×
Doktor Said
İsmail Beşikçi
Doktor Said
Gerek Aysel Çürükkaya, gerek Selim Çürükkaya, tören sırasında çok önemli konuşmalar yaptılar. Ama konuşmalarını Türkçe yaptılar. Bu, kişi olarak bende biraz burukluk yarattı. Çünkü bu ulusal ruh kavramına aykırı bir tutumdur. Ulusal ruh, ulusun anadi...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (485)


30 Eylül’de Seçim
İsmail Beşikçi
30 Eylül’de Seçim
Kürdler, Kürdistan 16 Ekim 2017 sabahında, çok büyük, çok ağır bir darbeyle karşılaştı. Halbuki, 25 Eylül 2017 referandumu sonunda çok başarılı bir sonuç elde edilmişti. Bu çok olumlu sonucu bozmak için hasım güçlerle işbirliği yapmak, gizli anlaşmal...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1127)


Geleceğini Belirleme Hakkı ve Kürdler
İsmail Beşikçi
Referandum ilanından sonra, sık sık yapılan bu açıklamalar şu anlama geliyordu. Siz  Kürdler, kendi geleceğinizi belirleme hakkına sahip değilsiniz. Sizin geleceğinizi ancak biz belirleriz. Siz kendinizi yönetemezsiniz.  Siz şimdiye kadar h...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1395)


Afrin savaşı uzun sürecek
İsmail Beşikçi
Afrin savaşı uzun sürecek
Avrupa’yı Avrupa yapan bazı değerler vardır. Ama Avrupa, Kürd/Kürdistan sorunlarına bu değerlerle yanaşmamaktadır; Ortadoğu’nun otoriter, baskıcı, ırkçı, mezhepçi değerleriyle yaklaşmaktadır. Bu bakımdan 1920’lerde kurulan Kürdlere,...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1317)


Düşmanlarını Sevindiren Bir Halk…
İsmail Beşikçi
Düşmanlarını Sevindiren Bir Halk…
Tarihte, Kürdler için ‘Yiğit bir halk’, ‘Kahraman bir halk’ ‘Gözünü budaktan esirgemeyen bir halk’ gibi ifadeler, kavramlar kullanılır. Kürdlerin davranışları bu tür nitelemelerle dile getirilir. Kürdler, başka bir...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1408)


Kürdler Zoru Başardı
İsmail Beşikçi
Kürdler Zoru Başardı
Irak’a, Türkiye’ye, İran’a, Suriye’ye rağmen, PKK’ye rağmen, Goran’a,  Komel’e rağmen, YNK’nin,  Ala Talabani, Bafil Talabani  gibi bir kesimine rağmen,  ABD’ye, İngiltere&rsqu...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1265)


Güvenlik...
İsmail Beşikçi
Kürdistan Bölgesel Yönetimi’nde, Kürdlerin ulusal istemleri, bu doğrultuda geliştirdikleri mücadeleler her zaman, Irak’ın güvenliği sorununu, bu sorun çevresinde gelişen endişeleri gündeme getirmektedir. Bu istemler, bu mücadeleler, sadec...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1366)


Bir Kürd
İsmail Beşikçi
Bu yazıdaki Kürd herhangi bir Kürd’dür. Üç Kürd yazısında, üç Kürd tipinden söz edilmişti. Biri, milliyetçi, yurtsever düşüncelerinden ve eylemlerinden dolayı, idam edilmiş bir Kürd. İkincisi, bu kişiyi yakalatan, yargılayıp idam hükmü veren, b...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2021)


İki Kürd...
İsmail Beşikçi
Kürd/Kürdistan tarihinde, Yirminci yüzyılın ilk çeyreğinde, iki isim önemlidir. Abdurzzak Bedirxan (1864-1918) ve II.Abdusselam Barzani (1868-1914) Kürdler için bu iki İsmin düşüncelerinin, eylemlerinin bilinmesi önemli olmalıdır.
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2077)


Üç Kürd
İsmail Beşikçi
Üç Kürd
Bu yazıda sözü edilen üç Kürd’den biri II. Şeyh Abdüsselam Barzini’dir.(1868-1914) İkincisi, Şeyh Abdüsselam Barzani’yi, ulusal taleplerinden ve ulusaL mücadelesinden dolayı Musul’da idam eden, Musul Valisi Süleyman Nazif&rsqu...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2147)


