Ramanên Li Ser Mîr Bedirxanî
İsmail Beşikçi
Saturday, June 15, 2013
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3269)
Daxuyanîya raman an hestekî Mîr Bedirxanîku vê ramanê sererast bike tune ye. Ez wek kesekî difikirim ku dibe ramanekewiha hebe. Em vî...
Ewropa, Kurd û Nasnameya Kurdan
İsmail Beşikçi
Monday, September 10, 2012
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2399)
Heqîqetek e ku li Ewropayê girseyeke mezin ya kurdan dijî. Lê, li welatên Ewropayê yên wek Almanaya,  Frensa, Îngîltere, ...
Dînamîkên Hundir-Dînamîkên Derve
İsmail Beşikçi
Monday, August 27, 2012
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2269)
Di ‘eslê xwe de cudakirina pêvajoyên civakî sîyasî wek dînamîkên derve, dînamîkên hundir nerast e. &Ec...
Çima Aşîtî Pêk Nayê?
İsmail Beşikçi
Thursday, August 30, 2012
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2317)
Divê bi baldarî li ser vegotina ku Serokwezîr Recep Tayyip Erdoğanî, ji bo ‘Erebên Filistînî, ji bo Herêma Xwesera Filist&icir...
Zanist, Hiqûq, Heqîqet
İsmail Beşikçi
Saturday, September 1, 2012
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2341)
Li Tirkiyeyê, zanîngeh, nesaziyeke ku li heqîqeta civakî digere. Berevajî vê, saziyeke ku bi awakî sîstematîk dixebite ji bo h...
Komeleya Zanistên Civakî ya Tirkan | İsmail Beşikçi
İsmail Beşikçi
Friday, August 31, 2012
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2240)
Helwesta bingehîna ku dê rê bide pêşketina zanistên civakî, rexneya îdeolojiya fermî ye. Divê îdeolojiya fermî bi ...
Zarokên Agir û Rojê
İsmail Beşikçi
Friday, August 31, 2012
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2432)
Dîrok çi ye? Di dîrokê de bi hezaran bûyer diqewimin. Ji vanan ancax yên bala mirovan, bala lêkolîneran dikşînin, yên t...
Li Hember Sîstema SiyasiyaTirkan Pêwendiyên Zanistî û Îdeolojiya Fermî*
İsmail Beşikçi
Saturday, September 1, 2012
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2302)
Li gor qen’eta min saziya herî girîng a sîstema siyasî ya Tirkan, a rejîma siyasî ya Tirkan îdeolojiya fermî ye. Îdeoloj...
Rexneya Îbrahîm Guçluyî
İsmail Beşikçi
Thursday, March 22, 2012
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2211)
Paşê İbrahim, behsa nîqaşeke ku di 1990î de  hatiye kirin dike. Ev nîqaş, nîqaşeke ku xwedî naverokeke civakî û sîyas&ici...
Li Ser “Zimanê Şaristaniyê”
İsmail Beşikçi
Thursday, March 22, 2012
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2191)
Di cihekî hevpeyvînê de, nûçegihan ji nivîskar pirsên li ser wêje û weşana Kurdî dipirse. Wek mînak, tu çi...
'Tirkiye Dostê Me ye'
İsmail Beşikçi
Thursday, February 9, 2012
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2136)
Li Ewropa, îro, dewletên ku serjimara wan li dor 30-40 hezarî ne hene. Ev endamên Konseya Ewropa û NYê ne jî. Andorra, San Marino, Monaco,...
Çavdêriyên Li Ser Universiteya Tirk / İsmail BEŞİKÇİ
İsmail Beşikçi
Thursday, March 22, 2012
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1929)
Va li vir jî aliyekî girîng î têkildar bi metoda ramana zanistî re heye. Serokê îqtîdara desthilatdar, Serokê Komî...
Azaedîya îfadeyê, Sansûr-Otosansûr
İsmail Beşikçi
Thursday, March 22, 2012
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2455)
Di çandiniyê de hinek tiştên bizirar hene. Wek kurmê sîn, qimil, kulî, hêrîşa mişkan, hişkayî(tunebûna baranê)......
“Kurd Otonomîyê Naxwazin”
İsmail Beşikçi
Friday, February 12, 2010
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2938)
Heger ku li Tirkîyê li ser Kurdan, pirsgirêka Kurdan zulm bi giranî berdewam bike, zêdeyî hezar zarokên ku keviran davêjin polî...
Di Civaka Kurd de Polîtîkayên Guhertin û Rêvekirinê
İsmail Beşikçi
Wednesday, February 3, 2010
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3165)
Perçekirin û parvekirinê îskeletê Kurdistanê û mejîyê Kurdan ji hevdû xistîye. Vê pêvajoyê li s...
   «   [1]  2  3  »      
  
