referandum ilanından sonra, sık sık yapılan bu açıklamalar şu anlama geliyordu. Siz  Kürdler, kendi geleceğinizi belirleme hakkına sahip değilsiniz. Sizin geleceğinizi ancak biz belirleriz. Siz kendinizi yönetemezsiniz.  Siz şimdiye kadar h...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1367)


Afrin savaşı uzun sürecek
İsmail Beşikçi
Afrin savaşı uzun sürecek
Avrupa’yı Avrupa yapan bazı değerler vardır. Ama Avrupa, Kürd/Kürdistan sorunlarına bu değerlerle yanaşmamaktadır; Ortadoğu’nun otoriter, baskıcı, ırkçı, mezhepçi değerleriyle yaklaşmaktadır. Bu bakımdan 1920’lerde kurulan Kürdlere,...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1267)


Düşmanlarını Sevindiren Bir Halk…
İsmail Beşikçi
Düşmanlarını Sevindiren Bir Halk…
Tarihte, Kürdler için ‘Yiğit bir halk’, ‘Kahraman bir halk’ ‘Gözünü budaktan esirgemeyen bir halk’ gibi ifadeler, kavramlar kullanılır. Kürdlerin davranışları bu tür nitelemelerle dile getirilir. Kürdler, başka bir...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1357)


Kürdler Zoru Başardı
İsmail Beşikçi
Kürdler Zoru Başardı
Irak’a, Türkiye’ye, İran’a, Suriye’ye rağmen, PKK’ye rağmen, Goran’a,  Komel’e rağmen, YNK’nin,  Ala Talabani, Bafil Talabani  gibi bir kesimine rağmen,  ABD’ye, İngiltere&rsqu...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1218)


Güvenlik...
İsmail Beşikçi
Kürdistan Bölgesel Yönetimi’nde, Kürdlerin ulusal istemleri, bu doğrultuda geliştirdikleri mücadeleler her zaman, Irak’ın güvenliği sorununu, bu sorun çevresinde gelişen endişeleri gündeme getirmektedir. Bu istemler, bu mücadeleler, sadec...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1336)


Bir Kürd
İsmail Beşikçi
Bu yazıdaki Kürd herhangi bir Kürd’dür. Üç Kürd yazısında, üç Kürd tipinden söz edilmişti. Biri, milliyetçi, yurtsever düşüncelerinden ve eylemlerinden dolayı, idam edilmiş bir Kürd. İkincisi, bu kişiyi yakalatan, yargılayıp idam hükmü veren, b...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1990)


İki Kürd...
İsmail Beşikçi
Kürd/Kürdistan tarihinde, Yirminci yüzyılın ilk çeyreğinde, iki isim önemlidir. Abdurzzak Bedirxan (1864-1918) ve II.Abdusselam Barzani (1868-1914) Kürdler için bu iki İsmin düşüncelerinin, eylemlerinin bilinmesi önemli olmalıdır.
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2051)


Üç Kürd
İsmail Beşikçi
Üç Kürd
Bu yazıda sözü edilen üç Kürd’den biri II. Şeyh Abdüsselam Barzini’dir.(1868-1914) İkincisi, Şeyh Abdüsselam Barzani’yi, ulusal taleplerinden ve ulusaL mücadelesinden dolayı Musul’da idam eden, Musul Valisi Süleyman Nazif&rsqu...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2084)


Page 1 of 17First   Previous   [1]  2  3  4  5  6  7  8  9  10  Next   Last   
04

Li Tirkîyê, di navbêna salên 1925-1945’an de, jîyana sîyasî li ser yek partîyê dimeşîya. Lewre sîstem û rejîmeke sîyasî antî-demokratîk, serdest bû. Di eslê xwe de hilbijartinên parlemento weke tayînkirinê dimeşîyan. Parlementer, bi destê Mustafa Kemal Ataturk, ku wê demê hem Serokkomar hem jî Serokê Cumhurîyet Halk Fırkası bû, dihatin tayînkirin. Piştî hilbijartinan, ango piştî vê tayînkirinê, di civîna Meclîsê ya yekemîn de, yekser van parlementeran Mustafa Kemal Ataturk weke Serokkomar hildibijartin. Rejîmeke otorîter, totalîter û antî-demokratîk hebû. Qanuna Tuncelî, asta vê rejîma sîyasî û vê sîstema sîyasî ya herî bilind e. Di nav sedemên vê qanûnê de, Dêrsim weke serê qwînêrekê, gemareke ku divê were paqijkirin tê binav kirin.