Page 1 of 17First   Previous   [1]  2  3  4  5  6  7  8  9  10  Next   Last   
08

Îro li dinyayê dewletên bihêz ew dewlet in ku demokrasiyekî tekûz sazkirine, bi hemû saziyên demokrasiyê di nava demokrasiyê de dijîn. Divê bête dûpatkirin ku taybetiya demokrasiya îroyîn ya herî girîng azadiya îfadeyê(derbiranê) ye. Azadiya îfadeyê, gengeşiya azad, rexneya azad, sazîbûna vanan ev taybetmendiyek pir girîng a demokrasiyan e. Tê dîtin ku ev dewlet di zanist û hiqûqê de jî pêşketî ne. Li cihên ku hiqûqekî gihîştî, sazbûyî bi pêşneketibe, pêşketina aboriyekî biîstîqrar, bihêz jî negengaz e.Aborî, di qadek ku pêwendiyên danûstandinê, îdxalat û îxracadê, çareseriya nakokiyan bi nirxên ku berê hatine diyarkirin ü îstîqrargirtîne de, geşedan dike.

Nirxên wek zanist û hiqûqê, bi têgîna heqîqetê re ji nêz ve pêwendîdar e. Zanist û hiqûq bi heqîqetê re tevdigere. Her du jî ji heqîqetê re xizmet dikin. Heqîqeta ku em li vir dixwazin li serê rawestin, heqîqeta civakî ye. Heqîqetiya civakî ye.
Nihicka bîngehîn a zanistê meraq e.Meraq, ji bo heqîqet bê peydakirinê, kelecanek girîng ku ji hinavên mirovan tê pêk tîne. Bêyî peydakirina rastiyê, ev meraqa ku di bingeha zanistê de ye ji hişê mirov dernakeve. Meraq hêza xurtkirin û giyanê zanistê ye.
Bi cih hatina dadê bi hiqûqê pêk tê. Bê têgihîştina heqîqetê, gihîştina hiqûqê ne gengaz e. Dad, têgîneke ku di bingeha hiqûqê de ye. Hiqûq ji bo dadê pêk bîne heye. Dadgehek, dadgerekî ku bi heqîqetê îtîbar neke dadê birîndar dike.
Li heqîqetê gerîn, wê peydakirin, pêwistiyên wê bicîanîn ji vî aliyê ve girîng e. Zanist jî, dad jî ya ku ji dîtin, têgihîştin, peydakirina heqîqetê bipelkîne, bitirse ew sexte ye.
Divê girîng be lêkolîna van dîtinên teorîk ji hêla pirsgirêkên berbiçav î Tirkiyeyê ve. Ji hêla pirsgirêkên berbiçav ve lêkolîna zanîngeh, qada zanistê, dadgeh, dadgeran, jiyana hiqûqê pêwistiyeke girîng e.
Li Tirkiyeyê, zanîngeh, nesaziyeke ku li heqîqeta civakî digere. Berevajî vê, saziyeke ku bi awakî sîstematîk dixebite ji bo heqîqeta civakî berevajî bike, tune bike.Helwesta zanîngeha tirkan a li hember diyardeya kurd, pirsa kurd/Kurdîsatnê bi vî awayê îfadekirin gengaz/mumkun e. Bi gelemperî helwesta wê ya li hember pirsên Rojhilata Nêzîk, (Ermenî, Suryanî, Pontûs, Êzîdî, Kurd…) jî bi vî awayî ye. Zanîngeh, profesor, rektor û hwd. Ji meşrûkirina dîtinên ku dewlet tîne zimên pêve, ji gotina “ ev raman ev dîtin rast e, tiştên tên kirin rast in, zanistî ne, ev rastî ne ku nayên gengeşî kirin, ji rastiya wan guman nayê kirin, zanistî ne…” pê ve tu tişt nekirine. Zanîngeh di vê mijarê de bi awakî tûndî piştevaniya dîtina fermî, îdeolojiya fermî kiriye. Ger li zanîngehê yekî ku li heqîqetê digere hebe, wî jî ji zanîngehê bidûrxistin bûye wazîfekî dicîh de. Ev helwest bêguman li dij heqîqeta civakîya ku bi fî’lî heye, ku tê jiyîn, helwesteke li dij heqîqetê ye. Ji ber vê, tiştê tê hilberîn ne zanist e, zanista sexte ye.
