Ramanên Li Ser Mîr Bedirxanî
İsmail Beşikçi
Saturday, June 15, 2013
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3627)
Daxuyanîya raman an hestekî Mîr Bedirxanîku vê ramanê sererast bike tune ye. Ez wek kesekî difikirim ku dibe ramanekewiha hebe. Em vî...
Ewropa, Kurd û Nasnameya Kurdan
İsmail Beşikçi
Monday, September 10, 2012
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2659)
Heqîqetek e ku li Ewropayê girseyeke mezin ya kurdan dijî. Lê, li welatên Ewropayê yên wek Almanaya,  Frensa, Îngîltere, ...
Dînamîkên Hundir-Dînamîkên Derve
İsmail Beşikçi
Monday, August 27, 2012
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2541)
Di ‘eslê xwe de cudakirina pêvajoyên civakî sîyasî wek dînamîkên derve, dînamîkên hundir nerast e. &Ec...
Çima Aşîtî Pêk Nayê?
İsmail Beşikçi
Thursday, August 30, 2012
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2566)
Divê bi baldarî li ser vegotina ku Serokwezîr Recep Tayyip Erdoğanî, ji bo ‘Erebên Filistînî, ji bo Herêma Xwesera Filist&icir...
Zanist, Hiqûq, Heqîqet
İsmail Beşikçi
Saturday, September 1, 2012
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2612)
Li Tirkiyeyê, zanîngeh, nesaziyeke ku li heqîqeta civakî digere. Berevajî vê, saziyeke ku bi awakî sîstematîk dixebite ji bo h...
Komeleya Zanistên Civakî ya Tirkan | İsmail Beşikçi
İsmail Beşikçi
Friday, August 31, 2012
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2509)
Helwesta bingehîna ku dê rê bide pêşketina zanistên civakî, rexneya îdeolojiya fermî ye. Divê îdeolojiya fermî bi ...
Zarokên Agir û Rojê
İsmail Beşikçi
Friday, August 31, 2012
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2710)
Dîrok çi ye? Di dîrokê de bi hezaran bûyer diqewimin. Ji vanan ancax yên bala mirovan, bala lêkolîneran dikşînin, yên t...
Li Hember Sîstema SiyasiyaTirkan Pêwendiyên Zanistî û Îdeolojiya Fermî*
İsmail Beşikçi
Saturday, September 1, 2012
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2541)
Li gor qen’eta min saziya herî girîng a sîstema siyasî ya Tirkan, a rejîma siyasî ya Tirkan îdeolojiya fermî ye. Îdeoloj...
Rexneya Îbrahîm Guçluyî
İsmail Beşikçi
Thursday, March 22, 2012
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2465)
Paşê İbrahim, behsa nîqaşeke ku di 1990î de  hatiye kirin dike. Ev nîqaş, nîqaşeke ku xwedî naverokeke civakî û sîyas&ici...
Li Ser “Zimanê Şaristaniyê”
İsmail Beşikçi
Thursday, March 22, 2012
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2472)
Di cihekî hevpeyvînê de, nûçegihan ji nivîskar pirsên li ser wêje û weşana Kurdî dipirse. Wek mînak, tu çi...
'Tirkiye Dostê Me ye'
İsmail Beşikçi
Thursday, February 9, 2012
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2397)
Li Ewropa, îro, dewletên ku serjimara wan li dor 30-40 hezarî ne hene. Ev endamên Konseya Ewropa û NYê ne jî. Andorra, San Marino, Monaco,...
Çavdêriyên Li Ser Universiteya Tirk / İsmail BEŞİKÇİ
İsmail Beşikçi
Thursday, March 22, 2012
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2149)
Va li vir jî aliyekî girîng î têkildar bi metoda ramana zanistî re heye. Serokê îqtîdara desthilatdar, Serokê Komî...
Azaedîya îfadeyê, Sansûr-Otosansûr
İsmail Beşikçi
Thursday, March 22, 2012
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2764)
Di çandiniyê de hinek tiştên bizirar hene. Wek kurmê sîn, qimil, kulî, hêrîşa mişkan, hişkayî(tunebûna baranê)......
“Kurd Otonomîyê Naxwazin”
İsmail Beşikçi
Friday, February 12, 2010
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3238)
Heger ku li Tirkîyê li ser Kurdan, pirsgirêka Kurdan zulm bi giranî berdewam bike, zêdeyî hezar zarokên ku keviran davêjin polî...
Di Civaka Kurd de Polîtîkayên Guhertin û Rêvekirinê
İsmail Beşikçi
Wednesday, February 3, 2010
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3470)
Perçekirin û parvekirinê îskeletê Kurdistanê û mejîyê Kurdan ji hevdû xistîye. Vê pêvajoyê li s...
   «   [1]  2  3  »      
  