Qanûna Dêrsimê di sala 1935’an de hatîye pejirandin. Û di heman demê de hatîye pêkanîn. Taybetmendîya vê qanûnê, ya herî mezin ew e ku rê dide her tevgêrên îdarê, yên kêyfî bixwe ye. Ji vî alî de, ev qanûn îşareteke girîng, ya zîhnîyeta wê demê ye. Bi Qanûna Tuncelî, Mufetiştîya Tevayî ya Çaremîn hatîye ava kirin. Mufetiştîya Tevayî ya Çaremîn, herêma Dêrsim digre hundirê xwe. Ew herêm ji Tuncelîya îro hîn berfirehtir e, Ezircan, Bîngol, hin herêmên Elezîz jî digre hundirê xwe. Mufetiştîya Tevayî ya Çaremîn walîyê herêmê ye. Herweha li herêmê fermandarê leşkerî yê herî bilind e. Mufetiştîya Tevayî ya Çaremîn xwedî rayedarîya girtina mirovan, tawabarkirin, dadgehkirin, ceza û pêkanîna cezayên îdamê ye.

Qanûna Tuncelî, qanûneke wiha ye ku jibo sucên berî xwe jî pêk tê. Ev yek di xala 35’an de hatîye nivîsandin. Ev yek rastîyeke dîyar e ku dijî hûqûqê cezayê ye. Pêkanîna qanûnên cezayê, ji roja ku dikeve jîyanê û pê ve pêk tê, ev yek taybetmendîyeke bingehî ya hûqûqê cezayê ye.

Nedana îddîanamê bo mirovên ku tên sûcdarkirin, taybetmendîyeke vê qanûnê yê balkêş e. Mafê paraztinê bo girtîyan nayê dayîn. Nikarîbûna mirovên girtî ya girtina parêzer, ne dûrî baldarîyê ye. Ya ji vana girîngtir, di pêvajoya dadgehkirinê de tunebûna tercûman bixwe ye. Gelek ji yên girtî qet bi tirkî nizanin, li cîyekî ku bi tirkî nizanibin bipeyivin, tunebûna tercûman, taybetmendîya vê qanûnê eşkere datîne ber çavan.

Taybetmendîyeke din, ya vê qanûnê, bi tesdîqkirina mufettiş, pêkanîna idamê ye. Ji salên 1930 û vir de, dema ku li dadgehekê idamek hat dayîn, piştî ku li Meclîsê tê pejirandin û pê ve, pêk tê. Lê ev rayedarîya Meclîsê dane Mufettişê Tevayî yê Çaremîn. Ango Walî, Mifettiş û Fermandar dikare gundan bişewitînin, xera bikin, gel surgûn bikin, sînorê gundan, qasaba û navçeyan biguherin.

Min dîyar kiribû ku ev qanûn rê li pêkanînên kêyfî vedike. Jibo idamkirina Seyîd Riza, mezinkirina temenê wî, dîsa jibo idamê biçûkkirina temenê lawê wî yê biçûk Resik Hisên, pêkanînên kêyfî ne. Jibo biçûkkirina temenê Seyîd Riza, şahidê ku anîne dadgehê, bi du salan ji lawê wî biçûktir e. Seyîd Riza bixwe vê yekê dibêje.

Şewitandin û xerakirina gundan, kuştina bi jahrê ya zarok û jinên ku xwe di mixaran de veşartibûn, têrakirina şûran ya zikê jinên bi himle, girtina bi nigên zarokên yek-du salî û lêxistina li kevir û tahtan heta ku dimirin, mirovên ku li rex çeman, li palên çîyan dihatin kom kirin, avêtina bombeyên ser wan, bûyerên ku her tim dihatin kirin bixwe bûn.