Dewletê, bi avakirina komarê re, dest bi înkar û redkirina hebûna kurd û kurdî kiriye. Di salên 1930an de, bi avabûna Saziya Dîroka Tirkan, Saziya Zimanê Tirkan re, ev red û înkar bi awakî sîstematîk hatiye bi pêşxistin. Armanca bingehîna Teza Dîroka Tirkan, Teoriya Roj-Zimanî ev e. Bi rik ji aliyê dewlet û hikûmetê ve, ji aliyê çapemeniyê ve hatiye zimên ku gelek bi navê kurd, zimanek bi navê kurdî tune ye. Dewlet, bi birokrasiya dewletê, bi birokrasiya leşkerî, bi saziyên perwerdehiyê, bi saziyên wek çapemenî, ol, malbat, partiyên sîyasî, saziyên sivîl xwestiye raman, dîtinên xwe serdest bike. Hebûna birokrasiya çekdar jî di nava saziyên ku îdeolojiya fermî diafirînin û belav dikin de rewşeke balkêş e.
A ev zanîngeha Tirkan di nava helwesteke de bûye ku dîtinên dewletê bê qeyd û şert diecibîne, piştevanî dike, ji van dîtinan re dibêje “rast in, mafdar in.” Li cihê ku li heqîqeta civakî bigere, peydake û li gora wê helwest û tevger bipêşxîne na, berevajî vê bo heqîqetê veşartin, tune hesibandin, berevajîkirin di nava hewldanek pir girîng de bûye. Ev jî ji zanista sexte pê ve tiştek din nîne. Di zanistên civakî î wek Dîrok, Sosyolojî, Zanistên Siyasetê, Antropoloji, Ekonomîyê de ev bi zelalî wiha ye.
Diyar e ku hemû ev pêwendî bi qedexeyên ramanî tên parastin. Daxwazeke azadiya îfadeyê ya zanîngehê jî tu demek pêk nahatiye. Zanîngeh, tu dem daxwazek bi awayê “bila qedexeyên ramanî rabin, azadiya îfadeyê mercê bingehîn ê zanistê ye,…” li gor vê daxwazê tekoşîneke wê pêk nehatiye.
Di dorhêlek ku zanîngeh ber bi zanista sexte ve tê birêkirin “muxtariyeta zanîngehê” hebe wê çi bibe, tunebe wê çi bibe. Rektor ji aliyê mamosteyan ve bê hilbijartin dê çi bibe, serokomar bibijêre dê çi bibe?
Di serdema cûntaya 12ê Îlonê de YOK/SXB(Saziya Xwendina Bilind) pir hatibû axavtin. Dihat gotin ku “YOK berhemeke12ê Îlonê ye.” Pirsa rast ev e, Ger li Tirkiyeyê Zanîngehek heqîqî hebûya, YOK ava dibû?
Bi navê xwe bûna Zanîngehî, nayê wateya ku li gor zanistî ye. Zanîngehên tirkan îro bûne saziyên ku unvan/pênas belavker. Ji bo girtina unvanê jî merceka girîng ecibandina îdeolojiya fermî ye. Lê rastî heta azadiya îfadeyê tune be, zanist çênabe, derdora zanistî pêk nayê.
Helbet li zanîngehê mamosteyên ku îdeolojiya fermî rexne dikin, mirovên zanyar î heqîqî hene. Ev bi takekesî hene.Wek sazî zanîngeh hêjî sazîyeke ku dîtina fermî lê tê hilberîn.
Sepandina Hiqûqê
Lêkolîna sepandina hiqûqê jî li gor meseleya Kurd/Kurdistanê girîng e. Kîjan kirin, raman wek tewan dihatin qebûlkirin, darizandin çawa dihatin kirin?