31

Bergê duyem ê kitêba “Mîrê Cizîra BotanBedirxan” a Ahmet Kardamî derket. Bergê duyem ê bi navê “Salên Sirgûnê” dîsa jialîyê Weşanên Dîpnotê ve hat weşandin. Wek bergê pêşîn dîsa di hindirê bergêdawîn ê kitêbê de CDyek ku ‘eslê belgeyan digire nava xwe heye.   “MîrêCizîra Botan Bedirxan, Salên Sirgûnê”, (Weşanên Dîpnotê, Enqere 2013)

 

Xebata du bergî ya Ahmet Kardamî ya li serMîr Bedirxanî, di serî û nava sedsala 19mîn de, ji hêla nîşandana pêwendîyênkurd û Osmanîyan çawa dihatin fehimkirin û çawa birêvediçûnê ve çavkanîyek pirgirîng e.

 

Bi rêya vê xebata du bergî, ez dixwazimhin ramanên xwe yên li ser Mîr Bedirxanî binivîsim.

 

Şerê Îbrahîm Paşa û Osmanîyan yê disala1839an de, li Nîzîpê derket, bûye pêngavek girîng. Di vî şerî de MîrBedirxan, di enîya artêşa Osmanî de li hember artêşa Îbrahîm Paşa cih digre. Divê serdemê de Îbrahîm Paşayê kurê Mihemed Paşayê Kawalayî yê hikumdarê Misirêwalîyê Sûriyeyê ye.

 

Di dawîya şer de artêşa Osmanîyan têkdiçe. Ez di wê qen’etê de me ku ev têkçûn bandor li Mîr Bedirxanî kirîye. Piştîvî, em dibînin ku Mîr Berdirxan dest bi sazkirina tifaqê di navbera mîrênkurdan de dike, di vê mijarê de dîplomasîyeke mezin dimeşîne. Em dibînin ku liser tifaqa bi mîrê Mikisê Mîr Mehmûdxan re, bi mîrê Hekarîyê Mîr Nûrullah re,bi mîrê Zaxoyê Îsmail re, bi mîrê Rewandîzê  Mîr Mihemed re û bi gelekmîrekên hûr û gir re dixebite. Di têgihîştina “Tiştê ku Îbrahîm Paşa kir emdikarin bi rêyên dîplomatîk pêk bînin” de ye.

 

Dewwleta Osmanî vê pêvajoyê wek tehdîtekdibîne û ji bo ku bêbandor bihêle û tifaqan belawela bike her rêyê dixebitîne.

 

Daxuyanîya raman an hestekî Mîr Bedirxanîku vê ramanê sererast bike tune ye. Ez wek kesekî difikirim ku dibe ramanekewiha hebe. Em vîya ji polîtîkayên Osmanîyan ku bi awakî biryardar li hember MîrBedirxan û mîrên din yên kurdan pêk dihanîn, ji sirgûnên bêveger, ji îmhakirinamal û milkên wan, ji dana me’aşek hindik fehim dikin. Xerakirina van tifaqan,belavkirina mîrekîyên kurdan, girêdana Mîr Bedirxanî û mîrekîyên din yên kurdanbi navendê re ji alîyê Mistefa Reşît Paşayê Osmanî ve pêwendîdar e bi hayadewletê ji vê heye re.