Di 10’ê Mijdara 2009’an de, di civîna Meclîsê ya ‘vekirina demokratîk’ de, Cîgirê Serokê Cumhurîyet Halk Partîsî, Onur Öymen, dema ku hikûmeta AKP û Serokwezîr Recep Tayîp Erdoğan rexne kir, digot ‘ma Ataturk di 1937’an, 1938’an de, bi Şêx Seîd re û li Agirî muzakere kir?’. Lê ne got ji dêvila muzakereyan çi hatîne kirin. Lê wî dixwest nuha jî heman tişt bibe. Li Dêrsimê di 1937’an, 1938’an de tiştên ku bûn, ma mirov dikare bifikire bêje Sabîha Gokçen bêyî Ataturk gelê sifîl dikuşt?

Dema Qanûna Tuncelî çêbû, li Meclîsê nêzîkî 60 perefesor hebûn. Gelek ji vana jî perefesorên hiqûq bûn. Di mijarên weke tarîx, sosyolojî, zanistîya sîyasetê, antropolojî, ekonomî hwd de perefesor hebûn. Apê Onur Oymen, Hıfzırrahman Raşit Öymen jî perefesorek ji vana bû. Apê wî û bavê wî Münir Raşit Öymen li Almanya, bi taybetî di warê perwerde, ragihandin, sosyolojî û hwd de perwerde dîtibûn. Lê em dibînin van perefesoran, îtîraza tu xalên vê qanûnê, ya rasttir, tu îtîraza van pêkanînên kêyfî ne kirine. Em fêm dikin, dema ku Qanûna Tuncelî hatîye Meclîsê, rêyek wiha hatîye şopandin. Serokê Meclîsê xalên vê qanûnê yek bi bi yek daye xwendin, gotîye yên dipejirînin-yên napejirînin û di pê re pejirandina wê derbasî zepta kiriye. Bi tevayî li ser van xalan tu fikir ne hatine guhftûgo kirin. Qanûna Tuncelî 38 xal in.

Tê zanîn ku ev parlementer bi tayînkirinê hatine Meclîsê. Bêgûman yê ku ev tayîn pêk anîye, Serokê Cumhurîyet Halk Firkasi û Serokkomar Gazi Mustafa Kemal bixwe ye.

Yek ji 60 perefesorên ku me li jor bahs kir, Ordînaryus Perefesor Mahmut Esat Bozkurt e. Mahmut Esat Bozkurt di 1930 de Wezîrê Edaletê bû. Ord. Prof. Mahmut Esat Bozkurt, di 1930, di dema serhildana Agirî de axaftineke wiha kiriye. ‘Em li dewleteke bi navê Tirkîye, ku di cîhanê de welatê herî azad e dijîn. Wezîrên me, jibo ku ji dil bahsa ramanên xwe bikin, ji vêya musaîttir tu der nedidîtin. Loma jî ez hestedarîya xwe venaşêrim. Tirk efendî û xwedîyê vê dewletê yê bingehî ne. Yên ku ne ji koka Tirkan ya xas in, tenê mafekî wan heye. Bûyîna xulamtî û koletîya jibo Tirkan e. Bila dost û dijmin, hetta bi çîyan vê rastîyê wiha bizanibin. (Milliyet, 30 Eylül 1930, söz eden, Lucien Rambout, Çağdaş Kürdistan Tarihi, Komal Yayınları, Ankara 1978, r.132)

Bi girtina perwerdeyê, bilindkirina qalîteyê perwerdeyê, jibo avakirina desthilatdarîyeke otorîter û totalîter nabe asteng. Înkarkirin, îmhakirin û helwesta asîmîlasyonê li Tirkîyê her dem jibo avakirin û pêkanînên ramanên faşîst, bingehekê ava dike. Ev pêvajo weke ku di salên 1937 û 1938’an de gîhaşt heta bi konkujîyê jî.

Divê mirov jibîr neke ku Wezîrê Edaletê, di dema ‘hilbijartinan’ de li Rojavayên Tirkîyê ev gotin gotîye. Mirov bala xwe bidê, Wezîrê Edaletê, perefesor Mahmut Esat Bozkurt dibêje ‘Tirkîye li cîhanê dewleta herî azad e’. Lê ev dewleta herî azad, ji ‘mafê xizmetçîtîyê’ û ‘mafê koletîyê’ pê ve tişkî nade Kurdan. Divê mirov vê yekê weke dijîtî û beradayîtîyeke îdeolojîya fermî binirxîne.