Dema em li salên1950yan, 60an, 70yan, 80yan dinêrin em vê dibînin: Kesên behsa Kurdan, Kurdî, Kurdistanê dikin, bi mueyîdeyên îdarî û cezayî î pir giran re rûbirû diman. Dozgerên komarê, di derbarê nivîs û kitêbên ku behsa wan dikirin de lêpirsînan vedikirin, bi xwestina civandinê serî li dadgehan diddan. Dadgehan di derbarê van nivîskar, lêkolîner, rojnamegeran de biryara girtinê didan. Dadgeh, li gor îdî’anameyên ku dozgeran amade dikir didarizandin, di derbarê van nivîskaran de biryara cezayên giran didan. Heta dawiya salên 1980yan, cezayên mişaxtinê jî hebûn.
Di lêhûrbûna li ser sepandina vê hiqûqê de jî sûd heye. Gelo bêyî têgihîştina heqîqeta civakî pêkanîna dadê gengaz dibe? Li vê dera, kesê ku heqîqetê dibêje, bi heqîqetê tevdigere kî ye? Helbet ew nivîskar, lêkolîner, rojnamegerên ku behsa kurd, kurdî, Kurdisatnê dikin, li gor van heqîqetan helwestên xwe diyar dikin, ew in. Lê dadgeh, dadger jî, ji ber ku behsa heqîqeta civakî kirine ceza didin wan kesan. Dibêjin ku her kes tirk e, bi tirkî diaxive, pêwist e bi tirkî biaxive. Ji vê helwesta ku çavê xwe ji heqîqeta civakî re girtiye, li gor dîtin û fermana dewletê kurd, kurdî, Kurdistanê tune dihesibîne, her kesî tirk dihesibîne, dixwaze her kes tirk be… bi dadî tê hêvîkirinê? Ma wazîfeeya dadgehan, ya dadgeran e ku îsbat bike ‘eslê kurdan tirk e, ‘eslê kurdî tirkî ye? Ev mijar bes dikarin li zanîngehan bên gengeşî kirin. Lê, me li jor hewl dabû ku em diyar bikin ku zanîngeh jî çi qasî ji vê helwestê dûr in.
Heta salên 1990an, di mijara tewana ramanî de, tetbîqatek jî hebû ku daraz û zanîngehê bi hev re tevdigeriya, bi hev re disepandin.
Dadgehan, di dema darazandinên wiha de, bi navê “rapora pisporî” ji mamosteyên beşên Hiqûqa Ceza, Hiqûqa Destûrê, Hiqûqa Giştî, Zanistên Siyasetê, Dîrok, Civaknasî, Antropoloji, Ekonomî, Felsefe, Tirkolojî.. î zanîngehan rapor dixwastin. Mamosteyan, profesoran nivîs an pirtûkê bi niyeta “tê de tewan heye an tune ye” dixwendin, paşê bi awayê ”li hêmanê tewanê hatiye rasthatin/nehatiye rasthatin” raporan amade dikirin. Dadgehan li gor van raporan biryara xwe didan.
Mamosteyên profesor, bi piranî di derbarê nivîs, pirtûkên ku behsa kurdan dikirin de, raporên wek“hêmanên tewanê hene, tewan pêk hatiye. Behsa kurdan kirin, zîhniyeta “di nava sînorên Komara Tirkiyeyê de her kesê ku dijî tirk e” xerakirine. Amade dikirin.
Bi niyetya “di navê de tewan heye an tune ye” xwendina nivîsek an kitêbek ji aliyê profesorek ve, helwesteke li dij metoda zanistî ye. Di ramanê de gera li tewanê, li dij têgihîştina zanistê, li dij metoda zanistê ye. Nivîsek an kitêbek helbet rexnegir wek bixweze dikare rexne bike. Lê, di ramanê de li tewanê gerîn, bi têgîna zanistê, bi têgînên afirênertî, lêpirsîngertî re lihevnake.