 

Hêrîşên ku Mîr Bedirxanî, di 1844an de û1846an de li hember Nastûrîyan pêk hanî, cara yekem deh hezar, cara duyem sihhezar Nastûrî hatin kuştin. Ev dîyarde ne ku raman û xeyala Kurdistanê pûçdikin. Zîhnîyeta ku Nastûrîyan qetil bike, dest deyne ser mal û milkê wan, jinû zarokên wan li bazarên dîlan bifiroşe nikare Kurdistana serbixwe avabike.

 

Dihê zanîn ku di vê mijarê de Brîtanya ûFransa ji bo ku dewleta Osmanî cezakî pir giran bide Mîr Bedirxanî hemû hêzênxwe xebitandine. Lîderekî kurd ku Kurdistaneke serbixwe bifikire, divê haya wîji hebûna Brîtanya, Fransa û di heman demê de ya Rûsyayê  ya li dinyayêpolîtîkayên wan yên ku li Rojhilata Nêzîk, Rojhilata Navîn birêvedibin hebe. Nedîyare ku Mîr Bedirxan, Ehmedê Xanî dizane an na. Dihê gotin ku kesên medresexwendine Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Feqîyê Teyran dinasin. Lê, ne diyare kuMîr Bedirxanî di medreseyê de tehsîl dîtîye an na.

 

Em wek demekî bifikirin ku Mîr Bedirxanî,ji Nastûrîyan re baş bûye, ji hêza Brîtanya, Fransa û Rûsyayê agahdar e,dewletek bo xwe avakirîye û bûye hikumdar. Divê ev dewlet çawa bête nirxandin?Em wiha dikarin çend hîpotezan bidin pêş:

 

Xxx

 

Ji bo parastina vê dewletê leşker divê.Artêş divê. Ji bo di civakê de asayîş pêk bê, ji bo rejîma sazkirî polîs,zabita divê. Ev artêş, ev polîs ji kê pêk dihên? Em bêjin ji êla  ku MîrBedîrxanî jê ye, ji êlên ku bi wan re tifaq çêkirîye ne, ji gelê ku ev mîran jinavê derketine…  Ev gel gelê kurd e, bi kurdî diaxive.

 

Ji bo birêvebirina karên vê dewletê, ji bodomandina pêwendîyên bi welat û dewletên din re pêdivî bi burokrasîyê heye. Jibo xizmetkirinê divê bac bê komkirin. Ji bo vê jî pêdivî bi burokrasîyê heye.Wezîr, Walî, Qaymeqam, muxtar, midûr, karmend… Ev kategorî ji kê pêk dihên? Embêjin, ji malbata, êla Bedîrxanî, ji êlên ku bi wan re tifaq çêkiriye, ji gelêderdorê… Gelekî ku kurd e, bi kurdî diaxive.

 

Ji bo perwerdekirina leşker, karmend,burokrat û zarokan sazî divên. Em bêjin medrese divên, dibistanên leşkerîdivên. Dê ev perwerdeyî bi kîja zimanî pêk bê? Bêguman dê bi zimanê kurdî bêtekirin.

 

A pêvajoya birêxistina van karan hemûdewletek diafirîne. A dewleta kurdan ev e.

 

Dê bihête gotin ku ev dewleteke feodal eku Mîr Bedirxanî bo xwe avakirîye. Ne tenê di sed sala19an de, di çaryeka sedsala 20an û piştî wî jî de dewlet ewha avadibûn. Wek mînak, di salên 1920an de,Iraq, Urdun, Filîstîn, Sûriye, Libnan çawa avabûn? ‘Erebîstana Şerîf Husên çawaavabû?