Di 25-30 salên tekoşîna salên dawîyê de, dewlet jibo ku tekoşîna Kurdan bişikîne, dixwaze fikreke bi navê Zazacîtîyê pêşve bixe. Tê gotin ku Zaza Tirk in, hin Tirk bûne Zaza. Durûtîya îdeolojîya fermî, yekser xwe xuya dike. Yên ku jiber Kurdîtî û Qizilbaştîya xwe di konkujîyan re hatine derbas kirin, tê gotin ku îro Tirk in. Dewlet, bi vê progaxandê, hin Kurdên Zaza jî dilebitîne. Di vê mijarê de, mijara ku Kurdên Zaza her dem bînin bîra xwe ev e. li Dêrsimê, Kurdên xwedî bawerîya Elewî dijîn. Kurdên Zaza ku xwedî bawerîya Elewîtîyê ne, di salên 1937 û 1938’an de çi jîyan? Çima ev mamele lîyaqê Kurdên Zaza hatîye dîtin, çima konkujî li Kurdan hate kirin, Wezîrê Edaletê yê wê demê Ordînaryûs Perefesor Mahmut Esat Bozkurt gelekî eşkere gotîye. Divê mirov bala xwe bide van dijîtî û beradayîtîya îdeolojîya fermî ya di derbarê Kurdan de. Di derbarê Kurdên Zaza de, hêjaye mirov li nivîsa Roşan Lezgîn, ya bi sernivîsa Kirmanckî, Kirdkî, Dimilkî, Zazakî binere. (www.zazaki.net, 26’ê Tebaxê 2009) Ez hêvîdarim ev nivîs bi Tirkî jî were nivîsandin.

Di vêderê de, di têgihiştina bûyer û analîza bûyeran de, di navbêna Kurd û gelek Tirkan de, cûdahîyeke hişmendîyê ya mezin yekser tê çavên mirov. Rewşenbîrên Tirk, Mahmut Esat Bozkurt weke ‘çep’ dinirxînin. Hinek ji baroyan, hinek ji fakulteyên hiqûk, li sazîyên xwe heykelên wî datînin. Tê gotin ku Mahmut Esat Bozkurt mirovekî girîng ku ji mirovên ronahîya Tirk, ku di dema Komarê de dest pê kiriye bixwe ye. Lê Kurd, rewşenbîrên Kurd, Mahmut Esat Bozkurt bi têgehên mîna ‘nîjadperest, faşîst, paşverû û mêtingeh’ dinirxînin. Dijberîya nirxandina rewşenbîrên Kurd û rewşenbîrên Tirk ya di derbarê Mahmut Esat Bozkurt de, rastîyeke eşkere ye. Di vêderê de, vê yeka han xwe eşkere dîyar dike. Îttîhat û Terakkî, Tekoşîna millî ya Tirk, Peymana Lozanê, Serhildana Mezin ya Kurdan ya di salên 1925’an de, ya Agirî di 1930 de, ya Dêrsim di 1937-1938’an de, Bûyeran 33 Gulle (1943), Helepçe, avakirina Desthilatdarîya Herêma Kurdistanê û hwd jibo Kurd û Tirkan mesajên cûda, dijberî hev dide. Divê hayê mirov ji vana hebe.

Jibîrkirin - Jibîrkirindan

Yek ji gotinên girîng ku divê di derbarê Kurdan de bê gotin, meşandina pêvajoyeke kûr ya jibîr kirin û jibîr kirindanê ye. Heta do, Dêrsimî di 1937 û 1938’an de tiştên ku qewimîne bahs ne dikirin. Di vê mijarê de baldarîyek jî tune bû. Em li salên 1970’yî bifikirin. Dêrsim, jibo çepên Tirkîyê weke mînyaturekî bû. Alîgir û ofîsên temama fraksîyonan li Dêrsimê hebûn. Lê fraksîyonên Kurdan bi rengekî pir zeîf hebûn. Ev rewş bi PKK hat guhertin. Lê dîsa jî guhertineke bingehî pêk ne hat.