Di salên 1950yan de, 60an de, 70yan de, 80yan de, gelek profesorên ku di vê mijarê de raporan dinivîsin hene. Di nava wan de, yên mihafazakar jî tên gotin, çepgir jî tên gotin, Kemalîst jî tên gotin, Marksîst tên gotin, lîberal jî tên gotin hene. Anha jî ji vana bi hindikî ez dikarim çil navên bi Ord. Prof. Dr….û bi Prof. Dr. … li pey hev rêz bikim.
Tê gotin ku îro li Tirkiyeyê, li zanîngehan bi qasî 15 hezar profesor dixebitin. Di dawiya salên 1950yan de, di serê salên 60an de jî herhal, bi qasî 250 ( dused û pêncî) profesor hebûn.
Hebûna zanîngehan nayê wateya ku zanist heye. Bûna“mamosteyê mamosteyan”,bûna “mamosteyê mamosteyê mamosteyan”, nayê wateya ku metoda zanistê avabûye. Karmendî cuda ye, zanist cuda ye. Li zanîngehê dorhêla zanist tune ye. Ger azadiya îfadeyê tune be, rexneya azad ava nebûbe mercên zanistê pêk nayên. Li Tirkiyeyê, nîşana zanistê, bi taybetî jî ya zanistên civakî, ya zanistên beşerî, ya disîplînên normatîf wek hiqûqê helwesta li hember kurdan e, helwesta li hember pirsgirêka kurdan e.
Kurdan, ji bo îsbatkirina hebûna xwe ya civakî û ya etnîkî bedelên pir giran dan. Ji bo mafên xwe î xwezayî, yanî mafên ku ji civatbûna kurd tên, ji miletbûna kurd tên karibin bi dest xin bedelên pir giran didin. Sedemê bingehînê dana bedelan, di nava hewldanên pir tûnd de bûna sîstema desthilatdara Tirkan e, hewdanên ku ji bo tunekirina cudahiyan tên kirin. Dewlet bo daxwazên heq bitepisîne ew qas çewsîn/zordariyên giran dike, terora dewletê ew qas zêde dike, ji bo bidestxistina mafên netewî î xwezayî bedelên ku tên dayîn jî ew qas giran dibin. Wek kurdan pirsgirêkên Ermenîyan jî hene. Pirsgirêkên baweriyên olî wek Xiristiyan, ‘Elewî, Êzîdî jî hene.
Dewlet, ji bo vê zordariyê saziyên wek zanist, zanîngeh, hiqûq, darazê jî bi kar tîne. Ev jî, rê li ber pûçbûna van her du saziyan jî vedike.
xxx
Lê, Kurd, bi berxwedanek çeleng ji heqê vê zordariyê derketin. Êdî kurd, bi hemû saziyên xwe, daxwazên xwe, hêvîyên xwe li qada dîrokê ne. Êdî kurd, dinava organîzebûnek, sîyasîbûnek mezin de ne. Bi gotina “di alfabeya tirkan de herfên w, x, q tune ne” astengkirina organîzebûnên kurdan dê pêkan nebe. Gotina ku “di alfabeya tirkan de herfên w, x, q tune ne” tê wateya hê jî kurdan nenaskirin û înkarkirinê. Bi biryarên wiha birokratîk êdî kurd naynê birêvebirin.
Êdî birêvebirina kurdan dê hêsan nebe. Baştirîn ew e, ku kurd bi alfabeya xwe, bi alfabeya kurdî, herî kêm bi statuya federasyonê, ew xwe birêvebibin. Kurd, siyaseta kurdan, êdî, vê dibêje. Siyaseta tirkan jî vê fam bike dê fayde/sûd hebe.
Wergera ji tirkî ji aliyê Ahmed KANÎ ve hat kirin.
Posted in: kurdi