26

Di nîvê pêşîn ê salên 1970yan de, li Afrîkayê, li koloniyên Portekîzê, li Gîne Bîssaûyê, li Angolayê û Mozambîkê şerê rizgariya netewî dihat kirin. Li Başûrê Kurdistanê, bi serokatiya Mele Mutefa Barzanî, tekoşîneke ku pêşmergeyan birêvedibir hebû...

I.Di 19ê Hezîrana 1971an de, min li Enqereyê girtin, birin Diyarbekirê. Min ji hevalên di girtîgeha awarte de, hin hevalên ku muhtemel bû li wêderê bûna, lê ne li wir bûn, pirsîn. Hevalan got ku hin ji wan li Başûrê Kurdîstanê ne, bo ku li Tirkiyeyê, li Rojhilat tekoşîna gerîlayî bidin destpêkirin di nava amadekariyê de ne. Ev agahî min behitandibû. Heş û aqilê min negirtibû ku dê kurd tekoşîna gerîlayî bidin destpêkirin.
 
Di wê serdemê de dema navê tekoşîna gerîla dihat zimên, Vietnam dihat heşê mirov. Di nava salên 1950yan de li Cezayîrê, li Kubayê tevgerên gel ên wiha pêk hatibûn. Di salên 1960an de, li Başûrê Amerîkayê, li Amerîkaya Navîn jî tevgerên wiha pêk dihatin. Li Filistînê jî tekoşîneke wiha hebû.
Di nîvê pêşîn ê salên 1970yan de, li Afrîkayê, li koloniyên Portekîzê, li Gîne Bîssaûyê, li Angolayê û Mozambîkê şerê rizgariya netewî dihat kirin. Li Başûrê Kurdistanê, bi serokatiya Mele Mutefa Barzanî, tekoşîneke ku pêşmergeyan birêvedibir hebû.
 
Lîderên wek Fîdel Castro (1926- ), Che Guevera (1928-1967), Ho Şî Mînh (1890-1969) General Vo Nuguyen Giap (1911-2011) Yasser Arafat (1929-2004), Amilcar Cabral (1924-1973), Agostino Neto (1922-1979), Samora Machel (1933-1986), Partice Lumumba (1925-1961), Kwame Nkrumah (1909-1972), Leopold Sedar Senghor (1906-2001), Nelson Mandela (1918- ), Jomo Kenyatta (1894-1978), Julius Nyrere (1922-1999), Cemal Abdul Nasir (1918-1970), Ahmed Bîn Bela (1918-2012), Huarî Bumedyen (1932-1978), Martin Luther King (1929-1968) Malkolm X (1925-1965) Kaddafî (1942-2011), Saddam Huseyîn (1937-2006), Hafiz Esed (1930-2000)…dihatin nasîn, dihatin teqdîr kirin, di sohbetan de bi piranî navên wan derbas dibûn.
 
Mele Mustefa Barzanî (1903-1976) pir nedihat zanîn. Tekoşîna pêşmergeyan jî nedihat zanîn. Di van mercan de, li Bakurê Kurdistanê destpêkirina tekoşîneke wiha pir nediket serê min. (x)
Bi qasî 12-13 salan piştî vê dîrokê, di 15 Tebaxa 1984an de, li Bakurê Kurdistanê jî tekoşîna gerîlayî dest pê kir. Tekoşîn hê jî didome. Di cîhanê de cara yekem e ku tekoşînek wiha nêzî 30 salî didomîne. Domandina tekoşînê li hember artêşa duyem a mezin a NATOyê dîsa rewşeke balkêş e. Wek tê zanîn artêşa tirk çi ji hêla hejmar, çi ji hêla arastin û perwerde-disîplîn ve be di nava pênc artêşên pêşîn de cih digre. Ji dervayê vê li hember gerîlayan bikaranîna cendirme, polîs, tîmên taybet, hêzên gayrî nîzamî wek JÎTEMê, cerdevan jî heqîqetek e…
 
Bi tevî vana, tekoşîna, li hember zîhniyetek siyasî ya ku bi awakî tûndî ji hêla saziyên bingehîn ên dewletê wek zanîngeh, darazê ve tê parastin, li hember îdeolojiya fermî, tê birêvebirin jî heqîqetek e. Domandina vê tekoşînê li hember hêzeke wiha bi awakî madî û me’newî arastekirî rewşeke wisa tîne holê ku divê hişê dewlet û hikûmetê bîne serê wê.
 