 

Lê, di navbera ew dewleta ku dê MîrBedirxan avabike û dewletên ku li jorê navê wan derbasbû ku di çaryeka ewil ased sala 20an de, di serdema cemîyeta miletan de avabûn de cudahîyeke pirgirîng heye. Mîr Bedirxan, bi tekoşîna xwe, bi dîplomasîya xwe dewletek wihadiafirîne. Lê, dewletên ku navên wan li jorê derbas bûn, bi hewildanên Brîtanyaû Fransa dihêne avakirin. Brîtanya, pêşîyê Feyselê kurê mezin yê Şerîf Husêndike qralê Sûriyeyê. Piştî î’tîraza Fransayê ji vî re, wî dike qralê Iraqê.Lawê wî yê duyem Evdula dike qralê Ordunê. Lawê wî yê piçûk jî ew kes e ku dêli ‘Erebîstaanê piştî Şerîf Hüsên derkeve ser text, naîbê qral e.

 

Li gor qen’eta min ev dewlet di demeke kinde dikaribû modern bibe. Li Misirê, modernkirina ku Mihemed Alî Paşa pêk anîMîr Bedirxan jî dikaribû pêk bîne. Jiber ku dewlet e û hindiktir bi midaxeleyanre rû bi rû dê bimîne, dikaribû bi dînamîkên hundir pêşbiketana. Di rewşekewiha de, dê Tirkiye, Îran, Iraq, Sûriye bikaribiyana bêtir bi îstîqrar bipêşbiketana. Brîtanya û Fransa, dê nikaribûna li Rojhilata Nêzîk, Rojhilata Navînew qasî hikum bikirana.

 

Wek mînak di serdema Seddam Husên de,Iraq, dewleteke çawa bû? Iraq dewleta Seddam Husên bû. Li navendê  SeddamHusên hebû. Burokrat, fermandarên leşkerî yên payebilin ên derdora wî jimalbata wî bûn. Law, xwarzî û birazîyên wî bûn. Zavayên wî jî di vê derdoranêzîk de cih nedigirtin. Di helqeya ewleyî ya duyem de jî dîsa kesên ji malbatû xizmên wî cih digirtin. Di helqeya sêyem de kesên ji êla Tîkrîtî hebûn.Burokrat û leşkerên payebilind bi vê awayê dihatin hilbijartin. Şî’îyên ku ji%60ê nifûsê bûn, li derveyê rêveberîyê dihatin hiştin. Bihara ‘ereban nîşandaku li  Lîbyayê  Qaddafî jî xwe dispart bingeha êleke wiha.

 

xxx

 

Ji dawîya salên 1960an pê ve, nivîs ûkitêbên bi raperîna ‘Ubeydullahê Nehrî ya 1880yan re têkildar dest bi weşanêkirin. Akademîsyenên tirkan şîroveyên ku ‘Ubeydullahê Nehrî piçûk dixistdikirin. “Raperîneke ji bo parastina îmtîyazên feodalî, li hember bac xwestin ûleşker xwestina dewletê derdikeve. Dixwaze hin îmtîyazên ku li herêma xwexwedîne biparêze. ..”

 

Ji bo raperîna 1925an a Şêx  Seîd jîîfadeyên wiha dihatin gotin. “Dê dewleta dînî bihata avakirin, raperînekepaşverû bû…”

 

Ev zîhnîyeta hanê dema ku kurd bixwazindewleteke kapîtalîst avabikin, dibêje “çima sosyalîst nîn in, ji ber ku nesosyalîst in em li hember derdikevin, piştevanî nakin…”  Lê, tu çar lihember, zilma ku li ser kurd, Kurdistan û kurdî  heye dernakeve. Di ‘eslêxwe de ev nayê maneya ku bo kurdan dewleteke sosyalîst dihê xwestin. Di eslêxwe de nayê xwestin ku kurd xwedî tu statuyek bin, ev tenê wek hincetekderdixin pêş.

 

Te’bîra Serokê Komeleya Wergêrên Tirkan(TUÇED) Şevket Kunarî, ku bo kurdî dibêje“zimanek têrnake, zimanek premativ,koma peyvan…” (rojnameyên 6ê Adara 2013) divê di vê çarçoveyê de bihêtenirxandin. Beşek girîng ji rewşenbîrên tirk, tu car li hember çewsandin ûqedexeyên li ser kurdî derneketine. Ev çewsandin û qedexeyan xwezayî dîtine. Lêher gav gotinên wek  “Kurdî zimanek kêm e, zimanek prematîv e. Mijarênhiqûq, felsefe bi vî zimanî nayê îfadekirin….” gotine. Qedexeyan bi sirûştîpêşwazî kirine. Terbîyeya ku dewletê di mijara pirsa kurd, Kurdistan û kurdî dedaye hemwelatîyên xwe ev e.