Dêrsimî, Xelîfeyê Çaran Alî û kurên wî Hasan û Huseyîn ku tu alaqa wan bi Kurdîtîyê tune ye, tucarî jibîr nakin. Gelek caran hêvîyan ji wan dikin. Kerbelaya ku di sala 681’ê de pêk hatîye, di nav Ereban de şerê îxtîdarê ye. Yên ku li Kerbela hatine kuştin 72 mirov in. Her çiqas alîgirên Huseyîn nêzîkî Şetê Ferat kon vegirtibûn jî, jibo ku alîgirên Yezîd rêya şet girtibûn, gelek ji wan 72’yan ji tîna mirin. Tê zanîn ku alîgirên Yezîd, serê şûrên xwe di pelên Kur’anê rakirie û êrîşî Huseyîn kirine. Jiber vê yekê, Dêrsimî radibin rûdinên li xwe dixin.

Lê di 1937-1938’an de dîyar e zêdeyî 50 hezar Kurdên Elewî hatine kuştin. Di Rojnameya Akşamê Özlem Çelik, di hevpeyvîna ku bi Onur Oymen re kiriye de, dibêje ev hejmar 90 hezar e. (Akşam, 16 Mijdar 2009). Sererkanîya Giştî jî dibêje 11 hezar kuştî û li dor 13 hezar surgûn hene. Li gel vana gişa, Dêrsimî li dijî axaftina ku Onur Oymen di 10’ê Mijdara 2009’an de kir, biqasî tevgêra raya giştî bahsa van bûyeran nakin. Qala Seyît Riza, Alîşêr û Nûrî Dêrsimî ne dikirin. Di vê mijarê de, jibîrkirin û jibîrkirindaneke mezin dimeşîya. Weke mînak 8’ê Mijdara 2009’an, li Stenbol, li Meydana Kadikoy, mîtîngeke mezin ya Elewîyan pêk hat. Dibe ku Dêrsimî jî beşdarî vê mîtîngê bûn. Lê di mîtîngê de tu pankart û wêneyên Seyît Riza, Alîşêr, Nûrî Dêrsimî û konkujîya Dêrsimê xuya nebûn. Di axaftinan de qet bahsa van nav û bûyeran ne bû.

Piştî axaftina Onur Oymen destpêka axaftin û nîqaşan, kal û pîrên ku bahsa bîranînên xwe kirin, weke hişyarbûnekê tê nirxandin. Ev hişyarbûna di hişmendîyê de, tê wateya hilweşandina îdeolojîya nîjadperezt û mêtingeh, hişyarbûna ruhê ku bi destê mêtingehan bi rengekî sîstematîk hatibû kuştin bixwe ye. Ez bawerim ev hişmendî, ev hişyarbûn ê bi hêz berdewam bike.

Jiber helwesta Elewîtîya ku mirovatîyê pêjde derdixe, li gel mirovên mazlûm cîh digre, alîgirên Alî, Hasan û Huseyîn bên destek kirin xwezayî ye. Lê helwesta ku bixwaze vê der û dorê di kesayetîya xwe de bi cîh bike, di navbêna xwe û vana de peywendîyeke organîk ava bike şaş e. Bêgûman Şîîtî musulmantî ye. Lê Elewîtî, bawerîyeke derveyî Îslamê ye. Eşkere ye ku pêşîyên Elewîyên îro ne Îslam in. Helwesta asîmîlekirina Elewîtîyê bo Îslamê, jibo ku zixtên dewletê sibik bibe, rêdana Elewîyan weke ya Musulmanan, pêvajoyeke ku ji çavan nareve.

Di bibîrxistina Dêrsim û salên 1937-1938’an de, yê ku esasî were vekolîn ne Onur Oymen e. Kemal Kılıçdaroğlu ye. Di dema konkujîyê de, ji malbata Kılıçdaroğlu jî gelek hatine kuştin. Ji malbata Kılıçdaroğlu hinek tesadufî mane. Konkujî weke ku li her derê Dêrsimê, li Nazîmîye jî giran pêk hatîye. Kılıçdaroğlu bixwe dibêje ku ji Serokên Senatoya Cûmhûrîyetê û Wezîrê kevin yê Karê Derve Îhsan Sabrî Çaglayangîl jê re gotîye bê çawa Kurdên Qizilbaş qetil kirine. Piştî ku gund, xanî, gov û hwd hatine şewitandin, zarok û jinên ku xwe di mixaran de veşartine çawa weke mişkan di van mixaran de hatine jahr dadan, Îhsan Sabrî Çaglayangil bixwe gotîye. Li gel vana tevan, dîsa jî Kılıçdaroğlu li hember koka xwe di xerîbîyeke mezin de ye. Wî vana jibîr kiri ye. Mirovekî xwendî, li hember qatlîamên ku li hember malbata wî bixwe hatîye kirin, çawa dikare têkeve rewşeke wiha bê deng? Bêgûman ev jî encameke ku dikare piştî pêvajoyeke perwerdeyê derkeve holê. Divê hêja be ku çawa perwerdeya îdeolojîya fermî tê pêk anîn, bi bingehên bûyerên dewlemend were vekolîn.