Di 15ê Tebaxa 1984an de destpêkirina tekoşîna gerîlayî bi xebata dînamîkên hundirîn dikare bê îzahkirin. Tê dîtin ku PKKê, ji nava salên 1970yan ve dest bi xebata rêxistinkirina gelê kurd kiriye. Di 1984an de bi grûbeke biçûk tekoşînê dest pê kiriye, bi demê re alîkariya girseyî ya gelê kurd girtiye û bûye tevgereke gelî.
 
15-20 sal berê wek mînak, ger ji min re bihata gotin ku li ser dahatûya Irakê 3-4 senaryo binivîse. Û ev senaryo bihatana nivîsîn… Di yekî ji van senaryoyan de dê serokkomarbûna Irakê ya Celal Telebaniyê Serokê Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê cih negirtana. Ne 3-4 senaryo, zêdetir jî bihata nivîsîn ramanek bi vê rewşê re têkildar jî cih nedigirt.
 
Lê, di Adara 2003yan de, piştî mudaxeleya hêzên DYAyê û yên koalisyonê ya Irakê, di tevna pêwendiyên nû yên ku di jiyana siyasîya Irakê de, pêk hatin serokê Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê Celal Telebanî bû Serokkomarê Irakê. Ev pêvajo, ev pêwendî çawa hatin jiyîn mijarek e ku divê bê lêkolînkirin. Heta, Serokkomariya Celal Telebanî, ya destpêka salên 2003yan, piştî 4 salên serdema yekem, Serokkomariya wî ya serdema duwem jî didomîne.
 
Yek jî em vê bifikirin. Eger di salên 1994-1995 de, Celal Talabanî, Mesud Barzanî wek lîderên kurdan, di dema şer de, bi awakî biketana destê Sedam Husên, dê Sedam Husên bi wan çi muamele bikira?
Serokkomar bûna Serokê YNKê Celal Talabanî, piştî 2003yan li Irakê rewşeke ku dînamîkên derve pêk anîne. Rola dînamîkên derve di dîroka kurd û Kurdistanê de pir mezin e. Dabeşbûn, parçebûn û parvebûna kurd û Kurdistanê, dînamîkên hundir parçekiriye, kiriye awayekî bêtesîr. Ev jî rola dînamîkên derve zêdetir kiriye.
 
Heta çend salan berê, Rêveberiya Herêma Kurdistanê, ji aliyê Tirkiyeyê ve nedihat nasîn, nedixwast bê nasîn. Lîderên kurdan wek Celal Talabanî, Mesud Barzanî bi navê “serokên ‘eşîran” dihatin biçûkirin.
 
Îro, dema em pêwendiyên Tirkiyeyê bi cîranên wê re digrin ber çavan, dema em polîtîkaya hikûmetê ya “bi cîranan re bêpirsgirêkî” digrin ber çavan, tê gotin ku pêwendiyên herî ewle bi Rêveberiya Herêma Kurdîstanê re tê meşîn.Tê gotin û gengeşîkirin ku pêwendiyên tîcarî bi Rêveberiya Herêma Kurdistanê re bipêşketine, bo ku petrol û gaza Kurdistanê bînin Tirkiyeyê proje têne çêkirin. Di pêvajoya ku pêwendiyên Tirkiyeyê û hikûmeta navendiya li Bexdayê xeradibin de, pêşketina pêwendiyên bi Rêveberiya Federe ya Kurd a li Başûrê Kurdistanê re balê dikişîne.
Ji“Civînên Dewletên Cîranê Irakê”, ji “Civînên Wezîrên Hundir ên Dewletên Cîranê Irakê”, ji “Civînên Wezîrên Derve yên Dewletên Cîranê Irakê”, ku bi çi awayî gihîşt rojên îroyîn mijareeke balkêş e. Di jibîrnekirina wan rojan de, bêyî jibîrkirina zîhniyeta rêveberiya tirk a di debarê Kurdistanê de, di şopandina ev pêwendiyan de sûd heye.
 