Comments

There are currently no comments, be the first to post one!

Post Comment

Name (required)

Email (required)

Website

Konferansa Pirsgirêka Kurd li Tirkiyê
İsmail Beşikçi
Tirkiyê derbarê Pirsgirêka Kurd de zêdetirîn mijara ku tê qisetkirin ‘çareserî’ ye. Bêguman her tim kurd li ser ‘çareserî’yê diaxifin, kurd ‘çareserî’yê munaqeşe dikin. Lêbelê beriya ‘çareserî’yê pêwîst...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2545)


Êdî Kurd Dîroka Kurdan Dinivîsin
İsmail Beşikçi
Yek ji encamên girîng ên şerê çekdarîyê ev e ku, di nêv kurdan de hîşyarbûneke manewî daye destpêkirin. Rastîya wê, ew proseya ku ji salên 1960î de zîl dabû li dema şerî û piştî wî hê bêhtir geş bû, belav bû û kok berda erdê. Di roja îroyîn de li nêv...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2616)


Bûyera Dr. Friçê Duyem
İsmail Beşikçi
Di manşeta rojnameya Hürriyetê ya roja 21 pûşper 2007 de nûçeyek hebû. Sernavê nûçeya nûçegihan Özgür Ekşiyî “Lobîcîyê Veşartî Hat Eşkerekirin” e. Taner Akçamê ku li Zanîngeha Minnessota profesorê dîrokê ye, eşkera kirîye ku, ew kesê ku e...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2832)


Têgihîştinên Neteweperweriyê
İsmail Beşikçi
Dema ku pesnên neteweperweriya tirkî didin, pê re jî bona wê bizava neteweperweriyê ku di nav kurdan de aj dide, dibêjin “cudaxwaz e”, “paşverû ye”, “nîjadî ye” û hwd. e, bi vî awayî ev bizav tê xirabkirin. [Dibêji]...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2333)


Komeleya Piştgirîya Jiyana Nûjen Çi Dide Kurdan?
İsmail Beşikçi
Li Tirkiyeyê demokratîkbûn pirseka girîng e. Beşdarîya bo Yekîtîya Ewropayê û pêkanîna demokratîkbûnê, amanceka bingehîn a hukûmetan e. Wekî mînak, hukûmeta Partîya Edalet û Pêşveçûnê (AKP) carînan behsa vê amancê dike. Demokratîkbûn jî, ji rûyê polî...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2379)


Li Ser Têgeha “Ez kurd im, lê ne kurdçî me”
İsmail Beşikçi
Beşek ji kurdên ku vê sloganê tînin zimên, li hemberî vê şîroveyê jî derdikevin; dixebitin bidin zanîn ku em ji bo kurdan gelek tiştî dixwazin. Dibêjin, “Ez ne kurdçî me lê ji bo kurdan gelek tiştî dixwazim…” Dîsan dibêjin, “...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2627)


Pirsa Sereke Di Pirsgereka Kurd de
İsmail Beşikçi
Di vê axiftinê de ez dê hewl bidim xwe da ku li ser vê mijara bingehîn rawestim. Qonaxa bingehîn a dîrokî ku Pirsgirêka Kurd jê hasil bûye, qonaxa Şerê Cîhanê yê yekemîn e, yanî qonaxa pevçûna parvekirinê û piştî wê ye ku meriv dikare bi kurtahî bibê...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2916)


Têgihiştina di Derbarê Kurdan de, Têkilîyên Leşker û Hikûmetê
İsmail Beşikçi
Tirkîye, dewleteke xwedî îdeolojîya fermî ye. Di dewletên ku xwedî îdeolojîya fermî de tu cûdahîya dewlet û hukûmetê tune ye. Di îdarekirina dewletên wiha de, di dereca yekemîn de, yê ku biryar dide û birê ve dibe, sazîyên paraztin û meşandina îdeolo...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2546)


Sîstema Dewşîrme
İsmail Beşikçi
Di vê helwestê de, bi raya min sedema sereke, pirsgirêka mulk e. Gelê herêmê, mirovên ku herêmê xuya ne, xwedî mulk in. Weke mînak erdê gelekan heye. Jiber vê  yekê jî li ser gel bandoreke wan eşkere heye. Yekî ku li herêma xwe xwedî erdekî pir ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2506)


Têgihiştin û Nîqaşên di Derbarê Pirsgirêka Kurdan de
İsmail Beşikçi
Taybetmendîya vê pêvajoyê ya herî girîng, ew e ku dewlet û hikûmet qet xwe rexne nake û bi paşeroja xwe re hevrû nabe. Ez bawerim dewlet û hikûmet di vê mijarê de bi himet in. Dewlet û hikûmet plan dikin bêyî ku xwe rexne bikin, bêyî bi paşeroja xwe ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2292)


Page 1 of 4First   Previous   [1]  2  3  4  Next   Last