 

Serokê Enstîtuya Kurd a Stenbolê ZanaFaqînî, bertek li hember daxuyanîya serokê TUÇEDê nîşanda. Behsa ferhengatirkî-kurdî ya ku 60 hezar bendî ye, di sala 2000an de hatibû amadekirin, dîsabehsa ferhenga kurdî-tirkî ya 166 bendî ya ku di sala 2004an de hatibûamadekirin  kir. Ev ferhengên ha ji alîyê Enstîtuya kurd ya Stenbolê vehatibûn weşandin. Behsa perwerdeya ji dibistana seretayî ta zanîngehê bi zimanêkurdî ya li Dewleta Federal a Kurdistanê kir. Kurdologên hêjayên weka ZanaFarqînî ne ferhengên 166 hezar bendî 200 hezar bendî jî bînin dîsa jî nikarinraman, helwestên merivên wek serokê TUÇEDê nezan û payenizm biguherînin. Çunkudewletê, di mijara pirsa Kurd, Kurdî, Kurdistan de hemwelatîyên xwe wihaperwerde kirîye. Ev helwestên dijî kurdan ancax bi perwerdeyê dihên holê. Divêev jî nîşaneya têgihîştina “biratî”yê be.

 

Ji nêz ve dihê zanîn ku rewşenbîrên tirkanli hember navguherîna li Bulgaristanê ya di navbera salên 1985-1988an de, lihember operasyonên bulgarkirina tirkan çawa bertek nîşan dane. Beşek pir girîngji rewşenbîrên tirkan,li hember operasyonên asîmîlekirina kurdan bi bal tirkîve ku dewleta wan dike jî qet dernakevin, her dem bi gotina “kurdî ne ziman e,kurdî ne zimanê şaristanîyê ye, zimaneke ku ji bêjeyên tirkî, farisî, ‘erebîpêk dihê…” hwd. kurdan, kurdî piçûk dixînin. Di çapemenîyê de nûçeyên wek ku evzîhnîyet li ser ferhengên kurdî- tirkî, tirkî kurdî amadekirinê dixebitinderdikevin. Ji bo vê re gotina  “neke sî qencîyek din naxwazim” bersivabaştirîn e.

 

Di mijara maf û azadîyên filîstînîyan dejî rewşenbîrên tirkan pir hestîyar in. Wek mînak ku yek bibêje “Pirsa Filîstînêbi demokratîkbûna Îsraîlê çareser dibe...” di cih de îtîraz dikin, dibêjin“divê Filîstîn serbixwe be.” Lê, dema ku pirsa kurd were rojevê berevajî vêdibêjin “dema Tirkiye demokratîk bibe pirsa kurd çareser dibe…”

 

XXX

 

Xerakirin û belavkirina xwesera li herêmênkurdan, herêmê bi tevayî, bi navendê ve girêdan, bûye hewldaneke pir girîng adewleta Osmanî.  Hişmendîya dewleta navendî ya Sedrêazam Mistefa ReşîdPaşayî pir dîyarker e. Di nîvê pêşîn û nava sed sala  19. de pirsa li serpîyan mana Osmanî, tetbîqkirina zîhnîyeta dewleta navendî pêwîst dike.

 

Rêveberîya Osmanî, her raman û çalakîya liherêmên kurdan ku parastin û bihêzkirina sazîya xweser, otonom dikir armanc, jixwe re tehdît dihesibîne.