Ev jî li gor qen’eta min pêvajoyek e ku dînamîkên derve diyar kirine.Min salkî-dusal berê jî îhtîmal nedida pêvajoyeke wiha ku were jiyîn. Pêwendiyên DYAyê, yên bi rêveberiya Irakê re, bi Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê re bi Tirkiyeyê re, bû sedem ku pêvajoyek wiha, pêşketineke wiha derkeve holê. Divê bê îşaretkirin ku di çarçoveya van pêwendiyan de dikare doza Ergenekonê bimeşe, têgihîştina neteweperest a tirk bê lêpirsînkirin.
 
Beşa Kurdîstana Suriyeyê beşa herî lewaz dihat dîtin. Ev herêm ji bo kesên ku li parçeyên din ê Kurdistanê tekoşîn dikirin penabergeh bû. Gelek kurdên ku li vê herêmê dijiyan jî nexwedî nasnameyek, ku li Suriyeyê dibuhîrî, bûn.
 
Ji Adara 2011an vir ve, yanî bû sal û nîv, li Suriyeyê, li hember rêveberiya Beşar Esed tekoşîn tê kirin. Konseya Netewî ya Suriyeyê û Artêşa Hur a Suriyeyê, bo hilweşandina rejîma Beşar Esed û sazkirina desthilatdariya xwe di nava tekoşîneke xurt de ye.
 
Di Konseya Netewî ya Suriyeyê de, bêtir Îxwan ul-Muslumîn/Birayên Misilman cih digrin. El Qaîde jî di nava Konseya Netewî ya Suriyeyê de ye. Artêşa Hur a Suriyeyê jî, ji aliyê serbaz û generalên ku ji artêja Suriyeyê qetiyane ve hatiye sazkirin. Çi Konseya Netewî ya Suriyeyê, çi jî Artêşa Hur a Suriyeyê ye, piştevaniya wan ji aliyê Tirkiyeyê ve tête kirin. ‘Eleqeya Tirkiyeyê ya bi Suriyeyê re, bi muxalefeta Suriyeyê re ne ji bo demokrasiyê ye. Ji bo ku “di rejîma ku dê piştî Beşar Esed were sazkirin de, kurd nebin xwedî mafekî” ‘eleqe dike. Tirkiye, Qatar û Siûdî ‘Erebîstan bi hev re, alîkariya çekdariya Artêşa Hur a Suriyeyê dikin. Ev, tê wateya xwedî çek kirina Birayên Misilman û El Qaîdeyê jî.
 
Çi Konseya Netewî ya Suriyeyê, çi Artêşa Hur a Suriyeyê ye, bi awakî ‘eşkere dibêjin ku ew dê di rejîma ku dê sazbikin de daxwazên kurdan bi cih neynin, ew van daxwazan rast nabînin. Bi daxwaz û alîkariya Tirkiyeyê re bi awakî lihevkirî li hember mafên kurdan radiwestin.
 
Kurd jî, çi ji rêveberiya Beşar Esed, çi ji muxalefeta Suriyeyê be, bi awakî xwe dûr kirî, karê xwe dimeşînin. Li pey rê û rêbazên xwebixwe rêvebirinê digerin. Dixwazin li qadên ku lê dijîn xwe bi sazîkin, di nava hewldanên sazkirina dibistanên ku zimanê perwerdehiyê kurdî ye de ne.
 
A di nava tevna pêwendiyên wiha de rewşeke ku qet nedihat payîn derket holê. Rêveberiya Beşar Esed, di dawiya Tîrmehê de, ji herêmên kurdan leşkerên xwe kişand. Li bajarên kurdan yên wek Kobanî, ‘Efrîn, Amûdê, Tirbesiyê, Qamişlû, Dêrik rêveberî ket destê kurdan. Û li van deran hewl didin ku rêveberiyên xweser avabikin. Meclîsa Netewîya kurdên Suriyeyê û Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê hewldidin ku rêveberiya xweser sazbikin. Li Hewlêrê, bi însîyatîfa Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî, di vê mijarê de peymanek jî çêkirin. Ev, wek mînak, rewşek e ku Tirkiyeyê qet hesabnekiribû. Mirov dikare bêje ku vê bûyerê polîtîkaya Tirkiyeyê ya derbarê Suriyeyê de serûbin kir.
Heta salkî-dusal berê, qet nedihat aqil ku dê li Suriyeyê rewşeke wiha bête jiyîn. Ev jî ji dînamîkên hundir yên civata kurdên Suriyeyê bêtir, rewşeke ku bi dînamîkên derve re pêwendîdar e. Li Suriyeyê helwesta rêveberiya Beşar Esed, ya li hember Konseya Netewî ya Suriyeê, ya li hember Artêşa Hur a Suriyeyê, ya li hember Tirkiyeyê, bêtir ji bo kurdên ku di qadên tê de dijîn de derfet aniye. Xuyaye ku dê ev derfetên kurdên ku li Kurdistanê bi dest xistine, bi demê re dê pirtir mezin bibin.
 