Di hilbijartinên 29’ê Adara 2009’an de Kemal Kılıçdaroğlu namzetê Şaredarîya Stenbolê bû. Di vê hilbijartinê de, di dema propaganda de, di çapemenîyê de ji Kemal Kılıçdaroğlu re ‘Gandî’ dihat gotin. Ev, teşbîheke gelekî şaş e. Ev, şibandineke dûrî hişmendîya dîrokî ye.

Gandî, mirovekî jibo welat û gelê xwe xebat kiri ye û pêşengekî rêzdar e. Di tekoşîna gelê Hindî de, navekî girîng e. Lê Kemal Kılıçdaroğlu bi mirovên ku xwestine welatê wî, gelê wî, ziman-çanda wî ji dîrokê rakin re hevkarîyê dike. Nirxandineke wiha ancax, çapemenîya Tirk ku weke şaxekî Teşkîlata Mîllî Îstîxbaratê dişuxule, bike.

‘Bûyîna dijî îşgala emperyalîst’ sloganeke berî ku Amerîka mudaxaleyî Iraqê bike, di adara 2003’an û vir de, sloganeke gelek caran dihate gotin bû. Li Tirkîyê gelek ‘çep’an, digotin ‘gerek Kurd, li gel Saddam Hisên cîh bigrin û li hember Amerîka şer bikin’. CHP û Kemal Kılıçdaroğlu jî di vê fikrê de bû. Di vêderê de her çiqasî gotinên bi naveroka şoreşgerî, mîna ‘şerê dijî emperyalîzmê’, ‘bûyîna dijî emperyalîzmê’ hwd dihat kirin jî, di eslê xwe de ev paşverûtîyeke mezin e. Jiber ku wan daxwaza hevkarîya Saddam Husên li Kurdan dikirin. Saddam Husênê ku ew di konkujîyan re derbas kiribûn, qesabê wan bû... Lê tê zanîn, dema ku Saddam Husên li hember Kurdan konkujîyeke sîstematîk pêk tanî, vana bê deng diman, ev bûyer ne didîtin, xwe li nezanî û kerrî datanîn. Di nav xûrûbên çepên Tirk de, yên ku Saddam Husên jibo ku ‘Konkujîyek tenê li Halepçe kiriye, çima bi dehan konkujîyên wiha ne kirîye, herweha koka Kurdên paşverî ne kola ye’ rexne dikin jî hene.

Navê Kemal Kılıçdaroğlu weke ‘mêrê ku bêrêtîyan derdixe holê’ dihat bahs kirin. Mêrê ku ne bi kesayetîya xwe, lê bi kesayetîya dujminên xwe re bibe yek, bêrêtîya ku li hember malbata wî, li hember gelê wî pêk hatîye qet neke mesele, hewildana wî ya derxistina bêrêtîyên aborî û sosyal yên Tirkîyê bê qîmete. Lewre eşkereye ku neheqîya herî mezin, di salên 1937-1938’an de li gelê Dêrsimê hatîye.

4 Aralık 2009

İsmail Beşikçi

Werger: Salih Agir Qoserî
salihagirqoseri@hotmail.com

Kurdistan-Post

Posted in: kurdi

Comments

There are currently no comments, be the first to post one!