Bêtesîrkirin û sirgûnkirina mîrên kurd yênku di hewldana xweserîtîyê dene, operasyoneke pir girîng e. Bi sirgûnkirinan redestdanîna ser malên mîrên kurdan, nehatina rojevê vegerên ji sirgûnan jîhêmanên girîng yên hişmendîya li ser pîyan mayîna Osmanî bûn. Di vê çarçoveyêde, mîrên kurdan yên ku bi tevayê mal û milkên wan hatine desteserkirin, hatinebêmilkkirin, ji wan re girêdana me’aşek pir piçûk, bi vê rê wan muhtaçkirinadewleta Osmanî, dîsa hêmaneke girîng a hişmendîya li ser pîyamayînê ye. Dibergê pêşîn ê kitêba Mîrê Cizîra Botan Bedirxanî de, dihê nîşandan ku MîrBedirxan, li hember Nastûriyên xirîstiyan mi’amelekî pir xerab kirîye. Emdibînin ku di salên xwe yên sirgûnê li Girîtê, di 1857an de, di berxwedanekexirîstiyanan de, Mîr Bedirhan, dixwaze ku xirîstiyanan biparêze, xortekîxirîstiyanê ku ji alîyê leşkerên misilman ve bi lîncê ve rû birû dimîne rizgardike. Mimkun e ku meriv vîya wek ronakbîrîyek ku di zînîyeta Mîr Bedirhanî depêk hatîye binirxîne.

 

xxx

 

Ahmet Kardam, di kitêba “Salên Sirgûnêyên Mîrê Cizîra Botan Bedirhanî ” de behsa Emîr Abdulqadir dike.  (r.192-196) Emîr Abdulqadir, di salên 1830an de, dema ku Cezayîr ji alîyê Fransayêve dihê dagirkirin, lîderek e ku li hember dagirkerîyê şer dike, gel di vê rêde birêdixe… Heta sala 1847an tekoşînê didomîne. Di 1847an de, şert û mercteslîmbûnê ferz dikin. Fransa, li gor peymana di hevdîtinan de îmzebûbûtevnagere, Emîr Abdulqadir ber bi Sûriyeyê ve sirgûn dike.

 

Rûberkirina Mîr Bedirxan û EmîrAbdulqadir, ji hêla mu’ameleya wan a bi xirîstiyanan re û şîrovekirina wan aÎslamê rewşeke balkêş e.

 

Îbrahîm Sediyanî, nivîsek bi ser navê “BiratîyaÎslamê ku Kurdan Xapandîye lê Bengalîyan Nexapandîye” nivîsî. Di nivîsê de,têgihîştin û şîrovekirina Îslamê ji alîyê Misilmanên kurd û  Bengalî vedihê rûberkirin.

 

Li ser van her du rûberkirinan lêkolînekko bête kirin dê di derbarê pirsa kurd û Kurdistanê de zanînên pir saxlem bide.Di derbarê Tirkiye, Pakistan, Hindistan, Bengladeşê de jî…

Wergera ji tirkî ji alîyê Ahmed KANÎ vehatîye kirin.


Posted in: kurdi

Comments

There are currently no comments, be the first to post one!

Post Comment

Name (required)

Email (not required)

Website

CAPTCHA image
Enter the code shown above:

  
Güvenlik...
İsmail Beşikçi
Monday, August 7, 2017
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (49)
Son yıllarda, gerek Türkiye’de, gerek dış basında, Kürd/Kürdistan sorunları yoğun olarak gündeme getirilmekte ve tartışılmaktadır. Ama bu tartışmalar, hep...
Bir Kürd
İsmail Beşikçi
Thursday, March 16, 2017
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (765)
Bölünmüş, parçalanmış, paylaşılmış uluslar, ülkeler, bu tarihsel operasyonların bilincine vardıkları zaman, ulusal mücadelenin çok hızlı ve y...
İki Kürd...
İsmail Beşikçi
Monday, March 6, 2017
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (667)
Yahudiler, Avrupa’da, 1930’larda, 1940’larda çok büyük soykırım yaşadı. Almanya’da, Fransa’da Polonya’da, Avusturya’da, M...
Üç Kürd
İsmail Beşikçi
Tuesday, February 28, 2017
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (704)
Üç Kürd’ün Kürd/Kürdistan sorunlarıyla ilgili olarak çok farklı tutumlarının eğitimle çok yakından ilişkisi vardır. Eğitim, K&uu...
Ermeniler, Kürdler…
İsmail Beşikçi
Tuesday, January 24, 2017
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (674)
Hamidiye Hafif Süvari Alayları denildiği zaman, üç aşiret ve bu üç aşiretin reisi hemen öne çıkmaktadır. Miran Aşireti ve Reisi Mustafa Paş...
Hayatımdan Kesitler
İsmail Beşikçi
Tuesday, December 27, 2016
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (807)
Receple arkadaşlığımız,  dostluğumuz, 1974’den sonra da devam etti. Komal, Rizgari sürecinde ve daha sonraki süreçlerde beraberdik. Sormadan edemiyorum...
Peşmergelik Yüce Bir Değerdir
İsmail Beşikçi
Monday, November 21, 2016
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (915)
Doktor Sait Çürükkaya, politik düşünceleri, sezgileri, öngörüleri gelişkin bir arkadaşımızdı. Stratejik taktik askeri planları askeri biri...
Kaderine Küsmek
İsmail Beşikçi
Friday, November 11, 2016
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (857)
Kürdleri/Kürdistan’ıni bölünmesinin, parçalanmasının, paylaşılmasının, önemli bir etkisi sonucu da siyasal partilerin, örgütlerin b&...
Suriyeli Mülteciler
İsmail Beşikçi
Wednesday, October 26, 2016
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (884)
Suriyeli mültecilerin, daha konforlu bir yaşam sürmek için Avrupa’yı tercih ettikleri ileri sürülebilir. O zaman da şu çok önemli bir s...
28 Devlet Bağımsız Kürdistan’ı Tanımayacak...
İsmail Beşikçi
Saturday, September 3, 2016
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1153)
“Şu kadar devlet bağımsız Kürdistan’ı tanımayacak” demek, Kürdleri/Kürdistan’ı değil, Kürdistan’ı müştereken baskı altında tu...
Devlet, İslam, Kürdler ve Darbe
İsmail Beşikçi
Tuesday, August 30, 2016
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1002)
22 Şubat 1962’de Harp Okulu Komutanı Talat Aydemir’in darbe girişimi olmuştu. Bu başarıya ulaşmadı. Görüşmeler sonucu Talat Aydemir ve arkadaşlarına ceza veri...
Süleymaniye Merkez Güvenlik Karargahı
İsmail Beşikçi
Monday, May 30, 2016
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1321)
Bölünmenin, parçalanmanın, paylaşılmanın önemli bir etkisi de siyasal partiler, örgütler üzerinde görülmektedir. Bu siyasal partiler,...
'Peçar Tenkil Harekatı/1927' Üzerine Birkaç Söz
İsmail Beşikçi
Wednesday, May 25, 2016
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1161)
1971’de, 12 Mart Rejimi sırasında yaşanan ‘İki Saitler’ olayı, Kürd/Kürdistan tarihinin acı olaylarından biridir. Bu olayın karanlıkta bırakılmaması, ay...
Tunceli Kanunu,Getirdiği Esaslar ve Devletin Asimilasyon Planları(*)
İsmail Beşikçi
Saturday, May 21, 2016
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1065)
Kerbela'da ölenler 72 kişidir. 1937-38'de Dersim'de katledilenler ise belki 72 bin kişidir. Devlet 13 bin kişiden söz etmektedir. Sayının çok çok yükse...
Uluslararası Barışı Kurma Çabaları, Kürdler/Kürdistan III
İsmail Beşikçi
Saturday, February 6, 2016
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1489)
Bölünmenin, parçalanmanın, paylaşılmanın en önemli etkisi, siyasal partilerde, örgütlerde kendini göstermektedir. Bu bölünme, siyasal...
   «   [1]  2  3  4  5  6  7  8  9  »      
DESTPÉK      Tarix-belge      TEVKURD      Aslan Kaya -Baz      Fuad Önen      Media