Di ‘eslê xwe de cudakirina pêvajoyên civakî sîyasî wek dînamîkên derve, dînamîkên hundir nerast e. Êdî dînamîkên derve bûne dînamîkên hundir, wek dînamîkên hundir xwedî fonksiyon in. Dînamîkên hundir, dînamîkên derve bi awakî tûndî li ser hev bi bandor in, dikevin kirasê hev. Tew di mijara Kurdistanê de, hin hêmanên wek dînamîkên devrve, êdî bûne dînamîkên hundir. Wek mînak parçeyên Kurdistanê, bo her parçekî Kurdistanê, êdî, bi hemû wateya xwe dînamîkek hundir e.Sînorên ku ji aliyê hêzên emperyal û kolonyalîst ve hatine xêzkirin hêdî hêdî ji holê radibin. Bikêmasî, di zîhnên mirovan de ev sînor dest bi helandinê kirine.
 
Kurd, wek defakto di nava hewldana sazkirina herêma xweser de ne. Ez ne di wê qen’etê de me ku dê ji vê astê paşveçûnî çêbe. Bi demê re dê Birayên Misilman jî hînê viya bibin. Bo Suriyeyê jî dewletek federal dikare çêbe. Dikare bo Durzî, ‘Elewî, Misilmanên Sûnî herêmên xweser bêne avakirin.
Bi parastina mafên netewî û olî yên gelê Ermen û Suryaniyan dikare rêveberiyek federal pêk bê. Dibe ku Birayên Misilman, Artêşa Hur a Suriyeyê li hember têgihîştineke wiha bertek nîşan bidin, li hember wê şer jî bikin. Lê, êdî li Suriyeyê jiyana rejîma Be’asê ne mumkun e. Jiyana ramanên nejadperest, antî-demokratîk yên Birayên Misilman jî wisa…
 
(x) Di bihara1971an de “Bûyera Saîdan” ku li Başûrê Kurdistanê pêk hat, di dîroka kurdan de mijarek pir girîng e, pêwendiyên pir girîng nîşan dide. Sêwirandina tekoşîna gerilayî ya Dr. Şivan(Saîd Kırmızıtoprak) aliyê bingehîn ê vê bûyerê ye. Yê ku senaryoya bi her du Saîdan ve pêwendîdar nivîsiye îstîxbarata tirk e. Yên din hemî aktorên di pileya duyem sêyem de ne. Helbet tetikkêş kurd e. Ev rasterast bi dabeşbûn, perçebûn û parvebûna kurd û Kurdistanê ve pêwendîdar e, rastirê wî ev bûyerek e ku wek yek ji encamên vê pêvajoyê hatiye jiyîn. Ez wek kesekî wan rojan na, pir paşê, di salên1990an de gihîştim vê hişmendiyê. Min, bo diyarkirina ku di wan rojan de jî kesên ku tekoşîna gerîlayî difikirîn hebûn, pêdivî bi vî têbiniyê dît.
Wergera ji tirkî ji aliyê Ahmed KANÎ ve hatiye kirin.
 
www.rizgari.com
Posted in: kurdi

Comments

There are currently no comments, be the first to post one!

Post Comment

Name (required)

Email (not required)

Website

CAPTCHA image
Enter the code shown above:

  
Bir Kürd
İsmail Beşikçi
Thursday, March 16, 2017
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (250)
Bölünmüş, parçalanmış, paylaşılmış uluslar, ülkeler, bu tarihsel operasyonların bilincine vardıkları zaman, ulusal mücadelenin çok hızlı ve y...
İki Kürd...
İsmail Beşikçi
Monday, March 6, 2017
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (270)
Yahudiler, Avrupa’da, 1930’larda, 1940’larda çok büyük soykırım yaşadı. Almanya’da, Fransa’da Polonya’da, Avusturya’da, M...
Üç Kürd
İsmail Beşikçi
Tuesday, February 28, 2017
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (257)
Üç Kürd’ün Kürd/Kürdistan sorunlarıyla ilgili olarak çok farklı tutumlarının eğitimle çok yakından ilişkisi vardır. Eğitim, K&uu...
Ermeniler, Kürdler…
İsmail Beşikçi
Tuesday, January 24, 2017
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (374)
Hamidiye Hafif Süvari Alayları denildiği zaman, üç aşiret ve bu üç aşiretin reisi hemen öne çıkmaktadır. Miran Aşireti ve Reisi Mustafa Paş...
Hayatımdan Kesitler
İsmail Beşikçi
Tuesday, December 27, 2016
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (483)
Receple arkadaşlığımız,  dostluğumuz, 1974’den sonra da devam etti. Komal, Rizgari sürecinde ve daha sonraki süreçlerde beraberdik. Sormadan edemiyorum...
Peşmergelik Yüce Bir Değerdir
İsmail Beşikçi
Monday, November 21, 2016
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (586)
Doktor Sait Çürükkaya, politik düşünceleri, sezgileri, öngörüleri gelişkin bir arkadaşımızdı. Stratejik taktik askeri planları askeri biri...
Kaderine Küsmek
İsmail Beşikçi
Friday, November 11, 2016
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (549)
Kürdleri/Kürdistan’ıni bölünmesinin, parçalanmasının, paylaşılmasının, önemli bir etkisi sonucu da siyasal partilerin, örgütlerin b&...
Suriyeli Mülteciler
İsmail Beşikçi
Wednesday, October 26, 2016
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (560)
Suriyeli mültecilerin, daha konforlu bir yaşam sürmek için Avrupa’yı tercih ettikleri ileri sürülebilir. O zaman da şu çok önemli bir s...
28 Devlet Bağımsız Kürdistan’ı Tanımayacak...
İsmail Beşikçi
Saturday, September 3, 2016
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (774)
“Şu kadar devlet bağımsız Kürdistan’ı tanımayacak” demek, Kürdleri/Kürdistan’ı değil, Kürdistan’ı müştereken baskı altında tu...
Devlet, İslam, Kürdler ve Darbe
İsmail Beşikçi
Tuesday, August 30, 2016
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (658)
22 Şubat 1962’de Harp Okulu Komutanı Talat Aydemir’in darbe girişimi olmuştu. Bu başarıya ulaşmadı. Görüşmeler sonucu Talat Aydemir ve arkadaşlarına ceza veri...
Süleymaniye Merkez Güvenlik Karargahı
İsmail Beşikçi
Monday, May 30, 2016
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (980)
Bölünmenin, parçalanmanın, paylaşılmanın önemli bir etkisi de siyasal partiler, örgütler üzerinde görülmektedir. Bu siyasal partiler,...
'Peçar Tenkil Harekatı/1927' Üzerine Birkaç Söz
İsmail Beşikçi
Wednesday, May 25, 2016
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (842)
1971’de, 12 Mart Rejimi sırasında yaşanan ‘İki Saitler’ olayı, Kürd/Kürdistan tarihinin acı olaylarından biridir. Bu olayın karanlıkta bırakılmaması, ay...
Tunceli Kanunu,Getirdiği Esaslar ve Devletin Asimilasyon Planları(*)
İsmail Beşikçi
Saturday, May 21, 2016
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (772)
Kerbela'da ölenler 72 kişidir. 1937-38'de Dersim'de katledilenler ise belki 72 bin kişidir. Devlet 13 bin kişiden söz etmektedir. Sayının çok çok yükse...
Uluslararası Barışı Kurma Çabaları, Kürdler/Kürdistan III
İsmail Beşikçi
Saturday, February 6, 2016
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1142)
Bölünmenin, parçalanmanın, paylaşılmanın en önemli etkisi, siyasal partilerde, örgütlerde kendini göstermektedir. Bu bölünme, siyasal...
Uluslararası Barışı Kurma Çabaları, Kürdler/Kürdistan II
İsmail Beşikçi
Saturday, February 6, 2016
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1012)
Bengal halkının mücadelesinin Türkiye Cumhuriyeti tarafından nasıl algılandığına da bakmak gerekir. Türkiye bu mücadele sırasında her zaman Pakistan devleti tar...
   «   [1]  2  3  4  5  6  7  8  9  »      
DESTPÉK      Tarix-belge      TEVKURD      Aslan Kaya -Baz      Fuad Önen      Media