Post Comment

Name (required)

Email (required)

Website

Konferansa Pirsgirêka Kurd li Tirkiyê
İsmail Beşikçi
Tirkiyê derbarê Pirsgirêka Kurd de zêdetirîn mijara ku tê qisetkirin ‘çareserî’ ye. Bêguman her tim kurd li ser ‘çareserî’yê diaxifin, kurd ‘çareserî’yê munaqeşe dikin. Lêbelê beriya ‘çareserî’yê pêwîst...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2501)


Êdî Kurd Dîroka Kurdan Dinivîsin
İsmail Beşikçi
Yek ji encamên girîng ên şerê çekdarîyê ev e ku, di nêv kurdan de hîşyarbûneke manewî daye destpêkirin. Rastîya wê, ew proseya ku ji salên 1960î de zîl dabû li dema şerî û piştî wî hê bêhtir geş bû, belav bû û kok berda erdê. Di roja îroyîn de li nêv...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2583)


Bûyera Dr. Friçê Duyem
İsmail Beşikçi
Di manşeta rojnameya Hürriyetê ya roja 21 pûşper 2007 de nûçeyek hebû. Sernavê nûçeya nûçegihan Özgür Ekşiyî “Lobîcîyê Veşartî Hat Eşkerekirin” e. Taner Akçamê ku li Zanîngeha Minnessota profesorê dîrokê ye, eşkera kirîye ku, ew kesê ku e...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2796)


Têgihîştinên Neteweperweriyê
İsmail Beşikçi
Dema ku pesnên neteweperweriya tirkî didin, pê re jî bona wê bizava neteweperweriyê ku di nav kurdan de aj dide, dibêjin “cudaxwaz e”, “paşverû ye”, “nîjadî ye” û hwd. e, bi vî awayî ev bizav tê xirabkirin. [Dibêji]...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2304)


Komeleya Piştgirîya Jiyana Nûjen Çi Dide Kurdan?
İsmail Beşikçi
Li Tirkiyeyê demokratîkbûn pirseka girîng e. Beşdarîya bo Yekîtîya Ewropayê û pêkanîna demokratîkbûnê, amanceka bingehîn a hukûmetan e. Wekî mînak, hukûmeta Partîya Edalet û Pêşveçûnê (AKP) carînan behsa vê amancê dike. Demokratîkbûn jî, ji rûyê polî...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2344)


Li Ser Têgeha “Ez kurd im, lê ne kurdçî me”
İsmail Beşikçi
Beşek ji kurdên ku vê sloganê tînin zimên, li hemberî vê şîroveyê jî derdikevin; dixebitin bidin zanîn ku em ji bo kurdan gelek tiştî dixwazin. Dibêjin, “Ez ne kurdçî me lê ji bo kurdan gelek tiştî dixwazim…” Dîsan dibêjin, “...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2589)


Pirsa Sereke Di Pirsgereka Kurd de
İsmail Beşikçi
Di vê axiftinê de ez dê hewl bidim xwe da ku li ser vê mijara bingehîn rawestim. Qonaxa bingehîn a dîrokî ku Pirsgirêka Kurd jê hasil bûye, qonaxa Şerê Cîhanê yê yekemîn e, yanî qonaxa pevçûna parvekirinê û piştî wê ye ku meriv dikare bi kurtahî bibê...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2876)


Têgihiştina di Derbarê Kurdan de, Têkilîyên Leşker û Hikûmetê
İsmail Beşikçi
Tirkîye, dewleteke xwedî îdeolojîya fermî ye. Di dewletên ku xwedî îdeolojîya fermî de tu cûdahîya dewlet û hukûmetê tune ye. Di îdarekirina dewletên wiha de, di dereca yekemîn de, yê ku biryar dide û birê ve dibe, sazîyên paraztin û meşandina îdeolo...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2515)


Sîstema Dewşîrme
İsmail Beşikçi
Di vê helwestê de, bi raya min sedema sereke, pirsgirêka mulk e. Gelê herêmê, mirovên ku herêmê xuya ne, xwedî mulk in. Weke mînak erdê gelekan heye. Jiber vê  yekê jî li ser gel bandoreke wan eşkere heye. Yekî ku li herêma xwe xwedî erdekî pir ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2480)


Têgihiştin û Nîqaşên di Derbarê Pirsgirêka Kurdan de
İsmail Beşikçi
Taybetmendîya vê pêvajoyê ya herî girîng, ew e ku dewlet û hikûmet qet xwe rexne nake û bi paşeroja xwe re hevrû nabe. Ez bawerim dewlet û hikûmet di vê mijarê de bi himet in. Dewlet û hikûmet plan dikin bêyî ku xwe rexne bikin, bêyî bi paşeroja xwe ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2260)


Page 1 of 4First   Previous   [1]  2  3  4  Next   Last